Lê Bigere
PÊŞANGEH
BI TENA SERÊ XWE ABÎDEYEK: MIZGEFTA MEZIN
BI TENA SERÊ XWE ABÎDEYEK: MIZGEFTA MEZIN
Milê başûr û rojavayê Mizgefta Mezin ya ku serborîya wê ya mîmarî di salên 600î da dest pê kirîye.
(Arşîva DITAVê)

Mizgefta Mezin ya ku li cihekî herî qelebalix yê Dîyarbekirê ye, hîn di gava têketina hewşê da bi rîtm û kûrahîya xwe mirovan dikişîne atmosfera xwe. Zengînî û xweserîya vê avahîya kartêker ji ber dirûvgirtina wê ya digel tarîxa borî ye. Her desttêdaneka mîmarî, her lêzêdekirineka nû, ji salên 600î dest pê dike û şopên dînî û sîyasî yên şaristanîyên cuda vediguhêzîne roja îro. Ji bilî erka xwe ya perestgehîyê, hîn jî wekî abîdeyeka curbicurîyê ya bi maneya dîn, kultûr û zimanên bajarî xwe nîşan dide.

Mizgefta Mezin ya li Taxa Camî-i Kebir ya li bakurrojhilatê qada bajarê kevn yê bi sûran dorpêçkirî, avahîyeka sembolî ye ji bo Dîyarbekirê. Çavkanî dibêjin ku ev avahî piştî ku bajar di sala 639an da ketîye alema Îslamê, ji Dêra Mar Tomayê hatîye veguherandin ku îro plan û rehenda wê nahê zanîn. Di 1085an da gava ketîye bin hakîmîyeta Selçûqîyan, di sala 1090î da rastî restorasyoneka baş hatîye. Gelek nivîskên li ser wê, nîşan dide ku di qonaxên pêş da ji alîyê gelek şaristanîyan ve hatine restorekirin û lê hatine zêdekirin. Minareya Çargoşe di 1839an da, şadirwana li hewşê jî di sala 1849an da hatîye lêkirin.

Doç. Dr. Meral Halifeoğlu, Restorator mîmar

Minareya çargoşe di sala 1839an da hatîye lêkirin. Şadirwana li hewşê jî di 1849an da lê hatîye zêdekirin. (Wêne: Meral Halifeoğlu)

Mizgefta Mezin li qadeka weha hatîye lêkirin ku meriv dikare wekî navenda dînî, kultûrî, ticarî û sîyasî ya jîyana bajarî bi nav bike. Piştî midaxeleyên di serdemên cuda da, bi lêzêdekirin, berfirehkirin û restorekirinên nû ra dirûvê xwe yê îro girtîye û bûye wek komplekseka abîdeyî. Teevî ku di destê me da çavkanîyek nîne bê ka kengî hatîye lêkirin jî, daneyên materyalan, awayên lêkirinê, teknîkên melzemeyan û hêmanên xemilandinê yên avahîyên ku kompleksê çê kirî, nîşan dide ku di dema pêvajoya pêkhatina Dîyarbekirê da bûye navenda dînî û kultûrî ya girîng ya bajarî.

Doç. Dr. Birgül Açıkyıldız, Dîroknasê hunerê

Qeydên berdest, dîyar dikin ku ev komeavahî di her merhaleya pêvajoya pêkhatina Dîyarbekirê da bûye navendeka dînî û kultûrî. (Wêne: Fırat Aygün, 2009)
Mizgefta Mezin, bi qasî ku mekanekî dînî ye, her weha xwedî sembolîzmeka polîtîk e jî.
(Wêne: Merthan Anık, 2009)

Mizgefta Mezin tevî pîrozîya xwe ya mekanî ku di seranserê tarîxa xwe da civatên li Dîyarbekirê jîyayî yan jî dijîn rîtûelên xwe yên dînî lê pêk anîne, her weha cihek e bo mirovan ku çalakîyên xwe yên civakî li wir kirine. Ji ber ku wekî sembola herî girîng ya abîdeyî hatîye qebûlkirin li cem hemû îqtidarên sîyasî yên li bajarî dest hilatî û ji ber ku xwedî her bermahîyeka civatên li vir jîyayî ye, xwedî sembolîzmeka mezin ya polîtîk e. Ji ber vê jî Mizgefta Mezin wekî semboleka awayê piretnîk, pirziman, pirkultûr û pirdînî ya bajarî, ji alîyê karîgerîya navbera dîn û kultûran jî agahîyên hejayî nivîsînê ye.

Birgül Açıkyıldız

Têketina serekî ya bikember ya li rojhilatê Mizgefta Mezin, ji ber bilindahîya çarşîya hema li hemberî xwe ji derve têra xwe nahê dîtin. Derîyên din jî ber bi kuçeyên kevbn ve diçin. Milên hewşa mizgeftê yên di bin hikmê kevirên bazalt da, bi stûn û xemilandinên awayên cuda (ku difikirin hatine berhevkirin) hatine baştirkirin.

Meral Halifeoğlu

Xeynî deriyê mezin, deriyên hewşê ber bi kuçeyên kevn ve diçin. Ev dîmen ji salên 1950î ye. (Arşîva Oruç Ejder)

Li dor hewşa fireh ya avahîyê ya wekî çargoşeyekê, li başûrê wê Beşa Henefîyan; li bakurê wê Beşa Şafîyan, neqeba derîyê bakurî, Medreseya Mesûdîyeyê, sivdera başûrî, maleka kevn û tiwalet; li rojhilatê wê kitêbxaneyeka ku dibêjin berê wextxane bû û derîyê rojhilatî; li rojavayê wê jî sivdera rojavayî ya derîyê rojavayî jî lê û dersxaneyên kursa Quranê yên li ser wê hebûn. Şadirwana di Serdema Osmanîyan da çêbûyî ya heştgoşe û bi kulehê pîramîdî yê tûj û nimêjgeha bi çend derencikan bilindkirî û hewiz, çend cihên hewşa fireh in. Li bakurê hewşê sivdera hewşê ya Medreseya Mesûdîyeyê û li pêş neqeba derîyê bakurî jî saeteka rojê heye.

Meral Halifeoğlu

Li bakurê hewşê jî saeteka rojê heye.
(Wêne: Merthan Anık, 2009)
Gava ku meriv di çarçoveya daneyên arkeolojîk da li tarîxa mîmarîya Mizgefta Mezin dinêre, rastî forûm û katedraleka aîdî serdema Romayê dihê.
(Arşîva Oruç Ejder)

Sondaja arkeolojîk ya navbera salên 2010-2017an di beşên cuda da nîşan dide ku tebeqeyên avahîyê yên li nik hev û li ser hev xwedî kultûrên serdemên cuda bûye. Qet nebe hatîye îspatkirin ku ji serdema Romayê (sedsala 4an) û vir ve bênavber bûye navendeka kult. Di avahîyê da daneyên arkeolojîk yên forûm û katedraleka aîdî serdema Romayê hene. Gelek sitûn û dariştinên (moulding) ku ji şanoya antîk ya bajarî hatine girtin û wekî melzemeyên berhevkirî dihên bikaranîn jî merhaleya qonaxa xurt ya Roma-Helenîstîk ya avahîyê eşkere dikin.

Li gor Waqidîyê dîroknas (m. 823), piştî fetihkirina Dîyarbekirê ya di sedsala 7an da ji alîyê hêzên ereban ve, Katedrala Dîyarbekirê digel xirîstîyanan bi kar anîne. Du ji sêyê avahîyê wekî mizgeft hatîye wezîfekirin û yek ji sêyê wê bo civata xirîstîyanan hatîye terxankirin.

Birgül Açıkyıldız

Motîfên fîguratîf yên rolyefa nizm ya li enîya destpêka rojhilatê avahîyê ku têkoşîna başî-xirabîyê sembolîze dike, mihtemelen referansek e ji bo rabirdûya Zerdeştî ya avahîyê. Di dema Hz. Omer da, sala 639an gava dawî li desthilata Sasanîyan hat û Dîyarbekir tev li erdên Îslamê bû, dînê fermî û bawerîya gelê herêmê yê Împaratorîya Sasanîyan bi rêjeyeke zêde Zerdeştî bû.

Birgül Açıkyıldız

Ev rolyefa li rojhilatê Mizgefta Mezin, rabirdûya Zerdeştî ya avahîyê vediguhêzîne roja îro.
(Wêne: Nevin Soyukaya, 2007)

Li rojhilatê hewşê planeka Beşa Henefîyan ya sahina (nave) wê bi firehî heye, ser wê bi beştê darîn û banê pirrûberî (kırma çatılı) ye. Ser Beşa Şafîyan û Meqsûreyên Rojhilat û Rojavayî jî beştên darîn in. Ev teknîka çêkirinê ya nerîtî ya Dîyarbekirê tenê li Medreseya Mesûdîyeyê û li tiwaletan peyda nabe. Ser her du avahîyan jî ji qabeka tuxleyî û sivderên li dor hewşê pêk dihê. Di kemberên sivdera Medreseya Mesûdîyeyê û Meqsûreya Rojhilatî da hin tevnên temamker yên dîwaran yên di cihên hundirîn da û xemilandina di rûberên enîyan da, û di kîtabeyan da jî kevirê kalkerê hatîye bikaranîn. Di nav melzemeyên bikarhatî yên enîya hewşê ya Meqsûreya Rojhilatî da digel bazalt û kalkerê, mermer û breş jî hene.

Meral Halifeoğlu

Di enîya hewşê ya Meqsûreya Rojhilatî da ku berhema karkerîyeka zîrekane ye, bazalt, kalker, mermer û breş hatîye bikaranîn.
Di enîya hewşê ya Meqsûreya Rojhilatî da ku berhema karkerîyeka zîrekane ye, bazalt, kalker, mermer û breş hatîye bikaranîn.
Qismê herî zû lêbûyî yê kompleksa avahîya Mizgefta Mezin mihtemelen Mescîda Henefîyan e.
(Wêne: Meral Halifeoğlu)

Kîtabeya herî pêşwext ya aîdî serdema Îslamê di sala 1091ê da hatîye çêkirin. Ji ber ku teswîrên avahîyê yên Nasirê Xusrewê gerokê Îranî yê di 1046an da li Dîyarbekirê gerîyayî bi taybetîyên avahîya roja îro ra piranî li hev dikin, lazim e meriv sala 1091ê ne wekî tarîxa lêkirinê lê tarîxa restorekirinê qebûl bike.

Mescîda Henefîyan ya li başûrê hewşê mihtemelen avahîya heri kevn ya kompleksê ye. Ji ber ku berê, beşeka dêrê ya heyî digel cıvata xirîstîyanan ji alîyên mislimanên ereb ve hatîye bikaranîn, pir zêde dişibe Mizgefta Emewîyeyê ya Şamê (706-715). Ji ber vê jî mimkin e ku bihê îddiakirin ev beş di destpêka sedsala 8an da hatîye lêkirin.

Medreseya Mesûdîyeyê, Mescîda Şafîyan, avahîya li bakurê Mescîda Şafîyan ya ku îro roj destavxane ye û mihtemelen demekê medrese bû, Medreseya Zincîrîyeyê ya li rojavayê Mescîda Henefîyan, ev hemû di demên îqtidarên cuda yên serdema Îslamê da lê hatine zêdekirin û avahî hatîye berfirehtirkirin.

Birgül Açıkyıldız

Pêkan e ku di gera Mizgefta Mezin da meriv rastî qeydeka tarîxî ya di derheqê Baxçeyê Hewselê da bihê. Ji ber ku Dîyarbekir, bi navê xwe yê wê çaxê Amîd, di qeydên herî kevn yên berdest da digel Baxçeyê Hewselê behsa wê dihê kirin, her wekî nîşan dide ew bi van baxçeyan hebûye. Kîtabeya li rojavayê derê serekî yê Beşa Henefîyan, qeydeka sala 1241ê ya ji Serdema Navîn digihîne roja îro.

Di kîtabeyê da behsa betalkirina bacan ya ji alîyê Siltan Giyasedînî ve dihê kirin ku berê ji Hewselê (Ewsel), Derê Mêrdînê, Derê Rihayê, Derê Dîcleyê werdigirtin û pesnê vê kiryara wî ya teşwîqkera hilberînê dihê dayîn. Wergera wê ya temam weha ye:

“Bi navê Xwedayî dest pê dikim. Hemd ji bo Xwedayê xema me bi dawî kirî. Mîrê Bilind Siltan Giyasedînê Mezin (Xweda bila siltanîya wî dayîm bike.) ferman kir ku wergirtina baca Hewselê, Derê Mêrdînê, Derê Rihayê, Derê Dîcleyê bihê betalkirin. Wî ev ji bo xêrateka dayîmî û qencîyeka ji bo xelkê Amîdê kir. Herçî kesê ev ferman bihîstî lêbelê hewl bide wê biguherîne, gunehê wê di stûyê kesên ew guherandî da ye. Bê guman Xweda yê bihîstî û zane ye. Heta ku erd û esman her hebin, bila Xweda hemû xweşduayên siltanî yên ji bo berdewamkirina dewleta xwe qebûl bike. Ev kar sala 639an (1241) pêk hat. Bila selatek be ji bo Pêxember Hz. Mihemed.”

Gümüş, E. (2015) “Hevsel Bahçeleri’nin Tarihi Süreçte Amid/Diyarbekir Şehri İçin Taşıdığı Önem ve Bu Hususun Vesikalara Yansımaları”, Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı, (ed.) Nevin Soyukaya, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı Alan Yönetimi Başkanlığı Yayınları, Stenbol: 153.
Ev kîtabeya li Mizgefta Mezin ya derheqê Baxçeyê Hewselê da, yek ji qeyda herî kevd ya derheqê Dîyarbekirê da ye.
(Wêne: Martine Assenat, 2018)

Komeavahîya Mizgefta Mezin tevî midaxeleyên di serdemên cuda da, bi xebateka berfireh ya restorasyonê ya salên 2010-2017an ra ji gelek midaxeleyên nelirê hat paqijkirin. Bi xebata Midûrîyeta Herêmên Weqfê ra raxistina betonarme, serban, rûkêşka zemînê û zêdetiştên din yên nehêja hatin rakirin. Bi paqijkirina rûberê bi melzemeyeka çîmentoyî seyandî ra kevirên esil derketin holê. Bi kolanên vekolînê ra agahîyên derheqê serdemên berê yên avahîyê da hatin bidestxistin. Nexasim di kolanên beşa rojhilat û başûrî ya hundir û derveyê Beşa Henefîyan da, agahîyên derheqê serdemên cuda yên avahîyê da hatin bidestxistin. Bi qada birêveçûnê, çêkirina avhewayê û ya serbanan ra, qadên kolanê hatin parastin. Mizgefta Mezin, roja îro ji bo îbadet û ziyaretkaran vekirî ye.

Meral Halifeoğlu

Di dema restorasyonê ya sala 2010an destpêkirî û heft salan berdewamkirî da, komeavahîya Mizgefta Mezin ji midaxeleyên ne li gor eslê xwe hat dûrxistin.<br>(Wêne: Meral Halifeoğlu)
Di dema restorasyonê ya sala 2010an destpêkirî û heft salan berdewamkirî da, komeavahîya Mizgefta Mezin ji midaxeleyên ne li gor eslê xwe hat dûrxistin.
(Wêne: Meral Halifeoğlu)
Hemaneka ku Mizgefta Mezin dike dilê hafizeya bajarî jî hebûna wê ya tam li navenda jîyana civakî û kultûrî ye.
(Wêne: Dilan Bozyel)

Mizgefta Mezin ya bi jîyana bajarî ra rasterast di nav peywendîyeka organîk da, ne avahîyeka wek wan mekanan e ku ji mirovan îzole ne û dûrîdest in. Derîyê rojhilatî yê wekî derîyê têketina serekî hatî sêwirandin, ber bi hewşeka derveyîn ya berfireh vedibe ku jin-mêr, ciwan-kal, mirovên ji her dînê û neteweyê pêkve lê rûdinnin, çayên xwe vedixwin û sihbet dikin. Mizgefta Mezin bi cihê xwe ji alîyekî ve atmosfereka pir menewî pêşkêş dike ku dûr e ji qelebalixîya navenda bajarî ya bi dîwarên bilind ve sînordarkirî, ji alîyekî dî ve jî cihekî girîng yê rêpeketî ye ji bo jîyana rojane ku mirov bi rehetî diharin xwe bigihîninê. Ji ber vê yekê jî dilê hafizeya bajarî ye.

Birgül Açıkyıldız

Werger: Murat Bayram, İnan Eroğlu

 


 

ÇAVKANÎ

Birgül Açıkyıldız
• Akok, M. (1969) “Diyarbakır Ulucami Mimari Manzumesi”, Vakıflar Dergisi, 8: 113-139.
• Gabriel, A. (1940) Voyages Archéologiques dans la Turquie Orientale, Parîs: 197-199.
• Halifeoğlu, M. û Assenat, M. (ber bi weşandinê ye) Evaluation of the Excavations Carried Out Between 2010 and 2017 in Diyarbakır Grand Mosque Community Building for Restoration Work: Hanafis Section and Eastern Maksurah.
• van Berchem, M. (1910) Amida: Matériaux pour l’Epigraphie et l’Histoire Musulmanes du Diyar-Bekr, Carl Winter’s Universitätsbuchhandlung, Heidelberg: 51.
• Sözen, M. (1971) Diyarbakır’da Türk Mimarisi, Stenbol.
• Top, M. (2011) “Diyarbakır Ulu Camii ve Müştemilatı”, Medeniyetler Mirası Diyarbakır Mimarisi, (ed.) İrfan Yıldız, Diyarbakır Valiliği Kültür ve Sanat Yayınları, Dîyarbekir: 185-226.
• Tuncer, O. C. (2015) Diyarbakır Camileri. Dîyarbekir.

Meral Halifeoğlu
• Tuncer, O. C. (1996) Diyarbakır Camileri. Dîyarbekir.
• Arşîva Midûrîyeta Herêman ya Weqfê, 2014.

TARÎX WEKÎ NIŞTECIHEKA QESRA CEMÎL PAŞAYÎ
BEŞA BÊ
TARÎX WEKÎ NIŞTECIHEKA QESRA CEMÎL PAŞAYÎ