Lê Bigere
PÊŞANGEH
HEZRO: WARÊ ÇÎYA, XEBEROŞK Û DENGBÊJAN
HEZRO: WARÊ ÇÎYA,
XEBEROŞK Û DENGBÊJAN

Wekî her dera li herêmê, Hezro jî şop û zengînîyên cografîk yên wisa di xwe de dihewîne ku serdemên qedîm yên dîroka mirovahîyê nîşan dide. Hezro yek ji bajarokên biçûk yên Amedê ye. Berê bi ser Farqînê ve bûye û di sala 1954’an de bûye bajarok.

Ji bo nivîskar Muharrem Erbey, Hezro, ji hêlekê ve, bi tiştên ku ji zaroktîya xwe ve dane hev navnîşana gencîneyekê ye, ji hêla din ve jî, xebroşkên ku ji dapîra xwe guhdarî kirine, gotegot û kilamên ku li herêmê hatine gotin, jê re bûne kan û çavkanîyeke neşênber. Erbey, gava ji bo kesên ku Hezroyê nas nakin, vedibêje, şopên ku vê cografyayê di xwebûn û nivîskarîya wî de hêlane jî radiguhêzîne.

Hezro, nehîyeyek bi ser Farqînê ve bû û di sala 1954’an de bû bajarok. (Fotograf: Koleksîyona Şevket Beysanoğlu, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Hezro, nehîyeyek bi ser Farqînê ve bû û di sala 1954’an de bû bajarok. (Fotograf: Koleksîyona Şevket Beysanoğlu, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Hezro, yek ji çavkanîyan e ku nivîskarîya Muharrem Erbey jî best jê hilanîye. (Fotograf: Hilmi Akyol, 2010, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Hezro, yek ji çavkanîyan e ku nivîskarîya Muharrem Erbey jî best jê hilanîye. (Fotograf: Hilmi Akyol, 2010, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)

Ez ê hewlê bidim Hezroyê ji we re vebêjim; Hezroya ku di navbera çîyayên asê de ava bûye, bi xwezaya xwe ya rewşedar aramîyê dixe nava mirov û şûngeha xebroşkên Kurdî yên dapîra min Hezê ye û bûye sedema nivîsîna min.

Tiştên li ser Hezroyê şopên kûr hêlane di hewsala min de; kilamên kalê min yê dengbêj Hecî Salih in ku destê xwe yê çepê dibir ber kerika guhê xwe û kilamdigotin, çîrokên mîstîk yên di çêja Çîrokên Hezar û Yekşevî de ne ku wekî xebroşk jî tên zanîn û dapîra min li ber ronayîya çirayê ji min re vedigotin û wekî din jî, çîyayên bi heybet in ku ji dûrahîyan ve gazî we dikin.

Di zaroktîya min de, gava em ji navenda Amedê ber bi Hezroyê ve diçûn, em ji Başnîqê bi alî çepê ve dizivirîn ser rêya stabîl û em di deşteke rast de diçûn. Piştî ku em ji Dêrsil û Mêrenîyê derbas dibûn û di nav çîyayan re nêzî derbendê dibûn, me li alî çepê Kevirên Bûk û Zava didîtin ku li gorî efsaneyê wê berbûkê temsîl dike ku ji ber ku negihîştine avabûna rojê, ji nişkê ve, hema li wê derê bûne kevir. Gava me bi hestên dersjêgirtinê li wan dinihêrî, em di Derbenda Zuxurê re diketin nav warê xebroşkên mîstîk.

Li Hezroyê, mercên avhewaya bejayîyê li dar e û Çemê Zuxurê ku kanîya herî giring ya Hezroyê ye, li Zerguşê dizê, piştî ku li Bismilê tev li Çemê Dîjleyê dibe, heta bi Besrayê diçe.

Hema ku em diketin nav Derbenda Zuxurê, me berê xwe dida xwarê û mîna ku em hêdî têkevin nav kareya fîlmekê; me li darên hewrê yên hêşîn ku pelên wan li ber bê dikirin xişexiş, li darên meşe û merxê, li malên ji kelpîçê yên gundên ku li berpala çîyê û hema wisa li ser banên hev hatibûn avakirin, li zinarên asê û mezin, li gundê li çîyê ku axûrên ajelan lê bûn, dinihêrî.

Me bala xwe dida ser ker û hêstirên ku genim li wan hatibû barkirin û berê xwe dabûn aşên keviran ku li ser Çemê Zuxurê bûn, pê re jî, me berê xwe dida Zinarê Biler ku li alîyê rastê bû û pê re jî bala xwe dibir ser Zinarê Dîk ku li alîyê çepê bû. Gava me ber bi Hezroyê ve rê dikudand ku li quntara alîyê başûr yê Girê Habo cî dabû xwe û bi Ermenîkî jê re digotin Khaçerdum/Hacertum; pozê çîyayê li alîyê çepê û kavilên Keleha Tercîlê bi ber çavên me diketin, em dicefilîn.

Bajarok bi çîyayên xwe, bi kanî û avzêmên xwe ve di cografyayeke efsûnker de cî dide xwe. (Fotograf: Arşîva Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, 2014)
Bajarok bi çîyayên xwe, bi kanî û avzêmên xwe ve di cografyayeke efsûnker de cî dide xwe. (Fotograf: Arşîva Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, 2014)
Koçka malbata Budakan ku ji begên Hezroyê ne. (Fotograf: Gültekin Tetik, 2013, Arşîva Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê)
Koçka malbata Budakan ku ji begên Hezroyê ne. (Fotograf: Gültekin Tetik, 2013, Arşîva Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê)

Gava em digihîştin Hezroyê, em ji kuçeyên ku li erdê wan kevir hatibûn raxistin dimeşîyan, di ber koçkên mezin yên begên Hezroyê re derbas dibûn û em digihîştina mala kalê min Hecî Salih ya duteweqî û ji kevir lêkirî.

Ji heman kuçeya erdê wê kevilêraxistî, diçûn ber Mizgefta Taxa Baxçê. Me li wê derê, li wê dera ku jê re digotin, ser sergo, lîstik dilîstin. Ez derbejêr diçûm cîyê ku Kevirê Henît (Kevirê Sor) lê hebûn û di ber Kaniya Mesîlkê re derbas dibûm ku jinên Hezroyê li wir bi roj berav dikirin, xwe dişûştin û dihat gotin, bi şevan jî cin û perî tên li wir xwe dişûn, Di pey re jî, bi tirsekê û bi bazdan min goristan û qada futbolê li pey xwe dihêla û ez digihîştim ser kanîya Çemê Zerguşê ku baxçên Meta min Gulo jî lê bûn û min xwe diavêt nav ava tezî.

Di salên pêşî yên sedsala 20’î de, li Hezroyê, Ermenî û Kurd bi hev re dijîyan û bi zenaetên wekî tevndarî û bi rezvanî û bi bazirganîyê ve mijûl dibûn. Li Hezroyê, di salên pêşî yên 1900’î de, li sî gundan Ermen hebûn û mezintirê wan gundan Agrak, Başnêq, Dêrsil, Hodnov, Cirnox, Silêman û Kufercîn bûn û zenaetkar û bi taybetî jî tevndarên wan gundan nav û deng li xwe belav kiribû.

Li Hezroyê, kanên keviran û kanên rejîyê hebûn ku bi salên dûrûdirêj hewcetîya ardû û sotemenîya herêmê qedandine ku heta van salên dawîyê jî hin ji wan likar bûn. Roja îro, li alî deştê çandinî, cotkarî, li alî çîyê jî, rezvanî, ajelkarî û di navenda bajarokê de jî, bazirganîya biçûk û tevndarî tê kirin. Genim, ceh, nok, nîsk, titûn û pembû tên çandin û danîn. Wekî din jî, li derdora bajarokê kanên petrol, mermera pembe, lînyît, hesin û kukurtê hene.

Bi armanca ku karê tevndarîyê ya ku ji Ermenan maye were geşkirin, li Hezroyê ji sala 1988’an û bi vir ve ye, di 66 tevnan de ku bi piştgirîya Sumerbankê hatine danîn, gelek kursîyer xalîyên Herekeyê radiçînin. Roja îro, hilberandina di du kargehan de, ji alî berdarî û kalîteyê ve, di nava bajarokên Amedê de, di du rêzên pêşîyê de ne; xalîyên ku tên raçandin bo derveyî welêt tên hinartin.

Tevndarî, li herêmê, zenaetek e ku jin tê de pir bi huner in. (Fotograf: Mehmet Mercan, salên 1908’yî, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Tevndarî, li herêmê, zenaetek e ku jin tê de pir bi huner in. (Fotograf: Mehmet Mercan, salên 1908’yî, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Li bajarokê, çend koçkên begên Hezroyê hene ku hin jê kavil in. Ya di fotografê de xuya dike, Koçka Faris Beg e. (Arşîva Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, 2014)
Li bajarokê, çend koçkên begên Hezroyê hene ku hin jê kavil in. Ya di fotografê de xuya dike, Koçka Faris Beg e. (Arşîva Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, 2014)

Mîmarîya Hezroyê, bi gelemperî, ji malên duteweqî û kagirî pêk tê. Serban bi giştî axî ne; teweqa yekem axûr, daşir, serşo, kîlêr e; teweqa duyem jî qada lêjîyînê ye. Dîwarên malan, ji kevirên zer (kalker) yên li herêmê û arîkên wan jî bi giştî ji darên hewrê tên çêkirin.

Li menzela rûniştinê, kuçik (tifik) hebûn ku tim agir tê de pê diketin û em havîn û zivistan di şevbihêrkan de li ber rûdiniştin û me bastêq, kesme, hêjîrê hişkkirî û mewîj dixwarin. Ji hêlekê ve jî, hevîrên nan, yên bi ardên ji aş hatî hatibûn çêkirin, li tendûrê dihatin lêxistin.

Hê jî, li Hezroyê, li çend taxan, malên kevirîn yên duteweqî û çend koçkên mezin yên begên Hezroyê hene ku di wexta xwe de Atatürk jî hatiye lê maye; koçkên mayî, li ber kavilbûnê ne û li benda restorekirinê ne.

Deh aşên kevir hebûn li ber Çemê Zerguşê. Kesên ku li kerê xwe siwar dibûn û dihatin, li bin darên derdorê bêhna xwe didan.
Deh aşên kevir hebûn li ber Çemê Zerguşê. Kesên ku li kerê xwe siwar dibûn û dihatin, li bin darên derdorê bêhna xwe didan.

Wextekî, li ber Çemê Zerguşê, deh aşên kevirî hebûn. Kesên ku li kerê xwe siwar dibûn û ji gund û bajarokên derdorê dihatin, barê xwe lê datanîn, li bin daran xwe dirêj dikirin û radizan.

Di wan deman de, ji ber ku ker; hem ji bo barhilgirî hem jî ji bo lêsiwarbûnê dihatin bikaranîn, gelek biha û bi qîmet bûn. Piştî demekê, ji ber ku kerên kesên ku dihatin ser aş, winda dibûn, ‘kerdizî’ bû navlêka Hezroyîyan. Hê jî, gava hevnasîna me bi kesan re çêdibe û em dibêjin, ‘ez ji Hezroyê me’, yê li hember, bi keneke tinazî dibêje, “Ha tu jî kerdiz î” û em jî bi bişirîn serê xwe dihejînin.

Di dema Asûrîyan de navê Hezroyê Hataro bû. Paşê wekî Hacra, Hizro, Khazrû, Hazrav hat bilêvkirin. 72 km bakurê rojhilata bajarê Ermenistana Rojavayê, Dîkranagerdê (Amîd), navê Hazravê, ku derdorên wê rez in û ava tezî ji kanîyên wê tên, di fermana dînî ya Manastira Yexirdût Hovhannes yê Surp (Ezîz) de derbas dibe. Ji ber ku di Ermenîkîya klasîk de, dengê “o”yê, wekî “av” tê nivîsîn, Hazrav, wekî Hazro tê xwendin.

Li Hezroyê, cînişîna pêşî diçe heta demên berî dîrokê. Li başûrê bajarokê, li çîyayê Bîlerê, şikeftên ku di zinaran de hatine qewartin, dikarin wekî cînişînên wan serdeman mayî werin hesibandin.

Li Hezroyê, bermayîyên kelehên Tercîl, Eyndar û Mîhranîyê heta roja îro jî mane. Keleha ku li rojavaya Hezroyê û li ser girêkî bilind e û navê wê yê pêşî Hataro ye û paşê navê Tercîl lê hatiye kirin, tê texmînkirin ku di dema Asûrîyan de hatiye çêkirin. Keleha Tercîlê ji serdemên pêşî û bi vir ve ye, bûye warê birêvebirinê yên Persan, Qralîya Makedonîyan, Selevkosîyan, Romayîyan, Bîzansîyan, Selçûkîyan û Osmanîyan.

Gava di sala 1515’an de, derdora Amedê tev li Dewleta Osmanîyan dibe, Hezro yek ji 24 senceqan bû ku di nava vê eyaletê de cî digirt. Roja îro, 7 taxên Hezroyê, 24 gundê wê û 37 gundikên wê hene.

Kelehên Tercîl, Eyndar û Mîhranî, her çend pir zêde kavil bûbin jî, bi hin beşên xwe ve heta roja îro mane. Ev fotograf ji keleha Tercîlê ye. (DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Kelehên Tercîl, Eyndar û Mîhranî, her çend pir zêde kavil bûbin jî, bi hin beşên xwe ve heta roja îro mane. Ev fotograf ji keleha Tercîlê ye. (DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)

Gava tê gotin begên Hezroyê, mebest ajara begên Tercîlê ne. Yek ji begtîyên ku ji eşîra Zirkî ya Kurdan tê Tercîl (Tircil) e. Birêvebirina Kurdan ya li herêmê, ji sedsala 16’an dest pê dike heta bi sedsala 19’an didome.

Yek ji çavkanîyên giring yên dîroka Kurdî Şerefname ye ku tê de behsa Zirkîyan tê kirin:

“A rast, jêderka Zirkîyan Tercîl û Eyntaq e.1 (…) Seyyîd Hesenê hikumdarê yekem yê Zirkanê ye (…) Piştî ku ji welatê Şamê tê Wîlayeta Mêrdînê, di nehîyeya Eyntaqê de bi cî bû û bi perestin, dîndarî û bîrûbawerîyê re eleqedar bû (…) Li gorî gotegotekê, ji ber ku çavşîn bûye, li gorî gotegoteke din jî ji ber ku her tim cilê şîn li xwe kiriye navê “Şêx Hesenê Ezraqî” lê kirine.2 Ev hemû, wê gava ku Emîr Artuk bîn Ekseb, fermandarê mezin yê Selçûkîyan li ser navê Siltanê Selçûkîyan hikumeta Amed, Mêrdîn, Harpêt, Micingerd û Heskîfê bi rê ve dibir, diqewimîn.

Keçeke pir xweşik û pir jîr ya vî begî hebû. Keçikê dil berdabû û evîna wê hatibû asta dînbûnê; hekîmên pispor û nojdar ji bo tedawîya vê keçikê bêzar mabûn. Rewşa keçikê her roja ku diçû xerabtir dibû. Di vê rewşê de, tekane rê û çare ya li ber Emîr Artuk ew bû ku gazî Şêx Hesenê Zeraqî bike û jê bixwaze, bila duayan li Xwedê bike da ku şîfa xêrê bişîne keça wî. Şêx dest pê kir, hin dua bi ser avê de xwendin, paşê ew av bi ser serê keçika nexweş de ro kir. Xwedê teala jî, bi hîmmeta vî Şêxê paqij, şîfa xêrê gihand keçikê. Li ser vê yekê, Emîr xwest keça xwe li ser Şêx mar bike; piştî ku Şêx ev daxwaz red kir, keçika xwe bi kurê Şêx, bi Hesen re zewicand; paşê jî hikumdarîya nehîyeya Tercîlê spart wî.”

Di Seyahatnameya Ewlîya Çelebî de jî behs dike û dibêje; wezîrekî Osmanîyan, ji Keleha Tercîlê, bi “tuğra-yı garrâ”yê fermaneke padîşahî derdixîne û dixwaze bila ji bo tamîrkirina Keleha Wanê, serdergevanekî bişîne Wanê.

¹ Tercîl li Hezroyê kelehek e, Eyntaq jî li Licê kelehek e.
² Ezrak: Rengê esmanî, şîn.
Kavilên Manastira Surp Tovmas, roja îro, di nav sînorên gundê Tercîlê de ye. (Fotograf: Arşîva Weqfa Hrant Dink)
Kavilên Manastira Surp Tovmas, roja îro, di nav sînorên gundê Tercîlê de ye. (Fotograf: Arşîva Weqfa Hrant Dink)

Gava ez zarok bûm, carek du caran ji hiş ve çûbûm. Dêya min Fatma û dapîra min Hezê, ji bo ku sedema wê bizanibin, ez biribûm Keleha Tercîlê. Em li ser pişta keran ji çîyayê asê hilkişîyabûn û em ketibûn nav manastira kavil ya di nava kelehê de. Dêya min, mînderek danîbû erdê û gotibû, heke ez serê xwe daynim ser balîfa bi sîmên zer, wê kalekî porspî were û wê di xewna min de bi min re biaxive û ew ê rêya şîfa xêrê nîşanî min bide. Wê rojê, di germa havînê de, li wê keşîşxaneya kavilbûyî ku her dera wê vekirî bû û ronî bû, min çavên xwe girtibûn, lê qet xewa min nehatibû û ez ranezabûm. Em vegerîyabûn malê.

Mizgefta Mezin ku li ser girekî hatiye avakirin, ji ber tamîrkirin û lêzêdekirinan ji halê xwe yê resen û ji taybetîyên xwe yên karakterîstîk ketiye. Kalê min Hecî Salih, di mehên Remezanê de, gava wexta fitarîyê dihat, tifinga xwe dida ser milê xwe, diçû ber Mizgefta Mezin, tifinga xwe bi jor ve diteqand û li hemû bajarokê dida zanîn ku wexta fitirînê hatiye.

Ji ber ku kîtabeya wê tune ye, ne kifş e ka ev mizgeft ji alî kê ve û kîngê hatiye çêkirin. Di hin çavkanîyan de, di sedsala 13’an de, di hin çavkanîyan de jî ji ber ku mîna mîmarîya Osmanîyan e, tê gotin, di sedsalên 16’an an jî 17’an de hatiye avakirin.

Mîmarîya mizgeftê li ser pîlana çargoşeyê ye û ji kevirê birandî hatiye lêkirin. Derîyê ketinê û mîhrab, bi nexş û nimûşên geometrîk, bi karkerîyeke balkêş hatine nîgarkirin ku çavê mirovan didelîne. Li hêla pêşîyê ku duteweqî ye, kevirên resen lê hatine raxistin.

Mizgefta Mezin ku xweşikî nayê zanîn ka kîngê hatiye çêkirin, di nav salan de ji ber tamîrkirin û lêzêdekirinan ji halê xwe yê resen ketiye. (Fotograf: DİFAK, 2015, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Mizgefta Mezin ku xweşikî nayê zanîn ka kîngê hatiye çêkirin, di nav salan de ji ber tamîrkirin û lêzêdekirinan ji halê xwe yê resen ketiye. (Fotograf: DİFAK, 2015, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê)
Di salên destpêkê yên sedsala 20’î de, di 30 gundan û nêzikî 400 xaneyan de Ermenî dijîyan. Kavilê di fotografê de, yê Dêra Surp Asdvadzadzînê ye ku li gundê Ayn Berîkê ye. (Arşîva Weqfa Hrant Dink)
Di salên destpêkê yên sedsala 20’î de, di 30 gundan û nêzikî 400 xaneyan de Ermenî dijîyan. Kavilê di fotografê de, yê Dêra Surp Asdvadzadzînê ye ku li gundê Ayn Berîkê ye. (Arşîva Weqfa Hrant Dink)

Berîya sala 1915’an, li navenda Hezroyê du dêrên Ermenan û fêrgeheke Ermenîyan ya bi 50 xwendekarî hebû. Dêra Surp Şimavon di sala 1851’ê de, Dêra Surp Asdvadzadzîn jî di sala 1849’an de hatibû avakirin. Ji van avahîyan tu yek jê nema ji roja îro re. Gelek avahîyên wekî Manastira Surp Tovmas ku di sala 1704’an de li gundê Tercîlê hatibû avakirin û Dêra Surp Asdvadzadzîn ku di sala 1853’yan de li gundê Ayn Berîk (Aynaprîg, Ayndav) hatibû avakirin, di salên destpêka sedsala 20’î de yên wan Ermenîyan bû ku bi 400 xaneyan di 30 gundên li vê herêmê de dijîyan. Di gava qirkirinên Ermenîyan yên di navbera salên 1895-96’an de, Hezro û gundên li derdora wê hatin talankirin. Di sala 1915’an de, Ermenîyên li Newala Xaço (Mekaba Xaço) û li Şikefta Dibûrî bi temamî ji navê hatin windakirin.

Ji Keleha Mêrenîyê heta roja îro, pir hindik şop mane. Li gorî gotegotan, tirba Şêx Hesenê Zeraqî li gundê Mêrenîyê ye. Ji demên pir berê ve ye tê bawerkirin ku kîjan nexweş sê pêncşeman ser hev were ser vê tirbê ew ê bigihîje şîfayê. Li gorî vê kevneşopa ku hê jî didome, gava kesek ku ji ajara şêx e, bi Şimikê (şimak ku wekî pîroz tê qebûlkirin) an jî bi destê xwe pişta nexweş bipelîne, ew ê sax bibe. Ji bilî ziyareta Mêrenîyê, ziyaretên Şahabuddîn û Şapûr, Şêx Zeydîn û Şêx Fexrî jî ji alî gelek kesan ve tên ziyaretkirin.

Şikefta Qeblê, ku li quntara Keleha Tercîlê ye ku pir nêzî navenda Hezroyê ye, ew qas mezin e ku hema bêje hemû Hezro tê de bi cî bibin. Newala Kûrê ku li jêra Ayn Berîkê ye ku yek ji taxên navendî yên Hezroyê ye, deşteke hêşîn e ku hinekî bi meyl e û zad lê tê çandin. Ji bo her du cîyan jî, der heqê Ermenên ku di sala 1915’an de hatine qirkirin, çîrok tên vegotin.

Tirba Şêx Hesenê Zeraqî ku tê bawerkirin ku kîjan nexweş sê pêncşeman were li ser vê tirbê, ew ê bigihîje şîfayê. (Fotograf: Nizameddin Pirinççioğlu)
Tirba Şêx Hesenê Zeraqî ku tê bawerkirin ku kîjan nexweş sê pêncşeman were li ser vê tirbê, ew ê bigihîje şîfayê. (Fotograf: Nizameddin Pirinççioğlu)
Gelîyê Godernê, digel bîyocuretîya xwe, ji ber înşaata Silvan Barajı (Bendava Farqînê) ketiye ber rîskekê. Ya di fotografê de tê dîtin jî Pira Godernê ye. (Fotograf: Nizameddin Pirinççioğlu)
Gelîyê Godernê, digel bîyocuretîya xwe, ji ber înşaata Silvan Barajı (Bendava Farqînê) ketiye ber rîskekê. Ya di fotografê de tê dîtin jî Pira Godernê ye. (Fotograf: Nizameddin Pirinççioğlu)

Keleha Ayn Darê, ji bo bicîanîna ewlekarîya rêya ku ji Amîda kevn dest pê dike, di ser Tercîl û Darhênê re digihîje Çewlikê û di ser wê re jî berê xwe dide Erzeromê û bi rotaya karwanan re dibe yek, li ser girekî ku hemû deştê dibîne û di qadeke zinarîn de hatiye avakirin. Di nava kelehê de sarinc, gorên zinarîn ya kotelî û tunelên veşartî hene û dîroka wê diçe heta sal 3000’ê B.Z.’ê. Di Kelehê de şopên Asûr û Akadîyan hatin kifşkirin û di sala 2011’an de, bi navê “Gorên Zinarîn ya Kela ya Dîrokî” hat tescîlkirin û statuya qada sîtê ya di dereceya yekem de bo wê hat dayîn.

Gelîyê Godernê, bi bîyocureyîya xwe û bi borîroja xwe ya ku diçe heta bi Serdema Neolîtîk, wekî bîra jîndar ya li herêmê ye. Lê belê, ji ber Silvan Barajı (Bendava Farqînê) ku hatiye pîlankirin, li gelî, dar tên jêkirin û xebatên ku bi dînamîtan tên kirin, xisarê digihîne xwezayê. Ji ber ku piştî bendav biqede wê beşek ji gelîyê di bin avê de bimîne, divê mirov vê mîrateya mirovahîyê ya rewşedar û niwaze biparêze.

Hezro bi kilamên xwe ve û bi stranên xwe ve jî tê nasîn ku ji hêlekê ve nimandina çanda devkî jî dikin.

Li gorî hinekan, di kilaman de, qewameke rûdayî, bi tevî êşa wê û bi dengekî keserdar û cegersotî tê vegotin û li çîyayan tê libakirin. Dengbêjî qîrîna serhildanê, ya dildarîyê ye. Di navbera çîyayan û kevneşopîyê de, hevgirêdaneke nepen ya binavnekirî heye. Dengbêjî, qîrîna wan mirovan e ku dixwazin bi dengê xwe ji çîyayan rabihurin û ji ber ku nekarîye ji çîyê rabihure, îcar gazî wî dike bo lihevkirinê. Feqî Silêman, ehmedê Bêsikê, Emînê Hecî Tahar, Dengbêj Arif, Seyfedînê Kufercînê hin ji dengbêjên Hezroyê ne.

Strana bi navê Lê Dîlberê ya Ehmedê Bêsikê ku dengbêjê navdar yê Hezroyî ye, piştî ku jina ku jê hez dike didin mêrekî din, ji alî hezkirê jinikê ve bi dilêşî hatiye gotin: “Lê lê gewrê bedla şeveqê li imin zelal bû. Ez ê bala xwe didimê xelqa min a delal xwe da deve eywane, belek pişta xwe da usûnê, lê wî lê lê.

Nivîs: Muharrem Erbey
Werger: Dilawer Zeraq

Fotografa bergê: Hezro, Koleksîyona Şevket Beysanoğlu, DKVD Arşîva Bajêr ya Amedê

 

ÇAVKANÎ

• “Ayn Dar Kalesi’nin gizli geçidi”, Norm Haber, 2023.
• Beysanoğlu, Ş. (2003) Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
• Bozan, O., Ertekin, A. û Yaz, A. (ed.) (2024) Antikçağ’dan Günümüze Medeniyetler Kavşağında Hazro, Çizgi Kitabevi.
• Evliya Çelebi (1998) Seyahatname, Yapı Kredi Yayınları.
Web sîteya Qeymeqamîya Hezroyê, 2024.
• Qeymeqamîya Hezroyê (1998) Zuğur’un Ötesi: Hazro.
• Helimoğlu Yavuz, M. (2018) Diyarbakır Efsaneleri, Kaynak Yayınları.
• İzgörer, A. Z. (ed.), (1999) Diyarbakır Salnâmeleri, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
• Muhammed Emin Zeki Beg (2014) Kürtler ve Kürdistan Tarihi, Weşanxane Nûbihar.
• Pekol, F. (2017) Zirki Beylikleri ve Beyleri Tarihi, Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Dîrokê.
• Sadak, C. û Akyol, H. (ed.), (2007) Antolojiya Dengbêjan / Dengbêj Antolojisi, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
• Şerefxan (1990) Şerefname: Kürt Tarihi, (wergêr) M. Emin Bozarslan, Hasat Yayınları.
• Tîgrîs, A. û Çakar, Y. (2012) Amed: Erdnîgarî, Dîrok, Çand, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Türkiye Kültür Varlıkları Haritası, Hrant Dink Vakfı, 2024.

GEREKE LI ERXENÎYÊ YA JI JOR DE
BEŞA BÊ
GEREKE LI ERXENÎYÊ YA JI JOR DE