Lê Bigere
Amed bajarek e ku ji dewra Paleolitik heta vê demê şaristanî bi hev re honandine. (Wêne: Josef Strzygowski, 1910)
Amed bajarek e ku ji dewra Paleolitik heta vê demê şaristanî bi hev re honandine. (Wêne: Josef Strzygowski, 1910)

Ew bajarên ku ji dîroka mirovatîyê ve hene û lê mirov dijîn nasnameyeka wan a mîmarî çêbûye. Ev nasname bi têkelbûn, li hev siwarbûn û bihevrebûna çandan pêk hatiye. Amed jî yek ji wan bajaran e. Herweha bajarek e ku şaristanî dewlemend kirine û rengê yên ferq li xwe zêde kiriye. Bajarî kevneşopîya bi sedsalan derbasî şaristanîyên nû kiriye û xwestiye ew jî pê re hevaheng be. Digel van hemî tiştan îro em dikarin li ser vê şopê biçin. Bi vê pêşangehê me xwest bi rêberîya dîroka mîmarîya Amedê li mekanên civakî, mekanên bawerîyê û mekanên şexsî bigerin.

Gelek dewrên mîmarîya Amedê hene. Ev yek jî qedrê mîmarîya Amedê bilind dike. Berdewamîyek heye, hem hûn dikarin vê berdewamîyê li ser avahîyan bibînin hem jî hûn dikarin di çanda devkî ya ji nifşan bo nifşên dî tê gotin bibînin. Wêne di salên 1990an de hatiye girtin.
Gelek dewrên mîmarîya Amedê hene. Ev yek jî qedrê mîmarîya Amedê bilind dike. Berdewamîyek heye, hem hûn dikarin vê berdewamîyê li ser avahîyan bibînin hem jî hûn dikarin di çanda devkî ya ji nifşan bo nifşên dî tê gotin bibînin. Wêne di salên 1990an de hatiye girtin.

Amed li Bakurê Mezopotamyayê, li cihê ku Dîcle jê dest pê dike, li bakurê “Hîlala Berhemdar” hatiye avakirin. Ji dema Paleolîtîkê heta îro mirov lê dijîn. Vê berdewamîyê we kiriye ku samana bi hezar salan li ser dîwarên Sûran hatine nexişandin. Bi çanda devkî û edebiyatê jhatiye belavkirin. Di dîrokê de Amed bûye paytexta gelek şaristanîyan. Ew bajar bûye meskenê gelên niştecihên Mezopotamyayê. Herweha bûye meskenê gelên dagirkerên hermê. Pirrengîya zimanî, bawerîyê û çandê li mîmarîya wê jî dîyar dibe. Vê yekê jî welê kiriye di dîroka mîmarîya dinyayê de cihekê mîmarîya Amedê heye.

Warê herî kevin ê Amedê Girê Amîdayê yê li Fiskayayê ye.
Warê herî kevin ê Amedê Girê Amîdayê yê li Fiskayayê ye.

Tebeqeyên çandê yên Amedê hem li ser hev in hev jî li rexa hev in. Platoya Bazaltî ya Qerecdaxê di şeklê masîyên Turbot de ye. Bajar li deştên dewlemend hatiye avakirin. Li ser rêya bazirganîyê ya Mezopotamyayê ye ku Asya û Anatolyayê digihîne hev. Çavkanîyên wê yên avê jî gelek in û ev taybetmendî qedrê bajarî zêde dike. Bajarek e ku çavkanîyên wê têra wê dike. Cihê wê yê stratejîk, dewlemendîya çavkanîyên wê, zêdebûna tehtên Bazaltî ji bo raçandina bajarî roleka girîng lîstiye. Ji aliyê mîmarî ve jî em dikarin nivîsên li ser dîwarên bajarî bibînin û em dikarin hin avahîyan bibînin ku taybetmendîya dewra wan li ser hene. Em dikarin şopa şaristanîyan û çandan bibînin. Sûr li dora bajarî hatiye çêkirin û Warê herî kevin ê Amedê Girê Amîdayê yê li Fiskayayê ye. Lêkolînên arkeolojiyîk nîşan didin ku di dewrên Kalkolîtîk, Sirf û Hêsinî de warê mirovan li bajarî hebûne.

Bajarê Diyarbekirê di qeleyekê de ye û heta îro bi wî awayî maye. Hûn dikarin nivîsên Grêkî û Latînî li ser Sûran bibînin. Ev kîtabe li Derê Çîyê ye. (Wêne: Merthan Anık, 2009)
Bajarê Diyarbekirê di qeleyekê de ye û heta îro bi wî awayî maye. Hûn dikarin nivîsên Grêkî û Latînî li ser Sûran bibînin. Ev kîtabe li Derê Çîyê ye. (Wêne: Merthan Anık, 2009)

Çavkanîyên nivîskî nîşan didin ku piştî Berî Zayinê 331ê, bajar ketiye di destên Îskenderê Mezin, Selevkos, Part, Ermenî, Roma û Sasanîyan de. B.Z. 705ê walîyê Amîdîya Asûrîyan nvîsîye ku qeleyek û qesreka di qeleyê de tê avakirin. Ammianus Marcellinus wek mûhafizê împeretorê Romayê kar kiriye. Wî Piştî Zayinê, sala 359ê nivîsîye ku Konstantius Sezarî li dora bajarî dîwarek çêkiriye. Ew nivîs heta îro jî hatiye parastin. Bi vê yekê jî em dikarin bibêjin ku ji xwe Amîd bajarekê di qeleyekê de bû û di dema Romayê de karên giring ên îmarê hatine kirin, Sûr hatine nûkirin, sînorên îro yê bajarî kêm zêde hatiye danîn. Ew dewra zêrîn a bajarî bûye.

Mizgefta Melîk Ehmedî di sedsala 16. De hatiye avakirin. Yek ji dewlemendiyên bajarî ew in ku xemlên bi çînîyan li cihê kolanê dest pê kirî hûrgilîyên mîmarî hene. (Arşîva Metin Sözenî)
Mizgefta Melîk Ehmedî di sedsala 16. De hatiye avakirin. Yek ji dewlemendiyên bajarî ew in ku xemlên bi çînîyan li cihê kolanê dest pê kirî hûrgilîyên mîmarî hene. (Arşîva Metin Sözenî)

Ji dema Roma-Bîzans û Sasanîyan heta Komarê ji hezar salan zêde serdestên bajarî nijadên wek kurd, ereb û tirk bûne. Mala Nîsayan, Emevî, Mala Înanan, Eyûbî, Akkoyunî û Osmanîyan mûdaxeleyên mezin li mîmarîya bajarî kirine. Ji ber ku wan gelek avahîyên sembola dînî, bazirganî û civakî ava kirine. Li bajarî xelkên ereb (misilman), ermenî (katolik, ortodoks, protestan), kurd (misilman, fileh, êzidî), rûm (ortodoks), siryanî (ortodoks, katolik, nasturi, protestan), şemsî, tirk (misilman) û cihû bi hev re di heman taxan de dijîyan. Vê jiyana pirreng tehsîr li mîmarîyê jî kiriye. Lê tiştê giringtir jî ew e ku digel hebûna nijad û bawerîyên cida jî estetîkeka hevpar hatiye çêkirin.

Di yek wêneyê ku li Sûrê hatiye gortin de em dikarin “Minareya Çarling” a Mizgefta Şêx Mutahharî, Dêra Mar Petyunî, Mizgefta Mazin û Dêra Surp Giragosî ya Ermenîyan bibînin. (Wêne: Tamer Pınar, 2015)
Di yek wêneyê ku li Sûrê hatiye gortin de em dikarin “Minareya Çarling” a Mizgefta Şêx Mutahharî, Dêra Mar Petyunî, Mizgefta Mazin û Dêra Surp Giragosî ya Ermenîyan bibînin. (Wêne: Tamer Pınar, 2015)

Desthilatdarên Amedê gelek caran hatine guhertin. Lê piştî her dagirkirinekê kêmayên bajarî hatine temamkirin û li gor pêwîstîyan beşên nû lê hatine zêdekirin. Ew hêzên nû hatîn jî berhemên desthilatên berê wek-xwe dihêlan û beşa xwe ya pê re hevaheng çêdikir. Desthilata bajarî bê guhertin jî avahîyên bajarî mîmarên xwemalî û yên ji bajarên cîran – wekî Riha û Gorganê (bajarêk li bakurê rojhilata Îranê) – hatîn bûne. Bi vê yekê kevneşopîya mîmarî bi salan bi guhertinên kêm dewam dike. Di dema destpêkê ya Îslamê de em dikarin şopên mîmarên navdar li Amedê bibînin. Gelek avahî hene ku em ji çavkanîyan dizanin ew hebûn. Em îro dibînin ku gelek gelên navên wan li çavkanîyan hene li navenda bajarî najîn. Ew avahî bi guherîna polîtîkayên îmarê yên di dewrên cida de û bi wê yekê ku navenda bajarî ber navendên modern ve diçe nemane. Lê digel her tiştî jî li rexa hev mizgeft, dêr, xan, hemam, medrese, nexweşxane,qişlayên leşkerî, dibistan û avahîyên dewletê li rexa hev in û têne bikarhînan.

Ji ber îklîma herêmê hewşên xanîyan gelek girîng in. Ev hewş jî yek ji wan hewşan e ku heta îro maye. Hewşa Xana Delîlan ji dema Osmanîyan maye.<br>(Wêne: Sami Rıfat, salên 1990an, arşîva DİTAVê)
Ji ber îklîma herêmê hewşên xanîyan gelek girîng in. Ev hewş jî yek ji wan hewşan e ku heta îro maye. Hewşa Xana Delîlan ji dema Osmanîyan maye.
(Wêne: Sami Rıfat, salên 1990an, arşîva DİTAVê)

Li hemî malan kevirên Bazaltî hatine bikarînan. Ew kevir ji lawên volkanan çêbûne. Digel Bazaltan Kisil jî tê bikarînan. Tûgla û dar ji bo nixamtinê hatine bikarînan. Ji bo xemilandinê jî kevirekê zer ê bi navê Kalker hatiye bikarînan. Ev kevir li derdora Erxenîyê hene. Kevirê zer nemaze li berê derve yê avahîyan hatine bikarînan. Ji ber ku di havînan de hewaya bajarî gelek germ e hewş gelek girîng in. Nîşanên bawerî, dîn, jiyana civakî û bazirganîyê li hewşê kom bûne. Gelek avahîyên bajarî jî mîmarîya filehan temsîl dikin. Di dewrên cida de cimaetên ji hev cida dêr û manastir ava kirine. Kevneşopîya dêr û manastiran jî dewam kiriye.

Piranîya derîyên bajarî li ser kolanên teng ên bajarî ne û nehatine xemilandin. Sade ne. Aliyê derîyî yê li hewşê dinêre jî berovajîyê vê ye. Di wêneyî de mala Cahit Sitki Taranciyî dixweyî. Aliyê li hewşê dinêre yê derîyî hatiye xemilandin.
Piranîya derîyên bajarî li ser kolanên teng ên bajarî ne û nehatine xemilandin. Sade ne. Aliyê derîyî yê li hewşê dinêre jî berovajîyê vê ye. Di wêneyî de mala Cahit Sitki Taranciyî dixweyî. Aliyê li hewşê dinêre yê derîyî hatiye xemilandin.

Alîyê li kolanan dinêre yê derîyan bêpencere û mismid hatine çêkirin. Aliyê li hewşan dinêre hatiye xemilandin. Xemilandinên li dora derîyan sîmetrîk in. Li dora pencere û derîyan ew xemil hene. Motîfên geometrîk ên hişînahîyan (gîyayan) hatine çêkirin. Ji ber ku li Îslamîyetê fîgûrên ne geometrîk qedexen fîgûrên mirovan jî hene bûye li Amedê bi taybetî di dewra Artûklû û Eyûbîyan de fîgûrên geometrîk hatine bikarînan. Bi taybetî fîgûrên heywanên wek şêr, ga, hesp, kêvroşk, gakûvî, beran, mih, teyrê Tawisî, teyr, gergedan, grifon, sfenks, ejderha wek nîviştekê ji bo parastinê hatine çêkirin. Gelek kêm jî be li ser dîwaran fîgûrên mirovan jî hene.

Piranîya derîyên dêr û mizgeftan sade ne lê li serdera hin dêr û mizgeftan xemla bi xercê hatine çêkirin. Mizgefta Behrampaşayî li Sûrê ye.
Piranîya derîyên dêr û mizgeftan sade ne lê li serdera hin dêr û mizgeftan xemla bi xercê hatine çêkirin. Mizgefta Behrampaşayî li Sûrê ye.

Piranîya avahiyên Amedê sade ne. Lê bi taybetî di dema Akkoyunî û Osmanîyan de hundirê avahiyan bi çînî û depan hatine xemilandin. Dêr jî sade ne lê bi kevirên bi du rengan dîwar hatine danîn. Pencereyên pirparçe û xemla serderan a bi dagirtina xercê hatiye çêkirin. Herweha di avahîyan de sembolên dînî û fîgûrên filehan hatine çêkirin.

Nivîs: Doç. Dr. Birgül Açıkyıldız, Dîroknasê hunerê
Edîtora pêşangehê: Pınar Öğünç
Werger: Murat Bayram, İnan Eroğlu

 


 

ÇAVKANÎ

• Assénat, M. (2015) “Amida Surları: Birkaç Tarihi ve Kronolojik Unsur”, Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı, (ed.) Nevin Soyukaya, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı Alan Yönetimi Başkanlığı Yayınları, Stenbol: 29-48.
• Baş, G. (2013) Diyarbakır’daki İslâm Dönemi Mimari Yapılarında Süsleme, Türk Tarih Kurumu, Enqere.
• Beysanoğlu, Ş. (2019) Anıtları ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi, Cîld 1-2-3, Diyarbakır.
• Gabriel, A. (1940) Voyages Archéologiques dans la Turquie Orientale, Parîs: 197-199.
• Hillez Halifeoğlu, S. (2016) Güneydoğu Anadolu Bölgesinde Bulunan Ermeni Kiliseleri Koruma ve Kullanım Durumları, Têza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Dîcleyê, Dîyarbekir.
• Karadoğan, S. (2015) “Yerleşmeye Etkileri Açısından Diyarbakır Kenti ve Yakın Çevresinin Doğal Peyzaj Unsurları”, Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı, (ed.) Nevin Soyukaya, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı Alan Yönetimi Başkanlığı Yayınları, Stenbol: 1-16.
• Ökse, T. (2015) “Amida Höyük Bulguları ve Tarihi Belgeler Işığında Eski Çağda Diyarbakır”, Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı, (ed.) Nevin Soyukaya, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzajı Alan Yönetimi Başkanlığı Yayınları, Stenbol: 17-28.
• Sönmez, Z. (1989) Başlangıcından 16. Yüzyıla Kadar Anadolu Türk-İslam Mimarisinde Sanatçılar, Türk Tarih Kurumu, Enqere.
• Sözen, M. (1971) Diyarbakır’da Türk Mimarisi, Stenbol.
• Tuncer, O. C. (2015) Diyarbakır Camileri, Dîyarbekir.