Lê Bigere
PÊŞANGEH
ÇÎROKA “DIYARÊ BAQIRÊ”
ÇÎROKA “DIYARÊ BAQIRÊ”
Her çend di navê Diyarbekirê de çîrokeka cûda ya “baqir”ê hebe jî, serhatiya baqirê ya li Diyarbekirê vedigere Dewra Neolîtîk. Di wêneyê de hosteyek heye ku firaxan cela dike. Wêne li Sûrê hatiye girtin.
Her çend di navê Diyarbekirê de çîrokeka cûda ya “baqir”ê hebe jî, serhatiya baqirê ya li Diyarbekirê vedigere Dewra Neolîtîk. Di wêneyê de hosteyek heye ku firaxan cela dike. Wêne li Sûrê hatiye girtin.

Diyarbekirê peywendiyeka têkel li gel baqirê heye. Piştî komarê, wextê ku navê “Diyarbakır”ê bo bajêr tê lêanîn, Diyarbekir wekî xeletiyeka sedsalan hatiye behskirin. Li “heqîqet”a wê vegeriyane û navê bajêr wekî “diyarê baqirê” hatiye tercîhkirin. Diyarbekir, her çend ji aliyê madenan ve feqîr nebe jî, babeteka gengeşeyî ye ka bi qasî ku navê xwe li bajêr bike dewlemendê baqirê ye yan ne.

Ji aliyê din ve, şop û bermayên aîdê bicihbûna mirovan ya ku xwe dispêre Dewra Neolîtîk, destnîşan dike ku herêmê di pêşengiya karkirina baqirê de rol gêraye. Dikare bê gotin ku vê rolê reheka çandî û aborî ya hezar salan xwedî kiriye. Li gel zêr û zîvan, karkirina baqirê jî ji bo bajêr hilberîneka girîng e. Bi taybet di destên gelên nemisilman de ji mêj ve bûye zenaeteka birqok.

Em ê çîroka baqirê ya li Diyarbekirê, yek bi yek ji wan moriyên ku gihiştine roja îro bidine destpêkirin û heta veguherîna wan ya xatirateka tûrîstîk ya îro bînin.

Sê hezar sal beriya îro, Diyarbekir bi navên, “Amîd”, “Amîdî”, “Amîda” û “Kara Amîd”ê derdikeve pêşiya me. Her çend boçûnên muxtelîf derbarê koka “Diyarbekir”ê de hebin jî, ku Diyarbekirê ev navên heyî di salên piştî mîladê de dane jibîrkirin, fikra hevpar a ji tezên heyîn wê çendê destnîşan dike ku li herêmê qebîleyên ereb yên niştecih yên “Diyar-ı Bekr” hebûne.

15ê Mijdara 1937an Atatürk hate Diyarbekirê. Êvara wê, li Cemawerxaneyê [Halkevi] bo xêrhatina wî konsertek pêk anîn, piştî konsertê Atatürkî wiha dest bi axiftina xwe kir: “Piştî bîst salan va ye ez dîsa li ‘Diyarbakır’ ême. Li xweştirîn û moderntirîn avahiya dinyayê me, guhê min li mosîqayeka modern û nefîs e… li ber hizûra miletekî medenî yê beşeriyetê, bêguman hûn dizanin çiqas mezin e bextiyarî û zewqa ku ez li mala vî gelî hîs dikim. Ez bextiyar im ku şahidê vê yekê me.” Bi vê axifitinê navê nû yê bajêr jî diyar bû, roja din wekî “Diyarbakır” hate tomarkirin.

Esasen dîroka guherîna vî navî vedigere salek beriya vê axiftinê. Berdestkê serokkomarî xwest ku lêkolînek li ser etîmolojiya Diyarbekirê bê kirin û li ser daxwaza guncaviya navê “Diyarbekir”ê Saziya Zimanê Tirkî [SZT-TDK] û Saziyaz Dîroka Tirkî [SDT-TTK] sertaserê salê rêzecivînek pêk anîbûn. Çunkî li ber destan lêkolîn û xebetek tune bû. Piştî civînên dirêj yên komîsyonê, navê bajêr yê berê Amîda, di zimanê Yaqûdî de dihat maneya baqir û sîkkeyên baqirî û heke mirov mentîqeyê wekî sehayeke madenê li ber çavan bigire, li gorî guncavî û daxwaza Atatürkî ya derbarê navê “Diyarbakır”ê de biryar hat dayîn. Berê Amiday dihat gotin bo vê derê û tirkan bi maneya “bakıreli” ango welatê baqirê “Diyarbakır” digotinê. Jixwe vê yekê “bi hewla zimanê erebî û bi etîmolojiya amê” nîşan dida ku navê “Diyarı Bekir” hatiye duristkirin. “Diyarbekir”, bûbû “Diyarbakır”.

Çavkanî: Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, Cîld 1, Diyarbakır Belediyesi, 1987.
Navê nû yê Diyarbekirê cara ewil Atatürkî di 1937an de, di axaftina xwe ya serdana Diyarbekirê de bilêv kiribû. Di wêneyê de Atatürk li Deriyê Urfayê ye.
Navê nû yê Diyarbekirê cara ewil Atatürkî di 1937an de, di axaftina xwe ya serdana Diyarbekirê de bilêv kiribû. Di wêneyê de Atatürk li Deriyê Urfayê ye.
Bajarokê Madenê yê ku 80 kmyan dûr e ji navenda bajêr, heta sala 1889an bi ser Diyarbekirê ve bû. Piştî proseya xwe ya muteserifiyê, senceqiyê, di 1927an de bi Xarpêtê ve hate girêdan. Ji ber nêzîkatiya wê li gel Erxeniyê her tim navê wan bi hev re dihat bilêvkirin û yadkirin. Erxenî hêşta jî navçeyeke Diyarbekirê ye. Ev wêneyê kana madenê di sala 1918an de hatiye girtin.
Bajarokê Madenê yê ku 80 kmyan dûr e ji navenda bajêr, heta sala 1889an bi ser Diyarbekirê ve bû. Piştî proseya xwe ya muteserifiyê, senceqiyê, di 1927an de bi Xarpêtê ve hate girêdan. Ji ber nêzîkatiya wê li gel Erxeniyê her tim navê wan bi hev re dihat bilêvkirin û yadkirin. Erxenî hêşta jî navçeyeke Diyarbekirê ye. Ev wêneyê kana madenê di sala 1918an de hatiye girtin.

Komarê, navê Diyarbekira Osmanî guherand û navê “Diyarbakır”ê lê danî. Li gel vê yekê, her çend xeletiya navê baqirê ji ber navê Diyarbekirê derketibe pêş jî, diyarê esas yê baqirê ne navenda Diyarbekirê ye, bajarokê Madenê ye ku 80 kmyan dûr dikeve bakur-rojavayê bajêr. Çîroka vî bajarokî û madenê jî li gel berzbûn û daketina wê, divê wekî destdirêjiyeka lokal ya dîroka dagirkeriyê û drameka modern bê hesibandin. Halê heyî, potansiyela li navçeyên wekî Erxenî, Çûngûş, Dîcleyê jî ji ber hêcetên emnî nayê hilberîn û kêrnehatî ye.

Dr. Mehmet Atlı, Lêkolîner, Nivîskar

Bi boneya nêzîkbûna madena baqirê ya li herêma Erxeniyê, qismeka navê xwe ji karkeriya baqirê jî girtiye. Vê karkeriyê her tim ji bo bajêr maneyeka xwe hebûye. Evliya Çelebi, heyraniya xwe ya bo nalbendên ermen yên ku lêdana çakûç û gurrkirina agirî dikirine mosîqayek, bi peyvbazî û balkêşandinê digot ku nalbendên ermen li gel vê “xweş awaz”ê (strana xweş) dixebitin.¹

Digel ku di derengê sala 1891ê de jî, ji xeynî Maden-Erxeniyê, bi tenê pênc cûre maden li derdora Diyarbekirê hebûn. Digel ku ji van pênc cûre madenan sê jê li Palûyê dihatin karkirin, pîşesaziya baqirê ji bo bajêr têra xwe girîng bû. Karkeriya baqirê, di proseya de-pîşesazîkirinê (deindustralition) de ya ku di navbera salên 1885-1914an de aboriya Osmaniyan beşdarî kapîtalîzma Rojava dibû, hêj jî dikarî hebûna xwe berdewam bike. Ev rewş, ji ber kêmasiya bingeha çûnhatinê ya li herêmê, ji ber ku vê zenaetê pêdivî bi hûrkariyê heye, divê li cihekî parastî bimîne û da ku çêtir reqabetekê bike li gel berhemên îthal yên ji Rojava yên bi zor û zehmet dihatin, pêk dihat.

Bi qasî cihê baqirê, cihekî girîng yê zêr û zîvan jî hebû. Diyarbekir, bi Nalbend û nemaze bi zêrfiroşên xwe yên binavûdeng yên sûryan, bi giştî di berhemên madenan de nisbet bi bajarên din yên Osmanî xwedî pozîsyoneka gelekî berztir bû. Îro roj hebûna Sûka Baqirgeran ya Diyarbekirê nîşaneya vê binavûdengiyê ye.

Dr. Uğur Bayraktar, Dîroknas

¹ “Ve cemî’i âhengerân-ı Ermenileri çekiç çakıp körüklerin çekerken cümle nağamât-ı mûsikî ederek hoş-âvâz ile kâr u nakş zecel ü tasnîfâtlar okuyarak amel edüp kâr okuyup kâr ederler.” (“Gava hemû hesingerên ermen çakûçan diqutin û agirî gurr dikin di ber de jî dengê newayên mosîqayê derdixin. Bi ahengdarî Kar, Neqş û Zecel û stranên rojhilatê dibêjin û hem dixebitin hem jî stranan (kâr) dibêjin.”)
Bi qasî karkirina baqirê, karkirina zêr û zîvan jî li herêmê xwedî rabirdûyeka dêrîn e. Di vê çaçoveyê de di sertaserê sedsala 19emîn de Diyarbekir ji hemû bajarên Osmanî gavekê pêştir bû.
Bi qasî karkirina baqirê, karkirina zêr û zîvan jî li herêmê xwedî rabirdûyeka dêrîn e. Di vê çaçoveyê de di sertaserê sedsala 19emîn de Diyarbekir ji hemû bajarên Osmanî gavekê pêştir bû.
Di serê sedsala 19emîn de di karkirina madena baqirê de piranî ji tirk û rûm pêk bên jî, karûbarên zeanetê di destên ermenan de bûn. Ev wêne ji aliyê Sarkis Çulciyan (paşnawê wî paşê bûye Kazanciyan) li karxaneya li Diyarbekirê hatiye girtin. (Arşîvên Wêneyên Ermenan yên SAVE Projectê, bi destûra John Kazanciyan)
Di serê sedsala 19emîn de di karkirina madena baqirê de piranî ji tirk û rûm pêk bên jî, karûbarên zeanetê di destên ermenan de bûn. Ev wêne ji aliyê Sarkis Çulciyan (paşnawê wî paşê bûye Kazanciyan) li karxaneya li Diyarbekirê hatiye girtin. (Arşîvên Wêneyên Ermenan yên SAVE Projectê, bi destûra John Kazanciyan)

Di karkirina baqirê de, çi di madenê de û çi jî di hilberîna bajêr de giraniya nemisilmanan hebû. Di çaryeka ewil ya sedsala 19emîn de ji 743 malbatên ku madena Erxeniyê bi rê ve dibirin, 300 tirk, 270 rûm û 173ê malbat jî ermen bûn. Digel ku di birêvebirin û karkirina madenan de piranî tirk û rûm bûn, karûbarê zenaetê di destên ermenan de bûn. Beriya Şerê Yekem yê Cîhanê 230 hosteyên baqirê salane 65-70 ton baqir hildiberandin. Piştî jenosîdê [ya ermenî] li Diyarbekirê bi tenê sih hoste mabûn û hilberandin daketibû ji sedan pêncê beriya şerî. Ji ermenên ku bi fermana Talat Paşa hatibûne sirgûnkirin, komeka ku piraniya wan ji zenaetkaran pêk dihat, li Diyarbekirê sitirîbûn. Bi vê wesîleyê her çend hejmareka kêm be jî, ermen li heyatê mabûn.

Uğur Bayraktar

Di navbera salên 1934-1936an de, piştî serdanên Celal Bayarî yên bo herêmê biryara sermayedanê hat dayîn ku ev pîşesaziya ji ermenan mayî careka din dest bi hilberînê bike. Li madenên baqirê yên ku girêdayî Etibankê ne ku yek ji saziyên dewletê ye, bi hewldanên çaksaziyê yên pêşengiya pisporên almanî hecma hilberînê ji sala 1938an ve salan gihişte 24 tonan bû. 16 ton ji vê hilberînê bo Almanya, Qraliyeta Yekgirtî û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê dihate îxrackirin û 17 milyon dolar dahat jê dihat.

Piştî vê eleqeya di dewra pêşwext ya komarê de, baqirê ancax karî navbeyna salên 1968-72yan, di Duyemîn Plana Pêşkeftinê ya Pênc Salane de cihekî bi dest ve bîne. Li vê derê, li Diyarbekir û li derdora wê, armanc ew bû ku hilberîna salane ya li Madenên Baqirê yên Erxeniyê, ku tekane sermayedana pîşesaziya giran bû, bigihîje 1.2 milyon tonan.

Uğur Bayraktar

Etibanka ku saziyeka dewletê ye, xwe dabû ber birêvebirina gelek madenên li seranserê welatî. Di Birêvebirina Baqirê ya Erxeniyê de, bi hewldanên di vê proseya çaksaziyê de hilberîn piştî sala 1938an salê gihişte 24 tonan.
Etibanka ku saziyeka dewletê ye, xwe dabû ber birêvebirina gelek madenên li seranserê welatî. Di Birêvebirina Baqirê ya Erxeniyê de, bi hewldanên di vê proseya çaksaziyê de hilberîn piştî sala 1938an salê gihişte 24 tonan.
Em her çend li cihnişînên cûda rastî baqira nekarkirî bên jî, vekolanên arkeolojîk yên li Çayonûyê destnîşan dikin ku Diyarbekirê di karkirina baqirê de serkêş bûye. Wêne 2017an hatiye girtin. (Arşîva Vekolana Çayonûyê)
Em her çend li cihnişînên cûda rastî baqira nekarkirî bên jî, vekolanên arkeolojîk yên li Çayonûyê destnîşan dikin ku Diyarbekirê di karkirina baqirê de serkêş bûye. Wêne 2017an hatiye girtin. (Arşîva Vekolana Çayonûyê)

Karkirina baqirê yadîgara cîhanê ye bo Diyarbekirê. Her çend li Hallen Çemiyê çend parçe baqira nabîtê¹ hatibe dîtin jî, kaniya vê yadîgarê Çayonû ye. Meraq û mubtelabûna hemû mirovên Dewra Neolîtîk bo xwe-xemilandin û xişr û zînetan, xelkê Çayonûyê bi rengekî rêkûpêk ber bi xerîkiya peydakirina kevirên ciyawaz ve ajotiye. Bi taybet pêkhateyên ciyawaz yên jeomorfolojîk yên li dewrûberê Maden û Erxeniyê xwedî gelek tebeqeyên rengîn in. Tê texmînkirin ku baqir û malakît, di henga berhevkirina keviran de bi tesadûfî hatine berhevkirin.

Xala girîng merhaleya paşê bû. Li vê derê wextê ku parçeyên baqira nabîtê cemidî ne yan jî nîv-şilkirî ne ew tên qutan û wan dixine şiklekî. Hosteyan ew dikirin lewhe û wekî moriyan dikarin bitewin yan jî bi amûrên wekî bîza² zirav vediguherandine madeneka din. Di nîveka Dewra Avahiyên Serbançetelî de [Izgara Planlı Yapılar Evresi], proseya ku 10.200 sal berî îro dest pê kiriye di dewrên Avahiyên Cobarî [Kanallı Yapılar] û Avahiyên Kevirkirî [Taş Döşemeli Yapılar] de hûr bûn û berdewan kirin. Di Dewra Avahiyên Plankirî yên Hucreyê de [Hücre Planlı Yapılar Evresi], teqrîben 8.900 sal beriya îro hecma hilberînê kêm bû. Di Dewra Avahiyên Odeyên Fireh [Geniş Odalı Yapılar Evresi] de ya ku jiyaneka sosyo-ekonomîk ya cûda berdewam dikir, ku dewra dawî ya Neolîtîk ya Bêkelûpel bû, hilberîn bi temamî ji meydanê rabû.

Prof. Dr. Aslı Özdoğan

¹ Li erdê hêşîn dibe û mezin dibe. Li vê derê bi maneya xwe ya “saf, xwerû” hatiye bikaranîn.
² Sersîx, amûreka kunkirinê ye.
Her çend pêzanînên me kêm jî bin li ser bikaranîna kamil ya moriyên malahît û baqirê yên ku gihiştine roja îro, her yek cihê madenê yê dêrîn yê di nava jiyana rojane de destnîşan dike. (Wêne: Arşîva Vekolana Çayonûyê)
Her çend pêzanînên me kêm jî bin li ser bikaranîna kamil ya moriyên malahît û baqirê yên ku gihiştine roja îro, her yek cihê madenê yê dêrîn yê di nava jiyana rojane de destnîşan dike. (Wêne: Arşîva Vekolana Çayonûyê)

Mixabin di destên me de dane nîn in ka çiqas ji zînet û tiştên baqir ji bo piyaseya navxweyî ya Çayonûyê hatine hilberîn, çiqas ji wan ji bo dan û standina di navbera cihnişînan de ye, çiqas ji wan wekî diyarî hatine şandin, çiqas ji wan hatine bexşkirin yan jî çiqas ji wan wekî cihêzê hatiye şandin. Hemzeman li gel Çayonûyê, ji cihnişînên li herêma Firatê, li cihnişînên wekî Cafer Hoyûk (Meletî), Akarçay û Mezra Teleîlatê (Bîrecîk) qet nehatine peydakirin; lê belê ji Nevalî Çoriyê (Heweng, Riha) bi tenê di destê me de moriyek heye. Di gel vê yekê, li xwartirê başûr, li Sûriyê 8.700 sal beriya roja îro, li Tel Halulaya li qeraxê Çemê Firatê, analîza zînetên baqirîn yên di goristanên jêrzemînî de dewrûberê Maden û Erxeniyê destnîşan dike. Tu ferqa wan ji yên Çayonûyê tune ne.

Di heman demê de tê fikirîn ku rayên morîkên malahitê û sifirên li Tell Magzaliayê û yên li Çayonûya Deşta Şingalê ji Erxenîyê ne. Analîza tekane moriya baqirê ya li cihnişîna Ali Koşê, li Newalan Deh Lurana Îranê, wekheviya proseya çêkirina moriyên Çayonûyê destnîşan dike. Gava em ji çarçoveyeka fireh berê xwe didine bermayên cûda yên di destên xwe de xişr û û zînetên baqir yên li Çayonûyê hatine hilberîn, di dewra xwe de, li cografyayeka berbalev hatiye zanîn yan jî hatiye sehkirin. Li gel vê pêşbîniyê, bi tenê em dikarin îdîa bikin ku ev zînetên baqir rasterast wekî obje/tişta têkiliyekê hatiye bikaranîn. Em vê îddiayê dispêrine bermanyên li Tell Halulayê.

Aslı Özdoğan

Moriyên dişibine moriyên di vekolanên Çayonûyê de derketî, bo nimûne, li Girê Sumakiya girêdayî Qubîna Batmanê mirov dikare peyda bike. Ev eyk jî ihtimalên derbarê moriyan de derdixe meydanê ka bi çi şiklî geriyane. (Wêne: Arşîva Vekolana Çayonûyê)
Moriyên dişibine moriyên di vekolanên Çayonûyê de derketî, bo nimûne, li Girê Sumakiya girêdayî Qubîna Batmanê mirov dikare peyda bike. Ev eyk jî ihtimalên derbarê moriyan de derdixe meydanê ka bi çi şiklî geriyane. (Wêne: Arşîva Vekolana Çayonûyê)

Di destpêka Yekem Dewra Neolîtîk ya Bikelûpel [İlk Çanak Çömlekli Neolitik Dönem] de, wextê em têne dewra pêşî ya çanda Hassunayê, li hindek cihnişînên Mezopotamyaya Bakurî, di 3yemîn û 4emîn merhaleyên Tell Sottoyê de sê moriyên baqir ku du ji wan di gora zarokekî de hatine dîtin, xelekeka têla baqira tewandî û moriyeka baqir ya bi rengê dîskê ya ku di kevnetebeqeyên 1emîn merhaleya Hoyûka Yarım Tepeyê de hatine dîtin, bihejmêrin. Lê belê hem kêmasiya zêde ya tiştên baqirî hem jî peydanebûna şopên hilberîna wê dibe wesîleya fikirîna mirovan ku ev yek ji Dewra Neolîtîk ya Bikelûpel û bi rêya mîrasê mane. Tekane moriya li Girê Sumakiyê ya li Qubîna Batmanê jî dişibe moriyên li Çayonûyê û dibe ku bi heman awayê gihiştibe vê derê. Di vê dewrê de, li cihnişîna Tell-es Sawwana li Hewzeya Dîcleyê ya li Iraqa Navîn, di goristana binê avahiyekê de, di nava moriyên kevirî yên ciyawaz yên xişr û zînetên peykerokên alabaster¹ de, gelek moriyên baqirî jî hene.

Berbelavbûna qismî ya bikaranîna baqirî teqabûlî dewra çanda Halafê dike. Ji Mûşê ta Wanê, li başûr qismen ta Mezopotamyaya Navîn, xelkê Halafê yê ku jiyaneka nîv-dêmanî li cografyayeka berfireh berdewam dikirin, di serî de obsîdiyen, meraqa wan bo tiştên reng-geş û firaxên têr-nexşkirî hebû. Li gel keşfa karkirina helandina baqirê û zêdebûna cûreyên tiştên hatî hilberandin, meraqa bo kanên madena baqirê jî zêde kir.

Aslı Özdoğan

¹ Gac, albastr.

“Babê min hosteyê baqirê bû. Li Diyarbekirê Sûka Kevin ya Baqirgeran hebû. Li cem Bazara Genimî, yanê dikete li jêra Mizgefta Mezin. Li ber kêleka Mizgefta Mezin, li Bazara Kayê pûtê heywanan û ka di telîsan de dihate firotin ku serê sibê ji gundan dihatin. Sûka Baqirgeran, Bazara Kayê, Bazara Penîrfiroşan, Bazara Komirfiroşan… Bazara Komirfiroşan, di nava Sûka Şewitî de bû. Piştî hingê avahî lê danîn û ew jî nema. Bazara Genimî, wekî ku tê zanîn, niha bûye Sûka Spotfiroşan.

Bazara Genimî Qeyseriya Diyarbekirê bû. Li beşeka wê pertalfiroş hebûn ku me jê re digot ‘bezzaz’. Gelek ji wan cihû bûn. Hema li ber kêleka wê, li Sûka Sobefiroşan jî piranî niştîmaniyên ermen hebûn. Xwartirê wê Bazara Kurtanfiroşan hebû. Bo hespan, haşa hizûrê bo keran kurtan çêdikirin, cihê wan bû. Ji wan hosteyan hem misilman hebûn hem jî ermen hebûn. Peywendiyên wan yên cînartiyê gelek baş bûn. Hem li malê, hem li dikanê û hem jî li sûkê.

Bo nimûne di zarokatiya min de babê min berdestê sibehê ez dibirime dikane. Xweş tê bîra min, niştîmaniyek hat û di destê wî de sênîkeka baqirê û got ‘divê bê te’mîrkirin.’ Babê min gote zelamî, ‘min siftaha xwe kiriye, bibe cem cîranê li kêlekê, li wî bide çêkirin’. Min jî heta gote babê xwe, ‘Erê babo, mişterî hatiye tu çima dişînî?’. Gotibû min, ‘kurê min gava tu mezin bûyî tu dê serwext bî’. Peywendiyên cîrantiyê ewqas baş bûn. Ew cîranê ku babê min bo zelamî gotî bibe wê derê jî ermen bû. Cihû jî gelek bûn li Bazara Genimî. Kesî ferq nedixiste di navbera ermen, cihû û misilmanan de. Berêvarkî, her kes li dikanekê rûdinişt û sohbeta rûdanên girîng yên rojê dikirin. Bi taybet jî sohbeta Şerê Duyem yê Cîhanê… minaqeşeya almanan çi kirine, rûsan, fransiyan çi kirine filan û bêhvan dihat kirin. Li taxê jî peywendiyên mirovan gelekî baş bûn. Bo nimûne, gava nexweşek li mala me hebûya, kesên ewil dihatine serdanê cîranên me yên ermen bûn.”

Ji xebata dîroka devkî ya li gel lêkolîner û rojnameger Mehmet Mercan ku di sala 1935an da li Taxa Elîpaşaya Diyarbekirê ji dayîk bûye

Rojnameger û lêkolîner Mehmet Mercan gava behsa babê xwe yê hosteyê baqirê dike, me li dîroka mekanên ku zenaetên cûda yên bajêr tîne ba hev, digerîne. Wêneya vî hosteyî di sala 2015an de hatiye girtin.
Rojnameger û lêkolîner Mehmet Mercan gava behsa babê xwe yê hosteyê baqirê dike, me li dîroka mekanên ku zenaetên cûda yên bajêr tîne ba hev, digerîne. Wêneya vî hosteyî di sala 2015an de hatiye girtin.
Lêkolîner û nivîskar Mıgırdiç Margosyan, di kitêba xwe ya bi navê “Libên Tizbiyî” [“Tespih Taneleri”] de çîroka şagirtiya xwe ya celakeriyê ya rojekê jî vedigêriya.
Lêkolîner û nivîskar Mıgırdiç Margosyan, di kitêba xwe ya bi navê “Libên Tizbiyî” [“Tespih Taneleri”] de çîroka şagirtiya xwe ya celakeriyê ya rojekê jî vedigêriya.

“Wan salên ku min dest bi şagirtiya celakeriyê kirî, derbarê celakeriyê de bi qasî misqalê agahiyên min tunebûn. Bes min dizanî ku firaxên wekî sênîka baqir, tawe, beroş, qûşxane û tasa ku her tim li ber destên diya min bûn li mitbexê, ji dikana Peseyî li ser pişta şagirtekî dihatin barkirin û bi rê diketin ji bo ku bên celakirin. Rojek yan jî du roj piştê hingê, pak û pakîze dihatine mala me.

Di nava firaxên me de ku baqira wan diyar dibe û rengên wan çilmisîne, bi taybet wextê ku sênîka me ya mezin halê xwe yê perîşan li dikana celakerî dihêla û bi rûyê xwe yê wekî heyvê birqok vedigeriya malê; wextê min ev sênîk didît bi rastî min gelekî dixwest ez jî rojekê wekî Pese Ohannes bibime celaker. Lewma, roja ku babê min bi destên min girt û ez birime şagirtiya celakeriyê, ez ji keyfan difiriyam.

(…) Dikana Peseyî, li ser durêyana Sûka Sobefiroşan û Sûka Sîtilfiroşan, bi navê xwe yê din Sûka Baqirgeran bû. Li aliyekî dikana zirav û dirêj berdestk hebûn ku di destên wan de meqes sac dibirîn û ji silindirê derbas dikirin û dixistine şiklên cûda û di nava reqereqa çakûçan de diperçandin û sobe durist dikirn. Li aliyê din jî qab dihatin celakirin.

(…) Destpêkirin û dawîlêanîna min a şagirtiya celakariyê bi temamî rojekê berdewam kir. Wextê ku ez bi cilên qirêjbûyî û bi destên birîndar vegeriyame malê, dayîka min ji vî karî qet keyfxweş nebûbû û gazinde ji babê min kiribûn.”

Mıgırdiç Margosyan, Tespih Taneleri, Aras Yayıncılık, 2019, r. 63-65.

Di çarçoveyeka postmodern de serhatiya karkirina baqirê ya bajêr, ji ser bibîrxistinên navê Diyarbekirê re û hindekî jî bi tesadûfî pêk hat; ne ku ji ser nerîteka qewîn pêk hat, lê belê meyla “kîtschbûn”ê zêde ye, bi efsaneyên bajêr yên rojane û bi metnên reklaman… Ihtimalen heyameka dirêj kesên dewlemend xwediyên firaxên baqira celayî bûn. Her çend heyamekê bûbe tiştên rojane yên niştîmaniyên jirêzê jî, vê yekê zêde berdewam nekir. Li gel berbelavbûna çelîk, porselen, cam û plastîkan, baqir bi tenê di vegotinên nostaljîk de û li dikanên kevnefiroşan man.

Ev heyameka dirêj e li Balikçilarbaşiyê li çend dikanên mayî, zenaeta ku hema bêje daketiye asta tûrîstîk, diyarî û temaşeyiyê, di salên dawî de bi pêngavên nû hewla vejandinê tê dayîn. Zehmet e ku baqirgerî pêngaveka wisa biavêje ku li “navê bajêr” bê. Heta mumkûn nîne. Ji bo ku mirov sebebên vê yekê têbigehe divê mirov ji nêzîk ve li tengaviyên polîtîkayên emnî û Madena ku dolaba wê çep geriyaye ya ku îro navçeya Xarpêtê, wextekê bajarokekî parêzgeha Diyarbekirê bû, binêre.

Mehmet Atlı

Îro jî peywendiya Diyarbekirê li gel baqirê heye. Lê divê em qebûl bikin ku ev peywendiyeka tûrîstîk, diyarî û temaşeyî ye…
Îro jî peywendiya Diyarbekirê li gel baqirê heye. Lê divê em qebûl bikin ku ev peywendiyeka tûrîstîk, diyarî û temaşeyî ye…

Nivîs: Mehmet Atlı, Uğur Bayraktar, Aslı Özdoğan
Wergêr: Ekrem Yildiz, Edîtorê wergerê: Murat Bayram

 


 

ÇAVKANÎ

Uğur Bayraktar
• Brant, J. (1836) “Journey Through a Part of Armenia and Asia Minor, in the Year 1835”, Journal of the Royal Geographical Society of London, 6: 187-223.
• Cuinet, V. (1891) La Turquie d’Asie, géographie administrative : statistique, descriptive et raisonnée de chaque province de l’Asie Mineure, Cîld 2, E. Leroux, Parîs.
• van Bruinessen, M. û Boeschoten, H. (ed.), (1988) Evliya Çelebi in Diyarbekir: The Relevant Section of the Seyahatname, E.J. Brill, Leiden û New York.
• Quataert, D. (1987) Osmanlı Devleti’nde Avrupa İktisadi Yayılımı ve Direniş (1881-1908), Yurt Yayınları, Enqere.
• Tızlak, F. (1997) Osmanlı Döneminde Keban-Ergani Yöresinde Madencilik, Türk Tarih Kurumu, Enqere.
• Üngör, U. Ü. û Polatel, M. (2011) Confiscation and Destruction: The Young Turk Seizure of Armenian Property, Continuum, London.
• Yadırgı, V. (2017) The Political Economy of the Kurds of Turkey: From the Ottoman Empire to the Turkish Republic, Cambridge University Press, Cambridge.

Aslı Özdoğan
• Caneva, I., Davis, M., Marcollongo, B., Özdoğan, M. û Palmieri, A. M. (1993) “Geo-archaeology in the Northern Diyarbakır Region”, Essays on Anatolian Archaeology, Bull. of the Middle Eastern Culture Center in Japan, VII, (ed.) T. Mikasa, Harrassowitz, Wiesbaden: 161-168.
• Erim-Özdoğan, A. (2011) “Çayönü”, The Neolithic in Turkey: New Excavations & New Research, The Tigris Basin, (ed.) Özdoğan, N. Başgelen, P. Kuniholm, Archaeology & Art Publications, Stenbol: 185-269.
• Maddin, R., Stech, T. û Muhly, J. D. (1991) “Çayönü Tepesi: The Earliest Archaeological Metal Artifacts”, Decouverte du Metàl, (ed.) J. Mohen, Méditerranée Orientale et Proche-Orient, Picard: 375-386.
• Molist, M., Montero-Ruiz, I., Clop, X., Rovira, S., Guerrero, E. û Anfruns, J. (2009) “New Metallurgic Findings from the Pre-Pottery Neolithic: Tell Halula (Euphrates Valley, Syria)”, Paléorient, 35(2): 33-48.
• Özdoğan, M. û Özdoğan, A. (1999) “Archaeological Evidence on the Early Metallurgy at Çayönü Tepesi”, The Beginning of Metallurgy, Bochum: 13-22.
• Rosenberg, M. (1999) “Hallan Çemi”, Neolithic in Turkey, The Cradle of Civilization, New Discoveries, (ed.) M. Özdoğan û N. Başgelen, Arkeoloji ve Sanat Yayınları, Stenbol: 1-19; 25-33.
• Smith, C. S. (1969) “Analysis of the copper bead from Ali Kosh”, Prehistory and human ecology of the Deh Luran Plain: An early village sequence from Khuzistan, Iran, (ed.) F. Hole, K. V. Flannery û J. A. Neely, Memoirs of the Museum of Anthropology, University of Michigan 1, Ann Arbor: 427–428.

QERAXA DÎCLEYÊ BOSTAN E,<br>LI XWE KIRIYE JI ARMÛŞÊ FÎSTAN E
BEŞA BÊ
QERAXA DÎCLEYÊ BOSTAN E,
LI XWE KIRIYE JI ARMÛŞÊ FÎSTAN E