Merwanîyên ku dewleteka kurdan in û di navbera salên 983-1085an da li Cezîre (Mezopotamyaya Jorî) li ser hikim bûne, heq dikin di tarîxa Dîyarbekirê da bi serenavekî cihê bihên bibîrînan. Desthilatîya teqrîben yek-sedsalî ya Merwanîyan li herêmê, di esasê xwe da ji bo hemû cografyaya Mezopotamyayê ji gelek alîyan ve têbînîyeka xweser û li pêş serdema xwe ye.
Dîroknas dîyar dikin Merwanî wî zimanê sîyasetê tercîh dikin ku pluralîst e, rê li ber pêkvejîyana (jiyana bi hev re) grûpên dînî û etnîk yên cihêreng vedike û dûrî pevçûnîyê ye li nav û derveyê welatî. Vê yekê kirîye ku ew serdem di gelek çavkanîyan da bi xweşî û hizûrîya xwe bihê bibîrînan. Di wan salan da bi qasî refaha ji ber geşedana pêwendîyên bazirganîyê, her weha qezencên di asta civakî ya bipêşveçûnên huner û zanistê da jî hebûn. Van tesîr li gelek beşan kirîye, ji berhemên minyatûrî bigire heta avahîyên mîmarî. Tew ji ber van sedeman, gelek kesên derdorê koçî Dewleta Merwanîyan kirine.
Kesê girîng ku di dîroka Merwanîyan de ewil qala wî were kirin Huseyin b. Dostek e Harbuhtî ye (983-990) ku ji kurdên Botanê ye û bi navê Baz dengvedaye. Lê belê yê ku navê xwe daye xanedaniyê Merwanê ku Merwan ji gundê Kormas yê li nêzîkê Şîrwanê. Merwan, zavayê Baz bû. Bazî gava bi armanca desthilatdanîna sîyasî dest pê kir êrîş birin ser cihûwarên derdorê, kurên Merwanî tev li artêşa xalê xwe bûn û bi roleka aktîf daketin. Bazî gava desthilatîya xwe heta Mûsila bajarekî girîng yê Mezopotamyayê berfirehtir kir, li ser navê xwe li Mûsilê sîke da çapkirin ji bo meşrûîyetê li desthilatîya xwe zêde bike.
Baz gava sala 990î di şerekî da hat kuştin, kurê herî mezin yê Merwan b. Kek, Hesen b. Merwanê (990-997) wekî avakarê esilî yê Dewleta Merwanîyan hatî bibîrînan derbasî cihê wî bû. Hesen, di dema xwe da tevî berfirehkirina qada xwe, her weha bi wan îcraatan jî daket ji bo avadanîya welatê xwe. Îcraateka ji van jî restorasyona li dor salekê ye ku li serê Dêrê Çîyê yê Amîdê di 996an da dabû çêkirin…
Hesen b. Merwan, gava di sala 997an da li Amîdê bi sûîqestekê hat kuştin, Mumehhîduddewle Seîdê (997-1011) birayê wî derbasî cihê wî bû ku wê hingê walîyê Cizîrê bû. Mumehhîduddewleyê li ser textî rûniştî, ji bo karê pêşî dest bi xebata îmara Meyafariqîna paytext kir. Bi bircên bajarî ra mijûl bû. Di dema hikimdarîya xwe da, ji nêz ve bi îmara welatê xwe ra mijûl bû.
Mirina Mumehhîduddewleyî jî her wekî ya birayê wî bi suîqestê bû. Piştî ku di 1011ê da li Hettahê (Entax/Licê) hat kuştin, birayê wî yê din, Nasruddewle Ahmed derbasî cihê wî bû. Serdema Nasruddewleyî ya di navbera salên 1011-1061ê da bû serdema zêrîn ya Merwanîyan di her mijarê da. Nasruddewleyî jî her wekî Mumehhîdudewleyê kekê xwe, dest bi karê çêkirina berhemên nû û restorasyona berhemên di serî da li Meyafariqîna paytext û yên li bajarên din yên girîng kir. Li Meyafariqînê ji bo seraya hikimdarî û endamên xanedanîyê tevî xanîyan her weha berhemên mîna baxçeyan, dolabên avê, kanalan, mizgeft, barûya saetê, xan, hemam, nexweşxane û pire yên ji bo xizmeta civakê dan çêkirin. Li qeraxa Çemê Batmanê bajarê Nasriyyeyê ava kir ku paşê dê wekî Elmedîn bihata binavkirin. Li sûrên Amîdê gelek bircan ji nû ve da lêkirin û temîrkirin. Di adara 1056an da li serîyê Derê Çîyê mescîdek da lêkirin ji bo ku eskerên nobetdar yên li ser sûrên Amîdê bikarin bi kar biînin.
Nasruddewleyê hikimdar, ji bilî girîngîdana bi rehetkirina şertên jîyanî yên mirovên welatê xwe, her weha li hember heywanan jî hesas bû. Zivistana 1058an, gorên rîwayetan, ji ber barîna berfa sor (ku nahê zanîn çima sor e) gelek heywanên kedî û kovî telef bûbûn. Hindek heywanên birçî yên sax mayî jî gava dadiketin jîwaran, car hebû ji alîyê xelkê ve dihatin kuştin. Le kesên bi merhemet jî hebûn ku di temamê zivistanê da ew xwedî dikirin û bi biharê ra ew berdidan. Nasruddewleyê ji van qewaman agahdar dibe, ferman dide ku embarên zadî tavilê bihên vekirin, genim, ceh û garis ji bo teyran li zevî û çîyayan bihên belavkirin û ji bo heywanên kovî jî ka û gîhayekî pir zêde li xwezayê bihê danîn. Girîngîdana Nasruddewleyî ya ji bo heywanan tenê ne bi wê zivistanê, heta mirina wî berdewam kir. Li pişt îthafkirina berhema berfireh ya zoolojîyê “Tabaiu’l-Hayavan ve Havassiha ve Menafiu A‘zaiha” (“Taybetîyên Anatomîk yên Heywanan û Faydeyên Wan”) ya Ibn Bahtişoyî (Alimê Sîrûştê ye Suryanî, m. 1059) ji bo Nasruddewleyî jî ev hezkirina aşkera ya heywanan hebû.
Di nusxaya li British Museum ya “Taybetîyên Anatomîk yên Heywanan û Faydeyên Wan” de minyatureke ku Hikumdarê Merwanî Nasirddudewle û alim Ibn Bahtişo bi hev re nîşan dide (1) heye. Ibn Bahtişo di berhema xwe de şêr wêneyên (2), dîl (3) teyrê tawis (4), mirîşk (5), pezkovî (6), masî û reqên avî (7) çêkiribûn. Minyaturên 6. Û 7. ji nusxaya li Parîsê hatine wergirtin.
Serdema Nasruddewleyî di tarîxa Merwanîyan da ji gelek alîyan ve wekî salên hizûr û birêkûpêkîyê dihê bibîrînan. Xrîstîyanê Bexdayî Ibn Butlanê hekîm yê di sala 1059an da hatî Meyafariqînê, di berhema xwe ya bi navê “Da‘wetu’l-Etibba” (“Dawet li Hekîman”) ya ji bo Nasruddewleyî da, ji alîyê tenduristîyê ve li ser vê serdema xweşîyê hûr bûye. Ibn Butlan dinivîse ku di dema hikimdarîya Nasruddewleyî da nexweşîyên webayê bi qasî berê çênebûne û xelk jî êdî bi tenduristîyeka baştir bûne. Tew gazin jî kirîye ku doktor bê kar mane ji ber ku mirov nexweş nakevin.
Di sala 1061ê da, piştî mirina Nasruddewleyî, kurê wî Nîzameddîn Nasr (1061-1079) li ser textê Dewleta Merwanîyan rûnişt. Nîzameddîn Nasr jî her wekî hikimdarên Merwanîyan yên berê girîngî bi xebatên avadanîyê da. Di salên 1067, 1072 û 1073yan da, bircên nû li dîwarên sûrên Amîdê hatin zêdekirin. Pira Dîcleyê ya li ser Çemê Dîcleyê ku îro roj wekî Pira Dehderî dihê naskirin jî di sala 1065an yanî di serdema wî da, li jêr çavdêrîya wezîrê wî Ibnu’l Enbarî hat çêkirin.
Nîzamedîn jî polîtîkaya îtifaqê ya Nasruddewleyê bavê xwe ya bi Dewleta Selçûqîyan ya Îran re da berdewamkirin. Di encama vê hevkarîyê da, Merwanî li cem Selçûqîyan tev li Herba Milazgirê bûn. Pêşî di navbera Alparslanê hikimdarê Selçûqîyan yê qerargeha wî li deşta Rahwaya nêzî Bedlîsê û Romenos Diyogenesê IV yê împaratorê Romayîyên Rojhilatê da hevdîtin pêk hatin. Gava tu encamek ji vê jî bi dest neket, her du artêş di 26ê tebaxa 1071ê da rastî hev hatin. Li gor Hilal es-Sabîyê dîroknasê wê serdemê, artêşeka Merwanîyan ya deh hezar kesî li deştê li cem Alparslanê xwedî çar hezar eskerî cihên xwe girtibûn. Bi vî awayî Herba Milazgirê bi serkeftina Selçûqîyan û di heman demê da ya artêşa Merwanîyên li kêleka wan bi dawî bû. Lêbelê Alparslan gava vegerîya welatê xwe, tercîh kir ku walîyên xwe li Exlat û Milazgirê bi cih bike. Bi vî awayî ev her du bajar ji bin birêvebirîya Merwanîyan derdiketin.
Li cem Merwanîyan, rojên zehmet li benda Nasruddewle Mansûrê (1079-1085) kurê Nîzameddînî bûn ku piştî bavê xwe di 1079an da hatibû ser textî. Dewleta Selçûqîyan ji her alîyî ve zor li Merwanîyan dikir ji ber ku asta refahê ya li ser axa wan bala Selçûqîyan kişandibû. Piştî demekê jî, hikimdar Melikşahî artêşek şandibû ser Merwanîyan ku dawîya wan dê biînaya. Melikşah axa dewleta hilweşîyayî da Artûq Begî. Ibnu’l Ezraqê dîroknas dinivîse ku bi hilweşîna Merwanîyan ra hizûr û refah li herêmê kêm bûye. Ew tevî ku dîroknasê serdema Artûqîyan e jî, tercîh kirîye heq bide birêvebirîya Merwanîyan ya berê.
Nivîs: Dr. Yusuf Baluken
Werger: Murat Bayram, Fethullah Özmen