Diyarbekir, ji bo baxvaniyê, yek ji cografyayên herî guncav e û xwedî binyadeka sirûştî ye. Digel gihandina cûreyên bejîyê, mêw cara ewil li vê cografyayê hatiye îslehkirin. Ji ber hindê jî, ji zûtirîn dewrên ewil yên cihnişîniya mirovan ve baxvanî bûye yek ji parçeyên heyatê. Di nava ji heftiyê zêdetirî cûreyên tiriyî da hem ji bo xwarin û hişkkirinê hem jî ji bo şîre û şerabê hene ku tên bikaranîn.
Di vê beşê da, ji Fakûlteya Zîreatê ya Zanîngeha Dîcleyê lêkoler Gültekin Özdemir cûre û taybetiyên tiriyên li Diyarbekirê dide nasîn. Derbarê çêkirina berheman ji tiriyî û merhaleyên edetî yên çêkirina wan da zanyariyan pêşkêş dike.
Pisporê xwarin û şerabê, Levon Bağış jî, ji Herodot ta îro behsa yek ji tiriyên herî meşhûr, Boğazkereyê dike.
Hem ji ber lêkhatina navendên genan ên mêwan hem jî ji ber lokasyona cografyaya xwe, ku cara ewil mêw lê hatine îslehkirin, Tirkiye ji bo baxvaniyê li ser kembera îqlîma herî maqûl ya dinyayê binecih e. Ji ber hindê jî, mirov dikare behsa teqrîben şeş hezar salên çanda baxvaniyê, hem mêwên bejî (Vitis vinifera ssp. sylvestris Gimel) hem jî mêwên îslehkirî (Vitis vinifera ssp. sativa D.C.) bike ku potansiyeleka gelek dewlemend ya genên mêwan heye.
Diyarbekir, ji aliyê baxvaniyê ve xwediyê yek ji guncavtirîn ekolojiya cîhanê ye. Li Diyarbekirê 74 cûre tirî digehin. Gelek bermayên arkeolojîk yên li bajarokên Çermîk, Çunguş, Licê, Dîcle, Erxenî, Gêl, Pasûr û Hezroyê nîşan didin ku gehandina tiriyî li vê herêmê xwe dispêre dewrên gelek qedîm.
Îqlîma Diyarbekirê, hem ji bo gehandina tiriyên xwarin, hişkkirin, şîre û şerabê guncav e hem jî derfetê bexşî wan cûreyên tiriyan dike yên ku zû û dereng digehin.
Prof. Dr. Gültekin Özdemir, Zanîngeha Dîcleyê, Fakûlteya Zîreetê, Lêkolerê Beşa Nebatên Baxçeyan
Li Tirkiyeyê bi temamî 468.792 hektar zevî heye ji bo hilberîna tiriyê ter û salane hilberîna tiriyê ter 4 milyon tonan zêdetir e. Herçend ev yek li gorî salan guherbar be jî, Tirkiye ji aliyê zeviyên baxan ve di rêza pêncemîn, ji aliyê berhemanîna tiriyê ter ve jî di rêza şeşemîn da ye. Baxvanî, ji ber ku pişkeka berbelav (entansîf) ya çandinê ye, li bajarên wekî Diyarbekirê dibe serekaniya debara mirovan.
Tiriyên li Diyarbekirê tê hilberîn herçend wekî tiriyê ter li ser sifreyan cih bigire jî, wekî berhemên xwemalî yên mîna bastîq, benî, bastîqa fistiq û gûzan û helîlê jî tê xwarin. Pişka mezin ya berhemên xwemalî yên tên hilberîn heman salê ji aliyê neferên malbatê ve tên xwarin û pişkeka din jî tê firohtin.
Tahannebi, Hatun parmağı û Muhammediye, cûreyên tiriyên standart yên xwarinê ne li Tirkiyeyê ku potansiyela wan ya firohtinê bilind e. Li gel vê yekê, ji tiriyên xwarinê yên wekî Genç Mehmet, Kırmızı Üzüm, Vanki, Kızıl Vanki, Sinceri û Zerikê jî bi giştî ji bo xwarinê tên bikaranîn. Li herêmê tiriyê herî berbelav tê gehandin Şire (Mezrune, Mezrume, Mezrumi) ye.
Li Diyarbekirê, 14 cûreyên cûda yên tiriyên xwemalî hene ku potansiyela wan ya bidestxistina mewîjên bikalîte û bidendik heye. Ji nav van cûreyan, Abderi, Ağek, Bağılti, Belülük, Bizdok, Siyah Bizdok, Eşgar, Karakurutma, Karik, Kohar (şîrîn), Vanki, Mevji, Mikeri û tiriyê reş ji bo hişkkirin û mewîjan tên tercîhkirin. Lê belê ev hilberîn di salên dawî da ji ber pêwîstiya malbatan jî sînorkirî ye.
Gültekin Özdemir
Di nava berhemên çandiniyê da yê ku herî zêde kardar e, şerab e. Kîloyek tiriyê bikalîte yê şerabî nêzîkî dolarekê ye û şûşeyeka şerabê ya bikalîte jî dikare pêncî destan jê zêdetir be. Li Diyarbekira ku mazûvaniya gelek şaristaniyên cûda kiriye, wisa tê zanîn ku yekem karên baxvanî û şerabçêkirinê ji aliyê ermenên li herêmê ve hatiye destpêkirin û berbelavkirin.
Gehandina cûreyên tiriyên şerabî û şîreyî li Diyarbekirê, bi taybet li navçeyên Çermîk, Çunguş, Dîcle, Gêl, Pasûr û Licê bi awayekî berbelav hatine pêkanîn. Wextê mirov li ser cûreyên tiriyê yên şerabî û şîreyî hûr dibe, Boğazkere, Öküzgözü, İm, Kohar Şarabi, Talik, Bastığı, Iskıcuna, Sevik, Şire û Verdeli hene û bi tamamî 11 cûreyên cûda yên tiriyên xwemalî derdikeve pêş.
Boğazkere û Öküzgözü jî, ku du cûre tiriyên şerabî yên herî girîng ên Tirkiyeyê ne, bi giştî li bajarokên Çermîk, Çunguş, Erxenî, û Dîcleyê tên gihandin. Tiriyên Boğazkereyê ku bi herêmê têne nasîn, ji aliyê fabrîqeyên mezin yên şerabê ve tên kirîn û ji bo çêkirina şerabê tên bikaranîn. Lê belê roja îro gelekî kêm bûye. Girîngtirîn sebebê vê kêmbûnê jî ew e ku fabrîqeyên li Enqere, Denîzlî û Nevşehîrê aîdê xwe bax û bostan danîne û tercîh dikin ku ji tiriyên xwe bi xwe şerabê çêbikin. Ji ber hindê muşkîleyên giran yên hilberînerên Boğazkereyê hene di meseleya bazarê da.
Gültekin Özdemir
Jidayîkbûyê sala B. Z. 484ê, Herodotê Bodrûmî ku nasrav e bi nasnavê xwe yê “babê dîrokê”, wextê şerê di navbera B. Z. 499 û B. Z. 499 Pers-Yewnanan da dinivîsî, li Anatoliya û Mezopotamyayê geriyaye û zanyariyên ku berhevkirî jî tê da, efsaneyên persan û çîrokên gelêrî jî li berhema xwe ya bi navê “Dîrok” nivîsîne. Ev berhem roja îro jî rastî qîmet û eleqeyeka mezin tê.
Derbarê cografyaya rojhilat û başûrrojhilatê da, ku îro pişkeka wê dikeve nav sînorên Tirkiyeyê jî, û di Dîroka Herodotî da wekî Armenia derbas dibe, gelek zanyarî û me’lûmat hene. Yek ji hikayetên herî serincrakêş yên ku Herodotî behsê kirî, derbarê şerabê da ye.
“Lê belê li ber nezera min, piştî vî welatî [Asûrya] û vî bajarî [Babîl], tişta herî zêde mirovî mat û şaş bihêle, ev tişt e ku dê niha behsê bikim. Keştiyên bo çûna Babîlê dadikevine rûbarî, girover in û ji çermî hatine çêkirin. Ji Ermenistanê, ku dikeve jora Asûryayê, bo çêkirina gewdeyê keştiyan darebî dibirîn û dianîn. Bi çerman rû dikirin. Keştiyek jê derdiket. Dirêjî û firehiya wê wekî hev bû. Ser û binê wê nediyar bû. Her wekî min gotî, ev keştî girover çêdikirin, her wekî mertalekî girover. Bi kayê tije dikin û kel û pelan datînin li ser û ber bi herka avê ve berdidin. Barên wan yên serekî, dîzikên şerabê ne ku ji dara palmiyeyê hatine çêkirin. Ev dîzik, bi şeraban dagirtî ne. Keştî bi wesîleya du bêrên bêiskarmoz ripûrast diçe. Du kesên li ser piyan van bêran bi kar tînin. Kesek bêrê berev vî alî dikêşe, yê din jî bere’ks avê dehf dide. Ev keştî hin caran gelek mezin in, yên din piçûktir in. Keştiyên herî mezin heta pênc tonan dikarin barî hilgirin. Di her keştiyê da kerekî zindî heye; di keştiyên mezintir da zêdetir ker hene. Bi vî awayî li ser avê diçin digehin Babîlê û mal û barê xwe difiroşin. Piştre bi hewar û gazî, texteyên keştiyê û kayê xwe jî difiroşin. Piştre, çerman diavêjin ser pişta kerên xwe û vedigerine Ermenistanê. Çinkî ne mumkûn e di rêya vegerê da li ser ava rûbarî bên, herka avê rê nade vê yekê. Jixwe ji ber vê yekê keştiyên xwe ne ji textan, ji çerman çêdikin. Wextê ku digehin Ermenistanê bi heman awayî keştiyên din çêdikin.”
Levon Bağış, Pisporê xwarin û şerabê
Çavkanî: Herodotos, Tarih, Kitêba Yekem, Beşa 194an, werger: Müntekim Ökmen, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 2006.
Çanda sifreyê/xwarinê ya Diyarbekira ku bi ermenkî wekî Amida û Dikranagerd tê zanîn, nirx û qîmeteka mezin e ku bi sedan salan e gelên li vê herêmê pêkve durist kirine. Jean Baptiste Tavernier ya ku bi çendîn caran li Anatoliyaye geriyaye (1605-1689), nivîsiye ku li Diyarbekirê nan û şeraba gelekî xweş heye.
Alîkarê qeşe Simoen jî, ku ji Polonyayê derketibû ser rêya hecê, di navbêna salên 1608-1618an da ji Anatoliyayê derbas bûye û derbarê wê da wiha dibêje: “Hûn nikarin ji qedehekê zêdetir ji şeraba tîr û lezzetbexş ya Erxeniyê vexwin ya ku li gel xwarinê tê dayîn.”
Di salnameya Diyarbekirê da ya ku sala 1936an hatî bilavkirin, tê da hatiye tomarkirin ku li herêmê 34 cûre tiriyên ciyawaz hatine gehandin. Hindek ji van tiriyan Müsebbak, Tahannebi, Mazrona û Boğazkere ye. Navê tiriyê Boğazkereyê, ji peyvên “kermek”a (xurandin) ermenkî û “boğaz”a (qirik) tirkî pêk hatiye û ev nav Boğazkereyê gelekî xweş pênase dike. Boğazkere, bi libên xwe yên xas û bi aromayên xwe yên têra xwe hevseng yek ji girîngirtîn tiriyên cografyaya me ye.
Ji aliyê cografyayê ve çaxê mirov lê dinêre, ev şerabên ku Herodotî jî behsê kirine bi îhtimaleka mezin şerabên Boğazkereyê ne. Tiriyê xwemalî yê Diyarbekirê hêşta jî tê gihandin. Hindek bax ji sedsaliyê gelekî zêdetir in, hêşta li ser piyan in û berdewan fêkî û beran didin. Bi taybet baxên li nêzîkê Çunguş û Çermîkê ji bo Boğazkereyê nimûneyên herî xusûsî ne.
Li Elezîzê, yek mezin û du bûtîkên hilberîner hene. Li herêmê hilberîna bûtîk a şerabê hêdî hêdî geş dibe. Ev geşbûn wê qîmeta derengmayî bexşî herêmê dike. Her çend tiriyên herêmê li Arapkir, Mêrdîn û Cizîrê, li cihên xwe bên çêkirin û ev cihê keyfxweşiyê be jî, ji destpêka sedsala 19em ve, ji ber faktera floksera zererdar ya ku li sertaserê dinyayê baxên tiriyan tehdît dike û di van salên dawî da zêde bûye û faktera bêserûberiya baxan mixabin ji bo baxên şerabê yên Diyarbekirê jî gef û tehdîtek e.
Levon Bağış
Cûreyên xwemalî yên ku tên çandin, ji xeynî xwarina wekî tiriyê ter, şerab, pestîl, doşav, hewdel, helîlê bifistiq, tarhana, sicûq, kofter, bastîq, şîre û ava tiriyê jî bi rengên cûda tê bikaranîn. Doşav, bi perçiqandina libên tiriyê şîreya tiriyê çêdibe. Axa taybet ya doşavê tê lêkirin û di demeka dirêj têkelkirin. Şertê pêşiyê yê çêkirina doşavê, çinîna tiriyî ye di dema xwe ya maqûl da.
Tirî, di wê qonaxê da tê çinîn ku şekirê wê bilind e. Tirî, ji nav baxan berev cihê çêkirina doşavî ve tê kêşan. Ev kar û bar li gundan wekî şahiyekê, bi zibareyî tê kirin. Ev qonaxa hilberînê, di heman demê da wekî seremoniyekê ye ku mirov alîkariyê didin hev û bextewariya hilberînê pêkve dijîn. Bax, ji ber ku bi giştî li kaş û hafan in, hem di kêşana tiriyî da hem jî bi giştî di qonaxa hilberînê da pêdivî bi hêz û qeweteka girîng ya însanan heye.
Tiriyê hatî çinîn, di nava kevirekî taybet yê qewartî da, bi taybet bi hêza lingên jinan tê perçiqandin. Roja îro, li şûna van kevirên hunerî yên perçiqandina tiriyî, avahiyên betonî yan jî makîneyên presê yên karebayî tên bikaranîn.
Şîreya ku ji tiriyî pêk hatî, paşê berdidin sîtilên mezin û datînin li ser agirê geş yê kuçikê û dikelînin. Heta têra xwe tîr be û bibe doşav tê têkvedan û kelandin. Bi vê wesîleyê, reng û madeyên muxtelîf yên di nava şîreyê da, bi alîkariya axa doşavê dadirêje binê sîtilê. Bi vî rengî doşaveka zelaltir bi dest dikeve. Piştî ku doşav têra xwe hat kelandin, kefa li ser tê hilgirtin û piştî ku 4-5 saetan bêhna xwe da, bêyî ku destê xwe bidine tebeqeya binî, doşavê vala dikine firaqeka paqij. Doşava ku bi vî rengî tê hazirkirin, herî kêm du sal, bêyî ku xirab bibe, bi salan dikare bê xwarin. Di serî da tiriyê Şireyê yê Diyarbekirê, hemû cûreyên tiriyê yên ku di salên dawî da firohtina wan zehmet e, dikin doşav û dixwin. Esasen, cûreyên herî maqûl, cûreyên tiriyên şîreyê ne ku randimana wan ya şîreyê bilind e.
Gültekin Özdemir
Li Diyarbekirê, bi taybet şevên sar ên zivistanê, kakil yan jî behîvan dikine di nava pestîlê da û dixwin. Çêkirina pestîlan, tam di dema gihanê da dest pê dike, ew dema ku navika tiriyê ji aliyê şîreyê ve têra xwe bilind e. Tirî tê şûştin, paqijkirin û libên wê yan bi lingan yan jî bi presekê tê perçiqandin û bi vî awayî şîreya tiriyî tê bidestxistin.
Şîre tê parzûnkirin û şîreyeka paqij û zelal bi dest dikeve ji bo kelandinê. Şîreya tirîyî datînin ser agirê daran û dadirêjine sîtilan û dikelînin. Di vê merhaleyê da axa bikils, ku axa doşavê tê gotin, li şîreyê tê zêdekirin. Li ser agirekî geş şîre tê kelandin û têkvedan. Di wextê kelînê da, gava ku kef li ser sîtilê berhev dibe her gav tê rakirin. Şîreya ku dikele, di rêjeyeka 5-12an da nîşasta yan jî arvanê genimî tê lêzedikirin. Şîreya ku hêdî hêdî ziwa dibe, ewilî bi şîreya cemidî dikine hewdel. Ev hewdel, hêdî hêdî û bi têkvedanê, berdidine nava şîreya ku dikele. Gava têra xwe tîr û stûr bû, wekî tebeqeyên zirav dirêjine li ser cilikên paqij yên li erdê. Beriya vî karî, eger bixwazin dikarin tamên muxtelîf yên wekî behîv, kakil û kunciyan jî lê zêde bikin. Şîreya tîr, li ser cilikekê tê belavkirin û divê şiklekî ripîrast çêbe.
Karê piştê hingê ziwakirina van cilikan e. Bo vê armancê, ev cilik li ser şerîtan yan jî li ser çîtên kevirîn yên li derdora baxî tên raxistin. Heta ku ziwa dibin, dimînin. Di karên din yên pêçan û birrînê da jî, her wekî di çinîna tirî û çêkirina doşavê da, gundî alîkariyê didin hev.
Gültekin Özdemir
Her baxvanê ku li Diyarbekirê tiriyî digehîne, ewilî beniyê ji bo xwarina malbata xwe ya salane çêdike û benî ji aliyê vîtamîn û mîneralan ve xurekekî gelekî dewlemend e. Li gelek deverên cûda bi navê gelek cûda yên wekî benî, cevizli sucuk, Maraş sucuğu, şeker sucuk, köme û orcik tê nasîn. Li Diyarbekirê di çêkirina beniyê da bi giştî tiriyê xwemalî, şîre, tê bikaranîn.
Ji bo beniyan, tirî di dema xwe ya gehînê da tê çinîn da ku şîreyeka gelek bilind jê bê wergirtin. Ûşiyên tiriyî dixin tûrikên paqij û di tekneyên dara salkê da tê guvaştin û şîre jê tê bidestxistin. Vê şîreyê berdidine sîtilên mezin yên li ser agirê daran û tê kelandin. Gava ku têra xwe keliya, berdidin sîtileka din û şîreya bidestketî bêhna xwe vedide û ya tortûya li binê sîtilê dadiwerive.
Di vê navbênê da, di firaqeka din da bi qasî sedî ji 10ê şîreyê arvan, li gel şîreya nîv-cemidî tê têkelkirin û têkela bi navê lîvînç tê hazirkirin. Vê têkelê hêdî hêdî berdidin ser şîreya tiriyî ya ku di sîtila din da dikele. Ji aliyê din ve bi darê destikdirêj yê ku egîş dibêjinê, berdewam tê têkelkirin. Nahêlin hewdel bi binê sîtilê ve bigire. Ev kar, heta ku şîre têra xer tîr dibe tê kirin û şîreya tîr tê hazirkirin.
Di merhaleya din da, kakil yek bi yek bi tayê ve tê kirin û bi şaxên daran ve tê kirin. Kakilên bi tayê ve hatî kirin, li gorî daxwaza tîrbûnê dikare çendîn çirkeyan di nava hewdelê da bimîne û piştre demildest tê derxistin. Piştê hingê li ber tavê tê raxistin û hişk dibe. Bi taybet di serî da Egîl, Erxenî, Dîcle, Çermîk û Çûngûş, her cihê ku baxvaniya tiriyî lê tê kirin, benî jî tên çêkirin. Cûdahiya beniya Licê ji yên din ew e ku rengê wê sipî ye, ji ber hindê dibêjinê kef sucuğu.
Gültekin Özdemir
Werger: Ekrem Yıldız, Murat Bayram
ÇAVKANÎ
Gültekin Özdemir
• Karataş, D. D., Karataş H. û Özdemir, G. (2015) Diyarbakır İli Bağcılığının Sektörel Durum Analizi, Dicle Üniversitesi Ziraat Fakültesi Bahçe Bitkileri Bölümü, Diyarbekir.
• Karataş, D. D., Karataş, H. û Özdemir, G. (2017) “Diyarbakır ili bağcılık potansiyelinin ilçeler bazında değerlendirilmesi”, Uluslararası Diyarbakır Sempozyumu (2-5 Kasım 2016), Cîld 3, Diyarbakır Valiliği, Diyarbekir: 2061-2067.
• Karataş, H., Karataş, D. D. û Özdemir, G. (2017) “Diyarbakır ili bağcılığında karşılaşılan sorunlar ve çözüm önerileri”, Uluslararası Diyarbakır Sempozyumu (2-5 Kasım 2016), Cîld 3, Diyarbakır Valiliği, Diyarbekir: 2053-2059.
• Karataş, H., Karataş, D. D. û Özdemir, G. (2017) “Diyarbakır ili yerel üzüm çeşit varlığı ve değerlendirme olanakları”, Uluslararası Diyarbakır Sempozyumu (2-5 Kasım 2016), Cîld 3, Diyarbakır Valiliği, Diyarbekir: 2275-2283.
• Karataş, H., Karataş, D. D. û Özdemir, G. (2017) “Diyarbakır ilinde bağcılık çalışmaları”, Uluslararası Diyarbakır Sempozyumu (2-5 Kasım 2016), Cîld 3, Diyarbakır Valiliği, Diyarbekir: 2285-2291.
• Karataş, H., Karataş, D. D., Özdemir, G. û Demiraslan, R. (2010) “Güneydoğu Anadolu Bölgesi üzüm çeşitlerinin sanayiye yönelik değerlendirilme potansiyeli”, 1. Uluslararası Katılımlı Kamu, Üniversite, Sanayi İşbirliği Sempozyumu ve Mermercilik Şurası (24-26 Mayıs 2010), Diyarbekir: 256-261.
• Kaya, M., Özdemir, G. û Çelik, K. (2014) “Determination of adaptation ability of some table grape cultivars to Diyarbakır ecological condition”, International Mesopotamia Agriculture Congress (22-25 September 2014), Diyarbekir: 639-646.
• Özdemir, G. û Bayhan, Y. D. (2018) “Bazı sofralık üzüm çeşitlerinin Diyarbakır ekolojik koşullarındaki salkım, tane ve şıra özelliklerinin belirlenmesi”, International Congress on Agriculture and Animal Sciences (7-9 November 2018), Alanya: 815-820.
• Özdemir, G., Karataş, H. û Karataş, D. D. (2010) “Bağcılık sektörünün Güneydoğu Anadolu Bölgesindeki üretim boyutları”, 1. Uluslararası Katılımlı Kamu, Üniversite, Sanayi İşbirliği Sempozyumu ve Mermercilik Şurası (24-26 Mayıs 2010), Diyarbekir: 381-386.
• Özdemir, G., Karataş, H. û Karataş, D. D. (2017) “Diyarbakır ilinde organik üzüm yetiştiriciliği karşılaşılan sorunlar ve çözüm önerileri”, Uluslararası Diyarbakır Sempozyumu (2-5 Kasım 2016), Cîld 3, Diyarbakır Valiliği, Diyarbekir: 2003-2012.
Levon Bağış
• Herodotos (2006) Tarih, Kitêba Yekem, Beşa 194an, werger: Müntekim Ökmen, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları.