Lê Bigere

Gava dîroka Diyarbekirê ji nezereka hilberîn û bazirganiyê bê xwendin, keresteyên bideramet yên hêjayî vê rabirdûyê pêşkêş dike. Binyada cografî ya bajêr û encama pirrengiya avhewayê, berî her tiştî, bûye wesîleya zêdebûn û berfirehbûna berheman. Ji aliyê herêmî ve, avabûna Diyarbekirê li ser xaçerêyekê ku rêyên bazirganiyê jê derbas dibin û piştî daxilbûna nav sînorên Împaratoriya Osmanî, bikaranîna Diyarbekirê wekî deriyekî stratejîk yê gûmrûkê di vê çarçoveyê da qîmet û wesfê Diyarbekirê zêdetir dike.

Heke em ji vî serenavî behsê bînine roja îro; bi qasî şer, guherînên herêmî û cîhanî û xelayan, divê em behsa reformên axê yên peknehatî, polîtîkayên ku ji aliyê aborî ve herêm mehkûmê paşdemanê kirine û encamên giran yên pêkhatina vê siyasetê û neolîberalîzmê jî bikin. Dîroknas Uğur Bayraktarî ji bo Bîra Amedê çarçoveyek danî. Piştre em dê ji ser genim, armûş û baqirê re bi awayekî nêzîktir li vê dîrokê hûr bibin.

Bi taybet piştî sedsala 16emîn Diyarbekirê pozîsyona xwe ya çalak ya hilberîn û bazirganiyê qewîn kir. Her wiha Sûrên Diyarbekirê derbasgehek bû. Di wêneyê da xuya dike ku ji Çemê Dîcleyê, berhemên ku ji kelekan hatine danîn, li ber Bircên Diyarbekirê re ber bi Deriyê Mêrdînê ve tên birin.

Bi şerê Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Safewiyan yê di sedsala 16emîn da, Diyarbekir daxilî nav sînorên Împaratoriya Osmanî bû. Ji wê rojê ve Diyarbekir bûye navendeke karîger ya hilberîn û bazirganiyê. Ev karîgeriya hilberîn û bazirganiyê ne tenê girêdayî şertên cografî, herwiha girêdayî sînorên Osmanî bû ku Diyarbekir di nav de cih digirt. Îro bajarên wekî Batman, Elezîz, Mêrdîn, Sêrt, Ruha û Şirnexê girêdayî parêzgeha Diyarbekira wê dewrê bûne. Parêzgeha Diyarbekirê ya wê dewrê teqabûlî bakurê Kurdistanê dikir û Dîcleya Diyarbekirê ya ku dişibandin Nîlê, ev cografya dabeşî çar herêman dikir:

• Herêma navendî ya ku ji kevirên bazaltê pêk tê,
• Qismeke Çiyayên Alayê û herêma bakur ya ku ji rojava berev rojhilat ve dirêj dibû,
• Ji xeynî Qerejdax û Tûrabîdînê deşt û zeviyên herêma başûr ya rast û çûn hatina wê hêsan e,
• Herêma rojhilat ya ku Dîcle wekî xeteke vebirê di navbera başûrê Diyarbekirê û Kurdistana navendî da hebû.

Qerejdaxa volkanîk ya ku li ser platoyekê bi cih bûye, cûreyên berheman zêde dike û platoyê dike du hewze.
Qerejdaxa volkanîk ya ku li ser platoyekê bi cih bûye, cûreyên berheman zêde dike û platoyê dike du hewze.

Her wekî dabeşkirina Dîcleyê ya Bakur û Kurdistana navendî, hecma volkanîk ya Qerejdaxê jî platoyê wekî rojhilatê Dîcleyê û rojavayê Firatê dabeşî du hewzeyan dike. Wekî encama şertên vê cografyayê çendîn avhewayên ciyawaz hebin jî, dikare bê gotin ku bi giştî li Diyarekirê avhewaya bejahiyê serdest e. Li gorî çavdêriyên seyyah James Brant jî, ku di salên 1830î da tê Qulpê, li bakur-rojhilatê Diyarbekirê ye, hem darmakî û zeviyên pembûyê hem jî darberûyên ku çiyayên nizm pêçane hene. Ev cûre guherîna avhewayan, li vê erdnîgariya berfireh her tim bûye rêgezeke dewlemendiyê ya hilberîna çandinîyê.

Diyarbekir, ji sedsala 15emîn ve yek ji rawestgehên Rêya Armûşê bû ku rêyeke girîng ya cografyayeke berfireh bû. Ev wêneya ku salên 1920î hatiye girtin ji Bazara Zahîreyê ya qedîm e.
Diyarbekir, ji sedsala 15emîn ve yek ji rawestgehên Rêya Armûşê bû ku rêyeke girîng ya cografyayeke berfireh bû. Ev wêneya ku salên 1920î hatiye girtin ji Bazara Zahîreyê ya qedîm e.

Li gel dewlemendiya taybetiyên cografî yên Diyarbekirê, Diyarbekir ji ber xaçerêbûna xwe ya li ser rêyên bazirganiyê her dem bûye bajarekî girîng. Di sedsalên 15 û 16emîn da ku wekî Rêya Armûşê jî dihat zanîn, ji Tebrîzê ta Wan, Bedlîs û Diyarbekirê, ji wir jî bo Helebê, ev rê xwedî roleke bingehîn bû. Her wiha li ser rêya gelek heciyên xirîstiyan jî bû ji bo çûna cihên pîroz yên li Fîlîstinê.

Ji destpêka sedsala 17emîn ve, veguherîna rêya bazirganiya armûşê ji Helebê ber bi Bûrsa û paşê Îzmîrê ve, Diyarbekirê bi giştî cihê xwe yê di bazirganiya rêya dirêj da ji dest da. Di vê babetê da ne tenê veguherînên Rêya Armûşê, her wiha hokarên din jî hebûn. Bo nimûne di sala 1577an da neqilkirina 10 hezar kîle¹ genimî ji Diyarbekirê bo Wanê, ji buhayê genimî giranbuhatir bû. Dîsa jî di dirêjahiya dewra modern ya pêşwext da Diyarbekirê, wekî Helebê, tevî mesrefên neqilkirina rêyên dirêj, karî bibe yek ji rawestgehên girîng yên bazirganên ku ji aliyê Samsûn, Bexda û Erziromê ve tên û bazirganiyeke muxtelîf dikin. Arastebûna rêyên nû yên bazirganiyê Diyarbekir ji rojên xwe yên berê dûr xistibû, lê belê di çaryeka ewil ya sedsala 19emîn da Diyarbekirê giranî û qîmeta xwe ya li ser rêyên bazirganiyê ji dest nedabû. Tasa Helebê, çîta Tokatê, qutniya Şamê (pembûyî) tasa Frenkê, şala Enqereyê, şala Tosyayê, ebayê Bexdayê, cilikên Xerpûtê, pêjgîra Misirê, Şûtika Trablûsê, ebayê Mereşê, Çarşefên Besrayê û fincanên Kûtahyayê jî nîşaneya wê cûrawcûriya dewlemend ya berheman e.

¹ Kîle, bi giştî ji bo pîvana genim û dexilî tê bikaranîn. Di nava cemawera kurdan da wekî “elb” jî tê zanîn.
Mirov dikare salên 1800î yên Diyarbekirê, bi rengekî hevterîb li gel geşedanên di dîroka Osmanî da dabeşî sê serdeman bike û bixwîne. (Nexşe: “Di dewra pêşîn ya sedsala XIX. da Diyarbekir”, İbrahim Yılmazçelik)

Yek ji hokarên girîng yên ku qîmeta Diyarbekirê ji aliyê bazirganiyê ve zêde dike ew e ku Diyarbekir ji bo împaratoriyê wesfê yek ji deriyên gûmrûkê yên ku vedibe rojhilat, tîne cih. Bi taybet bo bazirganên Îranî û Daxistanî Diyarbekir xaçerêyeke girîng bû. Piştî salên 1830 û 1840an ku Împaratoriya Osmanî daxilî kapîtalîzma Rojava bûbû, bazarên Diyarbekirê di çarçoveya rêgezên bazirganiya serbest da deriyên xwe vekir û rêjeya kirîn û firotina navdewletî gelekî zêde bû.

Mirov dikare sedsala 19emîn ya Diyarbekirê ji aliyê aborî ve dabeşî sê serdeman bike:

• Ji salên 1830an heta salên 1860an serdema paşdeçûnê,
• Ji salên 1860an heta salên 1890an serdema çakbûnê,
• Heta Şerê Yekem yê Cîhanê serdema gewrebûnê.

Hilberîna Diyarbekirê hem ji bo herêmên cûda yên di nav Dewleta Osmanî da dihate hinartin hem jî parçeyeke berkeftî ya îthalatê pêk dianî. Di wêneyê da çewalên behîvan û tenekeyên dohnê xwerû xuya dikin ku li Xana Borsayê ya li Sûrê li benda barkirinê ne. (Arşîva Oruç Ejder)

Piştî ku Kurdistana Osmanî daxilî nav sînorên împaratoriyê bû, Osmaniyan di sala 1860an da dest bi jinavbirina mîran kirin ku birêveberiyeke xweser di destê wan da hebû. Ev jinavbirin bû sebebê rûxîneke eskerî û girêdayî vê rûxînê bêîstiqrariyeke siyasî li herêmê pêk hat. Van sebeban tesîreke neyînî li ser bazirganiya herêmê pêk anîn. Piştî salên 1860î ku tesîrên vê rûxînê kêmtir dihatin hîskirin, bi tesîra daxilbûna bazirganiya Diyarbekirê ya ji bo kapîtalîzma Rojava, zêde bû.

Li gorî raportên konsolosan, di sala 1857an da hem bo derveyî welat, hem jî bo herêmên Osmanî 441 ton hirî hatiye hinartin. Hirî yek ji wan berheman e ku herî zêde hatiye hinartin. Piştî hiriyê, birinc jî di rêza duyem da cihê xwe girtiye. Ji 735 ton birincê, nîvî bo împaratoriyê dihat hinartin, nîvê din jî dihat îxrackirin.

Bêguman bi qasî îxracatê, îthalat jî ji bo ekonomiya Osmaniya ku berê wê li bazarên rojava bû, girîng bû. Pirraniya cilûbergên dihatin liberkirin bi rêya Helebê ji Ewrûpayê, gelek berhemên camê ji almanan û muslîna (dolbend) zirav, şalên kaşmîrê, çeşnî û keresteyên tibbî bi rêya Bexdayê ji Hindistanê dihatin. Li gel vê yekê, rêjeya tayê pembûyî yê îngilîzan ku di tevnjeniya li Diyarbekirê dihat bikaranîn, di navbera salên 1860-1880yan da çar yan jî pênc desteyan zêde bûbû. Berev salên 1890yan em dizanin ku careke din jî dupat bûye.

Di sala 1875an Dewleta Osmanî moratoryum [taloqkirina deynan] ragihand. Xelayên salên 1880yan, şerê 1877-78an yê Osmanî-Rûsan ku wekî Şerê 93an jî tê zanîn û Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî ya sala 1880an bûne sebeb ku bazirganî û hilberîna li Diyarbekirê heta salên 1890an kêm bibe. Di çakbûna di navbera salên 1890-1914an da jî malên ku ji Diyarbekirê dihatin îxrackirin, 40 ji sedan hirî, armûş, hiriya kej, darmazî û postê heywanan bû. Malên dî jî berhemên pîşesaziyê û nîvişk; berhemên çandinê û ji adanên heywanan yên wekî birinc, mih û hêştiran pêk dihatin. Ev berhem bo gelek herêmên cûda yên împaratoriyê dihatin hinartin. Wekî encameke vê çakbûnê, li şûna malbatên Gevranzade û Şêxzadeyên ku di berhevkirina bac û rêveberiya bajêr da di sedsalên borî da xwedî roleke girîng bûn, malbatên xerîkî bazirganiyê û li navçeyan xwediyên axê yên bihêz girtibûn. Malbatên kurd yên wekî Pirinççizade, Cercişzade û Ekinciyan serkêşiya reqabetê dikirin li gel malbatên ermenan yên ku di cîhana kar û bazirganiyê da serdest bûn. Li gel wan, mîrên Zîrkiyan (piştî komarê navê “Budak” li wan hatiye danîn) ji sedsala 16emîn heta sala 1835an herêmên Hezo, Lice û Hênî bi rengekî xweser îdare kirine û di sedemîn salvegerê da li bajêr binecih bûne.

Seyyah James Silk Buckingham di salên 1820î da hatiye Diyarbekirê û di kitêba xwe ya bi navê “Seyahetên Mezopotamyayê” da çavdêriyên xwe nivîsîne. Ev wêneya ku di kitêbê da berdest e, yekem kêliya derbasbûna ji Dîcleyê û têketina Diyarbekirê nîşan dide. (Kitêbxaneya Gel ya New Yorkê)

Diyarbekirê girîngiya xwe ya di bazirganiyê da di sedsala 19emîn da jî parast. Her wiha di hilberînê da jî hêşta bajarekî girîng yê Osmanî bû. Heke mirov li çavdêriyên James Silk Buckinghamî yên salên 1820an binêre, mirov dê di serî da berhemên armûşî û pembûyî ku hilberîna sereke ya bajêr e; dolbend, destmal, çermên rengîn, berhemên nalbendan, qelûnên zêr û zîv yên ji şitlên yasemînê hatî çêkirin bibîne. Li bajêr nêzîkî panzdeh hezar dezgehên tevnjeniyê, pênsed çapkerên pambûyî yên ku li Xana Hesen Paşa dixebitîn, nêzîkî sêsed kes wekî debbax [debbağ] dixebitîn û sed nalbend hebûn. Her wiha ji derdorê, ji herêma Erxenî-Madenê, kalxaneyek jî hebû ji bo karkirin/rêhtina madenan.

Zeneta çermkariyê li herêmê dîrokeke xwe ya qedîm heye. Seyyah James Silk Buckingham, daye zanîn ku gava salên 1820î ew li Diyarbekirê bû, teqrîben sêsed debbax li Xana Hesen Paşa hebûne. Ev wêne ji salên 1940î ye. (Arşîva Mahmut Tok)

Di sedsala 19emîn da, yek ji çavkaniyên dahata Diyarbekirê tevnjenî bû. Kîrpasa pembûyî û pûşiyên armûşî li Stenbolê navdar bûbûn. (Wêne: Mehmet Mercan)
Di sedsala 19emîn da, yek ji çavkaniyên dahata Diyarbekirê tevnjenî bû. Kîrpasa pembûyî û pûşiyên armûşî li Stenbolê navdar bûbûn. (Wêne: Mehmet Mercan)

Di sedsala 19emîn da yek ji çavkaniyên dahata Diyarbekirê armûş û girêdayî armûşê pîşesaziya tevnjeniyê bû. Tevnjenî bi mengenexaneyan ve sînordar nebû. Her çend hejmara wan gelekî zêde nebe jî, hindek kes hebûn ku bi dezgehên ku li malên xwe danîyî xerîkî karê tevnjeniya qumaşan bûn. Cilika pembûyî û sor ya bi navê Kîrpas li Stenbolê gelekî navdar bû. Ji nav berhemên tevnjeniyê ya herî navdar mazi bû ku ji bo boyaxkirina tayê xwerû û çerman dihat bikaranîn.

Li Diyarbekirê, li gel çandina genimî, sewalvanî jî stûneke girîng ya hilberînê bû ku eşîrên koçber yên kurd ev yek dikirin.
Li Diyarbekirê, li gel çandina genimî, sewalvanî jî stûneke girîng ya hilberînê bû ku eşîrên koçber yên kurd ev yek dikirin.

Li herêmê, hilberîna berhemên dexilî yên wekî genim, ceh, garis, nok û nîskan jî her tim pêşkeftî bû. Nemaze mentîqeya Farqînê, ji dewra modern ya pêşwext heta roja îro “embara dexilî” ya hêrêmê bû. Her wekî Evliya Çelebi di dema xwe da behsê dike, li gel zebeş û gundoran, li derdora Diyarbekirê xiyar, tirî, alûçe, pirteqal û gelek fêkiyên din dihatin gihandin. Li gel hilberîna tirî, çêkirina şerabê jî pêş ketibû. Di vê hilberînê da roleke girîng ya ermen û sûryanan hebû. Kurd û ermenên gundnişîn para pitir ya hilberîna mayî ya berhemên çandinê pêk dianîn.

Sewalvaniya ku ji aliyê nifûsa koçer ya piraniya eşîrên kurdan ve dihat kirin jî, stûneke girîng ya hilberînê bû. Xwedîkirina mih û bizinan li ser aboriya herêmê roleke mezin digêra û ji sedsalên 16 û 17emîn ve, mih û bizinan ji aliyê pêdiviya goştî ya Stenbolê ve jî roleke xwe ya mezin hebû.

Sarkis Çulciyanê (yê li ser milê çepê rûniştî, ku paşnawê wî paşê bûye Kazanciyan) ku me’dena baqirê dide karkirin û di karxaneya xwe da kar dike, ev wêne di sala 1900î da, da ku ji bo kurê xwe bişîne, girtiye. Kurê wî jî baqirkar bû, piştî komkujiya sala 1895an terka Diyarbekirê kiriye û koç kiriye New Yorkê. (Wêne: Arşîvên Wêneyên Ermenan yên SAVE Projectê, bi destûra John Kazanciyan)

Komkujiyên Ermenan yên ku di sala 1896an da li Sasonê dest pê kirî û paşê li seranserê Anatoliyayê belav bûyî; girêdayî vê yekê terka ermeniyên zindî ji împaratoriyê peşkek li zenaeta baqir û hesinkariyê da ku li bajêr bi taybet di destên nalbendên ermen de diçirûsî. Piştî komkujiya 1915an jî li gel zenaetkarên bajêr, kesên xerîkî çêkirina şerabê û baxvaniyê jî ji nav çûn. Ev yek, li gel hemû êşkêşiyê, ji aliyê hilberîna herêmê ve jî dihate maneya derbeyeke mezin.

Nîgarkêş, mîmar, arkeolog, seyyahê fransî Albert Gabriel, ku di navbera salên 1883-1972yan da jiyaye û gelek lêkolîn li ser Tirkiyeyê kirine û heyamekê li Tirkiyeyê jiyaye û dersdarî jî kiriye, di sala 1932an da wêneyê bazara genimî ya li Sûrê girtiye.

Ji salên ewil yên komarê ve, berdêla aborî ya polîtîkayên siyasî yên wekî îskana mecbûrî û asîmîlasyonê yên li ser kurdan hatine sepandin, paşdehiştina herêmên kurdnişîn bû. Li gorî daneyên sala 1927an, hejmara makîne û amûrê çandinê yên li rojhilatê Anatoliyayê û başûr-rojhilatê Anatoliyayê, teqrîben ji 1.4 milyon makîne û amûrên çandinê teqabûlî kêmtir ji sedan 10ê wê dikir. Wekî berdewama polîtîkayên îskanê yên salên 1930î, bicihkirina koçberên nekurd li herêmê, ji Şerê Cîhanê yê Yekem ve kêşeyên berhemdariya çandinê li herêma rojhilatê Anatoliyayê û rojhilat-başûrê anatoliyayê û her kêşeya sosyo-aborî kûrtir kir. Ji vê layenê ve, li gorî raportên konsolxaneya Brîtanyayê, di salên 1890î da, di navbera herêman da, herêma ku ji 1 milyonî zêdetir berhem îxraç dikir, di salên 1930î da dakete wê astê ku bikare têra xwe hilberînê pêk bîne.

Sûr her tim bûye navenda gelek zenaetan. Wêne jî ji salên 1930î ne, li Sûrê, li atolyeyeke dîzikan hatine girtin. (Arşîva Adil Tekin)
Sûr her tim bûye navenda gelek zenaetan. Wêne jî ji salên 1930î ne, li Sûrê, li atolyeyeke dîzikan hatine girtin. (Arşîva Adil Tekin)
Piştî salên 1950î, yek ji faktorên rênîşander yên hilberîn û bazirganiya Diyarbekirê ew bû ku makîne ketine nav çandinê û usûlên hilberînê yên edetî nekarin reqabetê li gel vê geşedanê bikin. Wêne ji sala 1955an e, Xana Hesen Paşa nîşan dide ku her tim qerebalix e.

Ji salên 1960î ve, “pîşesazîbûna îthal a îqameperest” ya ku Tirkiyeyê dayî destpêkirin, digel ku ev pêngaveke dereng jî bû, li Diyarbekirê tu rewac bi dest ve neanî, bajêr mehkûmê çandinê kirin. Ji ber ku di çandinê da jî reformeke axê pêk nehat, piştî salên 1950î makînebûna bilez bi tenê rê li ber peydabûna xwedanên mezin yên axê û axa û begên gundan vekir. Di encama van hemû geşedanan da, ji aliyê hilberînê ve cûdabûna herêmî ya Diyarbekirê nisbet bi bajarên rojava berçavtir bû. Du sebebên din yên vê cûdabûna herêmî hene ku heta roja me tên. Ya yekem, proseya pevçûna di navbera PKK û artêşa Tirk da û encamên vê proseyê ne. Ya duyem jî ew e ku neolîberalîzmê, piştî salên 1980yî derbeke mezintir li çandinê da. Di van şertan da veberhênanên taybet û kamûyê nekarîn bibine dermanê paşdemayîna aborî ya demdirêj û tesîrên wê jî berdewam dikin.

Nivîs: Dr. Uğur Bayraktar, Dîroknas
Edîtora pêşangehê: Pınar Öğünç
Wergêr: Ekrem Yildiz, Edîtorê wergerê: Murat Bayram

ÇAVKANIYÊN BIJARE

• Astourian, S. H. (2011) “The Silence of the Land: Agrarian Relations, Ethnicity, and Power”, A Question of Genocide: Armenians and Turks at the End of the Ottoman Empire, (ed.) Ronald Grigor Suny, Fatma Müge Göçek û Norman M. Naimark, Oxford University Press, New York, NY: 55-81.
• Aydın, S. û Verheij, J. (2012) “Confusion in the Cauldron: Some Notes on Ethno-Religious Groups, Local Powers and the Ottoman State in Diyarbekir Province, 1800-1870”, Social Relations in Ottoman Diyarbekir, 1870-1915, (ed.) Joost Jongerden û Jelle Verheij, Brill, Leiden û Boston: 15-54.
• Beysanoğlu, Ş. (1962) Diyarbakır Coğrafyası, Şehir Matbaası, Stenbol.
• van Bruinessen, M. û Boeschoten, H. (ed.), (1988) Evliya Çelebi in Diyarbekir: The Relevant Section of the Seyahatname, E.J. Brill, Leiden û New York.
• Buckingham, J. S. (1827) Travels in Mesopotamia Including a Journey from Aleppo to Bagdad by the Route of Beer, Orfah, Diarbekr, Mardin & Mousul, Cîld 1, London.
İzmir Fuarında Diyarbakır, Diyarbakır Ticaret ve Sanayi Odası, Diyarbekir, 1938.
• Erinç, S. û Tunçdilek, N. (1952) “The Agricultural Regions of Turkey”, Geographical Review, 42(2): 179-203.
• Hovannisian, R. G. (ed.), (2006) Armenian Tigranakert/Diarbekir and Edessa/Urfa, Mazda Publishers, Costa Mesa, CA.
• Quataert, D. (1993) Ottoman Manufacturing in the Age of the Industrial Revolution, Cambridge University Press, Cambridge.
• Yadırgı, V. (2017) The Political Economy of the Kurds of Turkey: From the Ottoman Empire to the Turkish Republic, Cambridge University Press, Cambridge.
• Yılmazçelik, İ. (1995) XIX. Yüzyılın İlk Yarısında Diyarbakır (1790-1840), Türk Tarih Kurumu, Enqere.