Lê Bigere
PÊŞANGEH
HEM DEBAR HEM ŞÊWEJIYAN: SEWALVANÎ
HEM DEBAR HEM ŞÊWEJIYAN: SEWALVANÎ
Sewalvanî, faliyeteka aborî û çandî bû ku di hemî qonaxên dîroka cihnişîniyê da rengê xwe daye jiyanê. Ev koçerên ku salên 1970yî li zozanan in, îro roj kêm tişt guheriye di şêwejiyana wan da. (Wene: Mehmet Mercan)
Sewalvanî, faliyeteka aborî û çandî bû ku di hemî qonaxên dîroka cihnişîniyê da rengê xwe daye jiyanê. Ev koçerên ku salên 1970yî li zozanan in, îro roj kêm tişt guheriye di şêwejiyana wan da. (Wene: Mehmet Mercan)

Ji ber tesîra îqlîm û erdnîgariyê sewalvanî di hemî qonaxên dîrokê da li Diyarbekir û derdora wê bûye faliyeteka girîng ya hilberînê. Ev yek di serî da mijûlahiyeka aborî ye û yek ji awayên debara mirovan destnîşan dike. Hem giraniya sewalvaniya çêlek û pezî hem jî pirrengiya sewalan, cûreyên berhemên sewalan jî zêdetir dike. Li gel guherîna jiyanê herçend rê û rêbazên edetî bên jibîrkirin jî, hindek kes hene ku van usûlên berî hema bêje wekî sin’etekê berdewam dikin. Bo nimûne koçer, tevî hinek guherînan, di şêwejiyana xwe ya berdewam da, bi taybet li gel tevkariya nifşê berê, van usûl û edetan zindî dihêlin. Sewalvanî ji bo koçeran bi qasî ku faliyeteka aborî ye, zêdetir şêweyeka peywendiyê ye ku li gel tebî’et û heyatê tê danîn. Herwiha, rêgezên ku vê yekê dikine çandek koçer pêk tînin.

Ji ber vê yekê, di vê beşê da hem em dê behsa aliyê aborî yê sewalvaniyê bikin hem jî em dê cih bidine şahidiyan, ku çavkaniyên serekî ne, û qeydiyên berhevkirî yên ku parçeyekî xas yê vê çandê ne.

Her ji dewrên qedîm ve, yek ji girîngtirîn bajarên Mezopotamyayê, Diyarbekir, ji roja avabûna xwe ve heta îro tu carî qîmeta xwe ji dest neda. Li gel taybetiyên dîrokî, siyasî û çandî hem wekî hilberîn hem bi çavkaniyên xwe yên xas yên genan; ji aliyê sewalvaniyê ve jî em dibînin ku derdikeve pêş.

Di dewrên dawî yên împaratoriya Osmanî da û di salên ewil yên komara Tirkiyeyê da, girseya ku debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikir, ji bo bilindkirina kalîteya refah û rehetiya xwe sektora sewalvaniyê derkete pêş. Li gel hebûna zeviyên mezin û kêmbûna nifûsê jî rêxweşker dibû ji bo ku sewalvanî bibe sektoreka guncav.

Li gorî hejmartina sewalan ya Diyarbekirê ya 1909an, 58.683 gamêş, 46.767 gayên bezê, 3.034 çêlek, 3.035 çêlekên bezê, bi temamî 111.864 sewalên reşek hebûne. Dîsa li gorî hejmartina heman salê, 412.339 pez, 252.285 bizinên çûr, bi temamî 6664.624 mih û bizin hebûne. Wan serdeman, ya li pêştir hebûna sewalên barkêş jî girîng bû ku piştê hingê li gel daxilbûna mekanîzasyonê qîmeta xwe ji dest dan. Di heman hejmartinê da, 40.977 ker, 8.525 hesp û 4.826 hêstir, li seranserê Diyarbekirê 54.328 sewalên barkêşiyê hene. Hebûna hespan a zêde, bi qasî barkêşî û çûn-hatinê peywendîdar e li gel kapasîteya kêm ya gayên bezê yên li herêmê jî.

Li gorî hejmara sala 1927an jî, li Diyarbekirê 33.148 çêlek, 9.852 nogin, 14.095 golik, 5.540 golikên mê, 2.058 çêlekên yeksalî, 532 berkele û 436 golikên yeksalî, 109 boxeyên çêlekan, 1.439 hêştir, 139.914 mih, 150.142 bizinên çûr, 707 bizinên kej, 100.546 dîkil û mirîşk, 6.466 elok, 807 qaz û 119 werdek; wekî sewalên barkêşiyê 36.966 ga, 3.185 gamêş, 958 hesp, 1644 mehîn û 541 hêstir hatine tomarkirin.

Li gorî hejmartina çandinê ya sala 1909an, her çend çêlek û pez zêdetir jî bin, pişkeka mezin ya sewalan ji sewalên bar û barkêşiyê pêk dihatin. Di nava salan da ev rêje kêm bû. (Wêne: Mehmet Mercan)
Li gorî hejmartina çandinê ya sala 1909an, her çend çêlek û pez zêdetir jî bin, pişkeka mezin ya sewalan ji sewalên bar û barkêşiyê pêk dihatin. Di nava salan da ev rêje kêm bû. (Wêne: Mehmet Mercan)
Li Diyarbekirê, ku yek ji girîngtirîn navendên hilberîna şîrî ye, îro hejdeh tesîsên şîr û karkina berhemên şîrî hene. Şîrê herêmê di hilberîna mast, dew, penîr, nîvişk û berfeşîrê da jî tê bikaranîn. Ev wêne ji Baxçeyên Hewselê ye. (Wêne: Hüsamettin Bahçe)
Li Diyarbekirê, ku yek ji girîngtirîn navendên hilberîna şîrî ye, îro hejdeh tesîsên şîr û karkina berhemên şîrî hene. Şîrê herêmê di hilberîna mast, dew, penîr, nîvişk û berfeşîrê da jî tê bikaranîn. Ev wêne ji Baxçeyên Hewselê ye. (Wêne: Hüsamettin Bahçe)

Gava daneyên sewalvaniyê tên helsengandin, Diyarbekir ji aliyê hebûna xwe ya 16.704 çêlekan ve di rêza duyem ya Tirkiyeyê da ye. Bi şîrê çêlekan, ku berhemeka berkfeftî ye, xwediyên çêlekan bi şîrê çêlekan mastî çêdikin û difiroşine piyaseya navxweyî.

Li gorî daneyên berdest ji hejmara gamêşên bajêr, 108.823 gamêşên tuxm-biyanî, 371.204 melez, 159.343 biyanî ne û bi temamî 639.370 gamêş hene. Şîrê tê dohtin, bi temamî li 18 tesîsên şîr û adanan yên li Diyarbekirê dikin mast, dew, penîr, nîvişk û berfeşîr û ev berhemên şîrî tê pêşkêşkirin bo piyaseya navxweyî û welatên biyanî. Herwiha mastê ku di sîtilên baqir ên edetî da tê çêkirin rewaceka mezin dibîne.

Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeya Xwedîkirinê ya Girêdayî Çandinê ya Diyarbekirê li Tirkiyeyê yekem e û bi temamî li ser 103 parselan û bi 82 şerîkeyan kar û barên xwe didomîne. Goştên xwe jî li şeş tesîsên goştî kar dikin û pêşkêşî piyaseyê dikin.

Li gorî daneyên sala 2020an, hejmara mih û bizinên Diyarbekirê bi temamî 2.091.344 in. Ji van 417.763 bizinên kej, 1.673.303 mihên xwemalî û 278 jî mihên merînosê ne.

Bihar û payîzan şîrê ji mih û bizinan tê dohtin ji bo çêkirina mast, nîvişk û penîrî tê bikaranîn. Penîrê vehandî (örgü peynir) yê ku ji şîrê mih û bizinan tê çêkirin ku tescîla wê ya cografyayî heye, yek ji berhemên herî girîng yê bajêr e. Mehên havîn û payîzan, ji şîrê mihan yan jî ji şîrê têkel yê bizin û çêlekan penîrê vehandî yê Diyarbekirê tê çêkirin. Her çend ji aliyê merhaleyên çêkirinê ve bişibe penîrê qaşarê jî, ji aliyê aromaya xwe, rengê xwe yê sipî-kremî, biriqîna xwe ya xas ve ji hev cûda dibin.

Wextê mirov behsa xwedîkirina mih û bizinan dike, divê mirov behsa mihên Zomê û bizinên xwemalî bike ku çavkaniyên genan yên Diyarbekirê ne. Mihên Zomê yên ku li herêma Qerejdaxê tên xwedîkirin adapte ye bo zemîna kevirîn û haf û kaşan û îqlîma germ û hişk ya herêmê. Mihên Zomê li hember nexweşî û enfeksiyonên parazîter xweragir e û ajoya wê ya keriyê û şiyana we ya çêrînê biqewet e. Rengê çermê wê bej yan jî sipî-kremî ye, li ser serî, dev, çav, dûv û li ser lingên wê leke û nuqteyên reş hene. Ji bo tescîlkirina tuxmê mihên Zomê lêkolîn û xebat berdewam dikin.

Bizina xwemalî jî ku li Qerejdaxê tên xwedîkirin çavkaniyeka lokal ya genan e. Şaxên wan her du aliyan ve bi awayekî spîral dirêj dibin û valahiya di navbera her du şaxên wan da hema bêje nîne, pêyên wan yên bihêz û zêdehiya mûyên wan yên li xwarê taybetiyên wan in ku ji bizinên din cûda dibin. Herwiha, ev cûre bizin gelek adapteyî herêmê ne. GAP Navenda Perwerde û Lêkolînên Çandinîyê ya Navdewletî li ser vê varyateyê lêkolînan bi rê ve dibe.

Mihên Zomê, cinseka taybet ya herêma Qerejdaxa Diyarbekirê ye ku tê xwedîkirin. Ev cins, li gel cografya û îqlîma herêmê digunce û lêkolînên ji bo tescîlkirina tuxmê mihên Zomê yên xweragir berdewam dikin. (Wêne: Meral Özdemir, 2006)
Mihên Zomê, cinseka taybet ya herêma Qerejdaxa Diyarbekirê ye ku tê xwedîkirin. Ev cins, li gel cografya û îqlîma herêmê digunce û lêkolînên ji bo tescîlkirina tuxmê mihên Zomê yên xweragir berdewam dikin. (Wêne: Meral Özdemir, 2006)
Gava behsa kevokxaneyên meşhûr yên Diyarbekirê tên kirin çar tuxmên wan derdikevine pêş: Kimsor, Singbeş, Ketme û İçağlı. Her pênc rengên her yek ji wan bi navên taybet tên zanîn. (Wêne: Fotono21)
Gava behsa kevokxaneyên meşhûr yên Diyarbekirê tên kirin çar tuxmên wan derdikevine pêş: Kimsor, Singbeş, Ketme û İçağlı. Her pênc rengên her yek ji wan bi navên taybet tên zanîn. (Wêne: Fotono21)

Eger em bêne ser daneyên sala 2020an yên xwedîkirina sewalên din… Diyarbekirê îqlîmekî gelekî guncav heye ji bo xwedîkirina kurmên hevrîşimê. (“Qeraxa Dîcleyê bostan e, li xwe kiriye ji armûşê fîstan e”) Herwiha Diyarbekir bi hejmara xwe ya 115.630 kewarên mêşan, ji aliyê mêşvaniyê ve li herêmê yek ji bajarên girîng e. 207.631 elok, 121.354 qaz, 25.279 werdek, 73.261 mirîşkên serjêkirinê ve 879.031 mirîşkên hêkkirinê; Diyarbekirê potansiyela bi temamî 1.306.556 sewalên baskdar heye.

Diyarbekira ku bi xwedîkirina kevokan ve jî meşhûr e, li cihên muxtelîf yên bajêr kevokxane hene. Kevok, Kimsor, singbeş, Ketme û İçağlı dibin çar tuxim. Kevokên Kimsor pênc rengên cûda hene, di nava tuxmên Singbeş, Ketme û İçağlıyê da jî her yekê şeş rengên cûda hene. Li gorî rengê reş, di tuxmê Ketmeyê da atlasa Ketmeyê, di tuxmê Singbeşê da Atlas, di tuxmê İçağlıyê da Zengî û di tuxmê Kimsorê da navê Karabaş li wan tên kirin. Kevokên rengzer, di tuxmê Ketmeyê da Bozak, di tuxmê Singbeş da Narinci, di tuxmê İçağlıyê da Tahini û di tuxmê Kimsorê da wekî Saribaş tê zanîn. Li gorî rengê sor, di tuxmê Ketmeyê da cîgera Ketmeyê, di tuxmê Singbeşê da Cigerî, di tuxmê İçağlıyê da Gümüşkuyruk û di tuxmê Kimsorê da navê Kimsor li wan hatiye kirin. Li gorî rengê esmanî jî, di tuxmê Ketmeyê da Gögala Ketmeyê, di tuxmê Singbeşê da Gögala, di tuxmê İçağlıyê da Kara û di tuxmê Kimsorê da jî navê Mavibaş lê tê kirin. Herwiha zibil û gûbreya ku ji kevokxaneyan bi dest dikeve, fadeyeka baş dide mezinî û çêja zebeşên Diyarbekirê yên ku li Baxçeyên Hewselê tên çandin. Divê ev fayde neyê jibîrkirin.

Kevokxane, ku yek ji cûreyên xaniyên çûkan in û faydeyeka wê ya zibil û gûbreyê jî heye, tradîsyoneke qedîm e li Diyarbekirê. Wêne ji kitêba mîmarê frensî Albert Gabriel ya bi navê <em>Voyages Archéologiques dans la Turquie Orientale [Seyahetên Arkeolojîk li Rojhilatê Tirkiyeyê]</em> ku sala 1940an hatiye çapkirin.
Kevokxane, ku yek ji cûreyên xaniyên çûkan in û faydeyeka wê ya zibil û gûbreyê jî heye, tradîsyoneke qedîm e li Diyarbekirê. Wêne ji kitêba mîmarê frensî Albert Gabriel ya bi navê Voyages Archéologiques dans la Turquie Orientale [Seyahetên Arkeolojîk li Rojhilatê Tirkiyeyê] ku sala 1940an hatiye çapkirin.

Bi taybet salên 1960î, li Tirkiyeyê di meydana civaknasiyê da koçerî û çanda koçeriyê babeteka destlênedayî bû. Digel vê ji ber îdeolojiya fermî çi nimûne nebûn yên ku li ser eşîretên koçer yên kurd hûr bûbin. İsmail Beşikçi di vê meydanê da wekî pêşengekî sala 1967an teza xwe temam kir. Yekem çapa kitêba Doğu’da Değişim ve Yapısal Sorunlar: Göçebe Alikan Aşireti nîsana sala 1967an li Enqereyê ji aliyê Doğan Yayıneviyê ve hate çapkirin. Heman kitêb tebaxa 1992yan ji aliyê Yurt Kitap-Yayınê ve dîsa hate çapkirin. Di pêşekiyê da İsmail Beşikci dibêje, “Cara ewil sala 1961ê, mehên havînê, di serdema “staja betlaneyê” da ez rastî kurdan hatim.” Her wekî ku di çapên kitêba xwe ya salên 2000î da jî behsa hebûna kurdan dikir ya wê dewrê dihat înkarkirin, bîr û boçûnên xwe yên bi salan guherî jî lê zêde dike. Beşikçi di lêkolîna xwe da ya li ser eşîretên kurdên koçer, ku hêşta îro jî qîmeta xwe parastiye, çanda ku têkel bûye li gel sewalvaniyê, ji gelek aliyan ve behsê dike. Tesîra heza tebî’etê li ser li ser gotinên pêşiyan û zimanê rojane yek ji van aliyan e.

“Di nav koçeran da bi taybet çanda mih û hespan gelekî pêş ketiye. Girêdayî vê yekê hez û evîna ji bo sewalan jî zêde ye. Bi taybet bo van herdu sewalan hezeka zêde heye. Koçer van wekî canê xwe ji van herdu sewalan hez dikin. Sihet û tenduristiya wan pêşiya ya xwe difikirin. Siwariya hespan û serwextbûna ji nexweşiyên pezî û dermankirina wan taybetiyên bivênevê yên her koçerî ne. Çand û heza sewalan û heza tebî’etê ewqas bilind e ku gelek gotinên pêşiyan yên rojane tên gotin, derbarê van da ye:

  • Nanivim li newalên kûr, nabînim xewnên berevajî.
  • Pez ha li vî aliyê avê, ha li wê aliyê avê.
  • Karik bi xefî nezîkî mihê be jî, mih li meydanê dizê.
  • Civata tirredîn lê ne, bê deng û pêjin nabe; keriya ker lê bin bê zirrzirr nabe.”
Çavkanî: İsmail Beşikçi, Doğu’da Değişim ve Yapısal Sorunlar: Göçebe Alikan Aşireti, İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 2014.
İsmail Beşikci, di teza xwe ya salên 1960î da derbarê hez û evîndariya kurdên koçer ya bo heywanan nivîsiye û li ser girîngiya sewalvaniyê ya di vê şêwejiyanê da hûr dibû. (Wêne: Mehmet Mercan)
İsmail Beşikci, di teza xwe ya salên 1960î da derbarê hez û evîndariya kurdên koçer ya bo heywanan nivîsiye û li ser girîngiya sewalvaniyê ya di vê şêwejiyanê da hûr dibû. (Wêne: Mehmet Mercan)
İsmail Beşikci, salên 1960î di çîrokeka guhlêbûyî da nimûneyekê dide ji girîngiya hesp û hêstiran ya di jiyana koçeriyê da. (Wêne: Hüsamettin Bahçe)
İsmail Beşikci, salên 1960î di çîrokeka guhlêbûyî da nimûneyekê dide ji girîngiya hesp û hêstiran ya di jiyana koçeriyê da. (Wêne: Hüsamettin Bahçe)

“Hesp û hêstir yek ji wasiteyên herî girîng yê jiyana koçeriyê ne. Xudaniyeka baş li wan tê kirin û ji xeynî karûbarên koçkirinê ji bo tu armancan nayên bikaranîn. Koçer, bi bedela pareyan jî be sewalên xwe nadin kirêkirinê. Rojekê (havîna 1964an) Înan Abidînê kurê Şêx Selaheddîn, qaymeqamên Adilcewaz û Exlatê û hindek hevalên wan xwestine derkevine serê çiyayê Sîpanê. Bi erebeyê heta quntarên çiyayî diçin. Li wê derê dibin mêhvanên zomeka 35-40 komî ya eşîra Elîkanan. Qaymeqam û hevalên wî dîsa li gundê quntarên çiyê, li Örengaziyê bêhna xwe vedidin û mixtarî dişînin nav zoma eşîra koçer. Qaymeqam dixwaze li ser pişta hêstirî hilkêşe serê girikî. Gava mixtar diçe nav zom û kepiran li nav konan tu zelaman nabîne. Li nav konan diçe cem jinan û dibêje wan ku qaymeqam hatine û zû hêstiran dixwazin. Jinik qet guhê xwe nadetê. Jinik dibêje ‘Em hesp û hêstirên xwe bi tenê di koç û barkirinê bi kar tînin. Wekî din em jî bi kar nayînin.’ Her çend mixtar israr bike jî, jinik qet guhê xwe nadetê. Paşê mixtar vedigere gundî û hal û ehwalî bo qaymeqaman dibêje. Pişê hingê, kurê Şêx Selaheddîn, Abidîn Înan ku desthilatiya wî li ser zom û konan heye, diçe. Abidîn Înan diçe û dibêje jinikê ku ew kurê Şêx Selaheddîn e, dixwazin derkevine serê gir û çiyayan û hewcedariya wan bi sê çar hêstiran heye. Bes jinik dîsa qet guhê xwe nadine wan. Jinik dibêjinê ‘tu ne kurê şêx bî, tu kurê Weysel Qeranî jî bî em hêstirên xwe nadine te.’

(Ev rûdan temmûza 1965an li gundê Örengaziyê ji aliyê Mixtar Ahmet Axa ve hat vegêrran. Piştî çend mehan heman rûdan, yek ji şahidên vê rûdanê qaymeqamê Xelatê Mecîd Sönmez- gava behsa rûdanê hat kirin, ji aliyê alîkarê Valiyê Erzinganê ve jî hate piştrastkirin.)”

Çavkanî: İsmail Beşikçi, Doğu’da Değişim ve Yapısal Sorunlar: Göçebe Alikan Aşireti, İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 2014.

“Ez li gundê Hecî Koçê hatime dinyayê. 59 salî me. Em zarok bûn, ji bo çêrandina çêlek û bizinan em diçûn deşt û çolê. Piştî ku em hinekî mezin bûn, me dest bi karên li malê kir. Em bi dasê diçûne giyadirûnê. Hinekan bi tirpanê didirût. Me jî li dû wan berhev dikir û girê dida. Me li hêştiran dikir û dianî malê. Me birinc diçand, me pişt dikir, me bêder dikir û îstifî serhev dikir û me dida patosê. Me ew hemî giya dipêça û ji bo sewal û heywanan dianî.

Ji bo pezî em bi hesp û hêstiran dihatine berhevkirina gûniyan. Em saet 12ê şevê şiyar dibûn, dayîka min ji bo me barê hêştirê hazir dikir, zîn û hefsarê wê lê dikir û xwarina me lê bar dikir. Em diçûn deşt û newalan, dinya hêdî hêdî ron û zelal dibû. Her kes cot diçû. Yekê berhev dikir, yekî girêdida. Me qismek didanî vî milî, yên mayî jî datanî li milê din. Me hêştirên xwe li rastekê dihêwirandin û paşê me bar dikir û dianîn. Me mehekê sax bi şevan gûnî dibirin.

Ya rastî ev dozdeh sal e em têne zozanan. Em berê jî dihatin bes bizinên me hebûn, em li wê biniya hanê bûn. Niha mihên me hene, yanî divê cihên wan hinekî dûr be, divê rehet û aram be. Em derdikevin jorê. Derdora me şikêr û kevir in û haf û ervaz e.

Berê, beriya ku biçine zozanan haziriyên xwe dikirin, ta û werîsên xwe nû dikirin. Eger konên wan diriyayî bûna, didirûtin. Li xaniyan tiştek nedima. Jixwe gelek tişt mişt tune bûn. Hemî nivîn û qût û xwarinên xwe li sewaln bar dikirin û dianîn vê derê. Li dû xwe tiştek nedihêlan.”

Ji qeydiya dîroka devkî ya ku ji aliyê DKVDyê, li zozanên Xaniyê Sor ya sala 2021ê li gel Eyşan Karayüna koçer hatî kirin. Hevpeyvîn: Hüsamettin Bahçe

Eyşan Karayüna koçer a 59 salî hem behsa zozanên ji zarokatiyê ve li bîrê mane hem jî behsa jiyana zozanên îro dike. (Wêne: Aylin Kızıl, 2021)
Eyşan Karayüna koçer a 59 salî hem behsa zozanên ji zarokatiyê ve li bîrê mane hem jî behsa jiyana zozanên îro dike. (Wêne: Aylin Kızıl, 2021)
Li Qerejdaxê, li zozanên Xaniyê Sor jinik bi giştî du cûre penîrî çêdikin: Penîrê Helandî û Salamûr. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2021)
Li Qerejdaxê, li zozanên Xaniyê Sor jinik bi giştî du cûre penîrî çêdikin: Penîrê Helandî û Salamûr. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2021)

“Êdî zêtir pênîr tê çêkirin. Kes guhê xwe nade urf û edetên berê. Niha rehetî heye, kes xwe naêşîne. Yên berê xwe gelek diêşandin û canê xwe dirizandin.

Em du cûre penîrî çêdikin. Hem penîrê Helandî hem jî salamûr. Bo nimûne kes êdî di meşkê da çênake. Êdî yên bi ceyranê hatin îcadkirin, keseka wekî min extiyar nebe kes êdî di wan tulûm û meşkan da çênake. Ez ji ber ku jê hez dikim, çêdikim. Êdî çi kes keşkan jî çênake, tevnjenî û teşîrêsî jî nîne. Ji bo her tiştî îmkan çêbûn, niha her kes van tiştana dikirrin. Bo nimûne, berê telîs nebûye, divêya te bo xwe çêkiriba.

Spêdeyê, berî hilatina rojê em hişyar dibin. Eger sewal û heywanên me li govê bin, em berdidin çêregehê. Ji bo şivanan em taştê hazir dikin, dixwin û diçin. Em jî dest bi karên malê dikin. Hinek firaqan dişon, hinek nanî dipêjin. Hinek diçine avkêşanê, her kes karekî dike.

Beriya ku keriya pezî bê, divê em xwarinê bixwin. Caran jî em xwarinê hazir dikin hew te dît şivan hatin. Em demildest radibin û diçin bîrên avê tejî dikin, em avê didin. Piştî ku em hinekî li wir man em paşê em dikarin xwarina xwe bixwin. Paşê em satilên xwe didine destên xwe diçine pezdohtinê. Em şîrî tînin dimeyînin. Heta êvarê sekin li me nakeve.

Heta ku şîr û adanên me xilas nebin em nasekinin. Wê demê jî pez stewr dibe, şîr kêm dibe û kar û bar kêm dibin. Em bêhngteng dibin. Em bi van tayan sebra xwe tînin. Serê sibehê em diçin êzingan berhev dikin. Em alîkariya zelaman dikin, em sewaln rêz dikin. Em hewz û bîrên avê tejî dikin. Heke me alîkariya zelaman nekiriba, bi tenê karê me bûya dîsa baş bû. Karê min û karê vê bûka min ji yên zelaman girantir e. Karê wê jinika cîrana me jî giran e. Herwiha tên li gel me şerî dikin û dibêjin ma hûn çi dikin. Ez jî dibêjimê em hezar karan dikin, tu bes berxan diçêrînî. Dibêje karê tu dikî diyar nabe. Di ser hemî tiştî da jî li gel me nimaqeşe dikin.

Ez ji zozanan hez dikim, naterikînim. Ez elîmime hênikayê. Hêşta jî, gava diçime malê nikarim binivim. Li vê derê teqrîben em şeş mehan dimînin. Em wê derê ji bîr dikin. Ez ji vê derê hez dikim, ji çiyayan û çolan.”

Ji qeydiya dîroka devkî ya ku ji aliyê DKVDyê, li zozanên Xaniyê Sor ya sala 2021ê li gel Eyşan Karayüna koçer hatî kirin. Hevpeyvîn: Hüsamettin Bahçe

Ez jidayîkbûyê sala 56an im. Em ji eslê xwe ji vê derê ne, ji Textê Rast in. Em ji eşîra Îzolê ne. Ji sala 1959an û vir ve em koçeriyê dikin. Sekin li me nakeve. Sewalvanî ye, tu dizanî. Em her dem têne Qerejdaxê. Em çend salan çûne Tîgmeyê. Teqrîben em 25 salan li Şîlanê man. Şîlan, li vê newala xwarê ye.

Xaniyê Sor dibejine vê derê. Ji ber ku berê rêya qedîm ya kerwanserayan tê ra diçû. Li vê derê xan hebûn. Yanî cihê kerwan lê dihêwirîn û bêhna xwe vedidan. Hema li pişt konên me ye. Babê min wan xan bi çavê serê xwe dîtine, bes me nedît.

Em zivistanê diçin gundî. Ez ji koçeriyê aciz nebûm, sebr e. Ev der ji mêj ve mer’a ye. Yanî herkes tê zozanan, sewalên xwe diçêrînin û konên xwe vedidin. Ya herkesî ye. Kes nikare bêje ev der ya min e. Em ji bav û kalên xwe ve koçer in. Hemî dihatine vê Qerejdaxa hanê. Niha herkesî dev jê berda, her kes li cihê xwe binecih bû.

Berê hêştir hebûn hesp hebûn, ker hebûn. Tiştên xwe yên malê bar dikirin û dianîn li vir datanîn. Vê gavê erebe heye bêguman. Herkesî erebe heye. Teqrîben me 200 pez heye. Li vê dorhêlê texmînen deh hezar pez heye. Nêzîkî du hezaran jî sewalên reşek hene.

Debara me li ser sewalvaniyê ye. Sewal nebin, em jî nîn in. Ciwanên me bo xebatê diçin Stenbol û cihên dinê. Hindek pêdiviyên me çêdibin û bi van jî em mesrefên xwe derdixin. Em jî mast û penîrî çêdikin û dişînin bajêr. Herkesê dikanek heye ku mast û penîrê xwe didetê. Em bi pareyan difiroşin. Dikandar ji bo me difiroşe. Yan jî em difiroşin dost û hevalan, dibêjin ji bo me çêkin.

Tiştên em difiroşin têra me nake, dê çawa têra me bike! Wê gavê em pez û berxan difiroşin. Bi vî rengî em debara xwe dikin. Em dohn çêdikin, nîvişk. Ya zêde ji ber me mayî em difiroşin. Şivanê me ji nava malê ye. Hin kes hene ku şivanê xwe ji derve digirin. Bo nimûne dibêje şertê min ew e ku mehane hûn hinde pare bidine min, bi wî rengî li hev tên.

Em li zozanan gelek zor û zehmetiyan nakêşin. Bi tenê carna gelek baran dibare, em jê bêzar dibin. Stargeh nîn in bo sewalan. Erd şil dibe, hew, wekî din tiştekî nîne. Berê jî her bi vî rengî bû. Ji bav û kalên me vir ve. Berê, bav û kalên me cilikên xwe dibirine ser avê û lîçên piçûk çêdikirin û cilikên xwe tê da dişûştin. Serê xwe jî li wê derê dişûştin. Niha ewk derketin meydanê, cilşok, dişînin gundî. Enerjiya hetavê heye êdî.

Kon û çadirên berê bi destan dihatin çêkirin. Hiriya heqîqî ya bizinan eger bi destan bê çêkirin, bê badan jî, bê şehkirin jî dilop nake. Bes yên niha dilop dikin. Berê qendîl û çira hebûn. Xaza dohnî hebû, wekî din tiştek tune bû. Hinek însanan hay jî jê nebû, feqîr bûn. Agir hildikirin, bi vî rengî ronî dibûn. Li ber agirî xwarin dixwarin. Sobe jî nebû. Çi tişt tunebû.”

Ji qeydiya dîroka devkî ya ku ji aliyê DKVDyê, li zozanên Xaniyê Sor ya sala 2021ê li gel Sileyman Karayünê koçer hatî kirin. Hevpeyvîn: Hüsamettin Bahçe

Süleyman Karayünê ku ew jî wekî bav û kalên xwe koçer e, behsa zehmetiyên debara jiyanê dike. Tevî her tiştî ji koçeriyê bêzar nebûye. (Wêne: Aylin Kızıl, 2021)
Süleyman Karayünê ku ew jî wekî bav û kalên xwe koçer e, behsa zehmetiyên debara jiyanê dike. Tevî her tiştî ji koçeriyê bêzar nebûye. (Wêne: Aylin Kızıl, 2021)

Wergêr: Ekrem Yildiz, Edîtorê wergerê: Murat Bayram

 


 

ÇAVKANÎ

1927 Tarım Sayımı, Devlet İstatistik Enstitüsü Matbaası, Enqere, 1970.
• Akça, N. û Bakır G. (2017) “Karacadağ Zom Koyununun Süt Bileşimi”, Dicle Üniversitesi Veteriner Fakültesi Dergisi, 10(1):19-23.
• Barıtcı, İ., Adıgüzel, C. û Kanat, M. (2017) “Diyarbakır ilinde ipekböceği yetiştiriciliğinin genel durumu”, Dicle Üniversitesi Fen Bilimleri Enstitüsü Dergisi, 6(2): 77-82.
• Bekleyen, A. (2007) “Diyarbakır Kırsalında Güvercin Evleri: Boranhaneler, Karaçalı (Tilalo) Köyü”, Trakya Üniversitesi Journal of Science, 8(2): 99-107.
Coğrafi İşaretler ve Geleneksel Ürün Adları Başvuru Kılavuzu, Türkiye Patent Enstitüsü, 2019.
• Denli, M., Demirel, R. û Sessiz, A. (2016) “Diyarbakır İli Hayvansal Üretime Dayalı Gıda Sanayisinin Durumu”, Iğdır Üniversitesi Fen Bilimleri Enstitüsü Dergisi, 6(1): 133-141.
Diyarbakır İl Gıda, Tarım ve Hayvancılık Müdürlüğü 2016 Brifing Raporları, 2016.
• Kumaş, N. (2021) “Cumhuriyet Döneminin İlk Yıllarında (1925-1929) Van İlinde Tarım ve Hayvancılık İstatistiklerinin Analizi”, Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi, Van Özel Sayısı: 239-262.
• Kuş, A. (2019) “Amerikalı Misyoner Southgate’in Tanzimat Öncesinde Diyarbakır’a Dair Bazı Gözlemleri”, Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi, 22: 295-305.
Osmanlı Dönemi Tarım İstatistikleri 1909, 1913 ve 1914, Türkiye Cumhuriyeti Başbakanlık Devlet İstatistik Enstitüsü, Enqere, 1997.
• Öğüt, T. û Çadırcı, Ç. (2013) “Cumhuriyet Dönemine Geçiş Sürecinde Diyarbakır’da İktisadi-Mali ve Sosyal Yapı”, Akademik Bakış, 7(13): 141-170.
• Quataert, D. (1999) Osmanlı İmalat Sektörü, (çev.) Tansel Güney, İletişim Yayınları, Stenbol: 74.
• Saygılı, D., Demirci, H. û Samav, U. (2020) “Coğrafi İşaretli Türkiye Peynirleri”, Aydın Gastronomy, 4(1): 11-21.
• Tuncer, O. C. (2001) “Diyarbakır Kenti Kimliği”, I. Bütün Yönleriyle Diyarbakır Sempozyumu (27-28 Ekim, 2000), Diyarbakır Tanıtma, Kültür ve Yardımlaşma Vakfı, Enqere: 164-175.
• Yılmaz, O., Savaş, T. û Ertuğrul, M. (2012) “Batman, Diyarbakır, Mardin Ve Şanlıurfa İllerinde Güvercin Yetiştiriciliği Kültürü, Kimi Sorunlar Ve Çözüm Önerileri”, Harran Tarım ve Gıda Bilimleri Dergisi, 16(1): 49-53.

WARÊN KU “STRANA GENIMΔ LÊ DEST PÊ KIRÎ
BEŞA BÊ
WARÊN KU “STRANA GENIMΔ LÊ DEST PÊ KIRÎ