Lê Bigere
PÊŞANGEH
DIYARBEKIRA KU POLIK QALA WÊ DIKIN
DIYARBEKIRA KU POLIK QALA WÊ DIKIN

Pûleka vala ji bo nava du qaliban dihat xistin û bi çakuçekî li qalibê jorê dihat xistin. Bi her derbeyê re, teswîr û nivîsên li ser qaliban, hinekî din li ser polikê vala bi cih dibûn. Hesin vediguherî, dema ji qalibî derdiket, hebûneka nû, wateyeka nû bi dest dixist.

Polikan, wateyeka ji kereseya ku jê dihatin çêkirin û ji pêvajoya hilberînê a wan zêdetir hewandin û di her serdema dîrokê de bûne nîşaneya azadî û hêzê.Hilberîna polîkan a hikumdarê di dewletê de dibû desthilat her tim nîşaneyek girîng ya desthilatdariyê hat hesibandin.

Di salên ewil yê îslamiyetê de polik nehatine hilberîn, polikên Romaya Rojhilatî û Sasaniyan ku wê serdemê di meriyetê de bûn hatine bikaranîn. Di sedeyên paşê de, derbkirin/tabkirina polikan û xwendina xutbeyê, di dewletên îslamê de bûne amurên girîng ji yên rewabûnê.

Ji polikên zêr ra “dînar”, ji yên zîv re “dirhem”, ji yên sifrî re jî “fils” hate gotin. Polikên zêr bi gelemperî yek ji nîşaneyên herî girîng bû ku rewatîya hikûmdarê derketiye ser text nîşan didan. Ji serdemên ku bi navê Amîd dihate zanîn heta Diyarbekir a niha, hema bêje hemû dewletên mezin ku li herêmê desthilatdarî ajotine, polikên zêr tab kirine.

Hema bêje hezar salî bê navber tabkirina polikan, yek ji wan nîşaneya ne ku Diyarbekirê, di her serdemê da girîngiya xwe parastîye. Tabkirina polikên zêr ya ji aliyê dewletên mezin ve giringîya bajêr a siyasî nîşan dide, lê li gel ve yekê, derbarê zindibûna aborî ya bajêrî jî delîleke girîng nîşanî roja me dide.

Polikê zêrîn ê sala 905ê li Amîdê li ser navê Mûktefîyê xelîfeyê Abbasîyan hatiye tomarkirin. Nav û nasnavê xelîfeyî li ser sikkeyî heye. Nivîsa çarçoveya hûndir, cihê derbkirina polikê û dîroka wê dihewîne. Li derdora derve ya rêza duyem ya nivîsê jî, ayetên ji Quran a Kerîm dihewînin.
Li çepê: Polikê zêr ê ku hikumdarê Merwaniyan Ebû Mansûr Mumehhiduddevle di salên 1010/1011an de li Amîdê tabkirine.
Li rastê: Polikê zîv ê ku hikumdarê Merwaniyan Nasiruddevle di salên 1013/1014an de li Amîdê dane tabkirine.

Di serdema ku erka siyasî ya Abbasiyan lawaz bibû de, Mumehhiduddevle Said û birayê wî Nasıruddevle yên hikumdarên Merwaniyan ku derdora Diyarbekirê girtibûn jêr serdestiya xwe, li bajarê Amîdê bi xelîfeyê serdemê yê Abbasiyan re hevpar polikên zîv dane tabkirin.

Li çepê: Polikê sifr ê ku hikumdarê Artukîyan Melîk Salih Mahmud di sala 1218ê de li Amîdê bi Siltanê.
Li rastê: Polikê sifr ê ku hikumdarê Artukîyan Melîk Salih Mahmud di sala 1220ê de li Amîdê bi hikumdarê Eyubî Melik Kamil re hevpar daye tabkirinê.

Di serî de, di kevneşopiya polikên îslamî de, li ser polikan sûret/teswîran cih nedigirt, ji devla wê van ve navê hikumdêr, pênaseyên wî, sifet û dua û tiştên wekî Kelîmeya Tewhîdê yên olî cih digirtin. Ev rewş dikare bi qedexeya sûret/teswîran were rave kirin. Lê belê Artukî Zengî, Eyubî, derketin derveyî vê kevneşopiyê û di polikên xwe de sûret bikaranîn. Melîk Salih Mahmud, bû hikumdarê yekemîn yê Artukîyan ku li bajarê Amidê polik dane tabkirinê. Ew hikumdarê ewile ku, sûretê eyloyê du serî yê ku li ser bircên Diyarbekirê jî hatiye Neqişkirin li ser polikna tab kiriye.

Polikê sifr î ku hikumdarê Artukî Melîk Mesûd Mevdûd di sala 1223ê de li Amîdê daye tabkirin.

Hikumdarê Artukî Melîk Salih Mahmud piştî ku di sala 1222an de mir, kurê wî Melîk Mesûd Mevdûd derbasî ser text bû. Sala dinê dema dor hat ku polikan li ser navê xwe tab bike, wî jî wekî bavê xwe, fîgurê eyloyê du serî hilbijart.

Li çepê: Polikê zîv ê ku hikumdarê Eyubî Melîk Salih, li Amîdê di sala 1237an de daye tabkirinê.
Li rastê: Polikê sifr î ku hikumdarê Eyubî Melîk Salih, li Amîdê daye tabkirinê.

Bajarê Amîdê di sala 1232an de ji aliyê hikumdarê Eyubî Melîk Kamil Muhamed ve ji Artukiyan hat stendin û birêveberê nû bû Melîk Salij. Li cem Eyubiyan mafê tabkirina polikan li gel ku yê siltan jî be, di hin şert û mercan de melîkan jî dikarîbûn polikan bidin tabkirine.

Di sala 1240î de Siltanê Rûm Selçûkiyan Giyasedîn Keyhusrev ê II. Amîd bi dest xist û li ser navê xwe polik dane tabkirinê.

Polikê zîvîn ê ku Siltanê Rûm Selçûkiyan Giyasedîn Keyhusrevê II. li Amîdê tomar kiriye.
Polikê zîvîn ê ku hikimdarê Akkoyunîyan ê bi navê Hamza li Amîdê tomar kiriye.

Di sedeyên 13. Û 14. de bi lawazbûna Rum Selçûkiyan û ketina jêr wesayeta Mogolan, li Anatolyayê, valahîyeke desthilatiyê pêk hat. Di vê serdemê û piştî wê de xanedanên tirkmen yên wekî Artukîyên Mêrdînê Akkoyunîyan ku bûne serdestê herêma Diyarbekirê, li ser navê xwe polik dane tabkirinê.

Li ser polikên ku xwedî dîroka herî kevnar in yên ku Akkoyunîyan li Amîdê dane tabkirin de, demxeya êla Bayindir heye. Ji mensûbê vê xanedanê kesê ku ewil li Amîdê polik dane tabkirinê jî wekî Hamza Beg di tomaran de cihê xwe girtiye.

Li nav Akkoyunîyan piştî Hamza Beg Cîhangir Mîrza derbasî cihê wî bû. Wî jî li Amîdê li ser navê xwe polik dane tabkirinê.

Polikê sifr ê ku Cîhangirê Akkoyunî li Amîdê daye tabkirinê.
Polikê zêr ê ku hikumdarê Akkoyunî Uzun Hasan li Amîdê daye tabkirinê.

Di serdema hikumdarê Akkoyunî Uzun Hasan de her çi qasî navenda dewletê ji bo Tebrîzê hatibe veguhastin jî, Amîdê taybetiya xwe ya ku navendeke girîng ya siyasîye parast. Dema ku Uzun Hasan derkete ser text jî li Amîdê polikên zêr dane tabkirinê.

Di dewra Yakub Siltan de jî berfirehbûna qadên serdestiya Akkoyuniyan berdewam kir. Di vê serdemê de li ser polikên ku li Amîdê hatine tabkirin de em demxeya êla Bayindir nabînin. Lê belê polikji hêla hunerî ve xwedî formeke pêşketîtir in.

Polikê zîv ê ku Siltan Yakubê Akkoyunîyan di sala 1474an de li Amîdê daye tabkirinê.
Polikê zîv ê ku li ser navê hikumdarê Safevî Şah Îsmaîl li Amîdê hatiye tabkirinê.

Piştî Akkoyuniyan, li Diyarbekirê hikumraniya Safeviyên ku mezhebê wan yê fermî Şiîtiye hate jiyîn. Karîgeriyên siyasî yên vê guherînê bi qasî ku di ji aliyê siyasî werin şopandin mirov dikare ji aliyê kulturî ve jî bişopîne. Li ser rûyê pêş yên polikên ku li ser navê hikumdarê ewil yê Safeviyan Şah Îsmaîl hatine tabkirinê de, tevî Kelîmeya Tevhîdê nivîsî “Elî Welîyyullah” û li dora wê jî navên duwanzdeha îmaman hene. Li ser rûyê paş ji navê şêh, pênaseya wî û cihê ku poliklê tab bûye û îdroka tabê cî digre.

Di dema Yavuz Siltan Selîm de polikekî zêr beramberê polikekî zîv bû. Di vê serdemê de, tabkirina polikan li nêzîkê bîst derbxaneyan dihate kirin. Ji wê serdemên û pê de navekî ku li zêrên Osmaniyan hate kirin jî bû “Eşrefî”.

Polikê zêr ê ku li ser navê Yavuz Siltan Selîm di derdora salên 1513an de li Amîdê hatiye tabkirinê.
Li çepê: Polikê zêr î ku Kanunî Siltan Silêman di sala 1520an de li Amîdê daye tabkirinê.
Li rastê: Polikê sifr ê ku li ser navê Kanunî Siltan Silêman, di sala 1520an de li amîdê hatiye tabkirinê û li serê fîgura eyloyê du serî heye.

Di serdema Kanûnî Siltan Silêman de, di nav derbxaneyên ku polikên zêr liwan dihatin tabkirin deAmîdê cihekî girîng digirt. Li derbxaneya li Amîdê li gel polikên zêrîn, polikên zîv û yên sifrî jî hatine tabkirinê. Taybetîya girîng ya polikê sifrî ku di serdema Kanunî Siltan Silêman de, di sala 1520an de hatiye tabkirinê ew e ku, fîgura eyloyê du serî hatiye bikaranîn ku ew, ewil di serdema Artukîyan de hatibû bikaranîn.

Li çepê: Polikê zêr ê ku li ser navê Siltanê Osmanîyan Mehmed ê III. di sala 1595an de li Amîdê hatiye tabkirinê.
Li rastê: Polikê zîv ê ku li serê tuxraya Osmanî heye û li ser navê Mehmed ê III. li Amîdê hatiye tabkirinê.

Di serdema Mehmed ê III. de tabkirina polikên zêrîn û zîvîn berdewam kir. Tuxreya Osmaniyan ya li ser polikên zîvîn balê dikşîne.

Li çepê: Polikê zîv ê ku Ahmed ê I. di sala 1603an de li Kara Amide (Amîda Reş) daye tabkirinê.
Li rastê: Polikê zêr ê ku Ahmed ê I. di sala 1603an de li Kara Amide (Amîda Reş) daye tabkirinê.

Amîd, di serdema Osmaniyan de, ji ber kevirên reş î bazalt yên di sûrên wê pê hatine çêkirin carinan jî wekî Amîda Reş dihate bi nav kirin. Vê rewşê karîgerî li navê derbxaneyê jî kir ku navê wê li ser polikan dihate nivîsîn. Çawa ku di serdema Ahmedê I. de li ser polikekî zîv î, wekî navê derbxaneyê navê Kara Amed (Amîda Reş) derbas dibe.

Nivîs: Dr. Yusuf Baluken
Werger: Murat Bayram, Fethullah Özmen

TÊBÎNIYEKA DI TARÎXÊ DA: MERWANÎ
BEŞA BÊ
TÊBÎNIYEKA DI TARÎXÊ DA: MERWANÎ