Lê Bigere

Ji bo ku dîmena niha ya jîngeha xwezayî ku Diyarbekir afirandiye were fêmkirin, divê mirov li veguherîna herêmê ya ji ber polîtîkayên pejirandî, tercîhên ku pêşaniyê nadin xwezayê û bûyerên civakî ku jiyana civakê diguherînin binêre. Şopên herî teze yên vê veguherînê ku rasterast dewlemendiya nebat û heywanan jî dixe xetereyê, ji van çend sedsalên dawî mane.

Di vê pêşangehê de di destpêkê de dîroknasa jîngehê Zozan Pehlivan vê perspektîfê bi ekolojiya Diyarbekirê, bi pêşkêşkirina têkiliyên dîrokî yên ku xwe dispêrin hê paştir û bi balkişandina atmosfera civakî û siyasî vedikole. Rêwîtiya ku dê çend sedsalan li çiya, deşt, av û daristanên Diyarbekirê bidome, bi beytên ku Ehmed Arîf bi kûrahîyek jîrane nivîsandiye dest pê dike.

Piştî çarçoveya dîrokî ya ku Pehlivan pêşkêş dike, mijarên di beşan de li ser hûrbûyî jîngeha xwezayî ya Diyarbekirê, dewlemendiya wê ya flora û faunayê ne.

Têkiliya taybet a Ehmed Arîf ku bi erdnîgarî, avhewa û ekolojiya herêmê re daniye, di helbesta wî ya bi navê “Notên ji Keleha Diyarbekirê û Lorîka Adiloş Bebekê” de xuya dike. (Wêne: Koleksiyona Oruç Ejder, Arşîva DKVDê)
Têkiliya taybet a Ehmed Arîf ku bi erdnîgarî, avhewa û ekolojiya herêmê re daniye, di helbesta wî ya bi navê “Notên ji Keleha Diyarbekirê û Lorîka Adiloş Bebekê” de xuya dike. (Wêne: Koleksiyona Oruç Ejder, Arşîva DKVDê)

Vedikin
Heftberên ji sora xwînê
Û berf dibare ji aliyekî ve,
Veweşiya Qerecdax,
Veweşiya zozan…
Binêr, simbêlên min qeşa girtin,
Dicemidim jî
Zivistanê jî têra xwe dirêj kir
Te, wekî biharekê dihizirim,
Te, wekî Diyarbekirê
Ma bi ser çi û çi nakeve
Tama hizirîna li te…

Ev ristên helbestvanê navdar ê Diyarbekirê Ehmed Arîf ên “Notên ji Keleha Diyarbekirê û Lorîka Adiloş Bebekê” ne tenê ji hezaran rûpelên nivîsên akademîk ên ku dikarin erdnîgariya Diyarbekirê¹ û ekolojiya wê rave bikin helbestîtir in, di heman demê de derbarê cihêrangiya erdnîgariyê jî pir agahiyan vedihewînin. Herêmên ekolojîk yên cuda ku rave dike û cudahiyên avhewayê yên di navbera wan de, delîla têkiliya awarte ya Arîf a bi erdnîgariya herêmê re ye.

Wekî ku Arîf di helbesta xwe de vegotî, li deştên bêserûber ên Diyarbekirê demsal bihar e êdî û heftberên ji sora xwînê her der dorpêç kiriye. Li hemberî vê yekê, li aliyê jortir, li zozanên li aliyê Qerecdaxê bayekî dînik heye. Piçekî din li jortir li Qerecdaxê berf dibare. Dijwariya ba û berfê bandorê li ser jiyana rojane ya li deşta Diyarbekirê dike. Jiyan li xelaseka demsala zivistanê ye.

Erdnîgariya fizîkî û riwekên Diyarbekirê û derdora wê bi perspektîfeke dîrokî dikare li ser bingeha vê vegotina helbestî ya hêja ya Ehmed Arîf were vegotin. Herçiqasî ev teswîr li sedsala 19an zîq bibe jî, pêwîst e ku guherîn û veguhertina erdnîgariya Diyarbekirê ji rabirdûyê ber bi îro ve, herçend bi pêşgotineke kurt be jî, bi perspektîfeke Braudelî yanî bi nêrîneke dîrokî ya demdirêj were vegotin. Ev çarçove dikare bibe rêberek ji bo têgihîştina guherîna berdewam a ji dîrokê heta niha.

¹ Di tevahiya nivîsê de Diyarbekir ji navenda bajarê Diyarbekirê zêdetir qadeke erdnîgarî ya firehtir nîşan dide. Heke em li avahiya îdarî ya Osmanî ya sedsala 19an bifikirin, qada erdnîgarî ya ku li vir tê behskirin parêzgeha Diyarbekirê ye. Sînorên vê yekîneya îdarî û qada fizîkî ya ku tê de ye hem di serdema nûjen û hem jî di serdema zû ya nûjen de gelek caran hatine guhertin. Bnr. Yılmazçelik, 1995.
Diyarbekir û derdora wê ku di sedsala 16an de bû parçeyek ji Împeratoriya Osmanî, bi Misrê re bû embara genim a aliyê rojhilat. Bi taybetî rola wê ya di têrkirina artêşê de girîng bû. (Wêne: Arşîva Şevket Beysanoğlu)
Diyarbekir û derdora wê ku di sedsala 16an de bû parçeyek ji Împeratoriya Osmanî, bi Misrê re bû embara genim a aliyê rojhilat. Bi taybetî rola wê ya di têrkirina artêşê de girîng bû. (Wêne: Arşîva Şevket Beysanoğlu)

Heger em Misra li başûr nehesibînin, Diyarbekir û derdora wê ji sala 1516an ve di nav Împaratoriya Osmanî de yek ji girîngtirîn embarên li rojhilatê împaratoriyê bû. Deşta Diyarbekirê ya berfireh ne tenê embara artêşa nobedar a li hember Îran û Rûsyayê bû ku cîranên sînorên rojhilatê împaratoriyê bûn. Di heman demê de, binesaziya jiyîna împaratoriyê li seranserê serdema nûjen a destpêkê (1400-1800) peyda kir ku artêş û leşkerên deryayî li ser devereke erdnîgarî ya berfireh a ji Iraq, Kendava Basrayê û ji wir heya Okyanûsa Hindê dirêj dibe, dabîn dikir.

Siyaseta emperyalîst a berfireh a împaratoriyê ku ber bi Kendava Basrayê û Okyanûsa Hîndê ve berfireh bû, bêyî genim, birinc û dexlên din ên girîng ku ji Diyarbekir û derdora wê dihatin, ne pêkan bû. Ev kaniyên girîng ên madeyên xav û carinan hebûna esnafan bû ku siyaset bi rê ve dibir.

Karê madenê û kerestevaniyê jî herêm ji bo împaratoriyê girîng dikir. Ev her du kar bûn ku bi encamên xwe bandor li jîngehê dikirin. Ev wêne ji madena sifir a Erganiyê ye. (Wêne: Gertrude Bell, 1909, Zanîngeha Newcastlê, Arşîva Gertrude Bell)
Karê madenê û kerestevaniyê jî herêm ji bo împaratoriyê girîng dikir. Ev her du kar bûn ku bi encamên xwe bandor li jîngehê dikirin. Ev wêne ji madena sifir a Erganiyê ye. (Wêne: Gertrude Bell, 1909, Zanîngeha Newcastlê, Arşîva Gertrude Bell)

Embara rojhilatê ya împaratoriyê ji bilî peydakirina kaniyeke genim, xwedî hin taybetiyên din jî bû: madenkarî û kerestevanî.

Madena sifir a ji Erganî Madenê tê derxistin yek ji wan faktoran bû ku herêm ji bo împaratoriyê girîng dikir. Dema ku sifirê xav ji vir dihat bidestxistin, ji bo hilberînê ji bajarên Anatoliya Navîn ên wekî Tokatê û Iraq û herêmên Kendava Basrayê yên li başûr jî dihat şandin. Herçend ev kaniya girîng a madeyên xav ku ji bo artêş û hêzên deryayî hewce dikin, di pêşketina pîşesaziya çekan a di sedsala 19an de girîngiya xwe ya berê winda kiribe jî, di aboriya herêmê de wekî hilbereke girîng berdewam kir.

Bandora jîngehê ya madena sifir ku bi sedsalan dihat derxistin, pir girîng bû. Enerjiya sotemeniyê ku ji bo helandin û hilberîna sifir pêwîst bû, helbet bi wêrankirina daristanên Diyarbekirê û erdnîgariya Kurdistanê ya berfireh ku darên wê wekî êzingan dihatin bikaranîn pêkan bû.

Bi giştî daristanên wêrankirî yên Kurdistanê û bi taybetî jî yên parêzgeha Diyarbekirê bi tenê hewcedariya daran a Erganî Madenê peyda nedikir. Berhemên daristanê yên ku ji vir hatine anîn di înşaeta cihê madenê de dihatin bikaranîn. Herwiha darên ku ji van deran dihatin bidestxistin, ji bo deverên din ên împaratoriyê yên wek Iraqê ku ji aliyê berhemên daristanan ve gelek feqîr bûn dihatin şandin. Darên ku ji Kurdistanê dihatin anîn, bi taybetî di destpêka serdema nûjen de, piraniya hewcedariyên keştiyên Împaratoriya Osmanî yên li Iraq û Kendava Basrayê bi cih dianîn. Bêyî daristanên Kurdistanê, ne pîşesazîya keştîvaniyê ya li keştîxaneyên Îraqê pêkan bû ne jî desthilatdariya emperyal a împaratoriyê ya li Kendava Basrayê û Okyanûsa Hindê.

Her çend di sedsala 19an de di kaniyên madeyên xav de guherînek çêbûbe jî sedsala 20an bû ku dê hem ji hêla jîngehê û hem jî ji hêla fauna û florayê ve bandoreke kûrtir li herêmê bike. (Wêne: Arşîva Şevket Beysanoglu)
Her çend di sedsala 19an de di kaniyên madeyên xav de guherînek çêbûbe jî sedsala 20an bû ku dê hem ji hêla jîngehê û hem jî ji hêla fauna û florayê ve bandoreke kûrtir li herêmê bike. (Wêne: Arşîva Şevket Beysanoglu)

Her çend di sedsala 19an de di hejmara madeyên xav ên herêmê de guhertinên girîng çêbibin jî, parêzgeha Diyarbekirê di rojhilat de wekî embara herî girîng a împaratoriyê ma. Di sedsala 19an de Diyarbekir û derdora wê ji ya îroyîn cudatir bû. Herêm hê ji aliyê bendavên ku di nîveka sedsala 20. de berdewam bûn, nehatibû dagirkirin.

Rewş ne tenê ji aliyê erdnîgariya fizîkî, flora û faunayê ve cuda bû. Di warê erdnîgariya fizîkî de, Diyarbekir û derdora wê cureyên jîngehên cuda dihewand. Beşa çiyayî ya bakurê herêmê, berdewamiya beşa dawî ya li rojavayê deşta mezin a Îranê pêk dianî. Li başûr bi Çiyayên Toros û deştan û mêrgên bilind ên mezin ên bi geliyên çeman dorpêçkirî hatibû sînordarkirin. Ev mêrg carna fireh û berdar, carna jî kevirîn bûn û teng bûn. Ji vê herêma çiyayî gelek robarên mezin û piçûk derketin û her du çemên mezin ên herêmê Ferat û Dîcle tije dikirin.

Berevajî beşa bakur, taybetmendiyên balkêş ên beşên navendî û başûrê herêmê, deşt û mêrgên fireh ên di navbera Ferat û Dîcleyê de bûn. Vê deşta biçal û biniçik beşa dawî ya deşta mezin a Mezopotamyayê pêk dianî. Ji vî alî ve, pêwîst e ku erdnîgariya herêmê li gorî topografî, bilindahî û avhewayê yên bi herêmên cuda yên ekolojîk ve were vegotin. Di vê çarçoveyê de pêkan e ku mirov herêmê, wekî sê beşên derdorê ji hev cuda bike.

Yekemîn herêma ekolojîk a Diyarbekirê ku ji aliyê taybetmendiyên xwe ve ji hev hatiye veqetandin, herêmên derdora Hewzeya Diyarbekirê yên bi çiyayên bilind û geliyên çemên kûr in. Palû yek ji cihên girîng ên çandiniyê yên herêmê ye. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2007)
Yekemîn herêma ekolojîk a Diyarbekirê ku ji aliyê taybetmendiyên xwe ve ji hev hatiye veqetandin, herêmên derdora Hewzeya Diyarbekirê yên bi çiyayên bilind û geliyên çemên kûr in. Palû yek ji cihên girîng ên çandiniyê yên herêmê ye. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2007)

Yekemîn herêma ekolojîk ku Diyarbekir û derdora wê pêk anî, erdên çiyayî bûn ku bi çiyayên bilind û geliyên çemên kûr dor li Hewzeya Diyarbekirê digirtin. Xeta Hîsn-î Mansûr (Semsûr), Meletî, Xarpêt, Palû, Çapakçur, Mûş, Bedlîsê li bakurê parêzgehê bi şeklê hîlalê dirêj dibûn.

Ji bilî çiyayan, newalên çemên kûr û deştên bi bereket taybetiyên sereke yên vê herêmê bûn. Jêderkên piçûk û mezin çemê Muradê û Firatê tije dikirin û deştên başûr ên zuha jî av didan. Çavkaniyên dewlemend ên ava şîrîn dikirin ku çandiniya avdanî li vê herêmê were kirin û çandiniya pembû, titûn û birinc û herwiha dexlê jî mimkin dikir. Deştên Meletî, Xarpêt, Palû û Mûşê zeviyên girîng ên çandiniyê yên herêmê bûn.

Ji bilî herêmên nîvçiyayî û girik ên derdora wê, Hewzeya Diyarbekirê ku bi giştî ji deştan pêk tê, bi serê xwe herêmeke ekolojîk a cihê ye. Ev wêne li Licê ji zibilkirina zeviyên genim a di demsala zivistanê de ye. (Wêne: DİFAK, 2015)
Ji bilî herêmên nîvçiyayî û girik ên derdora wê, Hewzeya Diyarbekirê ku bi giştî ji deştan pêk tê, bi serê xwe herêmeke ekolojîk a cihê ye. Ev wêne li Licê ji zibilkirina zeviyên genim a di demsala zivistanê de ye. (Wêne: DİFAK, 2015)

Em dikarin herêma duyemîn a ekolojîk wekî Hewzeya Diyarbekirê bi nav bikin. Berevajî bakurê çiyayî, bilindahî li vir pir kêm bû, dora 700 metreyî bû. Volkana Qerecdaxê ya 1957 metreyî ku Ehmed Arîf bi zimanekî xweş pênase kiriye, li başûrê rojavayê paytexta îdarî, lutkeya herî bilind a vê herêmê bû.

Ji xeynî herêmên nîvçiyayî û gir ên derdora Licê, Qulp, Sason, Beşîrî û Sêrtê, ev herêm bi tevahî ji deştan pêk dihat. Li gel Firat û Dîcleyê, çemên Êlih, Ambar, Sînan û Botan jêderkên sereke yên avê yên vê herêma navîn bûn.

Sêwreg, Çermok, Erganî, Licê, Farqîn, Beşîrî, Redvan û Xerzan di vê herêmê de qadên sereke yên çandiniyê bûn.

Bakurê Deşta Mezopotamyayê yek ji sê herêmên bingehîn ên ekolojîk ên li Diyarbekirê û derdora wê pêk tîne. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2006)
Bakurê Deşta Mezopotamyayê yek ji sê herêmên bingehîn ên ekolojîk ên li Diyarbekirê û derdora wê pêk tîne. (Wêne: Nevin Soyukaya, 2006)

Herêma ekolojîk a sêyemîn li ser bingeha hebûna jêderkên avê, bilindahî û cihêrengiyên hebûna fizîkî dikare bibe du beş.

Tûr Abdîn, tevahiya girên li bakurê deşta Mezopotamyaya mezin a li rojhilat di navbera Dîcle û li rojava Qerecdax de bûn beşa yekem a vê herêmê bû. Li başûr, şert û mercên hewayê hê zuwatir bûn. Li herêmên başûr-rojhilatê Wêranşar û Nisêbînê ji bilî Çemê Ceq Ceq û Dîcleyê çend çemên din jî hebûn. Lêbelê, ev çem piçûk bûn û têra avdana erdan nedikir. Vê yekê dikir ku zeviyên çandiniyê yên berdar sînorkirî bin.

Mêrdîn û Mîdyada ku bi baranê ve girêdayî bûn, ji herêmên din ên sereke yên çandiniyê bûn. Bi rastî jî karesatên avhewayê yên ku di çaryeka duyemîn (1844-1846) û ya dawîn (1879-1895) ya sedsala 19an de rû dane, jiyana civakî û aborî ya li vir hilweşandiye. Bi van karesatan re mirinên zêde ên heywanan çêbûn.

Ji dawiya salên 1870an vir ve, li gundan ji ber ziwabûnê jiyan têk çû, di encamê de bi sedan gund wek mînak, ên li derdora Mêrdînê hatin terikandin. Di serî de gelê herêmê bi çêkirina bîr û sarincên avê, avdanî jî di nav de, hewl da ku şert û mercên ziwatiyê hevseng bikin an jî ji vê rewşa dijwar xelas bibin. Bi saya van bîrên avdanê li herêmê berhemên çandiniyê yên bazirganî bi taybetî titûn dihat çandin.

 

Li herêma çiyayî ya li bakurê rojhilatê Diyarbekirê zivistan sar û dijwar derbas dibûn. Berfa zivistanê gava diheliya li mêrgan her cure sewalkarî pêk dihat. Ev wêne ji Pasûrê ye. (Wêne: DİFAK, 2015)
Li herêma çiyayî ya li bakurê rojhilatê Diyarbekirê zivistan sar û dijwar derbas dibûn. Berfa zivistanê gava diheliya li mêrgan her cure sewalkarî pêk dihat. Ev wêne ji Pasûrê ye. (Wêne: DİFAK, 2015)

Cûdahiyên erdnîgarî yên di nav van her sê herêmên ekolojîk de hin ekoherêmên din li hember guhastina şêwazên baranê lawaztir dikir. Li çiyayên bakurrojhilat li derdora Meletî, Xarpêt, Çapakçur, Qulp û Licê zivistan pir sar bû. Berfa zivistanê îmkan da ku giyayên pir zêde ku bi sedhezaran sewal têr dikir, di mehên havînê de tevahiya çiyayên bilind bipêçin. Li deşta navîn a derdora Diyarbekirê, havînan germ û zivistanan jî sar bû û şilî jî kêm bû. Li başûr, avhewa dişibihe şert û mercên çolê; havîn germ bûn. Li vir di mehên tîrmeh û tebaxê de germahî carinan ji 40 dereceyî bilindtir dibû.

Bikaranîna erd û niştecihbûna van herêman jî ji ber cudahiya bilindahî û baranê diguherî. Hewzeya Diyarbekirê bi saya erdên xwe yên bi bereket û kaniyên avê yên dewlemend ên ku avdaniyê pêkan dike, li herêmê bûye beşa ku herî zêde çandinî lê tê kirin. Meletî û Deşta Xarpêtê ku ji aliyê gelek şaxên Çemê Firatê ve tên avdan, li gorî herêma navîn kêm dihatin çandin.

Herêma başûrê Diyarbekirê bi giranî bi rez û mêrgan hatibû pêçan. Berû dara herî berbelav bû ku bi gelemperî nizm û stûr e. Spîndar ku ji xeynî darê ji bo înşaetê dara herî bikêrhatî ye, bi taybetî li der û dora gundan di axa birewa de zêde dihat çandin. Li mêrgên di navbera çiyayên bakurê rojhilatê parêzgeha Diyarbekirê de çêregehên baş hebûn. Deştên li qûntarên Qerecdaxê jî li nîveka herêmê mêrgên din ên girîng bûn. Ji xeynî vê, li Mêrdînê û başûrê wê, bi taybetî li deştên Bakurê Mezopotamyayê, mêrgên pir bibereket hebûn.

Di sedsala 20an de li Diyarbekirê û derdora wê guhertin hawirdor hatin kirin û vê yekê bandor li cihêrengiya ekolojîk jî kir. Yek ji faktorên girîng ên vê pêvajoya wêranker bendav bûn. Ev wêne ji çêkirina bendava Kebanê ya sala 1972yan e. (Wêne: Mehmet Mercan)
Di sedsala 20an de li Diyarbekirê û derdora wê guhertin hawirdor hatin kirin û vê yekê bandor li cihêrengiya ekolojîk jî kir. Yek ji faktorên girîng ên vê pêvajoya wêranker bendav bûn. Ev wêne ji çêkirina bendava Kebanê ya sala 1972yan e. (Wêne: Mehmet Mercan)

Ev hemû erdnîgarî û robarka riwekan di sedsala 20. de dest bi guhertineke mezin kir. Ev veguherîneke bi destê mirovan bû. Bi mekanîzmayên kontrolê yên ku bi netew-dewletê re berfireh bûn û bi polîtîkayên sîstematîk ên ku feraseta teknokrat li navendê plan kirin û li herêmên gundewarî xistin pratîkê, wêraniyeke mezin a hawirdorê ya bi destê mirovan dest pê kir.

Bendavên ku îro tevahiya herêmê dorpêç dikin ne tenê geliyên çemên kûr, bajarok û bajarên kevnar ên deh hezar salî di bin avê de dihêlin. Bendavan nebatên endemik û jîngehên kovî yên vê erdnîgariyê di bin avê de hiştin. Herwiha golên bendavên mezin dest bi guherîna avhewaya ziwa û nîv-ziwa ya herêmê kir.

Diyarbekira ku Ehmed Arîf vegotî, di helbest û belgeyên arşîvan de ma. Îro êdî Diyarbekireke din, hawîrdoreke din, rûberkeke din a riwekan û avhewayeke din heye.

Tiştê ku dê siberojê pêk were dê ji encama wêrankirin û talankirina hawîrdorê were xuyakirin.

Nivîs: Doç. Alk. Dr. Zozan Pehlivan, Dîroknasa jîngehê
Wergêr: Berivan Karatorak

Wêneyê bergê: Mehmet Masum Süer

 


 

ÇAVKANÎ

• Ateş, S. (2013) The Ottoman-Iranian Borderlands: Making a Boundary, 1843-1914, Cambridge University Press, Cambridge.
• Aydıner, M. (2008) “XVIII. Yüzyılın İkinci Yarısında Diyarbakır’da Büyük Kıtlık”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır, Cîld 1, (ed.) Bahaeddin Yediyıldız û Kerstin Tomenendal, Türk Kültürü’nü Araştırma Enstitüsü, Enqere: 275-86.
• Beysanoğlu, Ş. (1962) Diyarbakır Coğrafyası, Şehir Matbaası, Stenbol.
• Brant, J. (1840) “Notes of a Journey Through a Part of Kurdistán, in the Summer of 1838”, Journal of the Royal Geographical Society of London, 10: 341-434.
• van Bruinessen, M. û Boeschoten, H. (ed.), (1988) Evliya Çelebi in Diyarbekir: The Relevant Section of The Seyahatname, E.J. Brill, Leiden.
• Dickson, B. (1910) “Journeys in Kurdistan”, The Geographical Journal, 35(4): 357-78.
• Erler, M. Y. (2010) Osmanlı Devletinde Kuraklık ve Kıtlık Olayları, 1800-1880, Libra, Stenbol.
• Ertem, Ö. (2012) Eating the Last Seed: Famine, Empire, Survival and Order in Ottoman Anatolia in the Late 19th Century, Teza doktorayê, European University Institute.
• Husain, H. F. (2020) Rivers of the Sultan: The Tigris and Euphrates in the Ottoman Empire, Oxford University Press, Oxford.
• Kasaba, R. (2009) A Moveable Empire: Ottoman Nomads, Migrants, and Refugees, University of Washington Press, Seattle.
• Ertaş, K. (2015) Osmanlı İmparatorluğu’nda Diyarbakır Ermenileri, Rağbet Yayınları, Stenbol.
• Maunsell, F. R. (1896) “Eastern Turkey in Asia and Armenia”, Scottish Geographical Magazine, 12(5): 225-41.
• Maunsell, F. R. (1894) “Kurdistan”, The Geographical Journal, 3(2): 81-92.
• Pehlivan, Z. (2020) “El Niño and the Nomads: Global Climate, Local Environment, and the Crisis of the Pastoralism in Late Ottoman Kurdistan”, Journal of Economic and Social History of the Orient, 63(3): 316-356.
• Pehlivan, Z. (2019) “Küresel Perspektifle Bölgesel Olana Bakmak: Osmanlı Kürdistanı’nın Çevre Tarihi [Seeing Regional Events from A Global Perspective: Environmental History of Ottoman Kurdistan]”, Toplumsal Tarih, 312: 38-43.
• Pehlivan, Z. (2016) Beyond “the Desert and the Sown”: Peasants, Pastoralists, and Climate Crises in Ottoman Diyarbekir, 1840-1890, Teza doktorayê ya neçapkirî, Queen’s University.
• Pehlivan, Z. (2016) “Abandoned Villages in Diyarbekir Province at the end of the ‘Little Ice Age’”, The Ottoman East: Trans-regionalism, Fluid Identities and Local Politics in the 19th and 20th Centuries, (ed.) Yaşar Tolga Cora, Dzovinar Derderian û Ali Sipahi, I. B. Tauris, New York û London: 223-246.
• Salzmann, A. (2004) Tocqueville in the Ottoman Empire: Rival Paths to Modern State, Brill, Leiden.
• Saraçoğlu, H. (1989) Doğu Anadolu Bölgesi, Milli Eğitim Bakanlığı, Stenbol.
• Sözer, A. N. (1984) “Güneydoğu Anadolu’nun Doğal Çevre Şartlarına Coğrafi Bir Bakış”, Ege Coğrafya Dergisi, 2: 8-30.
• Tabak, F. (1988) “Local Merchants in Peripheral Areas of the Empire: The Fertile Crescent during the Long Nineteenth Century”, Review, 11(2): 179-214.
• Yılmazçelik, İ. (1995) Yüzyılın İlk Yarısında Diyarbakır, 1790-1840: Fizikî, İdarî ve Sosyo-Ekonomik Yapı, Türk Tarih Kurumu Basımevi, Enqere.

KÛNYE YA PÊŞANGEHÊ

 

Nivîskarên ku alîkarî lê kirin

Prof. Dr. A. Selçuk Ertekin, Prof. Dr. Sabri Karadoğan, Doç. Alk. Dr. Zozan Pehlivan, Prof. Dr. Erhan Ünlü, Zeki Fırat Yıldırım

Edîtora pêşangehê

Pınar Öğünç

Werger

Berivan Karatorak (Kurdî), Nazım Dikbaş (Îngilîzî)

Xwendina dawî

Eren Ünal (Tirkî & Îngilîzî), Abdulsıttar Özmen (Kurdî)

Sêwirandin

Fika