Lê Bigere
Nivîsa li ser Parastin û Bikaranîna Daneyên Şexsî

Anadolu Kültür û Diyarbakır Kültür Tabiat Varlıklarını Koruma Derneği (“Bîra Amedê”) ji bo parastina daneyên we bikarhênerên qedirbilind, pabendîyê li hin qaîdeyan dike. Bîra Amedê qaîdeyên bingehîn diparêze, bi vê yeke armanca wê parastina bawerîya we ya li wê bi xwe ye. Ji ber van qaîdeyên bingehîn li gor qanûna heyî, em dixwazin agahîyên li ser parastin û bikarhînana daneyên we yên şexsî agahiyan bidin we.

Bîra Amedê li gor Qanûna Parastina Daneyên Şexsî ya bi jimara 6698ê wek berpirsa daneyan tev digere. Di vê çarçoveyê de, Bîra Amedê navnîşana e-posteya we,  agahîyên di malpera Bîr Amedê de, agahiyên hûn di formen çalakîyan de dadigirin, daneyên bi hemî şêweyên hûn bi Bîra Amedê re dikevin di têkilîyê de dê wek beşek ji pergalên qeydkirinê bi şêweyên ne otomotîkî (i) li gor hiqûqê û qaîdeyên bi şêweyekê dirûstane hatîn danîn, (ii) girêdayî armancên bikarhînanê, bi awayekê sînorkirî, rast û hemdem ji bo armancên eşkere û meşrû bikar bîne.

Em wek Bîra Amedê, em ê navnîşana e-posteya we ya ku beşek ji daneyên we yên şexsî ne, ji bo agehdarkirina pêşangeh û pêşketinên nû yên li malpera Bîra Amedê (diyarbakirhafizasi.org) hatine weşandin bi kar bînin. Em ê navnîşana e-posteya we ji bo şandina agahîyan bi kar bînin.

Agahîyên li ser pêşangeh, vexwendname, danasîn hwd. yên ku ji bo berçavbûnê sponsor/piştgir jî tê de û ji bilî van hemî peyamên ticarî dê bikare bê şandin û ji bo şandina wan agahîyan navnîşana e-posteya we dê bikare bê parastin.

Daneyên we yên şexsî dê bi wan kesan re bê parvekirin ku kes an jî sazî ne ku hevkarîya wan bi Bîra Amedê re heye, piştgir, hevkarê beşeka karî, rayedarên şirketê, kes û saziyên bi awayekê qanûnî rayedar in û kesên taybet jî tê de dê dane bêne parvekirin û ne bi tenê bi wan kesan re sînordar e. Li gor wan armancên li jor hatîn rêzkirin, li gor xalên 8. û 9. ên qanûnê dê bikare bi kesên sêyem ên li nav welatî û li derveyî welatî re bê parvekirin.

Wek kesên xwediyên daneyên şexsî, li gor xala 11. a qanûnê mafê we heye hûn van agahîyan bizanin:

  • Hûn bikarin bizanin ka daneyên we yên şexsî hatine biakanîn an na
  • Heke daneyên we yên şexsî hatibin bikaranîn hûn ê bikarin agahîyên li ser vê yekê bistînin
  • Hûn dikarin bizanin ka armanca bikaranîna daneyên we yên şexsî çi ne û gelo li gor wan armancan hatine bikaranîn an na,
  • Kesên sêyem ên we daneyên şexsî pê re parve kirîn yên li welatî û li derveyî welatî,
  • Dema daneyên şexsî kêm an jî xelet bê bikaranîn daxwaza guhertina wan, bi vê yekê jî zanîna kesên sêyem ên dane hatine parvekirin,
  • Heke daneyek li gor qanûnê hatibe bikaranîn lê belê paşê sebebên bikaranîna daneyan nemîne, daxwaza paqijkirina daneyan û zanîna gelo bi kîjan kesên sêyem re hatiye parvekirin.
  • Îtiraza ji bo analîza bi awayekê otomotîkî hatî kirin û li dijî kesan encam hatîn derêxistin
  • Di wê rewşa ku ji ber bi awayekê neqanûnî bikaranîna daneyên we zerer li we dibe de daxwaza bedelê zereran.

Wek kesên xwediyên daneyên şexsî, hûn daxwazên we yên mafê we ye ji navnîşana “Anadolu Kültür / Cumhuriyet Cad. Ka-Han No: 40/8 Elmadağ 34367 İstanbul” an jî ji e-posteya “info@diyarbakirhafizasi.org” bişînin li gor cûreyê daxwaza we di 30 rojan de bi awayekê bêpere dê daxwaza we bê pêkanîn. Heke ji bo daxwaza we mesref lazim bike hingê dê li gor Qanûna Parastina Daneyên Şexsî mesrefek bê dîyarkirin û daxwazkirin.