Lê Bigere
Bircên Diyarbekirê yên tê texmînkirin di sedsala 4. de hatine avakirin, qedrê bajarî yê dîrokî û stratejîk û dewlemendîya bajarî nîşan dide. Dersdarê nîgarkêşîyê, Süleyman Sezgînî ev wêneyê Derîyê Rûhayê sala 1928ê girtîye.
Bircên Diyarbekirê yên tê texmînkirin di sedsala 4. de hatine avakirin, qedrê bajarî yê dîrokî û stratejîk û dewlemendîya bajarî nîşan dide. Dersdarê nîgarkêşîyê, Süleyman Sezgînî ev wêneyê Derîyê Rûhayê sala 1928ê girtîye.

Îro bi awayekê esehî Diyarbekir wek “bajarê kurdan” tê qebûlkirin. Digel ku bajar di erdnîgarîya berfireh a kurdan de cih digire, ew wek gelek bajarên Mezopotamyayê û Asyaya Biçûk navendeka kozmopolîtîzmê ye û ev yek jî berhema dîrokeka dirêj e. Bajarê Amîdayê (Diyarbekir) wek bajarên Aleppo (Heleb), Ninive (Mûsil) û Babil (Bexda) navendeka sîyasî, ekonomîk û çandî bûye ku li Bakurê Mezopotamyayê bû. Ji Kafkasyayê bigire heta Rojhilatê Behra Spî, Îran û Anadolûyê, ji Behra Reş bigire heta Kendava Besrayê bajar li cihekê ultra-stratejîk e. Ji Berîya Zayinê salên 2 hezarê bajar bûye paytexta Asûrîyan û her hingê bûbû navendeka cazibeyê ya ticaran û ya xelkên Mezopotamyayê, Asyaya Biçûk heta ku xelkê Îranê.

Pirrengî û dewlemendîya ku ji Çaxê Bronsê lê hatî komkirin bingehê çandeka xweser çêkirîye. Nîşana herî zelal ya vê dewlemendî û qedirbilindîyê tescil dike, Sûrên Diyarbekirê ne ku sedsala 4. hatine avakirin. Ew “li dinyayê duyemîn sûrên herî dirêj” in. Romayî/Romayîyên Rojhilatê dema ku ji Rojavayî ber bi Rojhilatî ve hewil didan Mezopotamya û Îranê fetih bikin û dema ku Persan/Sasanîyan hewil didan Asyaya Biçûk, Ege û Rojhilatê û Behra Spî fetih bikin, bajar kiribûn baregeha xwe. Paytexta Eyaleta Mezopotamyayê ya Romayîyan ev der bû. Herdu hêz jî negihan armanca xwe ya sereke lê herduyan jî ev bajarê di navbera rojhilat û rojavayî de yê ku li ser çemê Dîjleyê ye bi pêş ve birîye. Bajarî di navbera herdu zir-hêzan de dest guherîye bi vê yekê gelê bajarî di bin bandora Romayî û Sasanîyan de maye. Hinek ji gelên Amîdayê beşdarî Paganan bûne. Bi vê yekê qedera Nisêbîna li başûrê bajarî û paşê jî qedera Darayê dişibin hev. Ev herdu bajar ji ber şerê zêde têk çûne lê Amîda li ser pêyan maye.

Ev wêne ji koleksîyona Orlando Carlo Calumenoyî ye û sala 1918ê hatîye girtin. Di wêneyî de qûleya zengila Dêra Dayika Meryem dixweyî. Li piştê jî Dêra Mar Kozmayî heye ku negihaye vê demê.
Ev wêne ji koleksîyona Orlando Carlo Calumenoyî ye û sala 1918ê hatîye girtin. Di wêneyî de qûleya zengila Dêra Dayika Meryem dixweyî. Li piştê jî Dêra Mar Kozmayî heye ku negihaye vê demê.

Dema ku Romayî bûn fileh gelên li vê derê jî bûne fileh û nasnameya wan a îro diyar bûye. Ermenîyên Bakurê Mezopotamyayê, gelê siryan heta ku ereb li dora dêrê kom bûn, xwe bi rê xistin û nasnameyeka polîtîk çêkirin. Bajarê Diyarbekirê li ser pêyan ma û bû navenda vê guhertinê. Dema dêrên herdu gelan ji dêra emperyal dûr ketin, nasnameya gelan girîngtir bû û reqabet çêbû. Ji alîyekê ve jî di sedsala 4. de Roma û Sasanî li hev hatin. Sasanên li Îran û Iraqê bar kirin Diyarbekirê. Piranîya wan kesan asûrî bûn, digel vê yekê ermen, erebên fileh, farisên fileh û heta ku kurdên fileh bûn. Ji ber wê Dêra Mor Tomayê ya ku îro li ser bingehên wê Mizgefta Mezin heye bi îhtimaleka mezin, dêra herî mezin a herêmê bûye. Ji sedsala 4. pê ve filehên ji nijadên cihêreng li dora dêra herîmezin kom bûn û di nav cemaetên herî mezin ên ermenî û siryanî de helîyan. Vê yekê dewam kir heta ku ji siryanên qedîm cemaetên nastûrî û keldanî derketin.

Birca Keçikê di dema Merwanîyan de hatîye avakirin. Nîşanên Merwanîyan heta îro jî têne dîtin. (Wêne: Arşîva Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê)
Birca Keçikê di dema Merwanîyan de hatîye avakirin. Nîşanên Merwanîyan heta îro jî têne dîtin. (Wêne: Arşîva Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê)

Sedsala 7. erebên misilman bajar ji Romayîyan stand û ew ji herêmê ajotin. Ev cemaet di bin desthilata ereban de man û her ku çû balansek di navbera wan de çêbû. Ereban xelkên dî jî yên misilman anîn bajarî. Bekrê ku navê îro yê bajarî dayî, paşê erebên Şeybanî, Hemdanî û Bûweytî herêmeka ji Kapkasyaya Pêşîn heta aliyê dî yê Torosan ji vê derê birêve birine. Carinan ew hêzên ereban wek wasiteyên Ebbasîyan jî xebitîne. Di dema Merwanîyan de hêz û giranîya kurdan zêdetir dixweyî. Di bin tesîra ereban de lez ket pêvajoya misilmanbûna kurdan. Nemaze di dema Mervanîyan de nûnerên giring ên her çar mezheban, bajar ji xwe re kirîye navend û kurdên li derdora bajarî kirine misilman.

Minareya Çar-ling yek ji kêm berheman e ku ji dema Akkoyunîyan maye. Minareya çargoşe ya mizgefta Şêx Mutahharî li ser çar stûnan hatîye avakirin. Ji bilî ku ji alîyê mîmarîyê ve xweser e, ji bo bajarî ji gelek alîyan ve gelek girîng e.
Minareya Çar-ling yek ji kêm berheman e ku ji dema Akkoyunîyan maye. Minareya çargoşe ya mizgefta Şêx Mutahharî li ser çar stûnan hatîye avakirin. Ji bilî ku ji alîyê mîmarîyê ve xweser e, ji bo bajarî ji gelek alîyan ve gelek girîng e.

Di sedsala 11. de tirkmenan dest bi barkirina Asyaya Biçûk kirine û vê yekê tesîr li Amedê jî kirîye. Lê belê Diyarbekir demildest neket di bin kontrola tirkmenan de. Ji sedsala 13. ve em dibînin ku tirkmenan bajar xistine di bin kotrola xwe de û malbatên tirkmen ên birêvebirên bajarî çêdibin û malbatên dî yên tirkmen jî li dora wan kom dibin. Lê di heman sedsalê de Selahattînê Eyyûbî bajar xistîye di bin kontrola xwe de. Mîrên kurdan bi vê yekê ji bo demekê kurt bûn birêvebirên bajarî. Paşê di demên Artûqî, Akkoyunî û Safevîyan de ji bo tirkmen bondorê li bajarî bikin derî ji wan re vebû. Hin maqûl û maldarên tirkmenan li bajarî jîyane û nîşanên xwe hiştine.

Di sedsala 13. de Moxolîyan û di sedsala 15. de Tîmûrîyan digel ku bajar xistîye di kontrola xwe de lê dest li birêvebirîya bajarî û endamên civakê nedane. Di dema Moxolan bajar standî de Artûqîyan bajar bi rê ve dibir û dema Tîmûrîyan bajar standî Akkoyûnîyan karê xwe yê birêvebirina bajarî dewam kir. Ji ber xelayê, ziwabûna erdê û talan rakirinan gelek xelkên li gundan dijîyan bar kirin nava bajarî. Bi vê yekê jimara xelkê ermenî û kurd li bajarî zêde bû.

Di dewra Osmanîyan de malbatên qedîm ên tirkmen, eyûbî û ereb bajar bi rê ve dibir. Piranîya karkerên bajarî kurd û ermenî bûn. Di nav kurdan de jî bi jimareka kêm malbatên êzidî hebûn. Bawerîya kurdên êzidî bi awayekê hêsanî ji bo sunnî-misilman hatin guhertin. Cimaetên siryanî û ereban biçûktir bûn. Cimaetên nastûrî, cihû û rûm/ortodoks hêj biçûktir bû. Di defterên sedsala 16. hin nîşan hene ku diyar dibe xelkên şemsî jî li bajarî bûne lê şopa wan bi awayekê bilez winda bûye.

Rêje gelekê guherbar bûye lê heta sedsala 19. li Diyarbekirê jimara xelkê nemisilman ji misilmanan zêdetir bûye. Xelkê fileh wek cimaeta 26 dêran xwe bi rê xistibûn. Dêra ku di wêneyî de dixweyî Dêra Saint Georgeyî ye ku li Keleha Navîn e.
Rêje gelekê guherbar bûye lê heta sedsala 19. li Diyarbekirê jimara xelkê nemisilman ji misilmanan zêdetir bûye. Xelkê fileh wek cimaeta 26 dêran xwe bi rê xistibûn. Dêra ku di wêneyî de dixweyî Dêra Saint Georgeyî ye ku li Keleha Navîn e.

Carinan pêl li rêjeyê ketine lê jimara misilman û nemisilmanan nêzîkî hev bûn. Lê belê di dawîya sedsala 16. de jimara filehan zêde bûye û bûye du qetê jimara xelkê nefileh. Sedema vê jî ew e ku ji rojhilatî gundî û xelkên ji gundîkan bar kirine navendê ye. Fileh di 26 cimaetan de xwe bi rê xistibûn. Di nav van cimaetan de ermenî/ortodoks, siryanîyên qedîm, rûmên ortodoks û nastûrî hebûne. Tirşteka ecêb e ku Cihûyên bajarî demekê xwe li dêra nasturîyan qeyd kirine. Piştî ku bajar ket di bin kontrola Osmanîyan de, ji bo birêvebirîya bajarî malbatên Qafqasî û Arnawûtî ji bo bajarî hatine şandin û ew bûne giregirên bajarî. Ev malbat jî wek malbatên ereb an bûn kurd an jî tirk.

Diyarbekir herweha bûbû bazareka eşîretên kurdên koçer yên ku li nava bajarî an jî li gundan bi awayekê pratîk bi cih nedibûn. Wan berhemên ji heywanan li bazarê difirotin û hewceyîyên xwe li vê derê pêk tanîn.

Pêvajoya rojavayîbûnê ya Împeratorîya Osmanîyan rengê xwe daye hewaya entellektûelên Diyarbekirê jî. Di heman demê de hikûmetê guvaş li xelkê gundan dikir û bandora wê li bajarî dibû. Di wêneyî de yek ji wêneyên “Xatireya ji Diyarbekirê” dixweyî. (Arşîva DITAVê)
Pêvajoya rojavayîbûnê ya Împeratorîya Osmanîyan rengê xwe daye hewaya entellektûelên Diyarbekirê jî. Di heman demê de hikûmetê guvaş li xelkê gundan dikir û bandora wê li bajarî dibû. Di wêneyî de yek ji wêneyên “Xatireya ji Diyarbekirê” dixweyî. (Arşîva DITAVê)

Di sedsala 19. de dema Împeratorîya Osmanîyan dest bi pêvajoya entegrebûna digel rojavayê bû, navenda wê ya li rojhilatî Diyarbekir bû. Di dema reformên Tanzîmatê de jî sê baregehên rojhilatê hebûn Erzingan, Elezîz û Diyarbekir ev hersê baregeh bûn. Pêşîyê Diyarbekir paytexta eyaleta Kurdistanê bû. Piştî dema Islahatan vîlayeteka berfireh a bi navê Diyarbekirê hat çêkirin û ev bajar bû navend. Di vê vîlayetê de ji Sêrtê pê ve hemî bakurê Dîjleyê ji Mêrdînê heta Sêwregê hebûn. Vê yekê herweha Diyarbekir kir navendeka entellektûelî û çandê ya herêmeka berfireh. Ji herêmê derîyê pêşîyê li rojavayê vedibû Diyarbekir bû, tişt û fikrên ji rojavayê dihatin bi ser Diyarbekirê re li herêmê belav dibû. Bi vê yekê jî li bajarî nasname û aidîyetên nû çêbûn.

Bi bandora mîsyoneran di dewra duyem a sedsala 19. de ermenîyên protestan û katolîk, siryanîyên protestan û katolîk rolên giring pêk anîn û bi vê yekê bûn beşek ji çand û pirrengîya dînî ya bajarî. Di sedsala 19. de jimara misilmanan û nemisilmanan nêzîkî hev û bû wek rêjeya dewra duyem ya sedsadsala 16.

Ji alîyekê dî ve ji Stenbol û Ewropayê hatina entelîjansîyê hêsantir bû. Wan xweştir dikarîn xwe bigihînin malbat û fîgûrên berçav ên civakê. Sedsala 19. bi taybetî Îbrahîm Paşayê Millî êrîşî zazayên li gundên derdora bajarî kir. Bi vê yekê di nav kurdên Diyarbekirê de jimara zazayan zêde bû. Mîsyoner, konsolos û ticarên Ewropayî jî wek koma biçûk a Ewropayî li bajarî cihê xwe girt. Nemaze ticarên Fransayî bi xêra navê Kapuçenî giranîyeka xwe di nav wê komê de çêkir. Di nav komên ticaran de kesên ereb û îranî jî hebûn.

Em bi kurtasî bibêjin di sedsala 19. de li Diyarbekirê mîratê ji Çaxê Pêşîn ve hatî yê kozmopolît bilind bûye. Bi vî halê xwe gelekê dişibîya Helebê an halê Enqereyê yê di sedsala 18. de an jî halê Izmîrê yê li dawîya sedsala 19.

“Diyarbekirîbûn” ji pêkhateya kozmopolît a bajarî çêbûye. Halê xweser ê bajarîbûnê herî zêde li Taxa Filla tê dîtin. Wêne di salên 1960ê de hatîye girtin. (Arşîva Metin Sözenî)
“Diyarbekirîbûn” ji pêkhateya kozmopolît a bajarî çêbûye. Halê xweser ê bajarîbûnê herî zêde li Taxa Filla tê dîtin. Wêne di salên 1960ê de hatîye girtin. (Arşîva Metin Sözenî)

Îro piranîya niştecihên Diyarbekirê kurd in. Lê di dîrokê de gelekê pirreng e ku ti cimaet û nijad nikarin xwe yekser lê bikin xwedî. Her dem vê hebûna pirreng xwe parastîye.

Bajarên “kozmopolît” mecbûr in “bajarên aştiyê” bin. Bi tenê bi vî awayî dikarin li cihê xwe bimînin. Di vê sedsalê de û di hemî dîrokê de tehdîdên li ser hizûra navxweyî ne ji nav kom û cimaetên banjarî lê ji derve hatine. Bêhizûriya di nava bajarî de pirtir ji ber zordar û kedkarên bajarî de bûye, vêca ne girîng e ka ji kîjan nijadî ne.

Ev bajarên bi vî rengî kesên dixwazin maldartir bibin, yên li rizqê xwe digerin, yên li cihekê parastî digerin û yên dixwazin jîyaneka wan a rêk û pêk hebe dikêşe xwe. Diyarbekirê derîyên xwe li hemî erdnîgarîya xwedîya dîrok û çandê ye vekirîye. Wê erdnîgarîyê Diyarbekir mezin kir û kozmopolîtîzmê jî xwe li gor hin pîvanan terbîye kir. Bi vê yekê jî bajarîbûna pak û “Diyarbekirîbûn” çêbû. Paşê ti nîşan ji vî halê bajarî namîne. Ew tiştê ku Migirdîç Margosyan di kitêba xwe ya “Taxa Filla” de behsê dike jî di eslê xwe de wêneyekê vê rewşê ye.

Yek ji tiştên ku rêjeya nifûsa Diyarbekirê û pirrengîya wê guhertîye Tehcîra Ermenîyan e ku sala 1915ê pêk hatîye û tûndkarîyeka ji bo kuştinê hatîye kirin. Di wêneyî de Mıgırdiç Yağlıcıyanê ku sala 1915ê mirîye û Gadar Amiryan digel zarokên xwe dixweyî.
Yek ji tiştên ku rêjeya nifûsa Diyarbekirê û pirrengîya wê guhertîye Tehcîra Ermenîyan e ku sala 1915ê pêk hatîye û tûndkarîyeka ji bo kuştinê hatîye kirin. Di wêneyî de Mıgırdiç Yağlıcıyanê ku sala 1915ê mirîye û Gadar Amiryan digel zarokên xwe dixweyî.

Em dikarin bibêjin ku pirrengîya bajarî piştî tehcîra ermenîyan, sala 1915ê nema. Piştî wê demê xelkê ermenî yên katolîk, ortodoks û protestan bi jimarên kêm ku bi sedan tê gotin man paşê ew jî neman. Digel vê yekê jimara siryanîyan û keldanîyan jî kêm bû û bûn cimaetên biçûk. Diyar dibe ku xelkê nasturî di dewra yekem a sedsala 19. de ber bi Îran û Iraqê ve çûne.

Ew kesên ku wek “Cihûyên Kurd” têne zanîn, cihûyên Diyarbekirê piştî ku sala 1948ê Dewleta Îsraîlê hat avakirin terka bajarî kirine. Bi vî awayî navenda kozmopolît di dema Komarê de dibe navendeka modernbûnê û alaveka netewebûnê. Herweha bû navendeka welê ku hewceyîyên bi asta 3. û 4. yên bajarên biçûk û gundên li derdora wê lê dihat pêkanîn. Pirrengîya bawerî û nijadî ya bajarê Diyarbekirê mixabin di salên destpêkê yên komarê de bi awayekê ciddî hat tehrîbkirin, beşeka mezin ya vê pirrengîyê tine bû.

Dîroka bajarê Diyarbakirê ya ku hema bêje yên nemisilman tê de nehatîye hiştin di bin navê Diyarbakırê de tê gotin.

Li gor serjimara sala 1927ê hatî kirin li wîlayeta Diyarbekirê (gund jî tê de) 2.490 ermenî, 402 protestan û 392 cihû dijîyan. Îhtimal heye ku siryanîyên ku jimara wan kêm e jî wek ermenî hatibin hesibandin. Digel vê yekê nifûsa misilmanan 185 hezar bûye. Lê belê li gor Salnameya Diyarbekirê ya ku sala 1870yê hatîye nivîsîn; jimara misilmanên li bajarî dijîn 9.800 kes, jimara ermenîyên katolîk û ortodoks 7.500, jimara siryanîyên katolîk û nekatolîk 1.500, jimara keldanîyan nêzîkî 1.000, jimara rûmên ortodoks û katolîk 360 protestanana 650 û jimara cihûyan jî 280 bû. Jimara nemisilmanan ji jimara misilmanan zêdetir bû. (Nêzîkî 11 hezaran nemisilman hebûn digel vê yekê 9.800 misilan hebûn.)

Sala 1927ê niştecihên bajarî hatine jimartin. Li gor wê serjimêrê 132 hezar kesan gotine ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye, 56 hezar kesan gotine zimanê wan ê dayikê Tirkî ye, 2.200 kesan gotine zimanê wan ê dayikê Erebî ye û 1000 kesan jî gotine zimanê wan ê dayikê Ermenkî ye. Ji sedî 68ê niştecihên bajarî bi zimanê Kurdî diaxivîn.

Dema ku em li serjimara li dawîya sedsala 19. dinêrin em ê bibînin ku rêjeya ermenî û siryanan ji sedî 43yê ketîye ji sedî 3yê. Gelek ecêb e ku ew kesên diyar kirîn zimanê wan ê dayikê Tirkî ye ji herêmên zazayan in (Erxenî, Çermok û Çıngûş.) Sala 1965ê dîsa niştecîh hatine jimartin (ew serjimara dawîyê ye ku pirsa zimanê dayikê hatibû kirin) li gor wê serjimêrê jimara wan kesên ku diyar kirîne ew Kurmancî an jî Zazakî/Kirmanckî diaxivin bûye 294 hezar. Ev ji ji sedî 62yê hemî jimarê ye. Di heman serjimarê de 178 hezar kesan diyar kiriye ku zimanê wan Tirkî ye û 2.500 kesan jî gotîye zimanê wan Erebî ye. Qeydek tine ye ku nîşan bide ka çend kesan Ermenkî an jî Siryanî diaxiftin. Lê em dikarin bibêjin ku jimara wan çend sedek bûn. Hema bêje ti kesên ermenî li bajarî nemane. Ji Siryanên qedîm jî têra cimaeta dêrekê kes mane.

Em dikarin bi kurtasî guherîna pêkhateyên nifûsa bajarî bi van gotinan bibêjin: Li gor Salnameya Diyarbekirê ya 1870yê hatî nivîsîn 11 hezar kesên nemisilman û 9800 kesên misilman li bajarî dijîyan. Li gor daneyên sala 1927ê jimmara kesên nemisilman ên li bajarî kêmî 3.500 kesan bûye. Jimara kesên misilman 185 hezar bûye.
Em dikarin bi kurtasî guherîna pêkhateyên nifûsa bajarî bi van gotinan bibêjin: Li gor Salnameya Diyarbekirê ya 1870yê hatî nivîsîn 11 hezar kesên nemisilman û 9800 kesên misilman li bajarî dijîyan. Li gor daneyên sala 1927ê jimmara kesên nemisilman ên li bajarî kêmî 3.500 kesan bûye. Jimara kesên misilman 185 hezar bûye.
Îro milyonek kes li bajarê Diyarbekirê dijîn, dîroka nifûsa niştecihên wê naşibe metropolên dî. Di vî wêneyê ku sala 1960ê hatîye girtin de derdora Derê Çiyê dixweyî, ew der yek ji cihên qelebalix e. (Arşîva Oruç Ejderî)
Îro milyonek kes li bajarê Diyarbekirê dijîn, dîroka nifûsa niştecihên wê naşibe metropolên dî. Di vî wêneyê ku sala 1960ê hatîye girtin de derdora Derê Çiyê dixweyî, ew der yek ji cihên qelebalix e. (Arşîva Oruç Ejderî)

Dema em bala xwe binê ku gel ji ber fikra netew-dewletê bi awayekê ne rihet agahiyan didin, em dikarin bibêjin ku jimara wan kesên gotîn zimanê wan Tirkî ye ji jimara rastîn zêdetir e. Digel vê yekê ji ber ku Diyarbekir navendeka aborî û îdarî ya herêmê ye jimara kesên zimanê wan Tirkî ye zêdetir bûye.

Di nifûsa bajarî de bi jimareka bi awayekê berbiçav kesên Tirkî û Kurdî diaxivin ên misilman zêde ne. Digel ku statîstîkeka fermî tune ye jî em dikarin awayekê maqûlane bibêjin ku di nav wan kesan de jî jimara Kurmanc û Zazayan zêde ne. Di salên 1990ê de gund hatin valakirin bi vê yekê jî jimara kurdan di bajarî de zêde bû. Jimara niştecihên Diyarbekirê sala 1965ê 100 hezar bûne, sala 1990ê piçekê ji sê qetê xwe zêde bû. Sala 2000ê ev jimar bû 545 hezar û sala 2010ê bû 900 hezar. Di van salan de jimar zêdetirî milyonekê ye. Diyar dibe ku zêdebûna nifûsê bi rêjeyeka welê ye ku naşibe metropolên dî yên Tirkîyeyê. Ev liv û tevgerîyana Kurmanc û Zazayan a ji derdorê Diyarbekirê û bajarên nêzîk ji ber sala 1990ê valakirina gundan û mêldarîya ji bo barkirina ji gundan ber bi metropolan ve ye.

Nivîs: Prof. Dr. Suavi Aydın, Antropolog
Edîtora pêşangehê: Pınar Öğünç
Werger: Murat Bayram

 


 

ÇAVKANÎYÊN HATÎN HILBIJARTIN

• Beysanoğlu, Ş. (1962) Diyarbakır Coğrafyası, Şehir Matbaası, Stenbol.
• Diken, Ş. (2013) “Diyarbakır ‘Hangi’ Mahle?”, Diyarbakır ve Çevresi Toplumsal ve Ekonomik Tarihi Konferansı Tebliğleri, Hrant Dink Vakfı, Stenbol: 421-426.
• Ertem, Ö. (2013) “‘Fiyatı Âlidir!’ Diyarbakır’da Kıtlık, Yokluk ve Şiddet, 1879-1901”, Diyarbakır ve Çevresi Toplumsal ve Ekonomik Tarihi Konferansı Tebliğleri, Hrant Dink Vakfı, Stenbol: 73-79.
• Hovanissian, R. G. (ed.), (2006) Armenian Tigranakert/Diarbekir and Edessa/Urfa, Mazda Publishers, Costa Mesa, California.
• İlhan, M. M. (2000) Amid (Diyarbakır): 1518 Tarihli Defter-i Mufassal, TTK Yayınları, Enqere.
• Jongerden, J. û Verheij J. (ed.), (2012) Social Relations in Ottoman Diyarbekir, 1870-1915, Brill, Leiden.
• Karalevsky, C. (1914) “Amid”, Dictionnaire d’histoire et de géographie ecclésiastiques, Cîld 2, Letouzey et Ané, Parîs: 1237-1249.
• Kessel, G. (2015) “Manuscript Collection of the Syrian Orthodox Church Meryemana in Diyarbakır: A Preliminary Survey”, Manuscripta Syriaca. Des sources de première main, (ed.) Françoise Briquel Chatonnet û Muriel Debié, Geuthner, Parîs: 79-123.
• Margosyan, M. (1994) Gâvur Mahallesi, Aras Yayınları, Stenbol.
• McDowall, D. (2007) A Modern History of the Kurds, I.B. Tauris, London û New York.
• Najarian, P. (2006) Son Ermeni, werger: İnci Batuk, Aras Yayınları, Stenbol.
• Restle, M. (1966) “Amida”, Reallexikon zur byzantinischen Kunst, Cîld 1, A. Hiersemann, Stuttgart: 133-137.
• Taşğın, A. (2008) “Şemsîler”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır, Cîld 3, (ed.) Bahaeddin Yediyıldız û Kerstin Tomenendal, Diyarbakır Valiliği û Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü, Enqere: 753-762.
• Tezokur, M. H. (2008) “XIX. Yüzyıl Diyarbakır’ında Süryaniler”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır, Cîld 3, (ed.) Bahaeddin Yediyıldız û Kerstin Tomenendal, Diyarbakır Valiliği û Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü, Enqere: 645-661.
• Teule, H. (2008) “Joseph II, Chaldean Patriarch in Diyarbakır and the Intellectual Orientations of his Community at the End of the 17th Century and the Beginning of the 18th Century”, Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Diyarbakır, Cîld 3, (ed.) Bahaeddin Yedıldız û Kerstin Tomenendal, Diyarbakır Valiliği û Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü, Enqere: 677-686.
• Yılmazçelik, İ. (2014) XIX. Yüzyılın İlk Yarısında Diyarbakır (1790-1840), TTK Yayınları, Enqere.