FÊRKIRIN, TOMARKIRINÊ KIRINE
Ên ku dîroka Diyarbekirê bi awayên cuda tomar kirine, ji astronomiyê bigire heta felsefeyê, ji tibê heta mîmariyê di qadên cuda de xebitîne û ew kar kirine ku ev qad geş bibin…
Nivîskar Mehmet Şimşek, ji portreyên wan kesan berhevkariyek kir ku gelekî kêm tên nasîn lê di dîrokê de bi awayekî riya wan bi Diyarbekirê ketiye. Gava ev nav tên cem hev rabirdûya bajêr a pirçandî û pirolî jî ji ber xwe ve diyar dibe.
Mar Marutha
Li gel ku sala wê tam neye zanîn jî li Meyyâfârîkinê (Farqîn) hat dinyayê. Zanyarekî navdar bû ku sûryankî, grekî û farisî zanîbû. Li gel van nasnameyên xwe ew kes bû ku li ser navê Împeratoriya Bîzansî bi Împeratoriya Persan re erka dîplomatîk bi cih dianî. Ji aliyê împeratorên Bîzansî Arkadios û Theodosiosê II. ve di salên 399, 403 û 408an de sê caran bo Melikê Persan Yezdigerdê I. bi wezifeya sefîrtiyê hat şandin.
Mar Marutha, bo Dêra Sûryaniyan a Rojhilat wergera Qanûnên Îznîkê¹ kir. Di sala 410an de lihevcivîna Konsîla Seleukiayê (Tizpon) li dar xist ku konsila pêşî ya Sûryaniyan a di axa Sasaniyan de tê qebûlkirin. Bi Mar İshak re konsîl bi rê ve bir û tevkariyeke mezin kir bo sazkirina birêxistina navxweyî û navendîbûna Dêra Sûryaniyan a Rojhilat.
Serboriyên ezîzên rojhilatî nivîsîn ku Melikê Persan Şapurê II. (309-379) dabûn kuştin. Piştî ku Farqîn bi awayê Martyropolis (Bajarê Şehîdan) hat binavkirin, hestiyên wan ezîzan anîn Farqînê ku bo veşartina wan destûr nedihat dayîn û bo wan goristaneke şehîdan jî da avakirin.
Di nav berhemên sûryankî yên Maruthayê Ezîz de ku sala 421ê çû ser dilovaniya xwe yên ku îroroj tên zanîn ev in: Dîroka Konsîla Îznîkê, V’az Lêkolîn, Sehr û Nepeniya Dêrê, Nepeniya Roja Sêyem a Hefteyê, Şehadeta Simeonê Ezîz û Şehîdên Din, Pîrozweriya Îsa.
¹ Metna 20 xalî ku Konsîla Îznîkê sala 325an civiyaye û qebûl kiriye.
Mar Yeşua
Mar Yeşuayê ku di çavkaniyên sûryankî de bi navê Yeşu Estunoro derbas dibe, di dawiya sedsala 5. û destpeka sedsala 6. jiya. Di saziyên perwerdehiyê yên serdema xwe de û Manastira Zuknîn de mamostetî kir. Ji ber ku di Weqayînameya xwe de behsa Yaqûbê Pirsûsî û Filuksînosê Minbicî dike ev dibe nîşana wê ku xwedî baweriya Monofîzît¹ e. Di pêşgotina berhema xwe de dibêje ku bi daxwaza Sergîos ku serekerahibê manastireke li derdora Edessayê (Riha) ye berhema xwe nivîsiye.
Weqayînameya Mar Yeşua parçeyekî girîng ê vê kevneşopiya dîroknivîsînê ye ku di tarîxa sûryaniyan de cihekî mezin digire. Xaleke din jî ku qîmetê weqayînameyan bo roja me zêde dike ew e ku ne tenê bi çavên hikimdarên serdemê hatine nivîsîn û gelek mînakên vê hene.
Weqayînameya ku vê dawiyê bi sernavê Dîroka derbarê Serdema Karesat a Riha, Amîd û Hemû Mezopotomyayê bûye kitêb, bi dîroka serdemê ya siyasî, leşkerî, dînî, aborî û civakî belgenameyeke awarte ye. Şahidiya serdema Împeratorê Bîzans Anastasîos û Şehînşahê Îranê Kawad (Kubad), ango zîqbûna li ser salên 494-506an, berî her tiştî wê tomar dike ku şerên Sasanî-Bîzansan li derdora Diyarbekir û Rihayê çawa reng veda û çi encam bi xwe re anîn. Mar Yeşua, bi şer, dorpêçkirin, serhildanan re asta birçîtî û xelayê jî ji destê yekem tîne zimên. Sernivîsên mîna erdhêj, şewb, karesata kunêran, êrîşên kuliyan wê rewşê raçav dikin ku rastî jî di van 12 salan de herêmê demeke karesatê derbas kiriye.
¹ Têgihek e ku bo ravekirina tebîetê Îsa tê bikaranîn. Tê wê wateyê ku tebîetekî Îsa yê xwedayî û mirovî heye lê tebîetê xwedayî yê mirovî jî dikşîne ber bi xwe ve û Îsa tenê xwedî tebîetekî xwedayî ye.
Yuhannayê Gêlî
Sala 507an li Gêlê (Agel) hat dinyayê ku li ser Diyarbekirê ye. Yuhannayê Gêlî, di dîroka dêrên Bîzansî û dîroka mesîhiyan de fîgurekî girîng e.
Demekê li Manastira Mar Maron û piştre li Manastira Mor Yuhanna (Urtoyo) perwerdehiya rahibtiyê wergirt. Navbera salên 530 û 541ê bo zanebûna xwe geş bike û dinyayê binase “mîna derwêşekî” geriya û derbas kir. Piştî serdana Antakya, Misr û Stenbolê berê xwe da Mezopotamyayê.
Sala 542an Împeratorê Bizans Justînîanos ew qebûl kir. Wezîfeya ku hikimdar da ew bû ku nêrîn û ramana Încîlê bigihîne herêmên Anatolyayê Frîgya, Lîdya û Karyayê.
Sedema ku Yuhannayê Gêlî bi awayê Yuhannayê Efesî tê binavkirin jî ew e ku demeke dirêj Metropolîtiya Efesê kiriye. Di çavkaniyan de tê destnîşankirin ku di nav van salan de 99 dêr û 12 manastir ava kirine.
Desthilatiya wî ya berfireh û qedr û qîmetê bo wî hat dayîn kir ku hinek wî ji xwe re bikin kêl. Yuhanna, di serdema Justînosê II. 49 heyvan li giraveke Behra Egeyê li sirgûnê jiyana xwe domand. Di serdema Împeratorê Bîzans Tîberîos de ew xistin hepsê. Di dema sirgûn û hepsê de Dîroka Dêrê ya sê cild û Serboriyên Ezîzên Rojhilatî ya du cild nivîsîn. Dîroka Dêrê cildekî winda ne tê de niha li Londonê di British Library de tê parastin.
Piştî ku alîgirên Konsîla Kadikoyê hêz bi dest xistin sala 580yî ji Stenbolê berdan Yuhannayê Gêlî yan jî Efesî û mecbûr ma xwe li cihên ewle veşêre. Di vê demê de du caran ew avêtin zindanê. Di serdema Împerator Maurîkîos de ku rastî sala 586an tê gava girtî bû xatir ji jiyanê xwest.
Aetîosê Amîdî
Herçiqasî tarîxa ku hatiye dinyayê û mirina wî bi esehî ne diyar be jî tê texmînkirin ku li Diyarbekira niha hatiye dinyayê û di dawiya sedsala 5. û destpêka sedsala 6. de jiyaye. Aetîos, piştî ku li Îskenderiyeyê perwerdehî wergirt ku navenda perwerdehiya tibê a wê demê bû, vegeriya bajêr û dest bi bijîşkiyê kir. Vê demê bi minasebeta xebatên xwe yên tibê li derdora Qibris, Erîha û Gola Lutê geriya. Ji ber ku bala Împeratorê Roma Rojhilat Justînîanosê Mezîn kişand çû Stenbolê. Demekê li Seraya Bîzans û artêşa wê de bi payeke bilind a leşkerî bijîşkî kir.
16 berhemên Aetîosê Amîdî yên derbarê şaxên tibê yên cuda gihane roja me. Di vê kûliyatê de gelekî behsa pratîkên tiba demên antîk dike û ji Galenos û Orîbasîosê Bergamayî jêgirtinan dike ku zanyarên tibê yên berî wî ne. Ji sîptom û nexweşiyên derûnî behsa windabûna hiş, dînîtiya giran û maniyê dike. Formulên dermanan ên qada kontrolkirina zaranînê, şîretê derbarê jêbirina deqên bedenê îroroj bi navê wî tên bîra me. Tew rêbazên jêbirina deqan ku wî rave kirine salên 90î bo bipêşxistina sepanên lazerê jî hatin bikaranîn.
Gelek kitêbên wî ji sedsala 19an û vir ve bi almanî, yûnanî û latînî hatin çapkirin. Tê zanîn ku Aetîos kitêbên tibê yên bi zimanê yûnaniyan wergerandine sûryankî jî.
Rahibê Zuknînî
Rahibê Zuknînî ku navê wî bi esehî nayê zanîn û di çavkaniyên sûryaniyan de bi vî navê xwe tê behskirin, li Manastira Zuknînê ya nêzî gundê bi navê xwe yî kevin Fîdelanê bi yê nû Alçıkê ku li derdora Diyarbekirê ye jiya. Li gel ku Weqayînameya wî seriyê pêşî li ser navê Dîonysîusê Tell Mahreyî bê behskirin jî di nav salan de diyar bû ku ev ne rast e.
Rahibê Zuknînî, di beşa yekem a berhema xwe ya çar beşî de ku dora salên 775an nivîsiye; serboriyên heta serdema Împerator Konstantînosê Mezin, di beşa duyem de yên heta serdema Împerator Theodosîosê II., di beşa sêyem de yên heta serdema Împerator Justînîanosê II. vedibêje. Di beşa dawî de jî serboriyên dema xwe tomar kirine. Xalên ku di xeta dîrokê ya dawîlêhatina Dewleta Emewiyan û damezirandina Dewleta Abbasiyan de behs kirine agahiyên girîng ên derbarê çanda xwecihî, ziman û eslê curbicur gelan vedihewîne. Kronîka Rahibê Zuknînî, derbarê dîroka Diyarbekir û derdora wê ku tomar kiriye xwedî cihekî girîng e.
Ahmed b. Cemîl el-Amîdî
Derbarê jidayîkbûna wî ya dinyayê tu agahî nînin. Hunermendê pêşî yê mîmariya îslamî ya Anatolyayê ye ku navê wî tê zanîn. Tê zanîn ku di destpêka sedsala 10. de gava xelifeyê Abbasiyan Muktedîr-Bîllah bircên Diyarbekirê ji nû ve dan avakirin ew bi awayê endezyar-mîmar xebitiye. Di çar kîtabeyên bi tarîxa 909an de jî navê wî derbas dibe ku li taxên bircan Deriyê Xerpêtê (Deriyê Çiyê=Dağkapı) û Deriyê Mêrdînê cih digirin. Dîsa bi van kîtabeyan jî em piştrast dikin ku ji Diyarbekirê ye, bi navê xwe yê wê demê ji Amîdê ye.
Herçiqasî tê tomarkirin ku Ahmed b. Cemîl xwedî zanîneke bilind a endezyariyê ye jî ne mimkin e îroroj bê tesbîtkirin ku gava bircên Diyarbekirê temîr kirine û cihên kavil ji nû ve ava kirine, planê kevin û sazûmaniya berojî li ber çavan girtiye an na û guhertin kiribin jî di kîjan beş û di kîjan astê de kirine.
Îbnû’l Ezrak el-Fariqî
Îbnû’l Ezrak el-Fariqiyê dîroknas, Sibata 1117an li Diyarbekirê, Meyyafariqînê hat dinyayê. Herçiqasî di Xatirata xwe de derbarê zarokatiya xwe zêde agahî nedabin jî em dizanin ku ji malbateke xuyayî ye. Kalikê wî Ebû’l-Hasan Reîs Alî b. Ezrak, li Heskîfê hin wezîfeyên rêvebiriyê kirin, li Diyarbekirê demekê parêzgarî kir.
Îbnû’l Ezrak, ji mamosteyên serdemê yên navdar dersên Qur’an, hedîs, fiqih, hiqûqa îslamê, rêziman û edebiyatê wergirtin lê meraqa wî ya li ser dîrokê dê wî bike dîroknasekî navdar ê Serdema Navîn. Buyerên serdema Artukluyan bi belgeyên rojane, çavdêriyên takekesî û îfadeyên şahidên buyeran tomar kirin. Curbicur wezîfeyên karmendiyê kirin, hinek jê têkildarî karên wî li gelek cihan geriya. Li bajarên Tebrîz, Rey, Mûsil, Herran, Heleb, Hama, Himûs, Munbic, Ra’su’l-Ayn û Dîmeşkê (Şam) ma. Îbnû’l-Ezrakê serwextê erdnîgariya îslamê, demekê li Gurcistanê jiya û li Tiflisê li seraya Melikê Gurciyan Dimîtrî ma.
Târîhu Meyyâfârîkin ve Amid=Tarîxa Meyafarqîn û Amîdê (Tarihu’l-Fariki), ew berhema Îbnû’l Ezrak a herî berfireh e ku îroroj tê zanîn û qîmet bo wê tê dayîn. Berhemên xwe bi tirkiya herêmê û erebiya gel nivîsîn ku bandora kurdî gelekî li ser heye. Girîngiya dîroknasiya ji wê tê ku bi kitekit li meseleyan dinêre û çavkaniyên wî curbicur in. Bo mînak, gava mijarên derbarê serdema damezirandina Meyafarqînê û eslê navê wê dinivîse xwe ji çavkaniyên sûryaniyan dûr nagire û vê tîne zimên. Beşa Târîhu Meyyâfârîkin ve Amid a têkildarî serdema Merwaniyan, îroroj girîngtirîn çavkaniya dîroknivîsîna kurdan e.
Îbnû’l Ezrak el-Fariqî, sala1181ê çû ser dilovaniya xwe.
Omer b. Ahmed el-Çullî
Navê dirêj ê vî zanyarê matematîk, astronomî û erdnîgariyê Omer b. Ahmed el-Mâ’î el- Çullî ye. Tê texmînkirin ku di nîveka sedsala 16. de hatiye dinyayê, tarîxa mirina wî zelal e, weke sala 1613an hatiye tomarkirin. Derbarê jiyana wî ya giştî em ne xwedî gelek agahî ne. Ji ber ku li gundê Çulliyê (Tavşantepe) yê li ser Diyarbekir çêbûye û li Medreseya Mâ’î Çulliyê perwerde bûye û pêkan e paşê li wir ders jî daye nasnavê Çullî wergirtiye.
Omer b. Ahmed el-Çullî, bi wan şerh û ravekirinên xwe tê nasîn ku li berhema Bahauddîn el-Amîlî (mirina wî 1622) ya li ser matematîkê Hulasat el Hisab û li xebatên Yahya b. Muhammed b. Muhammed el-Hattab ên derbarê astronomiyê zêde kirine. Ji bilî van tevkariya wî bo lîteratura zanistê ya Osmaniyan a di qadên matematîk, geometrî û astronomiyê de di gelek çavkaniyan de derbas dibe.
Omer b. Ahmed el-Çullî, li gel berhemên ku li pey xwe hiştine gelek xwendekar jî perwerde kirine. Ji van xwendekaran ê herî navdar Molla Çelebî el-Amîdî ye ji Diyarbekirê ye û helbestvanê edebiyata klasîk e. Mirov dikare li mecrayên mîna Kitêbxaneya Âtif Efendî, Kitêbxaneya Cebeciyê, Kitêbxaneya Manîsayê, Kitêbxaneya Nuruosmaniyeyê, Kitêbxaneya Çavdêrîxaneya Kandîlliyê, Kitêbxaneya Muzeya Arkeolojiyê, Kitêbxaneya Netewî, Kitêbxaneya Netewî ya Îzmîrê, Kitêbxaneya Ali Paşayê Çorluyî û Kitêbxaneya Zanîngeha Amerîkanî ya Bêrûdê xwe bigihîne nusxeyên berhemên wî.
Tovmas Zavzavatciyan
Ber bi nîvekiya sedsala 19. qonaxa ku bi hin vesazkirinên navendî dest pê kir bo ermeniyên Diyarbêkirî bû sedema perwerdehiyeke gelekî rengîn. Tovmas Zavzavatciyanê ku sala 1842yan li Diyarbekirê hat dinyayê mirovekî perwerdekar bû ku di dema xwe de gelekî dihat nasîn.
Zavzavatciyan, perwerdehiya xwe sala 1860î li Dibistana Rihbanan a Qudsê wergirt. Sala 1865an li Diyarbekirê bi dilsozên perwerdehiyê yên wekî xwe re Cemiyeta Hayrenaser (Welatparêz) damezirand. Vê cemiyetê heman salê Dibistana Hayrenasîratsê vekir. Ev ew dibistan bû ku qîz û lawan di nav hev de dixwend.
Xebateke din î girîng a Zavzavatciyan ew bû ku rojên lahdan bo mezinan hevpeyvîn li dar dixistin û ders didan. Armanc ew bû ku nemaze beşdarên feqîr bo pîşesaziyê teşwîq bike û wan ji parsê û pêdiviya alîkariya dêrê rizgar bike. Ev nedihatin hesabê hin otorîteyên dînî û bazirganên dewlemend. Zavzavatciyan bo têkoşîna li hember vê bi ya xwe kir û bi xwendekarên Dibistana Hayrenasîratsê re bi navê Nezanî û Pêşverûtî, Norayr du lîstik anîn ser qadê. Bi riya şanoyê, dev diavêt zor û çavtirsandina mirovên olperest a li hember xwe û dibistana xwe. Dê encameke vê jî hebûya. Dawiyê bi giliyê Pîskoposê Ermeniyên Diyarbekirê, Nîsana 1872yan Dibistana Hayrenasîrats hat girtin. Tovmas Zavzavatciyan demeke dirêj ji mamostetiyê dûr ma û sala 1911an ji dinyayê koç kir.
Naum Faîk Palak
Rewşenbîr, nivîskar Naum Faîk Palak ku nemaze bi xebatên xwe yên di qada zimên de tê nasîn û navê wekî parçeyekî “Ronesansa Sûryaniyan” tê bilêvkirin, sala 1868an li Diyarbekirê hat dinyayê. Sûryankî, tirkî, kurdî, farisî, îngilîzî ew ziman bûn ku xweş bi wan dizanî. Di maweya 20 salan de li dibistana sûryaniyan a di asta navîn de ku di hundirê Dêra Meryemayê ya Diyarbekirê de ye mamostetî kir. Bo demeke kurt be jî li gundê Hashasê yê li ser Qubînê û li dibistanên sûryaniyan ên li Semsûr û Rihayê mamostetî kir.
Bi Meşrûtiyeta II. ku 23yê Temûza 1908an hat ragihandin li hemû erdnîgariya împeratoriyê jiyana weşangerî û çapemeniyê tevgerek bi dest xistibû. Di vê qonaxê de bi hewldana Naum Faîk Palak rojnameya Kevkeb Medınho (Stêrka Rojhilat) dest bi weşanê kir ku di jiyana çalakiyên çapemeniyê yên sûryaniyan de mînaka pêşî ye. Rojnameya ku bi tîpên sûryankî derket û giraniya wê li ser tirkî, sûryankî, erebî di navbera salên 1910-1912an de 43 hejmar weşiya.
Destpêkirina Şerê Trablusgarpê, bi zêdebûna êrîşên ser filleyan Naum Faîk Palak tevî malbata xwe sala 1912an koçî Amerîkayê kir. Li vir jî çalakiyên xwe yên weşangeriyê domandin. Sala 1930î jiyana xwe ji dest da.
Piraniya wan di qada fîlolojiyê de nêzî 40 kitêbên wî hene. Hinek ji berhemên wî: Peyvên Sûryankî yên di Tirkî de, Peyvên Sûryankî yên di Ermenkî û Kurdî de, Rêgezên Xwendina Sûryankî, Dîroka Sûryaniyên ku Koçî Amerîkayê Kirine, Dîroka Medreseyên Riha û Nisêbînê, Argo di Zimanê Gel de ku li Bajarê Diyarbekirê bi Erebî, Diaxivin û Sirûdên Sûryankî, Erebî, Tirkî.
Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî
Sala 1854an li gundê Aqtepeyê yê li ser Çinara navçeya Diyarbekirê hat dinyayê. Perwerdehiya xwe ya pêşî ji bavê xwe Hesenê Nuranî yê şêxê Neqşîbendî-Xalidiyan wergirt. Zanîna xwe ya erebî û serf nehîvê li medrseyên Şamê bi pêş xist. Piştî temamkirina perwerdehiya xwe li medreseya gundê Aqtepeyê miderristî kir.
Şêx Ebdurehmanê Aqtepî ku bi mexlesên “Ruhî” û “Şemseddîn” helbestên dîdaktîk û lîrîk bi hostatiyeke nazik dirêsîn û digihandin hev, meyleke xwe ya taybet bo zanistên felsefe, mantiq, astronomî û kîmyayê hebû.
Çavdêriya tevgerên heyv, roj, stêrk û gerestêrkên Diyarbekirê û derdora wê kiriye û xwestiye ji qaşûlên gwîzan modeleke pergala rojê çêbike. Bi navê Kifâyetü’l Ewqât tenê derbarê astronomiyê berhemeke wî heye. Kitâbü’l Mantık, her yek jê derbarê mijarên mantiq û felsefeyê berhemeke wî ya du cild e ku ji 90 rûpelan pêk tê. Berhema wî ya bi navê Kitâbü’l Tıb derbarê dermankirina curbicur nexweşiyan û hin dermanan agahiyên girîng vedihewîne.
Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî, sala 1910an çû ser dilovaniya xwe.
Vîktorya Xanim
Bi navê wê yê ku bêhtir tê gotin Vîktorya Xanim, qîza xwişka Mor Îgnatîus Îlyasê III. (Îlyas Şakir) e ku di navbera salên 1917-1932yan de patrîktiya Dêra Qedîm a Sûryaniyan kiriye. Xalê wê berî wezifeya patrîktiyê sala 1908an gava Metropolîtiya Diyarbekirê dike, li ser mijara perwerdehiya civaka sûryaniyan radiweste. Bi taybetî girîngî dida bipêşxistina derfetên perwerdehiya qîzan. Wê gavê Vîktorya Xanima ku li Koleja Protestanan a Amerîkanî ya Mêrdînê perwerdehiya xwe temam kiribû, bi daxwaza xalê xwe li Mekteba Înas (Qîz) a ku li Diyarbekirê vebûye dest bi mamostetiyê dike.
Vîktorya Xanima ku li gel sûryankî îngilîzî û erebî jî di asta bilind de dizanîbû, li dibistana li rex Dêra Meryemayê bi 60 xwendekarên xwe re dest bi perwerdehî-fêrkariyê kiribû. Li gel zimanê sûryaniyan curbicur dersên mîna tirkî, îngilîzî, matematîk, nivîsîna xweşik, dîn, destkarî û xwedîkirinê didan. Miroveke perwerdekar bû ku li nav civaka sûryaniyan a Diyarbêkirê bandora wê gelekî dihat hîskirin.
Şevket Beysanoğlu
Şevket Beysanoğlu ku ji ber xebatên xwe yên demdirêj ên derbarê Diyarbekir û çanda wê, bi awayê “mirovê ku Diyarbekir da nasîn” tê behskirin, sala 1920an li Diyarbekirê hat dinyayê. Bavê wî zanyarê Diyarbekirî Beysanzade Molla Ahmed bû. Piştî ku perwerdehiya xwe ya seretayî û navîn li Diyarbekirê temam kir sala 1942yan ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê der çû û dest bi parêzeriya biserêxwe kir. Xebatên Beysanoğlu ku navenda wan Diyarbekir e heta dawiya temenê wî dom kirin.
Temsîlkarekî nêrîta biyografiyê yê serdema Komarê bû ku bi esasê xwe li nav Osmaniyan sedsala 16an dest pê kiriye û kesên mîna Alî Emîrî Efendî, Îbnûlemîn Mahmud Kemal Înal pêşengên wê ne. Dikare bê gotin Beysanoğlu, ji ber ku li ser serboriyên qadeke diyar a wekî Diyarbekirê zîq bûye, bêhtir daye pey şopa Alî Emîrî Efendî.
Şevket Beysanoğlu, bi berhema xwe ya çar cild a bi navê Mirovên Raman û Hûnerê yên Diyarbekirî (Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları) xebata xwe ya berhevkariya biyografiyan ku ji sedsala 4. dest pê kiribû heta sedsala 20. dewam kir. Di wê berhemê de ku ji 421 biyografiyan pêk tê û dema amadekirina vê pêşangahê jî çavkaniyeke sereke bû, jiyana 174 zanyar, 228 helbestvan û nivîskar 5 xetad, 8 bestekar, 6 wênesazan cih digire. Hejmara hemû berhemên tê de jî bi awayê 3.682yan hatiye tomarkirin.
26 ji berhemên Beysanoğlu di kategoriya lêkolînan de ne. Heft kitêbên wî yen berhavkariyê hene û 11 jî bo weşanê amade kirine. Hin ji berhemên wî yên din: Dîroka Diyarbekir bi Bîrhate û Kîtabeyên Xwe (3 cild), Folklora Diyarbekirê (2 cild), Tiştên bo Ziya Gokalp Tên Gotin (4 cild).
Helbestek ji helbestên pêşî ya Beysanoğluyê ku bi helbestê dest bi edebiyatê kiribû li ser Diyarbekirê ye:
Ez di paşila te de çêbûm
Dê di paşila te de rakevim
Heya ez bimirim jî
Ez dê behsa te bikim
Beysanoğlu, damezirînerê Komeleya Geştyarî û Danasînê ya Diyarbekirê (paşê bû Weqfa Danasîn, Çand û Alîkariyê ya Diyarbekirê) ye. Demekê bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê jî. Ji ber xebat û lêkolînên qada dîrok, erdnîgarî û folklora Diyarbekirê sala 1990î Zanîngeha Dîcleyê payeya doktorê edebiyatê yê fexrî bo wî da. Qismekî zêde yê kitêbxaneya xwe ku nêzî deh hezar kitêb tê de bû bo Zanîngeha Dicleyê bexşand. 23yê Nîsana 2003yan li Enqereyê çû ser dilovaniya xwe.
Nivîs: Mehmet Şimşek
Werger: Abdulsıttar Özmen
ÇAVKANÎ
• Barsavm, E. (2005) Saçılmış İnciler: Süryanilerin Yazınsal Tarihi, (werger) Zeki Demir, İstanbul Süryani Ortodoks Metropolitliği, Stenbol.
• van Berchem, M., Strzygowski, J. û Bell, G. (2015) Amida, (ed.) Şeyhmus Diken, DİTAV Yayınları, Enqere.
• Beysanoğlu, Ş. (1996) Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, Cild 1, Enqere.
• Beysanoğlu, Ş. (1957) Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, Cild 1, Diyarbakır’ı Tanıtma Derneği, Stenbol.
• Beysanoğlu, Ş. (1960) Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, Cild 2, Diyarbakır’ı Tanıtma Derneği, Stenbol.
• Beysanoğlu, Ş. (1978) Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, Cild 3, Diyarbakır’ı Tanıtma ve Turizm Derneği, Enqere.
• Çıkkı, M. F. (2019) Naum Faik ve Süryani Rönesansı, Kent Işıkları Yayınları, Stenbol.
• Diken, Ş. (2019) “Tıp Bayramı ve Amidli Aetius”, Bianet.
• Duygu, Z. (2013) “Zuknin Manastırı Süryani Kroniği (775) Özelinde İslam İdâresi Altındaki Hıristiyanlarda ‘Din Değiştirme’ Meselesi”, Milel ve Nihal, 10(2): 173-201, Stenbol.
• Günel, A. (1970) Türk Süryaniler Tarihi, Oya Matbaası, Diyarbekir.
• Işık, İ. (2013) Diyarbakır Ansiklopedisi, Cild I-II, Elvan Yayınları, Enqere.
• Kevkeb Medınho, 27ê Rêbendana 1912, 11: 6-7.
• Konyar, B. (1936) Diyarbekir Kitabeleri, Cild 2, Ulus Basımevi, Enqere.
• Mar Yeşua (1996) Urfa ve Diyarbakır’ın Felaket Çağı, Yeryüzü Yayınları, Stenbol.
• Süryani Mar Yeşua (1958) Vakayi’name, (werger) Mualla Yanmaz, Şehir Matbaası, Stenbol.
• Şimşek, M. (2012) “Doğu-Batı Süryani Kilise Tarihinde Silvan ve Mar Marutha”, Uluslararası Silvan Sempozyumu (25-27 Nisan 2008), Stenbol.
• Şimşek, M. (2019) Süryaniler ve Diyarbakır, Kent Işıkları Yayınları, Stenbol.
• Tatoyan, R. (2020) “Diyarbakır – Okullar”, (werger) Sevan Değirmenciyan, Huşamadyan.
• TDV İslâm Ansiklopedisi, Cild 2, Türkiye Diyanet Vakfı Yayınları, Stenbol, 1989.
• TDV İslâm Ansiklopedisi, Cild 21, Türkiye Diyanet Vakfı Yayınları, Stenbol, 2000.
• TDV İslâm Ansiklopedisi, Cild 27, Türkiye Diyanet Vakfı Yayınları, Stenbol, 2003.
• Yousif, E. (2009) Süryani Vakanüvisler, (werger) Mustafa Aslan, Doz Yayınları, Stenbol.
MOHRA XWE LI BAJÊR
XISTINE Û DERBAS BÛNE