Lê Bigere
PÊŞANGEH
FLORAYA KU BI NEBATÊN KÊMDÎTÎ DEWLEMEND BÛYE
FLORAYA KU BI NEBATÊN KÊMDÎTÎ DEWLEMEND BÛYE
Diyarbekir û derdora wê, tevî nebatên endemîk, xwedî florayeke dewlemend e ku bi qasî 1500 nebatan dihewîne û wekî erdnîgariya xwe xwedî rûberka riwekî ya curbicur e. (Wêne: Mehmet Masum Süer)
Diyarbekir û derdora wê, tevî nebatên endemîk, xwedî florayeke dewlemend e ku bi qasî 1500 nebatan dihewîne û wekî erdnîgariya xwe xwedî rûberka riwekî ya curbicur e. (Wêne: Mehmet Masum Süer)

Floraya Diyarbekirê, bi taybetî jî ya Geliyê Dîcleyê bi salan bala riweknasan nekişandiye û floraya wê di nav serenavê floraya Tirkiyeyê de hatiye sînordarkirin. Lêbelê ev herêm xwedî rûberka riwekî ye ku ji 1500 cureyan pêk tê. Bi taybetî jî 80 ji wan nebatan li cîhanê an tenê li Diyarbekirê an jî li çend herêmên din jî şîn dibin.

A. Selçuk Ertekin derbarê rûberka riwekî ya herêmê, nebatên endemîk û unsûrên ku vê dewlemendiyê dixin xetereyê xebitiye.

Nîvgirava Anatolyayê ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, binyada jeomorfolojîk, cureyên avhewayê û cihêrengiya têkildarî wan xwedî florayeke dewlemend e. Nêzîkî 11 hezar cure riwekên ku li Tirkiyeyê şîn dibin, 3500 jê nebatên endemîk in.

Li Anatolyaya Başûrê rojhilat ku li bakur Çiyayên Torosê û li başûr jî herêma avhewayê ya hişk a Sûriye-Iraqê cîranê wê ye, herêmên deştan qadeke mezin digirin. Zeviyên deşta Anatolyaya Başûrê rojhilat dawiya bakur a “hîlala bibereket” pêk tîne ku ji Kendava Basrayê dest pê dike û heta qûntarên Çiyayên Torosê dirêj dibe û bi vê kevanê bi rêya Amanosan û Libnanê digihîje Îsraîlê.

Herêma Anatolyaya Başûrê rojhilat ku bi qadên xwe yên berfireh û yên cotkariyê dîmeneke homojen nîşan dide berê bala botanîstan nedikişand. Ji ber vê sedemê, ji ber ku bi têrkerî xebat li ser nebûne, qeydên li ser cihêrengiya nebatên herêmê tenê bi daneyên Floraya Tirkiyeyê sînordar in.

Lê Herêma Anatolyaya Başûrê rojhilat ku di binnavê Mezopotamyayê de ye, herêma florîstîk a Îran-Turanê ye, cihê gelek cureyên riwekan ên kêm û endemîk e. Herêm di heman demê de navendeke genan a girîng e ku xizmên çolê yên gelek nebatên çandiniyê yên herêmên cihê yên cîhanê yên mîna fistiq, genim, ceh, nîsk, bezelye û nok lê şîn dibin.

Li herêmê 19 Qadên Xwezayî yên Girîng (QXG) jî hatin tesbîtkirin ku curbicuriya biyolojîk tê xuyakirin û li welêt û cîhanê li ber xetereyê ye.

Taybetmendiyeke din a girîng a herêmê ew e ku ew der cihê tovên kovî yên gelek riwekên çandiniyê yên wekî genim, ceh û nîskan e. Di wêneyê de Nokên Çiyayî (<em>Cicer reticulatum</em>) tên dîtin. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Taybetmendiyeke din a girîng a herêmê ew e ku ew der cihê tovên kovî yên gelek riwekên çandiniyê yên wekî genim, ceh û nîskan e. Di wêneyê de Nokên Çiyayî (Cicer reticulatum) tên dîtin. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Geliyê Dîcleyê ku di ser Çemê Dîcleyê re dirêj dibe qadeke berfireh digire, ji Qada Xwezayê ya Girîng a Deşta Bismilê dest pê dike û bi Qada Xwezayê ya Girîng (QXG) a Bendava Devegeçîdî diqede. (Wêne: Selmet Güler)
Geliyê Dîcleyê ku di ser Çemê Dîcleyê re dirêj dibe qadeke berfireh digire, ji Qada Xwezayê ya Girîng a Deşta Bismilê dest pê dike û bi Qada Xwezayê ya Girîng (QXG) a Bendava Devegeçîdî diqede. (Wêne: Selmet Güler)

Herêmên navendê yên Diyarbekirê ku bi bilindahiyan hatine dorpêçkirin, di şiklê hewzeyeke de ne ku nîvê wê kort e. Eksena vê herêmê ku bi navê Hewzeya Diyarbekirê tê zanîn, Geliyê Dîcleyê yê fireh e ku bi aliyê rojava-rojhilat ve dirêj dibe.

Geliyê Dîcleyê li gel geliyê ku li kêleka Çemê Dîcleyê hatiye diyarkirin, ekosîstemên dewlemend ên çem û derdora wê jî dihewîne, ji Qada Xwezayê ya Girîng a Deşta Bismilê dest pê dike û bi Qada Xwezayê ya Girîng a Bendava Devegeçîdî diqede. Di van QXGyan de gelek cureyên di Lîsteya Sor a Cureyên li ber Xetereyê de hene ku li gorî pîvanên Yekîtiya Cîhanî ya Parastina Xwezayê (IUCN) hatiye amadekirin.

Diyarbekir bi 1500 cureyên riwekan xwedî cihêrengiyeke dewlemend e. Bi taybetî deverên çiyayî yên derdora parêzgehê ji ber guherîna faktorên erdnîgarî û avhewayê, pêkhateyên nebatî û cihêrengiya jîngehê xwediyê jîneke kovî ya bêhempa ye. Nêzîkî 80 riwekên ku li Diyarbekirê şîn dibin endemîk in. Hin ji van riwekan an tenê li Diyarbekirê tên dîtin an jî li çend deverên din ên cîhanê şîn dibin.

Gelek cureyên riwekan ên di xetereyê de ku ji ber kêmbûna xwezaya xwe an jî xwezaya endemîk xwedî girîngiyeke taybet in li Diyarbekirê û derdora wê şîn dibin. Ajuga xylorrhiza, Harsimê Dîcleyê (Rosularia blepharophylla) û Nefel/keta Farqînê (Onobrychis silvanensis) nebatên endemîk ên kêm belavbûyî ne ku tenê bi saya Diyarbekirê li cîhanê tên naskirin.

Kulîlkên Harsimê Dîcleyê wekî goşiyan in û pelên wê jî dişibin rosetan, Ajuga xylorrhiza jî bi pelên xwe yên keskê tarî ew kulîlk in ku di latan de şîn dibin û kêm tên dîtin. Nefel/keta Farqînê a ku li deştan kulîlkan vedike, cureyekî yekta ye ku kulîlkên wê spî, mezin û gilover in û li zozanan şîn dibe.

Nefel/keta Farqînê, <em>Onobrychis silvanensis</em>. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Nefel/keta Farqînê, Onobrychis silvanensis. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Baqleyeke endemîk, <em>Lathyrus trachycarpus</em>. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Baqleyeke endemîk, Lathyrus trachycarpus. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)

Stêrka êvarê (Hesperis hedgei) bi kulîlkên xwe yên pembe û fasûlî Lathyrus trachycarpus bi kulîlkên xwe yên goşiyi û bi rengê mor li cîhanê tenê li deştên Qerecdaxê şîn dibin.

Dara Rihayê (Rosularia haussknechtii), Şêweş (Salvia balssiana), Indigo (Isatis constricta û Isatis demiriziana), Ranunculus bingoeldaghensis riwekên endemîk in ku li derveyî Diyarbekirê tenê li çend cihan têne dîtin.

Kevirê Deştê (Vicia esdraelonica) cureyek fasûlî ya endemîk e ku li derveyî Îsraîlê û li nêzî Diyarbekirê jî şîn dibe û li seranserê cîhanê bi tehdîtê re rû bi rû ye. Astragalus erythroaenius cureyekî kêm e ku tenê li Sûriyeyê û li qûntarên Qerecdaxê şîn dibe.

Nebatên tovên wan wekî pîvazan ên wekî Serdexwîn, Lale, Simbil û Sosin di mehên biharê de li herêmê cejneke dîtbar çêdikin. Sosin (Iris aucheri) mîna deryayeke berfireh a kulîlkên rengîn li mêrgên kevirî yên Qerecdaxê li ba dibin.

Lale (Tulipa sintenisii û Tulipa aleppensis) li zozanên çiyayan, bi Gevenan re, parçeyek yekpare ya rengên xwezayê pêk tînin. Li aliyê din guldexwîn, li ber lingên her zinarekî bi kulîlkên xwe yên gopalî û rengê porteqalî xuya dike.

Li herêmên bakurê rojhilatê Diyarbekirê hebûna dewlemend a orkîdeyan balê dikişîne. Li herêma ku gelek cureyên orkîdeyan (Ophrys ssp. û Orchis ssp.) lê şîn dibin, du cureyên orkîdeyan navê navçeyên Pasûr (Ophrys x kulpensis) û Licê (Ophrys x liceana) wergirtine. Saleba Pasûr û Licê hebûna xwe deyndarê cureyên orkîde yên endemîk e ku li çaraliyê cîhanê tenê li vê derê mezin dibin. Lê mixabin hilkirina pîvazên wan ên ji bo çêkirina salepê jî dibe sedem ku gelek cureyên orkîdeyan di xetereyê de bin.

<em>Iris reticulata</em>. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Iris reticulata. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Li tenişta Çemê Dîcleyê û şaxên wê daristanên ji cureyên bî û spîndaran ên cuda û li kêleka wê jî tûmên riwekan ên wek dirîreşk, meyan, qamîş û saqol tên dîtin. (Wêne: Mehmet Masum Süer)
Li tenişta Çemê Dîcleyê û şaxên wê daristanên ji cureyên bî û spîndaran ên cuda û li kêleka wê jî tûmên riwekan ên wek dirîreşk, meyan, qamîş û saqol tên dîtin. (Wêne: Mehmet Masum Süer)

Geliyê Dîcleyê yê li rojhilatê navenda bajarê Diyarbekirê li qeraxên Çemê Dîcleyê xwedî erdên fireh e û li herêmeke teng xwedî cihên jiyanê yên cihêreng e.

Herçend şaxê sereke yê çem bi giranî hatibe hilweşandin jî, çemên piçûk ên ku şaxên wê çêdikin dişibin daristanekê galeriyê ya ji darên gur. Ji xeynî cureyên darên serdest ên wekî cureyên dara biyê û Sipîndarên Firatê, li deverên jêr kulîlk û riwekên giyayî hene.

Hema li kêleka daristanên galeriyê, çîp û cihên gur hene ku ji riwekên wek dirîreşk, meyan, qamîş û saqolan pêk tên. Jîngehên dewlemend ku di nav wan de jîngehên wek teqen, mêrg û zozan hene gelek cureyên zindiyan dihewînin.

Nebatên Endemîk û Kêmdîtî ên li Geliyê Dîcleyê – I

Adonis dentata
Li bajarê Rihayê yekane cureyê çandî ye ku bi gulên zer şîn dibe li parêzgeha Rihayê tê zanîn û li Tirkiyeyê şîn dibe. Ev cureya kêmdîtî li Geliyê Dîcleyê di nav nifûsa piçûk de mezin dibe, li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya VUyê de ye.

Goriz (Alkanna trichophila subsp. mardinensis)
Ev cureya ku xwecihê Herêma Anatolyaya Başûrê rojhilat e, li Deşta Dîcleyê belav dibe. Nebat li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya LR (lc) de ye.

Cota wiedemanniana
Cureyeke beybûnê ya xwecihiya Tirkiyeyê ye û belavbûna wê berfireh e. Riweka ku li geliyê şîn dibe, li gorî Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya LR (lc)yê de ye ku tehdîda lê kêm e.

Centaurea consanguinea
Cureyeke kulîlkan e ku belavbûna wê berfireh e û xwecihî Tirkiyeyê ye. Ev riweka ku li Geliyê Dîcleyê jî tê dîtin, li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya LR (lc)yê de ye ku tehdîda li wan kêm e.

<em>Adonis dentata</em>. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Adonis dentata. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
<em>Hedysarum kotschyi</em>. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Hedysarum kotschyi. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)

Nebatên Endemîk û Kêmdîtî ên li Geliyê Dîcleyê – II

Cicer echinospermum
Ev cureyekî nokan e ku xwecihî Herêma Anatolyaya Başûrrojhilat e, deştên Diyarbekir û derdora wê tercîh dike û gelekî berbelav e. Giyayê ku li Geliyê Dîcleyê jî şîn dibe, li gorî Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya VUyê de ye ku mimkin e zererê bibînin.

Colchicum balansae
Cureyekî nebatan e ku di payîzê de kulîlkan vedike û xwecihê herêmên Behra Spî û Anatolyaya Başûrrojhilat e. Deşta Dîcleyê sînorê rojhilat qada belavbûna vê riwekê pêk tîne. Cureya ku li herêmê bi populasyoneke kêm tê temsîlkirin, li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya LR (lc)yê de ye ku tehdîda lê kêm e.

Convolvulus galaticus
Cureyekî nefelê ye ku li qadeke berfireh belav dibe û xwecihê Tirkiyeyê ye. Riweka ku tê dîtin li Deşta Dîcleyê li qadên berfireh belav dibe, bi giranî qerax û deştan tercîh dike. Li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê, ew di kategoriya LR (lc)yê de ye ku tehdîda lê kêm e.

Hedysarum kotschyi
Derbarê vê nebatê du qeyd hene ku ev riweka nadir a di Floraya Tirkiyeyê de li parêzgehên Mereş û Diyarbekirê şîn dibe. Tenê li Geliyê Dîcleyê hatiye dîtin. Li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê, di kategoriya VUyê de ye ku dê zererê bibîne.

Nebatên Endemîk û Kêmdîtî ên li Geliyê Dîcleyê – III

Lycium anatolicum
Cureyekî nebatên çolê ye û bi dirêjahiya 1-2 metreyan de ye ku li Tirkiyeyê şîn dibe, belavbûna wê zêde ye û jîngehên wekî beravên avê tercîh dike. Yekane qeyda ku heta niha li Diyarbekirê hatiye tomarkirin jî Geliyê Dîcleyê ye. Li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê, ew di kategoriya LR (lc)yê de ye ku kêm tehdîd lê dibin.

Trifolium aintabense
Cureyekî nebatên endemîk ên li herêmên Behra Spî û Anatolyaya Başûrê rojhilat e. Riweka ku li herêmê belavbûneke wê ya berfireh heye, li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya LR (nt)yê de ye ku kêm tehdîd lê dibin.

Trigonella kotschyi
Ev cureyê endemîk ku li Herêma Behra Spî tê dîtin, careke tenê li Geliyê Dîcleyê hatiye tomarkirin. Rewşa wê ya niha ya li qadê nayê zanîn. Li gorî Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê, ew di kategoriya LR (lc)yê de ye ku kêm tehdîd lê dibin.

Vicia esdraelonica
Tevî vî cureyê kêm ê ku li Filistîn û Tirkiyeyê şîn dibe, beriya niha bi 130 salan li Rihayê hatibû dîtin lê li gor daneyên Floraya Tirkiyeyê îro hebûna wê ne diyar e. Li Diyarbekirê du qeyd hatine tomarkirin lê îro li Geliyê Dîcleyê ti agahiyên li ser hebûna vî cureyî tune ne. Riweka ku jîngehên şil ên nêzî peravên avê tercîh dike, li gor Pirtûka Sor a Riwekan a Tirkiyeyê di kategoriya VUyê de ye ku dê zererê bibînin.

<em>Vicia esdraelonica</em>. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Vicia esdraelonica. (Wêne: A. Selçuk Ertekin)
Mezinbûna hişmendiyeke ji bo mirovan a bajarên navenda xwezayê ji bo Diyarbekirê jî pirsgirêkeke mezin e. Çêkirina avahiyên li qiraxa Çemê Dîcleyê hemû hevsengiya ekolojîk a li gelî, cihêrengiya nebat û ajalan têk dibe. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2019)
Mezinbûna hişmendiyeke ji bo mirovan a bajarên navenda xwezayê ji bo Diyarbekirê jî pirsgirêkeke mezin e. Çêkirina avahiyên li qiraxa Çemê Dîcleyê hemû hevsengiya ekolojîk a li gelî, cihêrengiya nebat û ajalan têk dibe. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2019)

Midaxeleyên li ekosîstemê dibin sedema hilweşandina rasterast an jî nerasterast a li ser hemû pêkhateyên pergalê. Hin çalakiyên mirovî yên berdewam li Deşta Dîcleyê rasterast bandorê li nebat û ajalan û her cure jîngehan dike.

Berfirehbûna niştecihên bajarî, veguherîna qeraxên çeman ji bo mebestên wekî vekirina xwaringeh û qadên seyranê û guhertinên di avahiya xwezayî yên qaşo bo hewcedariyên mirovan ji van metirsiyan in û bandoreke neyînî li cihêrengiya nebatan dikin.

Birîna darên ku nebatên xwezayî pêk tînin yên di şaxên Çemê Dîcleyê de jî rasterast di ekosîstemê de wêraniyeke mezin çêdike. Ji ber ku deverên wiha malên gelek zindiyan in û ji nêzîk ve bi hebûna jîngehên din ve girêdayî ne bandora wêranbûnê zêdetir dibe.

Dema ku em li tevahiya ekosîstemê dinêrin, hewldana çandina darên ku di sîstemê de tune ne yên wekî çamê, di warê cihêrengiya jîngehê de bi qasî birîna daran dibe sedema pirsgirêkên mezin. Ji aliyekî din ve şewitandina qamîş û darên herêmê ya ji bo guncankirina çandiniyê dibe sedema jidestdana vê jîngehê û hemû zindiyên wê.

Divê bê zanîn ku, bi taybetî di van salên dawî de, veguhertina herêmên deştan bo qadên çandiniyê û dermanên ku li van herêman tên bikaranîn, jîngeha gelek cureyên riwekên xwezayî û endemîk xirab kiriye û nifşên wan xistine xetereyê.

Nivîs: Prof. Dr. A. Selçuk Ertekin
Werger: Berivan Karatorak

 


 

ÇAVKANÎ

  • Bakış, Y., Babaç, M. T. û Uslu, E. (2011) “Updates and improvements of Turkish Plants Data Service (TÜBİVES)”, Proceedings of the 6th International Symposium on Health Informatics and Bioinformatics, IEEE: 136-140.
  • Davis, P. H. (1965-1988) Flora of Turkey and the East Aegean Islands, Cîld 1-10, Edinburgh.
  • Ekim, T., Koyuncu, M., Vural, M., Duman, H., Aytaç, Z. û Adıgüzel, N. (2000) Türkiye Bitkileri Kırmızı Kitabı (Eğrelti ve Tohumlu Bitkiler), Türkiye Tabiatını Koruma Derneği û Van 100. Yıl Üniversitesi Yayınları, Enqere.
  • Ertekin, A. S. (2002) Karacadağ Bitki Çeşitliliği, Sürdürülebilir Kırsal ve Kentsel Kalkınma Derneği û UNDP-GEF.
  • Ertekin, A. S. (2006) “Güneydoğu Toros Eşiği”, Türkiye’nin Önemli Doğa Alanları, Cilt 2, Doğa Derneği, Enqere: 284-287.
  • Güner, A., Özhatay, N., Ekim T. û Başer, K. H. C. (2000) Flora of Turkey and the East Aegean Islands, Cîld 11, Edinburgh.
  • Güner, A., Aslan, S., Ekim, T., Vural, M. û Babaç, M. T. (ed.), (2012) Türkiye Bitkileri Listesi (Damarlı Bitkiler), Nezahat Gökyiğit Botanik Bahçesi ve Flora Araştırmaları Derneği Yayını, Stenbol.
  • Saya, Ö. û Ertekin, A. S. (1997) “GAP’ın Bölge Florasına Etkileri”, GAP’ın Ekolojiye ve Tarıma Etkileri Sempozyumu (30-31 Ekim 1997), Türkiye Çevre Vakfı: 39-55.
  • Sözer, A. N., (1984) “Güneydoğu Anadolu’nun Doğal Çevre Şartlarına Coğrafi Bir Bakış”, Ege Coğrafya Dergisi, 2(1): 18-31.
KOMPOZÎSYONA ERDNÎGARIYEKE RESEN Û DEWLEMEND
BEŞA BÊ
KOMPOZÎSYONA ERDNÎGARIYEKE RESEN Û DEWLEMEND