Lê Bigere
PÊŞANGEH
BAJARÊ MIROVÊN KU DILÊ WAN BI AHENGA CÛRCÛNAYÊ LÊ DIDE
BAJARÊ MIROVÊN KU DILÊ WAN BI AHENGA CÛRCÛNAYÊ LÊ DIDE
Salên 1940î, Komeleya Mosîqayê ya Diyarbekirê. Yên rûniştî, ji çepê ber bi rastê ve Karapêt Bûbê Menekşe, Edip Gülmeriç, Berber Hesen, Celal Güzelses, Mistefayê Rihayî ne. Yên ji pêyan Hayik Aşçıyan, Selahattin Mazlumoğlu, Aziz Gül in.
Salên 1940î, Komeleya Mosîqayê ya Diyarbekirê. Yên rûniştî, ji çepê ber bi rastê ve Karapêt Bûbê Menekşe, Edip Gülmeriç, Berber Hesen, Celal Güzelses, Mistefayê Rihayî ne. Yên ji pêyan Hayik Aşçıyan, Selahattin Mazlumoğlu, Aziz Gül in.

Ji bo bîranîna Seyîdxanê Boyaxçî ku dema me ev pêşangeh amade dikir agahîya wefata wî ji me re hat…

Tarîxa bajarên wekî Diyarbekirê, bi muzîkeka dewlemend ya li gorî wê tarîxê diherike. Agahîyên esasî yên serwextker yên di vê mijarê de lêkoler û hunermendê mehelî Hayri Yoldaş dide ku ew li ser muzîka Diyarbekirê dixebite. Nivîsara ewil ya ji bo vê beşê “Seraxkirina ‘gencîneyeka veşartî’: Cih û demên dengbêjan li Diyarbekirê”. Akademîsyena fransiz Clémence Scalbert Yücel ya li ser kurdî, kultûr û edebîyata kurdî dixebite, qala nerîta dengbêjîyê, xîmên vê nerîtê û veguherîna wê ya bi demê re dike.

Muzîsyenê ermenî ya ji Diyarbekirê Ara Dinkjian yê li DYEyê çêbûyî û mezinbûyî jî di nivîsara xwe ya bi navê “10/8: Muzîka Diyarbekirꔹ de li ser destpêkirinan, malan û “war”î difikire; bi ahenga 10/8î ya “cûrcûna”yê ya ermenîyan, kurdan, tirkan û hemû gelên vê erdnîgarîyê pevgîhandî diçe û tê.

¹ Ji bo piştgirîkirîyê em spasîya xwe pêşkeşî Onur Günay dikin.

Tarîxa dirêj ya cihnîşînîya li Diyarbekirê û li derdora wê, xîmên nerîta muzîkê jî kûrtir dike. Çavkanî girîngîya serdema artûqîyan ya di vî warî de nîşan dide. Ji ber ku bajar wezîfeya paytextîyê werdigire, tê zanîn ku di wê serdemê de li gelek qesrên aqqoyînîyan şahîyên ahengê pêk hatine. Di salên 1400î de, di dema Uzun Hesen û paşê jî ya kurê wî Siltan Yaqûb de ku axleb bi pûtepêdana xwe ya zanistê û hûnerê dihatin naskirin, nexasim muzîsyen dihatin parastin. Tew Uzun Hesen, bi wî wesfê rêveberîyê derbasî qeydan bûye ku ew digel koma xwe ya sazbend ya 98 kesî derketiye seferê.

Ev nerîta muzîkê ya li qesran ya di dema behsa têkilîya muzîk û Diyarbekirê de derdikeve pêş, tesîr li muzîka gelêrî jî dike û dibe sebeb awayekî klasîk tev li berheman bibe. Xetên serekî yên geşedana muzîkê li herêmê bi awayekî giştî, nerîta hozan/aşiqîyê, muzîka tekya-tesewifê, muzîka klasîk ya tirkî, muzîka gelêrî û nerîta dengbêjîyê ye.

• Güldoğan, V. (2011) Diyarbakır Kültürü, Kripto Yayınları.
• Unat, Y. (2019) El Cezeri, Muhayyel Yayınları, Stenbol.
Saeteka rojê ya ku şev û rojê dabeşî diwanzdeh saetan dike, “saeta avê ya bi hesarê” ya di berhema bi navê “Agahîyên Mifadar û Tetbîqkirina Wan di Çêkirina Makîneyan de” ya El Cezerî de cih digire. El Cezerîyê ku di sedsalên 12. û 13. de jîyaye û li Qesra Amîdê xebatên xwe domandine, di vê îcada xwe de cih daye figûrên muzîsyenan.
Di Şerefnameya sedsala 16an ya Şerefxanê Bedlîsî de, minyatûrek heye ku komeka muzîsyenên li Keleha Gêlê ya wîlayeta Diyarbekirê nîşan dide. (Kitêbxaneya Bodleianê ya Zanîngeha Oxfordê)

Salên 1600-1900an serdemeka wisa bû ku bêhtir mosîqaya hunera klasîk û mosîqaya tekyayê dihat îcrakirin. Tekane berhema bi awayê mosîqaya gelêrî ya tirkî ya gîhiştî roja me, Destana Temenî ya bi cûreya qoşmeyê ye. Padşah Mûradê IV. gava ji bo sefera xwe ya Bexdayê di 1638an de hat Dîyarbekirê, yek ji giregirên bajarî Şêx Ezîz Mehmûd, li Koşka Çarbaxê ku nû li seyrangeha Qewsê dabû çêkirin (Qews/Koşka Cîhannûma), zîyafeteka mezin dabû. Li vir, Hecî Etfal Efendîyê hûnermendê wê serdemê ji bo hafa Mûradê IV. hatibû qebûlkirin. Destana Temenî ya hatî xwendin hindî ku tesîr li padşahî kiribû, riwayet ew e ku padşah Ava Xemrewatê ya meşhûr ya Diyarbekirê ber bi mala Hecî Etfal Efendî ve herikandîye û bi vî awayî ew xelat kirîye.

Yaş Destanı (Kırk Yaş) – Celal Güzelses 

 

Di nav hunermendên din yên serdema xwe de meriv dikare behsa Ahmed Verdî Çelebîyê bestekarê navdar yê dewra Ahmedê II.; Ahu Babayê hozan yê ku Mûradê IV. ew bi teqdîrê pêşwazî kirî û xistî nav xwînendeyên xwe; dîsa Mela Çelebîyê xwînendeyê Mehmedê IV.; Sîrûnîyê (Şîrîn) şairê ermenî yê Diyarbekirî yê xwedî destan, xezel û qoşmeyên bestekirî; Hîcazîyê bi nav û deng di warê kişik, tarîx û muzîkê de; Mehmûd Çelebîyê meşhûr bi besteyên xwe yên bi qasî sî hebî; Ciwanê şairê ermenî yê Diyarbekirî yê tevî xezel û dîwanên arûzê xwedî qoşme û mayayên bestekirî bike.

Berhemên piştî salên 1900an, îlhama xwe ji hûnermendên berê digirtin û bi awayê muzîka hûnerî pêk dihatin. Berhemên girîngîya îstîsnaî ya muzîka hûnerî ya Diyarbekirê di nav muzîka gelêrî ya tirkî de dîyarkirî jî di repertuwarê de derdiketin pêş. Celal Guzelses bi saya dersên mosîqaya tesewifê yên Hafiz Melek Efendî hakimî hemû meqam û isûlan bû û di berhemên xwe yên stranî de mifa ji hozan û dengbêjan girtibû. Di berhemên xwe yên tirkûyî de jî carinan besteyên xwe, carinan jî qalibên melodîyên kurdî bi kar dianîn. Roja îro manendên berhemên wî pêk nayên. Tê zanîn ku Sadettin Kaynakî di dema wezîfeya xwe ya leşkerîyê ya Diyarbekirê de ji nêz ve şahidî li gelek motîfên stranan kiriye û piştre jî di stranên xwe yên muzîka hûnerî ya tirkî de bi kar anîne.

Hayri Yoldaş, Hûnermendê mehelî, Lêkolerê muzîkê

Sazên mosîqaya Diyarbekirê pê re guherîn. Çixirtmeya di serdemên ewil de cûreyekî bilûrê yê heftçavik e ku ji hestîyê baskê eyloyan dihat çêkirin û şeş çavikên wê li ser û çavikeka wê jî li binî bû. Sentûra ku sazek e di şibhê qanûnê de bi du darikan tê jenîn û yek ji wan enstrûmanên serdema pêşîn yên wekî saz, baxleme, bilûr, zengil, maşik û defê ye. Defa zengilî û darboqe piştre tev li van bû. Govendên gelêrî her wekî duhîrojê, îro jî bi dahol û zirneyê tên girtin. Berê ji bo diyarkirina îhtişama dawetan tebîra “daweta bi saz û sentûrê” dihat gotin.

Di serdema peyhatî de carinan qlarnet jî dihat tenişta qanûn, keman, ûd û cimbişê û şên dibû. Muzîka Diyarbekirê, di salên 1970yan de baxleme nas kir. Lê belê ji ber ku dengê wê li hin mekanan têr nedikir, tembûra metalî ya dengbilindtir û xwedî klavyeya baxlemeyê, nexasim jî heta berbelavbûna manyetîkê dewsa baxlemeyê girt. Tew demeke dirêj baxleme wekî tembûr hat binavkirin. Baxleme zêdetir li gundên elewîyan peyda dibû. Roja îro jî li dawetan sazek e ku bêyî wê nabe.

Hayri Yoldaş

Enstrûmanên li herêmê li gor şertên serdemê ji hev cuda diketin. Tim cidîyeteka tembûra metalî hebû. Ev dîmen di konsereka salên 1940î ya hûnermendên Komeleya Mosîqayê ya Diyarbekirê de hatiye girtin. (Wêne: Arşîva Hayri Yoldaş)
Di şeva bîranîna Celal Guzelsesî de, ku di sala 1988an de li Hêwana Werzîşê ya Zanîngeha Diyarbekirê pêk hatibû, hûnermendên mehelî jî derketibûn sehneyê. Ji çepê, Gani Takmaz, Hayri Yoldaş, Eşref Atay, Hüsnü İpekçi, Bedri Ayseli. (Wêne: Arşîva Hayri Yoldaş)
Dengbêjên ku çêdibe wekî “şairên kilambêj” yên kurd jî bên binavkirin, çîrokên xwe yên bi navê kilamê pêşî ji dengbêjên xwedî tecribe hîn dibin. Lê tenê qîma xwe bi vê naynin, bi demê re kilamên xwe jî dibêjin. Di dîmenî de ji çepê ber bi rastê ve Mihemedê Şêxanî, Erebê Şûtî, Mihemedê Nenyasî xuya dikin. (Wêne: İskan Altın, DİFAK, 2015)

Seraxkirina “gencîneyeka veşartî”: Cih û demên dengbêjan li Diyarbekirê

Dengbêj, “şairên kilambêj” yên kurd yan jî “hostayên dengî” ne.¹ Wasiteya serekî ya hûnera wan deng û peyvên wan e. Çîrokên menzûm yên kurdî bi awayê kilaman dibêjin. Vê yekê jî axleb bi a cappela, yanî bêyî enstrûmanekê, lê carinan jî bi enstrûmanekê dibêjin. Mijarên van çîrokan gelekê berfireh in evîn, şer, pevçûn, şerê meydanî û efsane tê de hene. Dengbêj çîrokên xwe (yên axilbe jê re kilam tê gotin) ji dengbêjên salmezintir û xwedî tecribe hîn dibin lê kilamên xwe jî çêdikin. Bi vî awayî repertuwara wan her tim nû dibe, diguhere. Îcrayên wan “sade” ne û pêdivîya wan bi çar pêkhênan heye:“Dengbêj, deng, çîrok, guhdar”.² Dengbêjan kilamên xwe li her dera Kurdistanê, li dawetan yan jî mêvanxaneyên gundan îcra dikirin. Yên naskirî ew dengbêjên mêr bûn ku piranî ew derdiketin pêş temaşekaran. Dengbêjên jin kilamên xwe li civatên malbatî yên mehremtir yan jî li nav komên jinan îcra dikirin.

Guherînên sosyo-ekonomîk yên di nîveka sedsala 20an de destpêkirî, hin guherînên eslî anîn nav jîyana gundewarîyê jî. Cotkar û gundî koçî bajar û bajarokên nêzîk kirin. Di vê hînê de, piştî ku dengbêjan li navendên bajarên koçkirî hûnera xwe îcra kirin,³ Diyarbekir veguherandin cihekî îcrayê. Ev guherîna cihî di pratîka dengbêjîyê de jî rê li ber guherînan vekir.

Bavê Seyro – Seyidxanê Boyaxçî

 

Dengbêjên Diyarbekirê yên nav û dengê wan ji bajarî derbas kiriye, gava meriv ji nêz ve bala xwe dide wan, meriv veguherînê baştir dibîne. Seyidxanê Boyaxçî (1938-2020), li gundê Lexerî ne xwedî erd bû; ji bo debara jîyana xwe di 1958an de, hîn 20 salî hat li Diyarbekirê bi cih bû û wekî boyaxçîyê solan û û karkerê paqijîyê kar kir. Huseynê Farê (1939-2000) di 1962yan de piştî ku ji gundê xwe hat Diyarbekirê, kilamên xwe avêtin bandê, piştre jî li bajarî karekî qeyda bandî saz kir.

Doç. Dr. Clémence Scalbert Yücel, Kurdolog

¹ Hamelink, 2016: 16.
² Hamelink, 2016: 1.
³ Axlebê dengbêjên di antolojîya Şaredarîya Diyarbekirê de li gundan çêbûne û mezin bûne, piştre jî koçî bajarî kirine. (Akyol û yên din, 2007)

Di 1965an de, qeyda ewil ya sêlika dengbêjekî li Unkapanîya navenda endustrîya muzîkê ya Stenbolê ji alîyê Mehmûd Qizil (1939-2018) ve hatîye dagirtin. Dehsaleyên pey wê, Mehmûd Qizil 53 sêlik dagirtin û li çarmedorê welatî nav û dengê wî belav bû. Qizil li Diyarbekirê ji dêya xwe bûbû lê kurdî û kilaman ji bavê xwe, li gundê Bolseyê hîn bûye. Piştî wî dengbêj Zilfîqar Yumruk yê Erxenîyî jî li Unkapanîyê kilam qeyd kirine û bi nav û deng bûye. Di vê serdemê de, li hin civatên dengbêjan bi isûlên xeyrîresmîtir qaset hatine dagirtin.¹

Cembelî – Mehmûd Qizil

 

Malên Diyarbekirê êdî mazûvanî li îcrayên dengbêjan dikir. Bo nimûne, bavê Eyşe Şanê mazûvanî li van îcrayan dikir. Eyşe Şan jî bi saya van dîwanan yan jî civatên dengbêjan, hûnera dengbêjîyê hîn bû. Eyşe Şan ji Husnu Ipekçiyê muzîsyenê mehelî yê navdar ders girtin û her weha ew nîşan dide ku hûnera dengbêjîyê “durehî” dibe û pratîka hînbûna dengbêjîyê bi temamî ji nerîteka devkî ber bi isûleka nivîskîtir vediguhere.

Kirasê Te – Eyşe Şan


Clémence Scalbert Yücel

¹ Ji bo endustrîya qasetan û belavkirina wan bnr. Kuruoğlu û Ger, 2014.
Eyşe Şana “prensesa bêtac” ya di tarîxa muzîka kurdî de navê wê efsaneyek e, cara ewil vi saya pêkhatina îcrayên li mala bavê xwe hûnera dengbêjîyê nas kirîye.
Ambargoya li ser kurdîyê, dikir ku dengbêjên kurdîpeyiv serederî bikin bi qedexeyên bi awayekî xumam dihatin ferzkirin. Di vî dîmenî de dengbêj Elîyê Qerecdaxî heye û em şahidîya îcraya wî dikin. (Wêne: İskan Altın, DİFAK, 2015)

Cihekî din yê îcrayê jî qehwexaneya bi navê “qehwa dengbêjan” ya Mihemedê Hezroyê bû ku mazûvanî li gelek dengbêjên navdar kiribû. Li vir, li çend pîkapên bajarî yekê jî sêlik lê didan. Qehwexane, dûrî kolanên eslî, li çarşîya bajarê kevn, li qozîkeka Çarşîya Şewitî veşartî bû. Qatê binî ji bo mişterîyên rojane qehwexane bû, qatê serê jî dengbêj lê kom dibûn û kilam digotin. Ciwan dihatin guhdarî dikirin, hûnera dengbêjîyê hîn dibûn.¹

Dengê dengbêjan û çîrokên wan mohra xwe li alema dengên bajarî dihişt. Hemû îcra bi kurdî bûn: Kurdî jî ji ber ku qedexe bû, memûrên dewletê çi çaxî dihatin nêzan, tavilê gotin qut dibûn. Hebûna hêzên ewlehîyê nisbet bi gundan li bajarî berçavtir bû. Ev hişyarîya walîyî tê bîra dengbêjekî: “Li navenda bajarî, li nav sûrê qedexe ye. Li derveyî sûrê serbest e. Li baxçeyan serbest e; li gundan serbest e. Li bajaran qedexe ye.”² Bi gotineka din, nisbeten li cihekî mûsamahayê dengê dengbêjan berdewam dihat bihîstin.

Clémence Scalbert Yücel

¹ Hamelink, 2016: 158-160.
² Hevpeyvîn, Mala Dengbêjan, Diyarbekir, 23 Çirîya Paşîn 2008. Çavkanîya jêgirtinê: Scalbert Yücel, 2010.

Piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, dengbêjên Diyarbekirê ketin nav bêdengîyê. Mirov her weha fikirîn ku yên hatibûn bêdengkirin, qismekî wan hatibûn kuştin. Hin dengbêjên din jî, yên di atmosfera mişt şidet ya salên 1980 û 1990î de ji gundên xwe revîyabûn, çawa hatibûn bajarî êdî bi temamî dev ji sehneyê berdabûn. Kilam bi darê zorê hatin jibîrkirin. Dengbêjî bû “tiştekî veşartî”, “gencîneyeka binaxkirî”, her “wekî zêran”.¹ Digel şopên hişk yên pêkutîyên dewletê li ser dengbêjan û repertuwara wan, her weha zewqa guherbar ya girseya guhdaran û polîtîkayên kultûrî yên tevgeran kurdan jî bêdengîya wan rave dike. Tevgera sîyasî di çarçoveyeka gundewarî de, wan dengbêjan, yên ku axleb malbatên bihêz yên serokeşîran piştgirîya wan dikir û ew diezimandin, wekî nûnerên kultûra feodal -ku ew pê re têdikoşîyan- ya li dijberî tevgerê dihesibandin. Komên muzîkê yên di bin tesîra komên muzîkê yên çepgir de bêhtir bala guhdaran kişand.

Di 1999an de, piştî ku li bajarên kurdan şaredarên HADEPî hatin hilbijartin û qadeka sîyasî û kultûrî ji bo dengên curbicur yên mixalîfan vebû, rewş dest pê kir guherî. Piştî qonaxa tirs, reşkirin û bêdengîyê ya 20 salan, hûnera dengbêjan ji nû ve dihat keşifkirin û wekî parçeyekî serekî yê mîrateya kultûra kurdan ya neşênber dihat binavkirin.² Şaredarîya Diyarbekirê piştî 2001ê, di hemû festîvalên xwe yên hûnerî û kultûrî de cih da îcrayên dengbêjan. Ev îcra û yên şibî wê, di kanalên mehelî yên televîzyonê de jî hatin weşandin. Di 2007an de, şaredarî li kevnemaleka bi kevirbazaltên reş Mala Dengbêjan vekir. Ev der ne tenê bû cihê îcrayan, her weha bû qadek jî da ku mîrateya kultûrî ya kurdan hem ji bo xelkê herêmê hem jî ji bo turîstan bê pêşkêşkirin. Mala Dengbêjan îro roj yek ji cihên pêşeng e li bajarê kevn yê Diyarbekirê ku turîst diçin sertêdana wê. Dengbêjên kal cardin dest bi kilamên xwe kirin. Carinan zehmetî çêbû ji bo hin stranên nehatî gotin bê bîra wan. Dema borî, jin jî di nav wan de, dengbêjên ciwan jî gîhiştin. Her çiqas nîqaş li ser vê mijarê hene jî, êdî zêdetir berbihêrî tê kirin ji bo ku jin li ser sehneyê ne.³ Ev awayê zêdetir qebûldîtî berevajî ya Eyşe Şanê ye: Jîyana Şanê ya bi navdarî lê bi zehmetîyan, şahid e li berteka hemberî îcrayên dengbêjên jin di nav xelkê de.

Clémence Scalbert Yücel

¹ Ji hevpeyvînên digel dengbêjên Diyarbekirê, Çirîya Paşîn 2008. Çavkanîya jêgirtinan: Scalbert Yücel, 2010.
² Scalbert-Yücel 2009; Schäfers 2015.
³ Derheqê dengbêjên jin de li lêkolînên Hamelink û Schäfers binêrin.
Hebûna partîyên nêzî tevgera sîyasî ya kurdan piştî 1999an di nav rêveberîyên mehelî de, serdemeka nû ji bo kultûra dengbêjîyê da destpêkirin. Ev wêne sala 2015an li Mala Dengbêjan hatiye girtin ku Şaredarîya Mezin ya Diyarbekirê ew di 2007an de vekiriye. (Wêne: Tamer Pınar, DİFAK)
Dengbêj bi qasî ku hilgirên kultûrê ne bi îcrayên xwe, her weha li ser navê civaka xwe cureyekî tarîxnivîsîyê jî hildigirin. Zilfîqar Yumruk jî navekî girîng yê vê nerîtê ye.

Îro roj dengbêj li Diyarbekirê, wekî hilgir û bîra kultûra gundewarî ya kurdan xwedî girîngîyeka mezin in. Girîngîyeka mezin ya Diyarbekirê jî di kilam û repertuwarên dengbêjan de heye. Diyarbekir wekî cihê qerargehên leşkerî yên osmanî û tirkan, wekî navenda bazirganîyê û cihê bazara eşya, zad, qumaş û sîlehan ji bo gundî û eşîran, di “nexşeya xeyalî” ya kilamên deverên cuda yên Kurdistanê de li cihekî zêde girîng e.¹ Cihek e ku bi kerwanan yan jî bi yekîneyên leşkeran, peyakî, li ser hespan yan jî bi trênê mirov diçinê û jê tên.

Emînê Ehmed – Zilfîqar Yumruk

 

Çîrokên dengbêjan di heman demê de tarîxek in û gelek bûyerên herêmî yên wekî Serhildana Şêx Seîd ya 1925an di nav van çîrokan de di bîr ve tên yan jî ji bîr ve diçin. Wekî mînak qismê Diyarbêkirê yê Komkujîya Ermenîyan di repertuwara rojane de hema bêje qet cih nagire. Repertuwarên dengbêjan tim pêş dikeve bi stranên ku bi şahidîya qewimînan hatine çêkirin. Hin ji wan behsa bûyerên neteweyî û sîyasî dikin, yên din jî bêhtir bala xwe didin trajedîyên civakî. Ser meselê behsa erdheja 1975an ya Licê serûbinkirî yan jî qezaya balafirê ya di 2003yan de li Balafirgeha Diyarbekirê dike. Çîrok û kilamên dengbêjan (an jî dîroka kê nivîsîne), eyn ji ber vê sebebê xwedî girîngîyeka pir mezin in ji bo famkirina dîrok û tecrûbe û kirdewarîyen herêmê.

Clémence Scalbert Yücel

¹ Hamelink, 2016: 110.

10/8: Muzîka Diyarbekirê

Rojên yekşemê piştî dêrê, axleb em diçûn mala Nishan û Sylvia Kalajian. Mam Nishan tim nexweş diket û carinan jî tevî bêcemeyê xwe rûdinişt. Çi çaxî biçûma wir heyecaneka zêde ez digirtim, çi ku Mam Nishanî sîstemeka dengî ya pir bi qelîte û koleksîyoneka muzîkê ya fewqulade hebû. We rastî bivê piranîya koleksîyona muzîka tirkî û ermenîkî ya malbata min, bi teyibên wî yên dumeqereyî û piştre jî qasetan pêk hatibû. Ti carî hîn nebûm ka ew vê koleksîyonê çawa bi dest xistibû lê bi texmîna min nasên wî li Ermenistan û Tirkîyeyê hebûn. Operaya Anuşê ya Tigranyan, Hovanes Badalyan û Rupen Matevosyan, feslên qeydên Şîrketa Sêlikan ya Arasê, teqsîmên Şükrü Tunar û bi taybetî jî Celal Güzelses, cara ewil bi xêra Mam Nishan min guhdar kirin.

Malbata min û hevalên min bi ermenîkîya rojavayî dipeyivîn lê bavê min Onnik, bi lehceya Dîkranagerdê (Diyarbekir) jî zanibû. Ev lehceya ku min nedizanî, bi enerjîyeka miezem dihat axiftin û ji qirikê bi hişkî û berî her tiştî jî bi awayekî komîk dihat guhî. Li Amerîkayê çi çax du ermenîyên Dîkranagerdî bipeyivîna, tê bêjî qey razek dihat belavkirin, her ji ber hindê ji nişka ve dibû hîqehîq û hilboqî.

Mamis – Onnik Dinkjian

 

Her wekî awaza lehceya Dîkranagardê, muzîka wê jî xweser bû. Her çend zêde ciwan jî bûm ji bo ku taybetîyên wêe yêen serekî nas bikim û analîz bikim, di vê muzîkê de tiştek hebû ku berê ti muzîkê bi qasî wê tesîr li min nekiribû. Qaseta ku Mam Nishan bi çeleqelem li ser nivîsîbû “Celal”, ji bo min pir hêja bû, lê çima wisa bû min nedizanî. Stran bi tirkî bûn, ne bavê min ne jî ez me dizanî bi tirkî. Herî pir gava min li mayayan (meyan) guhdarî dikir ji xwe ve diçûm. Tew çen meqamên govendê hebûn, gava min guhdarî dikir min dixwest li ûdê bidim. Her weha stranên bi ahenga cûrcûnayê (10/8) hebûn. Axlebê stranan bi meqamên Ûşşaq, Huseynî, Muheyyerê, çendek ji wan jî bi yên Hîcaz, Sêgah, Huzzam, Rast û Sabayê bûn.

Ara Dinkjian, Muzîsyen

Ara Dinkjianê pênc salî, tevî bavê xwe li konsereka malê… Wêne di sala 1963yan de hatiye girtin. (Wêne: Arşîva Ara Dinkjian)
Ev wêne di sala 1968an de li Ridgefieldê, li Dêra Apostolîka Ermenîyan ya St. Vartanantz ya New Jerseyê hatîye girtin. Li milê çepê Onnik Dinkjian li ûdê dide, Ara Dinkjianê deh salî jî li enstrûmaneka postî dide. (Wêne: Arşîva Ara Dinkjian)
Wêne di hevdîtineka muzîkê de li Diyarbekirê hatîye girtin. Ara Dinkjian dibêje, “Yek ji çalakîyên muzîkal yên herî pir hez dikim jî, her wekî di şevbêrkan de, hatina her kesî ya nik hev û strana wan.” “Muzîka gelêrî” ya ku wekî hêsankarîyekê tê bikaranîn, ew behsa dewlemendîya wê dike.

Isûla cûrcûnayê (qalibê ahengdar) ya ku li Enedolê her kes wê nas dike û bi hêsanî fam dike, ji bo kesên Rojavayî û tew ji bo muzîsyenên perwerdebûyî tevlihev xuya dike. Di vî qalibê ahengî de 10 derb, bi awayê 3+2+2+3 dabeş dibe. Qalibekê weke vî li Rojavayî tune. Lê em ermenî û paşê hay lê bûm ku kurd û tirk jî wisa, me bi awayê 10/8î lê daye straye, govend girtiye, li çepikan daye û em wisa mezin bûne. Baş e nexwe ev aheng aîdî kê ye? Bi ya min aîdî vê axê ye. Hela carekê bifikirin, hûn nebza kesekî Diyarbekirî kontrol dikin û hûn dibihîzin ku dilê wî bi awayê 10/8î lê dide.

Fincanın Etrafı Yeşil – Celal Güzelses

 

Muzîka Diyarbekirê sîstemeka modal (meqamî) bi kar tîne, ev sîstem ji tonalîteya “tamperamana manend” ya modern ya di dawîya sedsala 17an de peydabûyî hîn kevintir e. Yanî dengê ku ji bo xelkê Enedolê normal e, bi awayekî bêakort tê guhê kesekî Rojavayî. Lêbelê esasen ya “xwezayî” ne sîstema Rojavayê ya bi 12 tonan e. Rêzeharmonîya ku Pîsagorî berî 2500 salan keşifkirî jî vê yekê nîşan dide. Kurt û kurmancî, entonasyona (tondan) muzîka Diyarbekirê bi rûkala dinyayê re li hev dike.

Frank Zappayê bestekar û muzîsyen carekê wisa gotibû: “Nivîsandina derheqê muzîkê de, eyn dişibe reqsa derheqê mîmarîyê de.” Lê dîsa jî ez dê hewl bidim terîf bikim ka dema li muzîka Diyarbekirê guhdarî dikim çi hîs dikim. Piranîya vê muzîkê wekî muzîka “gelêrî” tê dabeşkirin. Li vir mimkin e ku îmakirineka besîtîyê hebe. Bi rastî jî stran di nav kêm meqam û qalibên ahengê de ne û axleb jî di stranan de modulasyon (guherîna tonê) pêk nayê. Awaz zêde besît in û dubare dibin. Lêbelê her wekî muzîka James Brownî, gava carekê dest pê dike lê dide hûn naxwazin stranê biguherînin yan jî bisekinîn. Hûn xwe baş hîs dikin. Hûn hîs dikin. Ev awazên nifş bi nifş hatî, her carê li kevçika dilê me dikeve. Ev, muzîka mirovan, ya xelkê ye. Lewma jî yek ji çalakîyên muzîkal yên herî pir hez dikim jî, her wekî di şevbêrkan de, hatina her kesî ya nik hev û strana wan.

Ara Dinkjian

Di ciwanîyê de gava hîn bûm li ûdê bidim û stranên xwe yên ewil beste bikim, hay lê bûm gelekên wan di meqama Ûşaqê de û nexasim jî di isûla cûrcûnayê de bûn. Helbet min ev bi zanebûnî nekiribû, ji ber xwe ve wisa bûbû. Niha fam dikim ku her çiqas heta 2004an min Diyarbekir nedîtibe jî (45 salî bûm gava cara ewil çûbûm), ya rast min ew her di dilê xwe de gerandîye.

Wekî ermenîyekî li Amerîkayê çêbûyî, di demeka kurt de fam dikî ku welatê mazûvanî li te dike esasen ne welatê te, lê bêtir cihê te yê mayînê ye. Jenerasyona bapîrê min gava bi hesret behsa “yergîr”ê (welat) xwe dikirin min li wan guhdarî dikir û hewl dida wê xakê bînim ber çavê xwe, bêhna wê hîs bikim, tehma wê bizanim. Tenê navê Diyarbekirê bi xwe jî cihekî efsûnî bi bîra min dixist; efsûngeheka ku bi muzîka xwe, bi xwarinên xwe, bi zimanê xwe û bi mîmarîya xwe têgihiştina min ya nasnameyî temam dikir.

Di 2009an de gava bo cara duyem çûm Diyarbekirê, li wir min xortekî ciwan nas kir. Gava bihîst ku min strana “Ağladıkça” beste kiriye, hem lê heyirî hem jî hişê wî hinekî tevlihev bû. Ji min re behs kir ka “Ağladıkça” çawa hem ji bo malbata wî hem jî ji bo kurdan û ji bo Diyarbekirê straneka girîng e. Her çend min ev awaz li New Jerseyê peyda kiribe jî, eslê wê jî her wekî min li Diyarbekirê ye. Bi saya vê yekê min fam kir ku em li ku ji dayîk dibin bila be, em mîrate û uslûba pêşîyên xwe hildigirin. Nasnameya me di dilê me de ye. Ji bo min ti cihekî din tune ye bi qasî Diyarbekirê manedar be, çi ku ew der eslê min e, palpişta min e, destpêka min û mala min e.

Ara Dinkjian

Ara Dinkjian cara ewil di 2004an de gava 45 salî bû çû Diyarbekirê. Herî dawî di 2015an de digel bavê wî konsereka wan çêbû li Stenbolê. Ev wêne jî di 2013yan de, di konsera salvegera 60. ya damezrandina Lîseya Surp Xaç Tibrevank ya Stenbolê de hatiye girtin. (Wêne: Berge Arabian)

Werger: Murat Bayram, İnan Eroğlu

 


 

ÇAVKANÎ

Clémence Scalbert Yücel
• Düzgün, C. S., Akyol, H., Gazi, M., Avcı, M. K. û Günal, M. (2007) Antolojiya Dengbêjan: Piştgirîya Mafên Kultûrî li Tirkîyeyê, Projeya Dengbêjan û Nerîta Dengbêjîyê ya Bernameya Hîbeya Piştgirîyê ya Hewldanên Kultûrî (CISGS), Şaredarîya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Diyarbekir.
• Erbay, V. (2018) “Dengbej Mahmut Kızıl’ın ardından: Zeki Müren’in rekorunu kırdı, Yılmaz Güney’e ilham oldu [Li dû Dengbêj Mehmûd Qizil: Rekora Zeki Müren bi dest xist, îlham da Yılmaz Güney]”, Gazete Duvar.
• Hamelink, W. (2016) The Sung Home: Narrative, Morality, and the Kurdish Nation [Stran bo Malê: Vegêran, Ehlaq û Neteweya Kurd], Brill, Leiden.
• Kuruoğlu, A. P. û Ger, G. (2014) “An emotional economy of mundane objects [Ekonomîya hestî ya tiştên]”, Consumption Markets and Culture, 18(3): 209-238.
• Scalbert-Yücel, C. (2009) “The Invention of a Tradition: Diyarbakır’s Dengbêj Project [Avakirina Nerîtekê: Projeya Dengbêjan ya Diyarbekirê]”, European Journal of Turkish Studies [online], 10.
• Schäfers, M. (2018) “‘It Used to Be Forbidden’: Kurdish Women and the Limits of Gaining Voice [‘Berê Qedexe bû’: Jinên Kurd û Sînorên Bidestxistina Dengî]”, Journal of Middle East Women’s Studies, 14(1): 3-24.
• Schäfers, M. (2015) “Being sick of politics: The production of dengbêjî as Kurdish cultural heritage in contemporary Turkey [Kerixîna ji sîyasetê: Afirandinên dengbêjan wekî mîrateyeka kultûrî li Tirkîyeya hevçerx]”, European Journal of Turkish Studies [online], 20.

METBEXÊN KU LÊ BÊHN Û TAM TEVLIHEV BÛNE
BEŞA BÊ
METBEXÊN KU LÊ BÊHN Û TAM TEVLIHEV BÛNE