Heta niha, me bi bergehên dîrokî, cografî û jîyana sosyo-kulturî nêzikî li Amedê dikir û me bi nêrîneke tevdeyî bala xwe da ser herêma ku bajar lê ava bûye. Ev perspektîfa navendî ku di hin sernavên şanîdanê de bêtir bi pêş de dihat, tercihen nivîskî û dîtinkî, ya ku pûte bi pircureyîyê dide, li xwe kir doz û armanc da ku hê bêtir nêzî heqîqeta Amedê bibe.
Di vê rêza ku bi navê “Posteya Bajarokan” dest pê kir, em bergeha nêrîna xwe diguherînin û em bala xwe bi hûrayî dibin ser bajarokên ku ji derveyî navenda Amedê ne. Em hêvî dikin, em ê bi daxwaza xwe ku ji me re dibêje, em çi qas xwe nêzî parçeyan bikin wê vegotinên resen li ser hev kom bibin û em ê ew qasî nêzî heqîqetê bibin, pêşdetir biçin.
Di vê rêzê de, em ê bajarokên wan, ji nivîskar û lêkolerên ku li wan deran ji dayika xwe bûne û rabûne, guhdarî bikin. Em ê pêşînîyê bidin dengên ji hundir de û wê ev yek bike ku em karibin di navbera pêdeçûna dîrokî û roja îroyîn de danberhevekê jî bikin. Bi saya pevgirêdana ferdî ya bi herêmê re çêbûyî, car caran em ê wekî nameyeke ku ji wir hatiye nivîsîn, bibin xweyî agahî û car caran jî em ê bi rêberekî zanewer re kuçe bi kuçe bigerin. Di dawîyê de, wê çîroka bajarokê û ya hatî nivîsîn, bi hev re li bênderê werin xistin.
Di “Posteya Bajarokan” ya yekem de, nivîskar Dilawer Zeraq ku bi xebatên xwe yên li ser Kurdî tê nasîn, bi rêgeheke kesaneyî û bi zimanekî helbestîyane Farqîn ji me re vegot. Nivîskar û lêkoler Müslüm Üzülmez, agahîyên xwe yên li ser Erxenîyê, bi nivîseke pirteweq ku tomarkirinên wî yên kesaneyî jî tê de cî digirtin, ji me re vegot. Altan Sancarê ku yek ji du derhênerên fîlmê belgeyî yê li ser Gêlê ye, erd û axên ku lê ji dayika xwe bûbû bi roja îro re da ber hev û li bin avê û li ser avê geştûgerek çêkir.
Di beşa duyem de, mamosteya dîrokê Süreyya Işık dîroka Licê nivîsî ku di kûrahîya demê de cî dide xwe û gelek caran bobelat lê qewimîne. Işık, ji zengînîyên Licêya xwe bala xwe da roja îro. Nivîskar Muharrem Erbey jî, bi beşên bîranînan, bi çavdêrî û bandorjêgirtinên xwe, Hezro ji bo me vegot; em birin rêwîtîyekê ku şopên cografyayê hene li ser nivîskarîya wî.
Wê “Posteya Bajarokan” bikude.