Lê Bigere
PÊŞANGEH
ÇÎROKA QEDÎM A BÛKÛZAVATIYÊ
ÇÎROKA QEDÎM A BÛKÛZAVATIYÊ
Kevneşopî qonaxa ber bi zewacê ve diyar dikin, ji amadekariya cihêzê bigire heta bi reqsên dawetan. Ev dîmen li daweteke Qerejdaxê hatiye girtin. (Wêne: Tamer Pınar)

Çêbûna malbatekê, “hêlînekê”, bi birrek adetan pêk tê ku di nav hezarsaleyan re komî ser hev bûne. Bi sembolên cihêwaz tije ye her rîtuela wekî xwazgînî, cihêz, nîşanî, şerbet, dawet û gerdekê ya vê pêvajoya ku cotên misteqbel zêde ne bi vîna xwe ne gava ku hevûdu dineqînin, jiyana xwe pêkve didomînin û xwe bi destê kevneşopiyê de berdidin.

Nivîskar û lêkoler Birsen İnal li ser “toyên” Diyarbekirê û awayê pêkhatina van êwran di kultûra Diyarbekirê de nivîsiye. Can Şakarer jî qala qonaxa berzewaciyê ya li gorî kevneşopiyên siryaniyan kiriye.

Dawetên bi navê “toy”ê berê sê hetta heft roj û heft şevan didomiyan. Hindek dawet piştre bi salan diketin ser zar û zimanan, ji ber ku her yek ji wan di jiyana civakî de xwedî girîngiyekê bûn. (Wêne: Arşîva Mahmut Boz)

Berê li Diyarbekirê ji dawetê re digotin “toy”. Toyên me sê roj û sê şev didomiyan. Hin malbatan maweya van şahiyan dikirin heft roj û heft şevan. Ji ber ku nîşanî, dawet, sinet di jiyana civakî de xwedî cihekî mezin bûn, aliyên bûk û zavayan bi hûrdekarî dixebitîn ji bo ku her tişt têkûz û herî xweş be. Çinku mimkun bû li taxê bi mehan hetta bi salan li ser her tiştî bipeyivin; amadekariyên herdu aliyan, kêmahî, danûstandinên pêkhatî, kê çi pê ve kir, kê çi li xwe kir, sazbend, îkram, qefleya bûkê, bexşîş, kenê bûkê, bêmehdebûna wê, reqsa wê. Yên hinan esaleta wan, yên hinan sefaleta wan li ser zar û zimanan digeriya.

Dayîkên xwedî kurên berzewac, xeber didan nas û dostan ku li bûkekê digerin, ya ku pêşî bi kultûr û civakîbûna xwe li wan bike, yeka ji malbateke baş, jêhatî, hurmetdar û helbet bedew. Ya herî minasib ji dûran ve nîşanî zavayê mihtemel didan. Heta ku qîz “nehatinan xwestin”, ne mimkin bû ku qîz û xort hevûdu bibînin. Hetta tew wisa, gelekên wan şeva gerdekê jina xwe didîtin.

Axleb rojên pêncşemê diçûn qîzê bibînin. Xwazgînî di nav heyecanekê de dihatin pêşwazîkirin û derbasî odeya herî mezin a malê dibûn. Xwazgîniyên ji sê çar jinên herî bixeberdan û hurmetdar ên malbatê pêkhatî, baş bala xwe didan qîzê, malbatê, der û dora malê û ji bin mehfûr-hesîran heta bin sedreyan, ji şûşeya lambeyê heta şêmûka derî, her cihî bi hûrgilî kontrol dikirin. Bûka mihtemel û “qîza diyazaya wê” (qîza xaltiya wê) li hinda wê diketin hundir, di bin zexta van çavan re diçûn destê mezinên xwe. Yên aliyê qîzê gava ji hundir derdiketin ji bo îkramekê bikin, xwazgîniyan bi meraq pirs ji hevûdu dikirin.

Heger qîz hatibe ecibandin, piştî hal û wextê hev dipirsîn, “bîbî”ya (met) mezin ya herî hurmetdar di nav xwazgîniyan de qîz dixwest. Dema ku bîbî dipeyivî, “dazoya” kurikî (xaltiya zavayî) “qoqaya tenteneyê” (guloka dantêlê) bi zanebûn tehn dida bin sedreyê. Ev testek bû bê ka di bin sedreyê de toz heye yan na.

Dibêjin, mala qîzê mala naziyê. Carinan hefteyek, carinan mehek wext filan dihat xwestin, di binî de hûr hûr digerandin û li kurik û malbata wî dipirsîn û vedikolan.

Birsen İnal, Lêkoler, Nivîskar

Dema biryar dihat girtin, bêyî ku hewce pê hebe ji kurikî re bibêjin, mizgîniyê didan bavî. Çima ku bi xêr e, êvara îniyê (pêncşem) piştî nimêja muxribê, digel komek mezinên malê diçûn mala qîzikê. Piştî xweşbêşê, xalê mezin ê kurikî digot, “Bi emrê Xwedê, bi qewlê pêxemberî” û qîz dihat xwestin. Bavê qîzikê jî piştî ku dora gotinê dida mezinekî mala xwe û diyar dikir ku wan qîz daye, seydayî dia dixwend û piştre keç û xort diçûn destên mezinên xwe. Piştî ku heqê qelenê ji aliyê mêran ve dihat diyarkirin, derbasî îkraman dibûn.

Qewlê kevneşopiya şerbetvexwarinê ya piştî mehekê, mîna herêkirina aniha bû. Aliyê malbata kurikî ji bo bûkê, berî şerbetê bi sê rojan nîşaniyên wekî taximek bincilk û cilûbergan, şimik, gore, hungilîska nîşaniyê, bazin, kolonya, gulav, biskewît, loqim, boyaxa şerbetê dixistin nav sêniyeke mezin û ser wê bi boxçikeke etlesî dinixumandin. Naturayê¹ taxê hildida sêniya nîşaniyê, hemalê malê jî hildida çewalek şekirî û ew dibirin mala qîzikê.

Mezinên ji xizmên herdu malbatan ên herî pêşî ji bo vexwarina şerbetê dihatin vexwendin û gazî ciwanan nedikirin. Berî wê qîz nedibirin kuaforê, hetta li cem hindek malbatan berî dawetê çênedibû ku dest bidin rû û birûyê qîzê. Porê wê, bêyî ku ji adetê derkeve, hevalên wê serrast dikir. Berî rojekê bi gincir yan jî qabloyan porê wê dipêçandin ji bo ku bibe xelek. Axleb cilê şerbetê ji qumaşê duşes ê etlesî bi rengê şîn an jî penbeyî, ber sîngê bi morîkên cîncoqî neqişandî, milên wê organzeyî bû û bi terziyên jin ên ermenî yan jî siryanî didan dirûtin.

Di şerbetê de jin û mêr derbasî odeyên cuda dibûn. Heger qewl ji berê de hatibe dayîn, mehra dînî jî wê şevê bi wekaleta bavan dihat birîn. Kesekî xwedî zarok û zewaceke bextewar hungilîsk dixist tiliyên wan û pê re dilîlandin. Piştî hungilîsk diketin tiliyan, bi taximê şerbetê yê camîn û desenkirî yan jî bi qedehên metal ên heciyan, şerbeta sor û piştre jî loqim û biskewît dihatin belavkirin.

Di şerbetê de zêde şahî çênedibû. Jin pêkve distran û dilîstin, carinan jî li daburqe û erbaneyê didan.

Di nav du cejnan de dawet nedihatin kirin. Bi pey Cejna Qurbanê re piştî ku qewl dihat dayîn, merasîma şerbetê bi dawî dibû. Êdî dora amadekariyên cihêzê û nîşaniyê bû.

Birsen İnal

¹ Natura: Ew kes e ku tiştên miştêrîyên hemamê ji mala wan dibe hemamê û ji hemamê dibe mala wan.
Di kevneşopiya “şerbetvexwarin”ê de ya dişibe merasîma herêkirina îroroj, piştî ku hungilîsk diketin tiliyan, şerbetên li ser taximên taybet dihatin vexwarin. (Wêne: Meral Özdemir)
Di kevneşopiya “şerbetvexwarin”ê de ya dişibe merasîma herêkirina îroroj, piştî ku hungilîsk diketin tiliyan, şerbetên li ser taximên taybet dihatin vexwarin. (Wêne: Meral Özdemir)
Dîlanên jinan di şahiyên nîşanê de tim bûne parçeyekî girîng ê folklora Diyarbekirê. (Wêne: Arşîva Darap Işık)

Şahiya nîşanê awayê berfirehtir ê merasîma şerbetê bû. Hîn ku di wan rojan de dawetname nehatibûn kişfkirin, li her taxê xwînendeyên jin hebûn ku gazî dawetê dikirin. Karê xwînendetiyê wan jinan dikir ku tax baş nas dikirin, devê wan bi xeberdan bûn û yên hinekî jî rewşa wan a aborî ne baş bû. Şîfonekî sor bi milê xwe ve dikirin, li deriyan dixistin û nas, dost, xizm û meriv dawet dikirin.

Kes nedihat heta ku nehata dawetkirin. Pîlana rûniştinê ya li hewşê li gor vê dihat sazkirin. Giregir û kal û pîr li serê jorî, yên dengxweş û xweşreqs li nêzî sazbendan, yên ciwan jî li serê jêrî rûdiniştin. Hin ji kesên dawetnekirî jî ji deriyê kuçeyê lê dinihêrîn. Malbata qîzikê li hêleke hewşê, ya kurikî jî li hêla din, ji hev cihê rûdiniştin. Heta ku malbata kurikî nehata, şahî dest pê nedikir. Wan çaxan di şahiyên wekî dawet û nîşaniyan de Êyşeya Sazbend, Hedê û Medê lê didan û distran. Berê di nîşanî û hineyê de sazbendên jin dihatin tercîhkirin lê di nav salan re êdî gelek ciwanên wekî Kenan Temiz, Ibrahim Macit jî dihatin gazîkirin. Sazbendên mêr li pişt perdeyeke di şahiyên jinan de derdiketin ser dikê.

Sendeliyek bi xêliyên xemilandî dihat nixumandin û ji bo bûkê datanîn naverasta hewşê. Jineke deng xweş û bişewat maya dixwend û bûk dihat orteyê ku di destekî wê de jinên ciwan ên ji malbata qîzikê û di destê din de jî yên ji malbata kurikî hebûn. Pelik, şekirên bûkaniyê yên rengorengo û pereyên hesin di ser serê wê dadikirin. Berhevkirina pereyan ji bo zarokan zewqeke mezin bû. Qedexe bû ku bûk bikene, lazim e serê wê di ber de û mehdekirî bûya. Heger bibişiriya yan jî serê xwe çik bikira, dema dîlanê hinekî bi herekettir bûya, pistepistan çar hawîr digirt.

Piştî dîlanê bi tilîliyan sêniya nîşaniyê dianîn, ken û henek berdewam dikirin. “Kumek ji bo cêwiyan”, “kîsikê şekiran” di nav jinan de ji bo bincilkan dihatin gotin. Xişr piştî ku yek bi yek dihatin nîşandan, jintî yan jî gorimê ew bi bûkê ve dikirin. Der û cîran jî bi mebesta ku kêmasiyan temam bikin, zêdetir eşyayên cihêzî dianîn. Kes destvala nedihat.

Di dema îkramê de pêşî şerbet, paşê jî biskewît û loqim dihatin gerandin. Piştre jî lîstikên jinan ên xwedî girîngiyeke cuda di folklora Diyarbekirê de dihatin lîstin. Ya herî navdar ji van ew lîstika kêran bû ku jinek bi rola bavî û jinek jî bi rola qîzê dadiket. Kesê xweşlîz adeten dihat kişkişandin ji milê xwe xwe ve û bi israr ew radikirin ji bo lîstikê. Fihêt dihat qebûlkirin meriv bê dawet rabe bilîze.

Birsen İnal

“Hîna nehatiye danê, dest avêtine cihêzê wê” ya gotina pêşiyan, gotinek e ku ji guhê dayîkên qîzan ên Diyarbekirî nakeve. Ji ber vê sedemê, jînên xwedî qîz hîn berî salan dest pê dikirin cihêzan dixistin sindoqan. Pûtepêdana dayîkê ya bi cihêza ku wasiteyeke veguhastina kultûrî ye, ev keda bêgerew, bi qasî hezkirina ji qîzê herweha mehareta dayîkê jî eşkere dikir. Xişr rûmeta malbata kurikî, cihêz jî ya malbata qîzikê bû. Dayîkê miheqeq çend parçeyan ji cihêza xwe jî bo qîza xwe hildianî. Cîranên me yên xirîstiyan ên pir jêhatî di amadekirina cihêzê de, bi her awayî dibûn alîkar ji me re.

Di qonaxa zewacê de jî kêmasî dihatin lîstekirin. Çi qîz û jinên jêhatî yên xizman û çi jî yên cîranan, diketin reqabetê ji bo alîkariya cihêzê. Danûstandin, merhaleya herî zehmet a amadekariyên dawetê bû. Gava met, xaltî û jinbira bûkê biryara kirîna tiştan didan her wekî ku ew dê bi kar bînin, di vê pêvajoyê de gelek hungilîsk jî dihatin avêtin.

Nivîna bûkê ya beşê herî girîng ê cihêzê, bi destê jinên hoste di vî karî de dihat çêkirin. Di rûlihêfên etlesî de herî bêtir rengên şîn, penbe, lîlek dihatin tercîhkirin. Rûyê doşekan ê herî baş bû, kujên balîfan ji etlesa lihêfê dihatin çêkirin. Paşê bû mode ku ser kujên balîfan tevî bi dantêlan binixumînin.

Piştî cihêz amade dibû îcar jî adeta pêşandanê hebû. Her tişt ji sindoqan, ji boxçikan dihatin derxistin, û dihatin şûştin û ûtîkirin. Nîşandana cihêzê her tim dibû hinceteke xwenîşandanê jî. Nebûna cihêzê qîzekê yan jî kêmbûna wê dihat eyibandin.

Dema ku cihêz dihat raxistin, eşyayên malbata qîzikê û yên kurî cihê bi cihê, li gor hin adetan dihat raxistin. Li her taxê jinên pêşander hebûn ku ev kar ji xwe re kiribûn sinhet û bi xweşikî radixistin. Manto, tayor, dêre, blûz di hilcoyan de bi benan dihatin daleqandin. Taximên metbexê û karyoleyê, bi awayê ku nexşên wan xuya bikin, li ser benan dihatin raxistin. Di pêşandana cihêzê beşê herî balkêş ev bû. Kesê li van dinihêrî, ber çiyayên mişt kulîlk, çolterên bi kulîlkên çolê, gulzarên bi gulên rengorengo ve diçû. Xêlî, boxçik, şijde, xêliyên hemamê, kîsikên pereyan ên bi tayên hevrîşim, bi qordele û têlên zîv ên şikestî bi modelên ecêb ên stîlîze derdiketin pêş mirovan.

Birsen İnal

Gelek parçeyên cihêzê, berhema destkariyeke nayab bûn ku di demeke dirêj de pêk dihatin. Nîşandana vê kedê ya berî dawetê jî meharetke cihê diviya. (Wêne: Meral Özdemir)

Tabloyên Şahmaranê yên bi qenewîçê neqişandî hema hema di nav her cihêzê de hebû. Berik û mehfûrên kurdan ên bi hostayane û hezkirin kêl bi kêl dihatin dihatin raçandin jî li goşeya herî baş dihatin raxistin.

Parçeyekî girîng ê cihêzê jî boxçikên diyarîkirinê bû. Cihê bi cihê boxçik dihatin amadekirin ji bo merivên herî nêz ên kurikî û ji birazava û xanima birazavayî re. Ya herî girîng di nav wan de boxçika zavayî bû ku bûkê bi xwe ew dineqişand.

Cihêz sê rojan raxistî dima. Hin malbatan cihêz dihejmartin, belgeyeke mîna seneda cot-nisxeyî çêdikirin. Cihêz dibû malê bûkê. Kêmcaran be jî, heger li hev nekirinan, hemû cihêza di lîsteyê de didan bûkê.

Odeya bûkê bi cihêza bûkê bi rêkûpêkî dihat xemilandin. Dîwarê karyoleya zer lê, bêyî mehfûrê nedibû. Di van mehfûrên dîwaran de, ku kê lê binihêriya noqî alemeke çîrokan dibû, herî pir ên bi nexşên qîzrevînok, delala qehweger, xezal û teyrê tawis dihatin tercîhkirin. Gardropa duçavik, sindoq, qefesa li ser sindoqê yên ji dara gûzê, berkêşka acî, li ser wê qutiya zîvîn a xişran, komodîna ji dara gûzê û erzê, eşyayên serekî yên odeya bûkê bûn.

Birsen İnal

Di nav eşyayên cihêzê yên wekî sindoq û gardropan de girîngiyeke cuda ya makîneya dirûtinê û sindoqa çîtikan hebû. Yên li vir ji cihêza Remziye Özakbuluta Diyarbekirî ne ku di beşê “Hemamên Diyarbekirê” de jî qala rîtuelên hemamên di zarokatiya xwe de kiriye. (Wêne: Eren Karakuzu)
Di wê şeva hineyê ya zavayî de ku tenê mêr tev lê dibûn, hevalên wî li dor zavayê rûniştî yê nava hewşê, sêniya hineyê li ser destan çerx dibûn. Di vê hînê de stranên hineyên yên kurdî, tirkî û erebî dihatin gotin.

Berî şeva hineyê bi rojekê, bûk digel hevalên xwe û malbata xwe diçû hemamê. Hineya bûkê sêşemê, ya zavayî jî çarşemê êvarî bû. Hin malbatan herduyan di heman rojê de dikirin. Ji bo hineyê leganên sifir ên taybet hebûn. Hine bi halê tozê diket vê leganê, piştî ku ser wê şekirên rengîn ên bûkan û têlên sîmî dihatin xemilandin, li “boxçika qademe” (boxçika qedîfe yan jî etles a bi tayên zêr yan jî zîv neqişandî) dipêçandin ku dayîka kurikî ew amade dikir. Boxçika hineyê datanîn ser serê natoreyê taxê, tevî find û çerezan û digel du sê jinan ew dişandin mala qîzikê. Di vê hînê de ji ber dengê tilîliyan, li kuçeyan her kes derdiket ber derî û paceyan.

Hineya zavayî axleb bi saz, alkol û mezeyê bû. Herçend li gor baweriya misilmanan alkol heram qebûl dibû jî, kesî ji vî aliyî de li meseleyê nedinêrî. Pêkvejiyana qewman li Diyarbekirê tesîr li normalbûna vê kiribû.

Carinan kincê bûkaniyê, carinan ê hineyê, carinan jî taqiyê mereşî û şelwarê hevrîşim lê dihat kirin. Stirandina hineyê merasîmek bû. Hine ji aliyê qîzeke azib, bi qewet, xwedî tecribe û bikare eklê zevt bike ve digel dia û lîlandinan ve dihat stirandin. Dema şahî dewam dikir, li pêşî keseke xweşreqs a ji malbata kurikî sêniyeke hineyê di dest de, li paşî jî bûk û qîzên din, bi tilîliyan derdiketin hewşê, piştî ku diçûn destê mezinan, li ser sendeliyên xemilandî rûdiniştin. Heta ku find bitefiyana, sênî li ser destan digeriya û stranên bêsaz dihatin gotin. Berî hine tê bidin, dêya zavayî zêrek dixist mista bûkê. Bi awayekî formalîte, hine tenê di mista rastê ya bûkê de didan, zêr jî datanîn ser wê û bi destmala hevrîşim a dayîka wê amadekirî destê wê dipêçan. Di vê hînê de, jineke dengxweş kilamên dirêj û dilsoj dixwendin û bûk û dayîka wê bi girî ve dikirin.

Şeva hineyê ya li mala kurikî jî çer ku roj diçû ava, dest pê dikir. Kesên dihatin axleb taximek kincên lacîwerd yan jî qehweyî û îşligê spî yê bi hevrîşimê mongolî li xwe dikirin. Qumçikên vekirî yên jora îşligî ji ber racona qubedetiyê bû. Goreyên spî yên di nav solên pêncbendî yan jî yên modelên Jakolaya bipanî, miheqeq xuya dikirin. Hevalên nêz ên zavayî, nexasim jî yên xweş dîlanên herêmî dikirin, şelwar li xwe dikirin û şûtikeke hevrîşim a ecem, lahor û agabanî li pişta xwe girê didan. Jinan bes ji ser banî li hineya mêran temaşe dikirin.

Şeva hineyê kincekî taybet ji bo zavayî nedihat stendin, heta hinetêdanê herî pir wî xizmet ji kesên vexwendî re dikir. Gava meqama hineyê ya sazbendan dest pê dikir, zava li ser balîfa xemilandî û bi nexşên qenewîçî ya li nava hewşê rûdinişt, hevalên wî jî li dor wî çerx dibûn û sêniya hineyê li ser destê wan digeriya. Stranên hineyê bi awayê lecên kurdî, tirkî û erebî dihatin gotin. Gava zava radibû dîlanê, kesên vexwendî diketin reqabetê ji bo pereyan biavêjin ser serê wî û ev kêliyên herî xweş ên sazbendan bûn.

Birsen İnal

Berê bûk ji mala bavê xwe bi meşê dihat hildan. Aniha bi erebeyê tê kirin. Çûna bûkê ya mala kurikî jî bi hindek rîtuelan pêk dihat. (Wêne: Hüsamettin Bahçe)

Jina birazavayî û gorim sibeha dawetê bûk dibirin “ondêlecî” (kuafor). Mesrefên dawetê aîdî mala kurikî bûn. Piştî ku por û makyaja bûkê xilas dibû, kincê wê yê bûkaniyê lê dikirin û ew datanîn mala bavê.

Gava ku gore dixistin pêyê wê, dêya bûkê pere dixist hundirê goreyê. Ew jina ku nigê wê dişûşt hildida vî pereyî, gava ku bûk biçûya mala kurikî. Jineke hejar nigê bûkê dixist nav leganekê, bi misînî av lê dikir û dişûşt. Xwesûyê ew ava han li kulînê direşand bi mebesta ku dê bereketê bîne.

Bûk, piştî xwe dipêçand, diçû destê bavê xwe û mezinên malê û xatir ji wan dixwest. Nexasim jî gava bav û qîzê hev hembêz dikirin û digiriyan, her kesî bi girî ve dikirin

Berê bûk bi peyatî dihatin birin. Du kes diketin çepilê bûkê, li pêşî ew, li dawiyê jî qelebalix, bi tilîliyan di kuçeyê re dimeşiyan. Piştre jî xelkê dest pê kir bûkê bi erebeyê bibin. Piştî ku bûk ji mala bavê digirtin, ew di nav bajêr re digerandin, di deriyê bi navê deriyê êlê¹ re hindek kotûkêşan li dû xwe dihiştin û digihiştin hewşê. Kotûkêşa ewil, a her yek ji wan xwedî wateyeke cuda, ew bû ku gava zava û birazavayî di ser banî re şekir û pereyên hesin bireşanda, jê derbas bûbûna. Şerbikekî avê yê tûmek bexdenûs di nav de didan destê wê, ji ber ku çavê wê bi paçik û xêliyekê pêçayî bû, bêyî ku bibîne bi lez li erdê dixist, piştre hêkêk didan dest wê û wê jî ew li derî dixist û dişikand. Di dorê de, lazim bû ku di nav nigê xwesûyê re biçûya. Xwesû, di destekî wê de Qurana Kerîm di destê din de kêr, li ber derî disekinî. Bûk xwe xûl dikir, di nav nigên vekirî yên xwesûyê re derbas dibû û hemû kotûkêş li dû xwe dihiştin.

Malbata kurikî ji bo xwarinên dawetê, di nimêja sibehê de “niqre”² datanîn ser sêlingekê. Di dawetan de, havînî herî pir tirşik, savar, dolme, mehên zivistanê jî herî pir tirşika fasûliyan û savar dihat tercîhkirin. Peqlewe, peqleweyên pêçayî, zerde û borekên avî di pêş de pêkve dihatin çêkirin.

Cemaeta ku ji nimêja nîvro derdiket, tevde dihatin mala dawetê, piştî ku mewlûd diğhat xwendin, dest bi xwarinê dikirin. Hejar, dîn, zarokên taxê têra xwe ji vê xwarinê digirtin. Malbata qîzikê nedima şahiya şevê, piştî xwarinê heta serê kuçeyê ew verê dikirin. Di vê navê re, êvarî ji bo traşa zavayî û şahiya pêçandina wî, hêdî hêdî mêr û sazbend dihatin.

Birsen İnal

¹ Deriyê êlê: Deriyê biyaniyan. Li Diyarbekira Berê, ev têrm ji bo deriyê mêrî dihat gotin.
² Niqre: Qazana sifir ya mezin û duçembil.

Merhaleya dawî ya dawetê, şeva gerdekê bû. Gava li hewşê şahî berdewam dikir, xanima birazavayî û merivekî wê yê li mala kurikî diketin çepilê bûkê û ew dibirin odeya wê. Wan xêlî bi ser rûyê wê de dikir, heta ku zava bihata odeyê, li benda bûkê diman. Di vê navê re, ji bo ku zarokê wan ê ewil kurik be, zarokekî kur datanî ser nivîna zîfafê (gerdek).

Birazava sêniyeke mişt bi fêkiyên demsalî, şekirok û çerezan dadigirt û datanî odeya bûkê. Bûk û zava berî zîfafê miheqeq hinekî ji her xwarineke di vê sêniyê de tehm dikir. Wisa bawer dikirin ku yên ji vê sêniyê dihatin xwarin dê li bihuştê jî ji bo wan bihatinan pêşkêşkirin. Loma ev xwarinên ku wekî “teberik” dihatin binavkirin, di sibeha dawetê de her kesî çêj dikir.

Berberê şeva gerdekê, bi merasîmekê zava traş dikir. Di dema traşê de, kesên vexwendî bi mebesta bexşîşê, pere bi pêşgîra wî ve dikirin. Ev traşa herî demdirêj bû di jiyana zavayî de. Hem ji ber heyecana gerdekê hem jî vi rastî berberî her bi derengî dixist. Di dema traşê de strana “Berber” dihat gotin û di navbera stranê de jî “Xezela Berberî” dihat xwendin.

Zavayê ku cilûbergên wî bi stranan, mayayan li ser destan digeriyan û yek bi yek lê dihatin kirin, hevalên wî sendeliya ew li ser bi hev re sê caran bilind dikirin jorê û dadixistin. Gava dihat anonskirin ku dawet bi dawî bûye, cara dawî zavayî û hevalên wî govenda mêran a Diyarbekirê digirtin.

Birsen İnal

“Traşa zavê” ya roja dawetê, parçeyekî girîng ê şahiyê bû. Ji ber ku di dorê de “gerdek” hebû, ji bo ku heyecana zavayî zêdetir bikin, traş bi derengî dixistin.
Piştî ku şahiya dawetê bi dawî dibû, hin kesên vexwendî diman, bi xwendina xezel û mayayan zava li kuçeyan digerandin û axir ew datanîn ber deriyê mala wî. (Wêne: Arşîva Mahmut Boz)

Dema ku şahî xilas dibû, hindek ji vexwendiyan diçûn, ên mayî zava digerandin. Dema ku xezel û maya dihatin xwendin, kom disekinî û li mayayê guhdarî dikir, gava ku xilas dibû bi tekbîran dimeşiyan. Qefleya zavayî gava di kuçeyan re derbas dibûn, çavên meraqdar ji der, pace û banan li wan dinihêrîn. Gava ku zava dihat gerandin, ji ber ku ji cinan ditirsiyan û wisa bawer dikirin dê bêyomiyê bi xwe re bîne, di bin ebareyan¹ re derbas nedibûn. Gava dihatin derê kuçeyê, qedeha ku êvara hineyê ji mala qîzikê dizîbûn didan dest zavayî û jê dihat xwestin ku bişikîne. Piştî ku zavayî qedeh dişikand, bi awayekî adetî digotin “pişta te xweş” û hevalên wî li pişta wî dixistin û ew di derî re derbas dikirin. Lêdana piştê carinan ewçend ji adetê derdiket ku zava êdî tam lêdan dixwar. Ji bilî birazavayî her kes diçû mala xwe. Zava piştî ku destnimêja xwe digirt, diçû destê dêya xwe û diayên xêrê jê werdigirtin.

Bûkê, zava li ser pêyan pêşwazî dikir. Bûkê şijde radixist û zavayî li ser du riket nimêj dikir, berî ku xêliya xwe rake, xelata rûvekirinê dida bûkê. Ji bo xelata rûvekirinê axleb zêrê pêncyek [zêrekî berdêlî pênc zêran] pê ve dikir.

Herdu ciwanên hev nedîtî heger ji ber nerihetiyekê yan jî heyecana şeva zîfafê tûşî nelirêtiyekê bibûna, birazayî zava bi lez û bezê dibir yek ji hewizên Dingilhava, Kupelî, Balixliyê. Heger rewş neguheriya, li cem hin malbatan torre derdiket pêş û bûk tavilê ji bo mala bavê dihat şandin.

Geryana ji bo dîtina bûkê piştî dawetê bi deh rojan dest pê dikir û hema bibêje salekê dewam dikir. Xizmên nêz û dûr tevde, kirîv, ehbab, cîran, bi diyariyên li gorî rewşa xwe ya aborî, diçûn bûkê bibînin. Diyarî li gor pêdivî û kêmasiyên mala nûraxistî dihatin bijartin. Çay, qehwe, heger havîn bûya lîmonata, çorek yan jî “kehkî”ya bi zencefîl, mewîj û hejîrên hişk, ku li malê dihat amadekirin û li fireneyên taxê dihatin patin, dihat îkramkirin

Birsen İnal

¹ Ebare: Avahiya tonozî ya ser kuçeyê vedigire.
Pêşî malbatê biryar datanî ka ciwanên berzewac ên siryanî li gora hev in an na, ciwanan piştre hev nas dikirin. Wêne di merasîma zewacê ya Maria û Ferit Kasar ên keldanî de hatiye girtin. (Arşîva mala Kasaran)

Rêya zewacê ya ji bo ciwanên siryanî ya di rojên berê yên Diyarbekirê de bi kevneşopiyan dagirtî bû. Çi cîran çi jî meriv ji bo ciwanên berzewac û eskeriya xwe kirî bi gotinên “De hadê vî zarokî bizewicînin, em murweta wî bibînin,” hewl didan dê û bav qaneh bikin. Mezinên malê jî, yên derdorê jî, dest pê dikirin çavê xwe li namzedeke minasib bigerînin. Em siryanî, ji ber ku em civakeke di nava xwe de ne, kêm peyda dibe ku qîz û xortek li derve hev bibînin û teşebisî zewacê bikin.

Pêşî mezinên malê li wan qîzên malan dinerin ên ku cîran û merivan pêşniyaz kirine, heger biryar bê danîn, haya malbata qîzê jê tê çêkirin. Piştre hewl didin ku qîz û xort hev bibînin. Ev axleb li dêrê yan jî li mala ehbabekî pêk tê. Heger xweşûbêşiya wan bi mala qîzikê re hebe, dikarin biçin mala wan jî. Ciwan hev dibînin û heger her du alî jî bibêjin erê, vê carê diçin mala qîzê ji bo ku wê bixwazin. Bi vî awayî kar resmiyetê werdigire.

Biwêjeke bi awayê “mala qîzê mala naziyê” heye. Mala qîzê qewl dixwaze ji bo lê bifikire, herî dawî jî vedixwînin malê. Bi vî awayî cardin diçin mala qîzê û tê xwestin. Merivên qîzikê, gotinê hewaleyî hevûdu dikin, axirî jî mezinekî malê dibêje “Xêrê jê bibînin” û qîzê dide. Di vê navê de, malbata kurikî xişrekê bi qîzê ve dike. Ev pirî caran xaçeke zêrîn a sembola dînê me ye. Bi vî awayî tê herêkirin.

Can Şakarer, Serokê Desteya Mitewelî ya Weqfa Dêra Qedîm a Siryanî ya Dayîk Meryemê li Diyarbekirê

Piştî maweyekê, malbata kurikî niyeta xwe ji malbata qîzikê re dibêjin ji bo ku bên hungulîskê pê ve bikin. Her du alî rojekê diyar dikin, malbata kurikî xişr û diyariyên ji bo qîzê, selika alkolê, tepsiya bi çîkolatayên curbicur û şekirbehîvan amade dike. Malbata qîzikê ji meze û xwarinên vurbicur ji bo ezimandina mêvanan amade dike.

Di roja diyarkirî de malbata kurikî tevî keşe, birazava (kirîv¹) û merivên xwe yên pirî nêz diçin mala qîzikê. Piştî fesla bixêrhatinê, keşe hungulîskan pîroz dike û dixe tiliyên ciwanan. Hindek kesên ji koma kurikî, alkol û şekirokan îkramî cemaeta haziran dike. Di vê navê de, hindek kesên ji koma kurikî diyariyên xwe didin qîzê. Paşê pêkve derbasî ser xwarinê dibin. Heger saz û stran hebe, carinan merasîma nîşanê heta sibehê didome.

Xortê ciwan piştî nîşanê bi maweyekê diçe mala qîzê, xwarinên mîna ziyafetê tên amadekirin. Di vê pêvajoyê de car carinan malbata kurikî jî malbata qîzikê vedixwîne xwarinê. Di cejnan de malbata qîzikê yan jî ya kurikî, yek ji wan miheqeq a din vedixwîne xwarinê. Di dema vê vexwendinê de, malbata kurikî xelatekê dide bûkê. Ev pirî caran xişrek e. Her wekî ku di sersalê de jî xişrek bo bûkê tê diyarîkirin, herdu alî jî di sersalê de diyariyan didin hevûdu. Ev çûnûhatin bo demekê didome. Çi ji bo hevnasîna bûk û zavayî çi jî ji bo hevnasîna malbatan be, ev ziyafet pir mifadar in.

Can Şakarer

¹ Kirîv: Kesê ji dostên malbata bûkê yan jî zavayî tê bijartin ji bo rîtuelên zewacê rehettir bike, bibe alîkar di vê pêvajoyê de.
Zava çi çax biçûya serdana malbata bûkê, sifreyên ziyafetê dihatin raxistin. Sifreya herî biîhtişam jî ji bo dawetê dihat raxistin. Ev dîmen jî ji xwarina dawetê ya Truman Şakarer e. (Arşîva malbata Şakareran)
Çorek-şikandin adeteke girîng a nîşan û şevên hineyê bû. Ya meqbûl ew bû ku di vê navê re meriv bikare parçeyekî mezin ji çorekê biqurêfe. Ev sehne ji nîşana Şakareran a 1965an e. (Arşîva malbata Şakarer)

Piştre ji bo mehra dewletê randewû ji malbata qîzê tê xwestin. Gava ji bo mehrê diçûn mala qîzikê ku nasnameyê bixwazin, dîsa xişrekê diyariyî wê dikirin. Hema hema ji bilî xizmên nêz ên her du aliyanti kes ji bo mehra dewletê nayê vexwendin. Malbata kurikî ziyafetekê dide ji bo kesên ku piştî mehrê tên malê.

Her du alî rojekê ji bo dawetê diyar dikin. Ev jî axleb dawiyên hefteyan pêk tê. Îniyê êvarî li mala qîzikê hine çêdibe. Merivên nêz ên malbata zavayî û vexwendiyên malbata bûkê tev li şeva hineyê dibin. Ji bo vê merasîmê malbata zavayî çorekeke teqrîbî bi çapa 40 cm, şekirok û diyariyan amade dike. Piştî ku keşe diayekê dixwîne, keşe, kirîvê zavayî û kirîva bûkê, ev her sê, bi destekî çorekekê bilind dikin û dişkînin. Meharet ew e ku parçeyê mezin ê çorekê biqurêfin.

Piştî vê merasîmê derbasî xwarinê dibin. Piştre jî miheqeq şahî çêdibe. Di hîna vê şahiyê de hine tê stirandin. Bi hineyê radibin dîlanê, dilîlînin. Tevî hineyê, zêrekî ji aliyê kirîvî ve li mista bûkê tê kirin. Hineyê bi destê zavayî û mêvanên şevê de didin. Yên bixwazin dikarin parçeyekî hineyê bibin mala xwe. Carinan ev merasîm heta sibehê didome. Roje şemiyê her kes hewl dide westa şeva borî ji ser xwe bibe, çinku roja yekşemê dê westeke zêdetir çêbibe.

Roja şemiyê êdî kirîvê zavayî dikeve dewrê. Li cem me gava zarok ji dayîk dibe, heger bixwaze xizmekî malbatê yan jî kesekî wan ê pir semîmî, dibe talibê bavîtiya waftîzî ya zarokî. Heger zarok kur be ji aliyê mêrekî ve, heger qîz be ji aliyê jinekê ve tê hilgirtin. Kirîvantî li gor têgihiştina me wezîfeyeke giran e; yên dibin kirîvên hevûdu heta heft nifşan nikarin qîzê bidin hevûdu.

Kirîv zava û hevalên xwe vedixwîne hemamê. Li cem me ji vê re dibêjin “hemama zavê”. Hemam tê girtin, wê gavê êdî tu kes ji derve nayê hildan. Di ber şahiyeke biçûk re hemama xwe dikin. “Hemama bûkê” ya ji bo bûkê jî kirîva wê dike.

Can Şakarer

Dawetên siryaniyan bi xwarin, alkol û têr bi şahî ye. Piştî dansa bûk û zavayî pêkve dilîlînin, kilam û stranên tirkî, siryanî, ermenî, kurdî tên gotin. (Wêne: Arşîva malbata Şakareran)

Yekşem, roja dawetê ye. Ber bi nîvroyê ve berber gazî mala zavayî dikin, bi muzîk û alkolê traşa zavayî dikin. Piştî nîvro malbata bûkê, bi yek du malbatên nêz re diçin bûkê wergirin. Ji bo vê wesayiteke li gor tax û sikaka mala bûkê hildibijêrin; ev jî faytoneke xemilandî yan jî erebeyeke xemilandî ye. Li mala bûkê, qehwe yan jî lîkorê îkramî mêvanan dikin. Piştî vir jî diçin dêrê ji bo mehra dînî. Vexwendiyên dawetê, malbata bûk û zavayî li dêrê amade dibin.

Keşe heta ku belgeya mehra fermî nebîne, ebeden mehrê nabire. Piştî ku merasîm temam dibe, gava ku bûk, zava, dê û bavên herduyan û birazava (kirîv) ji dêrê derdikevin, dikevin dorê ji bo ku pîrozbahiyan qebûl bikin. Xişra ewil û diyarî ji aliyê malbata zavayî ve bo bûkê tê dayîn. Ji bo pîrozbahî û diyariyan, piştre dor tê ser kirîvê zavayî, paşê jî ser vexwendiyan.

Heta demekê jî dawet li malan dihatin kirin, paşê salonên dawetê hatin tercîhkirin. Dawetên me miheqeq bi xwarin, alkol û saz û stran in. Her kes bi kêfa dilê xwe şa dibin, dilîlînin, kilam û stranên tirkî, siryanî, ermenî û hinekî jî yên kurdî tên gotin. Bi şev piştî wextekê bûk û zava derbasî odeya xwe dibin, piştî maweyekê jî dawet bi dawî dibe. Duşemê her kes îstirehet dike.

Roja şemiyê, kirîv dawetekê dide mala zavayî ji ber ku êdî bûne bûk û zava. Li vir jî mîna daweteke normal kêfa xwe dikin. Xwarinên tên îkramkirin piranî serûpê û hûrûrovî ne. Lê helbet ji bilî van, xwarinên cuda yên Diyarbekira me jî li ser sifreyan cihê xwe digirin.

Can Şakarer

Ji merasîma zewaca jin û mêrekî ermenî li Dêra Surp Giragosê. (Arşîva Mehmet Şimşek)
Ji mehra Ayşe-Behzat Tatlısoy.
Ev wêneyê kevn ê dawetê ji arşîva Darap Işık e.
Ji daweta Füruzan-Orhan Saraç. (Arşîva Melek Çiçek)
Ji merasîma nîşanê ya Aydın-Gönül Uzatmacıyan. (Arşîva malbata Şakareran)

Werger: Murat Bayram, İnan Eroğlu

 


 

ÇAVKANÎ

Birsen İnal
İnal, B. (2013) Özümsen Diyarbekir, Weşanxaneya Lîsê, Diyarbekir.

Can Şakarer
Kesên jêgir: Adnan Palakoğlu, Janet Bedro

KEVNEŞOPÎYA JI DERDOŞÊ HETA GORÊ DIDOME
BEŞA BÊ
KEVNEŞOPÎYA JI DERDOŞÊ HETA GORÊ DIDOME