Dema hûn bixwazin dîroka Diyarbekirê di ser nexşeyan ra bişopînin, divê hûn ji serdema navîn destpê bikin. Di nava salan de, erdnîgarzan, seyah, leşker an jî aktorên siyasî bi mebestên cuda, bûne sedem ku herêm bi awayên cuda were nexşekirin.
Di serdema navîn de ji bo nexşeyan peyvên bi erebî yên wekî ; “ca’râfiyâ”, “sûretü’l-arz”, “resmü’l-arz”, “sıfâtü’d-dünyâ” û “eşkâlü’l-arz” dihatin gotin. Li paş nexşegeriya erdnîgarzanê Îslamê jî, Batlamyus (m. 168) hebû ku dê karîgeriya xwe çend sedeyekî din berdewam bikira. Batlamyus erdnîgarzanî wekî; “teswîrkirina wekî sûret ya şikl û bûyerên li ser rûyê erdê tên zanîn” pênase kiribû.
Di van nexşeyên ku gelekên ji wan rengînin da, di serdemên cuda da, bajarî bi navên wekî; Amida, Amid, Amed, Kara Amid (Amed a Reş) , Diyarbekir û dawiya dawî di salên pêşî yên serdema komarê de jî wekî Diyarbakir derbas dibe. Li gel ku di rastiyê da navekî bajêrî yê wisa tunebe jî, di hin nexşeyên ku bi zimanên ji koka Latinî tên hatine amade kirin de veguherîna navê Kara Amid wekî Caramit an jî Caraemit ê herwiha balkêş e. Ev gera li ser nexşeyan, guherînên bajêr yên ji hêla qada birêveberiyê jî derdixînin holê.
Di berhema bi navê “Mesâliku’l-Memâlik” (“Rêyên Welatan”) ya erdnîgarzanê Îslamê yê serdema navîn Îstahrî da (m. 957) 20 nexşeyên herêmî û nexşeyeke ku cîhanê gilover nîşan dide cih digirin. Di beşa berhema ya bi navê El-Cezîre yanî Mezopotamya da, bajarê Diyarbekir wekî Amid tê xuya kirin. Çem, çiya û qadên şûnewariyê hatine işaret kirin.
Erdnîgarzanê Misilman Şerîf el-Idrîsî (m.1165) navdariya xwe ya esas deyndarê berhema xwe ya bi navê “Nüzhetü’l-Müştâk fi İhtirâki’l-Âfâk” (“Gera Xweş ya Kesê ku bi Hesret a Ber bi Asoyan ve Biçe”) ku di jêr parastina Qralê Sicilya Rugerro yê II. da nivîsîbû. Berhema ku di heman demê de bi navê “El-Kitâbü’r-Rucârî” (“Kitêba Qral Rugerro”) tê nasîn, li gor demsalan hatiye saz kirin. Di beşa kitêba ya El-cezirê (Mezopotamya) da Amid a li ber perava Dîcleyê hatiye xêzkirin.
Ev nexşeya ku Împeretoriya Osmanî ya serê salên 1600î nîşan dide ji aliyê nexşekarê Felemenk Jodocus Hondius ve (m.1612), li ber nexşeya Gerardus Mercator hatiye çêkirin, tê fikirîn ku perçeyeke ji yê atlasa bi navê “Atlas sive Cosmographicae Meditationes de Fabrica Mundi et Fabricati Figura” (“Atlas an jî Afirandina Gerdûnê û Wekî ku Hatiye Afirandin Tefekuren li Ser Gerdûnê”) ye. Yê li goşeyê wêneyê wî hatiye xêzkirin jî îhtimale Fatih Sultan Mehmed a. Diyarbekir di vê nexşeyê de bi navê Caramit, yê ku ji navê wê serdemê Kara Amid hatiye veguherîn cih girtiye.
Di çapa 1679an ya nexşeya ku ji aliyê nexşekarê Fransî Nicolas Sanson (m. 1667) da cara ewil di salên 1650an de hatibû amade kirin de, li gel bajar û bajarokan, çem, çol û çiya jî hatine nîşan dan. Ji bo sînorên dewletan werin diyar kirin xêzên rengîn hatine bikaranîn. Navên cihan dema hatiye nîşandan Kara Amid vê carê jî bûye Caraemit.
Rojhilatnasê Fransî, François Pétis de la Croix (m. 1713) tevî belgeyeka ji dîroka 1669an ji bo fêrî zimanên Rojhilatî bibe hatibû Stenbol û Izmîrê. Di sala 1710an de berhema bavê xwe ya bi navê “Histoire du grand Genghizcan, premier empereur des anciens mogols et tartares” (“Dîroka Ewil ya qedim a Moxol û Tatar û Cengiz Xanê Mezin”) bi hinek lêzêdekirinan çap kir. Di nexşeya ku ji bo vê berhemê hatiye amade kirin de, Diyarbekir a ku di nav cihên ji alîyê Timûr ve hatine dagirkirin de tê nîşan dan bi navê Amed hatiye qeyd kirin.
Nexşekarê Hollandayî Isaak Tirion (m. 1763) gelek atlas û pilanên bajaran amade kirin û çap kirin. Di nexşeyekê ji van de ya bi navê “Nieuwe Kaart van Irak Arabi, Kurdistan, Diarbek, Turkomannia, Syrie en het Heilige Land” (“Nexşeya Nû ya Îraq-i Ereb, Kurdistan, Diyarbekir, Turkmenya, Suriye û Axên Pîroz”) ku di dîroka 1773an de hatiye amade kirin da, bajarê navenda mîrektiyê bi navê “Diarbek” nîşan daye.
Erdnîgarzanê Fransî û nexşekar Jean-Baptiste Bourguignon d’Anville (m. 1782) nexşe û atlasên bi hurgilî yên derbarê Çîn, Afrîqa û Asyayê de amade kirin. Di nexşeya ku tê fikirîn di sala 1779an da çapkiriye û navê xwe ji çemên Dicle û Firat ê yê ku di nexşeyê de hatine nîşandan stendiye ya bi navê “L’Euphrate et le Tigre” de jî her sê navên wekî Diar-bekir, Kara Amid û Amida derdikevin pêşberî me.
Di atlasa ku ji alîyê nexşekarê Almanî Adolf Stieler (m. 1836) ve bi navê “Hand-Atlas über alle Theile der Erde und über das Weltgebäude” (“Atlasa Destan ya Derbarê Hemû Cîhan û Gerdûnê de”) di sala 1846an de li Gothayê hatiye çapkirin de, nexşeyeke bi navê “Das Osmaniche Reich in Asien” (“Axên Împeretoriya Osmanî yên li Asyayê”) cih digre. Bajar di vê nexşeyê de bi navê Diyarbekr hatiye tomar kirin.
Konsolosê Îngilistan yê li Diyarbekirê John George Taylor di sala 1865an de, di ber çemên ku ji Rojhilat û Rojava ve beşdarî Çemê Dîcle dibin ve geriyaye û derbarê berhemên dîrokî yên ku dîtine de têbinî nivîsîne. Di gotara xwe ya ku ev agahî hemû tê de cih digrin de, bajarê Diarbekr bi nexşeyeke bi hurgilî hatiye pêşkêş kirin.
Nexşeya ku Henry Binder xêzkiriye û bajarên Kurd, Gurc û Ermenan û derdoran wan nîşan dide ya bi navê “Carte du Kurdistan, Géorgie, Arménie, Mésopotamie et Perse Occidentale / Frontières Turco-persanes” (“Nexşeya Kurdistan, Gurcistan, Ermenistan, Mezopotamya û Rojavayê Îranê / Sînorê Tirk-Îranê”) di sala 1887an de hatiye çap kirin. Bajar di vir de wekî “Diarbekr” hatiye tomar kirin.
Wezîfeya lêkolerê Fransî û seyah Vital Cuinet (m. 1896) ew bû ku li ser navê Duyun-i Umumiye yê (Deynên Gelemperî) li bajarên Osmanîyan bigere û envantera her bajarekî ya aborî, civakî û kulturî derxîne. Ev xebata Vital Cuinet ya bi dîroka 1891ê piştî salekê li Parîsê bi navê “La Turquie d’Asie: Géographie Administrative” (“Tirkiye ya li Asya yê: Erdnîgariya Birêveberiyê”) wekî kitêb çap bû. Cuinet di envantera xwe de, di beşa ku ji bo Diyarbekirê veqetandiye de nexşeyeka bi hurgilî û serbixwe amade kiriye.
Albûma ku ji alîyê Frère Raphaël de Ninive ve hatiye amade kirin û di sala 1904ê de li Parîsê hatiye çap kirin ya bi navê Album de la Mission de Mésopotamie et d’Arménie confiée aux Frères-Mineurs Capucins de la Province de Lyon” (“Albûma Wezîfeya Mezopotamya û Ermenistanê ku bi Kapûsenên Bajarê Lyonê ve Hatiye”) gelek fotografên nedîtî ku jiyana rojane nîşan didin dihewîne. Di albûmê de, di nexşeyeke bi navê “Carte géographique de la mission apostolique des capucins en Mésopotamie et en Arménie” (“Nexşeya Erdnîgarî ya Nûnertiyên Papatîyê yên Kapûsên ên li Mezopotamya û Ermenistanê”) de şûnewarên Îsewîyan ên li Diyarbekirê û derdora wê hatine işaret kirin.
Yek ji weşangerên ewil yên Bab-i Alîyê Tuccarzâde Îbrahîm Hilmî (Çıgıraçan) di sala 1907an de, atlasek çap kir ku tê de berbelaviya siyasî û birêveberî ya hemû eyaleten Dewleta Osmanî cih digre. Di vê berhema bi navê “Memâlik-i Osmâniyye Cep Atlası” (“Atlasa Destan ya Welatên Osmanî”) de wekî ku ya her bajarî heye, nexşeyeke serbixwe ya Diyarbekirê jî heye.
Di dema Şerê Yekemîn yê Cîhanê de Dewleta Osmanî jî di jêr erka Erkân-ı Harbiye-i Umumiye (Sererkaniya Osmaniyan) de nexşeyên bi hurgilî yên bajarên di eniyên şer de dabûn amade kirin û di sala 197an de jî dabûne çap kirin. Di vê nexşeya Diyarbekirê de ku yek ji wan nexşeyên navborîyê, ji bilî topografyayê, hurgiliyên ku bi heta rêyên gundan nîşan bidin jî hebûn.
Di sala 1908an de ji aliyê Mark Sykes ve derbarê eşîretên kurd yên liDewleta Osmanî dijîn de lêkolîne hatibû kirin. Agahîyên ku ji vê lêkolînê hatibûn bi dest xistin, bûne sedemê nexşeyeke ku di sala 1919an de hatiye amade kirin. Di nexşeyê de herêmên ku eşîretên kurd yên li Diyarbekirê li wan cih digrin bi awayekî hurgilî xuya dikirin.
Nivîs: Dr. Yusuf Baluken
Werger: Murat Bayram, Fethullah Özmen