Lê Bigere
PÊŞANGEH
FAUNAYA DÎCLEYÊ
Diyarbekir xwedî faunayeke dewlemend a ji malbatên cuda ya bejayî û avî ye. (Wêne: Rosario Pajuelo Tan, 2013)
Diyarbekir xwedî faunayeke dewlemend a ji malbatên cuda ya bejayî û avî ye. (Wêne: Rosario Pajuelo Tan, 2013)

Çemê Dîcleyê dema dirûvekî dide Diyarbekirê, a rastî jiyanê jî bo wê dibexşîne. Çem bi şaxên xwe û bi taybetî Baxçeyên Hevselê ku bi vê minasebetê hebûna xwe bi dest xistiye, mazûvaniya gelek heywanên bejayî û avî dike. Bi cihêrengiya biyolojîk û cureyên wê yên di xetereyê de ku sala 2015an Geliyê Dîcle tevî Sûrên Diyarbekirê di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de cih girt, bû xwedî nirxekî gerdûnî.

Ji ajalên xuşende bigire heta yên dirinde ji perperikan heta masiyên beqerî faunaya dewlemend a herêmê ji aliyê hîdrobiyolog Erhan Ünlü ve hatiye lêkolîn. Ünlü, faktorên ku van salên dawî vê cihêrengiyê tehdît dikin jî rêz dike.

Çemê Dîcleyê ku ji bakurê rojhilatê Diyarbekirê dest pê dike û ber bi başûr ve dirêj dibe, bi deştên ku diafirîne, yek ji erdên herî xweş û berhemdar ên dinyayê ye. Baxçeyên Hevselê yên ku bi saya Çemê Dîcleyê hene, ji ber avaniya xwe ya xwezayî û taybetmendiyên xwe yên dîrokî yek ji girîngtirîn qadên cihêrengiya biyolojîk ên Tirkiyeyê ne. Ji xeynî zindiyên avê, mimkin e ku mirov nimûneyên cureyên bejayî û avî yên ku hema hema ji hemî komên nebat û heywanan bibîne ku di beşên biyolojiyê yên zanîngehên li vê deverê tên fêrkirin. Ji vî alî ve, herêm laboratuwareke biyolojiyê ya bêkêmasî ye û hema hema qada pêşangeheke zindî ye.

Prof. Dr. Erhan Ünlü, Hîdrobiyolog

Yek ji faktorên ku Diyarbekirê dike qadeke pir girîng a cihêrengiya jîngehê, Çemê Dîcle ye û Baxçeyên Hevselê ne ku bi saya çem şîn bûne. (Wêne: Mehmet Masum Süer)
Yek ji faktorên ku Diyarbekirê dike qadeke pir girîng a cihêrengiya jîngehê, Çemê Dîcle ye û Baxçeyên Hevselê ne ku bi saya çem şîn bûne. (Wêne: Mehmet Masum Süer)
Mîdyeya çeman, <em>Unio tigridis</em>. (Wêne: Erhan Ünlü)
Mîdyeya çeman, Unio tigridis. (Wêne: Erhan Ünlü)

Çem, xîzên peravê, gol û teqn ji bo celebên curbicur ên ajalan jîngehên girîng in.

Li Baxçeyên Hevselê gelek ajalên nermokî hene ku li derdora Çemê Dîcleyê belav dibin. Hin ji wan:

Şeytanok (Limax flavus), qepûşkên baxçeyan (Cornu aspersum û Helix lucorum), qepûşkên piçûk (Oxyloma elegans û Xeropicta derbentina), qepûşkên avê yên ku bi hewayê bêhna xwe distînin (Physa acuta, Valvata saulcyi, Radix peregra, Gyraulus euphraticus û Galba truncatula), yên bi kerikê bêhnê distînin (Theodoxus syriacus ve Melanopsis praemorsa), cureyên mîdyeyan û golan (Unio mancus, Unio tigridis, Leguminaia wheatleyi û Anodonta anatina).

Erhan Ünlü

Baxçeyên Hewselê ji ber avhewaya xwe ya nerm û nebatên cihêreng, mazûvaniya jîngehên ji aliyê cihêrengiya kêzikan ve dewlemend e. Ji ber ku hin jîngeh xwedî taybetmendiyên mîkroklîma ne, cihêrengiya kêzikan zêdetir dibe. Bi taybetî li herêma navbera Pira Dehderî û Pira Zanîngehê çavên mirovan ji zêdebûna nifûsa kêzikan têr dibe. Dema ku cureyên pûskebeq (Odonata) û mêşên gulanê (Ephemeroptera) bi piranî li zozanan têne dîtin, gengaz e mirov cureyên kulî (Orthoptera) û xilênkeyan (Coleoptera) li deverên dûr bibînin.

Li gor agahiyên bidestxistî li vê herêmê 45 malbatên ji 8 tîman û 136 cureyên kêzikan hatine tesbîtkirin. Li sînorê parêzgeha Diyarbekirê 62 cinsên ji 7 malbatan û 97 cureyên perperîkên rojê (Lepidoptera) hatine tomarkirin. Beşek ji wan li Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hewselê belav bûne. Colias croceus, Perperokîkên Diriyan (Vanessa cardui), Melanargia larissa, Maniola telmessia, Hyponephele lupina, Parrge aegericwalides, Pieris rapae, Lycaena phlaeas, li herêmê cureyên berbelav in.

Junonia orithya, cureyekî perperîkan e ku bi eslê xwe li herêmên tropîkal belav dibe. Di sala 2011an de ji aliyê biyolog Prof. Dr. Murat Biricik ve hat tesbîtkirin û bi navê Dicle Güzeli (Bedewa Dîcleyê) ket nav lîsteya cureyên perperîkên Tirkiyeyê.

Erhan Ünlü

Perperîk, bi tirkî <em>Dicle Güzeli</em> dibêjin, <em>Junonia orithya</em>. (Wêne: Murat Biricik)
Perperîk, bi tirkî Dicle Güzeli dibêjin, Junonia orithya. (Wêne: Murat Biricik)
Şebot, <em>Arabibarbus grypus</em>. (Wêne: Erhan Ünlü)
Şebot, Arabibarbus grypus. (Wêne: Erhan Ünlü)
Cureyekî beqeriyan, <em>Luciobarbus subquincunciatus</em>. (Wêne: Erhan Ünlü)
Cureyekî beqeriyan, Luciobarbus subquincunciatus. (Wêne: Erhan Ünlü)

Li herêma ku Çemê Dîcleyê di nav Baxçeyên Hewselê re derbas dibe û li derdora Bendava Ilısuyê û şaxên ku diherikin van herêman herî kêm 35 cureyên masiyên ji 10 malbatan hatin tomarkirin. Nemaze 22 ji van masiyan berbelav in û herî kêm 16 ji van endemîk in.

Li gor Lîsteya Sor a IUCNê sê cureyên masiyan (Carasobarbus kosswigi, Luciobarbus esocinus û Luciobarbus subquincunciatus) di xetereyê de ne. Ji ber bendavên ku di van salên dawî de hatine çêkirin û ji ber sedemên çandinî û avêtiyên malê qirêjiya avê zêde bûye, Şebot (Arabibarbus grypus), Masiyê Pûfer (Leuciscus vorax), Cevr (Luciobarbus esocinus), Luciobarbus subquincunciatus û Glyptothorax kurdistanicus li aliyê jêr ê rûbarê zêdetir in, tê dîtin ku tenê dem bi dem derbasî aliyên jorîn dibin.

Carassius gibelio, Cyprinus carpio, Heteropneustes fossilis û Gambusia holbrookiyên ku di sîstema çemê Dîcleyê de tune ne, ji derve anîne herêmê û hatiye dîtin ku li herêmê adapte bûne. Li aliyê din Carassius gibelio û Gambusia holbrooki wek cureyên dagirker ên li ser çem hatine raporkirin.

Beq di ekosîstemên avî de yek ji giyandarên herî girîng ên zincîra xwarinê ne. Li Baxçeyên Hewselê û derdora wê 3 cureyên beqên du jiyanî hene: Beqa şevê (Bufotes variabilis), beqa avê (Pelophylax ridibundus) û beqa daran (Hyla savignyi).

Erhan Ünlü

Li Baxçeyên Hewselê û derdora wê gelek cureyên xuşendeyên avî û neavî yên wek kosî, marmarok û mar tên dîtin. Li ser bejahiyê sê cureyên kosiyan ên wekî Testudo graeca, Kosiyên Avê (Mauremys caspica) û Kosiyê Firatê (Rafetus euphraticus) hene ku li beşê sereke yê çem û li nav teqenan dijîn.

Di nav marmarokan de Apathya cappadocica, Eumeces schneiderii, Heremites vittatus, Marmaroka Kesk (Lacerta media), Laudakia stellio, Marmaroka Mêrdînê (Mediodactylus heterocercus), û Ophisops elegans tên dîtin.

Di nav cureyên maran de yên herî berbelav Marê Avê yê Xetxetokî (Natrix tessellata) ye. Cureyên Marê Xizî (Eryx jaculus), Marê Reş (Dolichophis jugularis), Marê Sor (Dolichophis schmidti) û Marê Xalî (Eirenis decemlineatus) ku li bejayiyê tên dîtin jî di nav cureyên maran ên herêmê de tên hejmartin.

Erhan Ünlü

Marmaroka Kesk, <em>Lacerta media</em>. (Wêne: Nedret Yakalı)
Marmaroka Kesk, Lacerta media. (Wêne: Nedret Yakalı)
Marê Sor, <em>Dolichophis schmidti</em>. (Wêne: Nedret Yakalı)
Marê Sor, Dolichophis schmidti. (Wêne: Nedret Yakalı)

Çemê Dîcle û Baxçeyên Hevselê ku li ser rêyên koçkirina gelek cureyên çûkan cih digirin, ji ber ku ji ber jîngehên xwe yên dewlemend ji bo çûkên koçer û xwecihî roleke girîng dilîzin, wekî Bihûşta Çûkan a Hewselê jî tê zanîn. Di lêkolînên nîşankirina çûkan de ku li vê beşa çemê Dîcleyê hatin kirin herî kêm 80 cureyên çûkan hatin tesbîtkirin. Tê payîn ku ev hejmar bi salan zêdetir bibe. Bi rastî jî li hewza Kabakli ya li kampusa Zanîngeha Dîcleyê ya li hemberî Baxçeyên Hewselê zêdeyî 100 cureyên çûkan hatine tesbîtkirin.

Erhan Ünlü

Tûtirwask, <em>Motacilla alba</em>. (Wêne: Recep Karakaş)
Tûtirwask, Motacilla alba. (Wêne: Recep Karakaş)
<em>Emberiza citrinella</em>. (Wêne: Recep Karakaş)
Emberiza citrinella. (Wêne: Recep Karakaş)
Roviyê Sor, <em>Vulpes vulpes</em>. (Wêne: Mehmet Masum Süer)
Roviyê Sor, Vulpes vulpes. (Wêne: Mehmet Masum Süer)

Li herêmê 35 cureyên biguhan ên ji 11 malbatan hene ku hatine tomarkirin. Di nav wan de cureyên kotinker ên herî berbelav in. Du cinsên jojî yên bi navê Erinaceus concolor û Jojiyên Guhdirêj ên Çolê (Hemiechinus auritus) dijîn. Di nav cureyên şevşevokan de jî Pipistrellus kuhlii cureya herî berbelav e.

Pêkan e ku mirov di nav qamîşên Çemê Dîcleyê de rastî cureya Lutra lutra were. Ev cureya ku bi şev aktîf dibe, bi taybetî bi dengê xwe hebûna xwe nîşan dide. Roviyê Çolê (Vulpes vulpes), Kûzik (Martes martes) û Beraz (Sus scrofa) ji ajalên dirinde ne ku mirov pirî caran li Baxçeyên Hewselê rastî wan tê.

Erhan Ünlü

Kosiyê Firatê (Rafetus euphraticus) cureyekî xuşende yê nîvavî ye ku li cîhanê tenê di sîstemên ava Dîcle û Firatê de dijî û di bin xetereya tunebûnê de ye. Bendav û çalên qûmê ji wan faktorên girîng in ku dibin sedema windabûna bilezûbez a jîngeha cureyan. Herçend li ser populasyona Kosiyê Firatê yên li welatên başûrê Tirkiyeyê lêkolînên kêm hebin jî, derbarê rewşa Îran, Iraq û Sûriyê kêmasîyeke mezin a agahiyan heye. Herçend navê xwe ji çemê Firatê girtibe jî, tê texmînkirin ku Kosiyê Firatê ji ber bendavên ku yek li pey hev li beşa Firatê ya li ser xaka Tirkiyeyê hatine çêkirin gelekî kêm bûne û ji ber îzolebûna wê populasyona piçûk êdî nikarin li ber xwe bidin û li ber tunebûnê ne.

Tevî ku Kosiyê Firatê li Tirkiyeyê li ser Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê û wir ve heta derdora Cizîrê xwedî qadeke berfireh e jî, ji ber gola bendava Ilısuyê ya li ser çem, bi jîngeha xwe gelekî sînordar bûye. Bi lêkolînên arkeolojîk ên derdora Bismilê di gorên herî kêm berî du hezar salan de hestiyên vî cureyê kosiyan hatine dîtin ku tê fikirîn di dema ayînan de hatine perçekirin.

Kosiyê Firatê ajalekî “qeşeng” e ku hê jî di nav çanda herêmê de cihê xwe digire û derbarê wî gotegotên cuda hene. Ji ber vê yekê, bi destpêkirin û pêkanîna xebatên parastinê re, dibe ku ew celeb ji aliye gel ve bi hêsanî wekî sembola, “cinsekî alayî” were pejirandin. Bi vî rengî, dibe ku mirov herêmeke guncav a mezinbûnê bibîne lewra li ber windabûnê ne û divê bên parastin û qadên nû yên zêdebûnê werin afirandin.

Çavkanî: Murat Biricik, Diyarbakır Surları ve Dicle Vadisi’nin UNESCO Dünya Miras Listesine Alınması Sürecinde Dicle Vadisi’nin Kriterlere Uygunluğuna İlişkin Görüşler, 2013.
Kosiyê Firatê, <em>Rafetus euphraticus</em>. (Wêne: Murat Biricik)
Kosiyê Firatê, Rafetus euphraticus. (Wêne: Murat Biricik)
Kund, <em>Otus brucei</em>. (Wêne: Murat Biricik)
Kund, Otus brucei. (Wêne: Murat Biricik)

Tirkiye ji ber cihê xwe yê erdnîgarî ji bo gelek cure çûkan hem rêya koçê ye û hem jî cihê zêdebûna wan e. Koçkirina çûkan ji bilî çavdêriyên rasterast, bi rêbazên cihêreng ên wekî bikaranîna radyo û peykên satelîtê, tomarkirina cûdahiyên dengê wan, lêkolîna parazîtên çûkan an jî xelekkirinê dibe cihê xebatê. Xelekkirin rêbazeke girtina çukan a bi rêbazên ewle ye, bi danîna xelekan a li ser lingên wan û tomarkirina zanyariyên wekî cure, temen, zayendê berdana wan e. Di navbera salên 2003 û 2006an de xebatên xelekkirina çûkan li Îstgeha Çûkan a Dîcleyê di pênc dewran de hatin kirin, yek di biharê de û 4 jî di koça payîzê de pêk hatin. Geliyê Dîcleyê ji bo çûkên koçer cihekî girîng e. Di pêvajoya lêkolînê ya 199 rojan de ji 89 cureyan bi tevahî 7716 çûk hatine girtin.

Çûkên dengdar ên herî zêde hatine xelekkirin Phylloscopus collybita, Bilbil (Phylloscopus trochilus) û Luscinia svecica ne. Çûkê herî zêde hatî xelekkirin ê ku fîtîniyê nake jî Alcedo atthis e. Piştî van, Şivanştexlênek (Caprimulgus europaeus) û Jynx torquilla zêde hatine xelekkirin.

Cureyên ku ji bo Herêma Başûrrojhilatê Anatolyayê û Diyarbekirê dikarin nû bên hesibandin ev in: Mirîşkbeşk (Porzana pusilla), Crex crex, Lymnocryptes minimus, Carpodacus erythrinus, Locustella luscinioides, Acrocephalus schoenobaenus, Locustella fluviatilis, Prunella ocularis, Sylvia nisoria, Sylvia hortensis û Emberiza hortulana. Kundê (Otus Brucei) ku li kêm herêmên Başûrê Rojhilatê dijî li herêma Diyarbekirê jî hatiye dîtin.

Çavkanî: Murat Biricik, “Ulusal Kuş Halkalama Programı Dicle Üniversitesi Çalışması (2003-2006) Sonuç Raporu”, Dicle Üniversitesi Bilimsel Araştırma Projeleri Koordinatörlüğü (DÜBAP), 2006.

Îro flora, fauna û jîngehên çemê Dîcleyê di bin tehdîda gelek faktoran de ne. Ji van faktoran ya yekem projeyên santralên hîdroelektrîkê ne. Bendav, santralên hîdroelektrîkê (HES) an jî bendên li ser çem nahêlin ku aluvyona dewlemend bigihîje hewzên jêrîn û behrê û hilberîna avê kêm dikin. Ev yek jî pêşî li koçkirina masiyan digire û zerarê dide cihêrengiya masiyan.

Avakirin bi serê xwe pirsgirêkeke cidî ye. Beşeke girîng a Projeya Sêwirana Bajarvaniyê ya Geliyê Dîcleyê li vê herêmê ye ku wekî “Herêma Mîrateyê” tê pênasekirin. Mîna gelek welatên Ewropayê, dibe ku girtina çeman di kanalan de û çêkirina deverên rekreasyonê li dora wan xweş xuya bike. Lêbelê, pêkanînên bi vî rengî xetereyên wekî rûxandina çem û ekosîstema ku ew diafirîne û veguhestina wî ya di nav “parka neteweyî” de jî vedihewîne. Lê Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê jî ekosîstemeke pir girîng e ku ji bo parkekê were qurbankirin.

Pirsgirêka herî girîng a derbarê qadên xwezayî û qadên çandiniyê yên Deşta Dîcleyê kêmbûna avê ye. Guhertinên avhewayê yên gerdûnî dibe sedema kêmbûn an nerêkûpêkiya baranê. Bikaranîna zêde ya ava Çemê Dîcleyê û şaxên wî yên ji ber rêbazên avdana hovane jî ji bo jiyana avî metirsî ye.

Ocaxên qûmê jî yek ji wan faktorên girîng in ku zererê didin ekosîstemê. Vekişîna qûmê ya ji qeraxa Geliyê Dîcleyê ku di înşaetan de tê bikaranîn û nêzîkbûna qadên rijandina molozan bo hewzê dibe sedem ku dîmena xwezayî xirab bibe. Ev jî dibe sedem ku jîngehên Kosiyê Firatê ku yek ji cureyên endemîk ên herêmê ye, tune bibin.

Encama van hemûyan jî xerabûna hevsengiya jiyana ekolojîk a li herêmê ye. Ji ber vê yekê ji bo parastina flora, fauna û jîngehên wan, divê Çemê Dîcleyê bikeve nava “Herêmên Hesas ên ku bi Lezgînî bên Parastin” û divê Baxçeyên Hewselê jî bikevin nav “Herêmên Parastina Xwezayê yên bi kalîte”.

Erhan Ünlü

Xerabûna jîngeha xwezayî ya li derdora Çemê Dîcleyê, dewlemendiya flora û faunayê jî dixe xetereyê. Ocaxên qûmê yek ji faktorên herî girîng ên vê hilweşandinê ne. (Wêne: Nevin Soyukaya)
Xerabûna jîngeha xwezayî ya li derdora Çemê Dîcleyê, dewlemendiya flora û faunayê jî dixe xetereyê. Ocaxên qûmê yek ji faktorên herî girîng ên vê hilweşandinê ne. (Wêne: Nevin Soyukaya)

Werger: Berivan Karatorak

 


 

ÇAVKANÎ

Erhan Ünlü

  • Başaran, A. (1974) “Diyarbakır ve çevresinde gündüz kelebeklerinin sistematik olarak incelenmesi”, Diyarbakır Tıp Fakültesi Dergisi, 3(3): 529-547.
  • Baştuğ, İ. (2014) “Cennet Bahçesi Hevsel”, Atlas, 254.
  • Biricik, M. (1996) “Birds of Kabakli Reservoir”, Turkish Journal of Zoology, 20(2):155-160.
  • Biricik, M. (2011) “First record of Junonia orithya (Linnaeus, 1758) (Lepidoptera: Nymphalidae) in Turkey”, Zoology in the Middle East, 53(1): 130-132.
  • Biricik, M. û Turğa, Ş., (2011) “Description of an Euphrates softshell turtle (Rafetus euphraticus) nest from the Tigris River (SE Turkey)”, Salamandra, 47(2): 99-102.
  • Filar, M. û Biricik, M. (2006) “Dicle Ringing Station (SE Turkey) – Ringing Results and Seasonal Bird Migration Dynamics in 2003-2005”, The Ring, 28(2): 135-145.
  • Karakaş, R. (2017) “Ornithological importance of artificial ponds: a case study at Kabaklı Pond, south-eastern Anatolia, Turkey”, Paddy and Water Environment, 15(4): 919-930.
  • Kaya, S. (2016) “Diyarbakır; Dicle’nin Susamurları”, Atlas, 277.
  • Ulutürk, S. û Coşkun, Y. (2011) “A Comparative Morphological and Karyological Study on Hedgehogs, Erinaceus concolor (Martin, 1838) and Hemiechinus auritus (Gmelin, 1770) (Insectivora: Mammalia) in Diyarbakir Province”, KSÜ Doğa Bilimleri Dergisi, 14(4): 46-52.
  • Ünlü, E. (2021) “Fish Fauna of Ilisu Area on the Tigris River, Before Impoundment of the Ilisu Dam (Turkey)”, Transylvanian Review of Systematical and Ecological Research, 23 (3): 73-86.

Spasî: Ji bo ku agahî bi baldarî berhev kirine û me ji encamên lêkolînên wan sûd wergirtiye, ez spasiya Prof. Dr. Rıdvan Şeşen (nermûsankî), Dr. Sadreddin Tusun (kêzik), Uzman Nedret Yakalı, Prof. Dr. Murat Bîrîcîk û Prof. Dr. Recep Karakaş (çûk), Prof. Dr. Yüksel Coşkun û Doç. Dr. Alaettin Kaya (ajalên guhanbar) dikim. – Erhan Ünlü

FLORAYA KU BI NEBATÊN KÊMDÎTÎ DEWLEMEND BÛYE
BEŞA BÊ
FLORAYA KU BI NEBATÊN KÊMDÎTÎ DEWLEMEND BÛYE