Lê Bigere
PÊŞANGEH
BAJARÊ HEBÛNÊ: MEYA FARQÎN
BAJARÊ HEBÛNÊ: MEYA FARQÎN

Mirov dikare ji bo gelek herêmên Amedê behsa wan bike û beje, “malxweyîtî li gelek çand û şarezayîyan kiriye”, Farqîn jî, yek ji wan bajarokan e ku ev malxweyîtî lê tê.

Farqîn bajarokek e ku dîroka wê ya ku digihîje dema Babîl, Asûr û Persan, pêşî bi şopên Romayîyan, paşê jî bi şopên Bîzansîyan dide der û di pey Îslamê re jî, em bermayîyên zengîn yên çandî û mîmarî yên ji Merwanîyan, Eyûbîyan, ji Artukluyan û ji Osmanîyan mayî dibînin tê de. Farqîn, salên dûrûdirêj bûye serbajara Merwanîyan, bûye yek ji navenda çandê ya Serdema Navîn û bi rola warekî çaterêyî yê Rêya Hervîşmê rabûye û wekî dîroka xwe jî, di her şarezayîyê de wekî bajarekî girîng bi pêş de hatiye. Farqîn, ew war û cografya ye ku Dastana Zembîlfiroş lê qewimîye ku yek ji çavkanîya herî girîng ya wêjeya Kurdî ye.

Farqîna ku îro roj yek ji bajarokên şênîpir yên Amedê ye, cîrana bajarokên wekî Hezro, Licî û Pasûrê ye. Dilawer Zeraq ku li ser zimanê Kurdî xebatan dike û digel wê jî berhemên wêjeyî yên wekî çîrok û romanan jî dinivîse, Meya Farqîna xwe vedibêje.1 Ev geşûgereke wisa ya helbestîyane ye ku tê de zaroktîya wî û dîroka cografyayê digihîjin hev.

 

¹ Di vê nivîsê de, navê Silvan ya bi Tirkî, wê bi navê xwe yê Kurdî wekî Meya Farqîn were bilêvkirin.
Farqîna ku îro roj, yek ji bajarên herî şênîpir yên Amedê ye, di Serdema Navîn de, yek ji navendên girîng û herî çalak bû. (Fotograf: Şevket Beysanoğlu, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Farqîna ku îro roj, yek ji bajarên herî şênîpir yên Amedê ye, di Serdema Navîn de, yek ji navendên girîng û herî çalak bû. (Fotograf: Şevket Beysanoğlu, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Meya Farqîn; wekî sedemekê, wekî hîmekê, wekî çavkanîyekê, wekî çandekê û wekî dîrokekê nîşnaneyeke hebûnê ye ku li rojhilata Amedê ava bûye. Û bajarek e ku dîroka xwe daye ser pişta xwe û bi xwe re veguhêzandiye heta roja îroyîn.

Farqîna ku ez ê di vê nivîsarê de behs jê bikim, digel ku war û bajarekî hebûnê ye, di heman demê de, di dîrok û demjîyana min a kesane de jî cîyekî xwe yê girîng heye.

Yek ji avanîyên dîrokî ku bi Farqîn re bûye yek, Pira Malabadê ye. (Fotograf: Muvaffak Uyanık, 1954, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Yek ji avanîyên dîrokî ku bi Farqîn re bûye yek, Pira Malabadê ye. (Fotograf: Muvaffak Uyanık, 1954, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Gertrude Bell di sala 1909an de fotografa Derîyê Qulfayê girtiye. (Zanîngeha Newcastle, Arşîva Gertrude Bell)
Gertrude Bell di sala 1909an de fotografa Derîyê Qulfayê girtiye. (Zanîngeha Newcastle, Arşîva Gertrude Bell)

Farqîn, wekî şûngeheke fizîkî û wekî şûneke cografîk, ji alî bakur ve, pişta xwe daye Çîyayên Elbatê û li ser erdeke ku ji sê alîyan ve bi sûran ve dorgirtî ye hatiye avakirin. Sûrên ku dor li Farqînê girtine, bi rêbaza tijekirin û heşandinê hatine avakirin ku di dîrokê de bêmînak û bêhevta ne. Û bi tevî ku roja îroyîn şûna wan derîyan mayî ye jî, tenê Derîyê Qulfayê (an jî Derîyê Rojhilatê) bi awayê xwe yê dîrokî maye.

Çi gava mirov ji alî Amedê ve û di ser rêya kevn re dikeve nav sînorên Farqînê û ji nav Baxçeyên Ziraetê, ya ku di dîroka devkî de tê gotin, -“di wexta xwe de, darên her cure kulîlk û mêwe tê de hebûye”- nêzikî li Farqînê dibe û ji paleke meyltûj derbejor dibe, mînyatûreke Birca Keçikan derdikeve pêşberî mirov.

Semboleke semyanîyê ye ev birca hanê ji bo Farqînê. Her wiha, ji bo min jî yek ji wan sedema pêhisîna mirêsdarîyê ye û pê re jî ya metelmayînê ye; metelmana zarokane, ya ku piştî mezinbûnê jî winda nabe.

Zarok bûm. Heft heşt salî. Em bi der û cîran û bi malîyên apên xwe re, ji bo pîrozkirina Serê Gulanê (roja 14ê Gulanê) çûbûn Baxçê Ziraetê. Mala me li serê Sûrê bû û nêzî Derîyê Sereke bû lê em di wî Derîyê Baxçê re çûbûn baxçê, nav daran. Lê di vegerê de, dêya min wan, ji bo çûna malê, berê xwe dabû Derîyê Sereke û em di ber nexweşxaneyê re ji palê derbejor dimeşîyan. Gava jinapa min, bi nîşandana destê xwe, gotibû, “Li ser birca mala qeymeqam nivis nivisîne” min xwe ji kêfxweşîya xwe ya geşt û çixarîyê dabû alî û berê xwe dabû bi alîyê ku jinapa min nîşan dida. Belê, nivîsek hebû li ser dîwarê verêvî, yanî nîvgilover. Lê mala qeymeqam çi bû. Qeymeqam çi bû, kî bû. Min nedizanî. Wê hingê li ser pirsa min a “qeymeqam çi ye”, bersiva, “mezinê dewletê” li min vegerîyabû. Lê ez pir paşê, piştî ku mezin dibûm û di jîyanê de dipijîyam, têdigihîştim ku “mala qeymeqam” ew heyîna fizîkî bû ku li ser erda birca tijekirî, mîna ku di nav bîr û hafizeya dîrokî ya Farqînê de were dericandin, hatibû avakirin.

Serê Gulanê / Destpêka Biharê

Serê Gulanê (Destpêka Biharê), geşbûna xwezayê, di gera dîrokê de, ji alî gelek civakan ve bi cejn û şahîyan tê pîrozkirin. Serê Gulanê, li Farqînê ew şahî ye ku bûye kevneşop. Tevî ku nayê zanîn ka serê pêşî kîngê û ji alî kê ve hatiye pîrozkirin jî, dîtin û ramanek heye ku jêderka vê cejnê digihîjîne heta bi serdema Merwanîyan. Dîtineke din jî heye, tevî ku dîrokekê destnîşan nake jî, dibêje; piştî xelayeke (hişkesalîyeke) mezin bihareke geş hatiye û ev cejn hatiye pîrozkirin.

Heke em hinekî din jî di dîrokê de bi paş de biçin, em dibînin; di jîyana wan civakan de ku li ser çandinîyê rabûne, bi taybetî ji bo demeke berhilanînê ya bi baran, mişetî û xêrzer û ji xela û nexweşîyan dûr, çêkirina şahî û cejnan; jêderka hemûyan jî digihîje heta bi serdema antîk. Şahîyên Xidrelezê; ya wisa tê zanîn jêderka wê Mezopotamya û Anatolya ye û di 6ê Gulanê de tê pîrozkirin, ji heman jêderkê ye. Serê Gulanê jî, kevneşopek e ku gelê Farqînê wê dikudîne.

Cejna ku li gorî salnameya Mîladî rastî 14ê Gulanê tê, li qadên çixarîyê (pîknîkê), li ber av û kanîyan û rojawext tê pîrozkirin. Amadekarîyên xwarinê yên ji bo vê roja ku malbatan, der û cîranan, nas û nenas, hemû Farqînîyan tîne cem hev, pir ji berê de dest pê dikin. Her wiha, çalakîyên wekî strangotin û govendgerandin jî di şahî û pîrozkirina cejnê de cî digirin.

Çavkanî: Fatma Durma, “Farqîn: Bi Cejn, Bîrûbawerî û Efsaneyên xwe ve”, Farqîn: Bajarê Siltanan: Perwerdehî-Çand-Şarezayî, Weşanên Sonçağ Akademi, 2021, r, 305-313.
Serê Gulanê (Destpêka Biharê), şahîyeke wisa ye ku jêderk û destpêka wê diçe digihîje kevneşopîyên qedîm yên Mezopotamyayê û Anatolyayê. Di sala 1915an de, şahîya pîrozkirina Serê Gulanê (Destpêka Biharê) ku her sal di 14ê Gulanê de şênîyên Farqînê tîne cem hev, bi vî rengî hatiye girtin. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Serê Gulanê (Destpêka Biharê), şahîyeke wisa ye ku jêderk û destpêka wê diçe digihîje kevneşopîyên qedîm yên Mezopotamyayê û Anatolyayê. Di sala 1915an de, şahîya pîrozkirina Serê Gulanê (Destpêka Biharê) ku her sal di 14ê Gulanê de şênîyên Farqînê tîne cem hev, bi vî rengî hatiye girtin. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Koçka Sevdîn Paşa ku bi hûrnexşîya xwe ya di mîmarîyê de, bi pêş de tê, wekî Fêrgeha Seretayî ya Gazîyê bû parçeyekî girîng yê jîyana li Farqînê. (Fotograf: Şevket Beysanoğlu, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Koçka Sevdîn Paşa ku bi hûrnexşîya xwe ya di mîmarîyê de, bi pêş de tê, wekî Fêrgeha Seretayî ya Gazîyê bû parçeyekî girîng yê jîyana li Farqînê. (Fotograf: Şevket Beysanoğlu, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Ji bo ku mirov karibe çêtir têbigihîje ka Farqîn, gava Meya Farqîn bû, dî asteke çawa de nimandina bajarîbûn û şarezatîya avahîsazîyê dikir, divê mirov berê xwe bide bi alî Mala Elî Axa û û Koçka Sevdîn Paşa. Her du avahîyan û avahîyên dîtir ên bi wan ve, mîna sembol û nîşaneyên mirêsdarîya serdemekê û serdestîyekê, bi ewrengîya xwe bi pêş de tên.

Gava ez leqayî vê ewrengîyê hatim, min cara pêşî Koçka Sevdîn Paşa dît. Ew koçka ku bi karkerî û hostatîyeke taybet û têr ked hatibû avakirin û di wexta xwe de bûbû yek ji nîşane û sembola serwerî û serdestîyê, ya xweserî xwe; û êdî nav lê bûbû Gazî İlk Okulu û mîna dibistaneke seretayî xizmetî farqînîyan dikir. Gava roja pêşî min li wir dest bi xwendinê kiribû, teht û kevirên wê yên ku rengê wan zerên bi spî ve bûn, bêhna xwe ya ji bîr û hafizeya xwe  dayî hev, fûrandibû rûyê min. Ew bêhn, bi mawey salên dûr û dirêj di canê min gerîyabû û li ber pozê min fûrîyabû. Herçî jibîrkirin e; ne gengaz bû ku bêhna wan teht û keviran, bi xwendina dîrokeke çêkirî, ji ber pozê min biçûya. Helbet ez bêhna wê dikim, hê jî, heta ku bîr û hafizeya min ne tenê teht û kevir bin; lê gava behs û dabaş şarezayîyek be ku bêhna xwe di nav keviran de bi cî kiriye û nexş û nigarên xwe li ser wan çêkiriye, êdî bêhn; ya rengvedana hebûnê ye.

Helbet ne tenê Mala Elî Axa û Koçka Sevdîn Paşa. Çi gava mirov berê xwe bi Taxa Kurmancan ve dike, mirov tûmikeke bilind dibîne û Kela Mala Mîran ya li ser tûmikeke rengçîya avakirî, wisa ji jor ve û bi semyan û heybet, mîna ku bêje, “Serwerî û serdestîya min, ji Merwanîyan bi vir ve ye, her li ser dîtin, sehitîkirin, hayjêhebûn, zanîn û famkirinê ye” dûr û kûr li bajêr û li çarmedora Farqînê dinihêre. Û gava mirov ji kuçeya Taxa Kurmancan dibihure û derdikeve wî serîyê din yê kuçeyê, ji alîyê rastê ve û hinekî derbejêr, Mizgefta Selahedînê Eyûbî (Camîya Ecem) derdikeve pêş mirov. Mirêsdarîya mizgeftê, nexş û nîgarên li ser kevir û tehtên wê çêkirî, awa û teşeya avahîsazîya wê, serdema Romayîyan û keda Merwanîyan tîne ber çavê mirov û bivê nevê mirov dîsa ji xwe dipirse û dibêje; “Gelo di bîr û hafizeya Meya Farqînê de, çend cî reng û awa ji xwe guherandine û bîra dîrokî ya bajêr di bêhn û rengê teht û kevirên wan de xwe veşartine?”

Mizgefta Selahadînê Eyûbî, avanîyeke wisa ye ku bi karkerîya hûrnexş ya kevirşehkirinê mirov dike hejmetkarê xwe. (Fotograf: Albert Gabriel, 1932)
Mizgefta Selahadînê Eyûbî, avanîyeke wisa ye ku bi karkerîya hûrnexş ya kevirşehkirinê mirov dike hejmetkarê xwe. (Fotograf: Albert Gabriel, 1932)
Mala Evdila Beg (Koçka Üstünan), bi mirêsdarîya xwe ve ku ji dîrokê heta roja îro hatiye, dîroka bajar-dewletî ya Farqînê geş û şênber dike. (Fotograf: Koleksîyona Mehmet Mercan, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Mala Evdila Beg (Koçka Üstünan), bi mirêsdarîya xwe ve ku ji dîrokê heta roja îro hatiye, dîroka bajar-dewletî ya Farqînê geş û şênber dike. (Fotograf: Koleksîyona Mehmet Mercan, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Piştî çavdelîna ji mirêsdarîya Mizgefta Selahedînê Eyûbî, gava mirov berê xwe dide bi alîyê Derîyê Deştê ve, Mala Evdila Beg; ya ku ji malbûnê zêdetir, bi taybetîyên xwe ve di rengê serayên rêvebirina dewletî û serwerîyê de ye, pêşwazîya mirov dike û mirov êdî bi tevayî û xweşikî hay jê dibe û dizane; Meya Farqîn, ne tenê bajarek e, şûn û warekî hebûnê ye ku di dîroka xwe ya şarezayî û ya bi hezaran salan de, mîna ‘bajar-dewlet’ ava bûye.

Ji wan demên ku em di wexta Serê Gulanê û rojên biharîn de diçûn çixarîyê, di bîra min de ye. Piştî mirov ji Mala Evdila Beg, an jî ji seraya rêveberîyê, berê xwe bi alî bakurê rojhilatê ve dikir, rez û baxçeyên ku bi ava sar û zelal ya Kanîya Mezin, Kanîya Navîn û Şadorê tîna xwe dişikandin û baxçeyên ku ji darên bo malavakirin û yên mêweyan pêk dihatin, ji Mala Evdila Beg heta bi Keleha Zembîlfiroş dirêjahî didan xwe û bi bêhna xwe ya arizî xwe, Meya Farqîn rengîntir dikirin.

Lê belê, roja îroyîn, ew xwezaya ku wekî bîra warekî, wekî bîra bajarekî di hafizeya Meya Farqînê de cî daye xwe û kiriye ku nav lê bibe Farqîna Rengîn, şûna xwe hiştiye ji avahîyên betonî re ku tu bêhn di wan de bi cî nabe û nahewe. Meya Farqîn, bi vê beşa xwe ya destlêgerîyayî û jiteşexistî, bîr û hafizeya min ya kesane, ji hev parçe dike û her parçeyekî jê jî diavêje bîra kor ya ku bîra dîrokî û şarezayî tê de dirize.

Dîsa, piştî vegera ji çixarîyekê, ji geşt û gera di nav baxçeyan de, min dîtibû Kela Zembîlfiroş û Şadora ku bi av û hênîkayîya xwe û bi berdarîya xwe, şox û şengîya Xatûn li zembîlfiroşê Lawikê Farqînê dikir evîneke tîmayî û rengçilmisî.¹

Gava mirov ji alî bakur, yanî ji alî Çîyayên Elbatê ve û ji Şadorê berê xwe dide bi alî Derîyê Kela Zembîlfiroşê û dikeve nav dorgera Sûrên Kela Zembîlfiroşê, mirov dibîne ka Mîr û Xatûn li ser kîjan dewr û dewranê û bi semyanîyeke çawa bûne avakarên serdestîyeke têr şarezayî. Birca Zembîlfiroş, bi hemû mirêsdarîya xwe ve, hinekî jî bi quretîya serdestîya xwe, berê xwe dide Rojhilatê û mîna ku qayîşê bi hilatina rojê re bikişîne, dixwaze xwedîtî li berbangê bike.

Derîyê Qulfayê, yek ji neh derîyên Meya Farqînê, tenê vî derîyî heta roja îroyîn jî, teşeya xwe ya avabûna pêşî, kêm zêde, parastiye û digel qerewîlên xwe yên payî, parastinê bo Meya Farqînê jî dike da ku evîna Xatûn û Zembîlfiroş, ji tehm û rengê xwe yê evînîyê sar nebe û para xwe ji tîrêjên zêrîn yên rojê bigire.

¹ Dastana Zembîlfiroş ku yek ji zengînîyên wêjeya Kurdî ye, çîroka Zembîlfiroş û ya Xatûna ku dil berdide Zembîlfiroş, vedibêje. Zembîlfiroş lawê beg e û dev ji zengînîyên bavê xwe û nîmetên dinyayê berdaye û bi firotina zembîlan debara malbata xwe dike. Evîna Xatûn ku hevjîna mîr e bi mirazê xwe nake.
Keleha Meya Farqînê, bi Birca Zembîlfiroşê, malxweytî li Dastana Zembîlfiroşê dike ku yek ji çavkanîyên girîng yên wêjeya Kurdî ye. Fotograf di sala 2007an de hatiye girtin.
Keleha Meya Farqînê, bi Birca Zembîlfiroşê, malxweytî li Dastana Zembîlfiroşê dike ku yek ji çavkanîyên girîng yên wêjeya Kurdî ye. Fotograf di sala 2007an de hatiye girtin.
Şikeftên Hesûnê, ne tenê ronîyê dide ser vê herêmê, di heman demê de, ronîyê dide ser dîroka mirovahîyê jî. (Fotograf: Nevin Soyukaya, 2023, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Şikeftên Hesûnê, ne tenê ronîyê dide ser vê herêmê, di heman demê de, ronîyê dide ser dîroka mirovahîyê jî. (Fotograf: Nevin Soyukaya, 2023, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Di vê qonaxê de, divê mirov rê û xeta xwe şaş neke û di Derîyê Qulfayê re, bi siwareyan û papûr bi papûr berê xwe bide bi hêla Rojhilatê ve û piştî deh pazdeh kîlometreyan, westekê bide û wisa ji jêr ve berê xwe bide bi alî çîyê ve û semyanî û bilindahîya Şikeftên Hesûnê bibîne û fam bike ka mirovên di serdema di şikeftan de jîyayî, jîyana xwe bi çi dijwarî kudandine û qedandine; û pê re jî, -ger hêz û taqeta mirov têr bike- divê mirov derbejor hilkişe da ku karibe têkeve hundirê şikeftê û beşa rîtûela wexerkirina mirîyan, menzelên jîyanê, beş û cîyên karkirinê û şîyan û gevilîya nêçîrkirinê yên mirovên wê hingê bibîne û nas bike. Û helbet, berî ku mirov ji Şikeftên Hesûnê berê xwe derbejêr bike, divê mirov, berê xwe bi alî çepê xwe ve bizivirîne û wisa ji dûrî ve bergeha Çemê Bazmanê (Batmanê) û Pira Mala Badê temaşe bike.

Pira Malabadê, ew pira ku gava ez zarok bûm, bavê min, havînan û her roja yekşemê, digel hevalên xwe diçû û li wir diketin avê. Wê rojê, bavê min ez jî bi xwe re biribûm; û min bi dîtina cara pêşî ya Pira Malabadê re, ji xwe re gotibû; “Çawa çêdibe ev kevirên wisa mezin bi hev ve dimînin û nakevin xwarê?..”

Helbet, teht û kevirên ku Badê Kurê Dostikê Merwanî ew wekî pireke têrebihurînê ava kiribe, wê bi qasî hikm û serwerîya Merwanîyan jî bi heybet û semyan be; û wê ji alî yekkemberîya xwe ve jî bibe yek ji mînaka herî mezin û fireh.

Piştî vê geştûgera ji derveyî bajêr, gava mirov car din berê xwe dide Meya Farqînê û berî ku bigihîje Derîyê Qulfayê, bi alîyê çepê ve dizivire û di binê sûran re berê xwe dide bi alî Rojavayê ve, Mala Azîzan ya ku bînahîya xwe bi ser bergeha deşta Farqînê ve berdaye û wisa ji alî deştê ve, malxweyîtî li Meya Farqînê dike derdikeve pêşberî mirov. Berî ku mirov ji rêya jêrîn bifitile û berê xwe bide alîyê Kanîya Dergeh ku yek ji wan derîyan e ku xuyanî maye, pêwîst e mirov biçe alîyê Çala Kortê ku Minara Qot lê ye û reng û bêhna Romayîyan û Merwanîyan di xwe de dihewîne û yek ji mîrateya dîroka şarezayîya Farqînê ye.

Koçka Mala Azîzan, avanîyeke wisa ye ku bi mîmarîya xwe ve, bi surên Farqînê re hev temam dikin. (Fotograf: Nevin Soyukaya, 2022, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Koçka Mala Azîzan, avanîyeke wisa ye ku bi mîmarîya xwe ve, bi surên Farqînê re hev temam dikin. (Fotograf: Nevin Soyukaya, 2022, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Minara Qot, her parçeyekî wê yê şikestî, wekî beşek e der heqê dîroka Farqînê de. Fotografa yekem ji arşîva Şevket Beysanoğluyê hatiye girtin. Nevin Soyukaya jî di sala 2022yan de fotografa Minara Qot girtiye. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Minara Qot, her parçeyekî wê yê şikestî, wekî beşek e der heqê dîroka Farqînê de. Fotografa yekem ji arşîva Şevket Beysanoğluyê hatiye girtin. Nevin Soyukaya jî di sala 2022yan de fotografa Minara Qot girtiye. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Minara Qot, ya ku di dîroka devkî de tê gotin, “Farqîn heft caran xera bûye û heft caran jî ava bûye û di her carê de jî beş û tewq ji minareyê hilweşîyaye” roja îroyîn, bi pênc tewqên xwe yên mayî, bi şevan qerewîlîya şevên zilûmatî yên Farqînê dike û bi roj jî, bi nexş û nîgarên li ser tehtên wê çêkirî, rewş û ewrengîya xwe dide ser Farqînê.

Piştî mirov bi nîgarên li ser kevirên Minara Qot û bi bilindahîya wê ya bi hezaran salan, xweş dibe, careke din jî berê xwe bi alî bajêr ve dike, li ber Kanîya Dergeyê seknekê dide xwe û wisa ji jêr ve, li Sûrên ku bi rêbaz û teknîka tijekirin û heşandinê hatine bilindkirin û bûne xweyî mirêsîyekê, temaşe dike û di Derîyê Kanîya Dergehê re, berê xwe bi jor ve dike, bi carekê re derdikeve meydana Çarşîya Silîva ku hemû cure zena’et û hunerwerîyê lê hatiye kirin û di wextekî de, bazar û bazirganîya herêmê û yên karwanan lê hatiye kirin.

Û piştî ku mirov ji Şeytan Bazarîyê dibihure û berê xwe bi alî çepê ve dike û kuçe bi kuçe diçe, mirov digihîje meydana Dêra Ermenan. Ez bêjim ew avahî Dêra Ermenan e, lê hûn nebêjin qey hê jî ew der dêr e. Gotina min, hem bi bîr û hafizeya dîrokî ya bajêr ve hem jî bi bîr û hafizeya min a kesane ve bestandî ye.

Bîra min pir zelal e; gava ez heşt salî bûm, min serê xwe ji paceya bi qasî tehtekî fireh ya tewqa duyem ya mala me ya bi hewş û hewz û bi xapeng û qentere, ya ji malbateke Ermen mayî, derxist û bi alî çepê ve zivirand, min dît ku avahîyek heye li wir. Herçî dêya min e, bêyî ku ez pirsê jê bikim, dizanî ku ez ê meraqê bikim, gote min: “Kurê’m, ew der sînema ye. Berê Xelk Evî¹ bû. Pir berê jî Kilîsê bûye.”

Helbet hûn ê jî texmîn bikin, pirsa min bi gotina wê ve zeliqî:

“Dayê kilîsê çi ye?”
“Dêr e kurê’m.”
“Dayê dêr çi ye îcar?”
“Cîyê ku file li wê derê diayan ji Xwedê re dikin.”

Îro ro, Dêra Ermenan, wekî mizgeft tê bikaranîn ku bi wê pevaxaftina min û dêya min re, bîr û hafizeya min a dînî û bîr û hafizeya dînî ya dîrokî ya Meya Farqînê, bûbûn yek û di bîra min û di bîr û hafizeya bajêr de cî dabû xwe.

¹ Halk Evi.
Dêra Surp Stepanos ku ya cimaeta Ermenan e. Roja îro, wekî Mizgefta Şaredarîyê tê bikaranîn. (Fotograf: Nevin Soyukaya, 2022, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Dêra Surp Stepanos ku ya cimaeta Ermenan e. Roja îro, wekî Mizgefta Şaredarîyê tê bikaranîn. (Fotograf: Nevin Soyukaya, 2022, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Ev wêneyê ku li paş Mala Evdila Beg (Mala Üstünan) Farqîna Rengîn tê de xuya dike, di sala 2007an de hatiye girtin. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Ev wêneyê ku li paş Mala Evdila Beg (Mala Üstünan) Farqîna Rengîn tê de xuya dike, di sala 2007an de hatiye girtin. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Gava mirov gerûgeşta xwe ya li Meya Farqînê bi dawî dike û berê xwe dide Amedê, dîrok û hafizeya bajarê bi navê Meya Farqînê, di hiş û bîra mirov de, bi hin pirsan re bilî dibe û di heman gavê de jî, gelê bajêr, yê li hebûna xwe haydar û lê hişyar, bi livên çûnehatê û bi danûstendinên di nava hev de, hiş û bîr li mirov şîyar dikin û dibêjin:

“Hûn bi xêr hatin bajarê me yê dewranlixwerewankirî. Meya Farqîn, bajarê hebûnê ye. Kerem bikin, dîsa werin.”

Nivîs: Dr. Dilawer Zeraq

Beşa pêşkêşîyê, agahîyên dîtinî û ya “Serê Gulanê” ji alî Dilawer Zeraq ve ji Tirkî bo Kurdî hat wergerandin. Nivîsa Dilawer Zeraq bi Kurdî hat nivîsîn.

Fotografa bergê: Pira Malabadê, Orhan Kartal, 2015, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê

GEREKE LI ERXENÎYÊ YA JI JOR DE
BEŞA BÊ
GEREKE LI ERXENÎYÊ YA JI JOR DE