Lê Bigere
PÊŞANGEH
GEREKE LI ERXENÎYÊ YA JI JOR DE
GEREKE LI ERXENÎYÊ YA JI JOR DE

Erxenî, 90 km dûrî Elezîzê (Xarpêtê), 60 km dûrî Amedê ye û nişîngeheke qedîm e ku li ser rêya bejayîyê ya di navbera her du bajaran de hatiye avakirin. Ji bilî rêya bejayîyê, mirov dikare bi rêya hesinî jî bigihîjîyê. Te divê bila ji Elezîzê te divê bila ji Amedê bi rê keve, serê pêşîn Çîyayê Zilkîf (Çiyayê Meryema) bi ber çavên mirov dikeve.

Lêkoler û nivîskarê Erxenîyî, Müslüm Üzülmez, ax û erdên xwe, bi nihêrîneke hem ji dûr de hem jî ji jor de, bi zimanekî pir rewan vedibêje.

Erxenî, di fotografeke ku di 1937’an de hatiye girtin.
Erxenî, di fotografeke ku di 1937’an de hatiye girtin.

Dibe ku rêya herî baş ya ji bo dîtin û nasîna vê bajarokê ev be; mirov derkeve serê Çîyayê Meryemayê ku 5 km dûr navenda bajêr e û mîna du cêwîyên bi destê hev girtî xuya dike û mirov li ser zinarên li tenişta Dêra Meryemayê ya li bandeva çîyê û kavilbûyî, rûnê û temaşeyî bajarokê bike. Wekî din jî mirov dikare, hinekî din jî dakeve xwarê û di ser Zinarê Teyran re û bi nêrîneke ji jor de temaşeyî Erxenîyê bike. Çêtir e ku mirov pêşî Keleha Erxenîyê ya dîrokî ya li bandeva çîyê û cîyên pîroz miqamê Zilkîf Pêxember û Dêra Meryemayê nas bike.

Erxenîya kevn ku di wan çaxan de, wekî bajarê jor û bajarê jêr dihat nasîn, li hêla jorîn ya Baxçê Zukar Efendî yanî ya Qereçortanê ava bûye; û heta bi Keleha Erxenîyê ku li hêla wî ya bakur e jî çûye. Keleha Erxenî, bi salan e, ya ku li bandeva çîyê li ber bayê demê, li ber xwe dide û îro ro jî bi rikekê dîtyarîya xwe didomîne.

Di salên 1960î de, fotografa ku di rojeke zivistanî de hatiye girtin; navenda bajarokê û li paş jî Çiyayê Zilkîf (Çîyayê Meryema) xuya dike. (Fotograf: Adil Öztürk)
Di salên 1960î de, fotografa ku di rojeke zivistanî de hatiye girtin; navenda bajarokê û li paş jî Çiyayê Zilkîf (Çîyayê Meryema) xuya dike. (Fotograf: Adil Öztürk)
Muzaffer bîn Fuad ku li Çiftlikât-ı Hümayûn-u Askeriyeyê, ya ku bi çewlikên serayê û bi ajalên wan re eleqedar dibe, mifettîş e, di sala 1897an de (hîcrî 1315), fotografa bajaroka Erxenîyê ya bi ser wîlayeta Amedê ve, wiha girtiye. (Pirtûkxaneya Berhemên Kêmpeyde ya Zanîngeha Stenbolê)
Muzaffer bîn Fuad ku li Çiftlikât-ı Hümayûn-u Askeriyeyê, ya ku bi çewlikên serayê û bi ajalên wan re eleqedar dibe, mifettîş e, di sala 1897an de (hîcrî 1315), fotografa bajaroka Erxenîyê ya bi ser wîlayeta Amedê ve, wiha girtiye. (Pirtûkxaneya Berhemên Kêmpeyde ya Zanîngeha Stenbolê)

Mateosê Rihayî, di salên 952-1136an de, di waqeînameya xwe de tiştên ku li herêmê qewimîne, tomar kirine; û bi zimanekî diljen mirina Prens Hapîk ya li Keleha Erxenîyê (Harbîg) ya piştî dorpêçkirinekê, vedibêje. Bûyera Prens Hapîk, bi qasî ku balkêş e, ew qas jî, ji nêzik ve, bi dîroka Erxenîyê re eleqedar e.

Hingê, li Keleha Erxenîyê, begên Ermenîyan serdestîya xwe danîbûn û hem serî li ber xelîfeya Îslamê danîbûn hem jî serî li ber împaratorê Bîzansê danîbûn; bac didan her du alîyan jî ku gava ji wan dihat xwestin leşker ji bo wan dişandin. Ji ber ku ev begên Ermenîyan di navbera du hêzan de mabûn, wan carinan li hemberî Selçûkîyan carinan jî li hemberî Bîzansîyan şer dikir. Împaratorê Bîzansê Monomah (Kostantinos Monomakhos), di serî de Qralîya Anî ya Ermenan, ji bo ku hemû qralîyên Ermenan yên li herêmê, bi xwe ve girê bide, artêşeke bihêz şandibû herêmê û dor li Keleha Erxenîyê pêçandibû. Prens Hapîk, di vê dorpêçkirinê de, bi dek û dolaban hat kuştin.

Ewlîya Çelebî, di Seyahatnameya xwe ya navdar de dibêje, Keleha Erxenîyê ji alî Evhadullahzade Erganî Siltanê Ebbasî ve hatiye çêkirin, lê belê gel navê kelehê bi awayekî şaş bi lêv dike û dibêje Argînî û paşê keleh ketiye destê gelek hikumdaran. Û behsa trî û şîreya Erxenîyê jî dike.

Cografyazan û keşîşê Ermenî Gugas Încîcîyan, di Cografyaya Dinyayê de dinivîse û dibêje, “Keleheke qewîn heye li serê çîyê. Di demên berê de hatiye avakirin. Tê de Misilman (Dacîk) dijîn. A niha ev keleh bi temamî ji mirovan xalî ye, lê belê car caran wekî girtîgeh tê bikaranîn. Gelê ku di kelehê de dijî, her çend bacê (salyanî) nadin jî, carinan ji xwedîkirina girtîyên wê derê berpirs in.”

Herçî Şevket Beysanoğlu ye, li ser Keleha Erxenîyê wiha gotiye:

“Me tu belgeyeke dîtir peyde nekir ku Keleha Erxenîyê di sala hîcrî 805an (mîladî 1402-1403) de ji alî Osman Begê Karayülük ve hatiye temîrkirin. Erxenî, keleha yekem e ku ketiye destê Akkoyunluyan. Gelek caran hatiye dorpêçkirin û li ber wê şer hatine kirin. Di serdema Akkoyunluyan de, belkî jî çend car hatiye temîrkirin. Lê belgeyên ku van piştrast bikin, tune ye di dest de. Gava me li wir hin lêkolîn kirin, me dît li ser hin kevirên dîwarên Miqamê Zilkîfîl, nivîs hene. Belkî jî ev kevir yên dîwarên kelehê ne. Ji ber ku kevir hemû ne li ba hev in û her yek li cîyekî hatiye danîn, ne gengaz bû em karibin encamekê jê derînin.”

Agahîyên me yên der heqê Keleha Erxenîyê de, pêwîstîyek çêdike ku em pir baş bala xwe bidin ser bermayîyên wê, beşên wê yên jihevketî ji hev derxînin û şiroveyê bikin. (Fotograf: Müslüm Üzülmez)
Agahîyên me yên der heqê Keleha Erxenîyê de, pêwîstîyek çêdike ku em pir baş bala xwe bidin ser bermayîyên wê, beşên wê yên jihevketî ji hev derxînin û şiroveyê bikin. (Fotograf: Müslüm Üzülmez)
Nayê zanîn ka miqamê Zilkîf Pêxember kîngê hatiye lêkirin, lê belê agahîyeke tomarkirî ye ku di sala 1926’an de rûxîyaye û paşê car din hatiye avakirin. (Fotograf: Ekrem Sanver, 2018)
Nayê zanîn ka miqamê Zilkîf Pêxember kîngê hatiye lêkirin, lê belê agahîyeke tomarkirî ye ku di sala 1926’an de rûxîyaye û paşê car din hatiye avakirin. (Fotograf: Ekrem Sanver, 2018)

Tê gotin gorna Zilkîf/Zilkif/Zûlkif/Zûlkifl li Gêlê ye lê miqêm wî jî li Erxenîyê ye. Lê belê gelek kes wisa bawer dikin ku gorna Zilkîf Pêxember li Erxenîyê ye. Ne dîyar e ka miqamê Zilkîf Pêxember kîngê hatiye çêkirin, lê belê tê zanîn di sala 1926’an de bi fermana Mifettîşîya Umumî (Rêveberîya Giştî) hatiye rûxandin. Paşê, di sala 1958’an de, ji alî Cemîyeta Xêrkirinê ya Erxenî ve, li wî cîyê ku miqam lê bûye, avahîyeke ji kevir lê hatiye lêkirin.

Gava mirov dikeve vê avahîyê/mizgeftê, pêşî hewşeke ku bi keskê pêxemberî hatiye boyaxkirin û li hundir jî sê beş bi ber çavên mirov dikevin.1 Li alî pêş cîyekî nimêjkirinê heye ji bo mêran; beşa jêr jî cîyê nimêjkirina jinan e ku mirov bi derîyekî diçiyê. Di navîna wan de jî beşeke din heye û ji wir rê diçe qebristanê. Her çi qas tê gotin yê di qebra bi rûbera kesk hatî pêçandin de Zilkîf Pêxember e jî, divê mirov pê bawer nebe. Gotegot hene ku dibêjin, yê di vê gornê de, alîkarê Zilkîf Pêxember, Evdila ye.

¹ Sala 2004’an wekî esas hate girtin ku nivîskar serdana xwe ya dawî bo wê derê kiriye.
Nivîskar, dîplomat, sîxûr û arkeolog Gertrude Bell, yê ku herêmê ji nêzik ve nas dike, di sala 1909’an de fotografa Dêra Meryemayê girtibû. (Zanîngeha Newcastle Arşîva Gertrude Bell).<br>Fotografa duyem ya dêrê, ji Kolleksîyona Şevket Beysanoğluyê ye. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê).
Nivîskar, dîplomat, sîxûr û arkeolog Gertrude Bell, yê ku herêmê ji nêzik ve nas dike, di sala 1909’an de fotografa Dêra Meryemayê girtibû. (Zanîngeha Newcastle Arşîva Gertrude Bell).
Fotografa duyem ya dêrê, ji Kolleksîyona Şevket Beysanoğluyê ye. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê).

Li rojhilata Çîyayê Zilkîf, Dêra Meryemayê (Surp Asdvadzadzin / Meryem Ana Kilisesi), li ser zinarekî mezin yê ku berê wê bi alî Dîjleyê ve ye, hatiye avakirin û her wekî miqamê Zilkîf Pêxember, yek ji sembolên Erxenîyê ye. Qey ji ber navê Dayik Meryem (Dêra Meryemayê) ye ku navê Çiyayê Zilkîf yê din Çîyayê Meryema ye.

Her çend nayê zanîn ka dêr kîngê hatiye çêkirin jî, di hin çavkanîyan de, navê wê wekî Keşîşxaneya Dayik Meryem ya Partsrahayyatsê tê bilêvkirin û wiha dinivîse; di sala 1434’an de, ji alî Migirdîç Nakkaşyanê Bilîsî ve hatiye sêwirandin û avakirin. Agahîyên bi hûrgilî yên der heqê dêrê de ku gihîştine ber destê me, di berhema Gugas Încîcîyan ya bi navê Cografyaya Dinyayê de cî digire.

Fotografa reş û spî ya ku bi nivîsê re tê nîşandan, Gertrude Bell yê Îngilîz ew girtiye. Bell di sala 1909’an de tê Amedê û di pirtûka xwe ya bi navê Amurath to Amurath û di beşa “Diyârbekr to Konia” (“Ji Amedê heta bi Qonyayê”) de jî wê vedibêje.

“Ji ber şahîyên dîlanan ku didomandin, me ji derveyî gundê Tarmur1 û hinekî jî acizbûyî şev li xwe kir sibeh. (…) Piştî ku çavê sibehê vebû car din aramî hate me û bi tevî def û zirnê û xêlî bûk birin mala mêrê xwe. (…) Me berê xwe da gaza Arghanayê (Erxenîyê) (…) Em ji şiverêyeke derbejor meşîyan û gihîştin Keşîşxaneya Dêra Meryemayê ya Ermenan. Bergeheke efsûnker û xweşbêjîya keşîş li me bûn xelat. Gava min qehweya tehmxweş ya wî çêkirî vedixwar, ez ji vegotina keşîş hîn bûm ku keşîşxane, di sedsala pêşî ya serdema Xiristîyanan de hatiye avakirin. Lê belê, ev agahîyeke wisa ye ku di nava hemû tiştên keşîş gotî de, hewce ye were piştraskirin. Heke wisa be jî, qey avahîya niha, di Serdema Navîn de ji nû ve hatiye avakirin.”

¹ Qey gundê Termûl e ku 200 metre li bakurê rêya Amedê û Elezîzê ye û nêzî Stasyona Geyîkê ye.
Ger em navê du xweşikahîyan, navê Kulîlka Miqêm (Şilêr, Guldexwîn) û Bilbilê Miqêm nebêjin, em ê Erxenîyê kêm bihêlin. Her du fotograf jî ji alî Müslüm Üzülmez ve di salên 2000î de hatine girtin.
Ger em navê du xweşikahîyan, navê Kulîlka Miqêm (Şilêr, Guldexwîn) û Bilbilê Miqêm nebêjin, em ê Erxenîyê kêm bihêlin. Her du fotograf jî ji alî Müslüm Üzülmez ve di salên 2000î de hatine girtin.

Ger em Kulîlka Miqêm û Bilbilê Miqêm ku li Çîyayê Miqêm ne, nebêjin çênabe. Li wê herêma ku wekî Suluka Jêrîn û Çirçirîk tên binavkirin heta bi mizgeftê ev kulîlk tê dîtin. Kulîlka Miqêm ku bi taybetî li cîyên şikêrî û zinarî tê dîtin, li gorî gotegotekê, li wan cîyên ku xwêdana Zilkîf Pêxember lê çilkîyaye, vedike. Li gorî goregoteke din jî, li wan cîyên ku xwêdana hespê Hz. Elî çilkîyaye vekiriye û ji wê rojê ve ye, tenê li Çîyayê Elî û li Çîyayê Miqêm vedike. Li ser vê mijarê gotegotên dîtir jî hene.

Kulîlka Miqêm ji malbata sosinan e, bi gelemperî di dawîya Nîsanê û serê Gulanê de vedike; riwêkeke zir e ku darika wê çik e, bi qasî 15-20 cm dirêj dibe, di nav pelên xwe yên kesk de çîçekên eflatun yên kovikî vedike. Hem ji ber ku wekî pîroz tê qebûlkirin hem jî ji ber bêhna xwe ya xweş, li malan tên hişkkirin jî.

Xweşikahîyeke din ya Çîyayê Miqêm ew e ku, bilbilên zinaran e ku bi newayên têreşq dixwînin. Ev çivîkên biçûçik ku rengê perê wan û yê zinaran wekî hev e, qet deng ji xwe nabirin. Ez vê yekê wiha şirove dikim; li vê derê, li van erdên pîroz, li vî çîyayî û li quntara vî çîyayî, gul tunene, loma ew deng ji xwe nabirin.

A niha, êdî em dikarin ji ser zinarê ku em li ser rûniştine, berê xwe bi alî başûr ve, yanî berê xwe bi alî Qerejdaxê ve, bi alî Erxenîyê ve bikin.

Şikeftên Hîlarê, rûyê xwe yê ku nêzî borîrojê ye, di dalanên de xwe vedişêre. (Fotograf: Ekrem Sanver)
Şikeftên Hîlarê, rûyê xwe yê ku nêzî borîrojê ye, di dalanên de xwe vedişêre. (Fotograf: Ekrem Sanver)

Em bi nêrîna pêşî, deştên Xana Gewran û Xûşot/Aşot dibînin ku heta bi Qerejdaxê diçin. Li vî serîyê Deşat Xûşotê/Aşotê, yek ji cîyên sembolî yê Erxenîyê, şikeftên Hîlarê û Qotê Ber Çem, Enstîtuya Gundan ya Dîjleyê ku niha Lîseya Mamosteyan ya Anatolyayê ye û Gara têrênê ya Erxenîyê li ber hev û li pey hev rêz dibin.

Şikeftên Hîlarê ku nêzikî 7 km dûrî bajarokê ye, li başûrê Erxenîyê, li rojhilata gundê Hîlarê ye. Gund li vê derê, mîna ku bi awayekî sirûştî, bi keleheke wekî hîvikê tê dorpêçkirin. Zeraqên tavê cara pêşî li van zinaran dixe û bi semtika li deştê belav dibe. Ev şewqa sibehê ya ku diniwêzîne û dilxweş dike, bi me ve wisa dide xuyan ku şopên perestgeheke mayînde car din bi goşt û can dibin. Gelek berhemên dîrokî yên li ser zinaran, di neqeba ketana gund de cî didin xwe. Hîlar berê gundek bû bi ser Erxenîyê ve. Piştî ku sînorên şaredarîya mezin hatin berfirehkirin, êdî bû tax. Navê wê yê di qeydên fermî de, ‘Sesverenpınar’ e.

Mateosê Rihayî, di weqaînameya xwe de dinivîse û dibêje, di navbera 13’ê Adara 1035’an û di 11’ê Adara 1036’an de, Misilman û Xiristîyan, şerekî dijwar kiriye û Misilman li Sevaveragk û Alarê tevkujî kirine. Di têbinîyeke di pirtûkê de, dîrokzanê Fransî Édouard Dulaurier dibêje, Sevaveragk di Mezopotamyaya Ermenîyan de bajarek e, navê wê yê îro Siwêreg (Sorek, Soreg) e û Alar jî nêzî Siwêregê ye. Prof. Dr. M. Halil Yinanç jî di heman têbinîyê de dibêje, ev der, di berhemên cografyazanên Îslamê de, wekî Hîlar tê binavkirin û yek ji kelehên li herêma Amedê ye. Em dikarin ji van daneyan bidin ser rê û bêjin: di salên 1035’an û 1036’an de, Ermenîyan ji Misilmanan cudatir, ji Hîlarê re digotin Alar.

Xebatên arkeolojîk nîşan didin ku Hîlar cînişîn û perestgeheke pir kevn e. Hîlar, îro roj, navê hevpar yê wî gundê/wê tax ye ku zinar, şikeft û Qotê Ber Çem jî di nava wê de dimînin. Berkolana arkeolojîk ya li Qotê Ber Çem, ku girekî Hîlarê ye, navê herêmê xist nav navên dîroka çandê û Hîlar bi xwe, şikeftên wê û rolyefên wê di sîya Qotê Ber Çem de man.

Antropolog Prof. Dr. Metin Özbek, mirovên Qotê Ber Çem bi zimanekî xweş vedibêje:

“Ew komek mirov bûn. Ew kêm zêde 11 hezar sal berê hatin û wan li deşta Erxenîyê, li cîyekî nêzî kan û kanîyên avê dest bi jîyînê kir. Demên pêşî, wan bi çandinî û ajalkarî nizanibû. Nêçîra ajalên kûvî yên li derdora xwe dikirin, zirriwêk berhev dikirin û wan jîyana xwe diqedand. Dem pê de, hînî çandinî û cotkarîyê bûn. Her wiha, yek danîn sê hildan. Berhema zêdeyî bi dest xistin û hîma komeleke gundan danîn ku li ser hilberandina xurekê bû. Ajalên wan yên kedî, yên wekî mî, bizin û beraz çêbûn. Dem pê de, dewar jî tev li wan bûn. Êdî digel wan ajalan jîyan. Vê ekonomîya xwedîbûna nû, kir ku avanîya wan ya komelî bibe xweyî rehendên nû. Gundên xwe yên ku pişta wan dabûn qelaçên Hîlarê û ew ava kiribûn, li gorî dema xwe, bi avanîyên din yên aloz, zengîntir kirin ku kargînîya wan ji hev cuda ye. Digel ku şêwe û mîmarîya malên wan xwerû û bêmirês e, wan avahîyên mêlavî yên mirêsdar lê kirin.”

Bi saya Projeya Têkel ya Lêkolînên Pêşdîrokî yên Başûrê Rojhilata Anatolyayê, agahîyên der heqê Qotê Ber Çem de derketin rastê.1 Berîya vê, arkeolog Prof. Dr. Kılıç Kökten, di sala 1946’an de, li ser navê Sazîya Dîrokê ya Tirkan, li Erxenîyê dest bi xebatan kiribû û rastî hin bermayîyan hatibû ku ji berîya yên Qotê Ber Çem mabûn. Di deşta ku di navbera Stasyona Geyîk û gundê Hîlarê de dimîne, bermayîyên kevirê hesteyê hatin dîtin ku ji Çaxa Kevir Rewiştinê ya Navîn (Çaxa Paleolîtîk ya Navîn) mabûn.

¹ Di salên 1991-1993yan de, li gundê bi navê Tilhizûr ku pir nêzî Qotê Ber Çem e, xebatên berkolanê ku bi seroktîya Prof. Dr. Mehmet Özdoğan tên kirin jî agahîyên me yên der heqê Qotê ber Çem de jî zêdetir kirin.
Li Qotê Ber Çem, xebatên berkolanê ku di salên 1940’î de dest pê kir, dîroka herêmê dibe heta bi Çaxa Kevir Rewiştinê ya Navîn. (Fotograf: Ekrem Sanver)
Li Qotê Ber Çem, xebatên berkolanê ku di salên 1940’î de dest pê kir, dîroka herêmê dibe heta bi Çaxa Kevir Rewiştinê ya Navîn. (Fotograf: Ekrem Sanver)
Di sala 1988’an de, xebata ku Halet Çambel, Robert J. Braidwood, Mehmet Özdoğan û Wulf Schirmer kir, aşkere dike ku Qotê Ber Çem, di Serdema Neolîtîk de, yek ji nûnerên pêşî yên jîyana cînişînî ye. Di fotografa pêşî de Robert J. Braidwood (ji alî çepê ve yê sêyem), agahî dide walîyê ku hatiye serdana qada berkolanê. (Fotograf: Mehmet Mercan, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)<br>Di fotografa duyan de jî Halet Çamber û Linda S. Braidwood li Mala Berkolanê ya di Fêrgeha Mamosteyan ya Erxenîyê ne. (Arşîva Vekolana Qotê Ber Çem)
Di sala 1988’an de, xebata ku Halet Çambel, Robert J. Braidwood, Mehmet Özdoğan û Wulf Schirmer kir, aşkere dike ku Qotê Ber Çem, di Serdema Neolîtîk de, yek ji nûnerên pêşî yên jîyana cînişînî ye. Di fotografa pêşî de Robert J. Braidwood (ji alî çepê ve yê sêyem), agahî dide walîyê ku hatiye serdana qada berkolanê. (Fotograf: Mehmet Mercan, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Di fotografa duyan de jî Halet Çamber û Linda S. Braidwood li Mala Berkolanê ya di Fêrgeha Mamosteyan ya Erxenîyê ne. (Arşîva Vekolana Qotê Ber Çem)

Projeya Têkel ya Lêkolînên Pêşdîrokî yên Başûrê Rojhilata Anatolyayê, di sala 1962’yan de, bi serokatîya Prof. Dr. Halet Çambel û Prof. Dr. Rober J. Braidwood û bi hewldarîya hevpar ya Zanîngehên Stenbol û Chicago dest pê kir. Mebesta projeyê ev bû; wê li Hewzeyên Dîjleya Jorîn xebatên arkeolojîk bihatana kirin li ser qonaxa hilberînerîya pêşî û li ser peydebûna komelên çandinîyê yên li gundan ku qet nedihat zanîn. Ji derveyî welêt û ji nava welêt gelek sazîyên zanistî tev li vê projeya dorfireh bûn û encamên balkêş hatin bidestxistin.

Mehmet Özdoğan, di rapora li ser Lêkolîna Zemînê ya li Amedê ya sala 1998’an de, dibêje; li wê herêma ku Qotê Ber Çem jî dikeve navê û li Rojhilatanêzik, pir zêde mînakên bajarên Serdema Neolîtîk tunene.

Di rapora Berkolana Qotê Ber Çem ya sala 1988’an de jî, Halet Çambel, Robert J. Braidwood, Mehmet Özdoğan û Wulf Schirmer digot, li gorî cînişînên din yên dinyayên yên hevçaxî Rojhilatanêzik, ev der ji her derê zêdetir agahîyên pêbawer dide. Qotê Berçem, digel Newala Çorî û Çemê Halan yek ji wan nûnerên pêşîn yên Serdema Neolîtîkê ye ku li vî gundî mînakên ji ekonomîya debarê ya nêçîrvanî-danehevîyê heta bi jîyana cînişînîyê, pir baş û aşkere didin der.

Her çend, Enstîtuyên Gundan, piştî mirina Atatürk hatibin avakirin jî, wekî awayê pêşketî yê Fêrgehên Mamosteyan yên Gundan bûn. Bi avakirina enstîtuyan, armanc ev bû; wê gundîyên ku wekî hêza karkirinê ya ne zana û ne pêkhatî ne, li van deran bihatana perwerdekirin û ew bişandana gundan, yanî gundî wê bi kan û çavkanîya gundan bihatana perwerdekirin û bipêşxistin. Bi vî awayî, ji van sazîyan, mamosteyên jêhatî û rewşenbîr derçûn ku felsefeya wan; li ser hilberandin û berxwarina jîyana hevpar ava bûbû.

Enstîtuya Gundan ya Dîjleyê, di sala 1944’an de, 5 km li başûrê bajaroka Erxenîyê, di navbera stasyona trênê û gundê Hîlarê de hat avakirin. Bi erda xwe ya nêzikî 2 hezar donimî, fêrgeheke bêkilûkêmasî bû. Di dema avabûn û destpêka perwerdehîyê de, gerînendeyê fêrgehê Nazîf Evren bû û gelek tevkarîyên wî çêbûbûn. Rewşenbîr, nivîskar, wênesaz û muzîkjenên wekî Enver Atılgan, Kemal Burkay, Osman Şahin, Adnan Binyazar, Mahmut Baksi û Fehmi Salık ji Enstîtuya Gundan ya Dîjleyê derçûn.

Berîya sala 1954’an, navê Enstîtuya Gundan, wekî Fêrgeha Mamostetîya Xwendina Pêşî hat guherandin, paşê nav lê bû Lîseya Mamosteyan û her ku çû ji armanca xwe dûr ket. Enstîtuya Gundan ya Dîjleyê jî ji vê yekê para xwe hilda. Halwe, vê fêrgehê, di berkolanên arkeolojîk de, yên ku li Qotê Ber Çem hatibûn kirin, malxweyîtî kiribû. Mala Berkolanê ya Qotê Ber Çem, îro hê jî çalak e.

Enstîtuya Gundan ya Dîjleyê, digel ku gelek rewşenbîr, nivîskar, wênesaz û muzîkjen gihîştand jî, piştgirîyeke girîng ya şûngehî dabû berkolanên arkeolojîk yên li Qotê Ber Çem. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2003)
Enstîtuya Gundan ya Dîjleyê, digel ku gelek rewşenbîr, nivîskar, wênesaz û muzîkjen gihîştand jî, piştgirîyeke girîng ya şûngehî dabû berkolanên arkeolojîk yên li Qotê Ber Çem. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2003)
Gava Atatürk di sala 1937’an de hatibû Stasyona Erxenîyê, li wê derê bi coşekê hatibû pêşwazîkirin, lê belê tenê bi qasî pênc deqeyan lê mabû.
Gava Atatürk di sala 1937’an de hatibû Stasyona Erxenîyê, li wê derê bi coşekê hatibû pêşwazîkirin, lê belê tenê bi qasî pênc deqeyan lê mabû.

Divê mirov bibîne ku çûnehat, bi taybetî jî rêyên hesinî, yek ji mercên girîng yên bipêşketina kapîtalîzmê û yek ji amrazên lihevparvekirinên emperyalîst e. Li rastê aşkere ye ka Rêya Hesinî ya Bexdayê di navbera emperyalîzma Îngilîz û Elmanan de çawa bûye sedema berberîyê. Rêyên hesinî li Amedê 23’yê Mijdara 1935’an de dest bi şixulînê kir. Di 16’ê Mijdara 1937’an de jî, ji alî Atatürk ve, hîma xeta trênê ya Amed-Îran-Îraqê hat danîn. Di çarçoveya vê projeyê û di çêkirina xeta Amed-Erxenî-Pertekê de, keda apê bavê min Zekerîya Üzülmez û hostayê wî Xaço Hoste heye. Van her du hostayên avakirinê, di çêkirina tunel û piran de kar kir. Apê min Zekerîya, gelek caran, bi dûrûdirêjî, ji me re behs dikir ka Xaço Hosta, çawa bi gurahî kar kiriye di çêkirina pirên li ser milên çemên Ferat û Dîjleyê, di çêkirina wan tunelên tarî de ku di nav çîyayan re dibihurin û îro ro her yek mîna berhemên dîrokî ne.

Piştî ku Stasyona Erxenîyê dest bi şixulînê kiriye, merasîmeke vekirinê jî hatiye çêkirin û di 15’ê Mijdara 1937’an de Atatürk hatiye Erxenîyê. Li gorî gotinbêjan, wê rojê bûyereke wiha diqewime: Atatürk, wisa ji dûr ve, di paceya kompartimaneke trênê de xuya dike. Zarokên dibistana seretayî ku ji berê de li wir hatine bicîkirin, helbestan dixwînin. Atatürk, ji ber ku nexweş e, axaftineke pir kurt dike, di nava xwendevanan de diçe û tê. Gava fîtika trênê lê dixe û pîstonên wê dest bi livê dikin, Atatürk, serê xwe ji paceya vagoneke trênê derdixe derve, silav li hêwirzeya mirovan dike û trên berê xwe dide Amedê. Gava Şevket Beysanoğlu behsa wê rojê dike, balê dibe ser mezinîya coşahîyê, lê pê re jî bal pê dide ku sekinîna trênê tenê bi pênc deqeyan bûye.

Zilfoyê Kor, çil salan li Stasyona Erxenîyê pif kir bilûra xwe û çend nifş bi rê kir û xêrhatina wan kir. Navê wî yê fermî Zülfi Yokuş e û îro ro, bilûra wî di Mûzeya Bajêr ya Amedê de tê nîşandan. (Fotografa Hafiz Zilfo: Mahmut Yüceli, 1993 / Fotografa bilûrê: Arşîva Mûzeya Bajêr ya Amedê)
Zilfoyê Kor, çil salan li Stasyona Erxenîyê pif kir bilûra xwe û çend nifş bi rê kir û xêrhatina wan kir. Navê wî yê fermî Zülfi Yokuş e û îro ro, bilûra wî di Mûzeya Bajêr ya Amedê de tê nîşandan. (Fotografa Hafiz Zilfo: Mahmut Yüceli, 1993 / Fotografa bilûrê: Arşîva Mûzeya Bajêr ya Amedê)

Hemin ku me behsa Stasyona Erxenîyê kir, divê em Hafiz Zilfo jî bi bîr bînin. Gava wî li stasyonê pif dikir, dengê bilûrê, bi dengê trênê û bi qîjînên kêfxweşîyê û dilkovanîyên derdorê re dibû yek û li dilan kar dikir. Di navbera salên 1940’î û 1980’yî de, yanî bi tevayî 40 salan, kesên ku di Stasyona Erxenîyê re derbas bûne, guhdarîya bilûra wî kiriye. Piştî mirina wî, bilûra wî jî deng ji xwe birî û stasyon sêwî ma. Li gorî gotinbêjên delal, li serê Çîyayê Zilkîf û Qerejdaxê, hê jî, car caran di berbangan de, dengê bilûrê Hafiz hevaltî bi dengê bê re dike.

Bilûra vî hunermendê hoste yê ji çavê xwe kor dîsa hunermendekî hoste ku ji lingê xwe seqet e, hoste necar, Nişo, çêkiriye. Bi vî awayî, du hunermendên hoste yên du gelan yên cografyaya qedîm bi hunerên xwe gihîştine hev. Hafizê ku wekî Zilfoyê Kor jî tê nasîn, navê wî yê fermî Zülfi Yokuş bû. Ew Kurdekî Amedî bû. Navê Nişoyê Ermenî yê Amedî ku wekî Nişoyê Kulek dihat nasîn, Dîkran Nişan bû. Migirdiç Margosyan, di berhema xwe ya bi navê Taxa Fileyan de, behsa Nişo dike û dibêje ji darên arûngan (qeysîyan) bilûran çêdike.

Bilûra ku Nişo çêkiriye û Hafiz bi salan pifî wê kiriye, roja îro li Mûzeya Bajêr ya Amedê tê nîşandan. Li hêwana nîşandanê, li tenişteke bilûrê helbesta birayê min Miktat Üzülmez ya bi navê “Gava Ez Li Benda Te Bûm” ya der heqê Hafiz de û li tenişta din jî, helbesta Mihemed Malmîsanîj ya Zazakî ya bi navê “Lûlbendo Erxenîyij” (Bilûrvanê Erxenîyî) bi awayekî çarçovekirî ne.

Gundê Hafselm li başûrê ‘Bendava Kralkızı’yê ye. Gelek çavkanî amaje pê dikin ku li nêzî gund, di wê qada ku şikeftên Hafselmê lê hene, Ermenî jîyane. (Fotograf: Müslüm Üzülmez)
Gundê Hafselm li başûrê ‘Bendava Kralkızı’yê ye. Gelek çavkanî amaje pê dikin ku li nêzî gund, di wê qada ku şikeftên Hafselmê lê hene, Ermenî jîyane. (Fotograf: Müslüm Üzülmez)

Gava em li Erxenîyê digerîyan, li ser zinarekî rûniştibûn. Gava em berê xwe bi alî rojhilatê ve dikin, ava şîneve ya Bendava Kralkizi xuya dike. Gundê Bağin ku navê wî di pirtûkên dîrokê de cî digire, li hêla rojhilatê ya bendavê bû. Nivîskarê ji Erxenîyî, dinivîse û dibêje, hemû gelê vî gundî Xiristîyan bûne, piştî sala 1915’an gund bi tevayî vala bûye û malên valamayî jî rûxîyane. Dîroka kavila ku gund li ser ava bûye, hê kevntir e. Güneli pêşî dibêje, tevî ku girêdayî dêra Ermenan in jî, Xiristîyanên li vê derê, bi Ermenîkî nizanin, lê bi Zazakî diaxivin û Güneli lê zêde dike: “Gundê Bağin, li hêla rojhilata Bendava Kralkiziyê ye ku li ber Çemê Dîjleyê hatiye avakirin. Kavilên gund, beşek jê di bin ava bendavê de maye. Wer xuya dike, ji ber ku çûne dêra Ermenan, ji gelek Kurdan re gotine, Ermenî.”

Gava em nihêrîna xwe ya bi hêla rojhilatê ve bikudînin, li başûrê Bendava Kralkiziyê, em ê rêya qîrîn ya Erxenî û Pîranê bibînin. Gundê Hafselmê, cînişîneke pir kevn e û li ser vê rêyê, 15 km dûrî Erxenîyê ye û di berwara hêla rojhilatê ya Çîyayên Qileş (Qilêş) ava bûye. Li pêşberî Hafselmê, yanî şikeftên Hafselmê ku li başûrê rêya qîrîn ya Erxenî û Pîranê ne, berê qadeke cînişîna Ermenan bûne. Şerafettin Güneli jî nivîsîbû û gotibû: “gelê gundê Hafselmê jî Xiristîyan bû. Girêdayî Dêra Ermenan bûn. Wan jî bi Ermenîkî nizanibû. Bi Kurmancî diaxivîn.”

Gava em ji zinarê ku li serê rûdinên, berê xwe bi alî rojavayê ve dikin, li 12-13 km başûrê rojavayê Erxenîyê, li berwara başûr ya Çîyayê Enuş Pêxember, tirbeyeke bi navê Otluca, yanê bi navê xwe yê tê zanîn, tirbeya Kizilca heye. Mirov dikare bi rêgeha Erxenî-Qalxana-Belaxûra Jêrîn-Qizilcê biçe vê tirbeyê. Hinek jê dibêjin cenabê ku li wir veşartî ye, Enuş Pêxember e, hinekên din jî dibêjin Ebas Pêxember e. Hinekên dîtir jî wisa bawer dikin ku Enûş Pêxember û Ebas Pêxember heman kes in.

Ev tirbeya ku bana wê wekî qubeyê hatiye çêkirin û wekî kûmbet tê bilêvkirin, avahîyek e ku bi kelandin û hişkkirina kirêcê hatiye lêkirin. Tê gotin, li ser hin keviran pênc navan tê xwendin: Îbn-î Enuş, Îbn-î Şît, Îbn-î Kînan, Yerd Bîn-î Mehlaîl û Îbn-î Adem. Gelek gotegot hene der heqê tirbeyê de. Wekî mînak, Şerafettin Güneli dibêje, heke tiştên ku li ser keviran tên nivîsîn, rast bin, tirbe ya Hz. Yerd e ku nevîyê ji zikê şeşan yê Hz. Adem e.

Lêkolerê Erxenîyî, Şehmus Aslan jî, ji gotegota ku dibêje, Enuş Pêxember birayê Zilkîf Pêxember e, dide ser rê û wiha dinivîse, “Kurê Şît Pêxember, nevîyê Hz. Adem e. Ew cenab e ku agahîyeke wî ya kûr û dûr heye der heqê esmanzanîyê de. 960 salan jîyaye. Ji ber vê yekê, sêkujîya Hîlar, Kizilca û Kîkan, wekî warê yekem yê cînişînê yê li dinyayê, tê qebûlkirin. Yanî, afirandina mirovan û lihevzêdebûna wan li vir dest pê kiriye û li dinyayê belav bûye.”

Rojên înan û êvaran, serdanvanên wê tên. Her wekî li miqamê Zilkîf Pêxember jî wisa dikin, dua û gazî tên kirin. Lê ka ji ber çi ye, serdanvanên Enuş/Ebas Pêxember, wekî hejmar, bi qasî yên Zilkîf Pêxember çênabin. Gava mirov li Tirbeyê dinêre, bêxwedîtî û guhnedêrî jê dide der.

Tirbeya ku tê bawerkirin ya Enuş/Ebas Pêxember e, serdanvanên wê jî çêdibin lê tu carî bi qasî yên tirbeya Zilkîf Pêxember çênabin. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2004)
Tirbeya ku tê bawerkirin ya Enuş/Ebas Pêxember e, serdanvanên wê jî çêdibin lê tu carî bi qasî yên tirbeya Zilkîf Pêxember çênabin. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2004)
Ji Çîyayê Miqêm, xuyakirina Fabrîqeya Çîmentoyê ya Erxenîyê. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2013)
Ji Çîyayê Miqêm, xuyakirina Fabrîqeya Çîmentoyê ya Erxenîyê. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2013)

Projeya Başûrê Rojhilata Anatolyayê (PBA) ku pîlankirina wê di salên 1970’yî de dest pê kir û programa wê bi giranî li ser avakirina bendav û santralên hîdroelektrîkê bû, bi armanca bipêşxistina herêmê dihat nasandin. Wekî parçeyekî ji vê bipêşketina ekonomîk, di sala 1976’an de, hîma Fabrîqeya Çîmentoyê ya Erxenîyê hate danîn. Di sala 1984’an de dest bi hilberandinê kir. Di salên 1990’î de, gava li welêt polîtîkaya arizîkirinê lez digirt, tevî ku pareke xwe ya bazarê ya hêjayî gotinê hebû jî, Erxenî Çîmento jî di sala 1997’an de hat firotin û Grûba Uzanê ew kirî. Di salên pêşde, fabrîqe kete destê Fona Sîgortayê ya Mewduata Sexbêrîyê (FSMS) û ji bo wê îhaleyeke nû hat kirin û Grûba Limak Çîmento bû xwedîya wê ya nû.

Fabrîqeya Çîmentoyê ya Erxenî, her çend di nava van salan de gelek derfetên kar çêkirin jî, xisareke mezin da Erxenî. Gava fîltreyên di rojingên fabrîqeyan de nehatin şixulandin an jî gava telan didan, tozeke ewran bi esmanê Erxenîyê digirt û pîr û kal û ciwan û zarok, her kesî ji bêgavî ev hewaya tozîn digirt. Sed korayî, qadên çandinîyê jî para xwe ji vê tozê digirin.

Ji ber ku Erxenî piştre bo cîyekî din tê veguhastin, ji dîroka xwe dûr dikeve. Roja îroyîn, li navenda bajarokê, avahîyên herî kevn Camî-î Kebîr û avahîya Qeymeqamîyê ya kevn e. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2003)
Ji ber ku Erxenî piştre bo cîyekî din tê veguhastin, ji dîroka xwe dûr dikeve. Roja îroyîn, li navenda bajarokê, avahîyên herî kevn Camî-î Kebîr û avahîya Qeymeqamîyê ya kevn e. (Fotograf: Müslüm Üzülmez, 2003)

Em pir li ser Zinarê Teyran rûniştin, ger em hinekî li navenda bajêr bigerin wê çêtir be. Roja îro, Erxenîya îroyîn ne di şûna Erxenîya kevn de ye. Di serdema dawî ya Osmanîyan de, cîyê Erxenîya kevn hat veguhastin. Bi Cumhurîyetê re, Erxenîyê xwe ji nû ve ava kir. Ji ber wê ye ku li Erxenîya roja îroyîn, tu avahîyeke dîrokî tune ye. Avahîya herî kevn Camî-î Kebîr e ku li gorî lewheya li ser derîyê wê, di sala 1921’ê de hatiye avakirin. Avahîya herî kevn ya duyem jî, avahîya kevn ya Qeymeqamîyê ye. Ev avahî, a niha, wekî Mûzeya Sezai Karakoç, çalak e.

Nivîs: Müslüm Üzülmez

Fotografa bergê: Erxenî, salên 1960î

 

ÇAVKANÎ

• Aslan, Ş. (1998) Mezopotamya’nın Gani Kenti Ergani, Amed: 67, 135.
• Bell, G. L. (1911) Amurath to Amurath, William Heinemann Publishing, London: 327-328.
• Beysanoğlu, Ş. (1987) Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi, Cîld 2.
• Beysanoğlu, Ş. (1996) Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi, Cîld 3.
• Evliya Çelebi (1985) Seyahatnâme, Cîld 3-4, (ed.) Mümin Çevik, Üçdal Neşriyat, Stenbol.
• Evren, N. (1998) Köy Enstitüleri Neydi Ne Değildi, Güldikeni Yayınları, Enqere: 82-86.
• Güneli, Ş. (1966) Bütün Yönleriyle Erğani, Modern Matbaa, Enqere: 13.
• Güneli, Ş. (2002) “Zağros Yöresinde Değiştirilen Tarihi Yer İsimleri”, Berfin Bahar Aylık Kültür Sanat ve Edebiyat Dergisi, 58.
• İnciciyan, Ğ. (1808) Aşkharakrutyun Çorits Masants Aşkharhi, Cîld 1, Venedîk: 240-243.
• Margosyan, M. (1994) Gâvur Mahallesi, Aras Yayınları, Stenbol: 13.
• Özbek, M. (2004) Çayönü’nde İnsan, Arkeoloji ve Sanat Yayınları, Stenbol: 7.
• Özdoğan, M. (1990) “1988 Yılı Diyarbakır Yüzey Araştırması”, Araştırma Sonuçları Toplantısı, Antalya, 18-23’ê Gulanê 1989, Kültür Bakanlığı Anıtlar ve Müzeler Genel Müdürlüğü, Enqere.
Urfalı Mateos Vekayi-nâmesi (952-1136) ve Papaz Grigor’un Zeyli (1136-1162), (wer.) Hrand D. Andreasyan, Türk Tarih Kurumu Yayınları, Enqere, 1962: 92-93, 103.
Yurt Ansiklopedisi, Cîld 3, Anadolu Yayıncılık, Stenbol, 1982: 2228.

GÊL, JI BIN AVÊ Û JI SER AVÊ
BEŞA BÊ
GÊL, JI BIN AVÊ Û JI SER AVÊ