Lê Bigere
PÊŞANGEH
KOMPOZÎSYONA ERDNÎGARIYEKE RESEN Û DEWLEMEND
KOMPOZÎSYONA ERDNÎGARIYEKE RESEN Û DEWLEMEND
Diyarbekir di nav kortalekê cih digire ku bi rabirdûya xwe ya jeolojîk dewlemend bûye û bi saya cihê xwe yê erdnîgarî xwediyê cihêrengiyê ye. (Wêne: Selmet Güler, 2006)
Diyarbekir di nav kortalekê cih digire ku bi rabirdûya xwe ya jeolojîk dewlemend bûye û bi saya cihê xwe yê erdnîgarî xwediyê cihêrengiyê ye. (Wêne: Selmet Güler, 2006)

Diyarbekir ku ji hela cihê erdnîgarî, formên zevîyan û îklîmê ve di nav herêmeke veguhêz de cih digire, di nav hewzeyekê de ye ku hemû guhestinên hawîrdora xwezayî yên herêmê yên heyamên jeolojîk lê tên xuyakirin û ji ber vê yekê ji gelek aliyan ve xwediyê taybetmendiyên bêhempa ye.

Hewzeya Diyarbekirê ku gelek jêrekomên ekosîstemên bejayî û avî dihewîne û di warê fauna û florayê de xwedî cihêrengiyeke mezin e, ji xeynî erdnîgariyê bi bandora hêmanên din jî di her serdema dîrokê de ji bo mirovahiyê qadeke jiyanê ya balkêş afirandiye. Jîngeha xwezayî jî rasterast li ser avabûna nifûsê, celebên niştecihbûnê û xebatên aborî bandor kiriye û şekil daye civakîbûnê.

Sabri Karadoğan ê ku li Zanîngeha Dîcleyê di Fakulteya Perwerdehiyê ya Ziya Gökalp de endamê kadroya akademîk ê Beşa Perwerdehiya Erdnîgariyê ye li ser vê topografyaya taybet hûr bûye. Hîdrobiyolog Erhan Ünlü bal kişand ser herêma li ser Çemê Dîcleyê. Ji aliyê din ve plansazê bajar û herêmê Zeki Fırat Yıldırım jî bal kişand ser pêvajoya ku çemê Dîcleyê digihîne statuya “newal”ê û encamên wê.

Hewzeya Diyarbekirê, bi beşa Dîcle ya Herêma Anatolyaya Başûrê rojhilat, li bakur û rojhilat qatçîna Torosên Başûrê rojhilat (herêma qatçîna Farqîn-Hezroyê) û li başûr jî deştên di navbera herêma Deşta Mêrdînê de digire nav xwe.

Hewzeya Diyarbekirê, di kemberekê de cih digire ku yekîneya avabûna çiyayên fetlokî ya herî başûr a Tirkiyeyê pêk tîne û hem ji hêla avhewa û hem jî ji aliyê bejahiyê ve di herêma veguhêz de cih digire, xwedî cîhekî erdnîgarî ye ku guherînên hawîrdora xwezayî di dirêjahiya serdemên jeolojîk de li vê erdnîgariyê hişk rû dane.

Herikîna bazaltê ya li ser Çemê Dîcleyê ku bajarê Diyarbekirê jî li ser ava bûye û ji vî çemî qut dibe, weke topografiyeke taybet derdikeve pêşberî me. Li herêma ku bajarê kevn lê hatiye avakirin, em dibînin ku ji ber girseyên bazaltê yên li ser mexzenên kîlê û bandora Çemê Dîcleyê ku dimehîne kendalên asê çêbûne. Zinarên bazalt ên asê yên ji aliyê Çemê Dîcleyê ve hatine birîn, ji bo parastinê cihekî guncan çêkirine. Kevirê bazalt ji bo sûrên ku bi vê armancê hatine çêkirin, herweha ji bo xaniyan û avahiyên din ên mîmarî melzemeyekî guncan e.

Prof. Dr. Sabri Karadoğan, Hîndekarê Beşa Perwerdehiya Erdnîgariyê, Fakulteya Perwerdehiyê ya Ziya Gökalp a Zanîngeha Dîcleyê

Tesîra hemû guhertinên hawîrdora xwezayî yên serdemên erdnîgarî li Hewzeya Diyarbekirê tên dîtin. (Wêne: Türkan Kılıç, DİFAK)
Tesîra hemû guhertinên hawîrdora xwezayî yên serdemên erdnîgarî li Hewzeya Diyarbekirê tên dîtin. (Wêne: Türkan Kılıç, DİFAK)
Tevî havînên ziwa yên bi dûkela zêde jî, geşepêdana jeomorfolojîk a herêmê hewzeke bi potansiyela avê ya zêde çêkiriye. (Wêne: DİFAK, 2014)
Tevî havînên ziwa yên bi dûkela zêde jî, geşepêdana jeomorfolojîk a herêmê hewzeke bi potansiyela avê ya zêde çêkiriye. (Wêne: DİFAK, 2014)

Em dikarin Hewzeya Diyarbekirê weke qadeke mezin a niştecihbûnê bi nav bikin ku li bakur Torosên Başûrê rojhilat, li başûr deşta kilsinî ya Mêrdîn-Midyadê ya bilind, li rojava Volkanê Qerejdaxê, li rojhilat Çiyayê Ramanê û li derdora wê bendavên topografîk ên girîng hene.

Peresana jeomorfolojîk a Hewzeya Diyarbekirê hem tevgerên qaşilkê erdê û hem jî pêvajoyên erozyona topografîk yên piştî lihevketina parzemîn-parzemînê û girtina Okyanûsa Neo-Tethys a Başûr bi zelalî nîşan dide. Hewzeya ku li gorî derdora xwe, bi taybetî bi pêvajoyên jeomorfolojîk, qada jiyanê ya guncan diafirîne, bi lêzêdekirina faktorên din ên erdnîgarî yên guncan ên wekî veguhestin, ax, hîdrografî, çavkaniyên ser û binê erde balkêşiya xwe hîn zêdetir dike. Tevî şert û mercên dijwar ên havîna ziwa û dûkeliya dijwar, hewze ji hêla potansiyela avê ve dewlemend e. Barîna li peravên wê yên bilind, bi rêya avên bin erdê an jî şaxên Çemê Dîcleyê ber bi navenda hewzeyê ve diçe.

Sabri Karadoğan

Herçiqasî Hewzeya Diyarbekirê di warê hîdrografî, jeolojî û jeomorfolojiyê de karakterekî ji rêzê nîşan bide jî, Çemê Dîcle û şaxên wî hema bêje li her devera hewzê di bin axê de ne. Bi gotineke din Hewzeya Diyarbekirê qadeke deştên perçebûyî yên nizm an jî bilind e. Ji ber ku ev rewş rê li ber lehiya çeman û aluvyonên hilgirtî digire û rîska xurtbûna axê ji holê radike, li hewzeyê zeviyên çandiniyê yên bi kalîteya herî baş hene.

Pêkhateya jîngeha xwezayî, ku di tevahiya dîroka deverê de guherî ye, bandora xwe li ser cihêrengiya fauna û florayê jî nîşan dide. Bi vî rengî, em dikarin qala pirrengiya biyolojik bikin ku hêmanên fauna û florayê yên Ewropa-Sîbîrya, Deryaya Navîn û stepîk vedihewîne. Ekosîstemên bejahî û zozanan ji aliyê gelek komên bine-jîngehê yên li hewzê ve tên temsîlkirin. Di ekosîstema avî de gelek binepergal hene, wek çem û robarên bi herikîna bilind, çemên rawestiyayî û hêdî-hêdî, û golên kortî ên karstîk. Di nav ekosîstema bejayî de, gelek jîngehên wek daristanên berû, bax, çem, newal, çiya û ekosîstemên zeviyên volkanîk hene.

Sabri Karadoğan

Newala Dîcleyê xwedî ekosîstemeke avî ya ji çemên herikîna wan cuda û golên karstîk e. Habîtata bejî jî bi ekosîstemên ji daristan, step, baxçeyên fêkî, çem, newal û qadên volkanîk gelekî dewlemend e. (Wêne: Selmet Güler, 2008)
Newala Dîcleyê xwedî ekosîstemeke avî ya ji çemên herikîna wan cuda û golên karstîk e. Habîtata bejî jî bi ekosîstemên ji daristan, step, baxçeyên fêkî, çem, newal û qadên volkanîk gelekî dewlemend e. (Wêne: Selmet Güler, 2008)
Gorên qralan ên li Keleha Gêlê ji aliyê dîroka mirovahiyê ve yek ji girîngtirîn xirbeyên kevnar ên li hewzê ne. (Wêne: Martine Assenat, 2019)
Gorên qralan ên li Keleha Gêlê ji aliyê dîroka mirovahiyê ve yek ji girîngtirîn xirbeyên kevnar ên li hewzê ne. (Wêne: Martine Assenat, 2019)

Hewzeya Diyarbekirê ji aliyê taybetmendiyên fîzîkî ve unîteyeke erdnîgarî ya xweser e. Ev tê wê maneyê ku di zelalkirina gelek pirsgirêkên erdnîgarî yên Tirkiyeyê de bi taybetiyên xwe yên jeolojîk, jeomorfolojîk û avhewayê roleke sereke dilîze. Di nifûs, niştecihbûn û xebatên aborî de heman yekitî û rengê erdnîgarî diyar dibe. Li gorî herêmên din ên erdnîgarî yên Tirkiyeyê, bi taybetî bi nifûsa wê ya gundewarî û rêxistina civakî ya eşîrî, em dikarin behsa avaniyeke civakî ya cihêreng bikin.

Hewzeya Diyarbekirê qadeke ku şert û mercên fizîkî pêvajoyeke bi lez û bez diguherin û pêvajoyeke geşepêdanê vedihewîne ku di nav dûrên kurt de qadên ji eslê xwe cuda dihewîne û di heman demê de avahiya çandî ya heterojen her tim diguhere û dewlemend dibe. Di dirêjahiya dîrokê de hewzeyê hem ji bo jiyana koçeriyê hem jî ji bo jiyana niştecihbûyî şert û mercên fizîkî yên guncan pêşkeş kiriye.

Li herêmên bakur ji ber ku morfolojî asê, xerabe û çiyayî ye Çemê Dîcleyê di nav tengavan de diherike. Digel ku zinarên asê yên derdorê û blokên kilsinî ji bo şaristaniyên hewcedarê parastinê jîngeheke baş in, li jêrtir erdên bibereket ên ku bi aluvyonên Çemê Dîcleyê û bi qûtkirina deştekê çêbûne, geliyê ku her diçe berfireh dibe û li pey wê jî deştên aîdî platforma Ereban di dîroka mirovahiyê de di pêkhatina nîzama niştecihbûnê û bi destpêka çandiniyê mazûbaniya geşbûna çandiniyê kirine. Şert û mercên avhewayê û çûnûhatinê yên baş jî bandoreke zêde li ser vê yekê kirine. Ji ber ku herêm di nav herêma “hîlala bibereket” de ye û parçeyek ji Mezopotamyaya Jorîn e, şert û mercên wê yên xwezayî ji deştên ziwa ên başûr pir xweştir in.

Herêm ji aliyê dîroka şaristaniyê ve ne tenê weke parçeyekî Mezopotamyayê, ji ber ku cihê ku çandên Rojhilata Nêzîk û çandên Anatolyayê li hev dicivin û bandorê li hev dikin, girîng e. Ji ber vê sedemê, mirov dikare gelek bermahiyên arkeolojîk ên ku şopên bi hezaran salan nîşan didin di hewzê de bibîne. Gelek cihên wekî Qotê Berçem, Girê Kortik, Salatê, Kerxê, Girê Ziyaretê, Çemê Halan, û mînakên niştecihbûnê yên kevnar ên wekî Keleha Hesûnê, Hîlar, Gêl û Zerzevanê wekî kokên niştecihbûn tên hesibandin ku dê dîroka mirovahiyê ronî bikin.

Sabri Karadoğan

Kemberên çiyayî yên ciwan ên li bakurê herêmê hêjayî cihgirtina di lîteratura cîhanê de ne. Bi taybetî pêkhateya morfolojîk a Kercosê, Hacertun (Hezro), Çermîk û derdora wan pêkhateyên jeolojîk in ku li ser rûyê erdê kêm tên dîtin. Şopên lihevketina parzemîna Erebistan-Anatolyayê ku bû sedema pêkhatina tevahiya Rêzeçiyayên Torosê yên Başûrê rojhilat û herweha tektonîkên Tirkiyeyê jî bi dest xistin, li herêmê bi pêla tektonîk a Anatolyaya Başûrê rojhilat bi zelalî tên dîtin. Fetlên kêlekan û eraziya başûr jî kembera rezerva sotemeniyê ya herî girîng a welêt pêk tîne.

Wek destpêka beşa duyemîn a Dema 4emîn (Holosen), îro jî herêm di warê avhewayê de di nav herêmeke dînamîk û guherbar de ye. Li Tirkiyeyê şert û mercên herî ziwa û germ li binê hewzê tê jiyîn, lê li gorî qata hewzeyê li zozanên bakur û başûr jî li sînorê Mêrdîn-Midyadê şert û mercên avhewayê yên şileyî û bibaran hene. Qata hewzeyê li Tirkiyeyê yek ji girîngtirîn jîngehên rûbarkirina çeman e. Bi taybetî sîstemên terasê yên bi dehan kîlometre dirêj û bi sedan metre stûr ên li derdora Çemê Dîcleyê di warê jeomorfolojiya Dema 4. de hêjayî lêkolînê ne.

Sabri Karadoğan

Bakurê Diyarbekirê ji ber pêkhateyên xwe yên morfolojîk bi pêkhateyên jeolojîk ên kêmdîtî hatiye dorpêçkirin. (Nexşe: Sabri Karadoğan)
Geliyê Stewrê jî wek hemû geliyên ku li Deşta Mêrdînê vebûne xwedî taybetmendiyên herêmeke mîkroklîmayê ye. Ev jî ew gelî ne ku dikarin cureyên fosîlan ên kêm bigihînin îro. (Wêne: Meral Halifeoğlu)
Geliyê Stewrê jî wek hemû geliyên ku li Deşta Mêrdînê vebûne xwedî taybetmendiyên herêmeke mîkroklîmayê ye. Ev jî ew gelî ne ku dikarin cureyên fosîlan ên kêm bigihînin îro. (Wêne: Meral Halifeoğlu)

Bi avabûnên xwe yên karstîk ên ku ji helîna kevirên kilsinî yên Deşta Mêrdînê pêk tên, kompozîsyoneke erdnîgarî ya balkêş ku ne tenê jiyana xwezayî, di heman demê de jiyana mirovan jî nîşan dide, diafirîne. Geliyên ku di nav deştê de hatine vekirin yên wekî Surgucî, Stewr, Şêxan, Serê Avê û Xûrsê ne tenê herêmên mîkroklîma ne, di heman demê de axên herî kevn ên Tirkiyeyê yên dema 1emîn in jî ku cureyên fosîlên kêm ên wekî Trilobitê tê de tên dîtin.

Qerecdag, mezintirîn û yekane pêkhateya volkanîk a cureya Hawaîî ya Tirkiyeyê ye ku ji aliyê karakter û bandorê ve xwedî taybetmendiyên bêhempa ye. Deşta bazalt, herikînê lavê, gelî û stûnên volkanîk ên mînyatur ên jeoparkê yên li derdora wê û qada volkanîk a Qerecdagê ji dewlemendiyên erdnasî yên bêhempa yên Tirkiye û herêmê ne. Bandorên erdnîgarî yên Volkana Qerecdagê bi awayekî zêde di jiyana mirovan, xebatên aborî, şêwazên jiyanê, niştecihbûnê û mîmariyê de jî tên dîtin ku ji sûrên hundirê bajarê Diyarbekirê jî vê nîşan didin.

Sabri Karadoğan

Di dirêjahiya dîrokê de, mirovahî li nêzî zozanên ku herî bi hêsanî xurekan bi dest dixin jiyane û li wir şaristanî ava kirine. Ev der tenê wek embarên xwarinê nayên hesibandin; herwiha herêmên xwedî girîngiyeke stratejîk in. Wekî gelek çeman, Dîcle jî ekosîstemên dewlemend ên mîkroorganîzma, nebat û heywanan diafirîne.

Çemê Dîcleyê ku ji başûrê rojhilatê Çiyayê Torosê diherike, di nav wan deştan de diherike ku ji perçebûna deşta Diyarbekirê pêk tê û Bexçeyên Hevselê çêdike ku li rojhilat û başûr sûrên Diyarbekirê bi aluvîyonê dewlemend bûne. Guhertinên jeomorfolojîk ên li Geliyê Dîcleyê dibin sedema ekosîstemeke hessas. Teqn, dapisînên teqnî, gol, giravên piçûk û qamîşên ku li van herêman çêdibin jîngehên ekolojîk ên dewlemend in.

Prof. Dr. Erhan Ünlü, Hîdrobiyolog

Teqn, dapisînên teqnî, gol, giravek û qamîşên ku ji ber bûyerên jeomorfolojîk pêk hatine jîngehên ekolojîk ên Geliyê Dîcleyê dewlemendtir dikin. (Wêne: Merthan Anık, 2013)
Teqn, dapisînên teqnî, gol, giravek û qamîşên ku ji ber bûyerên jeomorfolojîk pêk hatine jîngehên ekolojîk ên Geliyê Dîcleyê dewlemendtir dikin. (Wêne: Merthan Anık, 2013)
Çemê Dîcleyê, bi bandora nizmbûnê li hin cihan teng dibe û giravekên qûmê derdixe holê. Zebeşê Diyarbekirê yê ku bi mezinbûna xwe navder e ji van herêman pir hez dike. Ev wêne ji salên 1960î ye. (Wêne: Adil Tekin)
Çemê Dîcleyê, bi bandora nizmbûnê li hin cihan teng dibe û giravekên qûmê derdixe holê. Zebeşê Diyarbekirê yê ku bi mezinbûna xwe navder e ji van herêman pir hez dike. Ev wêne ji salên 1960î ye. (Wêne: Adil Tekin)

Tarîxa niştecihbûna bajarê Diyarbekirê li gor ku ji girê li akropola keleha bajêr tê fêmkirin digihîje hezarsala 4an a berî zayînê. Baxçeyên Hevselê yek ji hêmanên girîng ên jiyana rojane, pêkhateya civakî û aborî ye ku berhemên bibereket pêşkêşî bajêr dike û herweha xwedî hefizeyeke dîrokî û gelek nirxên pirçandî ye.

Çemê Dîcleyê dema ku li geliyê fireh ê li derdora bajêr diherike, li gorî şert û mercên fîzîkî, bi şekil û şemala xwe wekî keziyekê diherike û giravên qûmê çêdike. Ev giravên ku nêzî avên binê erdê ne, ji axa qûmî ya li ber hewayê pêk tên. Li vir zebeşên mezin ên Diyarbekirê tên çandin.

Erhan Ünlü

Sûrên Bajarê Diyarbekirê û Bexçeyên Hevselê di sala 2015an de di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de cih girtin. Lêbelê li gor encama lêkolîneke li ser vê yekê, cihgirtina Keleha Diyarbekirê û Baxçeyên Hevselê ya di vê lîsteyê de, ji bo zanîn û hişyariya şêniyên herêmê ne di asta têr de ye.*

Çemê Dîcleyê ku carinan bi aramî û carinan jî dijwar diherike, ne tenê çemekî Rojhilata Navîn e, di heman demê de yek ji çemên girîng ên li tevahiya parzemîna Asyayê ye. Baxçeyên Hevselê yên ji wan aluvyonan ku Çemê Dîcleyê ji Çiyayên Torosê û deştan bi xwe re anîne û ne tenê berhemên bibereket pêşkêşî wan gelan dike ku bi hezaran sal in di nav sûrên Diyarbekirê de dijîn, di heman demê de mazûvaniya cureyên nebat û ajalan ên kêmdîtî jî kiriye. Berê di nav vê ava şîn a kûr de di nav qamîş û erdên li perava çem de, masî, beq, kurm, marên avê, çûk û mêşhingiv serbest û bêtirs dijîn. Îro di encama destwerdana mirovan û qirêjiyê de vî rengê şîn cihê xwe ji ava gemarî re hiştiye; jîngehên qûmê û qamîşan xera dibin. Masî pir zêde dimirin. Ev rewş tê wateya xirabiya herî mezin a ku dê li nifşên pêşerojê were kirin.

Erhan Ünlü

¹ Zehra Çağlar, UNESCO Dünya Miras listelerinin turizme etkisi: Diyarbakır Surları ve Hevsel Bahçeleri örneği, Zanîngeha Batmanê, 2018.
Di encama tevger û destwerdanên mirovan ên neyênî de ekosîstema Geliyê Dîcleyê roj bi roj zerarê dibîne. (Wêne: Dilan Bozyel, 2010)
Di encama tevger û destwerdanên mirovan ên neyênî de ekosîstema Geliyê Dîcleyê roj bi roj zerarê dibîne. (Wêne: Dilan Bozyel, 2010)
Dema ku em berê xwe didin Dîcleyê, balkêş e ku çemê bi leza xwe û dijwariya xwe tê nasîn îro tenê bi biryareke siyasi hatiye statûya “newalkekê”. Di kartpostalê de li qeraxa Çemê Dîcleyê gundê Kitirbîl xuya dibe ku îro bûye qada Zanîngeha Dîcleyê.
Dema ku em berê xwe didin Dîcleyê, balkêş e ku çemê bi leza xwe û dijwariya xwe tê nasîn îro tenê bi biryareke siyasi hatiye statûya “newalkekê”. Di kartpostalê de li qeraxa Çemê Dîcleyê gundê Kitirbîl xuya dibe ku îro bûye qada Zanîngeha Dîcleyê.

Mixabin îro ji ber sazkirina avahiyan û çêkirina bendavan cihêrengiya zindiyên çemê Dîcle û derdora wê kêm dibe û bi vî awayî cihê ku di dîrokê de hilberînê lê dest pê kiriye ber bi tunebûnê ve diçe.

Dema ku mirov faktorên ku di vê pêvajoyê de bibandor bûne bihijmêre, dibe ku divê em ji vê yekê dest pê bikin ku Çemê Dîcleyê di nav sînorên Diyarbekirê de ne xwedî statuya çemekî ye. Ji ber bendavên ku li ser hatine çêkirin ava çem kêm bûye. Di encamê de beşa çem ji jêderka xwe heta navçeya Bismilê ya Diyarbekirê di statuya “best”ekê de ye. Bi vî rengî, yek ji çemên herî kevnar yên di dîrokê de veguherandin bestekê.

Lê dema ku em li etîmolojiya navê Çemê Dîcleyê dinêrin, em rastî peyva Îdîgna tên ku bi sûmerî tê maneya “ava ku direve”. Ev peyv di akadî de bûye Îdîklat û di suryanî de jî bûye Dîklat. Paşê Dîklat di erebî de veguheriye Dîcla, di tirkî de Dîcle û di kurdî de jî bûye Dîjle.

Navê Çemê Dîcleyê yê li cîhanê tê zanîn Tîgrîs e. Li gorî dîroknas û erdnîgarê navdar ê Serdema Yekem Strabon, med û akhamenîşan bi awayê Tîgra bi nav kiriye ku tê wateya “tîr”. Medî wek kurdiya kevnar, akhamenîşî jî wek farisiya kevnar tê qebûlkirin. Di heman demê de Tîgrîs di gelek zimanan de tê wateya “piling” û di van zimanan de ajalê piling ê şipil dişibînin tîrekî.

Di bin ronahiya van agahiyan de, rewşa îro ya Dîcleya ku di dîrokê de weke çemekî xurt hatiye naskirin, mirov xemgîn dike. Di encama vê statûya nû de mixabin 50 metreyî nêzîkî peravê avahî dikarin bên çêkirin.

Zeki Fırat Yıldırım, Plansazê bajar û herêman

Wergêr: Berivan Karatorak

 


 

ÇAVKANÎ

Sabri Karadoğan
• Ardos, M. (1992) Türkiye’de Kuvaterner Jeomorfolojisi, İstanbul Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Yayını, Stenbol.
• Atalay, İ. (1987) Türkiye Jeomorfolojisine Giriş, Ege Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Yayını, Îzmîr: 384.
• Erinç, S. (1980) “Kültürel Çevrebilim Açısından Güneydoğu Anadolu”, İstanbul ve Chicago Üniversiteleri Karma Projesi Güneydoğu Anadolu Tarihöncesi Araştırmaları, (ed.) H. Çambel û R. J. Braidwood, İstanbul Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Yayını, Stenbol: 65-72.
• Haksal, A. (1981) Petrographie und Geochemie des Schildvulkans Karacadağ, Teza doktorayê ya neçapkirî, Universität Hamburg, Hamburg.
• Karadoğan, S. û Kozbe, G. (2013) “Yukarı Dicle Havzasının (Batman-Bismil Arası) Jeomorfolojik Özellikleri ve Arkeolojik Yerleşme/Buluntu Yerlerinin Dönemler Boyunca Mekan Etkileşimleri”, Profesör Doktor İlhan Kayan’a Armağan, (ed.) Ertuğ Öner, Ege Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Yayını, Îzmîr: 540-564.
• Karadoğan, S. (2019) “Kuruluş yeri açısından Diyarbakır kentinin sitüasyonu ve jeoloji-jeomorfoloji ilişkileri”, Uluslararası Katılımlı 72. Türkiye Jeoloji Kurultayı Bildiriler Kitabı, Jeoloji Mühendisleri Odası Yayınları, Enqere: 890-895.
• Sözer, A.N. (1984) “Güneydoğu Anadolu’nun Doğal Çevre Şartlarına Coğrafi Bir Bakış”, Ege Coğrafya Dergisi, 2(1): 8-30.
• Şaroğlu, F. (1986) “Doğu Anadolu’nun Neotektonik Dönemde Jeolojik ve Yapısal Evrimi”, Maden Tetkik ve Arama Dergisi, 107: 70-93.
• Yıldırım, A. û Karadoğan, S. (2010) Güneydoğu Anadolu’nun Jeo-Tektoniği ve Depremselliği, Çantay Yayınları, Stenbol.

Erhan Ünlü
• Baştuğ, İ. (2014) “Cennet Bahçesi Hevsel”, Atlas, 254.
• Çağlar, Z. (2018) UNESCO Dünya Miras listelerinin turizme etkisi: Diyarbakır Surları ve Hevsel Bahçeleri örneği, Teza lîsansa bilind a neçapkirî, Batman Üniversitesi, Êlih.
• Ökse, A. T., Soyukaya, N., Yumruk, Ş., Doğan, N., Ayçiçek, G., Akdemir, N. A., Akmaz, M. S., Akkuş, E., Han, Z. û Humartas, S. (2015) “The Earliest Settlement of the City of Diyarbakır: Amida Höyük at İçkale”, OLBA, 23: 59-110.
• UNESCO (2015): “Diyarbakır Fortress and Hevsel Gardens Cultural Landscape”, UNESCO World Heritage List, 2015.

Spasî: Ji bo alîkariya wan, ez spasiya Prof. Dr. Sabri Karadoğan, arkeolog Nevin Soyukaya û kovara Atlasê (agahiyên erdnîgarî, dîrokî û arkeolojîk) û zanyarên me yên ku ez ê nikaribim navên wan li vir bibêjim, dikim. – Erhan Ünlü

Zeki Fırat Yıldırım
• Aksoy, B. (2000) “Dicle Adının Kaynağı”, bilalaksoy.com.
• Ayman, O. (2011) “Dicle Güzeli”, National Geographic, 28.
• “Dicle Nehri’ne ranta açabilmek için ‘dere’ statüsü”, Kuzey Ormanları Savunması, 2015.
• Doğan, K. F. (2011) “Dicle’nin etimolojisi üzerine deneme”, cebaxcor.blogspot.com.
• Ertekin, A. S., Dicle Vadisi Florası.
• Mungan, R. (2010) Buğdaycıl’ın (Luscinia Svecica) Dicle Kuş Halkalama İstasyonundaki (Diyarbakır) Göç Dinamiği, Teza lîsansa bilind, Dicle Üniversitesi Fen Bilimleri Enstitüsü, Diyarbekir.
• Ünlü, E., Dicle Nehri’ndeki Biyolojik Yaşamı Tehdit Eden Çevresel Faktörler.

FAUNAYA DÎCLEYÊ
BEŞA BÊ
FAUNAYA DÎCLEYÊ