Pûleka vala ji bo nava du qaliban dihat xistin û bi çakuçekî li qalibê jorê dihat xistin. Bi her derbeyê re, teswîr û nivîsên li ser qaliban, hinekî din li ser polikê vala bi cih dibûn. Hesin vediguherî, dema ji qalibî derdiket, hebûneka nû, wateyeka nû bi dest dixist.
Polikan, wateyeka ji kereseya ku jê dihatin çêkirin û ji pêvajoya hilberînê a wan zêdetir hewandin û di her serdema dîrokê de bûne nîşaneya azadî û hêzê.Hilberîna polîkan a hikumdarê di dewletê de dibû desthilat her tim nîşaneyek girîng ya desthilatdariyê hat hesibandin.
Di salên ewil yê îslamiyetê de polik nehatine hilberîn, polikên Romaya Rojhilatî û Sasaniyan ku wê serdemê di meriyetê de bûn hatine bikaranîn. Di sedeyên paşê de, derbkirin/tabkirina polikan û xwendina xutbeyê, di dewletên îslamê de bûne amurên girîng ji yên rewabûnê.
Ji polikên zêr ra “dînar”, ji yên zîv re “dirhem”, ji yên sifrî re jî “fils” hate gotin. Polikên zêr bi gelemperî yek ji nîşaneyên herî girîng bû ku rewatîya hikûmdarê derketiye ser text nîşan didan. Ji serdemên ku bi navê Amîd dihate zanîn heta Diyarbekir a niha, hema bêje hemû dewletên mezin ku li herêmê desthilatdarî ajotine, polikên zêr tab kirine.
Hema bêje hezar salî bê navber tabkirina polikan, yek ji wan nîşaneya ne ku Diyarbekirê, di her serdemê da girîngiya xwe parastîye. Tabkirina polikên zêr ya ji aliyê dewletên mezin ve giringîya bajêr a siyasî nîşan dide, lê li gel ve yekê, derbarê zindibûna aborî ya bajêrî jî delîleke girîng nîşanî roja me dide.
Di serî de, di kevneşopiya polikên îslamî de, li ser polikan sûret/teswîran cih nedigirt, ji devla wê van ve navê hikumdêr, pênaseyên wî, sifet û dua û tiştên wekî Kelîmeya Tewhîdê yên olî cih digirtin. Ev rewş dikare bi qedexeya sûret/teswîran were rave kirin. Lê belê Artukî Zengî, Eyubî, derketin derveyî vê kevneşopiyê û di polikên xwe de sûret bikaranîn. Melîk Salih Mahmud, bû hikumdarê yekemîn yê Artukîyan ku li bajarê Amidê polik dane tabkirinê. Ew hikumdarê ewile ku, sûretê eyloyê du serî yê ku li ser bircên Diyarbekirê jî hatiye Neqişkirin li ser polikna tab kiriye.
Di sedeyên 13. Û 14. de bi lawazbûna Rum Selçûkiyan û ketina jêr wesayeta Mogolan, li Anatolyayê, valahîyeke desthilatiyê pêk hat. Di vê serdemê û piştî wê de xanedanên tirkmen yên wekî Artukîyên Mêrdînê Akkoyunîyan ku bûne serdestê herêma Diyarbekirê, li ser navê xwe polik dane tabkirinê.
Li ser polikên ku xwedî dîroka herî kevnar in yên ku Akkoyunîyan li Amîdê dane tabkirin de, demxeya êla Bayindir heye. Ji mensûbê vê xanedanê kesê ku ewil li Amîdê polik dane tabkirinê jî wekî Hamza Beg di tomaran de cihê xwe girtiye.
Piştî Akkoyuniyan, li Diyarbekirê hikumraniya Safeviyên ku mezhebê wan yê fermî Şiîtiye hate jiyîn. Karîgeriyên siyasî yên vê guherînê bi qasî ku di ji aliyê siyasî werin şopandin mirov dikare ji aliyê kulturî ve jî bişopîne. Li ser rûyê pêş yên polikên ku li ser navê hikumdarê ewil yê Safeviyan Şah Îsmaîl hatine tabkirinê de, tevî Kelîmeya Tevhîdê nivîsî “Elî Welîyyullah” û li dora wê jî navên duwanzdeha îmaman hene. Li ser rûyê paş ji navê şêh, pênaseya wî û cihê ku poliklê tab bûye û îdroka tabê cî digre.
Di serdema Kanûnî Siltan Silêman de, di nav derbxaneyên ku polikên zêr liwan dihatin tabkirin deAmîdê cihekî girîng digirt. Li derbxaneya li Amîdê li gel polikên zêrîn, polikên zîv û yên sifrî jî hatine tabkirinê. Taybetîya girîng ya polikê sifrî ku di serdema Kanunî Siltan Silêman de, di sala 1520an de hatiye tabkirinê ew e ku, fîgura eyloyê du serî hatiye bikaranîn ku ew, ewil di serdema Artukîyan de hatibû bikaranîn.
Amîd, di serdema Osmaniyan de, ji ber kevirên reş î bazalt yên di sûrên wê pê hatine çêkirin carinan jî wekî Amîda Reş dihate bi nav kirin. Vê rewşê karîgerî li navê derbxaneyê jî kir ku navê wê li ser polikan dihate nivîsîn. Çawa ku di serdema Ahmedê I. de li ser polikekî zîv î, wekî navê derbxaneyê navê Kara Amed (Amîda Reş) derbas dibe.
Nivîs: Dr. Yusuf Baluken
Werger: Murat Bayram, Fethullah Özmen