Lê Bigere
PÊŞANGEH
QERAXA DÎCLEYÊ BOSTAN E, LI XWE KIRIYE JI ARMÛŞÊ FÎSTAN E
QERAXA DÎCLEYÊ BOSTAN E,
LI XWE KIRIYE JI ARMÛŞÊ FÎSTAN E
Di hafizeya Diyarbekirê da şopên her cûre tevnjeniyê hene. Bi taybet hem wekî aborî, hem wekî civakî û hem jî wekî kultûrî şopên armûşê di hafizeya Diyarbekirê da cihên xwe girtine. Ev wêne di salên 1940î da hatiye girtin û ji mekteba armûşkariyê ya li Sûrê ye.

Belasebeb di gelek stranên Diyarbekirê da behsa armûşê nehatiye kirin. Li Diyarbekir û derdora wê hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê civakî ve her cûre tevnjenî xwedî dîrokeke qedîm e. Hem hilberîna armûşê hem jî tevnjenî karûbarên girîng bûne. Di serdema Împaratoriya Osmanî da, ji aliyê armûşê ve piştî Bûrsayê navê Diyarbekirê tê bîra her kesî.

Jidestçûna pozîsyona Osmaniyan ya li bazara cîhanê û derketina hilberîna armûş û tevnjeniyê ji qadeke aboriyê li herêmê, mirov dikare hem wekî sebebên cîhanî hem jî wekî sebebên herêmî bi nav bike. Êdî ew darên tûyan jî tune ne.

Tevî her tiştî armûş, yek ji wan berheman e ku maneya xwe ya kultûrî diparêze û gava mirov bi nezereke dîroka hilberînê ya bajêr difikire, armûş bi serpêhatiya xwe wekî nîşanderekê xuya dike.

Pêzanînên herî kevn yên derbarê armûşê da ji aliyê Çîniyan ve hatine tomarkirin. Armûş serê pêşî li Asyaya Navîn, piştre jî li seranserê cîhanê belav bûye. Tê texmînkirin ku hatina armûşê bo Anatoliyayê vedigere sedsala 6emîn. Ji dawiya sedsala 14emîn ve jî, serdemek dest pê dike ku roleka berçav ya Osmanî di bazara cîhanê ya armûşê da heye. Di warê hilberînê da wekî navend Bûrsa, bajarên wekî Diyarbekir, Stenbol, Edîrne, Amasya, Denîzlî, Îzmîr û Qonya serkêşiya navendbûna armûşê dikirin. Di nîveka sedsala 19emîn da, li Bûrsayê 14 karxaneyên av û dûkêlî û bi qasî hezar dezgehan hebûne ku salane ji 31 hezar tonan zêdetir armûş hildiberandin. Di nav sînorên Osmanî da, ji sê paran pareke hilberîna xam ya armûşê ji bo tevnjeniyê û raçandinê, bo Diyarbekir, Heleb û Şamê dihate şandin.

Bacên giran yên li ser hilberîna armûşa xwemalî û guherîna awayê hilberîna tevnjeniyê li Ewrûpayê, girêdayî vê yekê kêmbûna mesrefên karkirinê bûne sebeb ku hilberînerên xwemalî nekarin reqabetê bikin. Bi demê re rolên bazara armûşê guherîn.

Çavkanî: Zahide İmer, “Diyarbakır’da ipekçilik ve dokumacılık”.
Ev belgenameya ku îmzeya Voyvodaya Diyarbekirê – Halîl li ser e, ji bo ku li Diyarbekirê jî, her wekî li bajarên Stenbol, Bûrsa, Heleb û Selanîkê, ji bo ku mengenexane bo raçandina qumaşên belek, qutnî û saîr bê vekirin bo Selîmê III. hatiye nivîsîn. Sultan Selîm, di 10ê Gulana 1797an da (Hicrî 13 Zîlkade 1211) vekirina mengenexaneyan û bacdarkirina berheman qebûl dike. (Arşîva Osmanî ya Serokatiya Arşîvên Dewletê)

Daseke ji qiloçî ya ku teqrîben 9323-9450 sal beriya îro ye, li Çayonûyê hatiye dîtin ku li ser vî qiloçî bermayên cilikeke keten hene. (Arşîva Vekolana Çayonûyê, 1990)
Daseke ji qiloçî ya ku teqrîben 9323-9450 sal beriya îro ye, li Çayonûyê hatiye dîtin ku li ser vî qiloçî bermayên cilikeke keten hene. (Arşîva Vekolana Çayonûyê, 1990)

Her çend armûş hilberîneke nû ya mirovahiyê be jî, li derdora Diyarbekirê rabirdûya tevnjeniyê xwe dispêre demên gelekî qedîm.

Daneyên vekolana Çayonûyê nîşan didin ku binecihiya Neolîtîk, li başûrê çemekî bi cih bûye ku ev çem ji nîveka deştekê dibore û hewzeya wê fireh e, derdora wê qamişgeh e û ihtimaleke mezin qadeke avgîr e. Her wiha ev dane nîşan didin ku şûn-çemê Bogazçaya îro di salên B. Z. 3 hezarî da durist bûye. Teb’en nebata ketenê ya avhez jî parçeyek ji vê derdorê ye. Digel ku avahiyên Çayonûyê bi giştî yan ji keviran in, yan jî ji kevir û kerpîçan in, stargehên yekem jîngeha bi navê Merhaleya Stargehên Çalan [Çukur Barınaklar Evresi] ji qamiş û şitlên zirav hatine hûnandin. Serbanên Avahiyên Çetelî [Izgara Planlı Yapılar] xwedî heman taybetiyê ne û gava mirov hebûna vehûnandina zembîl û zilûkan digire ber çavan mirov dikare behsa peywendiya mirovên Çayonûyê û qamişgehan bike. Ketenê jî ihtimalen wê pêlê bal kêşaye. Di merhaleya Avahiyên Plankirî yên Hucreya Dawî [Son Hücre Planlı Yapılar] da 9323-9450 sal beriya roja îro, bermayên kirêçgirtî yên destikê daseke qiloçî ya şewitî, aîdê cilikeke keten e ku ev keten bûye kultûr. Fikrên pisporan destnîşan dikin ku ev cilik bi teknîkeke pêşkeftî ji lîfên ketenê yên tewandî hatiye raçandin.

Prof. Dr. Aslı Özdoğan

Cara ewil armûş li Çînê hatiye dîtin û piştre li Hindistan, Bîzans û Ewrûpayê belav bûye û dîrokeke xwe ya hezar salan heye. Armûş li Diyarbekirê her dem bûye parçeyek ji torên herêmî û cîhanî. Rûdanên li cihên wekî Bûrsa û Diyarbekirê yên Şoreşa Pîşesaziyê ya Ewrûpayê ku tesîrên wê yên cîhanî hebûn, bi derbeya ekonomiyên wekî zenaetên destan, çermfiroşî, tevnjenî û armûşa ku bi teknîkên tradîsyonel hatî pênsekirin pêk hat. Lê belê li gorî nezera dîroknasên aborî Diyarbekir yek ji navendên girîng yên tevnjeniyê, bi taybet jî navenda hilberîn û bazirganiya armûşê bûye. Yek ji wan yekemîn mektebên zenaetê yên li Diyarbekirê jî, ku yek ji çaksaziya serekî ya komarê bû, li ser tevnjeniyê bû û bi saya Sûmerparka ku îro veguheriye Sûmerbankê.

Dr. Mehmet Atlı, Lêkolîner, Nivîskar

Yek ji pêngavên ewil yên pîşesazîbûna komarê Sûmerbank bû. Karxaneya Sûmerbankê ya li Diyarbekirê di sala 1954an da hatibû vekirin. Pêla xwemalîkirinê ya ku di salên 2000î da dest pê kirî, bû sebeb ku pêkhateya aborî ya kamûyê piçûk bibe û dawiya dawî bêtesîr bimîne. Îro li şûna mîrateya pîşeyî ya ku ji nav hatiye birin, Sûmerpark heye.

Ev wêneya pavyona Osmanî ya ji Fûara Chîcagoyê ya Cîhanê ya 1893yan, ji kitêba dîroknas Hubert Howe Bancroft ya bi navê “The Book of the Fairê” ye ku kitêb li ser babeta fûarê ye. Di heman dîrokê da armûş yek ji berhemên girîng yên îxraçkirinê bû. (Kitêbxaneyên Smîthsonîan)

Bi sedan salan xaçerêbûna Diyarbekirê ya li ser Rêya Armûşê bûbû wesîle ku Diyarbekir bibe yek ji navendên girîng yê hilberîna armûşê. Di dewra modern ya ewil da, her çend hilberîna armûşê li bajarên wekî Mêrdîn, Mereş û Helebê nisbet bi bajarên din kêm bê hesibandin jî, bikaranîna armûşê ya mehelî, bi taybet ji bo malbatên dewlemend cihekî xwe yê girîng hebûye.

Li gorî raportên konsolxaneya Brîtanyayê, di sala 1863yan da armûşa ku ji Amasya û Bûrsayê hatî teqabûlî 10.338 sterlînan dikir. Ev armûşa ji van bajaran hatî li Diyarbekirê dihate jenîn û hilberîna armûşê dewam dikir. Tevî ku destheqên karkeran kêm jî bûbûn di reqabeta berhemên Ewrûpayê da dikarî li ser piyan bimîne. Tevî van hemû şert û mercan, armûş yek ji berhemên herî girîng yê îxracata Împaratoriya Osmanî bû.

Dr. Uğur Bayraktar, Dîroknas

James Silk Buckinghamê ku di sala 1827an da hatiye Diyarbekirê di seyahetnameya xwe da wiha nivîsîbû:

“Berhemên bajêr esasen armûşî û pembûyî ne. Berhemên Diyarbekirê dişibine berhemenên ku li Şamê têne afirandin, şal û destmalên ji qumaşê mozlîn tên afirandin û bi her rengî çermên maroken tên çêkirin (…) Teqrîben bi qasî hezar û pênsed tezgahên raçandinê hene ku karê raçandinê dikin. Ji wan, teqrîben pênsed dezgeh pembû radiçînin û li Xana Hesen Paşa dixebitin. (…) Sêsed ji wan jî çermfiroşiyê dikin û di karê berg/cildan da dixebitin, her wiha sol, zînkarî û her cûre karûbarên çermî dikin.”

Çavkanî: M. Şefik Korkusuz, Seyahatnamelerde Diyarbekir, Kent Yayınları, 2003.
Seyyah James Silk Buckingham, di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn da hatibû Diyarbekirê. Hunermend Henry Brooke, du sal piştî gera xwe, ji bo kitêba xwe ya dê bê çapkirin, Buckingham bi cilûbergên guncav yên li gorî rê xêz kirine. (“Travels in Assyria, Media, and Persia”, The Trustees of the British Museum)

Wekî gelek zenaetan, di zenaeta tevnjeniya armûşê da jî giraniya ermenan hebû. Ev wêneya ku karxaneya raçandinê ya malbata Voskeriçyan nîşanî me dide, ji koleksiyona Dzovîg Torîgyanî ye. (Huşamadyan)
Wekî gelek zenaetan, di zenaeta tevnjeniya armûşê da jî giraniya ermenan hebû. Ev wêneya ku karxaneya raçandinê ya malbata Voskeriçyan nîşanî me dide, ji koleksiyona Dzovîg Torîgyanî ye. (Huşamadyan)

Bi sebeba ku para zortir ya ermenan bi karê tevnjeniya armûşê ve eleqedar bûn, piştî jenosîdê hilberîna tevnjeniya armûşî derbeyeke mezin xwaribû. Her çend di sala 1922yan da Gregor Torgomîanê ermen li ser hilberîna armûşê kitêbeke osmanî nivîsîbe jî, êdî ermen hakimê vê hilberîna armûşê nebûn. Du binemalên Diyarbekirê di sala 1915an da dest danîbûne li ser karxaneya armûşê ya Tirpanciyanan. Binemala ku dest danîbû ser dezgehên armûşê, ev dezgeh modernîze kir û hilberîna armûşê her berdewam bû. Mekteba pîşeyî ya ku ji aliyê komarê ve di sala 1930an da hatibû avakirin, alîkariya madî û praktîkî dida vê dezgehî. Li Fûara Îzmîrê, sûda Diyarekirê ya ji bo “aboriya millî” li ser hilberîna armûşê re dihat hesabkirin. Tevî avabûna karxaneyên din, nekarîn rê li ber têkçûna pîşesaziya armûşê bigirin. Sala 1933yan 324 gundan armûş hildiberand, lê belê sala 1937an hejmara gundan dakete 79an.

Ermenên ku bo Deyrezor û Helebê hatin koçberkirin, hindek ji wan ermenan cihên lê binecih bûyî ev zenaeta tradîsyonel berdewam kirin. Heta, wan ji bo cîranên xwe yên li aliyê din yê sînorî ji berhemên armûşî yên giranbiha çêdikirin. Wezîrê karûbarên navxweyî yê wê dewrê Şûkrû Kaya, piştî gera xwe ya di sala1931ê da pêşniyaz dike ku ev danûstandin bên sekinandin. Lê belê vê yekê jî nekarîbû rê li ber têkçûna pîşesaziya tevnjeniya armûşê ya li bajêr bigire.

Uğur Bayraktar

Diyarbekir ji xeynî armûşê, di tevnjeniya pembûyî, berrik û xalîçeyên hiriyê da jî bajarekî girîng bû. Şalên Gûrûnê, qutnî, belekî, tevnjeniyên dalsarê, hiriya Enqereyê û cilikên ketenî heta sedsala 20em ew berhem bûn ku bi taybet li Ewrûpayê xwedî rewac bûn. Ev dewlemendî jixwe rengvendana bawerî, kultûr û nasnameya etnîk ya herêmê bû ku ji cilûbergên xelkê herêmê diyar dibû.

Albûma wêneyan ya bi navê “Elbîse-î Osmaniye” derbarê vê babetê da çavkaniyeke xurt û rasteqîn e. Dewleta Osmanî xwe ji bo Pêşangeha Navdewletî ya Viyanayê ya 1873yan bi pêşengiya Osman Hemdî Begî û bi komîsyonekê hazir kiribû. Metn û sêwirandina vê albûmê Osman Hemdî Beg û Marie de Launayê hazir kiribûn û wêneyên albûmê jî Pascal Sébahî girtibûn. “Elbîse-î Osmaniye” di pişka duyemîn ya sedsala 19emîn da ji aliyê tomarkirina bihûrgiliyane ya cilûbergên gelên Osmanî ve gelekî girîng e. Di qîmeta îro ya albûmê da tesîra şarezatiya Osman Hemdî Begî û Marie de Launayê ya derbarê rabirdûya kultûrî û dîroka Rojava. Bo nimûne, bi taybet wêneyên hindek kesan li ber dîwarekî vala hatine girtin û her yek ji wan bi metnan û bihûrgiliyane hatine ravekirin.

Di vê albûmê da, di du wêneyan da sê jin û sê mêr hene ku derbarê cilûbergên Diyarbekir û derdora wê da agahiyan didin. Cilûbergên misilman, xirîstiyan û jin û mêrên kurd yên Palûyî ne tenê di navbera xwe da, her wiha li gel herêmên din yên împaratoriya Osmanî jî cûdahiyê nîşan didin.

Çavkanî: Mehmet Emin Kahraman ve İsmail Erim Gülaçtı, “Elbise-i Osmaniye: 1873 Viyana Uluslararası Sergisi’nde bir yaratıcı endüstri örneği”, Beykoz Akademi Dergisi, 4(2): 20-42, 2016.
Dewleta Osmanî bi pêşengiya Osman Hemdî Beg û ekîba wî xwe hazir kir û beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Viyana 1873yan bûbû. “Elbîse-î Osmaniye” di vê çarçoveyê da albûmeke qedirgiran ya wêneyan e. (Library of Congress)

Wêneyên albûma “Elbîse-î Osmaniye” ya ku di çarçoveya Pêşangeha Nevdewletî ya Viyana 1873ê da hatine hazirkirin Pascal Sébahî girtibûn. Wêneyê yekemîn de jinên zewcandiyên kurd yên Palûyî, misilmanê Diyarbekirî û xirîstiyanê Diyarbekirî bi cilûbergên xwe yên tradîsyonel cih digirin. Wêneyê ya din jî bi dorê merên xirîstiyanê Diyarbekirî, misilmanê Diyarbekirî û kurd yên Palûyî cih digirin. (Library of Congress)

Miletên wekî Kurd, Yorûk, Tirkmen, Ermen û Sûryanan navên ciyawaz li “pûşî”yê kirine û bi kar tînin. Binavûdengiyeke cûda ya pûşiyên armûşî heye yên ku ji dezgehên tradîsyonel yên Diyarbekirê tên çêkirin. (Wêne: Adil Tekin, 1957, arşîva DÎTAVê)

Pûşî cûreyeke laçikê ye, parçeyeke girîng ya cilûbergên jin û mêran e. Pûşiya ku ji qumaşê armûşî yê sade yan jî qumaşê bidesen tê çêkirin, Kurd, Yorûk, Tirkmen, Ermen û Sûryan bi kar tînin. Li Enqereyê “poşuğ”, li Bedlîsê “poşî”, li Behra Reş “puşî” û li gel puşiyê “şar” jî tê bikaranîn.

Her çend mirove nekare tevnjenî û pûşîkariyê ji hev cûda bike jî, pûşîkarî ew zenaet e ku li Diyarbekir û derûdora wê, bi taybet keda Sûryaniyan û qismek ermeniyan tê da heye. Di gelek stranên herêmî da jî behsa wê tê kirin. Îro roj hem awayê hilberîna pûşiyê, qadên bikaranîna wê û maneya wê jî guheriye.

Çavkanî: Zahide İmer, “Diyarbakır’da ipekçilik ve dokumacılık”.

“Armûşkarî li Diyarbekirê gelekî berbelav bû. Piranî atolyeyên armûşê li başûrê Qesra Cemîl Paşa, taxeke bi navê “Sinek Pazarı” hebû, li ser kolana Dêra Meryem Anayê; hemî li wê derê bûn. Pênc şeş atolyeyên mezin hebûn. Herwiha, bo nimûne gava binemala Cemîl Paşa li sirgûnê bû, li beşeka Qesra Cemîl Paşa atolyeya armûş û pûşiyan hebûye. Heta bavê hunermend Yervant Bostanci, Yakûb (Hagop) -ku digotinê Keke Yako- serhoste bûye.

Cara dawî gava em li Diyarbekirê geriyan (Yervant Bostanci) behsê kiribû. Wekî Midirgiç (Margosyan) jixwe ew jî gedeyê Xançepekê ye. Ji atolyeyê “Sinek Pazarı”yê dengê şeqşeqê dihat, wekî newayeke şêrîn, hosteyan ev yek bi ahengekê pêk dianîn. Wan jî zewq jê werdigirt, wextê pûşî radiçandin pêkve stran û kilam digotin.

Li hindek malan, piranî li taxên Elî Paşa û Behram Paşayê qoze dihatin hilberandin, bêguman ji qozeyan dahatek bi dest diket. Pelên dara tûyê dianîn. Li Koşka Gaziyê, ji Deriyê Mêrdînê heta Pira Deherî du rêz darên tûyan hebûn. Li hemû baxçeyan jî darên tûyan hebûn. Pelên li wan deran dihatine birîn bo hilberînerên qozeyan dianîn û li bajêr difirotin wan.”

Ji xebata dîroka devkî ya li gel lêkolîner û rojnameger Mehmet Mercan ku di sala 1935an da li Taxa Elîpaşaya Diyarbekirê ji dayîk bûye

Piraniya atolyeyên ku qozeyên armûşê lê dihatin karkirin li derdora “Sinek Pazarı”yê bû. Li malan jî qozeyên armûşê dihatin karkirin. (Wêne: Arşîva Can Şakarer)
Piraniya atolyeyên ku qozeyên armûşê lê dihatin karkirin li derdora “Sinek Pazarı”yê bû. Li malan jî qozeyên armûşê dihatin karkirin. (Wêne: Arşîva Can Şakarer)
Yek ji palpiştên armûşkariyê jî pelên daran in ku kurmên armûşê xwe jê xwedî dikin. Di vê wêneya sala 1949an da li Baxçeyên Cînalî yên li Sûrê berhevkariya tûyan diyar dibe.
Yek ji palpiştên armûşkariyê jî pelên daran in ku kurmên armûşê xwe jê xwedî dikin. Di vê wêneya sala 1949an da li Baxçeyên Cînalî yên li Sûrê berhevkariya tûyan diyar dibe.

“Heta salên 1970yî, dikanên pûşiyên armûşî di navbera Deriyê Mêrdînê û Balikçilarbaşiyê da bûn, paşê ew jî wenda bûn. Çima wenda bûn? Hindek ji wan hoste û dikandarên Sûryan yên li wê derê mirin yan jî Diyarbekir terikandin. Jixwe gava darên tûyan xilas bûn, qozevanî jî xilas bû, pûşîkarî jî. Bo nimûne li Diyarbekirê Xana Qozeyan hebû. Postexaneya Balikçilarbaşiyê wekî borseya Qozeyan dihate bikaranîn. Li Urfakapiyê xana armûşê hebû. Armûşkar gava ji bo armûşê dihatin li wê xanê diman. Niha tune ye. Yanî armûşkarî hema bêje xilas. Berî çend salan min seh kir ku li hindek navçeyan bi wesîleya qaymeqamtiyan, bo nimûne di serî da Qulp, hewl didin ku armûşkariyê vejînin. Heke ser bikevin dê gelek baş be bêguman.”

Ji xebata dîroka devkî ya li gel lêkolîner û rojnameger Mehmet Mercan ku di sala 1935an da li Taxa Elîpaşaya Diyarbekirê ji dayîk bûye

Armûş girêdayî kurmên armûşê, kurmên armûşê jî girêdayî hebûna pelên tûyan in. Di serî da Qulp û li hindek navçeyên din, kêşeyên heyî yên hilberîna armûşê îro roj babeta tezên akademîk û projeyên zindîkirinê ne. Li seranserê Tirkiyeyê, Diyarbekir di hilberîna qozeyên ter de di rêza yekemîn da ye û daneyên îstatîstîkî li ber destan in, Di gel vê yekê navenda bajêr jî ji aliyê hilberînê ve zû de ye ku peywendiya xwe ji armûşê biriye. Peywendiya mezaxtinê jî wekî her derê bi rêya markayên mezin yên li holan (AVM) pêk tê.

Mehmet Atlı

Her çend Diyarbekir di rêza ewil ya hilberîna qozeyên ter de xuya bike jî, ev kar ji navenda bajêr dûr ketiye. (Wêne: Meral Özdemir, 2003)
Her çend Diyarbekir di rêza ewil ya hilberîna qozeyên ter de xuya bike jî, ev kar ji navenda bajêr dûr ketiye. (Wêne: Meral Özdemir, 2003)
Ji destpêka salên 2000î ve di çendîn biwaran da bi projeyên piştevaniya dewletê, hewla zindîkirina armûşkarî û tevnjeniyê tê dayîn. (Wêne: Meral Özdemir, 2003)
Ji destpêka salên 2000î ve di çendîn biwaran da bi projeyên piştevaniya dewletê, hewla zindîkirina armûşkarî û tevnjeniyê tê dayîn. (Wêne: Meral Özdemir, 2003)

Di sala 1930an da li Diyarbekirê ji aliyê Wezareta Çandiniyê Îstasyona Islahkirinê ya Kurmên Armûşê hate vekirin. Di salên 1970yî da, di serî da navenda bajêr ya Diyarbekirê, li navçeyên Farqîn, Lice, Qulp û Hezroyê beşeka mezin ya gihandina kurmên armûşê dihat kirin. Lê di dirêjahiya demê da li gel geşedanên aborî û siyasî û girêdayî van geşedanan koçberî, bûne sebeb ku hilberîn raweste.

Ji destpêka salên 2000î ve jî, qîmeta gihandina kurmên armûşa Diyarbekirê û tevnjeniya armûşê zêde bû. Bi hindek projeyên ku li Qulp û li gundên wê hatî sepandin, ji bo hilberîna pûşiyên tevna destan hindek atolye hatin vekirin ku bi taybet jin lê dixebitîn.

Çavkanî: İlkay Barıtcı, Cemal Adıgüzel û Murat Kanat, “Diyarbakır ilinde ipekböceği yetiştiriciliğinin genel durumu”, Dicle Üniversitesi Fen Bilimleri Enstitüsü Dergisi, 6(2): 77-82, 2017.

Werger: Ekrem Yıldız, Murat Bayram

ÇAVKANÎ

Aslı Özdoğan
• Alfaro Giner, C. (2012) “Textile from the Pre-Pottery Neolithic Site of Tell Halula (Euphrates Valley, Syria)”, Paléorient, 38(1-2): 41-54.
• Caneva, I., Davis, M., Marcollongo, B., Özdoğan, M. û Palmieri, A. M. (1993) “Geo-archaeology in the Northern Diyarbakır Region”, Essays on Anatolian Archaeology, Bull. of the Middle Eastern Culture Center in Japan, VII, (ed.) T. Mikasa, Harrassowitz, Wiesbaden: 161-168.
• Erim-Özdoğan, A. (2011) “Çayönü”, The Neolithic in Turkey: New Excavations & New Research, The Tigris Basin, (ed.) M. Özdoğan, N. Başgelen, P. Kuniholm, Archaeology & Art Publications, Stenbol: 185-269.
• Van Zeist, W. û de Roller G. J. (1994) “Plant Remains from Aceramic Çayönü, SE Turkey”, Palaeohistoria, 33/34 (1991/1992): 65-96.
• Vogelsang-Eastwood, G. (1993) The Çayönü Textile.

Uğur Bayraktar
• Buckingham, J. S. (1827) Travels in Mesopotamia Including a Journey from Aleppo to Bagdad by the Route of Beer, Orfah, Diarbekr, Mardin, & Mousul, Cîld 1, London.
• Pamuk, Ş. (2018) Uneven Centuries: Economic Development of Turkey since 1820, Princeton University Press, Princeton, NJ.
• Quataert, D. (1993) Ottoman Manufacturing in the Age of the Industrial Revolution, Cambridge University Press, Cambridge.
• Sami, Ş. (1891) “Diyarbekir”, Kamusu’l-A’lâm, Mihran Matbaası, Stenbol.
• Üngör, U. Ü. û Polatel, M. (2011) Confiscation and Destruction: The Young Turk Seizure of Armenian Property, Continuum, London.
• Yadırgı, V. (2017) The Political Economy of the Kurds of Turkey: From the Ottoman Empire to the Turkish Republic, Cambridge University Press, Cambridge.

 ÇÎROKA “DIYARÊ BAQIRÊ”
BEŞA BÊ
ÇÎROKA “DIYARÊ BAQIRÊ”