Lê Bigere
PÊŞANGEH
ŞEV Û ROJÊN KÊFÛŞAHIYÊ LI BAJÊR
ŞEV Û ROJÊN KÊFÛŞAHIYÊ LI BAJÊR
Kesên ku dixwestin “îstirehetê” li qeraxa Dîcleyê bidomînin, hin caran li “hulle”yên zil û qamîşî diman. Wêne ji salên 1950yî ye.

Dema ku tê gotin şahiya li Diyarbekirê, hewce meriv cihê bi cihê bala xwe bide şev û rojan. Plansaziya bajêr a di nav hev de gava bi avûhewayê re gihiştiye hev, çareserî ji cografyayê hatiye. Seyrangeh û cihên mesîreyê yên li Diyarbekirê tim û dayîm ji dîn û çînayetiyê wêdetir bûne cihên civatî yên hevdîtinê. Lêkoler Kenan Özhal derheqê kultûra “çixarî” ya aîdî van deran, herweha derheqê marez (panayir) û şevên welîme û harifaneyên bajêr de nivîsiye.

Mehmet Mercan jî qala qehwexaneyan kiriye ku hem bi fîzîkî hem jî bi fonksiyonî ji mekanên îrorojê cudatir in. Mercan herweha bi perspektîfeke berfireh li serpêhatiya jiyana şevane ya bajêr a tevî bar, pavyon û meyxaneyan nihêriye.

Diyarbekira ku kelehbajarek e, heta nîvekê sedsala 20î ev taybetiya xwe parast, xelkê di nav bedenan de xwe ewle hîs kir. Di nav salan re tevî ku qada cihnişîniyê ya bajêr wekî xwe jî ma lê nifûsa wê her guherî. Ji ber ku hindek zevî û baxçeyên li nav bedenan ji destpêka salên 1900î pê de ketine ber îmarê, hewşên xanî û qesrên mezin bi dîwarên bêçavî ji hev hatine veqetandin û bûne jîngeh ji gelek malbatan re. Ji ber ku ev şêwejiyana di nav hev de, sikakên mîna labîrentan, baxçeyên biçûk ên li hewşan têra hewcehiyê nekiriye, xelkê çûna çixariyê yanî ya seyrangehên cuda di mehên bihar û havînan de ji xwe re kiriye adet.

Malbatên dewlemend diçûn koşk û xincikên xwe yên li nav rezên Newala Dîcleyê, yên bax û bîstanên wan li qeraxa Dîcleyê heyî diçûn van deverên hênik û şêniyên sade yên ne xwedî van derfetan jî bi roj diçûn baxçe û seyrangehên li derveyî Sûrê. Axilbe wan ew rojên bi navê “hewaya simbilî” ji bo vê yekê tercîh dikirin ku ewr di wan rojan de diman baqên simbilan. Ev hewaya ewravî ya bêbaran û car caran tav kêşayî bin siya xwe îdeal bû ji bo çixariyê.

Dîroka destpêkirina çixariyê li Diyarbekirê duşema ewil a sibatê bû ku her weha roja Kop Cemrosî û ya Bekir Axayî jî digotinê. Di vê roja mihîm a bajêr de dibistan diketin betlaneyê, daîreyên fermî jî danekî dixebitîn. Ev roj herweha roja ewil a parêza filehen Ortodoks bû berî dest bi Rojiya Nînowayê bikin. Heger dinya ne şilî be, misilman, xirîstiyan, her kes xwarinên wekî ciger û qeliyê diqelîne û di tepsiyan de qedeyifan amade dike. Li cihê Şemsiyan ê li derveyî Derê Mêrdînê kom dibûn. Şahî heta berêvarê didomiya.

Kenan Özhal, Perwerdekar, Lêkoler

Dema çixarî li bajêr duşema ewil a sibatê dest pê dikir. Heger wê rojê ne şilî bûya, herçî misliman û xirîstiyan li seyrangehan hev didîtin. Ev wêneyê aîdî salên 1930î li seyraneke Koşka Seman hatiye girtin. (Arşîva Oruç Ejder)
Newala Benûsenê yek ji wan cihên herî tercîhkirî bû di nav wan seyranan de ku digel xwarin û vexwarinê herweha mosîqa jî ji wan kêm nedibû. (Wêne: Arşîva Oruç Ejder)

Em dikarin di ser şopa tecribeya çend nifşan û ya çendîn jêderan re li mekanên vê kultûrê yên xwedî girîngiyeke mezin di nav jiyana bajêr de bigerin.

Berê ji wê herêma navbera Gundê Elîparê û bedenan re digotin Açıksu ku yek ji cihên tercîhkirî bû ji bo seyranê. Ev der, herweha ji bo cihê marez û bazarê jî hatiye bikaranîn. Qestala Ereban a herweha bi navê Baçeyê Erebî jî, îro roj dikeve texma hemberî nîzamiyeya aîdî DSIyê. Berê jî cihê çixariyê yê bi navê Gulexwîn (Kanlı Gül) li cihê niha yê Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê hebû.

Milê çepê yê rêya baxçeyên robarî cihê çixariya Goksu Guzel û milê rastê jî cihê çixariya Hiyarlıkê bû li ser rêya çep difetilî ji Derê Rihayê. Herêma li başûrê Derê Rihayê, ya ku daretûyên wê bi îhtimaleke mezin ji bo kurmeqozan dihatin mezinkirin, Meydana Herîrê bû û navê wê yê din jî jixwe “kurmxane” ye.

Xemnerevîna di risteyên “Nabe rêgir li zewqa digel yarê hevrikê wî derbider / Min peyda kiriye mekanekî Xemnerevîn mizgîniyê dike li dor û der” ên Alî Emîrî de jî li Newala Benûsena li derveyî Derê Rihayê bû.

Ji bircên Şagird û Westayê re bircên Benûsenê jî dibêjin. Baxecihê tevî qismekî cobarên li başûrê bajêr ê derveyî Sûrê jî ji ber heman sedemê wekî Benûsen tê binavkirin. Ev newal yek ji cihên herî tercîhkirî yên çixariyê bû. Roja îro temamê wê bi avahiyên serobero tije bûye.

Li derveyî Derê Çiyê, ji sehaya hemberî hema Kolana Lîseyê re, ku navê lîseyê pêşî Diyarbekir bû û paşê wekî Ziya Gokalp hat binavkirin, digotin Cinobaşi. Paşê Dibistana Hunerî ya Kuran li vê kevneqada goristanê hat lêkirin. Ev der, mehên biharî, cihê werzîşê yê zarok û ciwanan bû. Berê zêdetir “çirrê”, “sêgavî”, “berkanî” û paşê jî futbol dihat lîstin.

Qada çixariyê ya bi navê Çuxuran, navê xwe ji koncalên li qatoran (kana keviran) digire ku berê li herêmê li kar bûn. Ev der ji ber şûncihê xwe yê bayî wekî qadeke bêhnvedanê ya hênik û hewadar a bajêr dihat naskirin. Axilbe cihekî wisa bû mêr lê digihiştin hev û kebab dibiraştin, qedayif û kahkî dixwarin. Herweha eraseya koşka li ser navê Muradê 4em ya li ser mewqiya Seyrantepeyê lê di nav salan re hilweşiyayî jî, cihekî mesîreyê yê ecibandî bû ji ber hênkahiya havînê.

Kenan Özhal

Sûlava Fîsqeyayê ya di ser şikefta Meqamê Ûnis Pêxember re ji ber berniga xwe ya xweş a temaşekirinê, her dem bûye cihekî hêjayî eleqeyê. Wêne ji serê sedsala 1900î ye. (Arşîva Oruç Ejder)

Baxçeyên Hewsela ku yek ji hemanên serekî yên nasnameya bajêr e, bi tena serê xwe xwediyê bi dehan cihên çixariyê bû. Alî Balî, Cîn Elî, Odeya Xizna, Kaniya Savoxê, Çavbilbilê [Bülbül Gözü], Zeviya Keşîşan, Mela Faraq, Hewzê Poxlî, Qabaqulax, Çolo Murdo tenê hin ji van in.

Di dawiya sedsala 19an de, berî ku avahiya Lîseya Diyarbekirê û Nexweşxaneya Numûneyê (Nexweşxaneya Gurebayê ya berê) li Fîsqeyayê hatin lêkirin, li vê derê avahiyeke xirbe ya bi navê Koşka Behram Paşa yan jî ya Receb Paşa hebû. Ev herêm bi navê Ava û Baxçeyê Çirçir (Şirşir) dihat naskirin. Arif Efendiyê Pirinççizade di dema xwe ya şaredarbûnê de li vir barûyek daye lêkirin, kulîlk dane çandin û navê “Baxçeyê Miletî” lê kiriye. Baxçeyê Çirçirê, nexasim rojên yekşeman, cihekî wisa bû ku çi misilman çi fileh û çi kal û ciwan, bajariyên ji her tebeqeyekê ew tercîh dikir. Baxçeyê Pîranî yê xwedî birkeaveke cemidî jî yek ji wan baxçeyan bû xelk diçûn li wir kebab sor dikirin, li ber saz û tembûran vedixwarin û kêf û şahî dikirin. Di sedsala 18an de, li gor ku Ebûbekir Feyzî neqil dike, dîsa li wî cihê li nêzan ê bi navê Zinarê Xwar [Eğri Kaya] yan jî Baxçeyê Zinarî jî jinan dendikên qelandî yên şebeş, petêx, kundir û xiyaran çerez dikirin û şahiyên bi navê “çiti yok” (çerez tune) li dar dixistin.

Robarê Peyasê û Ava Xendekê, ku berî çêkirina Fabrîkeya Vexwarinê ya Tekelê bi awayekî vekirî diherikî, bi awayê sûlaveke biîhtişam ji Fîsqeyayê di ser şikefta Meqamê Ûnis Pêxember re diherikî xwarê. Nexasim piranî diçûn ji bo temaşekirinê ji ber berniga wê ya xweş a temaşekirinê.

Kor Tiken, Daresinc, Qentere, Şah Bûdaq, Şakkul Acuz, Balîfk-Bûrsa, Bari Qîz, Sekûya Were Min Bibîne, Baxçeyê Zincîrqiran, Girê Kuxikê, Baxçeyê Hêştir-melês, Darereş, Seyrantepe hin ji wan cihên din ên çixariyê bûn ku em dikarin navê wan di bîr bînin.

Kenan Özhal

“Ti manendeke baxê Rihanê û bîstanê wê yê birêkûpêk ê li qeraxa Şet el-Ereb (Çemê Dîcleyê) ê Diyarbekirê li herêmên Enedolê, ereb û eceman tune ye. Di demsala biharê de gava hilhatina Şet el-Ereb derbas dibe, ava wê ya şîrîn dipengive û dest pê dike diherike, hejar û dewlemendên Diyarbekirê bi kom û kulfetên xwe re koç dikin ber keviya Şetî. Li qeraxa çêm, di nav wan tixûban de, ku bi werasetê ji bav û kalên wan maye, konê xwe vedidin û petêx, şebeş û sebzeyên curbicur û kulîlkan li bîstanên xwe diçînin. Cureyeke taybet a rihanan li vir li ser tixûbê her kesî tê çandin û di mehekê de heçku dibe daristan. Gava qama wê digihije rimekê, ne mimkin e ku di wê rihanê re meriv hundir bibîne. (…) Hewz û şadirwana ji çemê li her qilûbeyê ji ava Şetî ye. Cihok û avrêka di nav her bax û bîstanî de vebûyî, ava Şetî herikandiye nav bîstanan. Temam di heft mehan de her kes bi heval, hogir û destbirakên xwe re bi şev û rojan li qeraxa Şetî bi hey hoyê û saz û gotinê dixwe vedixwe û zewqên mexsûsî seraya Huseyin Baykara çêj dikirin.

(…) Petêxên avî yên li van bîstanan mezin dibin li ti herêmeke din çênabin. Dibe ku petêxên Wanê ku je re dibejin petêxê Bohtan, dişibî pêkeve. Lê belê petêxê Diyarbekirê gir, zêde avî, û tehma wê jî xweş e. Cure-bêhneke wê ya xweş a mîna misk û enberê heye û herçî kesê ew carekê xwarî heta hefteyekê bêhna petêxî ji difna wî naçe. (…) Mirov ew wekî diyarî dibin cihê ku heta teze bimîne. Gelek kes bi darçîn, qurnefîl û rizê re xwarina zerdeyê ya keşfa Muawiyeyî çêdikin. Li Enedolê ne mimkin e ku mirov zerdeya petêxan a evçende bêhndar ji hingivê Atînayê çêbikin. Lêbelê şebeşê wê ne hêjayî pesindayînê ye. Ji aliyekî din ve, rihana wê hinde mezin dibe, di nav heft heşt mehan de dikeve halê sing û stûnan ji bo konan. Dema sohtinê bêhn didin her wekî simbila Hitayî. Kurt û kurmancî, xelkên cîhanê ji zewq û şahiya qeraxa vî Şet el-Erebî yê xelkê Diyarbekirê dihesidin.

(…) Her şev qeraxa Şetî bi qendîl, find û fanosan tê xemilandin. Mirovan lambeyên dohnî bi hezar texlîtan dixemilandin û tevî şimayê ew datanîn ser textikan. Çiraxên li ser Şetî yên ji aliyekî heta aliyê din, şevên tarî heçku vediguherînin rojên ronî. Li her qilûbeyê sazbend, xwînende, qirdik (teqlîdker), meddah, herweha ûdî, çartayî, şeştarî, berbudî, qanûnî, çengî, ribabî, mosîqarî, tembûrî, sentûrî, nefîrî, neyjen û deheng-jen hebûn. Kurt û kurmancî, piştî kêfşahiya Bayqereyî hemû sazbendan heta wexta Şafiî (şefeq), miezîn bi dengên xwe yên şewat hemd û medhan dixwînin û aşiqên dilsoz ên ehlê terîqetê tewhîda Fîsagoras-î Tewhîdî dikin. Çinku xelkê Diyarbekirê tevî ku bi temamî ji terîqeta Hacegan (Neqşebendî) û Gulşenî jî bûn, ji zewq û şewqa tewhîdê jî nediman. Xulase, li vî Baxê Îremê sihbetên wan ên gotegot û gumegumê hene û diakar in ji dewama dewleta padeşahî re. Xweda qedema wan bilind ragire.”

Ji geştnameya Ewliya Çelebî

Van Bruinessen, M. ve Boeschoten, H. (ed.), (2003) Evliya Çelebi li Diyarbekire yê [Evliya Çelebi in Diyarbekir], (wer.) Tansel Güney, Weşanxanê ya İletişimê, Stenbol: 279-281.
Ewliya Çelebî di geştnameya xwe pir pesnê ew cure rihanan dide ku di demeke pir kurt de gir û geş dibin û gava tên sohtin bêhn didin wekî simbila Hitayî. (Wêne: Türkan Kılıç, DIFAK, 2014)
Du hefteyan sax li çend cihên marezê yên bajêr, canbazan xwe raber dikir, kumpanyayên şanoyê jî lîstikên xwe nîşan didan. (Wêne: Arşîva Oruç Ejder)

Cihê kevnemarezê yê têzan di navbera bedenên bajêr û Gundê Elîparê yê navendî de bû. Di dema xwe de karwan ji Hindistan û Îranê dihatin li vir dadiketin xwarê. Ji ber hindê jî bazara Diyarbekirê li vî şûncihê marezê dihat danîn. Ji ber ku qalpaxên avrêka ji Elîparê heta Cami-î Kebîrê (Mizgefta Mezin) jê hatine rakirin ji bo pêdiviya avê ya rêwiyan, navê Ava Vekirî (Açık Su) li herêmê kirine.

Marez panzdeh rojan dewam dike, piştî ku diqede gelek malbat konê xwe vedidin, “hulle”yên¹ ji qamîşan çêdikin û heta dawiya meha Gulanê li vir diman. Marez heta Herba Rûs-Osmaniyan a 1877-1878an dewam kir. Cihê marezê jî heta wê demê bi kar hat û dewam kir, heta ku li Elîparê koşk hatin lêkirin û bax hatin danîn.

Cihekî din ê marezê jî ew qada li hemberî Derê Çiyê bû ku îro roj Fabrîkeya Tekelê û Lîseya Ali Gaffar Okan lê ye. Li vir tenafbaz hinerên xwe nîşan didan, zirnazîq û geredolab dihatin danîn. Şîrînçax Daşîya pir nêzîkî vê qadê û di navbera Nexweşxaneya Numûneyê, Lîseya Diyarbekirê (Îdadî ya berê) Fabrîkeya Vexwarinê ya Tekelê de cihekî çixariyê bû ku di mehên bihar û payîzê de nexasim jinan bi zarokên xwe re diçû li wir kêf û şahî dikir. Ji ber meznezinarekî xwar î bilind bi çend mîtroyan ku xasma jî zarok derdiketin ser wê û xwe dişemitandin jêrê, navê Şîrînçax (şematok) li vir kirine.

Kenan Özhal

¹ Hulle: Avahiya bi zil û qamîşan a sê aliyên wê û ser wê girtî.

Ji xwarinên ziyaretê yên seba dawetan re digotin “şevên welîmeyê”. Ji “welaîm”a (dawet) peyva erebî derbasî devoka Diyarbekirê bûye. Axilbe jî ji bo wan sifreyên xwedî gelek xwarinên curbicur hatiye bikaranîn.

“Şevên harifaneyꔹ jî ji bo wan sihbetên dostan ên bixwarin û bêalkol dihat gotin ku sihbetên ilmî, edebî, dîrokî lê pêk dihatin û meseleyên rojane dihatin nîqaşkirin.

Wateya peyfa “harif”ê, “esnaf” e. Ev şevên xwarinî yên wisa bûn ku mêrên bêhtir bajarî û yên rewşa wan a civakî û ekonomîk nêzîkî hev tev lê dibûn. Li her kîjan malê kom bûbûna, bi xwarin û şîraniyeke taybet a metbexa Diyarbekirê re diçûn û piştî nimêja êvarê rûdiniştin ser sifreyê. Malxwê xizmeta mêvanan dikir û piştî xwarinê, bixwe îkrama çay û qehweyê dikir. Xwarinên ku xilas nedibûn li wê malê diman, li kesên feqîr ên taxê dihatin belavkirin.

Kenan Özhal

¹ Li gor Abdüssettar Hayati Avşarê lêkoler, rojnamevan û nivîskar, ne şevên welîmeyê lêbelê şevên harifaneyê aîdî kultûra Diyarbekirê bû.
Şevên welîme û harifane ew civatên dîwana dostan bûn ku mexsûsî mêran bû, xwarin lê hebû û sihbetên di mijarên cuda de lê dihatin kirin. (Wêne: Arşîva Oruç Ejder)

Herçiqas îro roj zêdetir wekî mekanê betal û ewareyan bê dîtin jî, demekê ew qehwexane, çayxane bûn ku mirovên rêzdar ên bajêr diçûn wan û kultûreke mexsûsi van deran hebû.

Li hin çayxane û qehwexaneyan, nexasim bi şev piştî nimêja eşa, roman, çîrok û destan dihatin xwendin. Ev piranî ew cengên Hezretî Elî, romanên li ser jiyana lehengên navdar ên wekî Ristemê Zal, Betal Qazî, Şah Îsmaîl, Koroxlî, Şahmaran, çîrokên evînî yên navdar ên wekî Kerem û Aslî, Yusif ile Zuleyxa, Arzû ile Qember, Ferhad ile Şîrîn, Mem û Zîn, Zembîlfroş, Sîpanê Xelatê bûn. Kesê xwendî, di cihê herî heyecanî yê serpêhatiyê dihişt ji bo ku cihê mayî ji êvara dîtir re bimîne. Carinan dengbêj dihatin, destanên navdar bi dengê xwe yê şewat li ber erbaneyê digotin.

Mehên Remezanê ev derên han qelebalixtir dibûn. Mêrên ku piştî fitara li malê diçûn mizgeftan ji bo nimêja Terawîhê, piştî nimêjê derbasî çayxaneyan dibûn, heta saeta sihoran tev li sihbetên dînî dibûn, xwe pê mijûl dikirin. Li hin çayxane û qehwexaneyan şahiyên Remezanê bi rê ve diçûn. Axilbe dahata peşkên tombeleyê yên berdewam heta sihoran, ji komeleyekê re, piranî jî ji Kızılayê re dihat hiştin.

Mehmet Mercan, Rojnamevan, Nivîskar

Qehwexaneyên ji jiyana civakî ya Diyarbekirê ew mekanên hêja yên xwedî kultureke wisa bûn ku li halê xwe yê îro roj bi bîr dixe nake. (Wêne: Fatma İşmen)
Qehwexaneyên “bisehne”, ne tenê cihên lîstikên curbicur ên wekî domînoyê bûn, herweha lê konser pêk dihatin û lîstikên şanoyê dihatin nîşandan. (Wêne: Nevin Soyukaya)

Li taxên cuda yên bajêr çayxane û qehwexaneyên navdar hebûn. Giregirên taxê li van deran ji aliyekî ve sihbet dikir, ji aliyê din ve jî nergîleya xwe dikêşan. Li hin ji wan quncikên sihbetê, maseyên pînpong û bîlardoyê, li piraniya wan jî sehne hebûn. Li van sehneyan, hin komên fesl û şanoyê yên hatî bajêr, ku di nav wan de yên navdar jî hebûn, bername li dar dixistin.

Di wan salan de şanogerên navdar ên wekî Muammer Karaca, Avni Dilligil, Kemal Dirim, İsmail Dümbüllü û îluzyonîstên navdar ên wekî Zati Sungur, Abrakadabra (Lütfi Demirtok), ku gelek caran dihatin bajêr, rastî eleqeyeke mezin dihatin. Nexasim jî Kemal Dirim, li ser sehneyê esprîyên derheqê tîpên naskirî yên bajêr de dikirin, rastî çepiklêdaneke mezin dihat. Ji bilî şanogeran, kantobêj, meddah, dengbêj [ses sanatçısı] jî dihatin bajêr. Hin ji wan li Sînemaya Yenişehirê hunera xwe nîşan didan, hin ji wan jî derdiketin sehneyên qehwexaneyên mezin.

Qehwexaneya Şefeqê ya di kuçeya Qereqola Çarşiyê de, Qehwexaneya Dîcleyê ya nêzîkî wê, Qehwexaneya Teraqqîyê ya li nêzî Balıkçilarbaşiyê, Qehwexaneya Cimhûriyetê ya bisehne li Derê Çiyê, Qehwexaneya Yalowayê, qehwexaneyên herî meşhûr bûn. Qehwa Bihewiz (Havuzlu) a li Çarşiya Çulcular a li nêzîka Balikçilarbaşiyê, hem beşa wê ya havînî ya bi baxçe hem jî beşa wê ya zivistanî ya sergirtî hebû. Xwediyê wê yê kal ê bi şelwar lê herweha bi şewqeya fotêrê, seraqet li nav qehwexaneyê digeriya û hemû cih dixist bin kontrola xwe.

Ji bilî van meriv dikare navê van mekanan bi bîr bîne: Parka Ebasê Çinarî, dîsa Qehwa Mehmed Eliyê Kejê ya li Derê Mêrdînê ku axilbe cenan û baxçevanên li Baxçeyên Hewselê lê rûdiniştin, Qehwa Acemoxlî ya li nêza Balikçilarbaşiyê, qehwa nergîleyê ya bibaxçe li Kolana Melîkehmedê, Çayxaneya Elî Çawîş a li Çarşiya Qondereciyan, Çayxaneya Sofî Xalib a li Bazara Mastfiroşan a berê, Qehwa Nergîleyê ya Kemal, Qehwa Xana Borsayê ya berê, Çayxaneya Nûrî Hosta, çayxaneya Fethi Acet a li hemberî Mizgefta Mezin.

Mehmet Mercan

Meriv dikare bibêje alîkariya îqtidara Demokrat Partîyê ya piştî 1953-54an li cotkaran, çi yê erdê wan ên çandiniyê hebe çi yê tune be, rê li ber vekir ku li bajêr bar û pavyon vebin, meyxane zêde bibin, hetta qumar jî berbelav bibe. Bankaya Ziraatê û Ofîsa Berhemên Çandiyê di wan salan de ji bo ku rê li ber cotkaran xweş bike, gelek kredî û tov belav kirin li herçî kesê ku formalîteyên hêsan pêk anîbin. Yên xwedî torpîl jî zehf zêde kelk ji vê nîmetê wergirtin. Lê çi mixabin ku piraniya krediyan û tovan li gor armanca xwe nedihatin bikaranîn. Ya rast, di wan salan de ne çandinî yan jî ticaret lêbelê sektora kêfûşahiyê bi pêş de çû.

Bar, pavyon û kulûbên şevê yên ewil li Diyarbekirê di bin banê Sînemaya Dîlanê dest bi kar kirin. Dîcle Bara ewil di jêrzemîna Sînemayê de deriyê xwe li xelkê vekir ku di projeyê de wekî stargeh û otopark xuya dikir. Jineke bi navê Nedret, a wekî Meqeszêrîn [Altınmakas] navdayî di sektora kêfûşahiyê de, Dîcle Barê bi rê ve dibir. Nedret Xanima ku bedewî û cazîbedariya wê ya di ciwaniyê de li ser zar û zimanan bû, bi qasî ku bi burokratan re xweş li hev dikir, herweha hema bibêje bi mirovên her tebeqeyê re jî li hev dikir.

Di heman salan de Rico Pavyon li qatê hilawistî yê li ser qatê zemînê dest bi kar kir. Rico Pavyona ku li gor Dîcle Barê bikalîtetir dihat qebûlkirin, tew ji Îtalyayê jî hunermend dianî. Locayên pavyonê, her wekî qilûbeyên Çermsoran ên me ew di fîlman de nas kirî, ji qamîşê hatibûn çêkirin. Ev, rewşeke egzotîk li kulûba şevê zêde dikir. Rico Pavyona ku ji aliyê endezyarekî ziraetê ve dihat birêvebirin, kalîteyekê tev li jiyana şevane ya Diyarbekirê kiribû. Mişteriyên bi şelwar û kasket nedihatin qebûlkirin, kesên zêde alkol vexwarî, bêyî ku mişteriyên din bên acizkirin, ji hundir dihatin derxistin, li faytonajoyên naskirî dihatin emanetkirin û ber bi malê ve dihatin hinartin.

Di heman salan de kulûba şevê ya sêyem li bajêr dest bi kar kir. Londra Bar jî li jêrzemîna hewşa havîngeha Turîstîk Palasê bû.

Mehmet Mercan

Zêdebûna hejmara meyxaneyan û vebûna bar û pavyonan li Diyarbekirê bêhtir piştî salên 1950yî pêk hatiye. (Wêne: Arşîva Jaklin Çelikê)
Ev xêz ji bo “Otomata ku di partiyekê de biryar dide ka dê kî alkolê vexwe” hatiyê xêzkirin ku bi deste El Cezerî ya ku xebatên xwe yen li ser mekanîkî li koşka Artuklu ya li Amîdê pêkanîye.

Otomata ku di partiyekê de biryar dide ka dê kî alkolê vexwe

“Amûr bi awayê hesareke pênctebeq hatiye lêkirin. Di tebeqa herî jêr de cêriyek rûdine ku şûşeyek di dest de û qedehek li ber wê ye. Di tebeqa raser de çar cêriyên muzîkjen, li hêwana ser vê dansorek, li tebeqa raserî wê jî deriyekî dubask heye. Li ser hesarê qubeyek û li ser qubeyê jî hespek û siwarê wê heye. Vê otomatê tînin civatê û datînin naverastê. Piştî demekê cêrî dest pê dikin li amûrên xwe yên muzîkê didin, dansor dans dike, siwar çerx dibe, cêrî şeraba di şûşeyê de li qedeha ber xwe dadigire. Siwar disekine; saqiyek qedehê pêşkêşî wî kesî dike yê ku siwar ew bi rima xwe nîşan daye. Ew kes piştî ku şerabê vedixwe, cardin qedehê datîne ber cêriyê. Ev seremonî bi navberên bîstdeqîqeyî bîst caran dubare dibe, piştre baskên deriyê hesara jorî vedibin û destê rastê yê fîgurê ji derî derketî îşareta ‘Şerab nema’, destê rastê jî îşareta ‘du qedehên din jî hene’ dike.”

Unat, Y. (2002) “El-Cezerî’nin Makine Yapımında Yararlı Bilgiler ve Uygulamalar Adlı Eseri [Berhema El Cezerî ya bi navê Agahiyên Mifadar û Tetbîqkirin di Çêkirina Makîneyan de]”, Türkler, Cîld 7, (ed.) Hasan Celâl Güzel, Kemal Çiçek û Salim Koca, Weşanên Yeni Türkiye yê, Enqere: 569-575.

Ji nîveka salên 1950yî pê de, ku hingê bar û pavyon vedibûn, meyxane û loqenteyên alkolî jî li bajêr zêde dibûn. Wan salan di nav mişteriyên hem meyxaneyan hem jî bar û pavyonan de piranî ev kes hebûn: Cotkarên ku bi awayekî bêberdêl yan jî mawedirêj ji dewletê kredî û tov wergirtibûn, axayên gund, zarokên salmezin ên malbatên dewlemend. Li van deran gelek bi destbelavî pere jî dihatin xerckirin. Nexasim jî cotkarên ku hindek caran bi nav û navnîşanên xeyalî krediya bêusûl werdigirtin, wisa difikirîn ku “Her çawa be ji xwe dewlet nikare van pereyan cardin wergire” û ji bo “pereyan bixwin”, navenda bajêr tercîh dikirin.

Ji bo kesên ku ji bajar û navçeyên derdorê, herî pir jî ji Midyad, Stewr, Qosar, Wêranşar, Çinar, Bismil û Erxeniyê dihatin, li bar û pavyonan hin şevan heta sibehê bernameyên taybet dihatin çêkirin. Heman girse bû midawimê wan mekanan jî ku li bajêr di statuya kulûb û komeleyan de dihatin vekirin û partiyên qumarê bi rê ve dibirin. Car caran dihat bihîstin ku hin axayên gund, hin hostayên ticaretê pereyê xwe ji dest dane bi qasî ku top biavêjin (îflas bikin). Hetta têkiliyên wan kesan ên bi hin jinan re dihatin behskirin ku li van deran hev nas dikirin û li ser zar û zimanan bû ku wan pergala malbatî belav kiriye. Dihat ferqkirin ku bipêşketina jiyana kêfûşahiyê tesîreke xwe ya xirab jî li ser jiyana civakî heye.

Mehmet Mercan

Jiyana şevana li avahiya Sînemaya Dîlanê dest pê kiribû. Dîcle Bar û Rico Pavyon li vir vebûbû ku her du jî nimûneyên ewil ên cureyên xwe ne li bajêr.
Hejmara mekanên alkolî yên di salên 1940î de dest bi kar kirî di salên 1950yî de zêde bû, jiyana kêfûşahiyê bi vê re hinekî guherî. (Wêne: Arşîva Oruç Ejder)

Cihê meyxaneyan di nav cîhana kêfûşahiyê ya Diyarbekirê de bi sînor bû. Di salên 1940î de cihên alkolî kêm bûn. Meyxaneya herî kevn û navdar a bajêr Loqenteya Baxçeyî [Bahçeli] ya Akif Beg bû ku li ser Kolana Gaziyê û nêzî Qereqola Çarşiyê bû. Ev der di eslê xwe maleke kevn a Diyarbekirê bû ku li pişt wê hewşeke wê ya fireh hebû. Du loqenteyên din ên alkolî jî li Derê Çiyê bûn. Meyxaneya Memîkê Entabî hema li rex Geraja Dîcleyê û Meyxaneya Sîno jî li hemberî wê, di navbera Derê Çiyê û Hemama Suakarê de bû. Mişteriyên her sê meyxaneyan jî cuda bûn. Girseya esnaf, ticar û burokratên naskirî yên bajêr diçûn Loqenteya Baxçeyî, mirovên tebeqeya jêrtir û qubedeyên bajêr jî diçûn meyxaneya Sîno û ya Hosta Memîk.

Di salên 1940î de rêveberên bajêr, burokrat, hostayên ticaretê yên naskirî piranî li malan kom dibûn, di dîwanên dostan de kêf û şahî dikirin. Xortên sinêle û rebenên vexwir ên nedikarîn biçin meyxaneyan jî li ber bayîyên muskîratê (vexureka alkolî) disekinîn, bi qasî ku pereyê wan têrî wê bikira, bi qedehan şerab vedixwarin. Ji ber ku firotina alkolê ji bo misilmanan guneh dihat qebûlkirin, bayîya her du muskîratên li bajêr jî ermenî bi rê ve dibirin. Dikana cîranê me yê li Taxa Fatîhpaşayê yê bi navê Broyê Meyxaneger navdarbûyî li Bazara Kevn a Mastfiroşan û ya birayên Jîrayir jî li serê qorzîka seriyê Kolana Melîkehmedê bû. Hin vexwir ji van deran alkolên xwe distendin diçûn bin bedenan, Cothewiz [Çifthavuzlar] a li Yenikapiyê, Cinobaşi ya li Kolana Lîseyê, Rêya Qişleyê yan jî qelaçê biniya Birca Keçikê. Di nav xelkê de ji van bayîyan re digotin “meyxaneçî”.

Her wekî sînemayan, piştî salên 1950yî li van deran jî guherîneke bilez rû da. Pêşî bar, pavyonên mosîqayî, piştre bîraxane, bi navê xwe yê din “tek-tekçî” zêde bûn. Meyxaneya Damlayê ya Hayîk, Cihê Bekir, Cihê Bozo, Agoraya Necat ên herî navdar bûn. Di van salan de profîla mişteriyan jî guherî, her kes êdî diçû her derê.

Hin lokalên kulûb û komeleyan, hetta yên hin saziyên fermî jî di van salan de vebûn. Komeleya Mamostayan (TOB-DER), Cemiyeta Rojnamewanên Başûr-Rojhilat, Odeya Ticaretê, Kulûba Rewşenbîran, Rêyên Giştî [Karayolları], DSI, DDY, lokalên Fabrîkeya Şayak, hêwanên Tûrîstîk Palas û Demir Otelê ji wan cihan bûn ku herî pir diçûn wir. Mişteriyên van deran ji yên meyxaneyên heyî cudatir bûn. Bêhtir girseya burokratên bajêr diçû lokalên saziyên fermî, hêwanên Kulûba Ticaran û otelên luks jî karsazên hurmetdar ên bajêr û hostayên ticaretê diçûn wan; doktor, parêzer, mamosta û rojnamevan jî diçûn lokalên rêkxistinên pîşeyên xwe.

Meriv dikare bibêje ku ji salên 1970yî pê de hejmara mekanên alkolî li bajêr ji nişka ve pir zêde bû. Gelek loqente û kebabfiroşan jî dest pê kir alkolê bidin mişteriyên.

Mehmet Mercan