Gêl, bajarokek e ku 50 km ji Amedê dûr e û Çemê Dîjleyê ji bakura wê dikişe. Ji hin hêlan ve, her hevoka ku em ê ji bo Gêlê saz bikin, wê renge wê bide wan hevokan ku em ê ji bo teveka Amedê saz bikin. Lê belê, dîsa jî hin hêlên Gêlê hene ku bergeha wê ya dîrokî pirhêman e û wê ji yên din cihê dike.
Rojnamevan Altan Sancar, ji Gêla ku lê ji dayika xwe bûye û roj bi rojê lê mezin bûye û bûye şahidê veguherîna axê, ji ajar û bingehên Ermenî yên malbata xwe da ser rê û li ser vê bajarokê belgefîlmek amade kir.
Demajoya berdewamî ya cîbicîbûna Gêlê ku ne gengaz e mirov dîroka wê ji ya Amedê cuda bike, me dibe ber kevîyên Şoreşa Neolîtîkê. Şevket Beysanoğlu ku ew bi xwe jî ji Gêlê ye, di berhema xwe ya bi sê cildan ya bi navê “Dîroka Amedê” de, dibêje; herêma bakur ya Amedê ya ku heta bi Dêrsimê dirêjî dide xwe, Gêlê jî dixe nava xwe û wekî Sophene tê binavkirin. Li herêma Sopheneyê ku wextekî beşeke ji Qralîya Mezin ya Ermenan bûye, heta ku qralê Ermen, Arsamesê I., bajarê Arsamosatayê ava dike, Gêl wekî serbajarê qralîyê tê bikaranîn.
Belkî jî, ji ber bêşansîya wê ye, lêkolînên mezin li ser wê nehatine kirin, lê belê, îro ro em dikarin bêjin, Gêlê ji bo dehan şarezayîyan malxweytî kiriye. Gêl, di navbera salên 3500-1260î ya B.Z., de bû warê Subarruyan, Hurrîyan û Mîttanîyan. Di navbera salên 1260-606ê P.Z.ê de jî, ket bin hikmê Asurî û Urartuyîyan. Heke em di dîrokê de gav bi gav pê de biçin, bajaroka Gêl; di sala 297’an de di nav sînorên Romayîyan de, di navbera salên 661-750’yî de di nav sînorên Ermenan de, di navbera salên 750-869’an de di nav sînorên Ebbasîyan de, di sala 908’an de di nav sînorên Bîzansîyan de, di navbera salên 1085-1093’yan de di nav sînorên Selçukîyên Mezin de, di navbera salên 1157-1169’an de jî di nav sînorên Nîsanoğullarıyê de maye. Di navbera salên 1394-1401’ê de Tîmur ket navberê, di navbera salên 1401-1507’an de Akkoyunî, di navbera salên 1507-1515’an de jî Safevî bûn serdestê herêmê. Gêl, di sala 1515’an de bû parçeyek ji Împaratorîya Osmanî.
Gêl, ya ku bandora şarezayîyên ku li ser hatine avakirin li ser xwe hêlaye, hê jî di nava bajarên qedîm yên Ermenan de tê hesibandin. Bajarok, wekî din jî, wekî “Dîyarê Pêxemberan” jî tê binavkirin ji ber ku tê bawerkirin ku Zilkîfîl û Elyesa pêxember jî tê de, mezelên neh pêxemberan li vê derê ne.
Li Gêlê, bi tevî zaravayên Kurdî Kurmancî û Zazakî, bi zimanê Tirkî jî tê axaftin. Nifşa dawî ya ku bi Ermenîkî dizanibû jî, berî niha bi salan miriye. Bajarok, di dîroka xwe de, bi Asûrkî wekî Aşîpalîs, bi Ermenîkî wekî Arkatîakert, bi Suryanîkî wekî Encîl, Enigelene an jî Angl, bi Rûmkî wekî Karkathîokerta hatiye binavkirin. Bi Kurdî jî, wekî Gêl tê binavkirin.
Bajaroka ku li ser girên paralelî Çemê Dîjleyê hatiye avakirin, ji çar taxan pêk tê. Taxên Gêlê wekî Mehla Çepa, Mehla Corî, Mehla Dereyî û Binê Dize tên binavkirin û bi taybetî Taxa Kaleyê xweytî li dîroka Gêlê dike. Hin tax û gundên bajarokê, di bin Bendava Kralkızıyê de mane ku di sala 1985’an de li ser avên ku digihîjin Çemê Dîjleyê hatiye çêkirin.
Navê bendavê ji ber rolyefa “Kralkızı”yê ku ji serdema Asûrîyan maye û di Taxa Kaleyê de ye, hatiye lêkirin. Kesê ku bivir di dest de ye û li ser darê lingan disekine, di rastîya xwe de qralê Asûrê Sargonê II. e, lê belê, gotegota ku dibêje ew “keça qral” e ew çend berbelav e ku îro ro bi gelemperî bi wî navî tê zanîn. Wekî din jî, dîtina vê rolyefê ew qas ne hêsan e. Ji ber ku ancax wê gava ku roj diçe ava, di kêlîyekê de, roj ji kuj û cîyekî dîyar dide ser zinaran û rolyef di wê kêlîyê de tê dîtin. Ji ber vê yekê jî, gelek kesên ku tên Gêlê, bêyî ku rolyefê bibînin, vedigerin.
Ji bo ku mirov ji serîyekî bajarokê biçe serîyê din birêveçûn tenê têr nake, ji ber ku li ser gir û gazan hatiye avakirin, ji hêlekê ve jî divê mirov hilkişe. Bilindahîya bajarokê 860 metre ye û bilindahîya wê ya ji behrê 200 metre zêdetir e ji ya Amedê. Her çend, avûhewaya bajarokê wekî ya Amedê be û zivistan şilî û serma û havînan jî kelegerm be jî, ji ber bandora “Bendava Kralkızı”yê, bi demê re, rêjeya hêmîyê zêdetir bûye û guherîn di avûhewayê de çêbûye. Berî ku baraj were çêkirin, di zivistanan de pir zêde berf dibarîya, lê belê êdî berf ew qas nabare. Ev yek bandoreke ne baş li ser betenok û floraya bajêr dike û dibe sedem ku kalîte û zêdehîya tirîya ku li bajarokê tê hildan, kêm bibe.
Li bajarokê, digel genim û nok, ber û meyweyên wekî hinar, hêjîr, tirî, simaq û berên sewzeyî jî tên hilanîn. Bi taybetî, tirî û hêjîr, ji berê ve ye yek ji kana dahatinê ya bajarokê ne; her wiha, bastêq û mota ku ji tirî tên çêkirin jî navdayî ne.
Her çend ne pir zêde be jî, li bajarokê ajalkarîya pez û dewaran jî heye. Şîrê ku ji vê ajalkarîyê tê dotin, herî zêde ji bo penêrê kezîyê yê Amedê û ji bo penêrê bizinan tê bikaranîn. Wekî din jî, mastên ku haveyn dikin jî, ji bo firotinê dişînin navenda Amedê.
Bihîva ku li Gêlê tê hilanîn jî, li derdora Amedê navdayî ye. Darên bihîvan, li beşeke mezin ya bajarokê, di nava baxçeyan de ne û tevî ku wekî bihîv tên firotan jî, ji hêlekê ve jî kakilên wan ji bo çêkirina “meşlûra bi bihîv” tên bikaranîn. Gêlî, meşlûra bi kakilê bihîvan, wekî alternatîfa meşlûra bi kakilê gûzan ku ji şîreya tirî tê çêkirin, dixin peyaseyê. Wekî din jî, bihîvterka ku halê nepijîyayî yê bihîvê ye, bi navê xwe yê ku li Gêlê tê gotin, “vame-firinge vame”, her tim ji hêla hezkiran ve tê xwestin.
Di van demên dawîyê de, li Gêlê, çandina darên fisteqan geş dibe û tê zanîn, berê ku ji wan daran tê hilanîn jî bi kalîte ye. Simaqa ku li Amedê, ji bo xwarinên wekî dolmeya tirş bivênevê ye û li hemû Tirkîyeyê girîngîya wê paşê hatiye zanîn, yek ji beşeke girîng ya berhilanên bajarokê ye.
Yek ji çavkanîyên dahatinê yên Gêlê ku di van salên dawîyê de geş bûye, sektora turîzmê ye. Dem û dezgehên ku li derdora gola bendavê hatine danîn û gerên bi kelek û gemîyan keysê didin da ku serdanvan karibin bermayîyên dîrokî ji nêz ve bibînin û digel wê jî qebrên pêxemberan, ji bo turîstan rotayên balkêş in. Bi taybetî, piştî ku av ji qeraxê vedikişe û bermayîyên gundê Tekyayê ku di bin ava bendavê de mane, derdikevin rastê, mirov keysê bi dest dixe da ku bibîne ka rûxandina ku hatiye kirin çendî giran e.
Qebrên pêxemberan jî, yên ku di bin avê de mane, ji berê de ye, di rojeva bajarokê de ye. Ji ber ku ew ê di bin ava kendavê de bimînin, ji bo veguhezandina qebrên pêxemberan, li bajarokê xebateke taybet hatiye kirin. Ji bo ku qebran veguhêzînin Gira Nebî Harûn, alimên dînî hatine bajarokê, bi destûrên taybet, mezelên wan ji nû ve hatine vedan û qebr veguhêzandine vê derê. Loma jî, ji wê çaxê ve ye, li bajarokê, wekî gotegot tê gotin, laşê pêxemberan nerizîyaye, tew jixwe kefenên wan jî kevn nebûne. Kesên ku beşdarî karê veguhêzandinê bûne jî, bi angaştekê dibêjin, ‘me dît ku rûyê wan liken bû û çi kesê ku dest dida laşê wan ji hiş û aqilê xwe ve diçû.’ Ev efsane ji sala 1995’an bi vir ve ye li bajarokê tê gotin û digel wê jî, hûn li gelek cîyên bajarokê, rastî kupurên rojnameyên wan rojan dibin.
Qebrên pêxemberan, yek ji wan cîyan e ku pir zêde serdanvan diçinê. Lê ji ber ku pir ji derveyî bajarokê ye, ev yek dibe sedem ku Gêl ji dahatên turîzmê bêpar bimîne. Ji ber ku gelek kes bêyî ku têkeve navenda bajarokê diçe Girê Zîyaretê, esnafên Gêlê hêvîyên xwe ji kesên ku tên ji bo qeraxa gola bendavê dikin.
Mîmarîya bajarokê wiha ye; malên lê, zêdetir yekteweqî an jî duteweqî û bi baxçê ne. Li baxçeyên malan, hindik be jî darên hêjîran û darên meyweyên din hene û herçî bê bikaranîn jî neyê bikaranîn jî, axûrên malan jî di nava baxçeyan de ne.
Rêya Gêlê, ji ser rêyekê, ji ser rêya bajaroka Dîjleyê û ya Amedê vediqete û kolaneke sereke heye di nava bajêr de ku ji wî serî heya wî serîyê bajarokê diçe. Navê meydana ku li ser vê kolanê ye, her wekî hemû bajarokên li Tirkîyeyê, Meydana Cumhurîyetê ye. Gelek salan, cejnên milî li vê meydanê hatine pîrozkirin û di demên din de jî, mêr kursî an jî sendelîyên xwe lê datînin, çayê vedixwin û titûnê dikêşin. Gava mirov di ber dikanan re ku ji wî serî heya wî serîyê kolanê ne, dimeşe, ji rêya milê rastê mirov diçe keleha ku bermayîya dîrokî ya girîngtir ya bajarokê ye û gava mirov ji ser rêya kelehê derbejêr diçe jî digihîje gola bendavê.
Devera ku keleh lê ye, ronîyê dide ser dîroka bajarokê. Lê belê, ji ber ku di rojên borî de xezînekolan xisar gihandine bermayîyên kelehê, gelek cîyên wê rûxîyane.
Ji kelehê mirov diçe şikeftekê ku wisa tê zanîn ku di dema qedexebûnê de, yek ji perestgeha Xiristîyanîyê bûye. Li ser dîwarên vê şikeftê pir zêde nîşaneyên xaçê hene. Gava mirov ji derîyê wê li hundir dinêre, şop û bermayîyên dawî yên bajarê kevn bi ber çavên mirov dikevin.
Mirov dikare ji ser girê ku keleh lê ava bûye bermayîyên dîrokî bibîne ku gelekên ji wan di bin avê de mane. Li ser gir, ji beşa ku bi hêla gola bendavê ve ye, her çend beşeke wê di bin avê de mabe jî, menzelên qralan hene ku tên dîtin û dem bi dem mirov ji bo çixarîyê diçin wê derê. Her çend, ji jora kelehê ber bi jêr ve pêlik hene û mirov dikare bigihîje gola bendavê, tê zanîn ku berî niha bi salan, bi hinceta ewlekarîyê, bi keviran ser wan pêlikan hatiye girtin.
Gava mirov li nava bajarokê digere mirov ji ber şopên ku ji wan mane pê dihise ku Ermenî lê jîyane. Wekî encameke talankirina dîrokê, hûn li ser kevirên hin malan nîşana xaçê dibînin. Wekî çawa hewl hatiye dayîn da ku bajarok ji dîroka xwe dûr were xistin, hûn dibînin ku kevir ji şûna xwe hatine rakirin û bi cîyê ku nû hatiye avakirin ve hatine kirin.
Her çend teveka şênîyên Gêlê Zaza bin jî, hin malbat mandele nakin ku bavfile ne. Wan pêwendîyên xwe ji Gêlê nebirîne û ew malbat, ew Ermenî ne ku hatine Misilmankirin. Wekî çawa gotegot der heqê veguhêzandina qebrên pêxemberan de hene, tiştên ku di rojên çûyî de li Ermenên bajarokê hatine qewimandin jî, tên vegotin û ji wî devî diçin ser wî guhî. Tew bi ser de jî, her kes pê dizane ku tiştên ku der heqê Ermenan de tên gotin, li gorî tiştên ku der heqê pêxemberan de tên gotin, nêziktir in ji rastîyê re.
Salên ku ez li Gêlê bûm û mezin dibûm, mijara sereke ya ku di nava zarokan de dihat xeberdan jî ev bû; ka ajara kê Ermenî ye. Gava hevalên me yên ku me bi hev re li kuçeyan bi gokê dilîst, me bi hev re şivantî dikir bi me diqehirîn, wan bi henekî ji me re digot, “Rikna we ya Ermenî bi we girt.” Ev gotin nedibûn sedema xeyidînê, lê belê, dibûn sedem ku pirsên mezintir di serê me de çêbibin. Me tu carî fam nedikir ka çima li ser vê axa ku em wekî Zazayên Sunî li ser wê rabûbûn, wan ji me re digot, Ermenî.
Pê re pê re, piştî ku salên me zêde bûn û piştî ku xwendina me jî zêdetir bû, me wateyek da gotinên hevalên xwe û me fam kir ku beşeke ji malbata me ew Ermenî ne ku hatine Misilmankirin. Bavpîrê min Tahir Sancar, yê ku sala par çû ber rehma Xwedê, bêyî ku ji tu kesî veşêre, behs dikir û digot, dêya wî Zerîfe, Ermenîyek bûye ku li gundê Heredan yê bi ser bajaroka Dîjleyê ve ye, ji dayika xwe bûye û lê mezin bûye û ji alî bavpîrê wî ve, di sala 1915’an de, ji qirkirinê hatiye filitandin û bi bavê wî re hatiye zewicandin.
Lêzimên bavpîra min Zerîfeyê ku li Stenbolê dijîn, digot, wan berî vê çîroka filitandinê nizanibûye ku bavpîra min zewicandî ye û ka çi hatiye serê mêrê wê. Haya zarokên wan jê tunebûye ku birayekî bavpîra min jî hebûye. Heta wê dema ku bandorên sala 1915’ê kêmtir bûye, birayê wê hatiye serdana wê. Tu kes nizane ka her duyan, xwişk û bira, wan çawa hev hembêz kirin, wan çi ji hev re got. Tekane tiştê ku tê zanîn ev e; Giragos êdî Hesenê Kurd e. Xuya ye ku ne wekî îro bûye. Di wan rojan de, Kurdbûn fersenda xelasbûna ji mirinê bûye.
Piştî ku em bi vî awayî li bajarokê mezin bûn û ji hêlekê ve jî em bûn rojnamevan, êdî li me bûbû ferz ku em pêzanîn û agahdarîyên xwe û tiştên ku li me qewimîbûn vebêjin. Me jî, ji çîroka xaça ku bi salan ji sindoqê derneketibû da ser rê û me biryar da ku rastînîyên Gêlê, yên ku pir behsa wan nayê kirin, vebêjin.
Di sala 2018’an de, me belgefîlmeke bi navê “Xaça Veşartî” çêkir û me çîroka kesûkarên ji nifşa yekem û ji nifşa duyem yên Ermenên ku li Gêlê jîyane û hatine Misilmankirin, vegot. Rastînî wisa bû, her wekî ku me di destpêka belgefîlmê de gotibû; Ya dihat vegotin çîroka me bû.
Belgefîlma ku me bi bi kamera û bi mîkrofonekê û bi tevayî li ser dilyarîyê çêkir, rastî eleqeyeke mezin hat. Helbet, ji ber meseleyên ku belgefîlmê bal dibir ser wan, em wekî hedef jî hatin nîşandan; di manşetan de wekî “xayîn” hatin binavkirin û gefên kuştinê li me hatin xwarin. Tew bi ser de jî, kirinên ku li dijî me hatin kirin jî wekî azadîya derbiranê hatin hesibandin. Belkî jî, ji bo ku çîrokên wekî çîrokên di belgefîlmê de hatin vegotin, bidin jibîrkirin, tiştên wisa dihatin pêkanîn.
Navê bavpîra min Sarkîs bû. Wan got, em navê wî bikin Salih. Yanê, em wî bikin Misilman. Nav û nasnameyeke nû dan wan. Hemû jî bûn Kurdên Sunî. Hin kes hene ku paşnavê wan yên Ermenîkî mane li ser wan. Wekî mînak, meta min li Sûrî ye. Bavê min gava çû hecê, çû ew dît. Xwişka heq ya bavê min bû. Ermenî bû. Li vê derê, Ermenî û Misilman digel hev dijîyan. Heta sala 1915’an tu tişt tunebû.”
Hêla din ya bajarokê ev e; bajarok, berîya derbeya 12’ê Îlonê, yek ji cîyên girîng yên çepgirîyê ye. Berîya derbeyê, li bajarokê, rêjeya xwendewarîyê pir bilind bûye. Îro jî tê behskirin, gava pirtûkên ku piştî derbeyê ji malan hatine berhevkirin, li ser hev hatine danîn, bûne wekî lodên mezin.
Ev rewşa polîtîk, wekî çandî, nîşaneya jîyaneke çalak bû jî. Wek wisa ku bajarokê pesna xwe dida û digot, piştî Amedê cara pêşî li vê derê sînema hatiye vekirin. Ew der, cîyekî wisa bû ku zêdetir fîlmên bi naverokên çepgirîyê dihatin nîşandan, mirov bi malbatî diçûnê û lê gazoz vedixwarin. Piştî demekê sînema hat girtin û bû kargeha xalîraçandinê. Demek jî wekî depo hat bikaranîn. Tevî ku ev cî berîya hemû bajarokên Amedê hatibû vekirin û ji bo Gêlê şûngeheke pir girîng bû, sed korayî, paşê fikireke wisa ya geşkirina wê çênebû.
Gava mitbexa Gêlê tê gotin, bi gelemperî mitbexa Amedê derdikeve pêşberî me. Hin cudatîyên biçûk hene. Wekî mînak, meftûne, ji bo Amedê wekî xwarineke milî tê hesibandin. Lê belê, li Gêlê, bandora Ermenan zêde zêde heye li ser vê xwarinê ku Ermen xwedîyên pêşî yên vê xwarinê ne.
Li bajarokê, kevneşopa def û zirneyê hê jî geş e û her çi qas dîlan hê jî li kuçeyan û li ber def û zirnê tên kirin jî, ev kevneşop jî hêdî hêdî cîyê xwe dihêle ji amûrên muzîkê yên elektronîk re. Ji bo dîlanan, pirsa “gelo bi amûr e?” tê kirin û ev yek dûrketina ji def û zirnê nîşan dide. Lîstikên govendê ji yên Amedê ne cuda ne û kesên ku li ser vî karî ne jî di dîlanan de û di pîrozkirinên cejnên milî de bi pêş de tên.
Guherîna ku di demê de li Gêlê çêbûye, bi dûrketina nifşan ya ji bajarokê didome. Ji ber ku çavkanîyên debarkirinê ji çandinî û ajalkarîyê çûye ser sektora suxrekarîyê, şênîyên ciwan bajarokê dişemirînin. Kesên ku zarokatîya wan li Gêlê derbas bûye, car caran ji bo xebat û lebatê diçin navenda Amedê û hin kes jî ji bo ku di sektora înşaatan de bixebitin diçin Welatên Kendavê.
Îro ro, bajaroka ku ez di navbera gundê xwe û wê de diçûm û dihatim, dixwaze bibe bajarok, lê belê, ji hêlekê ve jî naxwaze xwe ji awayê jîyana gund jî dûr bixe û wisa xuya ye ev yek lê bûye sedem ku têkeve boraneke zanavî. Li hêleke bajarokê “modernbûn” li hêla wê ya din jî awayê jîyana gundan li dar e û kesên ku di Xelîl û Celîlên vê rewşê de bêbiryar dimînin, bi piranî, bajarokê dişemirînin.
Bajarok, salan li xwe zêde dike û yên li wir mayî jî, temaşe dikin ka çawa roj bi roj ji ber destê wan dişiqite û diguhere.
Nivîs: Altan Sancar
Werger: Dilawer Zeraq
Fotografa bergê: Keleha Gêlê, 2004, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê