Lê Bigere

Meseleya dîrokê bi mirov re ku ew bixwe jî îcadeke mirov e, gengaz e ku di serî de bi wê dest pê kiribe ku ji aliyê kîjan mirovan ve hatiye nivîsîn. Têkiliya dîroknivîsînê bi serpêhatiyan, jînenîgariyan, portreyan jî nîqaşekê derdixe holê ku ji rabirdûya vê dîsiplînê heya îro dom kiriye. Bo mînak, dibe ku kesê li pişt serfiraziyên mezin, têkçûnên giran, her cure bûyerên nejibîrkirî bibe yek ji van mijaran. Dîrok di ser wan jiyanên “derasayî” re tê tomarkirin ku carina serkeftinên bênîqaş, carina mucîzeyan, carina jî bêşensî, êşên mezin şêwe girtiye.

Parka Şaredariya Sûrê, 1934. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Parka Şaredariya Sûrê, 1934. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Mirovahiyê, cureyê biyografiya ku koka wê diçe heya Serdema Antîk di çar-penc salên dawî de ji nû ve keşf kir. Vegeranên dîrokê yên mîkro -qîmetê wan sedsala dawî zêde bûye- ku çarçoveyê teng dikin jî pênaseya kirdeyê fireh kirine û tradîsyoneke vegêranê ya li hember rabêja fermî xweragir ava kirine. Ev tê wateya perspektîfeke xurttir jî ku potansiyela nêzîkbûna rastiyê vedihewîne.

Qeraxa Dicleyê, 1951. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)
Qeraxa Dicleyê, 1951. (Wêne: Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê)

Me ev pêşangeh derbarê “mirovên” Diyarbekirê li dar xist. Em çûn rabirdûya bajêr û di nav serpêhatiyan de geriyan, me xwest portreyên wan kesan pêşkêş bikin ku dîroka wan a takekesî li Diyarbekirê dest pê kiriye, ji qadên cuda ne û bi sedemên curbicur girîng in. Helbêt vê wisa pewîst kir ku em ji qadeke berfireh hilbijartineke subjektîf bikin. Her ku me berê xwe da rabirdûyê, me nemaze bandora serdest a mijara tomarkirina zayendiya civakî di dîrokê de dît, hema bêje jin tê de nebûn. Heya ji destê me hat me hewl da vê telafî bikin.

Beşa pêşî, navên ji qada zanist û perwerdehiyê di dîroka Diyarbekirê de li hev dicivîne. Kesên li vê axê hatine dinê û jiyana xwe jî li vê herêmê derbas kirine… Ên ku bi keşf, bi lêgerîn, bi jiyana xwe ya ku dane perwerdehî û fêrkariyê şop li pey xwe hiştine… Ên ku bi tomarkirina dîrokê çavkaniyên resen diyarî me kirine. Guldesteya ku nivîskar Mehmet Şimşek nivîsî, curbicuriya rabirdûya bajêr a pirçandî, pirolî dide der.

Çarçoveya beşa duyem jî cîhana çand û hûnerê diyar kir. Bi metnên nivîskar Ahmet Çakmak em di nav dîroka Diyarbekirê re geriyan û nêzîktirî roja me bûn. Bi ristehelbestan, bi melodiyan, bi xezikan me li wan kesan nêrî ku di bajêr re derbas bûne û bi derbasbûna xwe re tiştên li pey xwe hiştine.

Beşa me ya dawî jî belkî gava em behsa însanên Diyarbekirê bikin pêşî neyên aqilê mirov. Nivîskar Şeyhmus Közgün, ji “qirix”ên xwe berhevkariyek kir. Behsa wê çanda aîdê qirixên bi têkiliyên xwe yên bi gel, otorîte û bajêr re derveyî pênaseya “qebedayiyan” kir. Közgün, di heman beşê de behsa wan kesan kir ku li bajêr herî zede li ber çavan e lê ji aliyekî ve jî yên herî zêde nexuyayî ne, li gor xwe behsa “dînên” dîroka nêzîk kir. Nenêrin ku em ji wan re dibêjin dîn, piraniya wan bi windakirina aqilê xwe di çavên bajariyan de bûne qencê Xwedê ango “ewliya” ne.

Bi serpêhatiyên ku van bêşan li hev hûnan derbarê bajêr albûmeke wêneyan derket holê, însanên Diyarbekirê bi çavên xwe jî ji me re behsa bajêr kir.

 

Wêneyê bergê: Kolana Xaziyê, Koleksiyona Oruç Ejder, Arşîva Bajêr ya Amedê ya DKVDê

KÛNYEYA PÊŞANGEHÊ


Nivîskarên ku tevkarî lê kirin

Ahmet Çakmak, Şeyhmus Közgün, Mehmet Şimşek

Edîtora pêşangehê

Pınar Öğünç

Werger

Abdulsıttar Özmen (Kurdî)
Feride Eralp (Îngilîzî)

Sêwirandin

Fika

Dema weşanê

Adar 2023