Dîroka qedîm ya Licê, bi gelek wateyan, bi qasî zengînî û xweşikahiyê, bobelat jî anîne ku ew bi erdê re kiriye yek. Bajarokê, di her carê de, rê peyde kiriye û ji xweliyên xwe vejîyaye.
Erdheja di sala 1975’an de kir ku di çarenûsa Licê de guherîneke ji binî ve çêbibe; erdhejê Licê ya berî xwe û ya piştî xwe, wekî Licêya Nû û Licêya Kevn ji hev cihê kir. Süreyya Işık, mamostaya dîrokê ya Licî, me di borîroja axa xwe de digerîne, duh û îroya bajarokê digel hev vedibêje.
Wekî kesekî ji Licê, vegotina Liceya ku keser û çarenûsî lê bi hev re doş dibin, ew qasî ne hêsan e. Tew ku dîroka we wekî Licêya Nû û Licêya Kevn bûbe du par… Bajaroka me ya qedîm, Licê, cografyayeke comerd e ku her cure rengî di xwe de dihewîne, ji borîrojê heta îrorojê, bûye warê gelek çand û şarezayîyan û pêwendîyên li ser rûxweşî û biratîyê lê li dar in. Ez ê jî, bi nasnava xwe ya dîroknas, ez ê hewlê bidim, welatê xwe Licê, bi perspektîfa dîroka sosyal vebêjim.
Dîroka Licê diçe heta sala 7000’î ya B.Z. û yek ji 17 bajarokên Amedê ye. Beşek ji axa Licê ya li quntara başûrê Torosên Başûrêrojhilatê di nav Herêma Başûrê Rojhilata Anatolyayê de, beşeke mezin jî di nava Herêma Rojhilata Anatolyayê de ye. Li rojhilata wê Pasûr, li başûrê rojhilata wê Farqîn, li başûrê wê Hezro, li başûrê rojavaya wê Karaz, li rojavaya wê Hênê, li bakur û bakurê rojavaya wê jî Çewlik û bajaroka wê ya Dara Hênê hene. Çiyayên Koz, Cirbir, Lîs, Adem, Kuç, Şaxor, Mîzak, Bebek, Eshab-î Kehf, Ziriht, Cun, Pîrazîz, Nerib, Deqyenûs ve Derhezan ji çar alîyan ve dor li bajarokê girtiye. Piştî erdheja ku 6’ê Îlona 1975’an de çêbû, ji ber ku ji quntara çîyê li deştê hat veguhastin, beşa ku heta sala 1975’an heyî wekî Licêya Kevn, beşa ji erdhejê şûnde hatî avakirin jî wekî navenda Licêya tê binavkirin.
Navê Licê, ya ku borîroja wê qedîm e û şahidîya gelek şarezayîyan kiriye, cara pêşî di çavkanîyên Asûrîyan de, wekî Şîrîşa derbas dibe. Agahîyên der heqê dîroka wê de jî digihîje heta bi dema Hurrî-Mîtannîyan. Serdestîya Asûrîyan ku dawî li hikmê Hurrî-Mîtannîyan anî, demeke zêde domand. Piştî ku Asûrî qels ketin, Nerbî (Nirbî) û Kelhîyan ku prensîyên cihkî bûn, demekê bûn xwedîyên axa xwe. Paşê, li herêmê, bi dorê împaratorîyên Med, Pers, Makedon, Part û Romayê serdestîya xwe danî. Di dema Xelîfe Hz. Umer de, artêşên Îslamê yên di bin fermandarîya Îyaz bîn Ganem de, herêma Licê Atakê feth kir. Serdema Ereb-Îslamê heta dema Emewîyan û Ebbasîyan domand. Di pey re, Dewleta Selçûkî ya Mezin, Axlatşahî, Artûklu, Îlhanî, Eyyûbî, Dewleta Tîmûr, Akkoyunî, Dewleta Safewîyan û wekî dawî jî Osmanîyan hikmê xwe kir.
Begtîya Zirkî ya Entaqê ya Licê, ya ku destpêka avakirina wê diçe heta bi Serdema Navîn û navenda wê ya berê Entaq e, piştî ku Dewleta Osmanî piştî şerê Çildêranê (1514) serdestîya xwe li herêmê danî, bi statuya senceqa “war-ocax”ê ku wekî senceqên Ekrad (Kurdan) hatiye biserûberkirin, bi Beglerbegîtîya Amedê ve hat girêdan. Begê Zirkîyê Entaqê Ehmed bîn Mîr Mihemed (Weqif Ehmed Beg), ji ber ku Keleha Entaqê û derdora wê nekariye hewcetîya şênîyan biqedîne û ji ber hin sedemên dîtir, dîsa li herêmên Entaqê, li cîyekî avî ku bervekirî ye ji bo bipêşketinê, Licê ava kir; û gel û şênîyên ku ji derdorê anîn, li vê derê bi cî kirin.
Begê Zirkîyê Entaqê Ehmed bîn Mîr Mihemed, hemû mal û milkên xwe di bin banê Weqf-î Mecsîd û Medrese-î Zawîye-î Ehmed Beg de anîbûn cem hev û li vê herêmê ji bo feydeya civakê bi kar anîbû. Loma jî, li herêmê bi navê Weqif Ehmed Beg hatiye nasîn. Li gorî Şerefnameyê ku çavkanîya sereke ya dîroka Kurdan e, Ehmed bîn Mîr Mihemed (Weqif Ehmed Beg), yek ji nevîyên Şêx Hesenê Zeraqî ye. Şêx Hesenê Zeraqî jî, dîsa li gorî Şerefnameyê, ji Şamê hatiye pêşî li Mêrdînê paşê jî di dema Artukluyan de jî li herêma Entaqa Licê bi cî bûye. Gora wî, îro li gundê Derhust yê Licê ye.
Hema li ber ava Şîrîşayê, wekî taxa navendî Taxa Cemîkebîr heye û jê pêvtir dozdeh tax hene û ji bo Licê ya ku li dora Mizgefta Weqif Ehmed Beg kom bûye, erdheja di sala 1975’an de bû xala werçerxê. Mizgefta wê, medreseya wê, zawîyeya wê, hemama wê, kanîyên wê yên dîrokî, dêrên wê, malên wê yên qedeme bi qedeme li ser hev hatine lêkirin û Seraya Mehmed Beg (Sara Mihemed Begê) bi erdê re bûn yek û gelek mirov mirin. Her wiha, qonaxek qedîya û bi navê Licêya Kevn ku kavil û xirbe lê ne, ma ji dîrokê re.
Hema di pey erdhejê re, Licê, bi heman navên taxan (Camîkebîr, Çarşî, Delûwan, Kalê, Qerehesen, Kalûwan, Kortik, Melan, Mominaxa, Şeer, Yenişehir û Miradiye-Xincis) hat veguhastin bo deşta jêrîn. Roja îro, Dercimt jî tev li van 12 taxan bûye.
Berevajîya herêmên din, li Licê eşîrtî û eşîrparêzî tune. Licê, ji malbatên mezin yên wekî bavikê pêk tê. Her malbata mezin bi navlêka xwe ve tê nasîn. Her çend zêdetir şênîyên Kurd lê hebin jî, di borîrojê de, gelên Ermenî, Ortodoks Suryanî, Türkmen û Ereb jî li vê herêmê bi rûxweşî jîyan. Roja îro jî, li gundê Sinê, malbatên bicîbûyî hene ku bi Erebî diaxivin.
Ermenî zêdetir li deverên bi navê Cûm, Fûm û sarnisê jîyane. Wê gava ku li Licê, gelê misilman bi cotkarî û ajelkarî bilî bûye, gelê Ermenî jî zenaetên wekî hesinkarî, sifarî, tevndarî, çîtikkerî, palankerî, çermkarî û kûzikkarî (gundê Herbakne) kirine. Ev zenaet, di heman demê de, bi têkilîya hosta û şagirt, ji hostayên Ermenî derbasî gelê Misilman bûne.
Ji ber ku Licê, li cografyaya Mezopotamyaya jorîn cî dide xwe û li ser xeta bazirganiyê ya dîrokî ye, vê yekê giringîyeke cuda ya stratejîk daye wê. Ji ber ku herêmeke çîyayî ye û erdên wê ji çandinîyê re bi ber in, gelê bajarokê, bi hilgirtin û raguhastina tiştan ya bi hesp û hêstiran ku wekî “Meqaretîcî (barkêş, qatircî) -Meqarecî (barkêş)” tê binavkirin, debara xwe kiriye. Mekarecî jî, ji Licê derketine, bi rêyên qaçax, ji Binxetê derbas kiriye û li sînorê Îranê xistiye, di serî de hevrîşim, kelûpelên cur bi cur yên wekî caw, dolbend, rûyê lihêfan (etlas), kaxizê cixarê, xalîyên dîwaran, şar, hine, tiştên xişir û xemlê anîne û bazriganîya wan kiriye. Vê bazirganîya ku bi berdêla mirinê hatiye kirin, navdarîyeke heqkirî daye Licîyan û meqarecî (barkêş, bargir) û qaçaxçî, li herêmên Rojhilatê û Başûrê rojhilatê wekî Siwarên Licî hatine binavkirin.
Ev ristên helbestkarê navdar yê Amedî İhsan Fikret Biçici, belkî jî herî zêde li Licê dikin: “Ne xweş daye nasîn ew jî felek e / Em in yên ku çerxa felekê lê çep digerînin”
Di dîroka Licî de, sê demên jihevşikînê hene. Yek ji wan Serhildana Şêx Seîd ya sala 1925’an, ya duyem erdheja Licî ya di sala 1975’an de û ya sêyem jî, di sala 1993’yan de gund hatin valakirin û koçberîya jibêgavî çêbû…
Licê, di sala 1925’an di Serhildana Şêx Seîd de bi roleke çalak rabû. Digel Heqî Begê Licîyî ku baskê rojhilatê ya enîya Amedê di bin fermana wî de bû, Huseyn Beg û giregirên din yên bajarokê, bi siwarîyên xwe ve tev li vê serhildanê bûn. Licê, ya ku di vê demê de hat rûxandin û şewitandin, derba xwe ya pêşî xwar û digel Heqî Beg û apê wî Huseyn Beg (malbata Işık), ji giregirên bajarokê Miftîyê Licê, Evdilhemîd Efendî û kurê wî Seîd Efendî (malbata Atak) di Mehkemeya Şark İstiklalê de hatin darizandin û hatin bidarvekirin. Heqî Beg, li Xarpêtê, Huseyn Beg li Amedê li Meydana Derîyê Çiyê, Miftî Evdilhemîd û kurê wî li Licê hatin bidarvekirin; Elî Axa (malbata Özyıldız) jî li Licê hat kuştin. Piştî serhildanê Begên Licê (malbata Işık), li Kayserî, Konya û Stenbolê hatin sirgûnkirin û bi efûya sala 1950’yî ku di dema Demokrat Partî de derket, vegerîyan Licê. Helbestkarê Kurd yê navdar, Cegerxwîn, di berhema xwe ya bi navê “Şehnama Şehîdan” de, li ser Heqî Beg yê ku di 32 salîya xwe de hat bidarvekirin û li ser Licê, ev riste nivîsîne:
Licî rabe, ji cî rabe Heqî Beg
Li şûnbazan dixwînin hacî legleg
Welatê we xela rakir li şeran
Niha seyd e ji bo kundê şikêran
Di erdheja Licî de ku ji bo Licî dema duyan ya jihevşikestinê ye, 2.384 kes mirin û navenda bajarokê bi erdê re bû yek. Jihevşikestina sêyem jî, di sala 1993’yan de, piştî suîqasta Tuxgeneral Bahtıyar Aydın, navenda Licî û gundên wê hat valakirin û koçberiya jibêgavî çêbû. Di vê demê de, digel xisarên li milkên gel çêbûyî û mirovên ku mirin, di demografî û avanîya civakî ya bajarokê de jî guherîn çêbûn.
Licê, ya ku li pey hev êşên giran lê qewimîn, di her carê de, wekî Teyrê Sîmir, ji xwelîyên xwe vejîya. Bajaroka Licî, roja îro jî ji bo hebûna xwe têdikoşe û hewlê dide ku bi adet û kevneşopên xwe ve jîyana xwe bidomîne.
Licê, ya ku şopên şarezayîyên ji hev cuda hene lê, digel mîrateya xwe ya çandî, bi xweşikahîyên xwe yên xwezayî jî mirovan dike hejmetkarê xwe. Li vê cografyayê, ji alî turîzma bîrûbawerîyê, ya xwezayê û çandê ve, şûngehên giring yên dîrokî hene. Mizgefta Weqif Ehmed Beg, Keleha Entaqê, Minareya Entaqê (Mizgefta Melîk Adil), Pira Entaqê, Manastira Spî, Şikefta Eshab-î Kêf, Şikeftên Birkleynê, Keleha Çeperê (Zilqarneyn), Xana Çeperê, Ziyareta li gundê Sinê û Ziyareta Şêx Hesenê Zeraqî ya li gundê Derhustê, cîyên giring yên gerûgeştê ne.
Şikeftên Birkleynê, di dîrokê de stasyona giring ya kolonîyên bazirganîyê yên Asûrîyan bûye. Li nêzî Çîyayên Korha û li ser Çemê Birkleynê ye ku milê duyan yê Çemê Dîcle pêk tîne. Bi kîtabe û stelên xwe ve, bi şikeftên xwe ve ku tê gotin ji bo nexweşînên astimê û nefestengîyê baş in û bi ava xwe ya tezî ve, cîyekî hem dîrokî hem jî yê turîstîk e.
Kavilên Deqnanosê, 18 km ji Licî dûr in, seraya Deqnanosê jî tê de ye û ji behrê 1100 metre bilind in û li devera Fîs/Efsûsê ye. Yek ji warên dîrokî ye ku ji demên Roma û Helenîstîkê maye.
Entaq jî cînişîna herî kevn ya Licê ye. Keleha Entaqê, Pira Entaqê û kavilê Mizgefta Melek Adil û Gorên Sehabeyan li herêma Entaqê ne û ew der û cîyan in ku divê mirov biçe û bibîne.
Gundê Çeper ku li ser xeta Amed-Licê-Dara Hênê ye, Keleha Çeperê (Zilqarneyn) û Xana Çeperê ew cî ne ku divê werin dîtin. Ev her du avahî jî, ji ber ku li ser rêya bazirganîya dîrokî ne, ji bo herêmê cî û warên stratejîk in. Tê gotin ku Skenderê Zilqarneyn (Skenderê Mezin), di dema sefera xwe ya bo rojhilatê de li Keleha Çeperê maye; û Xana Çeperê (karwanseray) ya ku li nêzî wê ye jî, di dema Muradê 4. de hatiye çêkirin.
Mizgefta Weqif Ehmed Beg ku di beşa Licêya Kevn de ye, Begê Zirkî yê Entaqê yê Licê Weqif Ehmed Beg bi xwe ew daye çêkirin. Weqif Ehmed Beg ku berê jî me navê wî hildabû, di sala 1529’an de, beşa Şafiîyan ya Mizgefta Mezin ya Amedê çêdike, paşê di sala 1540’î de, kemberek datîne ser çemê ku Şirava Şiro (Şirişa) xwe berdide navê û vê mizgefta ku bi navê wî tê zanîn, dide avakirin. Gelek alim ji vê medreseyê rabûne, navên giregir yên wê demê, li vê derê kar kiriye. Yek ji wan aliman, nivîskarê Mewlîdê Şerîfê bi Zazakî Mela Ehmedê Xasî ye. Ji alî Qeymeqamîya Licê û Şaredarîya Licê ve hat restorekirin û bo turîzmê hat vekirin.
Licê, bi rûxweşîya xwe ya ku rêzê li her rengî û bîrûbawerîyê digire, di heman demê de, bajarokek e ku bîrûbawerîya wê jî xurt e. Baweriyeke wisa heye ku li ser her sê girên li jora Licê, tirb û ziyaret hene û bajarokê diparêzin. Ew ên ku zarok ji wan re çênabin diçin ser tirba Şêx Tengur, ew ên ku acizîyên wan yên derûnî hene diçin ser tirba Şêx Evdila, ew ên ku gelek cure daxwazên wan hene, diçin ser tirba şivanê şiviran Şêx Bîlal ku tê gotin bi şiviran re diaxive.
Keys lê hat, ez behsa bîranîneke xwe ya zaroktîyê bikim. Her sal, di 21’ê Adarê de, piştî ku roj diçû ava û tarî bi erdê diket, hemû gelê bajarokê digel her sê girên ku ev tirb û zîyaret lê bûn, çavên xwe dibirin ser cîyên bi navê Cûm, Fûm, Kaş, Kevirê Kelê, Kevirê Teyran û bi kelecanekê li bendê diman ku ciwan agirê Newrozê pêxin. Her taxê, agir wekî nîşanek qebûl dikir, li ber agir govend digerandin. Helbet, van lîstikên agirî yên beranberî zêde nedidomandin, bi agahîya ku cendirme tên, agir wisa pêxistî dihat hêlan û her kesî berê xwe dida mala xwe.
Her sal di 28’ê Gulanê de ku wekî “Roja Vejîn-Şîyarbûnê” tê binavkirin, li Şikefta Eshab-î Kêf (Sadulkêf) dua tê kirin û qurban tên serjêkirin. Ev şikefta ku di navbera bajarê antîk Deqnanosê û gurdê Dêrkam (Deyr-î Kam) de ye, wekî Şikefta Heft Xewaran jî tê zanîn. Li gorî gotina gotinbêjan, Yemlîha, Mislîna, Mekselîna, Mernuş, Debernuş, Şazenuş ve Kefestatayuş ku li seraya Deqnanosê peywirdarên payebilind bûne, ji ber ku li dijî bîrûbawerîya paganê rabûne, xezeba Deqnanosê li wan dibare. Gava direvin, bi kûçikê xwe yê bi navê Kitmîr, xwe di vê şikeftê de vedişêrin û li vê derê bi qasî 309 salan radizên. Li ser xatirên navê Yemlîha, li herêma Licê, navê gelek zarokan wekî Yemlîxan tê kirin.
Xwezaya Licê, bi taybetî biharê, bi baranên çilesrîn, bi axa xwe ya bi ber û bi esmanê xwe yê sayî, aramîyeke taybet dide mirov. Di vê dema salê de, her der hêşîn dibe û mirov diçin çixarîyê. Licêya Kevn, Cûm, Fûm, Xincis û Samparûs, digel florayên xwe, cîyên çixarîyê ne.
Di van çixarîyan de, ji bo Licîyan, ev xwarin ji yên jênager in; nanê patîle û hêkê kelandî ku rengê kulîlka nêrgizê pê tê xistin, pîvazê hêşîn û xwey in ku bi wan nêrgizleme tê kirin. Ev dema salê ku Licîyî her sal bi çar çavan rê lê dikişînin, wekî dema ku xweza zindî dibe, bereket zêde dibe tê qebûlkirin. Ev dem, bi van risteyan di bîra gel de cî dide xwe:
Hivdeh û hijdehê adarê,
Milyaket hatin xwarê,
Deng kirin biharê
Divê em bêjin, çanda xwarin û vexwarinê li Licê pir zengîn e. Firingîyên Licê, bi aromaya xwe ya xweserî xwe, navdayî ne. Navdarîya Kalekê jî jixwe êdî ji Licê rabihurtiye.
Heke em çêjên giringtir yên mitbexa Licê bêjin: Helawa Zivirçê ku ji penêrê teze yê ji şîrê bizinan tê çêkirin, Nanê Kûnik, Zingil (Lelengî, Pîşî), Savara bi firingî, Belibağlı, Meftûne, Xilorîk, Mehîrê bi pung, Xurmeya Xalbûrê, Şîranîya Cendereyê, Qelîya Çepîçê ku di nikrayên paxir de tê çêkirin… Wekî din jî, Meşlûrê Kefê, Bastêq û Kesme jî ji şîranîyên xweserî Licî ne.
Her çend, roja îro, li ber jibîrkirinê be jî, li gorî kevneşopîya ku wekî “subhîye” tê binavkirin, divê em Qurabîyeya Şekirloqimê ji bîr nekin ku li gorî kevneşopîyê, der û cîran û merivên zavê, sibeha roja dawetê, dişînin mala zavê.
Li ser vê axa qedîm, gelek komikên etnîk, bi hezaran salan bi xweşî û aramî digel hev jîyane, adet û kevneşopîyên xwe bi cî anîne. Licê, ji wan deran e ku mirovên wê, bi têkilîyên xweş yên derûcîranî, bûne hevparên kêfxweşî û keserên hev. Mirovên Kurd, Tirkmen, Ermen, Suryan, Mihacir û Ereb, bi hebûna xwe ve di vê cografyayê de jîyane û Licê karibûye hemû rengan di xwe de bihewîne.
Dayikên salmezin yên Kurdan, bi kofîyên xwe ve ku wekî piskulên Zazayan jî tê binavkirin, keç û jinên ciwan bi hîzar û serçavkên xwe, jinên Ermen bi temezîyên xwe yên wekî Çît tên binavkirin û bi pêştemalên xwe ve di nav jîyana sosyal de cî dane xwe.
Li vê cografyayê, jin giring in; tew ku gava mêr şer bikin û jin jî meles û şarikên xwe biavêjin wê navê, hingê şer bi dawî dibe. Di vê bajaroka pirçandî de, têkilîyên derûcîranî bi roleke giring rabûn. Jinên Ermen, di demên Paskalyayê de, kade û hêkên rengîn didan cîranên xwe yên Misilman, yên Misilman jî, di cejnên xwe de, cîranên xwe yên Ermen vedixwendin ser sifreya xwe. Çi heyf ku ev tiştên hanê, îro ro, tenê wekî xweşîyekê di bîr û hafizeya mirovan de man; em dikarin bêjin, tu tişt ji wan neman.
Li vê cografyayê, gelek nav hene ku nîşanî me didin ku xizmetkirina bo mirovan tiştekî gerdûnî ye, lê ez ê tenê du navên ji van demên nêz û yên dawîyê bêjim. Saadet Xanim (Hayganuş) û Hecî Seîd Şanlı. Saadet Xanim, keça Axacan e ku li Licî, yek ji bazirganên navdar yên Ermenî ye. Piştî ku di temenê ciwan de wek jinebî maye, xwe daye ber xizmetê. Ev hermeta saxker, bi şarika xwe û kirasê xwe yê reş ku şîngirêdanê dixe bîra mirov, li ser hespê xwe yê bi navê Kolos, bêyî ku netewe, nijad û bîrûbawerîyan ji hev cihê bike, çûye hawara jin, zarok û mêran û bi dermanên ku wê bi xwe amade kirine, ew tedawî kirine.(1) Hecî Seîd Şanlı jî, bi xizmeta xwe ve, kiriye ku li herêmê bi sedan dozên mêrkujî û xwîndarîyê bi dawî bibin; ew ji bo aştîya herêmê têkoşîyaye û nav û dengê wî ji sînoran derbas kiriye.
¹ Yek ji giregirên Licê ye. Ji xebata dîroka devkî hatiye girtin ku di sala 2012’an de bi Nihat Işık re hatiye kirin ku ji ajara Weqif Ehmed Beg e.
Licê, ya ku bi mawey dîrokê, şûnşopa lingên şarezayîyên cur bi cur li serê maye, bi demên jihevşikestinê yên van demên dawîyê lê qewimîn, ji bextê xwe xeyidî lê belê di her carê de jî, bi rika di haveyna wê de heyî, rabû ser xwe. Loma jî, Licê, îro ro, bîr û hafize ye û ev bîr di heman demê de siberoja me ye.
Roja îro, Licêya Kevn û kavilên wê, bi hemû tiştên lê qewimî, li ser girî, bi bayên hênik hebûna xwe didin hisandin û Licêya Nû jî, di nav hengameya rojane de, ketiye nav telaşeya ku xwe li demên modern bîne… Ez ê vê gerûgeşta xwe ya li Licê, bi çarîna pêşî ya helbesta bavê min Nihat Işık, yê ku dildarê Licê bû, bi dawî bikim.
Kevirê Kelê bi gerdenfirazî lê dinêre,
Ava Şîro boş dikişe.
Aşên li ber çem,
Licê ya min a xweşik, dilan disoje.¹
¹ “Kevıra Kelê mağrur bakar / Şiro Suyu coşkun akar / Dere boyu değirmenler / Güzel Licem yürek yakar”
Nivîs: Süreyya Işık
Werger: Dilawer Zeraq
Fotografa bergê: Licê, Koleksîyona Şevket Beysanoğlu, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê
ÇAVKANÎ
• Beysanoğlu, Ş. (1987) Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi, Cîld 1, Diyarbakır Belediyesi Yayınları, Enqere.
• Bizbirlik, A. (1999) “16. Yüzyılın Ortalarında Atak Sancağı ve Sancak Beyleri Üzerine Notlar”, Tarih İncelemeleri Dergisi, 1: 132.
• van Bruinessen, M. (1991) Ağa, Şeyh ve Devlet, Özge Yayınları, Enqere: 356.
• Cegerxwîn (2018) Hemû Berhem, Cîld 1, Weşanên Lîs, Amed: 111.
• Diyarbakır İl Yıllığı, 1967: 121.
• Işık, S. (2013) “Lice İlçesi Tarihi Mekanları”, Her Yönüyle Diyarbakır İlçeleri, (ed.) Yusuf Kenan Haspolat, Uzman Matbaa, Stenbol: 93-94.
• Işık, S. (2021) “Lice Beyleri, Vakıf Ahmet Bey Camii ve Sakal-ı Şerif”, Uluslararası Ashâb-ı Kehf ve Lice Sempozyumu, Amed.
• “Liceli Hakkı Bey”, biyografya.com.
• Xebata dîroka devkî ya di sala 2012’an de bi Nihat Işık re hat kirin.
• Şerefxan (1990) Şerefname: Kürt Tarihi, (wergêr) Mehmet Emin Bozarslan, Hasat Yayınları, Stenbol: 278.
XEBEROŞK Û DENGBÊJAN