Lê Bigere
PÊŞANGEH
BI KOKÊN XWE YÊN BIQEWET SIN’ETA ZÊRINGERIYÊ
BI KOKÊN XWE YÊN BIQEWET SIN’ETA ZÊRINGERIYÊ
Pêzanînên me yên îro yên derbarê yekem cihnişînên mirovan da nîşan didin ku xelkên Diyarbekirê her tim ji xwexemilandinê hez kirine. Ji ber vê yekê hunera zêringerê li erdnîgariyeka wisa bi cih bûye ku hunera zêringeriyê gelekî pêş ketiye. Di wêneyê da merhaleya bazineka zîv û telkariyê heye.

Dîrok wisa nîşan dide ku ji cihnişînên ewil ve Diyarbekir bûye axeka wisa ku mirovan ji xişir û zînetan û xwexemilandinê hez kirine. Ev hez û eleqe bûye wesîleya geşedana sine’tê, pisporiya karkeriyê û muxtelifiya berheman û bi vê taybetiya xwe bajêr derketiye pêş. Cîhana zêringer û zêringeriyê, her çiqas ji bo Diyarbekirê parçeyeka dewlemendiya çandî jî be, di heman demê da di rabirdûyê da her tim faliyeteka ticaretê ya zindî bû.

Di vê beşê da ji Çayonûyê ta British Museumê, ta sûkên Diyarbekirê behs tê kirin. Ji zînet û xişirên herî zêde tên tercîhkirin bigire ta mane û awayên neqşkirina wan; em ê berê xwe bidene pêşangehê. Çîroka hostayê zêringer Yusuf Karadayı ya ku ji wextê şagirtiyê dayî destpêkirin, serhatiya zêringeriyê ya li Diyarbekirê û veguherîna wê ya van salên dawî jî ron û zelal dike. Pispora tenduristiya civakê Prof. Dr. Perran Ocak Toksöz jî behsa wê çendê dike ku ev sin’et bûye parçeyek ji xanî û yadîgarên malbatan.

Bermayên arkeolojîk yên ku ji yekem cihnişînên beşeriyetê gihiştine roja me destnîşan dikin ku, Diyarbekir jî tê da, xelkên herêmê her tim ji xwexemilandinê hez kirine. Me pê ‘eyan e ku niştecihên ewil yên Çayonûyê ji şeytanok û nermekevirên ku ji avên nêzîk yên vexwarinê berhevkirine, pê xişir û zînet çêkirine.

Bi derbasbûna demê ra, ji aliyê teknîkî ve her ku çû şiyana şikildana keviran pêş ketiye, bo nimûne moriyên dukunî yan jî zêdetirî ji du kunan li xişir û zînetan zêde bûn keresteyên hişktir yên wekî cama tebi’î, şeb û serpantînê jî hatine karkirin. Piştre li ser van, xemilandina moriyan, şiklên geometrîk yên li ser moriyan, bişkojên celxeyî û heleq tên zêdekirin. Gava ku parçeyên baqirê tên şilkirin bi hêsanî şikil digirin, ev keşif bûye wesîleya berbelavbûna xişir û zînetên bimorî yên malahîtê.

Çavkanî: Nuri Durucu, “Diyarbakır Kuyumculuğu”, Diyarbakır Geleneksel El Sanatları, Cîld 2, Diyarbakır Valiliği, 2013.
Li çendîn cihnişînên pêşdîrokî yên wekî Girê Kortikê û Çayonûyê, şiyan û qabiliyeta însanan ya şikildana keviran her ku çûye zêde bûye, celebên morî û mircanan ên di xişir û zînetan da hatî bikaranîn jî zêde bûn û sêwirandin dewlemend bûne.

Ev kembera ji plakayên zîvîn pêkhatî ku li ser çermê neqşên tenik û zirav hene, di koleksiyona Biritish Museumê da cih digire. Wisa tê texmînkirin ev kember li Diyarbekirê hatiye çêkirin û vedigere sedsala 13emîn, serdema Artukluyan. Ev yek, heta roja îro jî zindî ye. (Wêne: The Trustees of the British Museum)

Kembereka Artukluyan ya ku di koleksiyona British Museumê cih digire, wisa tê texmînkirin ku di dewra ewil ya sedeya 13emîn da li Diyarbekirê hatiye çêkirin. Li ser vê kembera zîvîn hem kompozîsyonên rastîn yên wekî eylo, kêvroşk, kûçik, sfenks û grîfon hene ku bi zêrên yaldizî hatine neqşkirin, hem jî kompozîsyonên efsaneyî hene. Di gelek pareyên zîvîn yên aîdê dewra Sulçûqîyan da jî mumkun e mirov rastî van bê. Fîgûra eyloyê duserî yê ku baskên xwe vekirine, ji dawiya desala 12em û seranserê sedsala 13emîn, di neqşkirinên Selçûqiyên Anatoliyayê da derdikevin pêşiya me. Heman fîgûr, li pareyên ku li ser navê hukûmdarên Artukluyê yên Diyarbekirê Salih Nasreddîn Mahmud (1200-1222) û Mesûd Rûkneddîn Mevdûd (1222-1231) jî hene.

Kembera ku li British Museumê hatî pêşkêşkirin, kompozîsyonên wekî tav, ronahî û rewşeniyê temsîl dike. Ji ber vê yekê wisa tê hizirkirin ku ev temsîl serdestî û zaliya hûkumdariyê destnîşan dike. Lewma wisa tê fikirîn ku ev xişir û zînet aîdê kesekî girîng e.

Çavkanî: Nuri Durucu, “Diyarbakır Kuyumculuğu”, Diyarbakır Geleneksel El Sanatları, Cîld 2, Diyarbakır Valiliği, 2013.

Di dewra împaratoriya Osmanî da zêringeriya Diyarbekirê navdariyeka cûda hebû. Di vê navdariyê da bêguman para hunera Ahmet Çelebi jî hebû ku di navbera salên 1539-1601ê da jiyabû. Bo nimûne Kanûnî Sultan Sûleyman jî di xîtabeta xwe da pesnê karên zêringeriyê yên Ahmet Çelebi dabû. Selîmê 2yem bi xwe jî, ku wextê şehzade bû û hatibû bajêr, gelek berhemên wî teqdîr û pîroz kiribûn û gelek ji wan biribûn serayê.

Ahmet Çelebiyê ku babê wî bi xwe jî zêringer bû, wextê zarok bûye behremendiyeka wî ya ecêb hebûye û meyla wî çêbûye û piştî wefata babê wî, ku hêşta bîst 25 salî ye, bilindî mertebeya hostatiyê bûye. Bi taybet navdariya karûbarên elmasê gelekî berbelav bûbûn. Di dewra xwe ya kamiliyê da, duristkirina wî ya baxçeyî di deh salan da li gel xwendekarên xwe û bi şêwaza xwe ya çêkirina tebî’et û kevirên biqîmet wekî karekî bêhempa hatiye dîtin û ev berhem piştî hingê bar kirine Bexdayê.

Çavkanî: Nuri Durucu, “Diyarbakır Kuyumculuğu”, Diyarbakır Geleneksel El Sanatları, Cîld 2, Diyarbakır Valiliği, 2013.
Di dîroka zêringeriya Diyarbekirê da Ahmet Çelebî (1539-1601) bi behremendiya xwe ya bala cih û giranahiyeka xwe heye. Wisa tê zanîn ku deriyê destpêkê yê Dergahê Mewlana yê Qonyayê yan berhema wî ye, yan jî berhema hostayekî wî ye ku li ber destê wî mezin bûye. (Wêne: SALT Araştırma, Arşîva Ali Saim Ülgen)

Ji sedeya 16emîn ve, seyahên ku rêya wan ketiye Diyarbekirê gelek caran behsa Xana Hesen Paşa kirine. Berhevbûna sin’etkaran li cihekî, berî her tiştî ji bo mucewheratan hewcedariyeka ewlekariyê bû. Wêne halê Xana Hesen Paşa yê salên 1960î nîşan dide. (Arşîva Metin Sözen)

Li gel vê geşedana navdariyê ya zêringeriya Diyarbekirê, ewilî, bi sebebên şenber yên parastina mucewheratên muxtelîf yên hatine bikaranîn, pêdiviya avahiyeka ewletir derxiste meydanê. Seyahên ku piştî sedsala 16em hatine bajêr jî her tim behsa Sûka Zêringeran û Xana Hesen Paşayî kirine. Bi vî rengî Sûka Zêringeran û Xana Hesen Paşayî dibûne navenda berhevbûn, hilberîn û ticaretê.

Li gorî lêkolîna Mehmet Salih Erpolatî ya bi navê “Pîşe û Komên Esnafên li Diyarbekirê yên di Dewra Osmanî da”, di navbera salên 1568-1691an zêringerî di nava pîşeyan da yek ji berbelavtirîn pîşe bûye.

Çavkanî: Nuri Durucu, “Diyarbakır Kuyumculuğu”, Diyarbakır Geleneksel El Sanatları, Cîld 2, Diyarbakır Valiliği, 2013.

Di nava xişir û zînetên ‘edetî yên Diyarbekirê da xişir û zînetên ku bi seriyan ve tên girêdan kategoriyeka din pêk tîne. “Şirrik” xişir û zîneteka wisa ye ku gava mirov bi serê xwe ve girê dide divê tam li nîveka eniyê bê girêdan û ji zîvê tê çêkirin. Eyûn, li ser parçeyeka qumaşê tê zeliandin û pareyên zêrîn tên rêzkirin. Ev qumaş tam li rasta birûyan, bi serî ve tê girêdan.

Ya guharan jî, guharên ku hebên wê dişibin gijnîjan, yên herî berbelav in. Xizêmên pozan jî ji zêr û zîvan tên çêkirin. Bazinên hesîrî, qolyeyên hebî û gijnîjî yan jî gerdenî çendek xişir û zînetên xas ên Diyarbekirê ne. Kordon, kember, xirxal jî ew berhem in ku narîniya sine’ta herêmê temsîl dikin.

Xusûsiyeta xişir û zînetên zîv yên wekî “hemayîl” û “gerdeniya dirêj” ne wekî xişir û zînetên navhatî ne. Jin van xişir û zînetan bi merema xweparastina ji nezer û xewnên xirab, di bin libasên xwe da bi stûyê xwe ve girê didin. Di van xişir û zînetên sêgoşeyî da ayetên Qur’anê hene.

Di nava xişir û zînetên mêran da jî em dikarin behsa gustîl û kostekên saetan bikin. Li ser bazbendên milan, bi merema xweparastina ji nezerê, motîfên mar, dûpişk yan jî yên çekan hene. Her wekî jinan, her dîsa ji bo xweparastina ji nezer û xirabiyê, cûreyên wan yên hemayîlî jî hene ku ji bo mêran hatine çêkirin.

Çavkanî: Nuri Durucu, “Diyarbakır Kuyumculuğu”, Diyarbakır Geleneksel El Sanatları, Cîld 2, Diyarbakır Valiliği, 2013.
Gava behsa xişir û zînetên xas ên Diyarbekirê tê kirin, yek ji wan ên ku yekser tê bîra mirovî bazinên hebî (li jorê) û gerdenî ne. Her dîsa “şirrik” a (li jêrê) ku gelek tê telebkirin, xişir û zîneteka eniyan e. (Wêneya hebî: Pelin Demirtaş Dikmen)

Yusuf Karadayı, behsa hostayê xwe yê sûryan ê ku ji heft saliya xwe ve li ber destê wî fêrî karî bûye, “şagirtên” xwe yên rakirine û şahdeniya nifşê xwe yê zêringer dike. (Wêne: Eren Karakuzu)
Yusuf Karadayı, behsa hostayê xwe yê sûryan ê ku ji heft saliya xwe ve li ber destê wî fêrî karî bûye, “şagirtên” xwe yên rakirine û şahdeniya nifşê xwe yê zêringer dike. (Wêne: Eren Karakuzu)

“Ez li hewşa Dêra Keldaniyan hatime dinyayê. Babê min ji Midyadê hatiye Mêrdînê, paşê ji wir jî hatiye Diyarbekirê. Ez di heft saliya xwe da hem diçûme mektebê hem jî dikanê. Salên 1969-70yî, rojekê babê min destê min girt û ez birime cem hostayekî zêringer. Gote min, Yusuf ne kurê min, êdî kurê we ye. Lê daxwazeka Yusufî heye’. Hostayî pirsyar kir ka çi ye. Babê min got ‘kurê min destçep e.’ Hostayê min jî cewab dayê: Destçepî, zîrekî ye, ez jî destçep im Antun hosta. Çi ji destê me bê em dê bikin, xemê nexwe, em dê Yusufî bigehînin. Em heft, heşt heval bûn li wê dikanê, me gelekî pêk dikir. Gava ez dereng dihatim dikanê ez gelekî ditirsiyan ji hosteyê xwe. Te rastî bivê, carna me lêdan û deyax jî dixwar. Xwedê îş û karê wî li hev bîne, hostayê min gelekî hêrsok bû, bi dîsîplîn bû di îş û karê xwe da. Erê, eger wî li me nexista, me nedikarî em fêr bibin. Ez li ber destên wî bîst salan xebitîm. Ez bûm şagirt, bûm qalfa û bûm hosta. Ez vê gavê karê xwe dikim. Ez gelekî ji karê xwe hez dikim. Mirov dimirin, bes huner nemir e. Huner bazina zêrîn e. Gelek hewesa min hebû ji bo hunerê, heke tu jê hez nekî tu neşêy bikî.

Hostayê min ji malbata me sê kes gihandin. Bi temamî çil, pênceh kes gihandine. Enver Yürük, jidayîkbûyê sala 1941ê, li heyatê ye. Em minetdarê wî ne, huner nîşanî me da. Hêrsok bû lê hunermend bû. Em gelekî hejar bûn. Babê min meyfiroş bû, sih salan jî li Dêra Keldaniyan çanqoçî kir. Dêrê alîkariya me kir. Heqê av û ceyrana me dan. Piştre ez mezin bûm, ji sala 86an ve serokê* dêrê me. Dêra me sala 2015an ji ber pevçûnan hindekî zerer gihayê. Dêr, berê vekirî bû, niha dîsa tê çêkirin.

Hostayê min sûryan bû. Hem sûryan hem jî ermenan ev kar dikirin. Terzîtî, zêringerî, serrafî, didankêşî, dartiraşî; kesên ev îş û kar dikirin hemî xeyrî misliman bûn. Di nav sine’tkaran da protestan jî, sûryan jî êzîdî jî hebûn. Niha em hene. Mixabin li Diyarbekirê tu kes nemaye. Heke ew neçûbûna, niha Diyarbekir bûbû Parîs. Xwezî neçûbûna.”

Ji lêkolîna dîroka devkî ya ku ji aliyê DKVDyê, sala 2021ê li gel Yusuf Karadayıyê hostayê zeringer hatî kirin

¹ Weqfa Dêra Keldaniyan ya Mar Petyumê ya Diyarbekirê

“Çar keçên min û kurekî min heye. Kurê min diçe pola heştem, ez karî nîşanî wî didim. Ez çawa ku ji hostayê xwe bihurîm, hêvî dikim ew jî dê min bibihure. Tiştên ku hostayê min nîşanî min dane, min ji hef saliya xwe ve nivîsîne. Ez bi wî awayî bo şagirtan vedigêrim. Min jî ji bîst kesan zêdetir kes gihandin. Xwedî dikan in û ez bi wan serbilind im.

Salên 1970yî, gava me ev kar û sin’et dikir, makîne û amûrên me tunebûn, teknolojî tune bû. Niha zêringerî gelekî hêsan e. Wê demê me qolyeyên gijnîjî çêdikirin. Lib û hebên gijnîjê me yek bi yek bi destan dibirîn. Me bi hêza destê xwe dikêşa, destên me her tim diwerimîn. Me zêr bi komirê dimihand, niha ceyran heye, tûp heye. Her tişt bûye makîne û dariştin heye. Me gelek cefa kêşa. Em dîsa jî li pey hostayê xwe ne, em her tiştî bi destan çêdikin. Êdî zêringer nagihin. Em ji bo fêrbûna hunerê dihatin cem hostayî. Yên niha ji bo pareyan tên.

Dikana hostayê min li Aşefçîlerê¹ bû. Dikana min jî li dûmahika Sûka Zêringeran ya Dîrokî bû, li sûka zêringeran bû. Hemî dikanên xeyrî mislimanan jî li wê derê bûn. Sûka zêringeran ya niha, berê sûka zêringeran bûye.

Bo nimûne hostayê min bazinên gijnîjî çêdikirin. Karê Diyarbekirê ye. Wekî topa gijnîjê. Berê me yek bi yek dikutan, em niha bi qaliban çêdikin. Wekî din? Hebî hebû, qolyeya bistûn heye. Ev hemî karên telkariyê bûn ku hostayê min fêrî min kiribûn. Li Diyarbekirê bazinên zilûkan jî hene, bes em ne zilûkçêker in. Niha ez tizbiyan jî çêdikim. Heke kesek bê û bêje ji bo min bazineka mirwarî çêke, ez wê jî çêdikim.

Ev karekî wisa ye ku sebir divê. Divê tu durist û rastgo bî û divê tu pêngavên xwe bi saxlemî biavêjî. Mirov ji her derê zêran nakire. Wekî din? Karekî hûr e, çav û bînahî divê. Çavên min vê gavê 7-8 nimare ne. 52 sal e dixebitim, çavên min kêmbîn in. Lê dîsa jî ne xirab in şukir, çi ji destê me bê em dikin.”

Ji lêkolîna dîroka devkî ya ku ji aliyê DKVDyê, sala 2021ê li gel Yusuf Karadayıyê zêringer hatî kirin

¹ Aşefçîler/Kolana Ocakê
Di hilberîna bazinan da ku wekî “bazinên gijnîjî” tên zanîn, ji ber libên mezin yên gijnîjê, zêringer Yusuf Karadayı behsa wî dike ku nîv çerx çi guhartî ye an jî çi neguhartî yê. (Wêne: Pelin Demirtaş Dikmen)

Li ser pişta mifteya ku herdu serikên bazina zilûkê digehine hev qşaek heye ku wekî motîfekê têe zanîn. Ev motîf, nîşaneya bilindbûna hetava nav gelî û çiyayan e. (Wêne: Pelin Demirtaş Dikmen)
Li ser pişta mifteya ku herdu serikên bazina zilûkê digehine hev qşaek heye ku wekî motîfekê têe zanîn. Ev motîf, nîşaneya bilindbûna hetava nav gelî û çiyayan e. (Wêne: Pelin Demirtaş Dikmen)

Çêkirina bazina zilûkê ya Diyarbekirê zehmet e û hûrbîniyek divê. Li gorî telebê, çêkirina bazinan bi hazirkirina têlên zêrîn yên di pîvanên mîkronên 85 û 95 yan jî 100an da tê destpekirin. Piştre ev bi rengekî çargoşeyî her dîsa têleka zêrîn li ser malafayekê tê pêçan û birrîn. Di netîceyê da hindek xelekên çargoşeyî û serê wan birîyî derdikevin meydanê. Ev parçe, bi hev ve tên girêdan û serikên wan yên vekirî tên kelijandin. Paşê bi penseyê tê çemandin û li ser sindanê bi çakûçê tê kutan. Bazin cardin li ser malafaye tê kutan û çemandin û qalibê bazinê didinê. Piştî van kar û merhaleyan, pişka mefteyê ya bazinê bi qelemê tê nexşandin. Ev motîfa mifteya ku li herêmê wekî qaş tê zanîn ku her du serên bazina zilûkî digehîne hev du, yek ji xusûsiyetên cûdaker yên bazinê ye. Motîfa qaşê ya li ser mifteyê, nîşaneya rojê ye ya ji nava çiyayan hil tê.

Çavkanî: Derya Şahin ve M. Meral Yağçı, “Diyarbakır geleneksel el sanatlarımızdan hasır bilezik üzerine incelemeler”.

Yek ji xusûsiyeta bazina zilûkê ya Diyarbekirê ku ji yên din cûda dike, têlên zêrîn yên ku tên bikaranîn, wekî zilûka Trabzonê, ne 25 mîkron in; bes pitir stûr in û stûrahiya wan 85-95 yan jî 100 mîkron in. Zilûka Diyarbekirê li hev tê badan, zilûka Trabzonê rip û rast e. Yek ji cûdahiyên di navbera zilûka Diyarbekir û Trabzonê da ew e ku, li gorî daxwazê, zincîrek bi qismê mifteya bazina Diyarbekirê ve tê kirin û wekî edetekî zêrekî Reşadî pê ve tê kirin.

Temamiya bazinên zilûkê karên destan in û vehandina zilûkê bi xwe çar saetan dewam dike. Çêkirina mifteya bazinê jî du saetan dewam dike. Bi giştî li ser zêrên 18 û 22 ‘eyar tê xebitîn. Cûdahiyeka din jî ew e ku vehandina têlên zêran li Trabzonê jin dikin, li Diyarbekirê jî mêr çêdikin.

Bazinên zirav yên zilûkê yên Diyarbekirê keçên ciwan, yên stûr jî ji aliyên jinên zewicî ve tên tercîhkirin. Ev bazin zêdetir di dawetan da wekî edetekî bi bûkan ve têne kirin û heta tengijiyeka ekonomîk çênebe nayên firohtin jî.

Çavkanî: Derya Şahin ve M. Meral Yağçı, “Diyarbakır geleneksel el sanatlarımızdan hasır bilezik üzerine incelemeler”.
Bazinên zilûkê yên ku bûne parçyek ji Diyarbekirê hem ji aliyê keresteyên xwe, hem sêwirandina xwe hem jî ji aliyê destkariya xwe ve ji zilûkên Trabzonê cûda dibin. Bazinên zilûkê bi zehmetiyeka mezin ya destan tên hilberîn. (Wêne: Eren Karakuzu)

Perran Ocak Toksöz behsa geşedana sine’ta zêringeriyê li Diyarbekirê dike, vê geşedanên bi qasî xişir û zînetan tesîr li ser aksesûarên li malê jî kiriye. (Wêne: Ozan Çağlar)
Perran Ocak Toksöz behsa geşedana sine’ta zêringeriyê li Diyarbekirê dike, vê geşedanên bi qasî xişir û zînetan tesîr li ser aksesûarên li malê jî kiriye. (Wêne: Ozan Çağlar)

Pişkek ji malbatên ermen û sûryanan Diyarbekir terikandin. Bi ya min, kultûra Diyarbekirê gelek tişt ji wan wergirt, hemî jî xwediyê hunereka mezin in. Bo nimûne, ermen û sûryan di karê zêringeriyê da pispor û şareza bûne. Binêrin, salên 1600î, zîvên û zînetên ku ji aliyê Ahmet Çelebi ve hatine çêkirin, bala waliyê wê demê, Hesen Paşa, gelekî dikêşe û gotiye ku li herêmê ev huner heye ji bo ku vê hunerê pêş ve bibin Xana Zêringeran ava dike. Xana Hesen Paşaya niha, sûkek e ku esasen ji bo zêringeran hatiye avakirin. Hem karkirina kevirên wekî elmas, zimrûd û niqêmê; hem jî karkirina zîvan gelekî bi qîmet bûye. Zêringerên Diyarbekirê her tim bi zêringerên Stenbolê ra reqabet kirine. Ji aliyê montûrê, karkirina keviran û mucewherat ve carna hostayên Diyarbekirê ji hostayên Stenbolê diborîn. Deriyê zîvîn yê Tirbeya Hz. Mewlana ya li Qonyayê bi temamî ji aliyê hostayên Diyarbekirî ve hatine çêkirin. Deriyê neqşkirî ji zîv û zêran yê Tirbeya Îmamê Azam ya li Bexdayê jî her wisa ji aliyê hostayên Diyarbekirî ve hatiye çêkirin.

Ev cûre huner tesîrdaner e li ser xişir û zînet, mucewherat û aksesûarên li malên xanimê Diyarbekirî jî. Bo nimûne berê peştahta digotinê. Zîvgeriya van berkêşkan bi temamî aîdê Diyarbekirê ye. Di seremoniyên mewlûdan da guldank û bosîdank tijî ava gulan dikirin, dîmena wan xweşik û her yekî hunerek bû. Nalîn û qafqafkên jinan li xwe dikirin wextê diçûne hemamê.

Tê bîra min, dayîka min a rehmetî behsê dikir ku bavûkalên me jî gelekî ehlê vî karî bûn. Wan montûr xêz dikirin, li ser serê hostayî disekinîn, wê wiha bike, vê wisa bike û rê nîşanî wan dida. Û mucewheratên bêemsal derdiketin meydanê. Mucewheratên me yên ku ji malbatê mane hemî bi vî rengî ne, bi tevkariya bapîrên me montûr hatine hazirkirin, mucewheratên taybet bûne.”

Ji lêkolîna dîroka devkî ya ku ji aliyê DKVDyê, sermaweza 2020an li gel pispora tenduristiya civakê Prof. Dr. Perran Ocak Toksöz hatî kirin