Lê Bigere
PÊŞANGEH
RAWESTGEHA “KARWANÊN” TURÎSTAN: XANA HESEN PAŞA
RAWESTGEHA “KARWANÊN” TURÎSTAN: XANA HESEN PAŞA

Dîyarbekira di xala hevpar ya Hewzeya Dîcleya Jorî, Mezopotamya, Surîye, Îran, Behra Spî û Enedolê da avabûyî, di seranserê tarîxa xwe da bajarekî girîng yê bazirganîyê bû. Hereketî û pêdivîyên ji ber vê yekê di dirûvgirtina mîmarîya wê da jî kartêker bû. Xanên bûbûn avahîyên bo mayîna karwanan, birêvebirina çalakîyên bazirganan, di heman demê da hêmanên dîyarker yên karakterê bajarî jî bûn. Xana Hesen Paşa ya îro roj jî li ser lingan mayî yek ji xana mezintirîn e di nav bi dehan xanên Osmanîyan yên xebitî da. Piştî destpêkirina restorasyona 2006an ya ji alîyê Midûrîyeta Weqfan ya Dîyarbekirê da, xan îro roj bi taştêxaneyên xwe, bi dikanên xwe yên sûsan, navendeka jîyana civakî û yek ji rawestgeha rotayên turîstîk ya herî zêde eleqe dîtî ye. Xana Hesen Paşa bi rexma hin kiryarên zererdar li resenîya avahîyê û nîqaşên ji ber rola xwe ya turîstîk ya îro roj jî, rawesta hevdîtinêya girîng ya bajarê ye.

Mîmar û nivîskar Mehmet Atlı wêneyên aîdî sê serdemên cuda yên Xana Hesen Paşa ji bo vê pêşangehê şirove kir.

Xana Hesen Paşayî, ku yek ji mezintirîn xana li navenda Dîyarbekirê ye gihiştîye roja me, îro roj jî mekanekî girîng yê turîstîk û civakî ye.
Xana Hesen Paşayî, ku yek ji mezintirîn xana li navenda Dîyarbekirê ye gihiştîye roja me, îro roj jî mekanekî girîng yê turîstîk û civakî ye.
Xana Kepo ya nêzî Farqîna navçeya Dîyarbekirê, wekî xana herî kevn ya Enedolê tê qebûlkirin. Ev avahîya ku îro roj xerabe ye, salên 1000î, di serdema Merwanîyan da hatîye lêkirin. (Wêne: Haydar Erdemir, 1969)

Ji ber ku cihê wê yê stratejîk tê bîra meriv gava behs tê ser Dîyarbekirê, vê yekê kirîye ku di temamê tarîxa xwe da bibe bajarekî bazirganîyê. Ji ber cihê xwe her tim bûye cihekî bêhnvedanê ji bo karwanên li ser rêyên Îran, Îraq û Azerbêcanê.

Rengvedaneka jîyana bazirganî ya li bajarî jî xan û karwansera ne. Tevî ku gelek caran peyva xan li şûna karwanserayê tê bikaranîn jî, ya rast xan û karwansera hem ji alîyê mîmarî hem jî ji alîyê wezîfeyê ve cuda ne. Karwanserayên bêhtir li ser rêyên xalî avabûyî ji ber ku wezîfeya wan ya serekî ewlehîya can û malî ye, avahîyên di şiklê kelehê da ne. Di nav karwanserayên “menzîl”ê da –ku di rêyên nav bajaran da, bi peyakî mesafeyeka xwe ya heşt/deh saetî heye-, beşên wekî hemam, çarşî û axurê hene. Ev beşên han di nav bajaran da ewqasî jî hewce xuya nake. Xan jî ew avahîyên bazirganî û lêmayînê ne ku li ser rêyên serekî yên nav bajaran, carna jî li navendên bazirganîyê yên nav bajaran hatine lêkirin. Ji ber vê jî di nav jîyana bajarî da ne.

Xana ku wekî kevintirîn xana li Enedolê tê qebûlkirin, Xana Kepo ye ku li gundê Kepoya nêzî Pira Malabadê ya Farqîna navçeya Dîyarbekirê ye. Avahîya ku salên 1000î di serdema Merwanîyan da hatî lêkirin, îro roj xerabe ye.

• Aydemir, H. (1969) Silvan ile Tatvan Arasındaki Hanlar, Teza Lîsansê, Beşa Tarîxa Hunerê ya Fakulteya Edebîyatê ya Zanîngeha Stenbolê, Stenbol.
• Baran, M. (2008) “Osmanlı Dönemi Diyarbakır Hanları’nda Yöresel ve Mimari Üslup”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır 2, (ed.) Bahaeddin Yediyıldız û Kerstin Tomenendal, Diyarbakır Valiliği Yayınları, Enqere: 557-565.

Gelek xanên li ser wan rêyan hene ku Dîyarbekirê bi rêyên kevn yên bazirganîyê ve girê didin û li gund û navçeyan belav bûne. Li Sûra navenda bajarî jî tenê çar xan gihiştine roja me ji nav wan gelek xanên serdema Osmanîyan da. Xana Delîlan (Xana Xusrew Paşa) ya di 1527an da ji alîyê Xusrew Paşa ve hatî çêkirin, gava meriv ji Derê Mêrdînê dikeve bajarî hema li rastê dimîne. Navê wê yê “delîl” yanî rêber ji ber wan rêberên rêwîyên hecê bû ku li vê xanê diman. ^Navê Xerabeya Hecîyan jî li qada fireh ya hemberî xanê kirine. Ev xana tîpîk ya osmanîyan ji alîyê mîmarî ve, ji 1984an vir ve oteleka pêncstêrkî ye.

Ya din, tarîxa çêkirina Çiftexana li rojhilatê Kolana Gazîyê bi temamî neyê zanîn jî, fikir ew e ku di sedsala 16an da hatîye lêkirin. Dubeşbûna vê xanê xweserî wê ye, lêbelê çi heyf ku beşeka wê di dema çêkirina rêyan da hilweşîyaye. Xana ku heta vê tarîxê wekî borse hatîye bikaranîn, îro roj jî tenê depo ye û xerabe ye.

Ya sêyem Xana Qazancîyan (Suluklu) e ku îro roj yek ji cihê herî popûler yê Dîyarbekirê ye. Xana ku di sala 1980yî da ji alîyê Mehmûd Çelebîyê Hêneyî û xwişka wî Atîke Xatûnê ve hatî çêkirin navê xwe ji wan zêlûyan digire ku berê li dor kanîya hewşa wê hebûn û ji bo tedawîyê dihatin bikaranîn. Xana Qazancîyan ya îro roj kafeyek li hewşa wê heyî, navendeka turîstîk ya bajarî ye.

Xana Hesenpaşa jî xana çarem ya gihiştî roja me ye ku ji mezintirîn xanan e.

• Baran, M. (2008) “Osmanlı Dönemi Diyarbakır Hanları’nda Yöresel ve Mimari Üslup”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır 2, (ed.) Bahaeddin Yediyıldız û Kerstin Tomenendal, Diyarbakır Valiliği Yayınları, Enqere: 557-565.
• Güneli, Z. û Kejanlı, T. (1999) “Diyarbakır Osmanlı Dönemi Mimari Yapılarından Günümüzde Ayakta Kalan Hanlar ve Özellikleri”, Diyarbakır: Müze Şehir, (ed.) Şevket Beysanoğlu, M. Sabri Koz û Emin Nedret Dişli, Yapı Kredi Yayınları, Stenbol: 252-257.
Xana Delîlan (Xana Xusrew Paşa) ya di 1527an da hatî lêkirin, ji 1984an û vir ve wekî oteleka pêncstêrkî dişixule. (Wêne: Dilan Bozyel)
Xana Hesen Paşa ya ji sedsala 16an gihiştî roja me, avahîyeka xwedî taybetîyên tîpîk yên mîmarîya xanên osmanîyan e.

Xana Hesen Paşa di salên 1572-1575an da ji alîyê Wezîrzade Hesen Paşayê kurê Sokollu Mehmet Paşayê walîyê Dîyarbekirê ve hatîye çêkirin û li rojhilatê Mizgefta Mezin, li ser Kolana Gazîyê ye. Hesen Paşayî berê ji bo zêringeran jî xaneka bi navê Ketencîyan jî dabû çêkirin lê xan negihiştîye roja me. Xana ku bi rewaqên li dor hewşê du qatan bilindbûyî xwedî sê kîtabeyan e ku yek jê li başûr, yek li rojhilat û ya din jî li ber derîyê çarşîyê ye.

Li qatê jêrê axur hene. Cihê lêmayîna rêwîyan jî ji ber taybetîyên xwe yên mîmarîya xanên osmanîyan, bi temamî hatîye cudakirin û wekî qatê yekem hatîye çêkirin.

• Baran, M. (2008) “Osmanlı Dönemi Diyarbakır Hanları’nda Yöresel ve Mimari Üslup”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır 2, (ed.) Bahaeddin Yediyıldız û Kerstin Tomenendal, Diyarbakır Valiliği Yayınları, Enqere: 557-565.
• Beysanoğlu, Ş. (2003) Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, Cîld 2, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Yayınları, Enqere: 619-622.
• Güneli, Z. û Kejanlı, T. (1999) “Diyarbakır Osmanlı Dönemi Mimari Yapılarından Günümüzde Ayakta Kalan Hanlar ve Özellikleri”, Diyarbakır: Müze Şehir, (ed.) Şevket Beysanoğlu, M. Sabri Koz û Emin Nedret Dişli, Yapı Kredi Yayınları, Stenbol: 252-257.

Piştra şaneşîn li odeyên alîyê rojavayê Xana Hesen Paşa hatine zêdekirin. Dikanên li alîyê rojavayê di hemû serdemên tarîxê da bo çalakîyên bazirganî hatine terxankirin. Îro roj jî li qatê zemînê dikanên biçûk yên dîyarîyên turîstîk û li qatê jorê jî taştêxane hene.

Pêkvebûna kevirên bazalt û kalker li temamê xanê û nexasim bicihbûna kalkerê bi awayê berwarkî kirîye ku avahî mezintir were xuyakirin. Di nîvê hewşê da şadirwaneka qubeyî ya li ser şeş stûnan heye.

• Baran, M. (2008) “Osmanlı Dönemi Diyarbakır Hanları’nda Yöresel ve Mimari Üslup”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır 2, (ed.) Bahaeddin Yediyıldız û Kerstin Tomenendal, Diyarbakır Valiliği Yayınları, Enqere: 557-565.
• Güneli, Z. û Kejanlı, T. (1999) “Diyarbakır Osmanlı Dönemi Mimari Yapılarından Günümüzde Ayakta Kalan Hanlar ve Özellikleri”, Diyarbakır: Müze Şehir, (ed.) Şevket Beysanoğlu, M. Sabri Koz û Emin Nedret Dişli, Yapı Kredi Yayınları, Stenbol: 252-257.
Di hewşa Xana Hesen Paşa da şadirwaneka qubeyî ya şeşstûn heye. Îro roj li qatê zemînê kafe û dikanên dîyarîyên turîstîk hene.
Gerokên hatî Enedolê jî hin qeydên pesinder li ser Xana Hesen Paşa li dû xwe hiştine. Ev wêne ji sala 1954an e. (Arşîva Muvaffak Uyanık)

Xana Hesen Paşa di qeydên gerokên hatî bajarî da jî hene. Ewlîya Çelebî di gernameya xwe da saxlemî, mezinahî û îmkanên wê yên heyî pîroz kirîye. Sîmeonê Gerok yê Polonî jî di sedsala 17an da ev hevok ji bo xanê lê kirine:

“…Ev xana ku avahîyeka kargir ya miezem bû, xwedî du axuran bû ku 500 belgîr diketinê, hewizeka wê ya pir xweşik hebû ku bi caxên rengorengo dorpêçkirî bû, gelek odeyên wê yên kargir yên sê qatan hebûn.”

Andreasyan, H. D. (1964) Polonyalı Simeon’un Seyahatnamesi.

1.

Temenê hin avahîyên ji nifş û şexsan dirêjtir demeka aloz li wan zêde dike; wan bi kêşeyên cuda yên fikira mîmarîyê ve girê dide. Meriv dikare behsa alozîyekî bike ku di demên cuda da tesîr li fonksîyon û şêweyên bikaranînê yên avahîyên wisa kirîye. Li hember mînakên wisa bi temamî dikevin halekî nîqaşî ew qebûlên rijd yên fonksîyoneka aîdî binyad û şêweyê ya di ser hemû dem û mekanên modernîzmê û nexasim fonksîyonalîzmê ra sabît dike.

Ji alîyê din ve, heger wêne derheqê “kêlî”yekê da bin jî, ew temsîlîyeteka di ser vê kêlîyê ra werdigirin. Berevajî temenê Xana Hesen Paşa, temsîlên kêm qeydên wê yên dîmenî yên demên cuda hin agahîyan derheqê paşeroja (rabirdû) temenê wê da dide me û di nav pêwendîyên kontekstî da bajar û jîyana bajarî zelal dike.

Ev wêneyê xanê yê ji destpêka sedsala 20an, bajar û welatekî di nav şerî da nîşan dide. Ev bikaranîna bi awayê mîlîterî ya vê avahîyê tevî fonksîyona xwe ya girêdayî jîyana bazirganî ya bajarî jî, hingê qedera dêr, mizgeft û mescîdên armanc-dînî yan jî embar û sûran e jî. Wêne, kêlîya herî trajîk ya şer, hilweşandin, qirkirin û bîyanîkirina li wî bajarî qeyd dike ku jixwe demeka dirêj di nav pêvajoyeka xiraba ya jîyana bazirganîyê ra derbas dibû. Dîmeneka civakî û tarîxî ya bi pîvana bajarî û yek-avayî ya şerekî di asta dinyayê da nîşan dide ku her tişt lê dikarin ji armanc û naveroka xwe bizivirin.

Mehmet Atlı, Mîmar, Nivîskar

Ev wêneyê Xana Hesen Paşa yê di destpêka sedsala 20an da xwedî behs e li ser tarîxa bajarî ya di nav şerî da.
Mimkin e ku meriv di serborîya Xana Hesen Paşa da bide ser şopa hin polîtîkayên tarîxa Cumhûrîyetê. Wêne di salên 1990î da hatîye girtin.

2.

Ev wêneyê Xana Hesen Paşa nispeten rewşeka aram ya bajarî ya salên Cumhûrîyetê nîşan bide jî, di heman demê da delîleka îzolekirin û polîtîkayên “teşreyîkirin”ê ye ku bi Cumhûrîyeta “modernîst” ra ketîye rewacê. Nîşaneya wê yekê ye ku avahîyên tarîxî yên Dîyarbekirê bêxwedî mane, navenda bajarê kevn yê hereketîya xwe ya bazirganî jidestdayî şûna xwe daye qadên nû yên bazirganîyê. Her weha rewşa Tirkîyeyê jî nîşan dide ku ji bilî mînakên ji alîyê pisporan angajmaneka eleqedarî parastin yan jî restorasyonê li wê pir ne pêşketî ye. Her çiqas wisa xuya bibe ku rêz li avahîyên tarîxî tên girtin, hewce ye ew bên parastin, ji ber taybetîya delîlên xwe yên tarîxî xwedî qedr in jî, ev yek çêdibe wek kêlîyeka wisa bê famkirin ku di pratîkê da ti berdêleka wê tune ye û serdemeka dirêj ya guhnedanê ye. Li Tirkîyeyê gelekî berbelav e ku avahî bêxwedî bimînin û bikevin ber xezeba demê.

Mehmet Atlı

3.

Ev rewşa Xana Hesen Paşa ji wê dema meriv dikare bêje postmodern e ku eleqedarîya parastin û restorasyonê li cem esnafan, bajarîyan, cihên civakî yan jî burokratîk-sîyasî peyda dibû. Rewşa nû ya avahîyê nîşan dide ku tarîxîbûna xwe wekî qîmetekî zêde ji nû ve afirandîye, hatîye restorekirin û bi wezîfeyên cuda tev li jîyana bajarî bûye. Qeyd dike ku hay jê çêbûye tarîx yan jî tarîxîbûn “pereyan tîne”, bajarî ji alîyê hişmendîya tarîxî ya bi nêrîneka geşbîntir ra merhale derbas kirîye. Alîyekî reşbîn yê xanê heye ku turîst ji bo girtina wêneyên xatirayî hema ji derî ve serîyekî lê didin û bûye rawestgeheka jirêzê ya guzergehên turîstîk. Di bêbîrmayîna avahîyê ya dema gotina “bi bîr bînim, bi bîr bixim” û fikar û alozîya vê yekê da jî wisa ye.

Digel dîsîplîna pratîkên berbelav yên restorasyona yekreng, taştêxane, kafe, xişrfiroş, dikanên xalîçeyan yên dîmenên Ehmedê Xanî, Ahmet Kaya, Deniz Gezmiş, Che, Seîdê Nûrsî, Eyşe Şan yan jî Yilmaz Guney tê da li nik hev, her wisa wêneyekî kaosê yê derheqê aşopa populer ya bajarî jî nîşan dide.

Mehmet Atlı

Di dikanên sûs û xalîçeyan yên Xana Hesen Paşa da hatina nik hev ya şexsîyetên wekî Ehmedê Xanî, Ahmet Kaya, Deniz Gezmiş, Che, Seîdê Nûrsî, Eyşe Şan, Yilmaz Guney aşopa bajarî jî nîşan dide.
Restorasyona Xana Hesen Paşa di 2006an da dest pê kir. Komeka pisporan ya xebatê hatin nik hev ji bo ku li ser hindek kiryarên neminasib yên projeyê hûr bibin. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2006)

Restorasyona xanê ya 2006an destpêkirî di qonaxeka wisa ra derbas bû ku gel û rêxistinên sivîl yên civakî jî tê da beşdar bûn. Ya rast ev beşdarîyeka ji ber mecbûrîyetê bû. Bi destpêkirina projeyê ra gilî û gazin ji bo Meclîsa Bajarî ya Rojeva Herêmî ya Dîyarbekirê 21, Bin-koma Xebatê ya Parastina Avadanîya Tarîxî dihatin. Ji ber vê yekê koma xebatê ya pisporên wekî mîmar, restorator, arkeolog, endezyarên înşaatê û tarîxzanên hunerê heta ku restorasyon qedîya, çar caran Xana Hesen Paşa tedqîq kirin û rapor amade kirin. Ev rapor bi daxwaza baştirkirinên hewce bo sazî û dezgehên eleqedar yên wekî Walîtî, Wezareta Kultûrê, Midûrîyeta Giştî ya Weqfan hatin şandin.

Diyarbakır Yerel Gündem 21 Kent Danışma Meclisi (2006-2007) Hasan Paşa Hanı Restorasyon Çalışması ile İlgili Tespit Raporu 1-4.

Komxebata ji bo projeya restorosyanê ya Xana Hesen Paşa hatî nik hev, di raporên xwe da hin kiryarên xeternak tesbît kiribûn. Sermeselê li quncikê başûrrojhilatê hewşê, di bin zemînê da mekanekî sî metrekareyî ya di eslê wê da tuneyî hatibû vekirin û ser wê bi betonê hatibû girtin. Ev cihê ku dê zerereka mezin bidaya avahîyê, piştî rapora ewil hat girtin.

Di raporên din da bal bi ser hin xalên nelirê yên tesbîtkirî hat kişandin ku ji rûberên zemînê heta serbanan, ji karê dîwaran heta çêkirina derî û pencereyan di projeya restorasyonê da hebûn. Wê demê çêbûna raya giştî ya bi pêşengîya rêxistinên sivîl yên civakî yên Meclîsa Bajarî, rê li ber xweş kir ku sazîyên eleqedar van îqazan li ber çavan bigire û hin ji wan betal bike. Îro roj her çiqas bikaranîna bêehemîyet xisar li resenîya xanê bike jî, meriv dikare midaxeleya wê çaxê ya şênîyên bajarî ya li pêvajoyê wekî qezenceka Dîyarbekirê bihesibîne.

Diyarbakır Yerel Gündem 21 Kent Danışma Meclisi (2006-2007) Hasan Paşa Hanı Restorasyon Çalışması ile İlgili Tespit Raporu 1-4.
Wê çaxê rayeka giştî çêbûbû ku mimkin bû restorasyon hin negatîfîyan jî bi xwe ra bîne û vê hewlê tesîra xwe nîşan dabû. Betalkirina hin kiryarên projeyê li ser navê bajarî qezencek bi dest ve anî.
(Wêne: Nevin Soyukaya, 2006)