Lê Bigere
PÊŞANGEH
ÇANDA DIGIHÎNE HEV Û BAŞ DIKE: HEMAMÊN DIYARBEKIRÊ
ÇANDA DIGIHÎNE HEV Û BAŞ DIKE: HEMAMÊN DIYARBEKIRÊ
Hemam ti caran ne cihek bûye ku mirov bi tenê li wê derê serê xwe dişûn. Wêne sala 2014ê li Hemama Çardaxiyê hatiye girtin. (Wêne: İskan Altın, DİFAK)

Ji bo mirovan her dem xweşûştin hem bedenî hem jî rûhî bûye. Li hemamên ku ev kar bi hev re lê tê kirin jî wezîfeyên cida lê dihatin pêkanîn. Di jiyana rojane de cûreyên hevdîtinê bi vê yekê pirrengtir bûye, rêûrism û dîroka xwe ya xweser çêkiriye.

Li dinyaya çanda Diyarbekirê hemam her xwediya cihekê taybet bû. Lêkolîner, Birsen İnalê digel şopên tecrûbeyên xwe yên şexsî behsa hin beşên çanda hemamê kir. Bi Remziye Özakbuluta 94 salî re ji bo xebata dîroka devkî hevpeyvînek hatiye kirin, wê behsa çanda hemamê ya di dema zarokatiya xwe de kiriye. Akademîsyen, Emine Ekinci Dağtekinê jî ji aliyê mîmarî û dîrokî ve behda hemamên Diyarbekirê kir.

Ji ber şîfa dida, dîrokî bû û dibû cihekê civakî di çanda Diyarbekirê de cihekê taybet ê hemaman hebû. Hemamên welatî herî zêde diçûnê hemamên; Hemama Melik Ehmedî, Hemama Deva (Deve), Hemama Paşe, Hemama Biçûk, Hemama Wahap Axa, Hemama Çardaxî, Hemama Suakar û Hemama Qazî bûn.

Di bîranînên jin û mêran de cihê hemaman heye. Hemamên jinan jî xwediyên taybetiyên xweser bûn û wek laboratûwaran bûn. Laşê mirovan bi wexmê ji toksînan xelas dibû, bi lîfikan çermî xwe nû dikir û bi masajê cihên diêşiyan dihatin başkirin. Digel vê yekê cihek bû ku jinan lê li bûkan digerîyan, paşgotinî dikirin, fors diavêtin û bej û bala xwe nîşan didan.

Rojekê ji beriya çûnê mal dihat paqijkirin û boxçikên hemamê dihatin amadekirin. Roja çûna hemamê zû radibûn û pêşiyê diçûn destavê. Li aliyê sî yê hewşê taştê dihat xwarin, cîran dihatin vexwendin, penîr, sîrikûpenîr, penîrê kezî, zeytûnên Dêrikê yên kesk, tiştên qelandî, tirşîya bîberan, zehter, li malê çi hebe dihat danîn û bi muhabbetê taştê dihat xwarin. Piştî taştêyê ji mamê Tümes me hin pelên agirî dianîn û agirê xwe dikir. Dayikên me dema ku cilikên li ser hev wek kelehan bilind bûyî li testika sifirde dişûştin wekî spora wê rojê dikir.

Birsen İnal, Lêkolîner, Nivîskar

Haziriyên ji bo çûna hemamê rojekê zûtir dest pê dikir. Di dema dihat bikarînan de Hemama herî zêde dihat tercîhkirin hemama di wêneyî de halê wê yê sala 1967ê dixweyî ya Hemama Melik Ehmedî bû.
Ji bo wan kesên pere dayîn diyar bû ka cihê (curun) kê kîjan der e. Ev curunên he, curênên Hemama Devayê ya li Sûrê ne. (Wêne: Emine Ekinci Dağtekin)

Piştî şûştina cilikan temam dibû zerik, testik û sepet dihatin tiharkirin û ji bo ziwa bibin li ser tavê dihatin danîn. Dora xwarinê bû. Ji ber ku piştî hemamê dê biwestiyan xwarin li ser pelên di kuçikê de dihatin çêkirin.

Textikê serşûştinê, kildan¹ û boxçik li kîsikê hemamê dihatin bi cih kirin. Roja hemamê ya her malekê diyar bû. Em piranîya caran di rojên Şemiyan de digel cîranên xwe yên siryan diçûn Hemama Qazî. Boxçikçîya me Xwişka Gulê ji ti rojên me nedima. Nêzîkî saet 10ê li derîyê me dida, kîsê me didanî ser pişta xwe û nerazîbûna wê ji çavên wê diyar dibû. Xwişka Giulê siryaneka ji Sûriyeyê bû, li ber bablîsokeka dijwan kestibû û hatibû.

Em û cîranên xwe kom dibûn û bi jhev re diçûn hemamê. Heqê hemamê ji bo her kesekê yek mecîdîye bû. Boxçikçîya me, xuşka Gulê ji beriya me tişt vedikirin û amadekarîya xwe dikir. Wê pêşiyê çûlîyek, paşê paçikekê qedîfe û paşê yekê spî yê kunokuno bi sexbîrî didanî.

Dayika me li jêr pêşgireka spî û li jor paçikeka ermûş (ermûşê safî yê ji Şamê hatî) li xwe dikirin. Em bi şimikên xwe yên li ser qawîja wê zîv heyîn diçûn odeya sar û paşê curunan. Ti kes nediçûn ser curuna ti kesan. Dema ku rûniştiyan jî qîyameteka biçûk radibû. Mixabin ji bo wan kesên ku pereyên wan nebû bexşîşê bidin cihek nebû. Li kû derê cihek bidîtan li wê derê dirûnilştin, carinan şer û qîyamet çêdibû nîv şûştî û neşûştî ji hemamê derdiketin. Dema 25 kirûş bihatiya dayin li cihê xwe bi keyfa xwe wext dihat derbaskirin.

Birsen İnal

¹ Kildan: Tasa sifir a ku hewceyîyên xwe-şûştinê şeh, lîfik, kisil tê de ne.

Xuşka Elmas a siryanî û keça wê naturayên¹ Hemama Qazî bûn. Xuşka Elmas serî dişûştin û mirov lîf didan, keça wê jî alîkarîya wê dikir. Digel ku dema Xuşka Elmas serê hinekan dişûşt xizmek li ser rûyê wê hebû jî wek mist bide destê xwe bi serê mirovan de dihanî. Keça wê jî dema dimeşîya şimika xwe ya textik li erdê dida, bi nêrînên îsyankar û xeyidîyan li derdora xwe dinêrî. Loma jê re digotin “dîn e”. Lê dînîtîya wê ew bû ku li dinyayeka neadilane dijîya. Ciwan bû, spehî bû, hêvîyên wê hebûn, Wê dixwest hinek serê wê bişû, wê lîf bide û avê bi serê wê de bike.

Dema ziyafetê sifre dihat danîn, tiştên hatîn anîn dihat danîn, hin gê yên dengê wan lê xweş tê dest bi strangotinê dikir. Tasa hemamê dibû dihol, xelk diçûn ser kevirê germ. Çepik dihat kirin û dengê “tilîlîyan” qubbe dihêjand. Şahiyeka welê bû ku yên li wan kesên li ser kevirî dilîzin temaşe dikirin mest dibûn. Tam demê bijartina bûkan ew dem bû. Dema keçek dihat ecibandin kesên derdorê bi çav û birhan ew nîşanî jinên ku kurê wan ê di emrê zewacê de heyî dikirin. Jinan ji dizî ve adresa keçan distand û keçan jî wek hay jê nebe li ber jinên kurê wan heyî wek qulingan dans dikirin.

Dema karê xwe-şûştinê temam dibû dîsa çarun dihatin şûştin û paqijkirin. Dema ava paşiyê jinan bi xwe de dikir Xuşka Elmas û keça wê bi hêvîya ku bexşîşekê bidin mexmel dirêjî xelkê dikirin. Xanim li pêş, Elmas li paş wê dimeşiyan di destê wê de taseka avê heye. Dê bi pêyê xanimê de bike. Carinan dîmenên wek vê yên bêedet jî çêdibûn.

Birsen İnal

¹ Natura: Ew kes e ku tiştên miştêrîyên hemamê ji mala wan dibe hemamê û ji hemamê dibe mala wan. Wan carinan karê şûştin û lîfdanê jî dikir.
Kelûpel, xalîçeyên li erdê hatine danîn, kildanên ku tê de melzemeyên serşûştinê hatibûn danîn natureyan ji malê dibirin hemamê. (Arşîva Kenan Özhalî, Wêne: Eren Karakuzu)
Kelûpel, xalîçeyên li erdê hatine danîn, kildanên ku tê de melzemeyên serşûştinê hatibûn danîn natureyan ji malê dibirin hemamê. (Arşîva Kenan Özhalî, Wêne: Eren Karakuzu)
Malbatan gelek qîmet dida “hemama bûkê”. Beşeka girîng ya cîhazê bûkan kîsikê hemamê bû tê de peştemalên ermûş/hevrîşm û şimikên neşên zîvîn li ser heyîn kêm nedibû. (Arşîva Birsen İnal, Wêne: Meral Özdemir)

“Hemama bûkê” xwedî rêûresmên cûda bûn. Xwesûyan rojekê berê dest bi amadekariyên ji bo hemamê dikir. Bangî xizmên nêzîk dikirin. Di boxçeya cîhazê bûkê de solên zîvîn, tasên hemamê yên zîvîn an jî sifir, kildan, çitme û peştemala kirşan dihatin bi cih kirin. Hemama bûkê bi gelemperî roja Pêncşemê bû. Her kes bi tilîlîyan û bi hev re bi derîyê hemamê re derbas dibûn.

Piştî bûkanîya bûkê lê dihat kirin demekê ew li odeya cilguhertinê li ser kursîyekê dihat hiştin ji bo temaşekirina xelkê. Wê demê, bi dengekê kêm şîrove dihatin kirin. Paşê bûkê li ber çavan bi serm û fihêtê cilikên xwe ji xwe dikirin. Li ser peştemala spî, bûk bi peştemala kirşan dihat nixamtin. Li milekê wê jina birazavayî li milê dî tîya wê, mûm di destên wan de dihatin hemamê. Piştî tilîlîyên ji qubbeya hemamê divedan her kesan lîf, sabûn û tiştên di destên xwe de didanîn erdê û yên kew bi çavên wan jî heyîn digel şewata çavan li bûkê dinêrîn.

Di şahîyê de tasên hemamê wek darbûqeyan dihatin bi kar înan. Jin li dora kevirê navê digeriyan distirîyan, meydan ji hev re dixwestin. Ger bûka malbatek dewlemend bûya, dê sewzeyên bi nav û deng ên Diyarbekir bi taybetî dihatin anîn.

Piştî lîfdanê li odeya sar li sînîyên zîvîn fêkîyên wê demsalê dihatin xwarin. Bi kefçîkên zîvîn goz, bindeq û behîvên bi zecefîl û şekirî hatî eciqandin dihat xwarin. Piştî temamkirina xwe-şûştinê bûkê pêşiyê destên xwesûya xwe paşê yê hemî mezinan maç dikir.

Birsen İnal

“Wextekê em diçûn Hemama Melik Ehmedê, paşê jî Hemama Qazî. Wekî din, Hemamê Paşê, Hemama Deva hebû. Çend heb hene, min navên wan ji bîr kirin.

Me pêşgîrên xwe, xalîçeya xwe dixist hundirê leganên (badiye) xwe. Paşê natorê me dida pişta xwe, dibir. Roja her kesî hebû. Ya me roja îniyê bû. Curnê me hebû. Ti kes wê rojê nedihat curnê me.

Me nalik dixistin pêyê xwe. Pêşmala kîrşan, pêşmala hevrîşim… Dewlemendan nalikên zîvîn dixistin pê, xwe dihejandin û wisa diketin hundir. Û bûkan jî dixistin pê. Qedeyif ji derve ji bo bûkan dihat. Me sifreya xwe radihist, bi hev re me dixwar.

Di nav tasa me ya hemamê de şehê me, sabûna me, lûfikê me, kîseyê me hebû. Sifir bûn tasên me yên hemamê. Şehên me yên ‘acî hebûn. Pêşgîrên me li cihên cuda dihatin danîn. Malên Entabê bûn, qenewîç bûn serikê pêşgîrên me. Me kursiyên textik dibirin, em li ser wan rûdiniştin. Tu pere didî natorî, ew tê radihije hemûyan, dibe hemamê. Me ava cemidî jî bi qazanan dianî hundir, badiyeyên me yên biçûk hebûn. Her kesî badiyeya xwe bi xwe re dianî hemamê. Natoran ew jî hildigirt. Paşê badiye ji holê rabûn.

Hin kesan gazî sazbendên jin dikirin. Zekoya Sazbend hebû. Yekê li darbûqeyê dida, yekê li defê, yekê jî li çarweya maşikî. Wan wefat kir. Ermenî bûn. Eyşeya Sazbend hebû, wê li cimbişê dida.

Me bîhok dibirin hemamê, diavêtin nav avê; ji bo nerm bibin, em jî bixwin. Me qewanoz tije findeq û şekir dikirin. Me li malê silk (pincar) dikelandin, ew bi xwe re dibirin.

Kur nedihatin. Zarokên kur, tew bûbûna 10 salî, qet bi xwe re nedianîn. Dayîk û keç diçûn. Bûk-xwesû diçûn. Li hundir ‘yunçî’ hebû. Yunçî, yanî kesê ku dişo. Dayîk, keç, zarokên nedikarîn xwe bişon, wê dişûşt. Pere didan wê. Em biçûk bûn, yê me dêya me em dişûştin. Paşê em mezin bûn, me xwe şûşt.”

Hevdîtineke dîrokê ya devkî bi Remziye Özakbulutê re.

Remziye Özakbulut ya ku îro 94 salî ye, behsa adetên hemaman dike ku ji zarokatiya xwe ve bi malbatî tim û dayîm diçûn Hemama Melîk Ehmedê û ji wir di bîra wê de maye. (Wêneyê Hemama Melik Ehmedê: Arşîva DİTAVê, wêneyê Remziye Özakbulut: Meral Özdemir)

Hemû çaxan ji ber hewcehiyeke dînî, mirovan ji bo armancên cuda yên wekî paqijiya ruhî, paqijiya laşî xwe şûşt. Pêşî li cihên vekirî, li ber wan çem û rûbarên pîroz hatî qebûlkirin ev pêdivî pêk dihat, paşê ji bo vê mekanên girtî yên wekî hemaman hatin çêkirin. Hemam avahîyên civakî ne ku xizmetê dike ji bo armancên wekî xweşûştinê yên digel sihbetê, çêkirina dostaniyên nû, sazkirina şahiyan ji bo bûkan berî dawetê û piştî dawetê. Derbasî aliyê din ê sînorê armanca xwe ya avabûnê bûne û bi awayekî wesfê forûmê bi dest xistine. Sînorên jiyana rojane ya di nav sêgoşeya mizgeft, tekya, çarşiyê berfireh kirine, rê li ber vekirine ku xelk ji bilî qehwexaneyan lê kom bibin.

Hemamên li Enedolê, li gor rewşa bikaranînê wekî yên taybet û yên giştî, hemamên giştî jî li gor cihên cuda yên ji bo jin û mêran wekî tek-hemam û cot-hemam hatine dabeşkirin. Li hemamên tek û cot, ew fikra plansaziyê serdest e ku bi rêzkirina sarî, tînegermî, germî, depoya avê û kulxanê hatiye çêkirin. Meriv rastî mekanên wekî odeya ji bo zuhakirina pêşgîran, qehwexane, civîngeha qaziyan, depoya êzingan û hewşê jî tê. Germahiya li mekanên xweşûştinê yên bi hêwan û xelwetan, cihê herî germ û biîhtişam ê hemamê ye. Bi deriyekî cuda yê ji sikakê mirov digihijin navenda germahiyê ya hemamê. Qazana avê ya sifir ya di depoya avê de jî li ser argûnê ye; êzing hwd tên şewitandin û ava di qazanê de tê germkirin. Cehenemî tê gotin ji valahiya hema bin wî rûberî re ku li ser sitûnên kevirî û tûxleyî yên beşên germahiyê û carinan jî yên tînegermiyê yên hemamê de hatiye cîbicîkirin. Dûman û germahiya ji agirê nav argûnî derdikeve, ber bi cehenemiyê ve diçe.

Doç. Dr. Emine Ekinci Dağtekin, Mîmar

Meriv dikare hemaman dabeşî yên taybet û yên giştî, hemamên giştî jî li gor terxankirina ji bo jinan yan jî mêran dabeşî tek-hemam û cot-hemaman bike. Wêne di sala 2010an de li Hemama Wehab Axa ya li Sûrê hatiye girtin.
Hemamên dîrokî yên Diyarbekirê ji aliyê plana mîmarî ve bişibe hemamên Enedolê jî, wesfên wê yên xweser jî bi ber çavan dikevin. Bo nimûne yek ji van jî ev e ku beşa kevirî ya Hemama Deva berî beşa sariyê çêbûye. (SALT Araştırma, Arşîva Ali Saim Ülgen)

Hemam di sedsala 16an de li Diyarbekira xwedî jiyaneke ticarî ya zêde, li nêzî derwazeyên bajarî digel xanan dihatin çêkirin da ku kesên biyanî rê li ber nexweşiyên şewbî venekin. Zêdebûna hemamên li nav Sûrê rê li ber pirsgirêka ardûyê vekiribû. Ewliya Çelebiyê ku di sedsala 16an de hatiye serdana bajarî di gernameya xwe de diyar dike ku sêzdeh hemamên heyî bi gilêşa bajarî tên germkirin. Tenê şeş heb gihiştine roja me ji wan hemamên ku di sedsala 19an de hejmara wan nêzî bîstan bû. Hemama Deva, Hemama Paşê, Hemama Qazî, Hemama Çardaxî û Hemama Wehab Axa ji wan hemaman in ku qismen yan jî temamen li ser pêyan mane. Yê Hemama Melik Ehmed Paşa tenê beşa camekanê, yê Hemama Cemşîd Beg jî tenê dîwarê wê yê beşa camekanê saxlem e. Hemama Wehab Axa wekî kafeterya/restoran, Hemama Melik Ehmed Paşa jî wekî wekî depo tê bikaranîn; yên din jî di rewşeke betal de ne. Xulase, tu hemameke dîrokî ya Diyarbekirê îroroj bi erka xwe ya xweser nayê bikaranîn.

Hemamên adetî yên li Diyarbekirê ji aliyê şematîk ve xwedî taybetiyên hevpar e bi mîmariya hemamên Enedolê re, beşa kevirî ya berî beşa sariyê hatiye çêkirin di hemamên Çardaxî û Deva de, zêdekirina mekanên hewşî li hemamên Qazî û Paşê hin cudahiyan nîşan dide.

Tevî ku fanosa ji bo ronîkirinê ya li rûberê jorî taybetiyên hevpar yên bi gelek hemamên Enedolê re jî nîşan dide, mezinahiya zêde ya di ronahiyên beşa tînegermiyê de û ronahiyên ku di beşa germiyê de heta bin qubeyê dadikevin û bi pergaleke cuda ya geometrîk rêz dibin, detayên xweserî hemamên bajarî ne.

Emine Ekinci Dağtekin

Ewliya Çelebî di gernameya xwe de behsa paqijî û ronahiya li Hemama Çardaxiyê kiriye. (Wêne: İskan Altın, DİFAK)

HEMAMA ÇARDAXIYÊ

Hemama Çardaxiyê ya li Taxa Dabanogluyê, aîdî Weqfa Husrev Paşayî di navbera salên 1520-1540î de hatiye lêkirin, di 1999an de hatiye îstimlaqkirin. Ewliya Çelebî, di gernameya xwe de bi vî awayî behsa hemamê dike: “Ne diyar e kî çêkiriye. Lê hemameke paqij û ronî ye.”

Meriv dikare di beşeke kevirî ya kuçeya bakurê hemamê re bikeve hemamê. Hemam, ji beşeke sariyê ya çargoşe, beşa tînegermiyê ya çarçikgoşe ya duparçeyî, tiwalet, beşa germiyê ya bi plana stêrkî û xwedî şeş hêwan û şeş xelwetan, depoya avê ya çarçikgoşe û kulxanê pêk hatiye. Du hêwanên du qatî yên li aliyê rojhilat û rojava, nêrdewana bo hêwanên qatê jorî û çar nîşên di nav kembera girover ya goşeyan de hene. Tam li nava dalanê jî hewizekî xemlî heye.

Di nîveka dalana germiyê de xizneyeke çargoşe heye. Beşa germiyê bi qubeyeke nizm hatiye raxistin. Bi ronahiyên daîreyî û çargoşeyî yên qubeyê ronahiyeke xwezayî hatiye bidestxistin. Di navbera salên 2015-16an de, ji ber pevçûnên li Sûrê, dîwarê beşa sariyê rûxiyaye, fanosa qubeyê û ronahî jî texrîb bûne.

Emine Ekinci Dağtekin

HEMAMA DEVA

Tê zanîn ku Hemama Deva ya di navbera Deriyê Çiyê de û li rojavayê rêyê, di sala 1540î de hatiye lêkirin û wê çaxê navê Hemama Kebîr (Hemama Mezin) hilgirtiye. Dikanên li hemberî Kolana Gaziyê yên hemama aîdî Weqfa Husrev Paşa û li aliyê rojhilatê beşa sariyê, bi wê armancê hatine çêkirin ji bo ku dahatekê ji bo weqfê bîne.

Meriv di deriyekî xwedî kembereke nizm ya sikakê re dikeve hemamê. Bi plana çargoşeyî, li beşa sariyê ya li orteya wê hewiz û li bin dîwarî sekû hene, qatê nivîşkan yê axşeb, bi armanca kinc-jixwekirinê û bêhnvedanê, bi awayekî taybet ji bo bikaranînê hatiye çêkirin. Li nîveka qubeyê fanosa ronîkirinê heye ku qasnaxên wê heştgoşe ne û li ser her rûyî heşt heb pencereyên bi kemberên nizm hene. Beşa germiyê, ji şeş xelwet û çar hêwanan pêk tê ku di nîveka wê de xizneyeke daîrewî heye. Di hemamên Diyarbekirê de tenê li vir tê dîtin cihê xweşûştinê ku li hemberî deriyê pêşî yê beşa germiyê ye, kembereke wê ya tûj heye, kûrahiya wê 0,3-0,4 metre ye û di hundirê wê de curn hene. Ronîkirina li beşa germiyê ya bi qubeyê girtî, ji roniyên “fil gozu” yên qubeyê pêk hatiye.

Emine Ekinci Dağtekin

Cihên xweşûştinê yên Hemama Devaya ku tê zanîn di sedsala 16an de hatiye çêkirin, xwedî avaniyekê ye ku di tevahiya hemamên Diyarbekirê de nayê dîtin. (Wêne: Emine Ekinci Dağtekin)
Ewliya Çelebî pesnê mermerên Hemama Paşê daye û diyar kiriye ku ew bi destê hostayên Xaze û Qudsê hatiye çêkirin. (Wêne: Emine Ekinci Dağtekin, 2011)

HEMAMA PAŞÊ

Hemama Paşê ya ku navê wê yê kevn Hemama Behram Paşa ye û aîdî Weqfa Behram Paşa ye, tevî mizgeft, mescît û medreseyê di navbera salên 1564-1567an de hatiye çêkirin. Ewliya Çelebî behs kiriye ku ev hemam “bi awayekî pir îhtimam bi destê wan hostayan hatiye çêkirin ku ew ji Xaze û Qudsê anîne, mermerên wan balê dikêşin, bi Hemama Defterdar ya Şamê û Hemama Osman Beg ya Misrê re qayîşê dikêşin.”

Hemam, bi hêla bakur-başûr ve bi awayê çarçikgoşe hatiye bi cih bûye. Ji du deriyan ve mirov karibûne têkevinê, ji sikaka qelebalix ya li hêla başûrî ji bo mêran û li hêla rojavayî ji bo jinan. Hewşa ku wezîfeya beşa kevirî digire, li Diyarbekirê tenê li hemamên Qazî û Paşê heye. Pencereyên li her du aliyên deriyê pêşî yê beşa sariyê jî xweser in. Serikê sitûnan û qismê gewdeyî yê li teniştên pencereyê, bi xemilandinên riwekî û geometrîk hatiye çêkirin. Hewiza betonî ya çargoşe ya li beşa sariyê bi demê re guheriye. Qube ji derve qasnaxên wê yên heştgoşe hene, li nav wê jî fanoseke heştgoşe cih digire.

Beşa germiyê, bi planeke xaçwer a çar hêwan û çar xelwetî hatiye çêkirin. Li nîveka dalana beşa germiyê, xizneyeke heştgoşe heye. Li ser curnan nîş hatine çêkirin ji bo ku sabûn û lûfik li ser bên danîn.

Emine Ekinci Dağtekin

Tesîra pêvajoya pevçûna 2015an û ya hilweşînê ya piştî wê jî li Hemama Paşê bûye. Kuçeya Yenikapiyê dema ku dihat berfirehkirin, hewşa pêş hilweşiya, qismê mayî herçend hatibe restorekirin jî bitûniya hemamê xirab bû. (Wêne: Dilan Kaya, 2020)
Wekî gelek hemamên din ên aîdî weqfekê ne, dikanên Hemama Melik Ehmed jî bi armanca dahatê li weqfê hatine zêdekirin. Wêne ji sala 1967an e.

HEMAMA MELIK EHMED PAŞA

Melik Ehmed Paşa, li Diyarbekirê di navbera salên 1567-1591ê de hemamek, qesrek û mizgeftek daye çêkirin; Hemama Melik Ehmed Paşa û dikanên ku digel wê hatine çêkirin, ji bo mizgeftê hatine weqifkirin. Tenê qismê cil-jixwekirinê yê hemamê gihiştiye roja me. Li gor agahiyên berdest yên derheqê qismên din de, du deriyên hemamê hene, ji aliyê Kolana Melik Ehmed û ji kuçeya li hêla rojhilatî. Li jêr pêyên kemberê yên li her du aliyê kembera zirav çar sitûnok hene. Ji ber dîwar zemîna zêde ya li beşa sariyê ya nêzî çarçikgoşetiyê xirabbûneke mekanî cihê behsê ye.

Emine Ekinci Dağtekin

Li ser Hemama Qazî ya sedsala 16an fikir ew e ku tevî Mizgefta Qazî bi hev re hatine lêkirin û aîdî heman weqfê ne û ev hemam di salên 2009-10an de hat restorekirin. (Wêne: Arşîva Emine Ekinci Dağtekin)

HEMAMA QAZÎ

Hemama Qazî ya pêşî wekî Hemama Îpariyye yan jî ya Eşbekê dihat binavkirin, nayê zanîn kengî ev nav wergirtiye. Mizgefta Qazî ya aîdî weqfê ku hemam jî lê ye, ji ber ku di salên 1543-44an de hatiye lêkirin, wisa tê zanîn ku di heman serdemê de hatine lêkirin.

Di deriyekî kembernizm ê başûrê hemamê re meriv dikare derbasî hewşê û ji hewşê jî derbasî beşa sariyê bibe. Sekûya li seranserê dîwarê beşa sariyê, ku nîş li ser wê ne û sol li bin wan tên danîn, di nav hemamên Diyarbekirê de tenê li Hemama Qazî heye. Qubeya sariyê li ser qasnaxeke heştgoşe hatiye danîn ku meriv bi pandantîfê¹ jê derbas dibe. Di qasnaxa qubeyê de pencereyeke çarkember heye. Fanosa kargir jî li bajarî tenê li Hemama Qazî tê dîtin.

Li bakurê beşa sariyê, meriv derbasî beşa tînegermiyê ya duparçeyî dibe. Beşa germiyê, di vê hemamê de jî bi awayê plana xaçwer e. Depoya avê ya li bakurê hemamê paralelî mekanên beşa sariyê û germiyê hatiye çêkirin.

Bi restorasyona di navbera salên 2009-10an de qubeya Hemama Qazî hat nûkirin, rûberê dîwaran hat raspakirin, derz hatin dagirtin, zemîn bi kevirê bazalt ê rast re hat raxistin. Sekû û curnên xweser hatin rakirin.

Emine Ekinci Dağtekin

¹ Pandantîf: Unsûreke mîmarî ye di dema derbasbûna qubeyê re tê bikaranîn.

HEMAMA WEHAB AXA

Tevî ku nayê zanîn jî ka mîmarê Hemama Wehab Axa yê li Kolana Gaziyê kî ye û çi çax hatiye lêkirin, di çavkaniyan de dîroka wê wekî sedsala 16-17 tê hasabkirin. Hemam, ber bi hêla rojhilat-rojava ve li ser qadeke wekî çargoşeyê hatiye cîbicîkirin. Bi wî deriyî re meriv dikare derbasî hemamê bibe ku paşê hatiye vekirin û îroroj li Kuçeya Telgrafhaneyê ye. Lêbelê deriyê orîjînal li rojhilatê vî deriyî ye.

Hemam, li ser ekseke bazirganiyê ya bajarî, wekî avahiyeke xwedî dahat, bi salên dirêj beşa sariyê ji hemamê hatiye veqetandin û bi usûla kirêyê hatiye şixulandin. Bi restorasyona sala 2013an re, zemîn û dîwarê navberê yê zêde yê li beşa sariyê hatiye rakirin û li halê wê yê berê hatiye vegerandin.

Piştî ku beşa sariyê veguheriye mekanê bazirganiyê, beşa tînegermiyê wezîfeya beşa sariyê wergirtiye. Meriv dikare di deriyê kembernizm yê kuçeyê yê aliyê başûrî re derbasî beşa tînegermiyê ya bi awayê “L”yê bibe. Du beşên tînegermiyê yên paralelî beşa sariyê jî bi sê qubeyan dorgirtî ne. Depoya avê û kulxan, piştî beşa germiyê ne.

Emine Ekinci Dağtekin

Nayê zanîn ka mîmarê Hemama Wexab Axa kî ye û bi temamî çi çax hatiye lêkirin. (Wêne: Arşîva DİTAVê)

Werger: Murat Bayram

 


 

ÇAVKANÎ

Birsen İnal
• İnal, B. (2013) Özümsen Diyarbekir, Weşanxaneya Lîsê, Diyarbekir.

Emine Ekinci Dağtekin
• “Hamam”, İslam Ansiklopedisi, Cîld 5, Weşanên Türkiye Diyanet Vakfı, Stenbol: 402-425, 1997.
• Arseven, C. E. (1947) “Hamam”, Sanat Ansiklopedisi, Cîld 2, Stenbol: 678-689.
• Aru, K. A. (1949) Türk Hamamlar Etüdü, Teza Doçentiyê, İstanbul Teknik Üniversitesi Fen Bilimleri Enstitüsü, Stenbol: 4-30.
• Beysanoğlu, Ş. (1990) Anıtları ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi, Cîld 1-2, Enqere: 186-550.
• Beysanoğlu, Ş. (1998) Anıtları ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi, Cîld 1, Enqere: 575-642.
• Dağtekin, E. (2007) Güneydoğu Anadolu Bölgesi Geleneksel Hamam Tipolojisi Ve Buna Bağlı Koruma Ölçütlerinin Oluşturulması, Teza Doktorayê, Gazi Üniversitesi Fen Bilimleri Enstitüsü, Enqere.
• Dağtekin, E. û Hillez, S. (2011) “Tarihi Yapılarda Yeniden İşlev Önerisi, Diyarbakır Vahap Ağa Hamamı Örneği”, Diyarbakır Mimarlık ve Kent Sempozyumu, Diyarbekir: 119.
• Dağtekin, E. (2013) “Diyarbakır Hamamları”, Diyarbakır Ansiklopedisi, Weşanên Elvan, Enqere.
• Arşîva Diyarbakır Kültür ve Tabiat Varlıkları Koruma Kurulu, 2005.
• Evliya Çelebi (1998) Seyahatname, Cîld 2, Weşanên Yapı Kredi, Stenbol: 447.
• Eyice, S. (1960) “İznik’te Büyük Hamam ve Osmanlı Devri Hamamları Hakkında Bir Deneme”, İstanbul Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Tarih Dergisi, 11(15): 108.
• Kılcı, A. (2011) “Diyarbakır’ın vakıf mimari eserleri ve vakıfları üzerine bazı notlar”, Medeniyetler Mirası Diyarbakır Mimarisi, (ed.) İrfan Yıldız, Diyarbakır Valiliği Yayınları, Diyarbekir: 31-41.
• Önge, Y. (1988) “Anadolu Türk Hamamları Hakkında Genel Bilgiler ve Mimar Koca Sinan’ın İnşa Ettiği Hamamlar”, Mimar Başı Koca Sinan: Yaşadığı Çağ ve Eserleri, Cîld 1, Weşanên Vakıflar Genel Müdürlüğü, Stenbol: 403-428.
• Sözen, M. (1971) Diyarbakır’da Türk Mimarisi, Stenbol: 21.
• Tuncer, O. C. (1996) Diyarbakır Camileri, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Yayınları, Diyarbekir: 100.
• Ünver, S. (1973) “Türk Hamamı”, Belleten, 37(145), Stenbol: 87-94.
• Arşîva Vakıflar Genel Müdürlüğü, Diyarbakır Şerri Sicil Defteri, no: 367, s. 6-7, 1841-1842.
• Arşîva Vakıflar Genel Müdürlüğü, deftera bi numreya 532an, r. 60; deftera bi numreya 530, r. 57; deftera bi numreya 159, rêzikên 1024-1030.
• Yılmazçelik, İ. (1997) XIX. Yüzyıl’ın İlk Yarısında Diyarbakır, Türk Tarih Kurumu, Enqere: 84-86.

KEVNEŞOPÎYA JI DERDOŞÊ HETA GORÊ DIDOME
BEŞA BÊ
KEVNEŞOPÎYA JI DERDOŞÊ HETA GORÊ DIDOME