Lê Bigere
PÊŞANGEH
DENGÊ ZENGILEKÊ JI “TAXA YÊN DIN”: DÊRA SURP GÎRAGOSÊ
DENGÊ ZENGILEKÊ JI “TAXA YÊN DIN”: DÊRA SURP GÎRAGOSÊ

Dêra Surp Gîragosê, dêra ortodoks ya xwedî berfirehtirîn qada perestinê ya ermenîyan e li Dîyarbekirê gihiştîye roja îro û di navbera salên 2010-2014an da di restorasyoneka berfireh ra derbas bûye. Dêr piştî restorasyonê ji bo perestinê vebû, mazûvanî li gelek çalakîyên eleqedarî mîrateya ermenîyan ya li Enedolê kir. Lêbelê sala 2015an, di pêvajoya şerî ya li bajarî da rastî xisareka mezin hat. Ji ber tesîra sîlehan, banê wê, dîwarên wê tûşî zirarê bû; ji ber zû nehat midaxelekirin, texrîbat zêdetir bû. Her weha paşê bi armanca berfirehkirinê, ji ber ku Kolana Yenikapiyê ya bi rexekî dêrê ve hat hilweşandin, dikanên tescîlkirî yên aîdî dêrê bi temamî hilweşîyan. Di 2018an da xebata restorasyonê ya dêrê ji nû ve dest pê kir.

Di vê beşê da, Meral Halifeoğlu li ser tarîx û girîngîya Dêra Surp Gîragosê ya ji alîyê mîmarî ve nivîsî. Jaklin Çelik jî di ser bîranînên dayîka xwe ku nawê wê Mari Çelik’ê, qala Dîyarbekirê – ku sala 1970yî jê veqetîyabûn-, pêwendîyên civata ermenîyan bi bajarî ra û Dêra Surp Gîragosê kir. Nivîsên Çelikê, hûrgilîyên derheqê jîyana serdemekê da derbasî qeydê dikin.

Restorasyona Dêra Surp Gîragosê ya sala 2010ê dest pê kirî çar salan dewam kirîye. Ev wêne, berî pêvajoya şer ya li bajarî –ku dêrê jî dê xisar jê bidîta- bi çend mehan hatîye girtin. (Wêne: Selmet Güner)
Dêra Surp Gîragosê, ya bi qethî nayê zanîn çi çaxî hatîye çêkirin lê daneyên curbicur derheqê wê da hene, cîranê Dêra Mar Petyumê ya keldanîyan e.

Dêra Surp Gîragosê ya li bakurrojhilatê herêma Sûrê li navenda bajarî, dêra ortodoks ya ermenîyan ya xwedî berfirehtirîn qada perestinê ye li Dîyarbekirê ku gihiştîye roja îro. Dêr ji alîyê rojavayê xwe ve cîranê Dêra Mar Petyum ya keldanîyan e. Bi temamî neyê zanîn ka çaxî hatîye lêkirin jî, hin çavkanî hene ku wê wekî berhema sedsala 16an bi nav dikin. Ser meseleyê di gernameya Simeon Tbir Lehatzi (1584-1636) da navê wê derbas dibe. Dîroknas Gugas Inciciyan (1758-1833) di beşa “Asya”yê ya berhema xwe ya bi navê “Cografya”yê da dîyar kirîye ku di sala 1515 yan jî 1518an da, piştî ku Dêra Azîz Teodoros bûye mizgeft, ev avahî di nav goristana aîdî dêrê da ji nû ve hatîye lêkirin.

Doç. Dr. Meral Halifeoğlu, Restorator mîmar

Avahî heta 1960î bi armancên cuda yên wekî depoya leşkerî, depoya qumaşan ya Sumerbankê hatîye şixulandin, paşê ji alîyê civata ermenîyan ve hatîye wergirtin û bi hin tamîratên qismî ra cardin li awayê xwe yê berê hatîye zivirandin. Tê zanîn ku di dema Herba Cîhanê ya I. da wekî qerargeha serbazên elmanan hatîye şixulandin. Zengilxaneya biîhtişam ya piştî lêkirina cara duyem di 1914an da hatî çêkirin, di 1916an da tê xirakirin ji ber sedema ku dirêjahîya Mizgefta Şêx Mutahharî dirêjahîya “Mînareya Çarling” derbas kirîye.

Meral Halifeoğlu

Zengilxaneya biîhtişam ya dêrê ya di 2014an da hatîye çêkirin, piştî du salan hatîye xirakirin. Sedem, Mizgefta Şêx Mutahhar ji Minareya Çarling dirêjtir bûye…
Dêra Surp Gîragosê, digel cihên xwe yên wekî şapel, keşexane, mêvanxane, dersxane û dikanan yên li dor hewşa fireh, avahîyeka pêkveyî ye.
(Wêne: Meral Halifeoğlu)

Dêra Surp Gîragosê, dêra xwedî berfirehtirîn qada perestinê ya ermenîyan li Dîyarbekirê ya gihiştîye roja îro, di heman demê da tekane mînaka dêran ya heft-apsîsî û bi firehî û dirêjahîya xwe pênc-nefî ye. Avahîya ku heta salên 1990î qismen be jî aktîf bû, bi şapel, keşexane, mêvanxane, dersxane, dikan û cihên xwe yên din yên servîsê li dor hewşa fireh ya derveyî alîyê xwe yê dêrê, taybetîyeka pêkveyî nîşan dide. Alîyê dêrê, ji pênc nefên li ser şanzdeh stûnên gundorî û bi kemberên du-navendî pêk tê. Stûnên aîdî qatê koroyê û derencikên kevirîn yên ber bi çûna vî qatî ve hîn jî wek xwe ye lê temamê banê serî di salên 1990î da bi temamî rûxîyaye. Li qatê jorî yê bakur û başûrê milê apsîsê (horan) odeyeka esil-hêwan heye. Li qatê jorî, hin ode hene barê li ser heft apsîsan sivik dike û korîdoreka teng heye hêwanên li bakur û başûrî bi hev girê dide.

Meral Halifeoğlu

Hebek li alîyê bakur û başûrî, sê heb li alîyê rojavayî, bi giştî ji pênc cihan meriv dikare bikeve dêrê. Beşa qaîdeya jêr ya zengilxaneya ku qismekî wê gihiştîye roja îro, li gor awayê ku hemû qatên avahîyê bigire nav xwe, di ser xeta alîyê rojavayî ra hatîye çêkirin. Di nav kembera li ser du stûnên bilindbûyî da şaneşînek jî heye. Şaneşîna bazaltî ya zangoç lê li zengilê dide, hûrgilîyên biçûk yên hunera avahîyê nîşan dide.

Ti zengilxaneyeka Dêra Surp Gîragosê negihiştibû roja me û şapel, keşexane, mêvanxane, dersxane û beşên din yên servîsê nedihatin şixulandin. Kemberên hêwanê yên li alîyê rojhilatî ku îro roj derê hatî girtin lê ye, di halekî rûxandî da bû. Avahîya ku piştî salên 1990î demeka zêde vala û bê xwedî mayî û di salên 2010-2014an da ji alîyê Weqfa Xizir Îlyas ya Surp Gîrasgosê û Serokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê bi awayekî berfireh hatî restorekirin, ji nû ve li jîyana civakî, hunerî, kultûrî û bawerî ya bajarî hat vegerandin.

Meral Halifeoğlu

Dêra Surp Gîragosê, piştî salên 1990î demeka zêde vala û bê xwedî ma. Ev wêne di salên 1980yî da hatîye girtin.
Wêne, li ser wefata Karekin Haçaduryanê patrîkê 81. yê ermenîyên Tirkîyeyê di 1961ê da, di ayîneka li Dêra Surp Gîragosê da hatîye girtin.

Taxa Yên Din

1.

Peyvên dayîka min tên xwarê ji dema hîn ne bêrî bûn ji bin rehma henaseya Xwedê gava behsa Dîyarbekirê dike. Ji dema ku di 1970yî da hatîye Stenbolê vir ve, bêsekin qala wî bajarê lê çêbûyî û zarokên xwe lê çêkirî dike.

Derdora Gedikpaşa-Kumkapiyê lêanîneka mîkroyî ya bajarê li dû mayî ye ji bo ermenî û suryanîyên Dîyarbekirî yên di salên 1970yî da hatine Stenbolê. Rabirdû êdî ti cudahîyeka xwe tune bû ji gerstêrka bi lez dûrî wan diket ji bo van mirovên pêwendîyên wan yên aîdîyetê qut dibû ji axa lê ji dayîk bûbûn. Da ku bikarin ji tirsa girêdayî vê belawelabûnê bêne der, rojên borî tevî başî û xirabîyên wê dinehwirandin û hewl didan hev rehet bikin. Armanca wan hemû, domandina jîyanê bû li vê dinyaya nû bêyî ku hindek adetên xwe û tehma devê xwe jî ji dest bidana. Girîng bûn ew çîrokên ji hev ra behs dikirin. Çimkî bajarekî dûrî zanîna xwe tecribe dikirin û ji kîjan lêvê bihata qalkirin bila be, van çîrokên bi dengê rabirdûyê nixumandî rê li ber wan xweş dikir. Rabirdûya hevpar piranîya ermenî û suryanîyên her du taxên yên din, li Stenbolê di taxekê tenê da bi cih kiribû. Ev taxa tarîxî ya Stenbolê bûbû rawestgeha dawî ya van mirovên ku piranîya wan koç kirine derveyî welatî.

Dayîka min bêsekin behs dike ji dema ku ji Dîyarbekirê hatîye vir ve. Ev hemû qewimîn û lêqewimîyên li wir, di sênîyeka sifir ya tam li ser dilê dayîka min da dizivirin û hey dizivirin. Ji ber vê ye dem qela nabe, heger bibe hemû dê wenda bibe biçe. Dayîka min bi vê yekê dizane.

Jaklin Çelik, Nivîskar

2.

Dayîka min, zêdekera bajarê xwe, Dîyarbekirê ye. Her ku behs dikir, zêde dikir/dibû. Behsa taxa yên din û li miqabilî taxa yên din behsa taxa xwe dike. Behsa Dêra Meryema Qedîm ya Suryanîyan ya lê waftîzbûyî dike, behsa Dêra Surp Gîragosê ya Ermenîyan ya li taxa yên din dike ku lê zewicîbû û sê zarokên xwe lê waftîz kiribû. Behs dike ka dêr çawa tije dibûn, çûnûhatinên di navbera her du taxan da çawa bûn. Behs dike mirovên ji ayîna yekşemê derketî ka çawa li ser sifreya wan dibû mêvan. Her taxeka ermenî û suryanîyan li gor taxa din ya yên din be jî, yek ji bo ya din xizm e, dost e, xinamî ye li dera dilê mirovan lê dikeve hev.

Gava dayîka min behs dikir, li Kuçeya Pûşîcî ya lê jidayîkbûyî, ji pişt derîyên şeqşeqoya [doqikê derî] wê wendabûyî, dengê “çeq çeq”a pûşîcîyan1 ji nû ve dihat bihîstin. Ji nav wan dengan, dengê “gawirî” yê azana bêwext û neminasib ya Sami Hazinsesê bi rola miezinê li minareyê daketî dihat bihîstin ku şênîyên misilman yên taxê gazî nimêjê dikirin.

Li kuçeyeka teng Mîro xuya dibe. Xwe li kuçeyên Xançepekê qelibandîye piştî ku dahata xwe ya li sûka hesingeran di qumarxaneyeka navbera “Arbedaş Dîrekxana”yê2 da ji dest dide û bextreşî, bêqismetî, êtîmî û tenêtîya xwe ya li vê jîyanê bi qumarê dibiriqîne bi alkolê ko dike. Gavên wî yên şewişî yên di telpa tarîyê da û bi axîna Girê Qirxleran ya li ser milê “Sûzan Sûzî”yê re, ber bi axîna Exsoya dayîka xwe diçe ya çaverê ye li malê û dê wî ji serxweşîyê bîne ser hişê wî. Wan çaxa Radyoya Yerêvanê frekansa dilan e. Hemû hîs di wê frekansê da dialiqin; li wir hêl dibin, li wir mezin dibin û dikemilin.

Jaklin Çelik

1 Pûşîcî: Pûşîçêker, kefîçêker. Di heman demê da navê kuçeyeka nêzî Dêra Meryema Qedîm ya Suryanîyan e.
2 Arbedaş Dîrekxane: Straneka Dîyarbekirê. Dîrekxaneyên lê dîrekên textîn dihatin çêkirin û firotin li taxa avzêya Arbedaş lê bû.
Ji merasîma waftîzê ya Albert Tokacê nevîyê Hesinger Miran Demir di 1979an da li Dêra Surp Gîragosê, ji aliyê Varak Beyleryanê hatiyê bicih kirin. (Arşîva Ergün Ayık)
Sînemaya Dîlanê ya di salên 1950yî da li Derê Çîyê vebû û navê xwe ji malbata birêvebir girtî navendeka kultûrî ya firîg bû.

3.

Peyvên behskirinan dema ku diniqute dilî, wêne xwe didin dorê. Di dîmenên reşûspî da, qîyametek bişirîn dinizilin her wekî ku dê cih û warê xwe neterikînin. Heçku ji ser sifreyê rabûne û bîstek din dê vegerin. Gava baxên gulebûkan li Hewselê şên dibin, li Koşka Seman (Gazi) hatina biharê tê pîrozkirin. Di wêneyekî malbatî da, rojeka zivistanê, ferdên malbatê bi cilûbergên xwe yên zivistanî xwe tazî dikin, demsal vediguhere havînê. Gav ji Melîk Ehmedê ber bi Minareya Çarling ve diçin, ji wir jî ber bi Xançepekê ve.

Li Sînemaya Dîlanê bi Greta Garbo, Rita Hayworth, Rock Hudson, Vivien Leigh û Clark Gable ra hev nas dike. Ji ber vê jî referans û îkonên wî yên di mijara pêçana cilûbergên mêran da bêhna Humphrey Bogart û Clark Gable; di mijara ya jinan da jî bêhna Rita Hayworth û Dotmîr Sureyayê dide. Sînemaya Dîlanê bêhneke tûj ya “Mîna bagerê çûyî” ye di hişê dayîka min de. Wisa behs dik…

Behs dike ku tevî pêlavên dîyarîya kekê xwe bi zarokên apê xwe Evdo û Suslîyê ra diçûn Sînemaya Dîlanê. Evdo bi qapûtê xwe yê gewrê tarî, berçavkên xwe yên reş û pêlavên xwe yên cîlakirî şewqeka bigewdebûyî ya wan dîmenên aktorên emerîkî yên karpostalên dayî hev e wan çaxan. Piştî mirina Suslîya xwişka xwe ya hejdehsalî, wan kartpostalan dişewitîne. Pir na, di bîstsalîyê da jî Evdo mir. Marî jî wan kitêban dişewitîne ku Evdo wan ji bo xwendina wê anîbûn û wê jî li pişt şikevka şerabê ya di kulînê da ew kom dikirin. Di wê şewatê da Madame Bovary dişewite, Anna Karanina dişewite, Michel Zevaco û yên din dişewitin.

Jaklin Çelik

4.

Dayîka min tim qal dike, bûyeran, mirovan, yên demê ew daqurtandî, yên di qirika demê da mayî, çê xirab çi hebe, pêncî sal e behs dike. Behsa Incîla ji Girê Qirxleran hatî dizîn dike. Dizek gava di ser Dîcleyê ra revîyane, keleka bin wan li hember Girê Qirxleran hişk sekinîye. Jinek xuya bûye ji nişka ve, şilfî tazî, li Qeraxa Dîcleyê mijûlî xweşûştinê bûye. Dizekan fam kirîye ku heta Încîlê danenin dêra li Girê Qirxleran, kelek dê hereket neke. Kelek hereket kirîye gava wan Încîl danîye cihê wê, jina li qeraxa avê ya mijûlî xweşûştinê ji cihê wenda bûye çûye. Me, ev çîrok û yên mîna vê bi “riwayet ew e ku” dest pê dikirin, dema ceyran diçû, li baçeyê mala xwe ya li Kumkapiyê guhdarî dikirin. Di tarîya baxçeyî da dengê Dîcleyê dikir xuşexuş, li ser dîwaran jî şewqên bajarê din direqisîn.

Jaklin Çelik

Dêra Qirxleran ya bûyî mijara riwayetan, li ser Girê Qirxleran ya hemberî Baxçeyê Hewselê bû.
(Arşîva Zanîngeha Yildizê)
Jaklin Çelik û malbata wê ya di 1970yî da ji Dîyarbekirê veqetîyayî, piştî sê salan di ziyareta xwe ya ewil da vî wêneyî li cem Foto Çetin digirin. Ji çepê ber bi rastê ve xwişka wê Hilda, dayîka wê Marîya çavkanîya vê nivîsarê, Jaklin Çelik, xalê wê Davut Bakırel û kekê wê Can.

5.

Ne hêstirkek ne jî lomeyeka mezin tev li çîrokên dayîka min dibe. Te dî wisa ye, meriv nikare li ser çîroka xwe bigirî. Heger bigirî ew çîroka kesekî din e. Carinan axîneka kûr. Gava çav bi wêneyê fabrîkeya çeltûkê ya bavê xwe ya demekê li serîyê Baxçeyê Hewselê ket, bi heman axînê got, “Dilopeka xwêdana enîya bavê min helbet dê niqutîbe Dîcleyê.” Ti kes nizane, tew dayîka min jî, her serê biharê pelekî bi şaxê xwe ve digirî li nav Baxçeyê Hewselê.

Ji alîyê din ve, ji cerga ku ji Stenbolê hatibû wir ve ti caran nexwest biçe Dîyarbekirê. Sedemeka wê ya bi heq heye: Dibêje “Dilê min maye,” gava jê dipirsin. Wisa ye, çêdibe ku ometek sedemên mirovan hebin ji bo neçin bajarê lê çêbûne û mezin bûne. Xeyidîye ji bajarî, êşandîye ew bajarî, çîroka wê qurifandîye ji nîvekê, di wexteka bêwext da.

Radyoya Yerêvanê êdî efsaneyek e ku dawî li mîada wê hatîye. Lê di dengê Karapetê Xaço û Aram Tîgranî da zarokên nû mezin dibin van çaxan li nav kuçeyên Dîyarbekirê. Gava ew zarok mezin bibin, mirovahî mezin dibe, hêvî mezin dibe.

Dizanim, dayîka min jî dixwaze wisa be…

Jaklin Çelik

Werger: Murat Bayram, İnan Eroğlu

 


 

ÇAVKANÎ

Meral Halifeoğlu
• van Berchem, M. (1910) Amida: Matériaux pour l’Epigraphie et l’Histoire Musulmanes du Diyar-Bekr, Carl Winter’s Universitätsbuchhandlung, Heidelberg.
• Halifeoğlu, F. M. (2012) “Diyarbakır Surp Giragos Kilisesi Üzerine Bir Değerlendirme”, Kâgir Yapılarda Koruma ve Onarım Semineri IV, KUDEB, Stenbol: 25-36.
• Halifeoğlu, F. M., Güler, M. Ş., û Kıran, B. (2012) Surp Giragos Kilisesi’nin Restorasyon Projesi.
• Arşîva şexsî ya Tomas Çerme.
• Tuncer, O. C. (2002) Diyarbakır Kiliseleri, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, Enqere.

BI TENA SERÊ XWE ABÎDEYEK: MIZGEFTA MEZIN
BEŞA BÊ
BI TENA SERÊ XWE ABÎDEYEK: MIZGEFTA MEZIN