Lê Bigere
DER BARÊ ME DE

Amed bajarek e ku li wê derê hemî pêngavên pêşketina dîrokê dîyar dibin. Yek ji kêm bajaran e ku ji roja hatî avakirin heta îro, şeş hezar sal in bênavber li cihê xwe maye. Herweha bi mîratê xwe yê dewlemend, bi hebûna xwe ya pirziman, pirçand û pirbawerî gelek taybet û girîng e. Ev malper ji bo tomarkirin, zindîhiştin û belavkirina bîranîna bajêr hat amadekirin ku bi demê re pêk hatiye.

Ji bo Bîra Amedê em, li gor mijarên me hilbijartîn li dîroka wê ya belgeyî û ne şênber dinêrin. Dema em vê yekê dikin em bi belgeyên dîtbarî û bihîstkî ji dîrok, çand, jiyana civakî, mîmarî, ticaret, berhemdarî, jiyana rojane, mûzîk, û wêjeya bajarî sûd digirin.

Armanca me ew e ku em ê paşê bi alîkarî û hevkarîya zanyaran, arşîva dîroka Amedê, çanda wê, mîmarîya wê û çanda civakî ya bajarî çêbikin. Em ê agahî û belgeyan berhev bikin, konferansan pêk bînin gotaran bidin amadekirin û wan biweşînin. Erê me hay jê heye ku ji bo van tiştan divê em bisebir bin û ji yeka xwe neyên xwarê.

Ev nivîs herweha ji bo wan kesên dikarin tiştên nû li ked û hewildana me zêde bikin, keda me dewlemend bikin, bangek e. Ji bo çêkirina meydaneka agahî û belgeyên li ser Amedê lê hatîn berhevkirin û ew ji bo kêşana bala zanyar û eleqedaran hatî pêşkêşkirin, ji bo nifşên bên bîr zindî be beşdarbûna we gelek girîng e. Em amade ne ku van tiştan bisînin; wêne, qeydên dengan, fîlm, nexşe, plan, belge, pirtûkên bi destxetan hatîn nivîsîn, secere, name, agahîyên fermî, daneyên otobîyografîk, têbînîyên nehatîn weşandin, belgeyên dengî yên li ser çanda devkî. Dema ku we belge dan Bîra Amedê em ê halê dîjîtal li ber zêde bikin û halê resen (orjînal) dîsa bidin we. Ji bo hûn berhemên xwe bidin, li ser şertên bikarînana berheman agehdar bibin û ji bo hûn pêşniyaran bikin hûn dikarin bi rêya adresên me yên peywendîdanê vê yekê bikin.

Vê projeyê Komeleya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî yên Amedê (Diyarbakır Kültür Tabiat Varlıklarını Koruma Derneği) pêk tîne. Ev komele, sala 1996an li Amedê ji bo parastin û zindîhiştina berhemên şênber û neşênber hatiye avakirin. Karê komeleyê parastina berhemên qedirbilind ên bajarî, belgekirin û danasîna wan e.

Anadolu Kültür ji bo vê projeyê bi Komeleya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî yên Amedê re kar dike. Anadolu Kültür sala 2002yê ji bo li bajarên Anatolyayê berhemên çand û hûnerî bêne çêkirin, bêne şopandin û ji bo belavbûna çanda pirreng ketiye ser vê rêyê. Anadolu Kültürê di heman salê de bi mebesta danîna pireka di navbera hunermend û çandhezên rojavayê û yên Amedê da Navenda Çandê ya Amedê (Diyarbakır Sanat Merkezi) ava kiriye. Anadolu Kültür herweha ji bo çêkirina qeydên dîjîtal yên berhemên çandî û çêkirina arşîvên dîjîtal jî projeyan bi rê ve dibe.



Koordînator
Nevin Soyukaya

Alîkarê koordînatorê
Birgül Açıkyıldız

Koordînatorê înternetê
Veli Başyiğit

Berpirsiyarên agahî û belgeyan
Pınar Can, Arjin Çiftkuran, Gülhan Doğan, Rubin Karakoyunlu, Fatma Kaya, Derya Kılıç, Elif Güceyü Tarhan

Sêwirandin
Fika

Bicihkirina dîzaynê
Ali Seçkin Karayol