Lê Bigere
PÊŞANGEH
KEVNEŞOPÎYA JI DERDOŞÊ HETA GORÊ DIDOME
KEVNEŞOPÎYA JI DERDOŞÊ HETA GORÊ DIDOME
Rêûrisma rijandina danîyên ji bo hatina didanê zarokan ya malbata kildanî, Karadayîyan. (Wêne: Yusuf Karadayı)

Ji destpêka jîyanê heta nefesa dawîyê, ritûelên (rêûrism) li gor çand û bawerîyan ji hev cida, hin wateyên civakî jî çêdikin. Li cihên wek Diyarbekirê ku di dîroka wê de xwedîyên gelek nasnameyan lê gîhane hev, em dikarin bibînin ku edetên ji hev cida temasî hev dikin heta ku hev diguherînin.

Nivîskar, Birsen İnalê edetên Diyarbekirê yên bingeha wê ji bawerîya Misilmanîyê tê nivîsîne. Mehmet Şimşekî rêûrismên gelekê ketîn nava hev yên siryanî û ermenîyan nivîsî. Birgül Açıkyıldızê li ser edetên Êzidîyan yên ji dergoşê heta gorê û paşê dîsa vegera li dinyayê nivîsîye.

Ji bilî bûyerên taybet, li Diyarbekirê zarok li ber destên xwedî-merîfet yên ebeyan dihatin dinê. Bawerîyeka welê hebû ku cihê nêvika zarokan lê tê danîn dê diyar bike ka ew zarok dê çi karî bike. (Wêne: Arşîva malbata Cemîl Paşayî)

Berê li Diyarbekirê ebeyan carekê kontrol dikirin. Heger wan biryar nedaya ku divê jina ducanî biçe nexweşxaneyê. Wan zarokên xwe li malê çêdikirin. Kesên wek Melahat Ebe, Satberg Ebe, Bahtiyar Ebe, Mecbure Ebe, Kıbrıslı Ebe, Adalet Ebe -ku ew ebeya ji sedî heştîyê xelkê Baglar, Peyas û Karazê ye- hebûn. Ew serwextên karê xwe bûn û navdar bûn. Ji bilî wan hin ebeyên taxan hebûn. Bawernameya wan nebû û bi tecrûbeyan hînî karî bûbûn.

Di demên ku girtina teksîyan zehmet bû de jî malbatan bi şêweyekê teksî eyar dikirin ku ebeyan bînin. Berê jî ebe bi wesayitên hespan (fayton) dihatin birin û anîn. Piştî jizarokbûnê, bi dengê girîyê zarokan re endamên malbatê diçûn odeyê û bexşîş diavêtin ser nêvika hatî birîn. Bexşîş li gor zayenda bebikan dihat guhertin. Serwextên birîna nêvikan, piştî birînê nêvikê dikin duqet û bi paçikekê hiçka girê didin. Her ebeyekê bi heman zanîn û meirîfetê nedikarîn nêvikan girê bidin. Ji ber gotinên wek “filan ebe ew qasê spehî girê dide mirov dibêje qey fincanek e. Bi ser karê wê re nîne.” Ji bo zaroka keç bibe kevanî û destên wê kêrî kar û hûnerê bê nêvika wan di çekmeceya mekîneya dirûtinê de an jî di çekmeceya bûkanîyan de dihat hilanîn. Ji bo mêr jî zana û alim bibin nêvika wan di hewşa medrese û dibistanan de dihat binaxkirin. Heke bihatîya xwestin ku zarok bibe sinetkar bav an jî bapîrê zarokê/î nêvika wî/wê dibir dikana sinetkarekê/î.

Cara pêşîyê ebeyan serê zarokan dişûşt. Li dergoşê bi awayekê hiç zarok dihatin pêçan ku ti derên wan xwar-û-mar nebin. Kumikekê bi navê “şübara” dikirin serê zarokan û da enîyan ber bi pêş ve neçe bi paçikeka sêgoşeyî hiç dihatin girêdan. Herî dawîyê bervageka li ser “jê hez bikin lê maç nekin” hatî nivîsîn bi bebikê ve dihat girêdan. Pêçana zarokan bi vî awayî temam dibû.

Birsen İnal, Lêkolînêr, Nivîskar

Ji bo jina nû bûyî dayik nanê di dimsê de hatî qelandin û dimsa li ber hêkan hatî qelandin tê dayin ku qeweta wê zêde bibe. Ji bo jina di çilikan de xwarinên cemidî nedihat dayin ku necemide. Ji bo xelk çavan lê nedin jî cilikên şîn diwergirtin.

Piştî jizarokbûnê dema bav biçe odeyê, dêya bavî zaroka nûbûyî wek li giranîya wê binêre bi du destan radikir jor û danî jêr û sê caran dipirsî: “Tu girantir î an jî bebik.” Bavî jî sê caran enîya zarokî/ê maç dikir û digot: “Bebik giran e.” Heta sê caran banga melî neyê kirin navek li bebikan nedihat kirin. Piştî hingê heger navek ji bo bebikê hatibe dîtin babîr an jî mamê bebikê/î li ber guhê wî/wê navî dibêje. Keseka/ê ku welê tê zanîn zimanşîrîn û exlaqxweş e, bi tilîyekê hingivî bi lêva bebikî/ê ve tanî. Li gor edetan bi vî awayî bebik, zimanşîrîn, xweşexlaq dibû û di cara yekem de rihettir dirît.

Navê şîrê pêşîyê yê ji bo zarokan tê dayin “şîrê firşkkirinê” bû, dilopa yekem ya wî şîrî dihat rijandin. Divîya zarok dilopa yekem nevexwin. Ji bo memikê dayikan ne derike, piştî zarokan şîrê wan dimêt dayikan pîvaz bi memikê xwe ve tanîn.

Jin ji dema çilikan ditirsîyan. Ji ber ku di malên berê yên Diyarbekirê de cihê destavê, medbex û serşok li derve bûn, di zivistanan de dema dayik diçin wan deran çêdibe xwe bicemidînin. Di dema çilikan de jî nezer (çavlêdan) yek ji mijarên di rojevê de bû. Mezinên me digotin “heta çilik temam bibe derîyê nezerê vekirîye.” Ji ber wê di dema çilikan de qedrê dayikan gelek dihat girtin.

Rûyê bebikê vekirî nedihat hiştin. Bi paçeka pembeyî an jî şîn rûyê bebikan dihat nixamtin. Di hefteya yekem de heta renê zer ji ser rûyê bebikan biçe paçikeka zer bi rûyê wan de dihat nixamtin. Her kesên ku bebik bidîtîya digotin “Maşallah” heger hinekan ji bîr bikira yên li derdorê dianî bîra wan. Jina di çilikan de esehî derzîka bedenan bi bedena xwe ve dikir. Dema diçû destavê jî kêrikek bi xwe re dibir. Li gor bawerîyê tiştên tîj, birrek “me ji yên ji me çêtir diparêzin.” Ji ber heman bawerîyê dayikê kêrek, meqesek, Quraneka biçûk û parîyekê nanî didanî di derguşê de.

Birsen İnal

Ji ber ku dema piştî jizarokbûnê ji bo dayikê û zarokan gelekê zehmet e. Gelek edet hene ku rêberiya derbaskirina wê pêvajoyê dikin. Di çil rojên çilikan de parastina zarokan û dayikan mijara esasî ye. (Wêne: Arşîva malbata Cemîl Paşayî)
Nexşên çandan di “rêûrismên bixêrhatinê” de têne dîtin. Ji bo nimûne bebik di rêûrismên “heft rojîyê” de heft rojan bi dorê têne gerandin. Bi zimanên Kurmancî, Zazakî, Siryankî, Tirkî, Ermenkî û Erebî lorik jê re têne gotin. Ev edet ne ji vaftîzkirina di roja heştem de ya filetîyê dûrtir e.

Rêûrisma heftrojîyê di roja heftem de dihat kirin. Lêzim û cîran ji bo malê dihatin vexwendin. Mewlîd dihat xwendin. Paşê bi şahîyekê bûna bebikan dihat pîrozkirin. Ji bo wan kesên heft rojan bebik nedîtîn firsetek bû ku dîyarîya dîtinê bibinû biçin nik bebikê. Jinan darbûqe, ûd, erbane lê didan û ji xwe re dilîstin. Bebik bi dorê dihat gerandin û bi Kurmancî, Zazakî, Siryankî, Tirkî, Ermenkî û Erebî lorik û zûgotinûk jê re dihat gotin.

Heger malbat halxweş ba, heft şevan xwarin û şîrînayî dihat dayin. Heke şîv bihata dayin ji rojê ve amadekarî dihatin kirin. Li gor demsala wê çi heba birincgoşt, metfûnîya kundiran, kadeyên bi penîran, zerde, qedayifên têl û yên hûnandî li ser agirî dihatin qelandin dibin kirkirrok. Heke şîranî jî bihatîya amadekirin li gor maldarîya malbatê dihat çêkirin. Şekirê mewlîdan li malên maldaran dihatin çêkirin. Heke mal ne maldar be, 5-6 şekirokê kunokuno digel liquman di nav kaxezan de li sînîyekê dihatin dayin. Di nava sînîyê de piskewît dihatin danîn. Şekirok li ser paçikê qedîfe û li bin boxçika nixamtinê, li ser kursîyekê li nava odeyê dihat danîn. Carinan jî li sûna piskevîtan kulîçeyên li malê hatîn çêkirin dihatin danîn. Tejî zerikan şerbeta sor a darçîn û qernefil tê de dihat çêkirin. Ev neba nedibû.

Dema bebik dihat şûştin, li dergoşa xemilandî dihat danîn û şidandin diayên ji bo nezerî nebe dihat gotin. Dayika di çilikan de çi qas zêr û zeynetên wê hebin bi xwe ve dikirin û wek keybanûyan/sitîyan dirûniştin. Hin kesan jî dest û pêyên dayika di çilikan de wek bûkan hina dikirin.

Rêûrismên “xêrhatinê” yên bi heft rojan didomî, wek kevneşopîyekê bû û dînî bû. Bi îhtimaleka mezin ji ber têkelbûn û tevlihevbûna qewman ev edet çêbûne. Ji ber ku cîranên me yên Fileh jî di roja heştem de li dêran di rêûrisma vaftîzkirinê de tiştên dişibin van rêûrisman dikirin.

Birsen İnal

Gelek edetên ji bo derketina ji çilikan bêyî zanînê dihatin kirin lê ji bo rêgirên problemên saxlemîyê bûn. Ji ber tirsa pîr’ebokan¹ çil rojan dayik û zarok bi tenê nedihatin hiştin. Dayikan hay ji xwe hebun ku dema di çilikan de dayikêka dî ya di çilikan de nebînin. Heke wan hev dît, da çilikên wan li hev nekevin wan derzîkên xwe yên bedenan li hev diguhertin. Jinên di çilikan de naçin şîn û tazîyan. Lê heke lêzimekê/î wê mir û mecbûr bibe biçe tazîyê. Hingê bi ava cenazeyî rûyê wê tê şûştin ku êşa bihîstina xebera xerab kezebê wê neşewitîne.

Hima bêje li hemî malan tasên ji hecê hatîn anîn yên çilikan hebûn. Ava çilikkîyan bi van tasan dihat bikarînan. Ew roj, ew roj e ku metirsîya mirinê ji bo zarok û dayikê radibe. Tê fikirîn ku ji rûhên xerab rizgar bûne û ji bo çilikîyan deriyê gorê hatiye girtin. Herçende navê wê çilik e jî rêûrisma derketina ji çilikan di rojeka yek jimar yanî di roja 39. an jî di roja 41. Divîya ew kesa ku avê bi ser dayika çilikên xwe temam kirî de dike destmêjgirtî be. Xelk hişyarên vê yek bûn.

Heke serşok hebali serşokê heke neba di testiyekê de li nava malê pêşîyê bebik û paşê dayik, bi qedirdayineka zêde dihatin şûştin. Di tasa çilikan de şehê çil-diran, tisbehê 99 lib, çil kevirok, pelê gulan û pereyê hêsin dihat danîn. Ew kesa ku tasa çilikan digirt sê caran şahde didan, carekê elhemd û carekê sûreya îxlasê dixwend. Jina ku bi bismîlayê destê xwe kirî di nav avê de, av li derdora odeyê belav dikir û digot, “kiş kiş çilikê here, ez hatim!” Paşê zarok bi gotinên “bila yên yek, yên sê, yên heft û yên çil şahîdê min bin ku ji çilikan derket.” dihat gotin.

Piştî derketina ji çilikan dayikan çend dilopek şîr diberdan di devê zarokan de û digotin “bila emelê te salih be” paşê jî şîr dida zarokan.

Piştî derketina ji çilikan neynûkê zarokan cara yekem dihatin jêkirin. Di çilikan de nedihatin jêkirin. Ji berîya jêkirinê destê zarokan dikirin di berîka rastê ya bavê wan de. Pereyê ku zarokan ji berîkê derdixist wek “sedeqeya neynûkê” li feqîran dihat belavkirin.

Birsen İnal

¹ Yên ji me çêtir/pîrebok: Cin li gor bawerîyê, yên ji me çêtir li ber avan dijîn û ji ber ku ji tiştên birrek ditirsin por û neynûkên wan dirêj in. Li gor bawerîyê, ew pirtir di dema çilikan de belaya xwe li mirovan didin. Di wê demê de jinan hay ji xwe hebû. Dayikan derzîkên bedenan bi bedena xwe ve dikirin. Amûrên birrek li bin balkeyê zarokan dihat veşartin.
Piştî dema çilikan a bi zehmetî borî bi rêûrismekê ji “çilikan” dihat derketin. Ji bo şûştina dayik û bebikê tasa/piyana çilikan dihat bikarînan. Piranîya wan tasan ji hecê dihat înan.
Mirovên ji bawerîyên cida yên Diyarbekirî, xwedîyên heman edetê ne, ew xaxalan bi lingê zarokan ve dikin. Gelek feydeyê vê hene. Hem ji ber dengê wê dihat zanîn ka zarok li kî dera hewşê ye. Hem jî ji ber moçika bi xalxalê ve di dema derketina didanan de zarokan didanên xwe dixwerandin. (Wêne: Arşîva Can Şakarerî)

Di cimaeta Siryanên Qedîm de dema zarokek çêbibe liv û tevgerek dikeve di malê de. Dê li malê zarokan çêdikin. Jinên xwedî-tecrûbe ebetîyê dikin. Malbat hişyarên wê yekê ne ku divê di dema jizarokbûnê de mêr ne li malê bin. Piştî bi awayekê baş zarok çêdibe û nemaze zarok kur be şahîyek di malê de çêdibe. Ermenîyên Diyarbekirê piştî çêbûna bebikeka keç ji dayikê re dibêjin “xanimê çavên te kor bibin te dîsa keçek çêkirîye.” Dema ku kurek çêkirîya dihat gotin “xanimê çavên te ronî bin te kurekê ser-zebeş çêkirîye.” Piştî çêbûna zarokekê li ber serê wan Încîl (Hewara Îsayê Mesîh) dihat xwendin. Li bin balkeyan derzîka bedenan û amûrên hêsin ên birek dihat danîn.

Jinên ebe ji bo vî karî qet pere nestandin bi ser re jî dîyarîya ebetîyê dibirin. Lingên zarokên nûbûyîn bi hev ve dikirin cot û li derguşê dihatin şidandin. Vaftîza zarokan bi awayekê edetî roja heştê ya piştî jizarokbûnê dihat kirin. Li nik siryanî û ermenîyan piştî bûyîna zarokan, hezkirina ji bo wan nedihat nîşandan. Ji ber ku zarok bi gunehan ve hatîye dinyayê. Piştî roja heftem û vaftîzkirinê bebik nedihatin maçkirin. Wek zarokan dayik jî wek qirêjbûyîyan dihatin dîtin. Wan heta dawîya roja heftem ji bilî eşyayên ji wan re hatîn cidakirin dest li ti tiştan nedidan. Di roja heştem de bi vaftîzê zarok paqij dibû. Lê belê jinan heta çil rojên wan temam nebin nedikarîn dest li tiştên pîroz bidin an jî biçin dêrê. Ji berîya li medrangehê zarok bêne vaftîzkirin diaya navlêkirinê dihat xwendin. Piştî zarok ji gunehên esasî paqij dibûn İja dibûn endamên eslî yên civakê.

Mehmet Şimşek, Lêkolîner, Nivîskar

Li nik ermenîyên Diyarbekirê tiştê herî girîng ê navkirinê navlêkirina zarokan e. Piranîya caran bavê vaftîzê nav li zarokan dikir. Navê wan li deftera dêrê dihat nivîsîn. Dema navê zarokên bêbav dihat qeydkirin wek “zaroka/ê dêrê” dihatin qeydkirin.

Li cimaeta siryanîyan dema zarok dihatin vaftîzkirin ew noqî avê dihatin kirin. Piştî hefteyek bi ser jizarokbûnê re derbasbûyî di demekê herîn zû de vaftîz dihat kirin. Bavê vaftîzê yê her zarokekî/ê miheqeq heye. Kirîv li şûna zarokan, tobe dikin, sond dixwin û beşdarîya diayan dikin. Divîya ew kesê kirîv fileh be. Mirovek dikare kirîvê gelek kesan be. Pêşiyê zarokan sê caran noqî ava li ser hatî xwendin dikirin. Paşê bi ronekê dihatin rondan. Li ser navê zarokan kirîvan dia dixwendin.

Piştî ku zarokek dihat vaftîzkirin ji bo ezîz wan biparêzin navê ezîzan li zarokan dihat kirin. Heke zarok kur be li mîhraba dêrê radestî Xwedayî dihat kirin lê heke keç ba ji bo mîhrabê nedihat birin. Kirve zarokî didane ber sîngêxwe û sê caran li dora mîhrabê dizivire her cara ku dizivire jî Încîlê maçî dike. Komunyumeka têkel tê amadekirin (ji nanê nehatî tirşkirin û şerabê) paşê kefçikekê ji nav komunyumê hatî derêxistin bi lêva zarokî/ê ve tê dayin.

Kirîvîya nava mislimanan û kirîvîya Siryanên Qedîm ne wek hev in. Di kirîvbûna misilmanan de ti bingehên dînî nîne. Lê kirîvîya giştî jî di tesîra kirîvîya siryanan de maye, ji bo nimûne edeta çênabe zarokên kirîvan bi hev re bizewicin çêbûye. Li Diyarbekirê, siryanan bi taybetî têkilîya kirîvîyê digel misilmanên cîranên xwe didanîn. Bi vî awayî dibûn asteng ku mirovên ji dînên cida bi hev re nezewicin.

Mehmet Şimşek

Bi Siryankî bavê vaftîzê/kirîv: Şavşbîno, karîbo, mhadyono. Bi Ermenkî bavê vaftîzê: Ginkahayr. Bi Ermenkî dayika vaftîzê: Ginkamayr.
Di çanda siryanan de bavê vaftîzê, kirîvê her zarokekê heye. Di çanda Diyarbekirê de çanda kirîvîyê heye. Ew kirîvîya ne li gor dînî û ev kirîvî xwediyên wesif û rolên cida ne. (Wêne: Hüsamettin Bahçe, 2009)
Li gor bawerîya Êzidîyatîyê piştî çêbûne, zaroken kur, pora wan tê jêkirin (biska porê), tên sinetkirin û zarokên keç û kur tev tên vaftîzkirin (mor kirin) û bira an jî xuşka axretî têne hilbijartin.

Li gor bawerîya Êzidîyatîyê ku kesek bibe Êzidî divê hem dê hem jî bavê wan Êzidî bin. Bi zewaca endogamîyê her kes li gor çîna xwe dizewicîn. Ji bilî vê mecbûrîya zewicandinê, ji bo kesek wek Êzidî bihata qebûlkirin divîya ji bûnê heta mirinê beşdarî gelek rêûrisman bibûna. Piranîya rêûrisman hema piştî çêbûna zarokan dihatin kirin. Zarokekê kur piştî çêbû pora wan tê jêkirin (biska porê), tên sinetkirin û zarokên keç û kur tev tên vaftîzkirin (mor kirin) û bira an jî xuşka axretî jê re tê hilbijartin. Mirin temsîla temambûna vê jiyanê û destpêka jiyaneka nû ye.

Birîna biska porê jî wek vaftîzekê ye û bi tenê pora kuran tê birîn. Heta rêûrisma biskaporê nehata kirin pora zarokê kur nedihat birîn. Berê piştî temambûna çilikan pora zarokan dihat birîn lê îro Êzidî di şeş mehî an jî yek salîyê de biskê porê dibirin. Ji bo jê re bibe rêber ji bo her zarokekê kur du axretî ye mêr dihatin hilbijartin. Kesek ji malbata pîrî yek jî ji malbata şêxî. Axretîyên keçan jî keçên ji malbata şêx û pîran ji dikaribin bên hilbijartin. Axretîyan biskê kuran ê li ser enîya wan dibirî bi vî awayî rêûrisma biskan dest pê dikir. Piştî rêûrismê malbata zarokî biskê wî diveşart. Ji bilî wan heke şêx an jî pîran jî xwestiba wan jî dikarî hilîne. Paşê malbata zarokî dîyarî didan malbata axretîyan.

Doç. Dr. Birgül Açıkyıldız, Dîroknasê hunerê

Rêûrisma vaftîzê ya ku bi navê mor kirinê dihat binavkirin bi tenê li Vaftîzxaneya li Kanîya Spî dihat kirin. Ji ber ku niho xelkê Êzidî li gelek cihên dinyayê bi gelek sedeman belav bûne ava pîroz tê birîn û zarok li kû derê bin li vê derê têne vaftîzkirin. Rêûrismê şêxek an jî pîrekê “parastvanê Laleşê” li Laleşê di hizûra endamekê/î malbatê pêk tîne. Pîr sê tasên avê ji Kanîya Spî dihîne û bi serê zarokan de direşîne. Ji alîyekê ve îlahîyên bi Kurdî dixwînin: “Ho, hola, Êzî Siltan. Tu bûyî berxê Êzî, serekê riya Êzî”. Paşê îlan dike ku zarok xizmetkarekê Êzî ye. Piştî rêûrisma vaftîzkirinê malbata zarokan dîyarî û pereyan didin pîran. Wek edetî karê mor kirinê dema zarok gelek biçûk tê kirin. Lê heke ev ne mimkin be piştî hingê jî kengê derfet çêbibe hingê dikare bê kirin.

Zarokên kur 20 rojan piştî vaftîzê têne sinetkirin. Dê û bavê zarokan ji bo rêûrisma sinetê kirîvekê erkdar dike. Bi kirîvîyê têkilîyeka xwînê di navbera zarokî û malbata kirîv çêdibe. Ji ber vê heta heft bavan/nifşan tikesên ji wan malbatan bi hev re nazewicin. Ji ber vê yekê piranîya kirîvan ji misilmanan dihatin hilbijartin ji ber ku ji xwe zewaca wan a bi hev re ne mimkin e. Rêûrisma sinetkirin ê li mala zarokî tê kirin. Piştî sinetkirinê malbat zîyafetekê dide mêvanan û dîlan tê kirin. Êzidîyên niho li Ermenistanê dijîn ji ber ku di nav Filehan de dijîn vê rêûrisma xwe pêk nahînin. Li gor bawerîyê Êzidîyên bêsinet mirîn kafir têne hesibandin. Piştî mirinê dema canê wan ji bedenê bar dike bo bedenekê dî ew têne cezakirin. Ji ber wê Êzidîyên wefat kirîn ji beriya bêne binaxkirin têne sinetkirin.

Birgül Açıkyıldız

Zarokên kur ên Êzidî 20 rojan piştî vaftîzkirinê dihatin sinetkirin. Ji bo vê rêûrismê malbata zarokî kirîvekê dihilbijêre. (Wêne: Hüsamettin Bahçe, 2007)

Diyarbekir bajarê gelek qewman e. Gelek xelk bi hev re dijîyan û bawerîyên wan ji hev cida bûn lê digel vê yekê jî gelek tiştên wekhev di rêûrismên çêbûn û mirinê de hebû. Di demên berê yên Diyarbekirê de piştî şûştina termê mirîyan wek edeta Filehan qazan (zerik) bi li ser devê wê dihat danîn. Heke yê/ya mirî wezîyet kiribe gustîlkê wan, guhar û zênetên wan ji bo yên term şûştîn dihat dayin. Heke wesîyet nebe hinek pere û mexmela/xewlîya pê term hatî ziwakirin ji bo yên şûştî dihatin dayin. Kifin bi kêran dihat birîn. Dema dihatin kêlîdan ta nedihatin girêdan. Dewir dihatin xwendin, ji bo yên xwendîn pere dihatin dayin. Ji ber wê mezinên me dema xwe ji aliyê meinewî ve ji mirinê re amade dikirin xwe ji aliyê maddî ve jî amade dikirin.

Piştî term ji malê dihatin derêxistin pêlava wan li ber derî dihat danîn û cil û libasên wan dihatin belavkirin. Hindik jî be hin helaw dihat qelandin û belavkirin. Li mala şîn lê heyî xwarin nedihat çêkirin. Cîran û lêziman xwarin çêdikirin û dihînan. Wan xwarin didanî û firax jî dişoştin. Di rojên baş û xerab de hevgirîyek hebû. Mêr sê rojan û jin heft rojan li mala şîn lê heyî diman. Her cara kesek dihat digot “Lîllahî Fatîhe” û sûreya Fatîhayê (Elhemd) dihat xwendin. Heta roja heftem bi tisbehan selewan dihat dayin. Jimara tisbehê hatî temamkirin bi libên nokan dihatin hesibandin. Di roja heftem de dema ku diçûn ser gorê ev libên nokan li gorê dihatin çandin. Li gor bawerîyê piştî ku şîn dibe dê bi bayê belav bibe û bi vê yekê gunehên yê/ya mirî dê efû bibin. Di roja heftem de mewlîdek tê dayin û selewat têne xwendin û ji mirîyan re têne bexişkirin. Helaw û xwarina germ dihat belavkirin. Piştî roja heftem malbatê serê xwe dişûşt û cil û bergên xwe diguhertin. Cîranan cil û berg dişûştin û bi vê yekê malbat ji şînê derdiêxistin.

Di dema şînê de cîranan cilikên xwe nedişûştin. Heke mecbûr biban dişûştin lê ji dizîve ziwa dikirin. Radyo nedihat vekirin û hemî şahî dihatin betalkirin. Di çilrojîya mirinê de jî mewlîdek dihat dayin û xwarin li feqîran dihat belavkirin. Di şeva pêncî û duyê de piştî nimêja eşayê mela û çendkesek diçûn ser gora mirîyê/î û diaya şeva 52. dixwendin. Li gor bawerîyê, wê şevê hestî ji hev dibin bi xwendina diayan, mirî ji êşê rizgar dibin.

Birsen İnal

Her mirinek dihat wê wateyê ku ji nefesa dawîyê heta şînê gelek rêûrism dihat kirin. Wêne: Birina cenazeyê Hecî Xelîlî ku salên 1960ê melatîya Mizgefta Mezin dikir.
Goristana Derîyê Çîyê, salên 1930ê.
Xelkê Siryan bawer dikin ku piştî mirinê jîyaneka ebedî/bêdawî dest pê dike. Dema tabût tê derêxistin xelk tilîlîyan dikin û zengila dêrê carekê lê dide. Paşê bi pêşengîya alimê dînî ber bi goristanê ve diçin. Di wêneyî de tê dîtin ku komeka kesên bi cenazeyî re ber bi Goristana Siryanan ve diçin ku goristan hema li alîyê derve yê Derîyê Rûhayê ye. (Wêne: Arşîva Can Şakarerî)

Li gor bawerîya Siryanan mirin wek pireka di navbera dinyayê û jîyaneka ebedî de ye. Yên ku bawerîya xwe li Îsayî tînin û bi îmanê jîyana xwe temam dikin dê ji zehmetî, tehb û nexweşîyên vê dinyayê rizgar bibin û ber bi dinyayeka ebedî biçin.

Destê mirîyan li ser sîngê wan wek çeprat dihê bicîhkirin. Rûyê wan ber bi rojhilatî ve tê badan û xaçek di destê wan de tê bicîhkirin. Li ber serê wan Încîl tê xwendin li hinda pêyên wan mûmek tê pêxistin. Alaveka metal ya wek meqesekê li ser sîngê wan tê bicîhkirin. Dema agahîya mirinê digîhe xebatkarên dêrê ew sê caran zengila dêrê lê didin.

Dema keşe an jî metran diçin cîhê mirî lê diayan dikin û bixurê dişewitînin. Hingê nas û xizmên mirîyan jî kom dibin. Dema mirî ji cihê wan tê rakirin li şûna wan kevirekê qasî kefa/nava destê mirovan tê danîn. Malbatên halxweş cilikên mirîyan belav dikin.

Ji alimên dînî yên Siryanîyan ew kesên hatîn asta kahînîyê beşdarî rêûrismê şûştin û kifinkirina miriyan nabin. Vî karî pirtir dîyakos an jî kesên di vî karê de tecrûbeya wan heyî yên pîr dikin. Heke jinek miribe nexşê mirîyan, kefîyeka batî nexişandin bi şêweyê yekparçe an jî du parçe li ser serê mirîyê tê danîn. Piştî şûştina mirîyan cilikekê paqij lê tê kirin û kifin lê tê kirin. Heke yê/ya mirî di emrê zewacê de be an jî nîşanî be, bûkanî an jî zavatî lê tê kirin.

Piştî kifinkirinê bi paçeka yek metreyî ya ji Qutsê hatî anîn a wêneyî Îsayî li ser heyî tê nixamtin. Ji bo cenaze siviktir be parçeyekê nanî li bin serê wî tê danîn.

Tabûta ku rûyê mirîyan nîşan dide li dêrê li ser dikê tê danîn. Alimên dînî ji dêrê diçûn mala cenazeyî/ê li wê derê dêlindêzeka/ayîneka saet û nîvê didomîya dikirin. Dema cenaze ji dêrê dihat derêxistin, zengila dêrê carekê lê dihat dayin. Nemaze heke mirî ciwan ba tilîlî dihat kirin. Koma cenazeyî li pey alimê dînî ber bi goristanê ve diçûn.

Mehmet Şimşek

Goristanên Siryanan piranîya caran li hewşên dêr û manastirên (metrangeh) li derveyî bajaran in. Mirovên, ezîz, patrîk an jî metropolît li hewşê li cihekê nêzîkî avahîya dêrê an jî metrangehê dihatin binaxkirin. Li Diyarbekirê li nêzîkî Derîyê Rûhayê goristana Siryanan heye. Demekê dirêj e ku ermenî û siryan li vê goristanê têne binaxkirin.

Alimên dînî û lêzimên cenazeyî li ber gorê disekinin. Piştî binaxkirinê ji bo xelk sersaxîyê li wan bidin disekinin. Ji bo wan kesên beşdarî merasîma binaxkirinê bûyîn nan û helaw an jî liqum û piskewît (lahmo raha) dihat dayin. Paşê hemî bi hev re diçûn cîhê şînê.

Ji derve ji bo cîhê şînê xwarin nayînan. Kirîv û mirovên yên mirîn li cîhê şînê xwarinê çêdikin û li beşdaran belav dikin. Li gor edetên Siryanan piştî mirinê di rojên sêyê, nehê, çilê û salvegerê de xwarin tê dayin. Di edetên îro de ji bilî wan rojan di roja 15ê de jî xwarin tê belavkirin.

Mehmet Şimşek

Wêneyê birêxistina cenazeyekê ji hewşa Dêra Dayika Meryem a Siryanan ya Surê. (Wêne: Arşîva Can Şakarerî)
Li derveyî Derîyê Rûhayê goristana ermenî, siryan û nemisilmanên dî hebû. Sala 1995ê şaredarîya ji Partîya Refahê bi hêceta çêkirina rêyê goristana ermenîyan rakirîye û gor birine goristana siryanan. Ji wê demê ve ermenî û siryan li heman goristanê têne binaxkirin.
Piştî mirina ermenîyan ew salekê her êvara Înê xwarinê li cîran û nasan belav dikin. Li gor bawerîyê ev para wan kesên mirîne. Wêne rêûrisma cenazeyê Maritsa Furuncîyanî ya 1909ê nîşan dide.

Ermenî bawer dikin ku rûhê mirovan piştî heft rojên firîyanê digîhe biheştê. Li gor bawerîyê ew kesa/ê mirî ji bo demekê dî jî birçî/tî dibe. Ji bo wê ji koma mirovan re xwarin tê dayin navê wê xwarinê “Hokeçaş/Hokehts” e. Heta salek bi ser mirinê re derbas dibe her êvara Înê xwarin li nas û cîranan tê belavkirin. Li gor bawerîyê ev bara mirîyan a di xwarina malê de ye. Di roja 15ê de helaw tê belavkirin.

Di roja duyem a Cejna Paskalyayê de, roja şemîyê ber bi êvarê ve xelk diçin serdana goristanê. Li ser kêlên goran mûm û bixûr dihê pêxistin. Li gor demsala Dêra Qedîm a Siryanan, di roja wek Yekşema Mirîyan tê binavkirin de, ji bo hemî kesên ji dema Adem û Hewayê heta niho mirîn dêlindêz/ayîn tê kirin.

Ji dê rojan heta heft rojan şîna Siryanan didome. Şîn li mala xwedîyên şînê an jî li holên dêran digel alimên dînî têne kirin. Sê rojan hema kes cîhê şînê paqij dike. Mêr di dema şînê de rihê xwe jê nakin. Cilikên xwe naşon. Malbata xwedîye şînê kefîya xwe vajî dikin serê xwe. Qehweya tehil ji bo wan kesên hatîn tazîyê tê dayin. Alimê dînî yê ku berpirsîyarîya tazîyê daye ser milê xwe ji cîhê şînê naçe. Ew alim diayan dixwîne.

Kêlek li hinda serî yek jî li hinda pêyan tê çikilandin. Çalek tê kolan û kêlên ji beton an jî mozaîqê hatî çêkirin lê tê çikilandin. Li cîhê hatî çalkirin genim û av tê rijandin. Piştî demekê nivîsa kêlan tê nivîssîn.

Mehmet Şimşek

Êzidî ji hebûna Biheşt, Dojeh û reenkarnasyonê bawer dikin. Mirin terkirina ji bedenekê û çûna bedenekê dî yê rûhan e. Piştî Roja Qîyametê, rûh di bedenekê dî de dîsa cih digire û jiyana berê nayê bîra rûhî. Ji ber wê ji gunehên berê ne berpirsiyar e û bi aqilê xwe jîyaneka nû rêk û pêk dike.

Li gor herêman edetên Êzidîyan hinekê ji hev cida ne lê bi esasê xwe ve nêzîkî hev in. Piştî kesek dimire axretîyên wan ên ji pîran û şêxan mecbûr in digel cenazeyî biçin. Piştî pîr an jî şêx cenazeyê dişûn kifin dikin û gireyekê li hinda serî li kifinê didin. Paşê di tabûtê de têne bicihkirin. Komek axa wek topekê hatî giroverkirin ya ji Perestgeha Şêx Adî hatî anîn (berat) di devê mirîyî de tê bicîhkirin.

Rêberên dînî li pêşîyê dimeşin, îlahîyan dixwînin û ber bi goristanê ve diçin. Heke yê/ya mirî zarok be an jî nûbaliq be, di ritûelê de erbane, bilûr û flût jî çêdibe hebe. Tabût (sindoqe) li çaleka hatî kolan a li goristanê tê danîn. Serê mirîyan ber bi Rojhilatî ve tê badan. Jin bi girîyanê, bi qijkirina pora xwe û li sîngê xwe dayînê şînê digirin. Yên beşdarî rêûrisma cenazeyan bûyîn diçin serdana gorên dî jî. Di heman rojê de ji bo gel xwarin tê çêkirin.

Piştî merasîma cenazeyan, malbata mirîya ji koçekan yanî kahînên dînî dipirsin ka di qedera mirîyî/yê de çi heye. Kahîn pêşîyê bi bêdengîyê lê kûr dibe, paşê direcife û dikeve transê, hingê bi êşê xwe diguvêşe. Paşê tiştên dîtî dibêje. Heke mirî gunehkâr be koçek dibêje rûhê wî/wê çûye di bedenê kûçikek, kerek an jî berazekê de. Lê heke koçek bibêje, “bes e ji girîyê we, min dît. Çû di bedena kesekê/a ji xelkê me de. Her kes aram dibin û dilê malbatê rihet dibe. Malbat piştî sê rojan ji bo rûhê mirîyan xwarinekê didin. Hefteyekê her roj axretîyê/ya mirîyê/yî çiçe mala wan qewlan (îlahîyan) dibêje û tiştên xweş li ser mirîyan dibêjin.

Birgül Açıkyıldız

Êzidî di cejnan de piştî çûna goristanan xwarinê çêdikin û belav dikin. Ji vê re dibêjin nanê mirîyan. (Wêne: Hüsamettin Bahçe, 2016, Duhok)
Goristana Êzidîyan a gora Pîr Dawidî lê ye, ev goristan nêzîkî navçeya Çinarê ya Diyarbekirê ye. (Wêne: Nevin Soyukaya)

Werger: Murat Bayram

 


 

ÇAVKANÎ

Birsen İnal
• İnal, B. (2013) Özümsen Diyarbekir, Lîs Yayınevi, Diyarbekir.

Mehmet Şimşek
• Adam, S. (2015) “Anadolu Ermenilerin Adet ve Geleneklerine Genel Bir Bakış”, Lousavor Avedis.
• Dikmen, A. (2015) “Değişik Din ve Mezhep Müntesiplerinin Ölümle Gelen Sosyal Birliktelik Algıları ve Ölümü İçselleştirme Uygulamaları (Diyarbakır Örneği)”, Uluslararası Sosyal Araştırmalar Dergisi, 8(40): 460.
• Ertaş, K. (2014) Sosyo-Kültürel Açıdan 19. Yüzyıl Diyarbakır Ermenileri, Teza Doktorayê, Enstîtûya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Marmarayê, Stenbol: 72-77.
• Grant, A. (1994) Nesturiler ya da Kayıp Boylar, werger: Meral Barış, Nsibin Yayınevi: 73.
• Günel, A. (1970) Türk Süryaniler Tarihi, Stenbol: 325.
• Küçük, A. û Tümer, G. (1993) Dinler Tarihi, Ocak Yayınları, Enqere: 297.
• Lalayan, E. A. (1914) Van Bölgesindeki Asurlular, werger: E. İhsan Polat, Tbîlîsî: 68-71.
• Öztürk, L. (1998) İslam Dünyasında Hıristiyanlar, İz Yayınları, Stenbol: 199.
• Segal, J. B. (2002) Edessa (Urfa): Kutsal Şehir, werger: Ahmet Arslan, İletişim Yayınları, Stenbol.

Birgül Açıkyıldız
• Açıkyıldız, B. (2010) The Yezidis: The History of a Community, Culture and Religion, I.B. Tauris, London û New York: 99-103.
• Lescot, R. (1938) Enquête sur les Yézidis de Syrie et du Djebel Sindjâr, Bêrût: 148-157.
• Suvari, C. (2013) Ezidiler: Etno-Dinsel Bir İnanç Olarak Ezidilik, Ütopya Yayınevi, Enqere.
• Yalkut, S. B. (2014) Melek Tavus’un Halkı Ezidiler, werger: Sabir Yücesoy, Metis, Stenbol: 66-72.
• Hevpeyvînên nivîskarê yên 2001-2005ê de bi Êzidîyan re kirin.

ÇANDA DIGIHÎNE HEV Û BAŞ DIKE: HEMAMÊN DIYARBEKIRÊ
BEŞA BÊ
ÇANDA DIGIHÎNE HEV Û BAŞ DIKE: HEMAMÊN DIYARBEKIRÊ