Lê Bigere
PÊŞANGEH
WARÊN KU “STRANA GENIMΔ LÊ DEST PÊ KIRÎ
WARÊN KU “STRANA GENIMΔ LÊ DEST PÊ KIRÎ
Li Diyarbekirê çîroka genimî berî deh hezar salan dest pê kiriye. Lewma mumkûn e şopên wê li gelek deveran bêne dîtin. Ev zeviya genimî, ji Ovabaxê ye.
Li Diyarbekirê çîroka genimî berî deh hezar salan dest pê kiriye. Lewma mumkûn e şopên wê li gelek deveran bêne dîtin. Ev zeviya genimî, ji Ovabaxê ye.

Helbesta “strana genimî” ya helbestkarê Şîliyî Pablo Nerûda, genim û gelan yên ku dijî neyeksaniyên ku ji heman dîrokê welidîne, li ser heman zîlê tîne cem hev; dewranan û herêmên ku ji risteyan wêdetir. Diyarbekir ji her du aliyan ve jî rabirdûyeke guncav heye ku gotinan bibêje.

Diyarbekir erdnîgariyeke wisa ye ku berî deh hezar salan ji nêçîrvanî-berhevkariyê derbasî jiyana dêmaniyê bûye û tovên bejî hatine îslehkirin… Qet seyr nîne ku genimî li Diyarbekir û derdora wê bi hezaran salan qîmeta xwe ji dest nedaye. Her wiha hîç ecêb jî nîne têkiliyên aborî yên ji genimî pêkhatî rêberî li binyada civakî kirine. Tevî hecma hilberînê, vê yekê nekariye veguhere hêzeke aborî. Paşdemana herêmê ji layê aborî ve jî encameke daneheva dîrokî û tercîhên siyasî ye.

Ji bermayên arkeolojîk ta amarên çandinê, ji dîrokê ta erdnasiyê, ji enbarê ta mitbexê em li pey şopa genimî diçin.

Li Diyarbekirê mirov li kîjan dewra dîrokê ya bajêr, li kîjan aliyê dîrokê yê bajêr binêre rastî genimî tê. Di tebeqeyên arkeolojîk de… Di mîtolojiyê de, di vegêranên dîroka devkî de; di çîrok, kilam, reqsên gelêrî û destkariyan de…Di jiyana bazirganî û hilberînê ya tradîsyonel de; di peywendiya bajêr ya li gel cîhanê de, di muxabereyên bûrokratîk yên li gel paytext û paytextên din de, di defterên qeydiyê yên bac û gûmrûkê de, di neliheviyên li ser sînoran de, di şeran de, di qetilkirina mirovan de, di kupûrên rojnameyan de, di navên taxan yên wekî “Ofîs”ê de, di hafizeya mekanan de.. di nanî de, di kadeyan de, di cejnên misilman û fileyan de… di xûyên gastronomiyê yên bajêr de….

Dr. Mehmet Atlı, Lêkolîner, Nivîskar

Di her tebeqeya Diyarbekirê de genim derdikeve pêşiya me; bi qasî li ser sifreyan heyî, di karên destan da jî heye. Di reqsên gelêrî de, di çîrok û kilaman da derdikeve pêşiya me. Car heye dibe wesîleya pevçûnan, car heye dibe wesîleya wesletan.
Di her tebeqeya Diyarbekirê de genim derdikeve pêşiya me; bi qasî li ser sifreyan heyî, di karên destan da jî heye. Di reqsên gelêrî de, di çîrok û kilaman da derdikeve pêşiya me. Car heye dibe wesîleya pevçûnan, car heye dibe wesîleya wesletan.
Abuzer, Devedişi, Geore, Humrik, İskenderi, Karakılçık, Komoy, Memeli, Pırçıklı Sorgül, Yazlık, Yusufi... Ev cure genim, hindek ji geniman in ku di sala 1935an li Diyarbekirê hatine tomarkirin.
Abuzer, Devedişi, Geore, Humrik, İskenderi, Karakılçık, Komoy, Memeli, Pırçıklı Sorgül, Yazlık, Yusufi... Ev cure genim, hindek ji geniman in ku di sala 1935an li Diyarbekirê hatine tomarkirin.

Li Anatoliyayê dîrokeke deh hezar salan ya çandina genimî heye. Ev çandin, di derbasbûna komên mirovên nêçîrvan-berhevkar bo jiyana dêmaniyê de, di bihêzbûn û zêdebûna wan mirovan de û paşê di veguherîna jîngehên piçûk bo bajaran de yek ji fakterên herî girîng e.

Lêkolînên herî dawî yên derbarê arkeo-botanîkê de nîşan didin ku çandin cara ewil li Hîlala Berhemdar [Verimli Hilal] dest pê kiriye ku li gorî sînorên îro yên Tirkiyeyê Diyarbekir jî dikeve nav van sînoran. Berhemên çandinê yên herî kevin, berhemên wekî genimê Einkornê, genimê Emmerê, ceh, nîsk, şoqil û ketenê ne. Li gorî lêkolînên şûntiliyên DNAyê yên modern, genimê Einkornê (Aegilops monococcum L.) teqrîben deh hezar sal berî îro, cara ewil li derdora Qerejdaxa Diyarbekirê hate îslehkirin.

Li gel tesîrên genimî yên di dîroka şaristaniyê de, mirovan jî tesîr li ser werara genimî kir. Berê Siyeza Bejî (Triticum boeticum) û Gernika Bejî (T. dicoccoides) ji tebîetê dihate berhevkirin, paşê ev her du cûreyên bejî bi hilbijartineka tebi’î, ku mirovan Siyez (T. monococcum) û Gernîka (T. dicoccon) diçandin, veguherîne ser formên xwe yên seretayî. Nisbet bi formên bejî, girtir û pûçtirbûna formên seretayî û neşikestbariya simbilên wan meyldariyek pêk anî. Tê zanîn ku îslehkirina van her du forman li sêgoşeya Entap-Ruha-Diyarbekirê pêk hatiye.

Li Tirkiyeyê xebatên pêşvebirina cûreyên herêmî û lêkolîna çavkaniyên genetîka genimî di çaryeka ewil ya sedsala 20emîn de dest pê kirin. Mirza Gökgölî, di sala 1935an de li seranserê Tirkiyeyê ji zêdetirî 18 hezar cûre û 256 varyasyonên nû yên genimî destnîşan kiribû. Hindek ji wan genimên ku Gökgölî di sala 1935an de li Diyarbekirê tomar kirî, ev in: Abuzer, Beyaz, Devedişi, Geore, Humrik, İskenderi, Karakılçık, Kırmızı, Kırmızı Beyaz, Kışlık Büyükbaş, Komoy, Memeli, Pırçıklı Sorgül, Ruto/Köse, Sorgül, Yazlık, Yazlık Beyaz, Yazlık Kırmızı, Yusufi.

Çavkanî: WWF-Türkiye, Türkiye’nin Buğday Atlası, 2016.

Li derbasgeha deşt û çiyayan ya Mezopotamyaya Jorê, li gel nebatên kêmpeyda yên zêde, Diyarbekira ku xwedî taybetiyên cûda yên cografî û jeolojîk e, “mazûvaniya” berhemenên fasûlyeyî yên jêneger yên wekî nok, nîsk; polik, dexil, ceh, şilêr; tirî, behîv, fistiq kiriye. Bejiyên dexilî yên ku berî hezar salan hatine îslehkirin jî, mumkûn e ku mirov îro roj jî li derdora Qerejdaxê bibîne.

Teqrîben 11.700 sal berî îro, di dewra Holosenê de hênikbûna avhewayê û pêçana derdorê ya bi florayeke cûda rê li ber vekir ku mirov bi rêya ceribîn-xapînê zincîreya xwedîkirinê ya nebatî dewlementir bike. Dexilên bejî, esasen ji aliyê şikl û şemalên xwe ve gelekî serincrakêş nîn in. Lê belê mirov dikare libên dexilî hem bi awayekî ter bixwe hem jî hişk bike û ji bo demeke dirêj biparêze. Ji ber ku mirov dikarin dexilî bi gelek awayan hûr bikin û bihêrin û bikin arvan û bînin ser sifreyê, dexil ji bo mirovan gelekî serincrakêş bûn.

Li ber destên me hindek dane hene ku kiryarên ciyawaz yên li herêmên cûda yên Rojhilata Nêzîk nîşan didin. 14.900 – 11.700 sal berî niha, çanda serdest ya herêma Rojhilatê Behra Spî ji cihûwarê Natûfê bermayên nebatên komirî û dankutên kevirî gihane roja îro. Dankut û destikên dankutên ku di vekolanên li Diyarbekir û derdora wê de derketî, jêr-kevirên bazaltê yên hêranê, kevirên destan û şopên kevirên destan ku bi demê re bûne kelûpelên jêneger yên dêmaniyê, girîngiya genimî û bi taybet jî girîngiya genimî ji bo xwe-xwedîkirinê nîşan dide.

Prof. Dr. Aslı Özdoğan

Xwarina dexilên bejî bi awayekî hişk yan jî ter, bi liban yan jî bi hêranê di serî de qadên wê yên bikaranînê nikarin bên kifşkirin. Keşifkirineke bi ceribandinê divê. Ev dankut ji wan bermayan e ku ji Çayonûyê derketiye. (Wêne: Arşîva Vekolana Çayonûyê)
Xwarina dexilên bejî bi awayekî hişk yan jî ter, bi liban yan jî bi hêranê di serî de qadên wê yên bikaranînê nikarin bên kifşkirin. Keşifkirineke bi ceribandinê divê. Ev dankut ji wan bermayan e ku ji Çayonûyê derketiye. (Wêne: Arşîva Vekolana Çayonûyê)
Bermayên li Girê Çayonûyê yên ji Dewra Neolîtîk mayî bûne daneyên girîng derbarê îslehkirina dexilê bejî, çandin û dirûna wê de. Her wiha girêdayî vê yekê, ev dane dibin yek ji çavkaniyên girîng sebaret bi peywendiya mirovan li gel genimî. (Wêne: Rodi Yüzbaşı, 2015)
Bermayên li Girê Çayonûyê yên ji Dewra Neolîtîk mayî bûne daneyên girîng derbarê îslehkirina dexilê bejî, çandin û dirûna wê de. Her wiha girêdayî vê yekê, ev dane dibin yek ji çavkaniyên girîng sebaret bi peywendiya mirovan li gel genimî. (Wêne: Rodi Yüzbaşı, 2015)

11.960 û 8.300 sal berî roja îro, tebeqeyên aîdê Dewra Neolîtîk ya Bêkelûpel yên li Girê Çayonûya Deşta Erganiyê gelek daneyan pêşkêş dikin derbarê îslehkirin, çandin û dirûna genimê bejî û girîngiya genimî derbarê dêmanî û bicihbûnê de.

Hevterîb li gel pêşkeftinên mayînde yên mîmariyê, ji nêçîrvaniyê ta sewalvaniyê, ji berhevkariyê ta hilberînê şeş merhaleyên pêşkeftinê yên Çayonûyê hene. Ev merhale, teknolojiya amûrên kevirî yên dêmaniyê, hilberîna zêde ya zînetan, karkeriya baqirê, cûrbecûriya berhemên nebat û heywanan yên di xwe-xwedîkirinê de jî nîşan didin. Li gorî analîzên li ser bermayên nebatan, ji merhaleya ewil ya dêmaniya Çayonûyê heta roja îro famîlyeya baqilan qîmeta xwe tu car ji dest nedaye. Di duyemîn dewra jiyana dêmaniyê de, ber bi dawiya dewra Serbanên Avahiyên Çetelî [Izgara Planlı Yapılar] ve genimên Emmera bejî (Triticum diccoccoides) û Einkorn (Triticum boeoticum) ketine “mitbex”an. Di vê dewrê de bikaranîna Einkorna (siyez) bejî zêdetir e. Ji Merhaleya Avahiyên Cobarî [Kanallı Yapılar Evresi] ve, genimê bejî yê Emmerê êdî bi rengekî sîstematîk tê berhevkirin. Ji Merhaleya Avahiyên Plankirî yên Hucreyê -ku di rêza çaremîn de ye- heta îro, gelek tevrikên kevirî, destar û kevirên destan, dasên ji qiloçên xezalan, amûrên bi şiklê “V”yê yên ku ji hestiyên sermilan hatine çêkirin ku wekî pêşiyên lepikên darîn tên zanîn, gihane roja îro. Li tebeqeyên jêrê yên her du avahiyên ku dişibine bodrûman, dêzên genimî yên şewitî jî hem zêdebûna xwarina genimî hem jî bi zanebûn depokirina genimî nîşan dide.

Di dawiya Merhaleya Avahiyên Plankirî yên Hucreyê de, genimê Emmerê êdî hatiye îslehkirin û nebatek bû ku dihat çandin û dirûn. Lê belê piştre, tê zanîn ku di Merhaleya Avahiyên Odeyên Fireh [Geniş Odalı Yapılar Evresi] de ji ber lehî û rabûna avê heyamekê navber dane çandinê û li şûna çandinê berê xwe dane sewalvaniyê.

Aslı Özdoğan

Farqîna Diyarbekirê ya ku bi sedan salan wekî “enbara genimî” ya herêmê dihat zanîn, di dewra pêşwext ya modern de, genim jî tê de dexilên zêde dişande wan herêmên ku wekî Farqînê bişans nebûn. Vê yekê li cihên çiyayî yên ku gelek caran xela lê radibû tesîrên xelayê kêmtir dikirin. Ji aliyekî din ve jî ev hilberîna dexilî ya zêde gelek caran ji bo pêdiviyên artêşa Osmanî û pêkhateyên dînî jî dihat terxankirin.

Li gorî neqilkirina seyahekî îngilîz ku salên 1830an li herêmê geriyaye, li rast û bestên Diyarbekirê genim 16 destan zêdetir berheman dide. Digel ku genim yek ji wan dexilan e ku zêde tê hilberîn, di salên 1877-78an de li gel tesîra Herba 93yan jî xelayê dest pê kir; piştre hişkiya sala 1879an û şert û mercên giran yên zivistana 1880yan li Diyarbekir û derdora wê bûne sebebên mirina deh hezar kesan.

Di çaryeka ewil ya sedsala 19emîn de, tasfiyekirina mîran û atmosfera şer û qetlîaman ya çaryeka dawî ya sedsalê peşkeke mezin li hilberîna genimî da. Tevî van faktoran, girîngiya genim û çandinê di hecma hilberînê ya Diyarbakirê de xwedî giraniyekê bû. Di serê sedsala 20em de amarên çandinê yên ku ji aliyê Dewleta Osmanî ve hatine berhevkirin nîşan didin ku 81 ji sedan axa kêlayî ya Diyarbekirê hatiye terxankirin û ji temamiya hilberîna çandinê ya bajêr 45,5 ji sedan cihê hilberîna dexilî bûye.

Dr. Uğur Bayraktar, Dîroknas

Salên 1900î bi şer û qetlîaman dest pê kir. Van geşedanan wekî ku tesîr li ser hilberîna gelek tiştan kirî, tesîr li ser genimî jî kiribû. Dîsa jî, di serê sedsala 20em de li Diyarbekirê hema hema nîva hilberîna çandinî ji dexilî pêk dihat. (Wêne: Arşîva Darap Işık)
Salên 1900î bi şer û qetlîaman dest pê kir. Van geşedanan wekî ku tesîr li ser hilberîna gelek tiştan kirî, tesîr li ser genimî jî kiribû. Dîsa jî, di serê sedsala 20em de li Diyarbekirê hema hema nîva hilberîna çandinî ji dexilî pêk dihat. (Wêne: Arşîva Darap Işık)
Karesata Herba 93yan, hişkehavîna borî û dû re zivistana dijwar bi ser kêşeyên aborî yên di sala 1880yan da hatin. Vê yekê rê li ber vekir ku li Diyarbekirê bi sed hezaran kes birsî bimînin û xela rabe. Wekî encamên vê yekê, talanbirî û xelkê serî hil da ku tu kes ne li hêviyê bû. (Belavok: Arşîva Osmanî ya Serokatiya Arşîvên Dewletê)

“Hêşta ku em ji bin hejariya şerî derneketibûn, em tûşî şer û karesatên nû û mezin bûn. Xelk ji ber xelayeke mezin perîşan bû; nan ji bihayê xwe yê heyî 16 caran zêdetir bûbû. Bihayê her tişta ku cihê nanî bigire gelek biha bûbû. Li gorî Mûsil, Mêrdîn, Sêrt, Wan û Bazîdê, dîsa jî ev der erzantir bû. Li vî bajarî çar hezar kes hene ku bi wesîleya alîkariyan xwe li ser pêyan digirin; kolan ji parsekan tije ne û gelek ji van ji birsîbûnê dimirin. Her çiqas destê xêrxwaz yê îngilîzan dirêjî vî xelkî bibe jî, xela gihaye radeyeke wisa ku tu alîkarî nikarin welatî ji vê karesatê rizgar bikin. Dijwariya zivistana hişk êş û jana feqîran deh caran zêdetir kir. Xwedê alîkariya me bike.”

Serekê ruhanî yê cemaeta Ermenên Protestan yên Diyarbekirê Boyacıyan ev name nivîsî û 27ê Gulana 1880yan de di kovara New York Evangelistê de hatibû belavkirin. Ev name yek ji belgeyên girîng e sebaret bi xelaya ku di sala 1880yan de dest pê kirî û bûyî sebebê mirina deh hezar kesan. Teqrîben di wan tarîxan de bi fermana padîşahî li çar aliyan diayên baranê dihatin kirin.

Tesîrên şerê 1877-78an yê Osmanî-Rûsan, hişkayî, şertên dijwar yên zivistanê û desttengiya aborî ya berdewam û rêveberiya ku dibû asteng bo belavkirina adilane ya dexilê heyî, bûne sebebên birsîmana sed hezar kesan. Pirraniya kesên mirî kurdên koçber yên sewalvan bûn. Van şertên dijwar rê li ber talanbirî û tundûtûjiyê jî vedikir. Çeteyên talanbir gundên ermen, tirk, kurd, asûrî û sûryanan hedef digirtin û van talanan tesîra xelayê zêdetir dikir. Bazirgan xerîkî stokkirinê bûn û firûnan jî bi arvanê qirêj û xirab nan dipehtin û hewl didan bi bihayekî gelekî zêde bifiroşin.

14ê Hezîrana 1880yan, bi gotina waliyê Diyarbekirê İzzet Paşayî, “nêzîkî sed û sed û pêncî ehmeqan serîhildanek dane destpêkirin. Ewilî bi gaziya komeke “ji tebaya îslam û xirîstiyanan” ji bo ku telgrafekê bo Babialîyê bişînin, nêzîkî pênsed û şehsed kesan berhev bûbûn. Di nava çend rojan de narehetiya gel û serhildan mezin bû. Armanca wan ya ewil ew kes bûn, yên ku îstifade û kar ji vê rewşê dikirin. Li gel hêza leşkerî, ji bajarên din arvan bo Diyarbekirê anîn. Bihayê nanî piçekê erzan bû.

Ev bûyer kêşeyeke binyadî destnîşan dike ku ji kêşeya genimî mezintir e. Dîroka herêmê bi giştî bi perspektîfeke etnîk û qewmî tê xwendin. Lênêrîna dîroka herêmê ji aliyê sosyo-ekonomîk ve û nîşaneyên destkeftî girîng in ji bo fêmdariya kêşeyên wekî feqîrî û birsîbûnê li herêmê.

Çavkanî: Özge Ertem, “Önce ekmekler bozuldu: 1880 Diyarbakır ekmek isyanı”, Toplumsal Tarih, 109, 2010, r. 74-79.
Özge Ertem, “‘Fiyatı Âlidir!’: Diyarbakır’da Kıtlık, Yokluk ve Şiddet”, Diyarbakır Tebliğleri, Hrant Dink Vakfı Yayınları, 2013, r. 73-79.

Bi giştî dexil û bi taybet jî genim bi qasî ku di hilberîna çandinê de cih digire, di dabeşkirina axa Diyarbekirê de û bi awayekî bivênevê di binyada civakî de jî rêgezeke karîger bû. Di sedsala 19emîn de, li gel sirgûnkirina mîran ji aliyê dewletê ve, zeviyên mezin yên di bin desthilatdariya mîran de hatin perçekirin û heyamekê hilberîneke piçûk ya gundiyan derkete pêş. Lê belê vê hilberîna piçûk ya gundiyan zêde berdewam nekir. Qanûnnameya Zeviyan ya 1858an rê li ber vekiribû ku zeviyên li Diyarbekir û mentîqeyên li derdora Diyarbekirê bikevine di bin desthilatdariya giregir û mezinan de. Li gel Komkujiya Sasonê ya sala 1894an û dû re jenosîda 1915an, qonaxa destdanîna li ser mal û milkên terkkirî (emvâl-i metrûke) dest pê kir. Di encama van geşedanan de mal û milk û zevî ketine destên beg û axayên hêza wan ya siyasî heyî. Ev ax û zeviyên ku genimî hildiberînin, bûbûne çavkaniya kedxwariya civakî ya li herêmê jî.

Ji salên ewil yên komarê heta salên 1960î hikûmetên heyî, her çend derbarê tesfîyekirina van “pêkhate”yan de dîskûrs afirandibin jî, ji pêşvebirina polîtîkayên wekî reforma axê dûr man. Ji aliyê din ve li gel bikaranîna makîneyan di çandinê de, hilberîna genimî jî dihate teşwîqkirin. Pirsa ‘ev makîne di bin destên kê de bûn û dexil jî tê de, meseleya bikaranîna axê di hilberîna çandinî de’, wekî yek ji faktorên paşdemana aborî ya herêmê, tesîrên wê heta roja îro jî berdewam in.

Uğur Bayraktar

Li gel çendîn geşedanên ku tesîr li ser çandina li Diyarbekir û derdora wê kirî, di salên 1950î de kêmasiya makîneyên çandinê û reforma axê jî li van zêde dibû. (Wêne: Arşîva İbrahim Ateşoğlu)
Li gel çendîn geşedanên ku tesîr li ser çandina li Diyarbekir û derdora wê kirî, di salên 1950î de kêmasiya makîneyên çandinê û reforma axê jî li van zêde dibû. (Wêne: Arşîva İbrahim Ateşoğlu)
Cumhuriyet, 23ê Tîrmeha 1959an

Birîna Reş

Dirêjkirî ne li ser du stûnan di rûpela ewil de
du zaroyên tazî,
Li ser du stûnan di rûpela ewil de
misqalek çerm û hestî
Destên wan ên kunbûyî, teqîyayî,
Yek jê Dîyarbekirî, Erxenîyî yek jê.
Milên wan, çeqên wan, çeloxwarî,
serên wan mezin,
devên wan vekirî bi qîreka gefxur,
bi kuçan hatine perixîn du beqik di rûpela ewil de.
Du beqik
du zaroyên min ên bi birîna reş,
Salê Xudê dizane çend ji we
bêyî ji ava tehl têr bibin tên û diçin…
Û, Musteşar beg:
(Bi birîna reş keto)
“dilteng nebin” dibêje.

Nazım Hikmetî, ev helbest di 3ê Tebaxa 1959an de bi wesîleya nivîsên Musa Anter yên rojnameya İleri Yurdê yên derbarê “birîna reş” de nivîsîbû. Di sala 1958an de di tovên genimî de yên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn belavkirin, jehr hatibû tespîtkirin. Ev jehr bûbû sebebê gelek mirinan; piştre Musa Anter ji vê yekê feyz wergirt û şanonameya “Birîna Reş” nivîsî. Anter, di destpêka berhemê de dibêje ku “Wextê ku ez di sala 1959an li Harbiyeya Stenbolê, di Hucreya 38an de zindanî bûm min ev berhem nivîsî”.

Cara ewil di sala 1965an de Mehmet Uzun ji bo şanonameyê pêşgotinek nivîsî. Mehmet Uzun tevî ku dibêje dibe ku ev agahî durist nebe jî, ji avabûna komarê heta 1965an, yekem berhema kurdî ye ku hatiye çapkirin. Uzun, di dewreke wisa de ku “ji axa kurdan dûkêla agirekî nevemir bilind dibû” behsa girîngî û qîmeta vê şanonameyê dike. Dexilê ku di nav de madeya kîmyewî hebûye bûye sebebê nexweşiya “birîna reş”. Li gorî Musa Anter “birîna reş” ji bo kurdan sembola du “birîn”ên din e jî ku ew jî feqîrî û cehalet in.

Çavkanî: Musa Anter, Birîna Reş / Kara Yara, Avesta Yayınları, 1999.

“‘Birîna Reş’ li dijî partîzaniya sexte ya Partiya Demokrat (PD) ya salên 1950î û li dijî durişmeya dijminane ya ‘Kurd nabe însan, nabe rewşenbîr!’ ku li kurdan dihate ferzkirin, hatibû nivîsîn. Şanonameya ‘Birîna Reş’, li dijî feqîrî, heqaretamîz û dijminatiya kurdan reaksiyonek bû. Ji bo ku hûn min têbigehin divê hûn şanonameyê bixwînin û jê fêhm bikin. Di şanonameya min de temsîla ‘Kurdên PDyê’ ya wê demê jî heye. Li seranserê rojhilat-başûrî geniml di meha cotmehê de tê çandin. Lê belê di meha nîsanê de bi sed hezaran ton genimê ku li gel dijwartirîn jehran têkel bûbû, wekî tov li şêx û axayên axê yên hêrêmê yên layengirên PDyê tê belavkirin. Elbet ev genimê bi sed hezar tonan hatî belavkirin, axayên axê ji bihayekî kêmtir ji bihayê cehî digiroşine kurdên feqîr û hejar. Kurdên nezan ev genim dihêran dikirin arvan û ji vî arvanî jî nan dipehtin. Lê mixabin ev genimê ku ji bo kurm û kêzikan bû, bi zanebûn ji bo perîşankirina kurdan dihate bikaranîn. Di demeke gelekî kurt de, herî zêde jî li ser zarokan tesîra xwe nîşan da. Vê jehra ku li ser canê zarokan dibû sebebê birînan, di nav gel de wekî ‘birîna reş’ hate binavkirin. Wê çaxê ez li Diyarbekirê di rojnameya İleri Yurdê de dixebitîm. Min gelek caran behsa vê rastiyê kir. Lê wehşan, xwe ji tetbîqkirina pîlanên xwe yên miçiqandina ava Kurdistanê nedane paş. Vê pêlê ez li derdora Diyarbekirê; li Çunguş, Dîcle, Hezo, Lice, Hîlwan, Çinar û Bismilê geriyabûm. Li van navçeyan ez çûme gelek binkeyên tenduristiyê yên bêhekîm. Min li van deran gelek zarok dîtin ku her derên wan bûbûne birîn û dişîbiyane zarokên meymûnan. Rûyên zarokan reş bûbûn û stûyên wan yên zirav bi mûyan tejî bûn. Ji rû û bedena wan, ji gelek derên wan parçeyên goştî weşiyabûn û bedenên wan ji birînên bêderman tejî bûn. Piraniya ji wan zarokan dimirin. Ev bûyer di sala 1958an de qewimî. Îro roj xebeteke amarî bê kirin, dê bê dîtin ku gelek kêm kurd hene ku wê salê, sê sal yan jî pênc sal pêşiya wê hatine dinyayê.

Erê, vê yekê ez gelek muteesîr kiribûm û bûbû wesîleyeke girîng ku ez vê şanonameyê binivîsim. Min gelek caran di İleri Yurdê de behsa vê meseleyê dikir. Lê belê Wezareta Tenduristiyê bi raportên xwe yên sexte hewl dida bersiva van nivîsên min bide. Qaşo ev nexweşî ji genimî pêk dihat. Bûyerê gelekî deng veda. Ewqas deng veda ku Nazım Hikmetî li Moskovayê piştgiriya min kir û helbesteke bi navê ‘Bi Birîna Reş keto, Wezîrê Tenduristiyo’ nivîsî.”

Musa Anter, Hatıralarım, Avesta Yayınları, 2000.

“Birîna Reş” rûdaneke rastî bû ku di sala 1958an de ev şanoname li Musa Anter da nivîsîn. Wextê ku Musa Anter xatiratên xwe dinivîsîn, behsa van zarokên ku ji vê nexweşiyê muteesîr bûyî, dikir. Di wêneyê de malbatek heye ku bi nîr û gisinî dixebitin.
“Birîna Reş” rûdaneke rastî bû ku di sala 1958an de ev şanoname li Musa Anter da nivîsîn. Wextê ku Musa Anter xatiratên xwe dinivîsîn, behsa van zarokên ku ji vê nexweşiyê muteesîr bûyî, dikir. Di wêneyê de malbatek heye ku bi nîr û gisinî dixebitin.
Berê, dexil di “destar”ên ku bi kevirên bazalt hatinê çekirin de dihêriyan. Bi salan, destarger li taxan digeriyan û bi amûrên mezintir li hewşan çiyê kê hebe bi dorê dihêran. Bi vî rengî kar û pîşeyeke nû derkete meydanê.
Berê, dexil di “destar”ên ku bi kevirên bazalt hatinê çekirin de dihêriyan. Bi salan, destarger li taxan digeriyan û bi amûrên mezintir li hewşan çiyê kê hebe bi dorê dihêran. Bi vî rengî kar û pîşeyeke nû derkete meydanê.

Berhemdariya genimî bû wesîleya bikaranîneke baş ya genimî û çeşîtdariya xwarinan li mitbexan. Genimê hêrayî, ji ber çêj û tîrahiya wê her dem zêdetir hat tercîhkirin.

Her çend xwarinên Diyarbekirê bi giştî ji xwarinên arvanî pêk neyên jî, nan wekî nîmetekê tê qebûlkirin li Diyarbekirê. Arvan herî zêde di pehtina nan û borekan de tê bikaranîn. Nan jî hem bi hevîrtirş û hem jî bêhevîrtirş bi awayên cûda tê pehtin. Di tenûrê de, li ser sacê yan jî li ser keviran bi rengên cûda tê pehtin.

Xwe-xwedîkirina li bajêr û li gundewaran ji hev cûda ye. Ji xeynî malzemeyên tên bikaranîn, li gundewaran xebata jinan ya li nav zeviyan jî belkî qismen bibe rêgezeke cûdakar ya awayên pehtin û hazirkirinê. Dikare bê gotin ku li gundewaran bikaranîna dexilî zêdetir e. Hevîrê ku ji bo nanî tê hazirkirin hindek giyayên cûda, penêr, toraq yan jî goşt lê tê zêdekirin û dibe xwarinek. Hindek xurekên hevîrî jî hene ku bi hevîrê bê hevîrtirş tên çêkirin. Di kuçik yan jî tendûran de ku ji bo pehtina nanî tên vêxistin sebze jî tên qelandin.

Bulxur, genimê hêrayî yan jî nîsk, berê di destaran da dihatin hêran. Paşê li şûna vê yekê amûrekê girt û li kolalan dengê “bulxurhêr, bulxurhêr” dihat bihîstin. Bi giştî karê hêranê li hewşan pêk dihat, bulxura hêrayî ji kewgîreke kunfireh ya bi navê “başbaş” [serad] dihat seradkirin. Hebên ku dimane li ser seradê cardin dihatin hêran û “kibe kudurluk”,¹ bo savar û bo kifteyan cûda cûda ji sê elekan dihate daweşandin. Li gundewaran ev orf û edet hêj jî berdewam e.

Çavkanî: Filiz Parlak, Meftune, 2002.
¹ Piştî ku bulxur di makîneyê de hat hêran, ew hebên gir yên ku dimînine li ser elek û seradê. Kîbe, di xwarina hûr û rûviyê de wekî xerca xwarinê tê bikaranîn. Li gorî girbûna xwe bo savar, bo qisir û bo kutilkan çendîn cûreyên wê hene.

“Wekî li gelek cihê Anatoliyayê, li memleketê min Diyarbekirê jî xwarina sereke ya li mala me jî nan bû. Em wisa mezin kiribûn ku di hemû ziman û baweriyan de ji nav hemû xwarinan ya herî pîroz nan e. Çunkî, te bivê bila bi ermenkî ‘hats’, te bivê bi kurdî ‘nan’ te bivê jî bi sûryankî û erebî ‘khıbz’ (xibz – خبز) bê binavkirin, dawiya dawî nan, ne nîmeteke mirovan e ku bi destên xwe şikl û dirûvekê didenê, ‘nîmet’a Xwedê ye ku wî can daye genimî.

(…) Nan bereketa me ya li kîlerê bû. Gava ku li kîlerê arvan hebûya, ma dayîka min a zîrek çi çênedikir? Di serî de nan dipeht ku me her danên xwarinê dixwar. Nanê li ser keviran pehtî, kevirên volkanîk yên ku ji Qerejdaxê hatî, caran şekir carna jî dimsa ku li kîlera me di kûpeke kesk de dihat veşartin datanî li ser nanî, ‘zîngîlîk’a şil ya ku bi hevîrî di nav rûnî de dihat qelandin, nanên sêlê yên ku me bo pehtinê dihinartine firûna taxê û ‘patîla’yên ku bi çendîn cûreyên navikan dihatin hazirkirin… Nan ewqas biqîmet û girîng bû ku dapîrên min, wekî me bo cihên ku xwarin lê dipije nabêjinê mitbex, cihê ku nan lê dipije ‘tennurdun’ tê gotin. Bi tirkî bo ‘tandır evi’yê [tenûrxane] mitbex digotin.

Gava dibe payîz, babê min diçû – bi navê xwe yê Diyarbekirkî- Bazara Genimî [Buğday Pazarı] bi çewalên xwe yên kendîrê genim dikirî. Genimê me yê zivistanê, ji bo ku kevirokên wê jê bên bijartin li eywana girtî ya dêrê di çewalan de dihatin rêzkirin. Devê çewalên dexilî bi niyazên diya min yên wekî ‘Kherov, parov, sağutunov, urkh srdov’ ango ‘bi xêrê, bi qenciyê, bi sihetê, bi şadiyê’ vedibûn û di ber de jî nehwirandina dia û niyazên qenc yên cîranên me bilind dibûn.”

Silva Özyerli, Amida’nın Sofrası: Yemekli Diyarbakır Tarihi, Aras Yayıncılık, 2019, r.11.

Di çanda Diyarbekirê de ji mêj ve nan gelekî girîng bûye. Silva Özyerli gava nimûneyekê pêşkêş dike, peyva ermenkî ya ku dapîra wê ji bo “mitbex”ê digot, bi bîr tîne. Ew peyv jî “tennurdurun” e ku mameya xwe cihê nanpehtinê yan jî tenûrxane ye. (Wêne: Merthan Anık, 2001)
Di çanda Diyarbekirê de ji mêj ve nan gelekî girîng bûye. Silva Özyerli gava nimûneyekê pêşkêş dike, peyva ermenkî ya ku dapîra wê ji bo “mitbex”ê digot, bi bîr tîne. Ew peyv jî “tennurdurun” e ku mameya xwe cihê nanpehtinê yan jî tenûrxane ye. (Wêne: Merthan Anık, 2001)

Nanê Ser Keviran

½ kg arvanê dexilî yê tam • ⅓ pekêtek hevîrtirşê şil (teqrîben 15 gr.)

1-1,5 kevçiyeke mezin rûnê xwerû • 1 kevçiyeke piçûk şekir û xwê

Ji bo sosa wê: 1 şûşeya avê kuncî (kunciyên zer, kunciyên simîtan)

1 şûşeya çayê dims • 1 şûşe av

Kunciyan li ser agirekî kêm biqelînin. Gava dengê “çit çit” ji kunciyan hat ocaxê bigirin. Lê belê bêhnekê jî têkve bidin. Ew kunciyên we qelandî di rondoyê de bihêrin, lê bila gelekî hûr nebin. Bila hemû kuncî bimînin. Av û dimsê li kunciyên hêrandî zêde bikin. Heta ku tîr dibe bila bikele.

Rûnê bihelînin û bisekinin. Hevîrtirş, şekir, xwê, 4-4,5 şûşeyan ava têhnşîr têra xwe têkve bidin. Hevîrtirşî bihelînin. Piştre kêm kêm arvanî lê bikin û têkve bidin. Hûn dikarin vî hevîrî bi mîkserê têkve bidin, lê belê ez wekî di rojên berê de min tiliyên xwe ji hev vekirin min hevîr bi hewadar kir û têkve da. Ez dibêjim “ji bîr nekin ku çêja destan heye”. Divê wekî hevîrê krepê herikbar be. Hevîrê we strandî bipêçin û heta ku peqik li ser hevîrî peyda dibin 1-2 saetan bihêlin bila bimeye.

Hevîrê meyayî carekê têkve bidin û hewadar bikin.

Taweyekî guncav bo pehtina krepê danin ser agirî û bihêlin bila têra xwe sor bibe. Gava tawe têra xwe germ bû kevçiyek hevîrî (li gorî mezinahiya taweyê dikare biguhere) berdine taweyê û taweyê li ser milê rast û çepê bihejînin da ku hevîr bi rengekî yeksan belav bibe. Gava hevîrê di taweyê de bûne peqik, spatûleyê bi hêdîka bixine bin hevîrî û hevîrî ji tawayê rakin û bizivirînin. Gava her du aliyên hevîrî pijiyan, nanê ser keviran danine di sênîkekê de û bi firçeyekê (berê, bi pateyekê paqij dihat kirin) her derê wê rûnî lê bidin. Nanê we pehtî danine ser hev, her gava ku we peht rûnî li ser bidin û bila bêhna xwe vede.

Nanî û sosa wê cûda cûda (wekî ku mirov pariyê xwe lê bide û bixwe) îkram bikin.

Têbinî: Nanê ser keviran bi donê zeytê dihate çêkirin û rojên dînî yên rojiyan şêraniya herî biqîmet bû. Ev xwarin, ji ber ku li ser kevirê heqîqî tê pehtin jê re dibêjin nanê ser keviran. Ev kevir her li mala kê hebe, her kes ji bo ku ji vî nanî bipije wî kevirî dixwaze û dibe mala xwe. Belkî jî kevir ji xwediyê xwe bêhtir digere. Ji malekê diçe maleke din.

Hûn dikarin dimsa xwerû, şekir û rêçalê jî danin ser û îkram bikin.

Silva Özyerli, Amida’nın Sofrası: Yemekli Diyarbakır Tarihi, Aras Yayıncılık, 2019, r.195-196.

Bi dehan salan e, ji xeynî hindek tenzîmkirinên nehatine pêşdîtin, bajarîbûneke wisa ye ku proseya wê ya pêşekftinê nekariye bête pîlankirin û birêvebirin. Li van gundewarên ku di nav vê bêserûberiya bajarîbûnê de noq bûne, zeviyên genimî berdewam vediguhere derdorên avahiyên parselkirî. Mirov nikare li navenda bajêr behsa hilberîneke berkeftî ya genimî bike. Li gorî amaran her çiqas Diyarbekir di hilberîna genimî ya Tirkiyeyê de di rêza sêyemîn de cih bigire jî, tesîreke qenc li ser aboriya bajêr nake. Lewma, roja îro wekî kozmopolîtîzma bajêr ya hatî kuştin û serkutkirin; di nav tovên ku genetîka wan guheriye, nanên ku cûreyên wan kêm bûne, nîqaşên glûtenê û kakafoniya kapîtalîzma cîhanî de mirov nikare bi temamî “strana genimî” seh bike. Belkî jî di binê axê de çalkirî ye, reng e li cihekî tovê wê şîn dibe.

Mehmet Atlı

Eger mirov li amaran binêre, Diyarbekir di hilberîna genimî de di rêza sêyemîn de ye. Lê belê hem ji ber faktorên cîhanî hem jî yên herêmî ev hilberîn nikare di aboriya bajêr de wesfeke karîger pêk bîne.
Eger mirov li amaran binêre, Diyarbekir di hilberîna genimî de di rêza sêyemîn de ye. Lê belê hem ji ber faktorên cîhanî hem jî yên herêmî ev hilberîn nikare di aboriya bajêr de wesfeke karîger pêk bîne.

Nivîs: Mehmet Atlı, Aslı Özdoğan, Uğur Bayraktar
Wergêr: Ekrem Yildiz, Edîtorê wergerê: Murat Bayram
Helbesta Nazım Hikmet ya bi navê ‘Birîna Reş’ ji aliyê Selamî Esen ve ji tirkî bo kurdî hate wergerandin.

 


 

ÇAVKANÎ

Aslı Özdoğan
• Caneva, I., Davis, M., Marcollongo, B., Özdoğan, M. û Palmieri, A. M. (1993) “Geo-archaeology in the Northern Diyarbakır Region”, Essays on Anatolian Archaeology, Bull. of the Middle Eastern Culture Center in Japan, VII, (ed.) T. Mikasa, Harrassowitz, Wiesbaden: 161-168.
• Erim-Özdoğan, A. (2011) “Çayönü”, The Neolithic in Turkey: New Excavations & New Research, The Tigris Basin, (ed.) M. Özdoğan, N. Başgelen, P. Kuniholm, Archaeology & Art Publications, Stenbol: 185-269.

Uğur Bayraktar
• Arslan, R. (1992) Diyarbakır’da Toprakta Mülkiyet Rejimleri ve Toplumsal Değişme, Diyarbakır Tanıtma, Kültür ve Yardımlaşma Vakfı, Enqere.
• Beşikçi, İ. (1970) Doğu Anadolu’nun Düzeni: Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller, E Yayınları, Enqere.
• Ertem, Ö. (2013) “‘Fiyatı Âlidir!’ Diyarbakır’da Kıtlık, Yokluk ve Şiddet, 1879-1901”, Diyarbakır ve Çevresi Toplumsal ve Ekonomik Tarihi Konferansı Tebliğleri, Hrant Dink Vakfı Yayınları, Stenbol: 73-79.
• Güran, T. (1998) 19. Yüzyıl Osmanlı Tarımı Üzerine Araştırmalar, Eren Yayıncılık, Stenbol.
• Issawi, C. (1982) An Economic History of the Middle East and North Africa, Columbia University Press, New York.
İzmir Fuarında Diyarbakır, Diyarbakır Ticaret ve Sanayi Odası, Diyarbekir, 1938.
Pehlivan, Z. (2016) “Abandoned Villages in Diyarbekir Province at the End of the ‘Little Ice Age’, 1800-50”, The Ottoman East in the Nineteenth Century: Societies, Identities and Politics, (ed.) Tolga Yaşar Cora, Ali Sipahi û Dzovinar Derderian, I.B. Tauris, London û New York: 223-246.
• Üngör, U. Ü. û Polatel, M. (2011) Confiscation and Destruction: The Young Turk Seizure of Armenian Property, Continuum, London.
• Yadırgı, V. (2017) The Political Economy of the Kurds of Turkey: From the Ottoman Empire to the Turkish Republic, Cambridge University Press, Cambridge.

QERAXA DÎCLEYÊ BOSTAN E,<br>LI XWE KIRIYE JI ARMÛŞÊ FÎSTAN E
BEŞA BÊ
QERAXA DÎCLEYÊ BOSTAN E,
LI XWE KIRIYE JI ARMÛŞÊ FÎSTAN E