Lê Bigere
PÊŞANGEH
TARÎXA KU SEYAHAN QEYD KIRÎYE
TARÎXA KU SEYAHAN QEYD KIRÎYE
Yên ku li benda dîwarên rojavayî ne, li piştê ava Hemravatê heye. (Sedsala 19ê)
Yên ku li benda dîwarên rojavayî ne, li piştê ava Hemravatê heye. (Sedsala 19ê)

Dîyarbekira (Amed) ku cihûwarbûna ewil ya mirovan lê digihîje heta deh hezar salan, li sînorê bakurê şaristanîyên Mezopotamyayê û başûrê şaristanîyên Anatolyayê, her tim li navendeka girîng sekinî. Vê rewşê, bi qasî ku dînamîzmeka sîyasî û rê û rewanîyeka ticarî da bajarî, her weha bingehek jî danî ji bo cihêrengîyeka kultûrî. Ji ber ku navend û durêyanên weha jî guzergeh û rawestgehên seyahan yên bêhnvedanê bûne, tarîkexa dîtir ya wan cografyayan dihê nivîsandin li ber agahîyên wan di dema xwe da qeyd kirî.

Gelek zîyaretkarên Diyarbekirê yên bi vî awayî çêbûn. Hindek di tesîra berhemên mîmarîyê da man, hindek di tesîra cografyayê da. Hinan nivîsî ku “Di nav bajarên hevsînor yên îro di dest mislimanan da ti bajarekî din nizanim ku ji vî parastîtir û ji vir zêdetir xwedî girîngîyeka krîtîk be.” Hinan got “Min li welatên cihê yên dinyayê, li ser axa ereb, ecem/fars, hind û tirkan gelek bajar û keleh dîtin lê li ser rûkala dinyayê ne min bajarekî wekî Amîdê dît û ne jî min ji kesekî bihîst ku bibêje min bajarekî wekî vir dîtîye” û nekarîn heyranîya xwe veşêrin.

Şopên guherînan yên li bajarî qewimî jî aşkere dibin gava mirov li hevokên wan seyahan li pey xwe hiştî binêre yên ku nexasim ji nîveka Serdema Navîn heta serdema hakimîyeta Osmanîyan rêya wan bi herêmê ketîye.

Sûrên başûr û Birca Heft Birayan

Sebebekî cuda yê wan her seyahan heye ji bo ku bidin ser rêyê û di Dîyarbekirê ra, bi navê xwe yê wê çaxê Amîd, derbas bibin. Maqdîsîyê cografyanas, di sala 985an da ji bo lêkolîna meydanî hatîye û li ser bajarê ku şibandîye Antaqyayê ev tişt nivîsîne:

… Amîd terzeka avahîyan ya saxlem, xweşik û balkêş bû û dişibîya Antaqyayê. Sûreke li pêş ya şibî kursîyê û derî û barûyên vê sûra li pêş hebû. Di navbera sûra li pêş û kelehê da qadeka vala hebû. Lêbelê bajarê Amîdê ji Antaqyayê biçûktir bû. Sûrên bajarî ji kevir-reşê hişk hatibû çêkirin. Temelên malan jî cardin ji vî kevirî hatibûn çêkirin.

Di nav bajarî da gelek bîrikên avê peyda dibûn. Amîd, li rojavayê çemê Dîcleyê cih girtibû. Amîda ku têra xwe bajarekî xweş û avadan bû, bajarekî girîng yê hevsînorê mislimanan bû û kelehek bû ku wan wekî garnîzon bi kar diîna. Mizgeft, tam li nîveka bajarî cih girtibû.

Bi giştî şeş derîyên bajarî hebûn. Ev derê Avê (Dîcle), derê Çîyê, derê Romê, derê Tellê (Mêrdîn) û derê Siran bû –ev derî tevî ku bi mezinahîya xwe biçûk bû jî, bihureka veşartî bû û di dema herban da dihat bikarînan. Keleh qismen li ser çîyayakî hatibû avakirin. Di nav bajarên hevsînor yên îro di dest mislimanan da ti bajarekî din nizanim ku ji vî parastîtir û ji vir zêdetir xwedî girîngîyeka krîtîk be.

Ebu Abdullah Muhammed b. Ahmed Makdîsî, Ahsenü’t-tekasim fî ma’rifeti’l-ekalim, Dora 1000, (ber.) M. J. de Goeje, E.J. Brill, Leiden, 1906.
Li çepê: Bilindahiya dîwarên sûran digihane 20 gazan, firehiya wan jî digiha 10 gazan. (Fotograf: Gertrude Bell, 1909, Zanîngeha Newcastle Arşîva Gertrude Bell) Li rastê: Deriyên hesinî yên Deriyê Urfayê ku li serê figûrên stîlîze yên ajalan hatine çêkirin

Têbînîyên Nasir Xusrewî yên derheqê bajarî da jî gihiştine roja me ku di dema Merwanîyan da -ku bajar di serdema xwe ya biîhtişam da bû- sala 1046an di Amîda li ser guzergeha xwe ya rêwîtîya Hecê ra jî derbas bûye.

Bajar li ser zinarekî tekparçeyî ava bûbû. Dirêjahîya wê du hezar gav û firehîya wê jî nêzî vê pîvanê ye. Li dor bajarî, dîwarê sûrê kevir-reş yê bi giranîya ji sed batmanî heta hezar batmanî û belkî jî zêdetir hatibû kişandin. Tevî ku xerca gule û kilse (kisil) neketîye navbera keviran jî, her wekî ku bi hev ve zeliqî bin. Dîwarên sûran xwedî bilindahîyeka bîst gazî (arşin) ye û firehîya wê jî digihîije deh gazan. Her sed gavê carê, bircên wan yên bi şekilê nîv-daîreyê û bi nîv-çapa heştê gavî hene. Zereqeyên bircan jî cardin ji eynî keviran hatine çêkirin. Li alîyê hundirî yê sûrê, gelek nêrdewanên kevirî yên ji bajarî bi ser bircan ve dibin, bi rex vê sûrê ve hatine çêkirin. Li ser her bircê qadeka weha hatibû çêkirin da ku esker bikarin bi rehetî li ser şer bikin. Çar derîyên bajarî hebûn. Derî safî hesin bûn û di nav da texte tune bû. Her derîyek li hêleka dinyayê dinêrî. Ji ya rojhilatî ra digotin derê Dîcleyê, ji ya rojavayî ra derê Romê, ji ya bakurî ra derê Ermenê û ji ya başûrî ra jî digotin derê Tellê.

Di nav vê sûrê da dîsa sûreka din ya hundirî û ji eynî kevirî hebû ku bilindahîya wê deh gaz bû. Li ser hemû dîwarên sûrê zereqe hebûn û bihurên îrtibatê yên hundirî jî bi wê terzê hatibûn çêkirin ku mêrekî çekdar bi rehetî bikare tê ra derbas bibe û bisekine lê şer bike. Di vê sûra hundîrî da jî derîyên hesinî li cihên hemberî derîyên sûra derveyî jî hebûn. Qadeka weha hebû ku kesekî di derîyê sûra derveyî ra derbas bûyî ji bo bigihişta derîyê sûra hundirî, divîya demekê bimeşîya. Dirêjahîya vê qadê jî panzdeh gav bû.

Ebû Muin Nâsir b. Xusrev b. Haris, Sefernâme-i Nâsır Xusrev Kubâdiyani Mervezi, 1088, (ber.) Muhammed Debîr-i Siyâki, İntişarat-ı Zevvar, Tahran, 1990.

Nasir Xusrew, Amîda ku sala 1046an lê gerîyayî naşibîne ti bajarê berê dîtîye. Her weha tesîra Mizgefta Mezin jî lê bûye.

Li nîvê bajarî kanîyek hebû ku ji zinarekî diherikî. Aveka wê ya pir xweş heye ku bi qaweta xwe dikare pênc aşan bigerîne. Ti kes nizane ev av ji kû dihê. Li bajarî dar û baxçeyên bi vê avê mezin bûyî hebûn. Birêvebirê bajarî kurê Nasruddewle (yê Merwanî) ye ku me berê behsa wî kiribû. Min li welatên cihê yên dinyayê, li ser axa ereb, ecem/fars, hind û tirkan gelek bajar û keleh dîtin lê li ser rûkala dinyayê ne min bajarekî wekî Amîdê dît û ne jî min ji kesekî bihîst ku bibêje min bajarekî wekî vir dîtîye.

Mizgefta Mezin jî ji vî kevirê reş çêbûbû. Lewra ji vî çêtir û saxlemtir nedihat texmînkirin. Li nîvê mizgeftê stûnên kevirî yên li dor du sed hebî hebûn. Her stûnek ji parçeyekî kevirî tenê bû û li ser jî cardin kembereka kevirî hebû. Li ser van kemberan, rêzekembereka din hebû ku stûnên wê ji ya ewil kintir bûn û li ser van kemberên mezin hatibû lêkirin. Hemû asraqên vê mizgeftê bi qubeyên girover hatibûn dorpêçkirin. Hemû jî karê axşebê, kolînerîyê bû, bi xemilên nexş û boyaxan hatibûn xemilandin.

Di nav mizgeftê da zinarekî mezin hebû. Li ser vî zinarî hewizeka kevirî ya mezin û girover hebû, bilindahîya wê digihişt qama mirovekî û dirêjahîya wê ya derdorê jî nêzî du gazan bû. Ji nav hewizî borîyeka weha dihê ku ji şirşirika di serê borîyê da aveka zelal diherike. Lêbelê jêderên avê û cihên ku av lê diherikin nehatine dîtin.

Avdestxaneyeka wê ya ewqasî xweşik û bedew hebû ku ji wê çêtir nedibû. Her weha ev avdestxaneya li Amîdê ji kevirên reş hatibû çêkirin lê avdestxaneya li Meyafariqînê ji kevirên spî bû.

Li nêzî mizgeftê dêreka kevirî ya pir mezin heye. Zemîna dêrê bi xemilên mermerî hatibû raxistin. Min li vê dêrê, li serê mekanê bazîlîkaya qubedar ya ji bo îbadeta xirîstîyanan, derîyekî bi hesinî dorpêç kirî dît ku li tu derê min derîyekî şibî vî nedîtibû.

Şadirwana Mizgefta Mezin. (Fotograf: Arşîva DİTAVê)
Rûpelê seyahê di serdema Artûqîyan da hatî û behsa Amîdê dike.

Her çend navê wî negihiştibe roja me jî, em dizanin ku seyahekî meçhûl yê em fam dikin di serdema Artûqîyan da jîyayî, bi kitêbeka cografyayê ya peyda kirî hatîye li vê herêmê gerîyaye. Tevî çavdêrîyên wî yên sala 1183yan yên derheqê bajarî da, tesbîtên kartêker yên seyahî jî berdest in derheqê rewşa civakî da.

…Bajarê Amîdê bajarekî li ser wê zemîna kevirî ava bûye ku li rojavayê Dîcleyê ye û bilindahîya wê bi qasî qama pêncî mirovî ye. Bi sûreka reş ya bi kevirê aşî (bazalt) dorpêç kirî ye. Ji ber ku rengê vê sûrê ecêb reş bû, bajar wekî Reş dihat binavkirin. Tu kevirekî fena vî li dinyayê tune bû. Kevirê aşî yê fena vê kevirî, li Îraqê nêzî 50 dînarî dihê firotin. Li nav sûrê sê kanî hebûn. Ava her kanîyekê, hema piştî ku ji kanîya xwe derdiket, gelek aş digerandin. Li bajarî gelek rez û cinîn (baxçeyên fêkîyan) hebûn. Gelek weqfên ji bo kontrola sûrên Amîdê -ku berê bajarekî girîng yê sînorî bû- hebûn.

Nivîskarê van hevokan dibêje; gava cara ewil di sala 1139an da hatim bajarî, ji bilî çendek mirovan tu kes li vî bajarî nemabû. Berê li vî bajarî gelek malbatên giregir, alimên dînî, fîlozof, edebîyatnas, dewlemendên camêr hebûn lê niha ji ber zilima Nisanogullarîyan, bacên wan yên giran yên heta niha kesî danenîye, pêkutîyên wan û destdanîna wan ya li ser malên xelkê ku nikare baca xwe bide, gelek mirov mecbûr man ku welatê xwe biterikînin û koçî deverinên din bibin. Malbat belav bûn, mal hilweşîyan, li pey wan şopên wan jî neman. Li çarşîyan dikanên vekirî neman. Berî her tiştî navê bajarî bi xerabî belav bû. Bi rastî jî mirovên vî bajarî ji ber ku guman dikirin mirov dê zirarê bidin wan, li deverên xerîb tevî guhertina navê xwe her weha bajarên xwe jî vedişartin.

Ya soxî birêvebirê adil û zana, Nureddîn Muhammed b. Karaarslan b. Dawud b. Sokmen yê hikimdarê Artûqîyan, di nîsana sala 1183yan da ev bajar fetih kir. Çawa ku derîyên bajarî cardin li mirovan vekir, her weha bacên giran jî bettal kirin. Ji bilî vê dawî li wan kirinan îna yên ku rê li ber pirsgirêkan vedikirin. Bi xizmetên baş yên dê şopên rojên xirab jê bibe, hewil dide ku bajarî vegerîne ser rojên wê yên xweş yên berê. Hîn ku hin cihên hilweşîyayî hatî restorekirin, cihên vala mayî dê bi vegera koçberan ya li malên xwe û bi hikimkirina adilane ya birêvebirê bajarî ava bibe. Înşelah bi ser bikeve.

Ebu’l-Kâsım Muhammed b. Havkal el-Bağdadi, Suretü’l-arz (Opus geographicum), 977, (ber.) J. H. Kramers, Leiden, 1939.

Ji ber ku herêmeka pir-dînî bû, bala wan gelek kesan dikişand ku ji ber vê sedemê dixwestin werin Amîdê. Alimê dînî yê qiptîyê Misirê, Ebu’l-Mekarim Circîs jî di sala 1204an da ji bo gera li nav mabedên Xirîstîyanan hatîye û çavdêrîyên xwe qeyd kirine.

…Sûrên bajarê Amîdê ji kevirê reş yê bazaltê bû û seranser bi saxlemîyeka tênebihur bû. Di sûrê da heftê heb birc hebûn. Li vî bajarî nêzî heftê îbadetxaneyên xirîstîyanan hebûn. Yek ji van bi mîmarîyeka saxlem ya avahîyeka bilind hatibû lêkirin. Ev dêr bi navê Bakireya Pak ya Pîroz Meryem dihat bibîrînan.

Li vê dêrê qubeyeka dêwasa mezin hebû û her alîyê dêrê bi resiman hatibû xemilandin. Zemîna mizgeftê bi mozaîkên camî hatibû xemilandin. Di çêkirina vê mozaîkê da heftê patrîkên Romayî kar kiribû. Di vê dêrê da hevdeh gorîgeh peyda dibûn. Tenê sivderek li dêrê hebû û gorîgeha herî mezin ya dêrê jî li nîveka vê sivderê bû. Heft dîrekên darîn yên wekî stûnan hebûn ku asraqa dêrê zevt dikir. Seraya li bajarê Amîdê ji seraya Fatimîyan ya li bajarê Qahîreyê ava kirî mezintir û firehtir bû. Seray hemû bi mermerên rengîn, bi emûdî (dikey) û ufqî (yatay) hatibû raxistin, her weha bi mozaîkên camî xemilandî bû. Li bajarê Amîdê hîn gelek dêrên din hebûn lê tu yek jî nedişibîya vê. Keleha Amîdê xwedî bilindsûreka weha bû ku serî li esmanan rakiribû.

Ebu’l-Mekarim Circis, Tarihu’l-Kenais ve’l-Edyire, Sedsala 13.
Dêra Dayika Meryema ya Suryanî Qedîm. (Fotograf: Arşîva Dêra Dayika Meryem)
Li çepê: Rûpela behsa Amîd û Gîlê di kitêba Herewîyî da. Li rastê: Kêlika bi tarîxa 1095an ya ji bo gora Hezretî Zilkîfî hatî amadekirin.

Ebûbekir Herewîyê gerok yê misliman jî, yê li mekanên dînî digerîya û piştra agahîyên derheqê van da berhev kirî di kitêba xwe da digihandin hev, di 1215an da gihiştîye Amîdê û çavdêrîyên xwe weha neqil kirine:

… Li bajarê Amîdê Mescîda Cibrîlî, Mescîda Pêxemberî heye –û çîrokeka vê heye, mescîdên Hezretî Elî, Hezretî Omer hene. Mirovan ew di xewna xwe da dîtine. Cihekî bi navê Tell Tewbe jî heye û çîroka vê derê jî heye. Tirbeya kesekî bi navê Şêx Sa’d heye ku ji ewlîyayên mezin e. Li miştemîlata vê tirbeyê gelek derwêş dimînin. Her çend tê gotin ku gora Hezretî Zilkîf li Kela Egilê ye. Lê ev îdia ne rast e.

Ali b. Ebubekir Herewî, Kitabu’l-İşarat ila maʿrifeti’z-ziyarat (A Lonely wayfarer’s guide to pilgrimage), 1215, (ber.) Josef W. Meri, The Darwin Press, Princeton, 2004.
Li çepê: Di berhema Ibn Saidî da, rûpelê behsa Amîd û çemê Dîcleyê dike. Li rastê: Kelekvan, bi kelekên depî ku meşkên hatine werimandin bi binê wan ve dikirin, li ser çemê Dîcleyê dixebitin. (Fotograf: Arşîva DİTAVê)

Ibn Said el-Mexribî, ji cihên gelek dûr, tew ji Spanyayê lê xistîye hatîye Amîdê. Di nav nivîsandinên wî yên dala 1267an da em dibînin ku detayeka bala wî kişandî jî kelekên darîn yên li nav Dîcleyê bûye.

Amîda paytexta Artûqîyên serdestî herêma Dîyarbekirê, li alîyê rojavayê çemê Dîcleyê dikeve. Hêlîlara wê şêst û pênc derece, çil deqîqe ye. Hêlîpana wê jî sî û heşt derece û heşt deqîqe ye. Çemê Dîcleyê jî li gor neqilkirina Batlamyûsî, bi hêlîlara xwe şêst û çar derece û şêst û çar derece û çil deqîqe ye. Hêlîpana wê jî sî û neh derece ye. Ev cih rastî çîyayekî bi navê el-Qarneyn (Birqleyn) yê li rojhilatê Qalîqalayê (Erzirom) û rojavayê Exlatê dihê. Ji çavkanîya çemî ra jî Dîcle dihat gotin. Gelek çem tev li vî çemî dibin. Piştî Amîdê çem berfireh dibe. Ji vir û pê da kelek dadikevin çemî. Kelek, kelekên darîn bûn ku eyarên çermîn yên nepixandî li bin wan hatibûn bicihkirin.

Ebu’l-Hasan Nureddin Ali b. Musa Ibn Said el-Mexribî, Bastü’l-arz fi’t-tul ve’l-arz, 1286, (ber.) Havan Kirnit Hinis, Matbaatu Kerimadis, Titvan, 1958.
Bermahiyên dîwarên surên sêyemîn yên li Derîyê Mêrdînê ku ji aliyê hikumdarê Eyubî Melîk Kamîl ve hatibûn rûxandin.
Bermahiyên dîwarên surên sêyemîn yên li Derîyê Mêrdînê ku ji aliyê hikumdarê Eyubî Melîk Kamîl ve hatibûn rûxandin.

Îzedîn Ibn Şedadê wekî tehsîldarê bacê di 1280yî da ji Helebê hatî Dîyarbekirê, gava li ser navê Memlûkan ev kar dikir, têbînîyên bi hûrgilî nivîsandine. Her weha bi vegotina xwe ya rengîn balê dikêşe ser xwe.

…Bajarê Amîdê, li ser çemê Dîcleyê ye û dora wê bi du sûrên cuda ve hatîye dorpêçkirin. Sûrek mezin e û ya din jî li gor wê biçûktir e û wekî berbestê ye. Melik Kamilê hikimdarê Eyûbîyan di dema hakimîyeta xwe ya bajarî da ev sûra wekî pêş-berbestê hilweşand û kavilên wê di saxlemkirina sûra mezin da bi kar îna.

Hejmara bircan ya vê sûrê şêst e û hejmara derîyan jî pênc e. Ev derîyên han, Derê Tellê, Derê Avê (Dîcleyê), Derê Ferecê, Derê Romê ne û derîyek jî di nav sûrê da ye. Melik Salih Mehmûdê Artûqî li girê hemberî kanîya Eyn Sorayê kelehek lê kir. Sûra bajarî, ji kevir-reşekî saxlem yê weha hatîye çêkirin ku tesîra tu sîlehê lê nabe. Pênc hespên biçûk dikaribûn di ser ra derbas bibin. Li gor ku qal dikin, Ebû Mûsa Îsa b. Şêx gava birêvebirîya bajarê Amîdê bi dest dixe, Mu’tezîdê xelîfeyê Ebasîyan di sala 899an da dihê şerê vî bajarî û vir dorpêç dike. Piştî şerî, ew gava bajarî bi dest dixe, dirêjahîya sûran kin dike. Demekê weha ma. Piştra rojekê hemalekî bajarî yê bi navê Ibn Dîmneyî gava li ser pişta xwe bi selika genimî di ber sûrê ra derbas dibe, ji bo bêhnvedanê selika xwe dadine erdê, rûdine û dikeve temaşaya sûrê. Gava dibîne sûr kin e, dibêje, çi avahîyeka saxlem lê xwezî dirêjahîya wê ne ewqasî kêm bûya! Xwedayo heger rojekê te ez bikirima birêvebirê vî bajarî, min dê dirêjahîya sûrê bi qasî qama mêrekî dirêjtir bikira. Zemanê bi ya xwe kir û xwarina çîna jêrîn veguhast nav malên torindan. Hikimdar Mumehhîduddewleyê Merwanî di dema xwe da gava mifteyên dewletê û karên birêvebirina welatê xwe da destê Ibn Dîmneyî, Ibn Dîmne li ser soza xwe ma û gazîya xwe pêk îna. Çawa ku sûr bilind kir, her weha pêş-sûrê jî ava kir. Qisimê zêde yê sûrê heta roja me ya sala 1280yî ya dema nivîsandina vê kitêbê jî saxlem maye û cih bi cih aşkerayî xuya dike. Di dema hikimdar Nîzameddîn Ebû’l-Qasım Nasr b. Nasireddîn b. Merwanê Merwanî da, gelek cihên sûrên Amîdê hatin restorekirin. Li hundir û derveyê van cihên restorebûyî navê hikimdarî hatîye nivîsandin.

Ebû Abdullah Izzeddin Muhammed b. Ali b. Îbrahim Ibn Şeddâd, el-A’lakü’l-hatire fî zikri ümerai’ş-Şam ve’l-cezire, 1285, (ber.) Yahya Zekeriyyâ Abbare, Vizaretu’s-Sekafe, Şam, 1978.

Îzedîn Ibn Şedadê tehsîldarê bacan gava çavdêrîyên xwe yên şexsî neqil dike, hin agahîyên din lê zêde dike ji ber fikira ku dê bibe rêbernameyek ji wezîfedarên eynî karî yên piştî xwe ra.

(Nîzameddîn) li ser çemê Şatê/Dîcleyê, li rojhilatê Amîdê û li bin zinarî, pireka herî kêm bîst çavî da lêkirin. Gelek cih weqif kirin ji bo temîrkirina cihên hilweşîyayî yên sûrê. Li bajarî du heb kanî diherikin. Kanîyek ji van li nav sûrê ye û bi navê Eyn Sorayê dihê naskirin. Nahê zanîn ka kanî ji kû dizê. Hindek dibêjin ev av ji Çîyayê Lîsonê (Qerejdax) dizê. Kanîya din li derveyê sûrê ye. Ev kanîya li nêzî Derê Romê wekî Eyn Zaûra (Kanîya Biçûk/Enzele) dihê naskirin. Di nîveka kanîyê da qubeyek heye ku ji alîyê Mumehhîduddewle b. Merwanê hikimdarê Merwanîyan ve hatîye çêkirin. Hinekî li dûrî vê jî kanîyeka din ya bi navê Bakillayê heye. Ava ku ji vê kanîyê dizê, diherike nav bajarî û bi xêra cihokan li bajarî dihê belavkirin. Beşeka vê avê jî diherike Mizgefta Mezin û dirije hewiza mezin ya li wir.

Dîwarên suran ku di sala 1072an de ji aliyê hikumdarê Merwanî Nasır ve hatibûn çêkirin.
Dîwarên suran ku di sala 1072an de ji aliyê hikumdarê Merwanî Nasır ve hatibûn çêkirin.
Li çepê: Medreseya Mesûdîyeyê ya wekî Tacîyye hatî qeydkirin. (Fotograf: Arşîva Metin Sözen, Weqfa ÇEKÛLê, 1960an)
Li rastê: Medreseya Zincîrîyeyê ya ji bo şafiîyan hatî çêkirin. (Fotograf: Adil Tekin, Arşîva DTSOyê, 1970)

Îzedîn Ibn Şedadê ku wekî tehsîldarê bacê yê li ser navê Memlûkîyan di sala 1280yî da hatî Amîdê, hin agahîyên derheqê tuneleka veşartî da bihîstî jî neqil kirine.

Li bajarî du medrese hene. Medreseyek li rojhilatê mizgeftê ye û bi navê çêkerê xwe Tacedînî, yanî bi bi navê Medreseya Tacîyyeyê dihê naskirin. Ya din jî li nêzî mizgeftê ye û du derîyên wê hene. Derîyek li kolanê vedibe û yê din jî ber bi mizgeftê ve vedibe.

Du dêrên mezin li vî bajarî hene. Yek ji van li alîyê Derê Romê ye û bi navê Dêra Meryema Qedîm dihê naskirin. Ji ber ku avahîyeka ewqasî qedîm û saxlem e, bi vê taybetîya xwe nav û deng daye. Dêra din jî li nêzî baxçeyê bi navê el-Menazîyê ye. Berî ku misliman vî bajarî zevt bikin, li vir dêreka mezin hebûye. Bajar gava bi şerî hatîye zevtkirin, xelk revîyane û xwe spartine vê dêrê. Misliman bi pey xelkê revîyayî ketine, ketine vê dêrê lêbelê wan tu kes nedîtine ji bilî jineka li ber derîyê tunelê. Gava ji jinê dipirsin ka ew kesên ketine dêrê li kû ne, wê jinê ji wan re gotîye ew ketine vê tunelê. Vê dêrê ew gihandibûne welatê Romê. Ev dêr di serdema Melik Salih Mehmûdî (yê Artûqî) da hatîye hilweşandin û qisimekî kevirên wê çarşîya qumaşan (bedesten) hatîye çêkirin. Bermahîyên wê jî fikirekê derheqê mezinahîya dêrê da dide me.

Solda: Hewşa Mizgefta Mezin. (Sedsala 19). Sağda: Halê wêran yê Mizgefta Mezin. (Fotograf: Adil Tekin, Arşîva DTSOyê)

Di wan çaxan da pêwendîyên dîplomatîk jî hinceteka girîng ya geryanê bû. Ibn Acayê ku ji ber wezîfeya xwe ya sefîrîyê li ser navê Memlûkîyan di sala 1472yan da ji Misirê daye rêyê, li ser guzergeha çûna seraya Uzun Hesenî ya li Tebrîzê, berê xwe daye Dîyarbekirê jî.

… Em ji Qerejdaxê gihiştin Amîdê. Rojên duşem, sêşem, çarşem, pêncşem û înîyê tevda li vî bajarî mam. Piştî ku min li Mizgefta Mezin ya bi saxlemî û teknîka xwe ya avasazîyê meşhûr nimêj (a înîyê) kir, ji bajarî veqetîyam. Ev mizgeft bi mîmarîya xwe dişibîya Mizgefta Emewîyeyê (ya li Şamê). Lêbelê gelek beşên muhîm yên mizgeftê bi hilweşînê rûbirû mabû.

Ji alîyê din ve berhemên mîmarî yên Artûqîyan di serdema birêvebirîya xwe da çê kirî, şahidî li hewldana wan ya ji bo avadankirina welatê xwe dikir. Temaşekarê van berhem û avahîyên mîmarî gava li ser van hûr difikirîn, wê derfetê peyda dikirin ku pozîsyona bilind ya Artûqîyan û qîmeta karên wan ji bo xwe kirî derd bi zelalî bibînin û vê rêzika şairî di bîr diînan: Bayî lê da li cih û warên kirin welatê xwe /Her wekî rojekê qewl dabin hev…

Muhammed b. Mahmûd el-Halebi Ibn Aca, Di nava el-Îrak beyne’l-memalik ve’l-Osmaniyyin el-etrak, (ber.) Muhammed Ahmed Dehman, Dârü’l-Fikr, Şam, 1986.
Birca Heft Birayan ku fîgura eyloyê du serî li serî li serêye. (Fotograf: Suleyman Sezgin, 1928)

Bazirganîya li Serdema Navîn, dihat maneya birêveçûna bi mehan. Bazirganekî Venedîkî yê em navê wî nizanin jî gava di sala 1507an da diçe Îranê, Tewrîzê li Dîyarbekirê sekinîye. Tiştên bala wî kişandî li kaxezê nivîsîne.

…Piştî rêwîtîyeka sêrojî ya ji vê kelehê (Keleha Cumlînê ya bi ser Rihayê ve), gihiştim bajarê Amîda Reş ya mezin ya li gor dîroknasan ji alîyê Împerator Konstantîn ve hatîye çêkirin û çapa wê jî li dor deh yan jî diwanzdeh mîlî ye. Bajar bi sûrên kevir-reş dorpêçkirî ye û ji ber rewşa xwe dîmeneka wê ya weha heye ku her wekî hatibe boyaxkirin. Tevda xwedî sêsed û şêst birc û barûyan e. Li dor sûrê tenê ji bo zewqê, du caran gerîyam. Gava min li birc û barûyên bi gelek formên cuda nihêrî, min fam kir ku kesekî ne pisporê geometrîyê nikare ji temaşekirina van sûran zewq bigire. Çimkî sûr avahîyên gelekî mihteşem bûn. Li çend cihên wê min fîgura eyloyê (çûkreş) dukulik û duserî dît ku sembola împeratorîyê ye.

Giosafat Barbaro, Travels to Tana and Persia and A Narrative of Italian Travels in Persia in the 15th and 16th Centuries, 1873, (ber.) William Thomas û Eugene Armand Roy, Cambridge University Press, 2010.

Tesîra îbadetxaneyên bajarî yên aîdî dînên cuda li bazirganê Venedîkî bûye û wî bi nêrîneka cuda avahîyên serdema Xirîstîyanîyê vekolaye.

Li vî bajarî her wekî xirîstîyan, rûm, ermenî û cihûyên bawermend yên dînên dîtir û ji mislimanan zêdetir, mirovên din jî hene. Her bawermendek, bêyî ku ji alîyê mislimanan ve bihê acizkirin, xwedî îbadetxaneyeka cuda ye ku di xizmeta bawerîya xwe bi xwe da bi kar diîne. 

Li bajarî gelek dêr û serayên niwaze û abîdeyên nivîsên Grekî li ser nivîsandî hebûn. Dêrên li vî bajarî qasî dêra Santi Giovanni e Paolayê an jî katedrala Frati Minoriyê yên Venedîkê mezin bûne. Bermayîyên ji dema desthilata filehan, nemaze ji Quirinusê ezîz hebûn. Min li Dêra Saint Georgeyî çengek di qutîkeka zîvînde dît ku dihat gotin yê Peterê ezîz e. Her weha gora Despîna Xatîna qîza qiralê Trabzonê ya bi navê Caloianni jî li vê dêrê bû û li destpêka sitûnî ya nêzî derîyê dêrê, di erdî da veşartî bû. Li ser gorê qalpaxeka bilind hebû ku dima qutîyeka di şekilê kûpê da. Gor ji ax û tuxleyê hatibû çêkirin û qama wê teqrîben sê qat zêdetir bû ji firehîya wê.

Dêra Saint Georgeê ya gora Despîna Xatûnê lê ye. (Fotograf: Arşîva DİTAVê)
Dêra Dayika Meryema ya Suryanî Qedîm. (Fotograf: Gertrude Bell, 1909, Zanîngeha Newcastle Arşîva Gertrude Bell)
Dêra Dayika Meryem bi karkeriya li serkeviran ya bi hurgilî bal dikêşand. (Fotograf: Gertrude Bell, 1909, Zanîngeha Newcastle Arşîva Gertrude Bell)

Bazirganê Venedîkî yê li ser rêya xwe ya er bi Tewrîzê ve disekine û li bajarî dema xwe dibihurîne, heyranîya xwe ya ji bo Dêra Meryema Qedîm neqil kirîye.

Li vî bajarî Dêra Saint Johnê heye ku bi terzeka xweşik hatîye lêkirin. Hîn ku niha hatîye bîra min, ji ber ku difikirim dê bala xwendevanên min jî bikişîne, yek ji wan dêrên din jî dêra bi navê Meryema Qedîm e ku çênabe behsa xweşikî û îhtişama wê nekim. Ev dêr avahîyeka welê ye kul i ber şapelan şêst sunak hene. Qisimê hundirî ji tonozan hatîye avakirin û tonoz jî bi sêsed sitûnî zêdetir dihê destekkirin. Her weha li ser tonozan jî, hin tonozên din hene ku bi sitûnan ra manend dihên destekkirin. Qasî kum in ji şekle hewşa dêrê fêm kirî, deryê hewşê ji wan kesên ji derve bên re ti caran nedihat girtin. Tişta ji her tiştan giringtir jî ew bû ku tasa pîroz a vaftîskirinê li nava hewşê bû û ne nixamtî bû. Ji kevirekê cihê gorekê hatibû çêkirin û bi nexşan hatibû xemilandin. Bi mermerekê bikalîte yê mezin hatibû nixamtin. Mermerên dibiriqin bi stûnan hatibûn saxlemkirin. Hemî dêr ji mermere “kakma” bû. Li ser stûnan bi karkerîyeka serkeftî nexş hatibûn çêkirin.

Niho, rojhilatê dêrê hatiye guhertin ûbûye mizyeft. Li beşên dî keşe dimînin û dêr e. Şirikek di hewşê de ye. Ava wê gelek zelal e wek krîstalan e. Ev dêr ew qasê şahane hatiye avakirin ku wek San Marcoyê bi mermerên xwe yên li ser hev hatîn nijilandin biheştê tîne bîra mirovan.

Kanîyên Dîyarbekirê, pêwendîya wan ya bi avê ra bi kîjan sebebî dibe bila bibe, tesîr li kesên hatî bajarî kirîye. Bazirganê Venedîkî yê nav-meçhûl jî bêyî destnedana li Dîcleyê neqedandîye.

Beşeka bajarî li deşteka berfireh e û beşek jî li ser çîyayan e. Lig elek cihên bajarî kanî hene, ji ber wê jî av zehf e. Şeş deriyên bajarî hene ku leşker wan gelek baş diparêzin. Li ber her derîyekê fermandarek û deh, dazdeh an jî bîst leşker hene. Li ber her derîyekê jî şirikek heye ku ava paqij jê diherike.

Hemî çemen bajarî digihin hev. Çemekê bi navê Şat (Dîjle) ji wan çeman pêk tê û di demsala biharê de gelek boş dibe. Çem ber bi Hesenkeyf û Cizîra Botanê ve diherike. Çemê Dîjleyê û yê Feratê li Bexdayê digihinhev û Besrayê digihe behre.

Diyarbekirê bi qasî sûrên xwe, bi çavkaniyên avê û coyên avê jî bala gerokan dikêşand. . (Fotograf: Arşîva DİTAVê)
Diyarbekirê bi qasî sûrên xwe, bi çavkaniyên avê û coyên avê jî bala gerokan dikêşand. . (Fotograf: Arşîva DİTAVê)

Nivîs: Dr. Yusuf Baluken
Werger: Murat Bayram, Fethullah Özmen

TÊBÎNIYEKA DI TARÎXÊ DA: MERWANÎ
BEŞA BÊ
TÊBÎNIYEKA DI TARÎXÊ DA: MERWANÎ