Lê Bigere

Hevzaye Dîcleyê ku li herêma nêvê û jora “Hîlala bi Bereket” cî digre, ji ber ku bi wateyeka rasteqîn xaçerêyeka ku Mezopotamya, Sûrîye, Îran, Behra Sipî û Anatolyayê, rojhilat û rojavayê, bakur û başûrê, dighîne hev, di dîrok û demên berî dîrokê da her tim qadeka girîng û balkêş bû. Diyarbekir a ku nasnameya xwe bi vê hevzeyê û Çemê Dîcleyê qezenc kiriye, bi bereketa dewlemendiya mîrate û daneserheva kulturî ya hema bêje her qewmê ku çend sal an jî çend sed salekî, li Anatolya û Mezopotamyayê serwerî kirine gihaye van rojan.

Çemê Dîcleyê û cihnişînên arkeolojîk yên li serê. (Amadekar: Kemalettin Koroglu)
Çemê Dîcleyê û cihnişînên arkeolojîk yên li serê. (Amadekar: Kemalettin Koroglu)
GIRÊ KORTIKÊ YÊ JI ZEMANAN BI WÊ DA
Li ser vê derdana ku li Girê Kortikê hatiye dîtin motîfa pezkovîyekê hatiye neqişandin.
Li ser vê derdana ku li Girê Kortikê hatiye dîtin motîfa pezkovîyekê hatiye neqişandin.

Yek ji hêmanên ku Diyarbekirê di dîroka kulturî ya navneteweyî da girîngtir dike, Gire Kortikê ye ku ji alîyê arkeolojîya Anatolyayê ve rûpelekî nû vekiriye. Dîroka Girê Kortik ku li navçeya Bismilê ya bi ser Diyarbekirê ve, li qada ku Çemê Dîcleyê û Çemê Batmanê digihine hevûdu cih digre, digihije dewrên ewil yên serdema Neolîtîk ku mirovan di wan serdeman da nêçîrvanî û berhevkarî dikirin. (B. Z. 10400-9250) Girê Kortik qadeka ji wan qadaye ku yek ji komiken Neolîtîk yên ewil li vir derbasî jiyana niştecihî bûne û ji ber ku lêkolîn li ser vê yekê werin kirin bê ka, çalakiyên debara jiyanê karîgeriyeka çawa li niştecihîyê kiriye mînakeka bêhempa ye. Hêwînên ku ji kevir hatine çêkirin û mîrkutên wan, piştgiriya wê yekê dikin ku li vê derê ji bo debarê hilberîneka pêşketî heye. Bi vî halê xwe Girê Kortik, asta sembolîk a abîdevî ya Girê Mirazan ku li Şanliurfayê ye, ji bo wê serdemê ji cihê şaşwaziyê derdixe û dîtbariyeka pêşeng ya debar û niştecihbûna wê serdemê dide. Li Girê Kortikî ku masîvanî jî bi awayekî zêde lê hatiye kirin, hebûna yekîneyên mîmarî yên ji bo veşartina xworekan, tê wê wateyê ku teknolojîyên hilberînê hatine pêşxistin û nîşnayea birêxistinbûneke civakî û aborî ne. Li Girê Kortikê hin dane hene ku, li vir tevinkerî jî dihate zanîn.

Gire Kortik şûnewareka ku, serdema herî ewil ya komikên nêçîrvan-berhevkar ji koçeriyê derbasî jiyana gundîtiyê bûne temsîl dike.
Gire Kortik şûnewareka ku, serdema herî ewil ya komikên nêçîrvan-berhevkar ji koçeriyê derbasî jiyana gundîtiyê bûne temsîl dike.
DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DA DERENCEYEKA GÎRING

Li Qotê Ber Çem ya ku bi 7 kîlometreyan dikeve rojhilatê navçeya Erxenî de, dewreya niştecihbûnê ya berî zayinê di salên 9300-6300î ku yek ji mînakên herî kevn yê ji jiyana nêçîrvanî-berhevkariyê derbasî jiyana li ser debara hilberîna çandiniyê yê, derenceyeka girîng ya ku dirêjî şaristaniya roja me dibe ye. Tê zanîn ku li Qotê Ber Çem, nebatên wekî genime kovî, famîlyaya nîskan ji bo çandiniyê hatine bikaranîn û mîh û bizin hatine kedî kirin. Berî bi du hezar salan ku li şûnewarên din yên cîhanê sifir were keşif kirin û bikaranîn, li vê herêmê germkirin û şikildayîna sifrê, heta çêkirina morîk û tiştên wekî wan, Qotê Ber Çem dikin cihekî taybet. Li cîhanê kanên herî kevn yên sifrê li Erxenî ne û nêzîkbûna fizîkî a li kanên sifrê di vê serkeftinê da pêkereka girîng in.

Qotê Ber Çem, di dewra ku ji Serdema Neolîtîk dirêjî jiyana gundîtîyê dibe de, yek ji wan ciha kêmdîtîye ku hemû astên geşedana avahîsaziyê jî lê tene şopandine. Bi taybetî jî, ji qlûbeyên gilover, yên banê wan bi hejikan girtî û bi herîyê siwaxkirî derbasbûna xanîyên kerpîçî yên xwedî bingehên kevir, bi derî û pencere ku pir dişibin xaniyên gundan yên roja me, hemû şopên vê pêvajoyê nîşan dide.

Şûnwarekê li Hîlarê. Gelek kelexê serîyan li wê derê hatiye dîtin, ji ber wê ji wê derê re avahîya kelexan tê gotin.
Şûnwarekê li Hîlarê. Gelek kelexê serîyan li wê derê hatiye dîtin, ji ber wê ji wê derê re avahîya kelexan tê gotin.
Mirov dikare şopên ji xaniyên hêsan yên bi hejik û çiqlan yê gilover derbasbûna xaniyê kerpîçî ku xwedî bingehên kevir in û cur be cur dibin, şopên ji jiyana nêçîrvanî-berhevkariyê derbasbûna jiyana bi çandiniyê vê girêdayî li Qotê Ber Çem bibîne.
Mirov dikare şopên ji xaniyên hêsan yên bi hejik û çiqlan yê gilover derbasbûna xaniyê kerpîçî ku xwedî bingehên kevir in û cur be cur dibin, şopên ji jiyana nêçîrvanî-berhevkariyê derbasbûna jiyana bi çandiniyê vê girêdayî li Qotê Ber Çem bibîne.
RAZ A ŞIKEFTÊN BIRQLEYNÊ

Rolyef û kîtabeya ku aîdê Tiglat-Pileser ê I. e yek ji wan bermahîyane ku pir baş tê xuya kirin ku di Şikeftên Birqleynê da cih digre. Şikeftên Birqleynê bi 1,5 kîlometreyî dûrî gundê Korxayê, yê bi ser Licê ve ne û li nêzîkî derên ku Çemê Dîcleyê lê derdikeve cih digrin de. Tê zanîn ku beşek ji van 5 şikeftan ji ber cihên wan yê stratejîk ji Serdema Neolîtîk a Xort ve heta bi Serdema Hesin (B.Z. 4.-2. hezar sal) hatine bikaranîn. Rêya Diyarbekir û Çewlikê ku şikeften Birqleyn li serê ne, di serdema Antîk de, derbaseka di ser rêze çiyayên Torosan ya herî hêsan bû ku di navbera rojhilatê Anatolyayê û bakurê Mezopotamyayê da cih digirt. Ev rêya di ber Çemê Dibnî yê ku wekî baskê rojhilat yê Çemê Dîcleyê tê zanin re derbas dibe, di heman demê da xeta bazirganiyê jî bû. Ji ber vê vî cihê wê yê taybet, Qralên Asurî Tiglat-Pileser I. û Salmanassar III. ku dixwestin bi taybetî vê herêmê bi dest bixin, di van şikeftan de, wekî ku bixwazin ewlehiyê bidin bazirganan rolyef û nîvîs dabûn kolandin. Bidestxistina Birqleynê, li ser Deriyê Balawat ê ku bi 28 kîlometreyan li başûrrojhilatê Mûsulê di serdema Salmanassar III. hatiye çêkirin de, bi neqşên bronzî hatiye teswîr kirin.

Şikeftên Birqleynê li ber Çemê Dibnî ku wekî baskê rojhilat yê Çemê Dîcleyê tê zanîn cih digrin.
Şikeftên Birqleynê li ber Çemê Dibnî ku wekî baskê rojhilat yê Çemê Dîcleyê tê zanîn cih digrin.
Ev nexşeya Qralê Asûrîyan Tiglat-Pileserî (B.Z. 1114-1076) li ser şikeftekê hatiye dîtin ku çemê Dibniyê tê de diherike.
Ev nexşeya Qralê Asûrîyan Tiglat-Pileserî (B.Z. 1114-1076) li ser şikeftekê hatiye dîtin ku çemê Dibniyê tê de diherike.
DEŞTA BAZALT KU BAJAR ANÎYE PÊ

Bajar li ser Girê Amîda, li ser deşteka bazaltî ya li nêzîkê çavkaniya ava xwezayî, ji bo parastinê û çandinîyê guncav û seranserî Çemê Dîclê û newalê wê hatibû ava kirin. Ev cih û şert, ji bo berdewamiya niştecibûnê û li xala ku lê yê geşe bide gelekî girîng bû. Cih girtina wê ya li devera ku rêyên antîk lê dighine hev, bajar di dîrokê pê da veguherand cihekî girîng yê ji bo bazirganî û çandinîyê.

Li Girê Amîda di encama lêkolîna ser rûyê erdê de, şopên niştecihbûna herî zû digihine dîroka salên B. Z. 4200-3800. Firaxên ku li vir hatine bidestxistin û bi destan hatine çêkirin, weha nîşan didin ku ev cihnişînê herî kevn ji aliyê komeka niştecihî ve dihate bikaranîn. Dibe ku di serdema Uruk da li derdora girî dîtina bajarekî din yê li jêr ê, cihnişînbûn hetanî Keleha Navê ya îro jî pêkanîbe. Di girî da B. Z. di sala 2 hezarî de, tebeqeyên Hurrî-Mîtannîyan jî hatine tespît kirin.

Girê Amîda ku Diyarbekir ewil li wir hatiye ava kirin. (Fotograf: Mehmet Oguz, 2013)
Girê Amîda ku Diyarbekir ewil li wir hatiye ava kirin. (Fotograf: Mehmet Oguz, 2013)
Mizgefta Hz. Sileyman (Qele).
Mizgefta Hz. Sileyman (Qele).
Stelê împaratorê Akadan, Naramsînî (B.Z. 2254-2218) ye. Li çiyayê bi heman navî li gundê Pirhüseyin, 25 km li rojhilata Amedê ye. Yek ji belgeyên herî kevin ên li Deşta Dîcleyê hatîn dîtin e.
Stelê împaratorê Akadan, Naramsînî (B.Z. 2254-2218) ye. Li çiyayê bi heman navî li gundê Pirhüseyin, 25 km li rojhilata Amedê ye. Yek ji belgeyên herî kevin ên li Deşta Dîcleyê hatîn dîtin e.
SURÊN KU BI SEDSALAN RE QAYIŞÊ DIKÊŞIN

Bi paşketina Asurîyan re di sala B. Z. 1050î da ber bi peravên Çemê Dîcle ve koçên Aramiyan destpê kirin. Diyarbekir, bi navê xwe yê wê demê Amîda, ji ber cihê xwe yê stratejîk û çavkaniyên avê bû perçeyek ji yê rakeşiya di navbera Roma û Îranê. Împeretorê Romayê Konstantius ê II. di salên 330an de, di dema têkoşîna bi Sasaniyan re ev der wekî bajarê garnîzonî hilbijartibû. Piştî dorpêça hikumdarê Sasanî Şapûrê II. ya bi 100 hezar leşkerî ku 73 rojan ajot, Konstantius ê II. sûrên ku di sedeya 21. da jî nasnameya bajêr didinê ava kirin. Ev surên ku ji kevirên reş yên bazaltî hatine çêkirin, di sala 370î da ji aliyê Valens ve hatin bi dest xistin. Dagirikirina mezin ya piştî ve vê di salên 502-503an da ji aliyê artêşa ku ji 50 hezar kesî pêk dihat ya hikûmdarê Sasanî Kubad da pêk hat. Lê di sala 505an da Anastasius bajar dîsa xiste jêr kontrola Romayiyan. Piştî 532andê Justinianus ê I. bajar ji nûjen ve îmar bikira.

Kîtabeyek li Derîyê Mêrdînê. (Fotograf: Merthan Anık, 2009)
Kîtabeyek li Derîyê Mêrdînê. (Fotograf: Merthan Anık, 2009)
Kitabeyeka li Derê Çîyê ya Yewnanî. (Fotograf: Merthan Anık, 2009)
Kitabeyeka li Derê Çîyê ya Yewnanî. (Fotograf: Merthan Anık, 2009)
Li aliyê rojhilat yê deşta bazaltî sûr dirêj dibin. (Fotograf: Merthan Anık, 2010)
Li aliyê rojhilat yê deşta bazaltî sûr dirêj dibin. (Fotograf: Merthan Anık, 2010)

Bajar bi stendina ji aliyê Iyaz b. Ganem ê ku Xelîfe Omer ew ji bo fetihkirina herêma El-Cezîre (Mezopotamya) wezîfedar kiribû, di sala 639an da kete jêr serdestiya Erebên Misilman. Di serdema Emewîyan pê da, yekîneyeka piçûk ya leşkerî, ji bo li bajêr asayîşê pêkbîne û bacê bidin hev hebû. Di sala 863an de Romayîyên Rojhilat bi ser herêmê da sefer anîn. Di sala 868an da walîyê bi Abbasiyan ve girêdayî Îsa. B. Şêx, bi piştgiriya eşîreta xwe ya ku li milê rojhilat yê Çemê Dîcleyê bi gelemperî dijiyan, li hember Abbasîyan serî rakir û Mîrektîya Şêxan ava kir. Kurê wî Muhamed jî walîtiya Amîdê dikir. Ev emareta ku bi qasî 30 salî li herêmê serdestî kir, di sala 899an de bi dorpêça Xelîfeyê Abbasî Mu’tazid-Billah ji holê rabû. Di sala 911an de Romayiyên Rojhilatî dîsa sefer bi ser herêmê da anîn, Gêl û kelehên li dora wê bi dest xistin.

Xelîfeyê Abbasî Muktedîr ê ku li hember êrîşên Romayiyên Rojhilatî desthilata wî lawaz bû, di sala 931ê da herêm, ji Seyfuddewle yê birêveberê herî girîng yên Hamdanîyên ku Erebên Şîa bûn ve berda. Hamdanîyan salên dirêj li hember Romayiyên Rojhilatî têkoşîyan û hewl dan sînorên xwe heta bi Meletîyê berfireh bikin. Piştî sala 936an, Romayîyên ku di nava 30 salî de xwestin 5 caran bajêr dorpêç bikin bisernekatin.

Birca Keçikê û Sûrên rojhilatî. (Fotoğraf: Dilan Bozyel, 2010)
Birca Keçikê û Sûrên rojhilatî. (Fotoğraf: Dilan Bozyel, 2010)
MENCENÎQÊN EL MUFETÎŞ KU SÛR DANE ZORÊ
Çemê Dîcleyê û sûrên bajêr. (Fotograf: Merthan Anık, 2010)
Çemê Dîcleyê û sûrên bajêr. (Fotograf: Merthan Anık, 2010)

Ji 984an ve herêma Diyarbekir kete jêr serdestiya Baz ê Harbuhtî yê ji kurdên Botan ê. Serdema Merwanîyan ku dê li beşa jor ya Mezopotamya yê 100 salî bidomê û ji gelek alîyan ve yek ji xelekên taybet ya dîroka bajêrîyê weha destpê dikir. (“Têbîniyeka di Tarîxê da: Merwanî”)

Li gel ku di sala 1071ê de li cem Selçûkîyan beşdarî şerê Melazgirê bûbin jî, asta gumrahî ya li ser axên Merwanîyan bala Dewleta Selçûkî dikêşand. Bajarê ku bi fermana Hikumdar Melîkşah hate dorpêç kirin, di sala 1085ê hate stendin. Bi tayinkirina walîyê bi navê Înal, mîrektîya Înalîyan ku dê hema bêje sedsalî bibe serdestê herêmê dihate damezrandin.

Sûrên rojhilatî. (Fotograf: Merthan Anık, 2010)
Sûrên rojhilatî. (Fotograf: Merthan Anık, 2010)
Birca Nûrê. (Fotograf: Merthan Anık)
Birca Nûrê. (Fotograf: Merthan Anık)

Wezîrê Emareta ÎnalîynNîsanoglu Elî, bi miameleya xerab ya ku li gel dikir navdar bibû. Hikûmdarê emareta cîran yê Artukîyên Heskîfê Fahredîn Karaarslan, bi caran hewl dabe ku vê bêhizuriyê ji holê rake jî, Amîd bi dest nexistibû. Kurê wî Nuredîn Muhamed, ji bo ku arezûya bavê xwe bîne cih, ji Siltanê Eyubiyan Selahedîn, piştgirî xwest. Beramber piştgiriyê jî wead dikir ku di şeran da tevî leşkerên xwe di nav artêşa Selahedîn de cih bigre.

Mencinîqên pir mezin yên bi navê El-Mufetîş yên artêşa Eyubîyan bi rojan, li kevirên reş î bazalt yên sûran reşandin, di sala 1183an de bajar hate stendin. Bircên bajêr tev tije bûn. Tenê di yekê de hema bêje 80 hezar find, di yeka din de, serê tîrên an jî bi çewalan zad hatibû dagirtibûn. Depoyên bajêr jî bi balyayên pembo, bi qumaşên top top, merş û çadiran tije bûn. Siltan Selahedîn kitebxaneya ku mezin ya ku ji 10 milyonek û 40 hezar cild kitêbî pêk dihat li katibê xwe Qazî Fadil bexişand. Selahedînê Eyubî wekî ku soz dabû, birêveberiya Amîdê ji Nuredîn Muhamedê Artûkî ve berda. Medreseyên Mesûdîye û Zincîrîye, di dema kurê wî Sokmen ê II. da ku piştî mirîna bavê xwe derbasî cihê wî bibû hatine çêkirin. Siltan Selahedîn ji bo ku serdestiya xwe bide belgekirin li bajêr salên direj polikên zîv û sifrî dane tab kirinê.

(Ji bo hûn bi rêya polikan li dîroka bajêrî binêrin: “Diyarbekira ku polik qala wê dikin”)

Xêzewêneyê mancinikeka ku di dema Saladin-i Eyyubi de hatine bikar anîn.
Xêzewêneyê mancinikeka ku di dema Saladin-i Eyyubi de hatine bikar anîn.
PÊŞENGÊ ZANISTA MEKANÎKÊ EL-CEZERÎ

Di serdema Melîk Salih Mahmûd ê ku piştî birayê xwe Sokmen ê II. derbasî ser textê Artûkîyan bû, li Amidê gelek karên îmarê hatine kirin. Li ser sûran bircên nû hatin çêkirin, di Keleha Hûndir de, qesr hat çêkirin. Yek ji hêmanên ku dibe sedema girîngîyavê serdemê, Ebu’l-Îz El-Cezerî ye ku berhemên mekanîkî yên ku çêkirine, navdariya xwe ji Serdema Navîn heta îro parastiye. El-Cezeriyê ku çaryek sedsalê di xizmeta 2 hikûmdarê artûkî yên bav û kur de xebitîye, bi xebatên xwe yên li ser felsefeya endezyariyê, mekîneyên 3 biûdî û îcadên xwe, bû pêşengê gelek kesên ji rojilat û rojava ku di vê qadê da bixebitin. Beşeka mezin ji yên mekîneyên xwe di kitêba xwe ya bi navê “El-Camiʿ beyne’l-ʿilmi ve’l-ʿameli’n-nafiʿ fî sınaʿati’l-hiyel” (“Kitêba ku di Ilmê Mekanîk de Zanist û Sêpandinê Dighîne Hev”) kom kirin.

Derîyê Qesra Amidê ku li beşa birêveberiyê vedibê bi destê El-Cezerî hatiye çêkirin.
Derîyê Qesra Amidê ku li beşa birêveberiyê vedibê bi destê El-Cezerî hatiye çêkirin.
Dîmenê Qeleya Navîn ku minareya Mizgefta Mezin hatiye girtin.
Dîmenê Qeleya Navîn ku minareya Mizgefta Mezin hatiye girtin.
LI BAJÊR SERDEMA AKKOYUNÎYAN

Melîk Mesûd Mevdûd ê ku di sala 1222an de derkete ser textê Artûkîyan, bi helwesta xwe ya dijminane ya li hember gelê xwe û dewleten cîranê xwe navdar bibû. Ji ber vê yekê piştî bi deh salan Hikûmdarê Eyûbî Melîk Kamil ê II. Amîd dîsa stend. Amîd di sala 1257an de ji bo demeka kurt ketibe destê hikûmdarê Meyafarqînê Melîk Kamil de jî, piştî ku di sala 1259an de Hulagû dest danî ser bûyerê, bajar bi destê Dewleta Selçûkîyên Rûmî ve hate berdan ku bi Moxolan ve girêdayîbûn. Bi vî hawî Moxolî li derdora Diyarbekirê serdest dibûn.

Di sala 1303an de Gazan Han herêm da destê Siltanê Artûkîyên Mêrdînê Necmedîn Gazîyê II. û di sala 1317an de jî li bajêr serhildaneka mezin destpê kir. Di nav sedemên vê serhildanê de, seferên Moxolan ku ji başurrojava dihatin û talanê sêrî dikêşand. Herwiha li bajêrî jiyan buha bibû, gelek gundiyan zeviyên xwe terk kiribûn û koç kiribûn, bacên ku ji gelên Îsewî dihatin stendin hatibûn zêdekirin. Serhildan ji aliyê hikûmdarê artûkî Şemsedîn Salih ve hate serkut kirin, lê bêlê zirareka mezin giha bajêrî. Piştî bi salekê jî dê xelayeka pir mezin bihata jiyîn.

Bajare ku di sala 1394an da ji alîyê Timûr ve hat zept kirin û talan kirin di sala 1401ê da bi destê Karayuluk Osman Beg ve hat berdan û bi vî hawî li herêmê serdestiya Akkoyuniyan destpê kir. Hikûmdarê Karakoyuniyan Kara Yusuf Beg, di serê salên 1400î de bi caran hewl dabe kuvê derê bistînê jî bisernekeve. Di sala 1423an da kure wî Îskender, di sala 1433an da Siltanê Memlûkiyên Misrê Barsbay jî tûşî heman encamê bûn. Piştî mirina Karayuluk Osman Beg ya di sala 1435an da Amîd, kete destê mîrzayên Akkoyunî û bû qada têkoşînên wan yên li hember hev. Karakoyunîyan jî di dema Cîhangir de Amîd çend caran dorpêç kiribûn lê bi dest nexistibûn. Mizgefta Şêx Mutahar ku navê xwe ji Şêx Mutaharê li wê derê digire û di sala 1500î de ji aliyê Siltan Kasim ve hatiye çêkirin û minareya aîdê vê mizgeftê Minareya Çar Ling, wekî berhemên mînak ên avahîsaziya Akkoyunîyan îro hîn jî ji sembolên bajêr tên hesibandin.

 

 

Minareya Çar Ling, yek jî mînakên girîng yê avahîsaziya Akkoyunîyan e ku li gel her tiştî li ser pîyan ma ye.
Minareya Çar Ling, yek jî mînakên girîng yê avahîsaziya Akkoyunîyan e ku li gel her tiştî li ser pîyan ma ye.
Minareya Mizgefta Safayê (İparlı) ya li Sûrê xwediya estetîka sedsala 15ê e ku heya îro hatiye. (Fotograf: Merthan Anık)
Minareya Mizgefta Safayê (İparlı) ya li Sûrê xwediya estetîka sedsala 15ê e ku heya îro hatiye. (Fotograf: Merthan Anık)
Teswîra şerê Çildêranê ya di Şerefnameyê de.
Teswîra şerê Çildêranê ya di Şerefnameyê de.

Di serdema Uzun Hasan Beg da dema ku hemû axên Karakoyuniyan ji alîyê Akkoyuniyan ve hatin dagirkirin, navenda dewletê ji Amîdê bo Tebrîzê hate veguhastin. Lê belê ji ber girîngiya wê ya stratejîk Amîd, taybetiya xwe ya navendîbûna Dewleta Akkoyunî ya li rojavayê parast. Di sala 1507an da di dema ku Şah Îsmaîl sefer bir ser Alauddewle Beg ê Dulkadîrî, Emîr Beg, ji Şah Îsmaîl re serî tewand û axên di jêr destên xwe de teslîmî wî kirin. Hikûmdarê Safevîyan jî walîtiya Diyarbekirê da Muhamed Xanê Ustacî. Di şerê Çildêranê yê di dîroka 1514an de Safevî têkçûn û Muhamed Xanê Ustacî jî jiyana xwe ji dest da. Bi saya çalakîyên dîroknasê navdar Idrîsê Bedlîsî yên di navbera mîrên kurd de û bi saya piştgiriya mîrektî û eşîretên sunî yên li herêmê, gelê Amîdê di jêr qumandanîya Egîd Ehmed (Melîk Ehmed) ê Amîdî de serî hilda û hêzên safevîyan ji bajêr derxistin.

DERIYÊN SÛRÊ
Minyatur a ku Matrakvan Nasûh tê de Amîd teswîr kiriye.
Minyatur a ku Matrakvan Nasûh tê de Amîd teswîr kiriye.

Piştî ku kete jêr serdestiya Osmaniyan, Amîd navend Mîrektîya Diyarbekirê hat damezirandin û di 4ê Çirîya Paşîn 1515an de ji dane Biyikli Mehmed Paşa. Di sala 1517an de dema Keleha Mêrdînê jî kete destê Osmaniyan, hemû keleh û navendên girîng yên herêmê yên wekî Hısnıkeyfâ/Heskîf, Erxenî, Riha û Sêrtê di jêr birêveberiya yek destî de kom dibûn. Li gor tahrîra ku di sala 1518an de hatiey çêkirin, 12 senceqê bi Diyarbekirê ve girêdayî hebûn. Amid, Mêrdîn, Şengal, Bêrecûk, Riha, Sîwerek, Çêrmûg, Erxenî, Xarpêt, Erebgîr û Gêxî. Li gel van, deverên wekî Çemişgezek, Licê, Palo, Gêl, Çapakçur, Sason, Hezro, Pasûr, Bedlîs, Cizîr, Dara Hênê, Şankuş, Heskîf ku wekî axên ji bav derbasî kur dibin an jî heta ew kes li jiyanê be li gel wan bimîne dihatine bikaranîn û bi birêveberiya hikûmetê ve dihatine birêvebirin, ji aliyê şiklî ve bi mîrektiya Diyarbekirê ve girêdayîbûn.

Li gor tomarên tahrîrê bajar xwedî çar derîyan û çar taxên ku li gor wan hatibûn bi nav kirin bû. Ev derî ev in: (Bâb-ı Mardin/Derîyê Mêrdînê, Bâb-ı Rûm/Deriyê Rihayê, Bâb-ı Cebel/Derîyê Çiyê û Bâbü’l-Mâ/Deriyê Dîcle yê) Ji van taxan ya herî qerebalix Bâbu’l Ma bû li vir xeyrî mislîm zêdetir bûn. Ji sedî 54ê serhejmara bajêrî misliman bûn.

Deriyê Rihayê.
Deriyê Rihayê.
Derîyê Çiyê.
Derîyê Çiyê.
Deriyê Rihayê.
Deriyê Rihayê.
Kupeli, derîyekê li Qeleya Navîn.
Kupeli, derîyekê li Qeleya Navîn.
BÊHNA BEXÇEYÊN HEVSELÊ KU BI SEDAN SALANE DIFURE

Bexçeyên Hevselê ku ji alîyê topografyaya dîrokî ve ji Diyarbekir nayên veqetabdini di şikil girtina aboriya bajêr û pêkhateya wê ya civakî de karîgerî kir. Di belgeyên dîrokî cara ewil, di tomarên derbarê dorpêçkirina Amedû (Amedî/Amîda) ya Qralê Asûrî Assurnasirpal ê II. da derbas dibin. Di vir de tê behs kirin ku dema qral bajarî nestendiye, leşkerên li ber deriyê derve yên bajêrî kuştine û bexçeyên li derveyî kelehê jî tune kirine.

Di sedeya 4. ya piştî zayînê da dîroknasê Romayî Ammianus Marcellinus, di metnên xwe de qala bexçeyên bajêrî kiriye. Belgeyeka din ya dîrokî jî ew kîtabeye ku li Mizgefta Mezin cih digre. Gıyaseddin Keyhüsrev ê II. diyar dike ku, li gel Bexçeyên Hevselê, bacên ku ji deriyên Mêrdînê, Rihayê û Dîcleyê distîne rakirine. Baca ku ji Hevselê dihate stendin, ji dahatên çalakiyên çandiniyê dihate stendin.

Ewliya Çelebî yê ku di sedeya 17. da jiyaye, di seyahatnameya xwe de qala karîgeriya bacên vê derê ya li ser aboriya bajêr û cur be cûriya berhemên wir kiriye. Herwiha diyar kiriye ku gelê vir şeş mehên xwe li kêf û şahiyan derbas dike, û qala bexçeyên gulan yên li Hevselê, bêhnên xweş yên ku ji bîstanên wê difiure û bexçeyên reyhanê jî kiriye.

(Ji bo di dîrokê pê de Diyarbekirê ji çavên gerokan bibînî: “Tarîxa ku Seyahan Qeyd Kirîye”)

Perçeyê bajêr ku ji nayê veqetandin Bexçeyên Hevselê, bi sedan salane ku li vê erdnîgariyê çavkaniya bereketê ne. (Fotograf: Merthan Anık, 2007)
Perçeyê bajêr ku ji nayê veqetandin Bexçeyên Hevselê, bi sedan salane ku li vê erdnîgariyê çavkaniya bereketê ne. (Fotograf: Merthan Anık, 2007)
Berhemdarîya li Hevselê. (Fotograf: Fatma Ismen, 2015)
Berhemdarîya li Hevselê. (Fotograf: Fatma Ismen, 2015)
Birca Keçikê û Baxçeyên Hevselê. (Fotograf: Merthan Anık, 2007)
Birca Keçikê û Baxçeyên Hevselê. (Fotograf: Merthan Anık, 2007)
Ji gundê Kithibilê dîtina bajarî, ew gund li Zanîngeha Dicleyê ye. (Fotograf: Fuat Sezgin, 1928)
Ji gundê Kithibilê dîtina bajarî, ew gund li Zanîngeha Dicleyê ye. (Fotograf: Fuat Sezgin, 1928)
Ji Çemê Dîcleyê dîtina Amedê.
Ji Çemê Dîcleyê dîtina Amedê.
JI ÇAVÊN NIEBUHR
Gerokê alman û bîrkar Carsten Niebuhr, nexşeyên cur be cur yên Amîdê çêkiribûn ku di sedeya 18. da hatibûyê.
Gerokê alman û bîrkar Carsten Niebuhr, nexşeyên cur be cur yên Amîdê çêkiribûn ku di sedeya 18. da hatibûyê.

Rêya Carsten Niebuhrê alman yê gerok û bîrkar ku di xizmeta qralê Danîmarkayê de bû di sala 1766an de ketibû Amîdê û pilaneka bajêr jî derxistibû. Niebuhr di têbinîyên xwe de behs dike ku, ji ber xelaya ku berî bi 9 salan hatiye jiyîn gelekê gelê bajêr koçî derên din kiriye û li bajêr gelekên wan vala 16 hezar xanî hene. Cadeyên bajêr paqij û bi keviran çêkirî diyar kirine. Nivîsiye ku Ermenên li bajêr, Yakubî (Suryanî) û Yahûdî ji çar beşên niştecihên bajêr beşeka pêk tînin. Hurgiliyeka din a ku bala wî kêşandiye jî, goristana li rojavayê sûran û depoyên bajêrin ku havînan di wan de berf dihate veşartin e.

(Ji bo ku ji serdema navîn di nexşeyan de li bajêrî bigerî: “Nexşeyên ji Amîdayê ketinê ji Caramîtê derketine”)

ŞOPÊN CUR BE CÛRIYA QEDÎM

Diyarbekira ku ji serdemên ewil de bê navber cihê cihnişînbûnê bû, ji gelek şaristaniyên cuda re, kulturên cuda re û ziman û dînên cuda re mazûvanî kir. Li gor tomareke di dest de ya deftera tahrîrê ya sala 1540î, li navenda bajêr 42 jê yên misilmanan, 27 jê yên xeyrî mislîman bi tevahî 69 tax hebûn. Di wê dîrokê de ji serhejmara bajêr ya li dora 20.000an, 9.262 kes misilman, 10.741 kes jî xeyrî mislîm bûn. Zêdetirê serhejmara mislimanan ji Kurdan (yên kû kurmancî diaxifin) û ji Kirmancan (yên kû zazakî diaxifin) pêk were jî, bi taybetî, Tirkên ku wekî birêvebir, leşker û karmend hatibûn bajêr jî hebûn. Serhejmara xeyrî mislîman jî bi gelemperî Ermen, ji Suryan, Keldanî, Nasturî, Şemsî, Êzîdî û Yahudîyan pêk dihat. Serhejmara Îsewî bi 27 cemaetan bi derên wekî Dêra Piçûk, Xidir Îlyas, Mar-Kozma, Dayika Meryem û Dêrên Nasturîyan ve girêdayîbûn. Li gor cemaetên wan, hatibû tomarkirin ku beşek ji wan ji Ciska, Atak, Gêl, Heskîf, Sason û Mêrdînê hatibûn.

Di sedeya 16. da ji hemû serhejmara li wîlayeta Diyarbekirê ya ku ji 423.270 kesan pêk dihat de, 363.375 kesa misilman, tenê 59.895 kes jî xeyrî mislîm bûn. Yek ji sedemên ku xeyrî mislîm li navenda bajêr dijîn ewlehî, ya din jî zindîbûna jiyan bazirganiyê bû. Madeyên xam î ku ji başûr dihatin li vir dihate bikaranîn û dîsa ji bo başûr û bakur dihate îxrac kirin. Ji ber vê jî tevinkarî, bi taybetî tevinkarîya hevrîşimê, zêringerî, xeratî, sifrkarî û karên li ser çerm bi taybetî pêşketibûn. Diyarbekir, bi vî cihê xwe, wekî xaçerêyekê, wekî cihekî kombûnê û hilberînê ji bo mal û mirovên ku ji Şam û Helebê (ji Sûrîyê) ji Bexda û Mûsilê (ji Îraqê) tên û ji vir diçin Tebrîzê (Îranê), Erziromê, Rewanê (Kafkasyaya Pêş) û di ser Trabzonê re derbasî Behra Reş dibû. Ev pêkhateya pirdinî û pirkulturî ber bi dawiya sedeya 19. Ve veguherî. Serhildanan, qetlîaman û nexweşîyan li bajêrî pêkhateya demografîk wek xwe nehiştin, koçberî û xîzanî zêde bû.

Şopên vê cur be cûriya qedîm ya li Diyarbekirê îro li gel her tiştî di mîrateya kulturî ya şênber û ne şênber de tên dîtin. Bi taybetî birek avahîyen Îsewîyan li ser pîyan e. Dêrên li nav bajêr yên wekî, Dêra Dayika Meryem ya Suryanî Qedîm, Dêra Surp Giragos ya Ermenan, Dêra Mar Petyum ya Keldanan, Dêra Ermenên Katolîk, Dêra Ermenên Protestan, Dêra Surp Sarkîs ya Ermenan, Dêra Saint George û Dêra Elîpinar ya Nasturîyan, hin beşên van dêran xera bibin an jî veguherîbîn itşekî din jî hebûna xwe parastine.

Dêra Saint George ya li Keleha Hûndir. (Fotograf: Tamer Pınar, Arşîva DİFAK ê)
Dêra Saint George ya li Keleha Hûndir. (Fotograf: Tamer Pınar, Arşîva DİFAK ê)
Dêra Saint George. (Fotograf: Dilan Bozyel)
Dêra Saint George. (Fotograf: Dilan Bozyel)
Dêra Ermenên Katolîk. (Fotograf: Turkan Kiliç, 2015)
Dêra Ermenên Katolîk. (Fotograf: Turkan Kiliç, 2015)
Dêra Ermenên Protestan ya li Sûr ê. (Fotograf: Arşîva DİFAK ê)
Dêra Ermenên Protestan ya li Sûr ê. (Fotograf: Arşîva DİFAK ê)
Barûyên Dêrên Surp Giragos û Mar Petyum yên li Sûr ê. (Fotograf: Merthan Anık, 2015)
Barûyên Dêrên Surp Giragos û Mar Petyum yên li Sûr ê. (Fotograf: Merthan Anık, 2015)
Zengila Dêra Giragosê ku di vî wêneyî de xuya dike, di sala 1916ê de hatiye hilweşandin. (Arşîva DITAVê)
Zengila Dêra Giragosê ku di vî wêneyî de xuya dike, di sala 1916ê de hatiye hilweşandin. (Arşîva DITAVê)
DIYARBEKIRÎ
Xwendekarên dibistana mîsyoneriyê ya Diyarbekirê.
Xwendekarên dibistana mîsyoneriyê ya Diyarbekirê.

Bajar di sedeya 18. da ji ber eşên şewbî ve rojên zehmet derbas kirin. Esnaf hew karîbû mal bişînin bajarên derdorê, di navbera salên 1825-1843an da, rê bê asayîş bûn, kerwan gelek caran dihatin şêlandin. Li bajêr car bi caran serhildan pêk hatin, hinek kargeh hatin xerab kirin. Di sedeya 19. da, di aliyê birêveberîyê de gelek guherîn pêk hatin. Herî dawî di sala 1869an da Diyarbekir ji van senceqan wekî Mamûretülazîz/Elezîz, Sêrt û Mêrdînê pêk dihat. Di sala 1879an da Senceqa Mamûretülazîz/Elezîz, ji Diyarbekir hat veqetandin û bû bajarekî serbixwe. Dema ku dewr giha Meşrûtiyeta II. Diyarbekir yek jê navend, yên din, Siwerek, Mêrdîn û Erxanî li çar senceqan hat belav kirin. Diyarbekir, yek ji navendên Serhildan Şêx Seîd ya di sala 1925an de bû.

Di serhejmara ku di sala 1927an de ku hîn gelê Diyarbekirê di nav sûran de dijî hatibû kirin de serhejmar wekî 31.511 hatibû tomar kirin.

Îsewîyên Diyarbekirî.
Îsewîyên Diyarbekirî.
Walîyê Diyarbekirê Îsmaîl Heqî Beg, ji Petriktiya Ermenan Zaven Efendî, qumandan Seîd Paşa, qazî Mustafa Zeynedîn Efendî, Reîsê Şaredariyê Kamîl Beg û eşraf li gel hev.
Walîyê Diyarbekirê Îsmaîl Heqî Beg, ji Petriktiya Ermenan Zaven Efendî, qumandan Seîd Paşa, qazî Mustafa Zeynedîn Efendî, Reîsê Şaredariyê Kamîl Beg û eşraf li gel hev.
Malbateke Ermen ya Xançepekê. (Fotograf: Arşîv a Gila Haddad)
Malbateke Ermen ya Xançepekê. (Fotograf: Arşîv a Gila Haddad)
Nêçîrvan Mehmed Efendî yê 80 salî.
Nêçîrvan Mehmed Efendî yê 80 salî.
Kirmancên Amedê.
Kirmancên Amedê.

Nivîs: Dr. Yusuf Baluken
Werger: Murat Bayram, Fethullah Özmen

 


 

ÇAVKANÎ

• Beysanoğlu, Ş. (2003) Anıtları ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi, Cîld 1-2, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Yayınları, Enqere.
• Çambel, H. û Braidwood, R. J. (1980) Güneydoğu Anadolu Tarihöncesi Araştırmaları, İstanbul Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Yayınları, Stenbol.
• Gümüş, E. (2015) “Hevsel Bahçeleri’nin Tarihi Süreçte Amid/Diyarbekir Şehri İçin Taşıdığı Önem ve Bu Hususun Vesikalara Yansımaları”, Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı, (ed.) Nevin Soyukaya, Ege Yayınları, Stenbol: 143-153.
• Ökse, A. T. (2015a) “Amida Höyük Bulguları ve Tarihi Belgeler Işığında Eski Çağda Diyarbakır”, Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı, (ed.) Nevin Soyukaya, Ege Yayınları, Stenbol: 17-28.
• Ökse, A. T. (2015b) “Diyarbakır Kentinin En Eski Yerleşimi: İçkale’deki Amida Höyük”, Olba 23 (Kilikia Arkeolojisini Araştırma Merkezi Süreli Yayını), Ege Yayınları, Stenbol: 59-110.
• Özdoğan, A. (1999) “Ergani Ovasının Yazılı Olmayan Tarihinden Bir Yaprak: Çayönü”, Diyarbakır: Müze Şehir, (ed.) Şevket Beysanoğlu, M. Sabri Koz û Emin Nedret Dişli, Yapı Kredi Yayınları, Stenbol: 10-25.
• Özkaya, V., Coşkun, A. û Soyukaya, N. (2013) Körtik Tepe, Diyarbakır Valiliği Yayınları, Diyarbekir.
• Schachner, A. (2006) “Bırkleyn Mağaraları (Dicle Tüneli) Yüzey Araştırması 2004”, 23. Araştırma Sonuçları Toplantısı, Cîld 1, Kültür Bakanlığı DÖSİM Yayınevi, Enqere: 367-377.
• Soyukaya, N. (2013) “Çayönü Tepesi”, Diyarbakır Ansiklopedisi, Cîld 1, Elvan Yayınları, Enqere: 270-272.

KÛNYEYA PÊŞANGEHÊ


Nivîs

Dr. Yusuf Baluken

Werger

Murat Bayram, Fethullah Özmen (Kurdî)
Feride Eralp (Îngilîzî)

Sêwirandin

Fika

Dema weşanê

Mijdar 2019