Lê Bigere
PÊŞANGEH
HILMA GELEKÎ QEDÎM: DÊRA QEDÎM YA MERYEMÊ
HILMA GELEKÎ QEDÎM: DÊRA QEDÎM YA MERYEMÊ
Mimkin e ku meriv li ser vê axê mekanên bawerîyê yên aîdî suryanîyan yên wekî Dêra Qedîm ya Meryemê ji sedsala 3 û 4an mayî bibîne, lêbelê çi heyf nifûseka ewqasî nemaye ji bo kultûra suryanîyan bidomîne. (Wêne: Dilan Bozyel, 2010)

Hebûna civaka suryanîyên bawermendên ewil yên xirîstîyanîyê li Mezopotamyayê digihije berî pênc hezar salan. Dîyarbekira îro roj jî yek ji wan herêmên ewil e ku piştî Rihayê xirîstîyanî lê belav bûye. Ev jî hebûna mekanên bawerîyê yên suryanîyan li ser vê cografyayê heta berî du hezar salî piştrast dike. Ne ji sedsala 1 û 2 P.Z. be jî, ji sedsala 3 û 4an hin dêr û keşîşxane gihiştine roja îro. Mixabin ne mimkin em heman tiştî ji bo kultûr û jîyana suryanîyên parçeyekî vê xakê bibêjin. Tew nifûsa suryanîyan ya bi qasî tune be kêmbûyî li Tirkîyeyê, îro roj jî mecbûr dimîne li hember zextên sîyasî û civakî li ber xwe bide.

Di vê beşê de serborîya Dêra Qedîm ya Meryemêya Suryanîyan cih digire ku mekanekî hêja yê Dîyarbekirê ye ji alîyê jîyana kultûrî ve û Truman Şakarerê dermansazê civata suryanîyê Dîyarbekirê li ser qîmeta vê avahîyê ya ji bo suryanîyan nivîsî. Nivîsa Şakarerî ya bi navê “Suryanîyên Dîyarbekirê”, nirxekî, bawerî û kevneşopîyeka qedîm ya îro roj li bajarî kêmbûyî, bi tecribeyên şexsî qeyd dike.

Eslê suryanîyên gelê qedîm yê Mezopotamyayê û xwedî dewlet, qralîyet, împaratorîyên bi navê cuda di tarîxê da digihije pênc hezar salan. Ji nivîsê heta perwerdehîyê, ji zanistê heta hunerê, ne mimkin e bêyî navê suryanîyan meriv biaxive ji ber ku di tarîxa şaristanîya vê cografîyê da pêşengîya gelek waran kirine. Kevneşopîya suryanîyan ji bilî kultûr û edebîyatê, di her cure sinet û destkarîyan da jî xwedî girîngîyeka cuda bû.

Suryanî civaka ewil e ya bawerî bi xiristîyanîyê anîye û dêrên wan yên ewil sala 38an P.Z. li Antaqyaya hingê di bin desthilata Romayîyan da hatibûn lêkirin. Xirîstîyanîbûna herêma îro roj bi navê Dîyarbekirê tevî deverên cuda yên Mezopotamyayê, di navbera sedsala 1ê û sedsala 4an da pêk hat; dêrên ewil jî di vê serdemê da hatin lêkirin. Ji bilî Dêra Qedîm ya Meryemê ya li Haxa Midyadê ti dêreka din ya sedsala 1 û 2yan li ser xwe mayî tune ye. Ji bilî Dêra Qedîm ya Meryemê li Dîyarbekirê ku em dikarin wekî mînak ji bo dêr û keşîşxaneyên sedsalên 3-4an û sedsalên piştra bidin, Dêra Mar Yaqûb û Keşîşxaneya Mar Evgin li Nisêbînê, Dêra Mar Îlyo ya li Baqisyana gundê Midyadê, Dêra Zehferanê û Dêra Mar Gabrîel dikarin bên gotin.

Li bin lingê ewil yê li alîyê başûrê Pira Dehderî, di kîtabeya xwedî fîgurê şêrî da ya sala 1949an ji alîyê Xanna Dolabanîyê Metropolîtê Mêrdînê li tirkî hatîye wergerandin, bi suryanî dinivîse ku pir serdema “Manoyê Duyem yê xelefê Buhro” yanî derdora sala 90î B.Z. hatîye tamîrkirin. Ev yek bi qasî ku îşaretek e li çêkirina zûtir ya pirê, her wisa delîlek e ku hebûna suryanîyan di tarîxa Dîyarbekirê da digihije demên pir berê. Pira ku paşê texrîb bûye, di sedsala 11an da ji alîyê Merwanîyan ve jî di tamîrateka baş ra derbas bûye.

Akyüz, G. (2000) Diyarbakır’daki Meryem Ana Kilisesi’nin Tarihçesi.
Ev wêneyê sala 1909an yê Dêra Qedîm ya Meryemê ji alîye Gertrude Bella wekî arkeolog, cografyanas, sîxur, nivîskar, gerok û wênegir derbasî tarîxê bûyî hatîye girtin. (Zanîngeha Newcastle Arşîva Gertrude Bell)
Girîngîyeka Dêra Qedîm ya Meryemê ji hêla Dêra Suryanîyan ya Antaqyayê ew e ku di demên cuda da mazûvanî Patrîkîyê jî kirîye. Wêne ji sala 2010î ye. (Wêne: Merthan Anık)

Hindek daneyên piştgir li wê fikrê hene ku Dêra Qedîm ya Meryemê cara ewil di sedsala 3yan da li ser perestgeheka paganan hatîy lêkirin, qismekî wê piştî şewat û erdhejê şewitîye û li avahîyeka qubeyî ya hîn bilindtir hatîye veguherandin. Girîngîya dêrê ji bo Dêra Suryanîyan ya Antaqyayê, xeyn ji qîmeta wê ya tarîxî, ji ber wê yekê ye ku di demên cuda da mazûvanî li Patrîkîyê kirîye û gorên zanyarên dînî, şair, ewlîya, nebî û patrîkên navdar li vir bûne.

Di hundir û derveyê dêrê da kîtabeyên cuda hene ku îşaret bi tamîratên di nav sedsalan ra dikin. Mimkin e meriv serborîya avahîyê di ser van kîtabeyan ra bişopîne.

Neqşên axşebê yên ayîngeha (kduşkudşin) serbiqube, taybetîyeka resen ya dêrê ye. Mînakên van neqşan û stûnên bi metnên dînî dagirtî li Dêra Zehferanê hebûn; lê çi fêde neqşên axşebî yên li wir negihiştine roja me. Kduşkudşinên axşeb, derîyên ji dara gûzê, tabloyên aîdî welîyan, qendîlên zîvîn yên destkarîyê û gelek eşyayên aîdî dêrê, qîmeta tarîxî ya Dêra Qedîm ya Meryemê hîn zêdetir dikin.

Akyüz, G. (2000) Diyarbakır’daki Meryem Ana Kilisesi’nin Tarihçesi.

Di bawerîya ortodoks ya suryanîyan da ji ber ku dêr û keşîşxane ne tenê perestgeh in lê di heman demê da bi wezîfeya cihê perwerdehîyê, hevdîtina cemaetê û navenda birêvebirinê radibin; cihên wekî dîwanxane, kitêbxane, medrese û mêvanxaneyê jî dibin parçeyên eslî yê avahîyê. Dêra Qedîm ya Meryemê ya Suryanîyan jî, digel Dêra Mar Yaqûb, dîwanxane û patrîkîyê, komeavahîyekê pêk tîne. Dêra Qedîm ya Meryemê û Dêra Mar Yaqûb bi hev ve ne, patrîkî jî bi hewşekê ji wan cuda bûye. Di avahîyê da bi tevahî sê hewş hene.

Derîyê têketina dêrê îro roj li ser Kuçeya Pûşîcî ye. Hewşa biçûk ya ewil ya di têketinê da, bi Dêra Mar Yaqûb ya li rojhilatê xwe, avahîya esasî ya dêrê ya li başûrê xwe û cebheyên dîwara lojmana li rojavayê xwe hatîye dorpêçkirin. Ji vir meriv dikare derbasî hewşa esasî bibe ku hewizekî li nîvê wê heye û têketina serekî ya Dêra Qedîm ya Meryemê li wir e. Avahîya patrîkîyê, li ser xeta rojhilat-rojava ye.

Bi tuxleyan hatîye çêkirin qubeya li ser heşt lingan ya dêra ku meriv dikare ji derîyê axşeb yê xweser re bikevîyê; dîwar bi kevirê bazalt e û zemîn jî bi rûberê kevirî ye. Di nîveka qubeyê da motîfa stêrkeka bineynik heye. Derîyê axşeb yê li quncika bakurrojhilatê dêrê ber Dêra Mar Yaqûb vedibe. Zengilxane jî bi alîyê başûrî ve ye.

Eyüpgiller, K. K., Kahya, Y. û yên din (2014) Meryem Ana Süryani Kadim Ortodoks Kilisesi Raporu, Bernameya Restorasyonê ya Enstîtuya Zanistên Fenî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Stenbol.
Tevî beşên wekî dîwanxane, medrese, mêvanxaneyê, her weha hewizekî heştgoşe jî li hewşa esasî ya dêrê hene.
Şewateka di sedsala 9an da kirîye ku gelek beşên Dêra Qedîm ya Meryemê bişewitin. Di wêneyî da detayek ji kduşkudşina (apsîs) axşeb xuya dike ku piştî şewatê bi qeleman hatîye neqşandin.
(Wêne: Merthan Anık, 2005)

Di nîveka sedsala 9an da gava zangoç û nobedarê dêrê ji bo xwe germ bike agir pê dixe, ev agir ji kontrolê derdikeve, di ser mehfîla jinan ra bi esreqa axşeb ya neqşdar dikeve û dike ku ev berhema nadîde bibe xwelî. Ji ber vê yekê alîkarî ji Fokratê kurê Aşûtê bajarê Mûşê hatîye xwestin. Bi pere û keresteyên wê derê ra milên derî û mihraba axşeb yên li Dêra Qedîm ya Meryemê û ya Mar Yaqûb zerer gihiştî wan hatin nûkirin.

Günel, A. (1970) Türk Süryaniler Tarihi, Stenbol.

Bikaranîna zêdebûyî ya çîmento û betonarmeyê ya piştî salên 1950yî, tesîr li xebatên restorekirina Dêra Qedîm ya Meryemê jî kiribû. Ser meselê tê zanîn ku di 1954an da dîwarê hundir yê dêrê hatîye boyaxkirin. Li rewaqa milê rojavayê dêrê, li ser sitûnê quncika li rojavayî, kîtabeyeka restorekirinê ya aîdî 1965an hatîye zêdeekirin. Di vê restorasyonê da jî mixabin piranî melzemeyên çîmento û betonarmeyê hatine bikaranîn. Di sala 1970yî da jî kevirên li hewşê raxistî hatine guherandin.

Di restorayona 2004an da, ya bi saya Weqfa Dêra Qedîm ya Meryemê ya Suryanîyên Ortodoks dest pê kiribû, hin zêdekirinên nehewce yên salên berê hatine rakirin.

Eyüpgiller, K. K., Kahya, Y. ve diğerleri (2014) Meryem Ana Süryani Kadim Ortodoks Kilisesi Raporu, Bernameya Restorasyonê ya Enstîtuya Zanistên Fenî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Stenbol.
Bi restorayona 2004an ra dest ji hin pratîkan hat berdan ku piştî salên 1950î hatibûn kirin û li mîmarîya dêrê nedikirin. Resimê Meryema Dayîk û Îsayê Zarok yê li ser derîyê têketinê ji alîyê resamekî suryanî ve hatibû çêkirin ku piştî komkujîya Helebçeyê, di 1990î da ji ber koçberîya mecbûrî ji Kurdistana Îraqê hatibû Dîyarbekirê. (Wêne: Dilan Bozyel)
Li Dîyarbekirê cihê ku srutyanî herî pir lê dijîyan, taxa Dêra Qedîm ya Meryemê li wê bû. Qismek jî li derdora Xançepekê diman. Di vî wêneyê 1964an da ku hemû anîne cem hev, Patrîk Mar Ignatius Yaqûb III xuya dike. (Arşîva Can Şakarer)

Suryanîyên Dîyarbekirê

1.

Li Amedê piraniya Suryanîyan li kolana Lalebeyê rûdiniştin ku Dêra Qedîm ya Meryemê ji li wê derê ye. Qismêk ji wan li derdora taxa Xênçepekê rûdiniştin ku gelên Ermênî zedetir li we derê dijiyan. Em ji Suryanîyên li taxa Xençepekê ne.

Gava roj hildihat me hîs dikir ku wext hatîye kalikê me, me bibe dêrê. Kalikê min ji ber ku xirîstîyanekî pir dîndar bû, ji bo ku paşê hesab nede Xwedayê Mezin, sibehan zû nevîyên xwe yek bi yek ji malên wan hildidan û bi meşeka hêdî ya di nav kuçeyan ra ew dibirin Dêra Qedîm ya Meryemê. Dema duayan jî em dadinîn cihekî wisa ku bikare li me binêre. Ev, heta salên me yên gihiştinê jî dewam kir. Piştî bîstekê cıvata suryanîyan, her yek bi cilûbergê xwe yê herî nû û kubar wek ku biçin dawetê, hêdî hêdî li dêrê xuya dikirin. Jin û mêr cihê rûdiniştin û duayên xwe dikirin.

Piştî duayê, li wê hewşa biîhtişam ya dêrê her kesî li hal û hewalên hev dipirsîn, carinan heger kes ji derveyê bajarî bihatina, bi wan ra li hev rûdiniştin. Hewşa dêrê her weha rawestgehek bû ji bo kesên ku li qîzan digerîyan ji bo kurên xwe; bi vî awayî dêrê wezîfeyeka pîroz ya çêkirina malên nû pêk dianî. Di vê navberê da kesên nisbeten salmezin û navsere di civakê da derbasî beşa dîwanxaneyê dibûn, wê hefteyê çi tiştên civakî, sîyasî û ekonomîk qewimîbin, li ser wan sihbet dikirin.

Truman Şakarer, Endamê Civata Suryanîyan ya Dîyarbekirê, Dermansaz

2.

Dêr, hem îbadetxane hem mal bû ji bo civaka suryanîyan, hem jî mekanê herî ewledar bû ji bo ciwanên wan da ku rojên yekşem û betlaneyan bê rîsk lê kêf bikin, di nav xwe da bilîzin.

Tuma Başaranlarê kurê rehmetî Keşe Horî Bişara Başaranlar rojên şemîyan piştî nîvro hewil dida îlahîyên suryankî, tirkî û suryankî hînî ciwanên suryanîyan bike ku bi cidîyeteka zêde hatibûn mezinkirin. Bi pêkanîna vê wezîfeya pîroz xwe bextewar hîs dikir.

Ramanger, mamosta, fîlolog û rojnamevanê girîng yê suryanîyan Naum Faik Palak jî di sedsala 19an da li dêrê, li dibistana Civata Xwişkûbirayên Qedîm yên Suryanîyan ya di bin birêvebirîya Hanna Sirri Çikki Efendi da perwerde bû.

Truman Şakarer

Dêr di bawerîya suryanîyan da her weha ji bo ciwanan navendeka perwerdehîyê, ji bo bawermendan jî navendeka hevdîtinên civakî ye. Di vî wêneyê salên dawî yên 1800î da, ciwanên bêsebr flu xuya dikin. (Arşîva Adnan Palakoğlu)
Îro roj li Dîyarbekirê tenê çendek malbatên suryanîyan dijîn. Derîyê vê avahîya pîroz ya xwe li ber hezarsalan ragirtî jî vekirî ye. (Wêne: Merthan Anık)

3.

Pîrikên min li kuçeya Dêra Qedîm ya Meryemê lê diman. Pîrika min yekşema ku nehata dêrê, saeta belavbûna piştî duayê li şaneşîna malê rûdinişt û li derbasbûna wan malbatên hatî dêrê temaşe dikir. Kesên nehatî dêrê û ev kirî adat şermezar dikirin.

Heta terikandina Dîyarbekirê di sala 1980yî da, dêra me wekî avahîyeka qerase li ber çavê me xuya dikir. Piştî mayîna çend salan li Stenbolê gava em hatin serdana Dîyarbekirê, me dît ku Dêra Qedîm ya Meryemê li ber dêr û mizgeftên Stenbolê çiqas wekî avahîyeka minyatûrî maye û em şaş diman, hinekî jî xemgîn dibûn. Tekane teselîya min ya niha ew e ku dêra bûyî perestgeh ji bo civaka suryanîyan her avadan û li ser xwe be, bîranînên me veguhêzê bo rabirdûyê.

Truman Şakarer

4.

Gotina ramangerê alman Goothe ya “Her kes ber derîyê xwe bimale, kuçe dê paqij bibin” heçku ji bo taxa suryanîyan ya Dêra Qedîm ya Meryemê lê hatîye gotin. Malbat adeten bi hev ra diketin pêşbazîyê ji bo ku ber derîyê wan paqijtir be; dema ku meriv di taxê ra derbas dibû hilmeka xweş jê dihat. Nihakê gava meriv di heman kuçeyan ra derbas dibe û rastî halê wê yê gemar û qirêjokî tê, dilê meriv diêşe, meriv xemgîn dibe. Em rojên berê bi xemgînî bi bîr tînin.

Beg, xanim û ciwanên malbatên suryanîyan di nav xwe da jîyaneka mihafezekar dijîyan. Malbat şevê zivistanan bi dorê diçûn mala hev, dema xwe bi çîrokan, pêkenokan û bûyerên rojane dibihurandin. Carinan di hewşekê da çar-pênc malbat pêkve dijîyan, heman mitbex, serşok, daşirê bi kar dianîn û her kesî hurmeta hev digirt. Ji bilî hin meseleyên biçûk min qet nebihîstîye ku tek carekê nîqaş û nexweşîyek di navbera malbatan da rû dabe. Malbatên mislimanan jî di heman hişmendîyê da bûn. Gava ku meriv dide ber roja îro, meriv teqdîr dike ku mirovên wê demê çiqas berbihêr in.

Truman Şakarer

Suryanîyên ku hin deman bi awayê çar-pênc malbatan di hewşekê da diman, li taxa xwe cîrantî bikirana jî, jîyaneka di nav hev da dijîyan. Wêne ji salên 1940î ye. (Arşîva Adnan Palakoğlu)
Bûyerên girîng yên jîyana civakî ya suryanîyan rojên dawet, şerbet, hine û helbet yên şînê ne. Ev wêne di 2010an da hatîye girtin. (Wêne: Merthan Anık)

5.

Hema hema hemû mêrên suryanîyan sinetkar, terzî, zêrînger, tamîrkarê otomobîlan, kaportavan, sefar, pîlewer, pertalfiroş, qezaz, puşîcî yan jî bazirganê qumaşan bûn. Ji bilî hurmetdarîya xwe ya li hember cîranên misilman, ji ber awayê mihafezakarîya xwe nedikarîn bi wan ra hevaltîyeka zêdetir danin. Sibehan zû dest bi kar dikirin, heta êvarê bê sekin dixebitîn. Gava dibû êvar heçku di pêşî da li hev kiribin, diçûn qehweyê, çend dest tewle dilîstin û vedigerîyan mala xwe.

Bi vî awayî îstisnayên jîyana monoton jî wefatek yan jî şerbet, hine û daweta zarokên merivên nêzîk bû. Hema hema hemû hine û dawetên suryanîyan li malan çêdibûn. Bi şertê ku jin û mêr di nav hev da bin, bi qasî derfeta madî ya xwedîyê dawetê, mecbûrî bû ku zîyafetek bê dayîn. Tiştekî hewce yê li vê dawetê jî araq û şeraba suryanîyan ya hatî pêşkêşkirin bû. Di jîyana xwe da ne li Dîyarbekirê ne jî li Stenbolê, bi ti awayî nebûm şahid û ne jî min bihîstîye ku di dawetên civata suryanîyan da nexweşîyeka herî biçûk jî rû dabe.

Êdî li Dîyarbekirê suryanî tune ne. Mixabin malbatek tenê jî ji suryanîyan nemaye ku bi hezar salan li ser vê xakê jîyabûn û demekê pareka mezin ya nifûsê bûn. Îro roj li vî bajarê kevnare tenê malbata keşe û zangoçê li hewşa dêrê nifûsa suryanîyan pêk tînin.

Truman Şakarer