Qesra Cemîl Paşa ya xwedî gelek çîrokan, piştî xebata restorasyonê ya di 2010an da dest pê kirî û çar salan berdewam kirî, îro roj meriv dikare wekî Muzexaneya Bajarî lê bigere. Ya ewil, bê guman tarîxa aloz ya malbateka bi esl û fesl ya bajarî… Eşyayên malbata Cemîl Paşayî ya li muzexaneyê, derheqê jîyîna çîna navîn-jorînde ramanekê nîşan dide. Qesr, ji ber ku xisûsîyetên xanîyên Dîyarbekirê vediguhêze roja îro, her weha ji alîyê mîmarîyê ve jî hêja ye.
Qesra Cemîl Paşayî bi sûran dorpêçkirî ye û ji ber vê jî li nav Sûra ku mecbûrî pergaleka bicihbûnê ya di nav hev da ye, avahîyeka kêmpeyda bi awayê giravê ya çar alîyê wê bi kuçeyan dagirtî ye. Avahîyeka girîng e ji bo bajarî ji ber ku qesreka weha ye ku xisûsîyetên xanîyên nerîtî yên Dîyarbekirê parastîne û gihiştîye roja îro.
Qismê heremê yê qesra dabeşî beşên herem, koçik û servîsê bûyî, ji çar milên li dor hewşa mezin ya çargoşe li orteyê pêk dihê. Parçeyekî girîng yê milê başûr teqrîben berî sedsalekê hilweşîyaye. Li milên din jî cihên wekî hêwan, ode, mitbex, tiwalet, depo û hemam hene. Koçika di navenda beşên herem û servîsê da, ji hêwana mezin ya sê alîyê wê vekirî li alîyê başûr û beşê duqatî yê li pişt wê pêk dihê. Beşa servîsê ya li alîyê rojhilatî û ji mekanên li dor hewşê pêk hatî jî, ji ber pirsgirêka milkîyetê di roja me da dabeşî çar beşan bûye. Tevî têketina heremê, ji alîyê bakur û başûrî jî têketina kuçeyê peyda dibe.
Em ji kevirên bîngî yên li ser derîyê pêş yê beşa koçikê hîn dibin ku çêkirina qesrê di salên 1887-1888 an da (h. 1305) dest pê kirîye û bi qasî salekê paşê bi dawî bûye. Li ser derîyê textîn yê du-milî li alîyê koçikê jî hatîye nivîsandin ku Cemîl Paşa di 1902yan da wefat kirîye.
Doç. Dr. Meral Halifeoğlu, Restorator mîmar
Gava ku mijara behsê dibe jîyana sîyasî û kultûrî ya kurdên Dîyarbekirê di destpêka sedsala 20an da, yek ji wan jî malbata Cemîl Paşayî ye ku divê bê behskirin. Teqrîben 400 sal berê ji herêma Cizîr-Silopyayê hatine li Dîyarbekirê bi cih bûne. Endamên malbatê di daxuyanîyên xwe yên devkî û nivîskî da dîyar dikin ku eslê wan digihije Ezîzanên Cizîrê. Ji ber ku herokê herî dawî yê xurt yê malbatê li Dîyarbekirê Cemîl Paşa bûye, wekî Cemîlpaşazade dihên naskirin. Digel mal û milkê wî yê li navenda Dîyarbekirê, li derdora Çemê Embara li rojhilatê wîlayetê jî bîst gundên di bin kontrola Cemîl Paşayî da hebûn.
Seîd Veroj, Nivîskar
Her wekî gelek alim, rewşenbîr û ferdên malmezinên kurdan, zarokên Cemîl Paşayî jî di merhaleya ewil da li hemberî zordarîya Ebdulhemîdî piştgirîya hereketa meşrûtîyetê kirine. Gava ku Îttihatxwazan berê xwe da tirkperestîyê, ew jî wekî kurdên din ji vê hereketê dûr ketin. Beşdarîya ferdên Cemîl Paşayî li hereketa kulturî û sîyasî ya kurdî rastî vê serdemê dihê. Em endamên malbata Cemîl Paşayî dibînin di gelek rêxistinên kurdî de ku piştra hatine avakirin. Di Komeleya Xwendekarên Kurd ya Hêvîyê da ku di 1912an da li Stenbolê di nav xwendekarên kurd da hatîye damezirandin, sê ji wan avakar, sê ji wan endam, bi giştî şeş kes ji Cemîlpaşazadeyan bûn. Şaxa Komeleya Hêvîyê ya li Lozana bajarê Swîsreyê vebûyî, rêxistina kurdan ya ewil e ku li derveyê welatî hebûye.
Komeleya Pêşketina Kurdistanê piştî herbê di dawîya sala 1918an da ava bû û şaxa wê ya Dîyarbekirê ya beşekî girîng yê neteweperwerên kurd gihand hev, bi pêşengîya Cemîlpaşazadeyan dest bi karê xwe kir. Erka aktîf ya endamên malbatê berbiçav bû di wan serdemên pêkutî û qedexeyan da ku hikumeta Stenbolê ji ber acizîya van çalakîyan li pey hev hemû komele digirtin û di nav hereketê da jî pêşî parçebûn, paşê dîsa hewla hevgirtinê diqewimî.
Seîd Veroj
• Ekrem Cemil Paşa (1989) Muhtasar Hayatım, Beybun Yayınları, Enqere.
• Kadri Cemil Paşa [Zinar Silopi] (1991) Doza Kurdistan, Özge Yayınları.
Mehkemeya Îstiklalê ya ku doza wê li Dîyarbekirê dewam dikir, bûbû bazareka mirinê ji bo welatparêzên kurd. Ji ber sedema ku bi awayekî fiêlî tev li bûyeran nebûne, endamên girtî yên malbata Cemîl Paşayî rastî cezayên heps û sirgûnîyê hatin. Tevî ku piştra qanûnên efûyê derketin jî, destûr bo endamên malbatê derneket ku vegerin Dîyarbekirê û beşekî mezin yên li wir jî ji ber pêkutîya sîyasî mecbûr man terka bajarî bikin. Li Sûrîyeya ku beşekî mezin yê ji wan koç kiribûyê, malbat li pêş liberxwedana neteweyî ya kurdan, di rêxistina Xoybûnê ya 1927an avabûyî da cih girt. Vê xeta sîyasî ya ji destpêkê ve piştgirîya Komara Kurdistanê dikir ku di 1946an da hat îlankirin û paytexta wê bû Mahabad, her weha peywendîyên xwe bi Serfermandar Mistefa Barzanî ra jî berdewam xurttir kirin.
Seîd Veroj
• Ekrem Cemil Paşa (1989) Muhtasar Hayatım, Beybun Yayınları, Enqere.
• Kadri Cemil Paşa [Zinar Silopi] (1991) Doza Kurdistan, Özge Yayınları.
Gava ku em li şêwejîyanan wan û peywendîyên wan yên civakî dinêrin, em dibînin ku alîyekî malbatê yê hem arîstokrat hem jî yê di nav gelî da heye. Di qesrê da zêdetirî çil xanim, teqrîben bîst xizmetkar û karker, zêdetirî çil zarok hebûn. Ji bilî çend katibên Suryanî, xizmetkar hemû gundîyên tirkî-nezan bûn. Ji qesrê dengbêj, çîrokbêj, tembûrvan û bilûrvan kêm nedibûn.
Taybetmendîyeka girîng ya malbata Cemîl Paşayî ew e ku li gor malmezinên din yên kurdên wê serdemê asta wan ya xwendin, nivîsandin û perwerdehîyê nispeten zêdetir bû. Ekrem Cemîlpaşayê mezûnê beşa endezyarîya elektrîkê ya Zanîngeha Munîhê weha neqil kirîye: “Hemû kur, qîz û nevîyên Cemîlpaşayan xwende bûn. Yek zarokekî Cemîl Paşayî yê nexwende tune bû.”
Zarok di tercîha xwe ya dibistanê da rastî heman miameleyê dihatin; heger dibistaneka suryanî yan jî ermenîyan hatibûya bijartin, hemû li wir dihatin qeydkirin. Di salên 1912-23an da ji malbata Cemîl Paşayî pênc kesan – Cewdet, Qedrî, Ekrem, Îbrahîm û Şemsedîn – li Ewropayê dixwend.
Seîd Veroj
• Ekrem Cemil Paşa (1989) Muhtasar Hayatım, Beybun Yayınları, Enqere.
• Kadri Cemil Paşa [Zinar Silopi] (1991) Doza Kurdistan, Özge Yayınları.
Her wekî di kultûra kurdî da, li cem malbata Cemîl Paşayî jî mevan û mêvantî têgehên girîng bûn. Çi li Dîyarbekirê çi jî dema sirgûnîyê, derîyê malbatê ji bo her kesî vekirî bû, ji her derdorê mêvanên wan çêdibûn. Sîyasetmedar, kolber, yên jin direvandin, tew yên xwînî jî dihatin. Sê qayîdeyên serekî yên pêşwazîkirina mêvanan hebûn ku divîya hemû ferdên malbatê li gor wan tevbigerîyana: Ya yekem, kesî navê mêvanan nedipirsî. Ya duyem û sêyem jî, qedexe bû ku bihê pirsîn ka ji kû hatine û dê kengî biçin.
Seîd Veroj
Hevdîtina taybet bi Ferda Cemiloğlu ya malbatê ra, di 15.12.2018an da.
Xisûsîyeteka din ya Cemîlpaşazadeyan jî peywendîyên ekonomîk yên navxweyî û kolektîf yên qesrê ne ku ji bilî mêvanên demkî, tim û dayîm zêdetirî sed mirovan pêkve lê dijîyan. Li wê malê kî çêbûbe yan jî kî jîyabe, her kes bi qasî pêdivîya xwe ji qaseya qesrê feyde didît. Li qesrê maseyeka şîn ya bi berkêşk heye ku her dikare xwe bigihîne wê, her serê mehê miqdarek pere diket wê berkêşkê. Yên diçûn dibistanê, yên diçûn çarşû û bazarê, yên mesref li mitbexê dikirin, yên pêdivîya wan bi xercîyê hebû, her kes bi qasî hewcehîya xwe pere ji wê berkêşkê hildigirtin. Ber bi dawîya mehê ve dema ku pere di berkêşkê da nemaya, yên pere di berîka wan da heyî cardin pere dixistin berkêşkê ji bo ku heta yekê mehê îdare bikin.
Seîd Veroj
Hevdîtina taybet bi Ferda Cemiloğlu ya malbatê ra, di 15.12.2018an da.
Teqrîben sî zarok li Qesra Cemîl Paşayî hebûn û keç-kur tevlihev li sê koman veqetîyabûn. Ji ber ku qesr mezin û qelebalix bû û ji bo ku zarok bi lez bihên beralîkirin, bi taybetî jî dema xwarinê, di saetên destpêka ders û dibistanê da pîspisk dihat bikaranîn. Pispîskeka zîvîn û bi nexşên taybet xemilandî bû.
Zarokên kur yên bûyî dozdehsalî, piranî digel siwarekî hosta hînî lîstika cirîdê dibûn. Zarok di her betlaneya havînê da du sê mehên xwe miheqeq li gundî derbas dikirin.
Seîd Veroj
Hevdîtina taybet bi Ferda Cemiloğlu ya malbatê ra, di 15.12.2018an da.
“Heta 21 salîya xwe li qesreka miezem ya bi navê Qesra Cemî Paşayî jîyam ku wekî serayekê, şatoyekê, belkî jî qişleyekê xuya dikir. Di daîreya vê qesra miezem da zêdetirî bîst xanim, bi qasî bîst xizmetkar û karker, zêdetirî sî zarok hebûn. Di daîreya koçikê da zêdetirî bîst xizmetkar hebûn: Qehweçêker, xizmetkarên odeyan, xizmetkarên sifreyê, şagirt…
Li parîza daîreyên herem û koçikê ji bilî darên wekî akasya û lîlekê bi qasî çil pêncî heb darfêkîyên wekî sêvan, hirmîyan, mişmişan û tûyan hebûn. Em zarokên han cara ewil di van hewizan da hînî avjenîyê bûn. Dîsa em zarokên han sê kom bûn. Koma ez tê da yanzdeh kur û sê keç bû. Koma biçûk ya zarokên çar pênc salan ji me mezintir hebû. Koma temenbiçûkan qelebalixtir bû. Di hembêzê, di dergûşê da gelek zarokên biçûk yên din jî hebûn. Her kes bi komtemena xwe ra radibû, rûdinişt û dilîst. Helbet yên biçûk di bin çavdêrîya dayînên xwe da bûn. Gelek rojan, nexasim jî rojên înîyê, gelek zarokên xizm û cîranan jî tev li vî qefleyê qelebalix yê zarokan dibûn.
Piştî saetên dersê, di saetên lîstikê da, ometek zarokên Cemîl Paşayî demên gelekî bi kêf û şahî dibihurandin. Yên di ser dehsalîyê ra xwedî heq bûn ku hilkişin ser daran. Fêkî ji daran kom dikirin, dixwarin û pêşkêşî dapîrên xwe, dayîkên xwe, xwişk û birayên xwe û xizmetkarên ew di bin kontrola wan da dikirin. Her ku zarok mezintir dibûn, lîstikên wan, şahîyan wan jî pêşdatir diçûn. Ji bo ku zarokên di ser heşt salan ra hînî siwarîyê bikin, kerên Şamî yên bi qamên cihê hatibûn stendin. Axureka daîreya koçikê hebû. Di vê beşê da hewş, cihê merivan, kadîn û axurên bi firehîyên cihê hebûn.”
Ji bîranînên Ekrem Cemîl Paşayê nevîyê Cemîl Paşayî
Ekrem Cemil Paşa (1989) Muhtasar Hayatım, Beybun Yayınları, Enqere.
Her çiqas li Qesra Cemîl Paşayî ji alîyê mîmarîyê ve beşên herem û koçikê hebûn jî, ev cihêkirin ne ji ber mihafezekarîyê bû. Jin rastî miameleya çîna duyem nedihatin û ber bi asteka pasîf nedihatin tehndan. Ferda Cemiloğlu ya ji malbatê ya li Sûrîyeyê li sirgûnîyê ji dayîk bûyî, vê mînakê dide:
“Gava ku meriv li wêneyên hin malmezinên din yên Dîyarbekirê dinêre, dibîne ku ew hemû ji mêran pêk dihên, qet jin tune ne. Heger hûn li wêneyekî malbata me ya 1875an binêrin, jin û mêr bi hev ra ne. Di wêneyî da tevî Cemîl Paşa û yanzdeh kurên wî, sê keçên wî jî hene.”
Heman rewş di parvekirina milkan û mîrasê da jî weha bû. Gava ku dibûn xwedî milk, hemam, xan û mal li ser navê jinan dihatin qeydkirin. Gelek xişr û micewher wekî xelat dihatin dayîn ji bo ku jinên berzewac ji alîyê ekonomîk ve bihên parastin û xweyîtî li wan bihê kirin û her yek ji wan bi îmzayên şahidên ji malmezinan dihat qeydkirin. Wekî mînakeka nêzîktêdanê ya kêmpeyda, di weqfa ku malbatê saz kirî da tenê bi armanca alîkarîya bo jinan miaş dihat dayîn.
Seîd Veroj
Hevdîtina taybet bi Ferda Cemiloğlu ya malbatê ra, di 15.12.2018an da.
Li cem Ferda Cemiloğlu ya ji malbatê deftereka cihêzê heye. Belge bi awayê, “Deftera cihêzê ya Wesîfe Xanima qîza merhûm Cemîl Paşayê şênîyê taxa Xoce Ahmeda Dîyarbekirê ye ku di roja 24an ya Şabana 1324an û roja 25an ya Îlona 1322yan da (8ê Çirîya Pêşîn ya 1906an), roja duşemê hatîye serrastkirin û nivîsandin.” dest pê dike. Di lîsteya di hizûra şahidan amade bûyî da bi giştî 258 qelem hene.
Pirbûna eşyayên zînetê yên wek guhar, gustîlk, bazin, gerdenî, benpork, saet, kember yên ku bi melzemeyên dur û zîv, elmas û niqêmê hatîn çêkirin balê dikişîne. Zîva gelek melzemeyên di jîyana rojane da hatine tercîhkirin. Tasa avê, misînê qehweyê, nalîn, kildank, nîk, buxurdank, neynik, gulavdank, finddank, kevçî, guzvan ya zîvîn tenê hin ji wan in.
Ji poşîya bimirwarî heta xirqeyên çoxik, ji şala ketefî heta kurkê sor (kurkekî ji derên biqîmet yên postê rovîyî rovîyî tê çêkirin û hema hema bi qasî samûrî hêja ye) cilûberg û qumaşê cilûbergan yê curbicur beşeka girîng ya lîsteyê pêk tîne.
Mimkin e ku meriv curbicurîyê bi vî awayî bibîne:
Rêz 2 – 8 heb dekolteya spî, 10 heb hevrîşima spî, 3 heb koşê spî, 6 heb lepik, 50 heb laçika hevrîşim, 24 heb destmala hevrîşim, 12 heb destmala…
Rêz 5 – 1 heb şalik şijdeya Hamakarî ya sîmkirî, 1 heb şalik şijdeya etlesî ya qezazî, 1 heb şijdeya hevrîşim, 1 heb pêjgîra sîmkirî ya destnimêjê.
Rêz 8 – 1 heb nivîna şîn ya Hamakarî, 1 heb nivîna etles ya kinûşk û bi tarikê nexşkirî, 1 heb nivîna şîn ya ji qumaşê hevrîşim.
Rêz 12 – 2 heb rûniştekên çoxî, 1 heb paçê sifreyê yê têlkirî, 10 heb pêjgîra xwarinê, 2 heb pêjgîra rû, 1 heb kîsikê kevçîyan yê bi “anavata”.
Rêz 13 – 1 heb tizbî ji kevirê Îmam Elî, 1 heb tizbîya zimrûdî, 1 heb kêra sedefî, 1 heb meqesa dirûtinê, 1 heb meqesa qulpokan, 1 heb meqesa nexşê, 1 heb pêştextê sedefî.
Rêz 18 – 1 heb qaba cixareyê, 14 heb taximê çayê yê tebeq û çaydank û şekirdankê, 12 heb tebeq û qedehên şerbetê, 12 heb tebeq û fincanên qehweyê.
Transkrîpsîyon: Toygun Altıntaş
Xisûsîyeteka din ya malbatê jî girîngîdana wan ya bi micewherên xwedî medenên hêja yên wekî zêr, zîv û yaqûtê bû. Micewherên biha, wekî pereyê hazir jî dihatin hesibandin ku di rewşeka hewce da diketin ber pêdivîyan.
Li ser hindek sîparîşên bi awayê xişran sembolên herêmî û neteweyî hebûn. Yên herî balkêş jî ew xişr bûn ku dûpişka kesk ya xweserî herêma Dîyarbekirê li ser wan bû. Dûpişkên kesk yên ku dihat gotin hêlan nîşan didin ji ber ku tenê li Dîyarbekirê dijîn, wekî semboleka kultûra bajarî ne.
Seîd Veroj
Hevdîtina taybet bi Ferda Cemiloğlu ya malbatê ra, di 15.12.2018an da.
Tûtin û cixareya wek parçeyekî kultûra kurdî li qesrê xwedî girîngîyeka cuda bû. Li malên weha yên mezin li gor pileya rewayê û taybetîyên hişk, nerm yan jî ziwa yên bo tûtinê beşên taybet hebûn û tûtin li gor salên xwe di cihên cuda da dihatin parastin. Yên din gava ku di şûvê da li benda dora xwe bûn, pêşî yên herî kêm dehsale, paşê jî yên kêmtir mayî dihatin bikaranîn.
Du xisûsên herî girîng di amadekirina cixareyê da nişmîtî û aroma bû. Di çêkirina cixareyê da ji bo zeliqandina pelan firçe û zemqeka taybet dikat bikaranîn, bi tifê nedihat pêçandin. Ev zemqa ku bi kelandina navikên bîhokê ra dihat amadekirin di heman demê da aroma dida cixareyê. Ev kultûreka xweserî Dîyarbekirê bû. Tûtin bi amûreka taybet dihat tevdan, bi destan ranedihiştinê. Ji bo ku bihê dîyarkirin ka li gor taybetîyên xwe û celebên xwe ji kîjan herêman hatine û aîdî kê ne, şivên zîvîn di qabên tûtinê da dihatin çikandin. Sedemeka tercîhkirina zîvê jî çênekirina wê ya bakterîyan bû. Heger meriv li şewba kolerayê bifikire, li pişt tercîha gelemperî ya qedeh û firaqên zîv jî ev taybetîya zîvê hebû.
Di kêşana cixareyê da gelek qelûnên cuda û hêja yên ji medenên cuda dihatin bikaranîn. Qelûnên taybet ji bo jinan hebûn û ji bo ku tilî ji ber dûyê cixareyê zer nebin, caxên hin qelûnan hebûn. Bi qasî qelûnan, qutîyên tûtinê, heste û niftikdan jî ji medenên cuda û hêja dihatin çêkirin. Her wekî piranîya berhemên çînkerîya destan ya li Dîyarbekirê, ev jî berhemên keda hostayên ermenî bûn.
Seîd Veroj
Hevdîtina taybet bi Ferda Cemiloğlu ya malbatê ra, di 15.12.2018an da.
Dema ku mîratgirên Qesra Cemîl Paşayî Dîyarbekir ter kiribûn, li milekî beşa heremê heta salên 2000î malbateka zêrevanî qebûl kirî jîya. Beşa koçikê ji ber ku demeka dirêj nehatibû bikaranîn di halê xwe da mabû. Beşa servîsê jî ji ber ku li çar malbatên cuda hatibû firotin, bi gelek zêdekirin, girtin û parçekirinan xweserîya avahîyê xira bûbû. Ji ber ku demeka dirêj nehatibû bikaranîn û kontrola wê nehatibû kirin, bi demê ra deformasyonên mezin di avahîyê da çêbûbûn. Milê başûrî yê beşa heremê zêde hilweşîyayî bû.
Meral Halifeoğlu
Xebata restorasyonê beşên herem û koçikê ya qesrê di 2010an da dest pê kir û çar salan berdewam kir. Li milê hilweşîyayî yê başûrê beşa heremê, di bin çavdêrîya Midûrîya Muzexaneya Dîyarbekirê da paqijîya rûberî û kolana vekolînê ya qismî hatîye kirin. Bi daneyên kolanê yên 1999an ra ji nû ve hat nirxandin. Qesra Cemîl Paşayî ya ku teknîka çêkirina nerîtî û kultûra jîyanê ya Dîyarbekirê heta hûrgilîyên biçûk jî lê peyda dibe, piştî xebata restorasyonê wekî Muzexaneya Bajarî hatîye wezîfedarkirin. Tevî objeyên aîdî Cemîl Paşa û malbata wî, agahîyên tarîx, edebîyat, huner, muzîk, xwarin û gelek mijarên din yên derheqê Dîyarbekirê da bo ziyaretkaran dihên dayîn.
Meral Halifeoğlu
Werger: Murat Bayram, İnan Eroğlu