Lê Bigere
PÊŞANGEH
KESÊN BI ÇAND Û HUNERÊ MOHRA XWE LI BAJÊR XISTINE Û DERBAS BÛNE
KESÊN BI ÇAND Û HUNERÊ
MOHRA XWE LI BAJÊR
XISTINE Û DERBAS BÛNE
Diyarbekir, bajarek e ku di qada çand û hûnerê de gelek kes lê çêbûne, mezin bûne û berhemên xwe dane. Di wêne de Diyarbekiriyên ku salên 1950yî li Sûrê bo mûzikê li hewşekê gihane hev. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Diyarbekir, bajarek e ku di qada çand û hûnerê de gelek kes lê çêbûne, mezin bûne û berhemên xwe dane. Di wêne de Diyarbekiriyên ku salên 1950yî li Sûrê bo mûzikê li hewşekê gihane hev. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Sirrî Xanima helbestvana jin a edebiyata klasîk ku hejmara wan kêm e an jî Fatma Baciya hozana jin a edebiyata aşiqan ku mînakên wê gelekî nînin… Sami Hazinsesê ku bi navê Samuel Uluçyan hatiye dinyayê; İhsan Fikret Biçiciyê ku bi ristên xwe, bi kovarên ku derxistine gelek ked daye cihana çandî ya Diyarbekirê…

Nivîskar Ahmet Çakmak, ji hunermend, helbestvan û nivîskarên ku li Diyarbekirê hatine dinyayê guldesteyek çêkir û li çîrokejiyana wan î kurt ji berhemên wan jî çend deq zêde kirin.

Sirrî Xanim

Sirrî Xanim, helbestvaneke jin e di edebiyata klasîk de ku hejmara wan kêm e. Sala 1814an li Diyarbekirê hatiye dinyayê. Navê wê yê eslî Rahîle ye. Diya wê Fatma Xanim û bavê wê Ahmet Beg ku ji malbata Şêxzadeyan tên gelekî girîngî dane perwerdehiya keça xwe ya din î helbestvan û Rahîle Sirrî. Sirrî Xanim piştî ku erebî û farisî fêr bû li ser edebiyata ereb û farisan hûr bû.

Bi navê Muhammed Emîn û Rifat du law û bi navê Nîhal keçeke Sirrî Xanim û zilamê wê Tahir Axazade Bekir Beg heye. Li gor hin çavkaniyan mirina Nîhal, li gor hin çavkaniyan a Rifat a di zarokatiyê de tesîreke mezin lê kir, trajediya hat serê wê, ew mersiyeya navdar pê da nivîsîn ku bi navê wê tê zanîn

Min ji vê cîhana fanî feraxat kiriye
A min dest ji berdaye canan e

Ê ji dilovaniyê mehrûm bi eslê xwe nezan e
Felekê ya dilê min neanî cih ev çi dewran e
Dûrî nazik û nazenîna min halê min perîşan e
          Dilê min tijî xwîn e mîna gula sor
          Dil nake bibişkive ger bibîne bi hezaran bihar

Sirrî Xanim piştî sala 1873yan demekê li qonaxa Yusuf Kâmîl Paşa ya li Stenbolê ma ku ew bixwe jî kesayetekî girîng ji edebiyata serdema tanzîmatê ye û cara pêşî romanek (Telemak, François Fénelon) ji fransî wergerandiye tirkî. Vê serdemê ku di bin siya Yusuf Kâmîl Paşa de bû bi helbestvaniya xwe bêhtir hat nasîn. Herçiqasî tê zanîn ku dîwanên wê yî bi farisî û tirkî hene jî ev berhem winda ne. Tenê “dîwançe”yeke wê heye ku Alî Emîrî ew dîtiye. Di antolojiya Ziya Paşa ya bi navê Harabat’ de jî hin şi’rên Sirrî Xanim cih digirin ku sala 1877an çûye ser dilovaniya xwe.

Sirrî Xanim û xwişka wê ya mezin Îffet Xanim ya li pey vî wêneyî tê dîtin, helbestvanên jin in ku di edebiyata klasîk de kêm in. Şexzadeyên malbateke kevin a Diyarbekirê girîngiyeke mezin dabûne perwerdehiya keçên xwe. Di wêne de qismê Qonaxa Şêxzadeyan ê ku gihaye roja me tê xuyakirin. (Nevin Soyukaya, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Sirrî Xanim û xwişka wê ya mezin Îffet Xanim ya li pey vî wêneyî tê dîtin, helbestvanên jin in ku di edebiyata klasîk de kêm in. Şexzadeyên malbateke kevin a Diyarbekirê girîngiyeke mezin dabûne perwerdehiya keçên xwe. Di wêne de qismê Qonaxa Şêxzadeyan ê ku gihaye roja me tê xuyakirin. (Nevin Soyukaya, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Îffet Xanim

Îffet Xanima helbestvan xwişka mezin a Sirrî Xanim e û navê wê yî eslî Hatice ye. Tam nayê zanîn bê kengî hatiye dinyayê. Jinek e ku bi saya malbata xwe li gor serdema xwe perwerdehiyeke baş dîtiye. Tê zanîn ku bi zanyarê bajêr Şaban Kami Efendi re mişa’ere (xwendina helbestan li hember hev) û mibahese (axaftin, hevpeyvîn) kiriye û zanebûn û şarezabûna wê hatiye teqdîrkirin. Azmîzâde Hafiz Mehmet Efendiyê zilamê wê jî ramanger û hunermendekî ji Diyarbekirê bû.

Herçiqasî tê zanîn ku dîwaneke wê hebe jî îro em nikarin xwe bigihînin wê. Helbestên ku bi xwişka xwe Sirrî Xanim re nivîsandine jî hene. Îffet Xanim sala 1860î jiyana xwe ji dest da.

Ekrem Cemîlpaşa

Ekrem Cemîlpaşayê sala 1891ê li Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ji Cemîlpaşazadeyan e ku malbateke navdar a bajêr e. Piştî ku Rûştiyeya Eskerî ya Diyarbekirê (1908) û Lîseya Galatasarayê (1912) qedandiye bû endamê Cemiyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd ku nû hatiye damezirandin û bi awayê rêxistina pêşî ya xwendekarên kurd derbasî dîrokê bûye.

Ekrem Cemîlpaşa, çaxê perwerdehiya zanîngehê ya li Swîsre bajarê Lozanê bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem vedigere welêt. Di Eniya Çanakkaleyê de şer dike, paşê wî dişinin Eniya Şerqê û birîndar dibe. Li Diyarbekirê alîkariya fermandarê qerargehê û efsertiya şîfreyê ya Mustafa Kemal kir. Gava li Eniya Filistînê bû bi dawîbûna şer re vegeriya bajêr. Sala 1918an bû pêşîkêşê Cemiyata Tealî ya Kurd, sala 1920an jî bû yê Komeleya Rêxistina Civakî ya Kurdan ku armanca wan serxwebûna wê erdnîgariyê bû. Herçiqasî gava ji ber xebatên xwe li Anatolyayê digere tê îxbarkirin jî beraat dike. Lê piştre dema Serhildana Şêx Seîd hat girtin û bo Girtîgeha Kastamonuyê hat şandin; sala 1928an jî ew sirgûnî Stenbolê bû. Sala 1929an bi derbasbûna Suriyeyê, jiyana wî ya sirgûniyê dest pê kir ku heya mirina wî ya sala 1974an a li Şamê dom kir. Jiyana wî bi têkoşînê derbas bû di her qonaxê de.

Berhema Cemîlpaşa a bi navê Muhtasar Hayatım (Kurtejiyana Min) ji aliyê Beybun Yayınları (Weşanên Beybûnê) ve sala 1992yan hat çapkirin. Di nav berhemên wî de, Hînkerê Zimanê Kurdî, Rehberê Ziman ê Her Du Kurdî: Kurmancî, Babanî (1921), Dîroka Kurdistan Bi Kurtebirî (Kürdistan Kısa Tarihi, 1972) dikarin bên hejmartin. Herçiqasî Cemîlpaşa, bi kesayetiya xwe yî siyasî jî derdikeve pêş jî, aliyê wî yê rewşenbîrî ku ji vê nasnameyê tê, wî hem bo Diyarbekir hem bo çanda kurdî dike kesekî girîng. Cemîlpaşa li gel dîrokzaniya xwe ku qîmet pê tê dayîn, bi eşqa zimanê xwe di qada çandê de jî gelek gotar nivîsîn.

Cemîlpaşazâde bi malbatî di warê çandê de xwedî cihekî girîng e. Di serî de Ekrem û Qedrî Cemîlpaşa gelek kesên ji malbatê perwerdehiya xwe ya pêşî li qonaxa xwe, li ber destê wan kesan wergirtin ku li bajêr bi ‘ilm û irfana xwe berbiçav bûn. Wan zanebûna xwe yî ku bi perwerdehiya derveyî welêt zêde kir hem bo siyaseta herêmê hem bo çalakiyên hunerî û çanda bajêr bi kar anî. Bandora vê, li gelek nifşan bû.

Ekrem Cemîlpaşayê ku tesîra wî li ser çanda bajêr gelek e, ji malbata Cemîlpaşazadeyan e. Li gel kesayetiya xwe ya siyasî bi nasnameya xwe yî dîrokzanî û lêkoleriyê derdiket pêş. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Ekrem Cemîlpaşayê ku tesîra wî li ser çanda bajêr gelek e, ji malbata Cemîlpaşazadeyan e. Li gel kesayetiya xwe ya siyasî bi nasnameya xwe yî dîrokzanî û lêkoleriyê derdiket pêş. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Aşiq Melûlê ermenî yê hosteyê puşî û mantînan di destana xwe de ku negihaye roja me, behsa wê dikir ku Çarşiya Spahiyan çawa bûye “Çarşiya Şewitî”. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Aşiq Melûlê ermenî yê hosteyê puşî û mantînan di destana xwe de ku negihaye roja me, behsa wê dikir ku Çarşiya Spahiyan çawa bûye “Çarşiya Şewitî”. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Aşiq Melûl

Aşiqê ku navê wî yê eslî Levon e li ber destê bavê xwe Ermuş Efendiyê wekî gelek ermenan hosteyê pûşî û mantînan mezin bû; ji şagirtiyê derbasî serhostetiyê bû. Agirê ku sala 1895an ê dema xwepêşandana ermenan a di serdema Valî Enes Paşa de derketibû, di serî de Taxa Mizgefta Mezin li sedan dikanan belav bûbû. Piştî ku agir avêt Çarşiya Spahiyan, ne tevn ne jî qumaşê bo tevnê mabû. Piştî vê bûyerê navê çarşiyê jî bû Çarşiya Şewitî.

Şevket Beysanoğlu di ansîklopediya Mirovên Raman û Hûnerê yên Diyarbekirî (Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları) de cih dide rîwayeteke derbarê Aşiq Melûl jî. Behsa wê dike ku di destaneke xwe de dev avêtiye pêşengên bûyerên 1895an û ji ber vê hatiye kuştin. Lê ev destan negihaye roja me.

Di kilameke xwe yî navdar ya bi tirkî de wisa dibêje Aşiq Melûl:

Rûyê min nakene xem kêm nabe ji dilê min
Ji gava ez veqetiyame ji çavreşê
Miradê min bike xwedanê erd û ezman
Helbet çareyek heye gava Aşiqê Melûl bişewite

Fatma Bacî

Navê Fatma Bacî yê eslî nayê zanîn û ne diyar e bê kengî hatiye dinyayê. Hozaneke edebiyata aşiqan e ku yên jin kêm in. Ji malbata Diyarbekirî Dalkabakan e. Destanek, zêmarek û loriyeke aîdê wê gihaye roja me. Destana Zivistana Dijwar (Karakış Destanı) ku zivistana hişk a 1886-87an vedibêje wekî belgenameyeke girîng a derbarê wê ye ku di dîroka bajêr a Diyarbekirê de serdemek çawa hatiye tecribekirin.

Zivistana sêsed û duyan a rûmî
Tenê ma qaşûl sermayê hişk kir fêkî
Mirin di kozikê de dîk û mirîşk
Cizme nebûn di piyan de çarox
Ax Xwedayo ji derdê vê sermayê

(…)

Çemê Dicleyê ji serî heya binî qeşa
Alem di ser re derbas bû bi şev û roj
Li her derê li ser ziman e ev gotin
Qet erzan nebûn ne êzing ne komir
Ax Xwedayo ji derdê vê sermayê

Tarîxa mirina Fatma Bacî ne zelal e. Lêbelê tê texmînkirin ku sala 1895, 1896 an jî 1897an jiyana xwe ji dest daye.

Fatma Bacıya ji helbestvanên jin a edebiyata aşiqan, Destana Zivistana Dijwar derbarê zivistana dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20. nivîsandibû ku gelekî dijwar derbas bûbû. Di wêne de Çemê Dîcleyê xuya dibe ku sala 1906an ji sermaye qeşa girtibû. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Fatma Bacıya ji helbestvanên jin a edebiyata aşiqan, Destana Zivistana Dijwar derbarê zivistana dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20. nivîsandibû ku gelekî dijwar derbas bûbû. Di wêne de Çemê Dîcleyê xuya dibe ku sala 1906an ji sermaye qeşa girtibû. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Bi navê Samuel Uluçyan hat dinyayê, bi navê Sami Hazinses li Yeşilçamê di gelek fîlman de lîst ku hejmara wan nayê zanîn. Uluçyanê ji ermeniyên Diyarbekirê, ji xortaniya xwe ve bi muzîkê re jî eleqedar bû. Di wêne de Hüsnü İpekçi kemanê, Antranîkê Sobevan jî cunbuşê jê re lê dide. (Arşîva DİTAVê)
Bi navê Samuel Uluçyan hat dinyayê, bi navê Sami Hazinses li Yeşilçamê di gelek fîlman de lîst ku hejmara wan nayê zanîn. Uluçyanê ji ermeniyên Diyarbekirê, ji xortaniya xwe ve bi muzîkê re jî eleqedar bû. Di wêne de Hüsnü İpekçi kemanê, Antranîkê Sobevan jî cunbuşê jê re lê dide. (Arşîva DİTAVê)

Sami Hazinses

Tirkiyeyê ew bi navê Sami Hazinses nas dikir, Diyarbekiriyan bi navê Samo. Di gelek fîlman de ku hejmara wan nayê bîra wî jî, bêhtir bi rolên ne sereke wekî kedkarekî heqîqî yê Yeşilçamê dihat nasîn. Lêbelê ji rojên nûciwaniya xwe ve muzîk di nav jiyana wî de bû, gelek gotin û besteyên wî li ser zimanê her kesî bûn; kesên wekî Zeki Müren, Müslüm Gürses, İbrahim Tatlıses berhemên wî gotin.

Gava sala1925an li gundê Herêdan ê li ser Pîrana Diyarbekir hat dinyayê, navê wî Samuel Uluçyan bû. Nivîskar Şeyhmus Diken dibêje, ji ber ku bavê wî Mıgırdiç Uluçyan ji Komkujiya Ermeniyan sax filitiye bi awayê “Mareşal” hatiye binavkirin.

Xortaniya Hazinses li Taxa Hesirliyê, bi navê xwe yê berê Xençepek, derbas bû ku di zaroktiya wî de barkiribûnê. Li gel ku li aliyekî wekî gelek hunermendên ermenên ên bajêr karê pûşiyan kir li aliyekî jî ket Komeleya Muzîkê ya Diyarbekirê ya di rêvebiriya Celal Güzelses de ku di dîroka mûzîkê ya bajêr de kesekî girîng bû. Heta 26 saliya xwe ew û hevalên xwe yên nêzîk kemanjen Hüsnü İpekçi û hostayê cunbuşê Antranîkê Sobevan di nav derdora muzîkê ya bajêr de hatin nasîn.

Sala 1950yî gava bo jiyaneke nû koçî Stenbolê kir, pêşî dostên xwe yî sînemayê yên ermen Danyal Topatan û Vahi Öz (Vahe Ozinyan) dîtin. Bi tirsa ku dê bandorê li kariyera wî ya Yeşilçamê bike -ku mafdar e- wî jî dev ji navê xwe yî ermenkî berda û bi feyza ku ji hostayê mûzîkê Celal Güzelses standibû navê xwe kir Sami Hazinses. Piştî ku di fîlmê bi navê “Kara Davut” (Dawidê Reş) de roleke piçûk lîst heta sala 1994an ku xwînîbûna mêjî derbas kir di gelek fîlman de rolên ne sereke lîstin, bo hin fîlman beste çêkirin.

Sami Hazinses, bi navê xwe yê rastî Samuel Uluçyan, sala 2002yan di aramxaneyekê de çû ser dilovaniya xwe.

Melek Tigrel

Melek Tigrela helbestvan ku sala 1919an hat dinyayê, ji malbateke berê ya bajêr Tigrelan keça siyasetmedarê naskirî İhsan Hamit Beg e. Li Diyarbekirê dest bi perwerdehiya xwe kir û li Stenbolê dom kir ku paşê lê bi cih bûbûn. Hê di lîseyê de meraqa wê li ser edebiyatê hêbû û helbest dinivîsîn. Hinek ji wan bi nameye bo Cahit Sıtkı Tarancı şandibûn ku bi riya malbatan nas kiribû. Ji nameyên Tarancı ku sala 1942yan bo Ziya Osman Saba şandine tê fêmkirin ku ev têkilî bi vê tenê nemaye û Tigrel bi tesîra Tarancı ketiye Beşa Ziman û Edebiyata Fransî ya Zanîngeha Stenbolê. Ev her du helbestvan ji aliyê malbatên xwe ve bo zewacê dihatin teşwîqkirin. Ji ber ku malbatên wan difikirîn gelek tişt hene ew li ser biaxivin, bidin û bistînin. Ji nameyên Tarancı yên bo Ziya Osman Saba ev kelecana wî ya zêde xuya dibe:

“Halê wê, helwest, axaftina wê, serbestiya wê ku bi cidiyetê xurt dibû û nejixwe ew eleqeya wê yî berbiçav a li gel min ez mest dikirim. Tu bûna, te dê teqez bigota Cahit dike ku bifire. Firî firî Cahit firî… Ji helbestên xwe xwendin, behsa kitêbên ku xwendine kir, li helbestan guhdarî kir ku ez dixwînim, negot di xwe re nabînim û çendek nivîsîn jî. (…) Ji nivîsên xwe yî pexşanî jî xwendin, ji ber xwendin. Ez hevokeke wê binivîsîm ku gelekî kêfa min jê re hat: Tu ewqasî di dilê min de yî ku dixwazim bibêjim te ez, ne tu!

Helbestên Tigrel ku Tarancı bo weşandina wan bû alîkar piştre di çend hejmarên kovara Varlıkê (Hêbûn) de derketin. Tigrel berî derçûna xwe ya ji zanîngehê bi salekê bi Muammer Öktem re zewicî ku di Wezareta Bazirganiyê de bi awayê şêwirmendê bazirganiya derve dixebitî û ji ber wezîfeya wî li Romayê bi cih dibin.

Nameyên Tigrel û xizmê wê Faik Ali Ozansoy¹ derbarê derdorên edebî û jiyana civakî-çandî ya serdemê agahiyên girîng vedihewînin. Helbesta wê ya bi navê “Yankıyê” (“Dengvedan”) sala 1973yan li Parîsê di Anthologie de la Poésie Féminine Mondiale (Antolojiya Helbestvanên Jin ên Cîhanê) de weşiya. Kitêba bi navê Zarif Bir Şaire (Bo Helbestvaneke Nazenîn) ya lêkolîner-nivîskarê Diyarbekirî Reşit İskenderoğlu ku tarîxa 1995an li ser e, bi qasî helbest û jiyana Tigrel derbarê malbata wê jî agahiyan vedihewîne.

¹ Selahattin Çitçi (ed.), Hanım Kızım Kıymetli Şairem [Delaliya Min Helbesvana Hêja], Akademi Titiz Yayınları, 2018.
Melek Tigrela helbestvan hê di lîseyê de dil dabû edebiyatê, hin ji helbestên xwe ji Cahit Sıtkı Tarancı re şandibûn ku dostê wan ê malbatê bû. Wêne ji sala 1942yan.
Melek Tigrela helbestvan hê di lîseyê de dil dabû edebiyatê, hin ji helbestên xwe ji Cahit Sıtkı Tarancı re şandibûn ku dostê wan ê malbatê bû. Wêne ji sala 1942yan.

Helbesta bi navê “Îdeal” a helbestvana Diyarbekirî Melek Tigrel ji aliyê Yüksel Kip ve hatibû bestekirin. Şerqiya bi meqamê sultanîyegah di radyoyên TRTê de hat gotin.

Ez rêwî me bo alemekê, agir e di canê min de
Riya min gelekî dûr e, çiqasî diçim nagihimê
Dilê min dişewite, çermê min agir nagire
Riya min di dil de ye, mixabin ji ber min naçe

İhsan Fikret Biçici

Ji wan kesan e ku gava em behsa helbestvanên Diyarbekirê dikin, tê bîra mirov, sala 1936an hat dinyayê. Perwerdehiya hiqûqê wergirt. Eleqeya wî bo edebiyatê hê di xwendekariya wî de dest pê kir, helbest û nivîsên wî yên pêşî di kovara Çizgiyê (Xêzik) de sala 1953an weşiyan. Bi Ahmed Arif re di rojnameya Öncüyê (Pêşeng) de di serwîsa serrastkirinê de xebitî. Çaxê parêzerî dikir di gelek kovarên çand-hunerê de helbestên wî weşiyan, heya mirina xwe jî nemaze ji kovarên navenda wan Diyarbekir ên wekî Yaratım (Afirînerî), Palto (Saqo), Pitoresk têkiliyên xwe nebirîn. Di midbexa kovara Amîda de jî xebitî. Serokatiya Komeleya Nivîskar û Helbestvanên Diyarbekirê û Komeleya Parastina Berhemên Çandî û Xwezayî yên Amedê jî kir ku piştî 1980yî hatibûn damezirandin.

Biçici, ew helbest nivîsîn ku li Diyarbekirê li ser zimanê ker kesî bûn. Herçiqasî di gelek ristên wî de hezkirina Diyarbekirê li pêş be jî ew ne tenê helbestvanê bajêr e. Hosteyê wê bû ku vegotina xwecihî bigihîne cîhana helbesteke gerdûnî. Wî jî di hevpeyvînekê¹ de ku nivîskar, helbestvana Diyarbekirî Suzan Samancı pê re kiribû, wisa digot:

“Ez xwe ji helbestvanan bêhtir nêzî wan helbestan dibînim ku her tim evîn û xweşikayiyê vedihewînin. Dixwazî bila ew helbest a kîjan helbestvanî be. Berêvareke gelekî xweş, şeveke bêdeng, kulîlkek, darek, awireke germ, destê dostekî pêbawer…Her tim van tesîr li min kiriye û helbestên ku van rengê xwe dayê. Belkî ji ber vê min nikarîbû bibim dijminê tu kesî, min bo kesî xerabî nexwest ku dijminên min jî bin. Ew hewla ku bişibim helbestvanekî bi min re çênebû û daxwazeke min î wisa jî.”

İhsan Fikret Biçici, di romana bi navê Ben û Sen² (Ez û Tu) de ji karakterên sereke bû. Sala 2013yan jiyana xwe ji dest da. Sê kitêbên wî yên helbestan ên bi navên Şıpka’ya Mektuplar (Name bo Şipqayê, 1997), Vay Limin (Way li Min, 1997), Adınla Vurulup Ölmek (Mirin bi Derba ji Navê Te, 2004) bi awayê Bütün Şiirleri³ (Hemû Helbestên Wî) hatin çapkirin. Weqfa Danasîn, Çand û Alîkariyê ya Diyarbekirê (DİTAV), sala 2022yan dest pê kir ku li ser navê İhsan Fikret Biçici xelatên helbestê bide.

¹ Gündem, 19ê Îlona 1997.
² Ahmet Çakmak, İletişim Yayınları, 2019.
³ Öncü Yayınları, 2009.
Helbestvan İhsan Fikret Biçiciyê ku li Diyarbekirê jê tê hezkirin hem weşangerê edebiyatê hem parêzer bû. Wêne di civateke parêzeran de hatiye girtin. Ji milê rastê yê sêyem. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Helbestvan İhsan Fikret Biçiciyê ku li Diyarbekirê jê tê hezkirin hem weşangerê edebiyatê hem parêzer bû. Wêne di civateke parêzeran de hatiye girtin. Ji milê rastê yê sêyem. (Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Gani Bozarslanê helbestvan, wergêr ku di temenekî ciwan de ji nav me çû, di berga dawî ya kitêba xwe yî bi navê <em>Partî, Taveroj, Şaxê Hinarê</em> de ji aliyê Sevinç Altan û Esat Tekand ve wisa hatibû neqşkirin.
Gani Bozarslanê helbestvan, wergêr ku di temenekî ciwan de ji nav me çû, di berga dawî ya kitêba xwe yî bi navê Partî, Taveroj, Şaxê Hinarê de ji aliyê Sevinç Altan û Esat Tekand ve wisa hatibû neqşkirin.

Gani Bozarslan

Helbestvan û wergêr Gani Bozarslan, sala 1952yan li Licêya navçeya Diyarbekir hat dinyayê. Lawê nivîskar, lêkoler, wergêr Mehmet Emin Bozarslan e ku di warê çanda kurdî de kesekî girîng e. Di deh saliya xwe de tevî malbata xwe li Stenbolê bi cih bûn. Mixabin Gani Bozarslan sala 1978an hê di xortaniya xwe de jiyana xwe ji dest da ku îro jî sedema wê ne zelal e. Derbarê vê mirinê tesîra nasnameya wî ya polîtîk her tim hat axaftin.

Bozarslan, li gel helbestvaniyê wergêrekî baş jî bû. Şefaqa Lenîn ku ji helbestên helbestvanê kurd berhev kiribû, bû wesîle ku ev helbestvanê mezin ê kurd cara pêşî bo tirkî bê wergerandîn. Destana mezin a kurdan Memê Alan, Şivanê Kurd ku romana pêşî ya kurdî tê qebûlkirin û hinek helbestên Feqîyê Teyran ku pêşengê helbesta klasik a kurdî ye wergerandin tirkî.

Berhemên Gani Bozarslan Silahım Kalemimdir (Qelemê Min Çeka Min e) û Parti Günışığı Nardalı (Partî, Taveroj, Şaxê Hinarê) sala 1979an hatibû weşandin.

wekî ku goşt li perengan bikeve
helbet dilê te jî dike kizînî
lê bila hêrs bi cot neçe ber tifinga te
ji ber ku şeveq bi bayê xwe dirêse
vê biharê tûrikê te
xwarin ‘evnikî
şîr xera bûbe jî
xwîn nexeyidiye ji rajena te yî bikel
û va ye wextê wê hat
tu helbesta xwe yî qeşirî
ji çadira mehlûqatên ecêb derbixî
wextê avdana spîndaran
ango berî ji dev derbikeve tifa me hişk dibe
hilma me bi êşa zirav
ji ‘eksê yê bi tûjikê heyatê
tê çerandin
em dest pê dikin tûj bikin
xencereke jixwe ve har

Veysel Öngören

Veysel Öngörenê helbestvan, nivîskar ku sala 1931ê li gundê Hacikan ê li ser Bismila navçeya Diyarbekirê hatiye dinyayê, birayê mezin ê Ferit Öngörenê karîkaturîst-nivîskar û Vasıf Öngörenê nivîskar, derhêner, lîstikvan bû. Öngören, ji ber berberiya eşîretan a li herêmê qismekî mezin ji perwerdehiya xwe li Kütahya û Afyonê domand ku malbata wî ji aliyê dewletê ve li wir hatibû bicihkirin. Beşa Edebiyat û Zimanê Tirkî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê di nêvî de hişt û vegeriya Diyarbekirê, nîveka duyem a salên 1950yî li gundê xwe bû. Sala 1959an dest bi Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Ziman û Dîrok Erdnîgariyê Beşa Felsefeyê kir û ji wir der çû. Cihê lê vegeriya dîsa Diyarbekir bû.

Öngören, di rojnameya Vatanê (Welat) û Serwisa Nûçeyên Derve ya TRTê de xebitî lê di hemû heyata wî de karê wî yê eslî edebiyat bû. Helbestên ku heta bîst saliya xwe nivîsandibûn, şewitandin. Sala 1960î li Enqereyê bi nivîsên xwe yî kovara Dostê û piştre jî yên Yeni Ufuklarê (Asoyên Nû) ket nav edebiyatê. Kitêba wî ya helbestan a pêşî sala 1979an hat weşandin. Li gel helbestên xwe her tim lêkolîn-nirxandinên derbarê edebiyata Tirkiyeyê jî nivîsîn.

Serdemekê rêvebiriya Dika Yekîtiya Enqereyê kiribû ku birayê wî Vasıf Öngören damezirînerê wê bû. Veysel Öngören, ji destpêka salên 1990î heta mirina xwe li Şanoya Bajêr a Diyarbekirê wezîfeya derhêneriya hunerê kir. Gelek lîstikvan bi perwerdehiya wî di şano û sînemayê de karên serkeftî kirin. Derveyî estetîk, felsefeye ku li ser wan perwerde bûbû, hêleke wî hebû ku “heyat” fêrî mirov dikir.

Öngören, sala 1998an li gundê xwe rehmet kir ku li wir cotkarî dikir. Peyvên “zarok, kulîlk, pace” ku di helbesteke wî de derbas dibin, wekî kurteya heyata wî ne.

Kitêbên wî yên helbestan: Remo ve Salo (Remo û Salo) (Türkiye Yazıları, 1979), Vay Gözüm (Wey Tu Çavê Min î) (Türkiye Yazıları, 1981), Remtelebe (Türkiye Yazıları, 1982), Koca Ülke (Welatê Gewre) (Türkiye Yazıları, 1983), Arif’in Kızı (Keça Arif) (Memleket Yayınları, 1987)

Pexşan: Şiir ve Yenilik (Helbest û Nûbûn) (Broy Yayınları, 1997)

Veysel Öngörenê ku perwerdehiya felsefeye wergirtibû ti carî eleqeya xwe yî xurt ji şano û helbestê qut nekiribû. Kitêba wî yî helbestê ya bi navê <em>Welatê Gewre</em> (<em>Koca Ülke</em>) sala 1983yan derketibû.
Veysel Öngörenê ku perwerdehiya felsefeye wergirtibû ti carî eleqeya xwe yî xurt ji şano û helbestê qut nekiribû. Kitêba wî yî helbestê ya bi navê Welatê Gewre (Koca Ülke) sala 1983yan derketibû.
Wênesaz, profesorê dîroka hunerê, rexnegir, nivîskar, wergêr Kaya Özsezgin, sala 1987an di civîna juriyê a Peşangeha Hunermendên Roja Me yên Stenbolê de li ser piyan. Yên din Bülent Özer, Sezer Tansuğ, Jale Erzen û Semra Germaner. (Wêne: SALT  Lêkolîn, Arşîva Yusuf Taktak)
Wênesaz, profesorê dîroka hunerê, rexnegir, nivîskar, wergêr Kaya Özsezgin, sala 1987an di civîna juriyê a Peşangeha Hunermendên Roja Me yên Stenbolê de li ser piyan. Yên din Bülent Özer, Sezer Tansuğ, Jale Erzen û Semra Germaner. (Wêne: SALT Lêkolîn, Arşîva Yusuf Taktak)

Kaya Özsezgin

Wênesaz, profesorê dîroka hunerê, rexnegir, nivîskar, wergêr Kaya Özsezgin sala 1938an hat dinyayê. Piştî ku perwerdehiya xwe ya seretayî û navîn li Diyarbekirê kir ku li wir hatibû dinyayê, Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Ziman û Dîrok Erdnîgariyê qedand. Li curbicur dibistanan dersên dîroka hunerê û resmê dan. Sala 1984an li Fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Hacettepeyê dest bi wezîfeya xwe yî peywirdarê hîndekariyê kir. Sala 1996an wekî profesorekî dekantiya fakulteya xwe jî girt ser xwe.

Özsezgin, sala 1957an li Diyarbekirê di kovara Yudumê (Qurta Avê) de neqş xêz dikirin ku ji aliyê Canip Yıldırım ve dihat derxistin. Piştî ku sê pêşangehên resmê vekirin berê xwe da rexnegiriya hunerê. Di rojnameyên Vatan (Welat) û Ulusê (Netewe) û weşanên wekî Pazar Postası (Posteya Yekşemê), Sanat ve Sanatçılar (Huner û Hunermend), Papîrus, Milliyet Sanat (Kovara rojnameya Milliyetê) li ser hunerê gotar nivîsîn. Demekê rêvebiriya giştî ya kovara Artîst kir.

Kaya Özsezgin, kesek ji wan bû ku di damezirîneriya Weqfa Danasîna Diyarbekir û Çand û Piştevaniyê de cih girtibû. Sala 1989an Xelata Sazgeha Hunerê, sala 1995an Xelata Rexnegirê Hunerê yê Fuara 7. a Hunerê bo wî hat dayîn.

Gelek berhem li pey xwe hiştin. Li gel xebatên ansîklopedîk ku hunermendên hilbirînerên qada dîtbarî berhev kirine, kitêbên wî hene ku derbarê gelek hunermendên wekî İbrahim Çallı, Burhan Uygur amade kirine. Sala 1998an xebata wî ya bi sernivîsa Cumhuriyet’in 75. Yılında Türk Resmi (Wênesaziya Tirkan di 75emîn Saliya Komarê de) hat weşandin. Özsezginê ku derbarê wênesazî û hunerê gelek kiteb bo tirkî wergerandine, wergêrê kitêba Diyarbakır Surları (Bircên Diyarbekirê) ya Albert Gabriel e ku sala 1993yan hatiye weşandin. Bi navê Diyarbakır’ı Dinliyorum Gözlerim Kapalı (Li Diyarbekirê Dihisînim Çavên Min Girtî) kitêbeke wî ya ceribandinê jî heye.

Kaya Özsezgin, sala 2016an çû ser dilovaniya xwe.

Nivîs: Ahmet Çakmak
Werger: Abdulsıttar Özmen

Em spasiya Melek Tigrel Öktem û Ayşe Öktem dikin bo alîkariya wan


ÇAVKANÎ

• Beysanoğlu, Ş. (1960) Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, Cild 2, Diyarbakır’ı Tanıtma Derneği, Stenbol.
• Beysanoğlu, Ş. (1992) “Diyarbakır Halk Kültüründe Saz Şairleri Geleneği ve Türkçe Söyleyen Diyarbakırlı Ermeni Aşuglar”, IV. Milletlerarası Türk Halk Kültürü Kongeresi Bildirileri, Cild 2, Kültür Bakanlığı, Enqere.
• Beysanoğlu, Ş. (1996) Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, Cild 1, Diyarbakır Tanıtma, Kültür ve Yardımlaşma Vakfı, Enqere.
• Çakmak A. (1991) “Kaya Özsezgin”, Diyarbakır Tanıtma, Kültür ve Yardımlaşma Vakfı Dergisi, 1(1).
• Çakmak A. (1998) “Çocuk, çiçek, pencere”, Edebiyat ve Eleştiri, 39-40.
• Çeliker, S. (2016) “Öleyim, ondan sonra yaz Ermeni olduğumu: Sami Hazinses”, Gazete Duvar.
• Diken, Ş. (2013) “Sahi, Sami’nin Sesi Neden Hazin’di!”, Bianet.
• Şenyapılı, Ö. (2019) “Cahit Sıtkı Tarancı”, Niteliksel.
• Tarancı, C. S. (2001) Ziya’ya Mektuplar, Varlık Yayınları, Stenbol.

QIRIXÊN RÊZDAR,<br>DÎNEN RÛMETBILIND
BEŞA BÊ
QIRIXÊN RÊZDAR,
DÎNEN RÛMETBILIND